KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Pêncşemê, 23 Cotmeh

Di hezkirinê de ra bidin û hîmgirtî bin (Efesî 3:17).

Ne bes e ku em tenê rastiyên esasî yên Kitêba Pîroz fehm bikin. Bi alîkariya ruhê pîroz, em ji dil dixwazin “tiştên Xwedê yên kûr jî” bielimin (1. Korîntî 2:9, 10). Ji bo ku tu nêzîktirî Yehowa bibî, tu dikarî dest bi projeyeke lêkolînê bikî. Mesela, ev mijar hêjayî lêkolînê ne: Xwedê ji xizmetkarên xwe yên berê re çawa hezkirin nîşan dida? Ev yek çawa îsbat dike ku ew ji te jî hez dike? Wekî din, Xwedê ji Îsraîliyan îbadeteke çawa dixwest? Ev yek çawa dişibe îbadeta me ya îro? Yan jî, tiştên ku pêxemberan ji berê ve li ser Îsa Mesîh gotibûn çawa di dema jiyan û xizmeta wî de hatin cih? Bi alîkariya Rêberiya Lêkolînê ya Şahidên Yehowa, tu dikarî li ser van mijaran kûr bifikirî û zewqê jê bistîne. Eger tu Kitêba Pîroz baş lêkolîn bikî, baweriya te wê xurttir bibe û tuyê “Xwedê, ji nêzîk” ve nas bikî (Methelokên Silêman 2:4, 5). w23.10 18-19 par. 3-5

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Înê, 24 Cotmeh

Bila berî her tiştî, hezkirina we yî bi hev û din re, ji dil û can be; ji ber ku hezkirin, gellek gunehan dinixumîne (1. Petrûs 4:8, KP).

Peyva ku Petrûsê şandî ji bo “ji dil û can” bi kar aniye bi herfî tê maneya “hatiye vezilandin”. Qismê diduyan ê ayetê behsa tesîra hezkirina “ji dil û can” dike. Ew alî me dike ku em gunehên xwişk û birayan binixumînin. Em dikarin hezkirina jidil wek qumaşekî nerm bînin ber çavê xwe. Ev qumaş ew qas tê vezilandin ku ew ne yek, ne du, lê “gelek gunehan dinixumîne”. Yanî “nuximandin” tê maneya efûkirina gunehan. Çawa ku qumaş dikare lekeyekê binixumîne, hezkirin jî dikare qisûr û kêmasiyên kesên din binixumîne. Hezkirina me gerek ew qas xurt be ku em bikaribin qisûr û kêmasiyên xwişk û birayan, heta eger pir zor be jî, efû bikin (Kolosî 3:13). Gava em kesên din ji dil efû dikin, em nîşan didin ku hezkirina me xurt e û em dilê Yehowa şa dikin. w23.11 10-11 par. 13-15

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Şemiyê, 25 Cotmeh

Şafan li ber qiral jê xwend (2. Dîrokan 34:18).

Gava Yoşiya Padîşah 26 salî bû, wî dest bi tamîrkirina îbadetgehê kir. Di wexta wî karî de, kitêba Qanûna Yehowa hat dîtin. Dema ku padîşah bihîst ku tê de çi hatiye nivîsandin, wî di cih de xwest li gor gotinên wê hereket bike (2. Dîrokan 34:14, 19-21). Belkî tu xîret dikî ku Kitêba Pîroz her roj bixwînî. Gelo kêfa te ji xwendina Kitêba Pîroz re tê? Gelo tu ji xwe re ayetên ku wê alî te bikin, not dikî? Gava Yoşiya nêzîkî 39 salî bû, şaşiyeke wî bû sebebê mirina wî. Li şûna ku ew ji Yehowa rêberiyê bixwaze, wî bi ya xwe kir (2. Dîrokan 35:20-25). Ji vê yekê, em dikarin dersekê ji xwe re derxin. Gerek em her tim li Yehowa bigerin – ferq nake ku em çend salî ne yan jî çi qas wext Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Yanî, em her roj ji bo rêberiya Yehowa dua dikin, Peyva wî dixwînin, li ser wê kûr difikirin û guh didin şîretên ji xwişk û birayên gihîştî. Bi vî awayî, emê şaşiyên mezin kêmtir bikin û bêtir dilxweş bibin (Aqûb 1:25). w23.09 12 par. 15-16

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne