KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
Îlan
Zimanê nû: Betsileo
  • Îro

Roja Sêşemê, 28 Cotmeh

[Yehowa] wê we … xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).

Wek her kesî, xizmetkarên Yehowa jî rastî tengasiyan tên û nexweş dikevin. Bi ser de, Şahidên Yehowa ji destê kesên ku ji wan hez nakin zilm û zordariyê dibînin. Yehowa helbet her zehmetiyê ji me dûr naxe, lê wî soz daye ku ewê alî me bike (Îşaya 41:10). Bi alîkariya wî em dikarin dilxweş bimînin, qerarên baş bidin û li hemberî zehmetiyan jî ji wî re dilsoz bimînin. Li gor Kitêba Pîroz, emê “aştiya Xwedê” bistînin (Filîpî 4:6, 7). Maneya vê ev e ku hizûr wê bikeve dilê me ji ber ku em dostên Yehowa ne. “Aştiya Xwedê … di ser her têgihîştinê re ye” û ji her tiştê ku em dikarin xeyal bikin xweştir e. Belê, hizûra ku dikeve dilê me piştî ku em ji dil dua dikin, “aştiya Xwedê” ye. w24.01 20 par. 2; 21 par. 4

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Çarşemê, 29 Cotmeh

Ey canê min, Xudan pîroz ke! Pesnê navê wî yê pîroz bide (Zebûr 103:1).

Dawid dizanibû ku gava mirov pesnê navê Yehowa dide, ew bi eslê xwe pesnê Yehowa dide. Wexta ku em navê Yehowa dibihîzin, şexsiyeta wî, sifetên wî û kirinên wî tên ber çavê me. Dawid dixwest bi “hemû hebûna” xwe, yanî bi dil û can pesnê navê Xwedê bide û wî pîroz bike. Ji bo Lêwiyan jî pîrozkirina navê Yehowa tiştekî pir muhîm bû. Wan bi nefsbiçûkî fehm dikir ku gotinên wan têra pesnê navê Yehowa nakin (Nehemya 9:5). Yehowa bê guman ji pesnên ku wan bi dil û can û bi nefsbiçûkî dida wî, pir razî dibû. w24.02 9 par. 6

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Pêncşemê, 30 Cotmeh

Em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin (Filîpî 3:16).

Eger tu negihîjî hedefeke nemaqûl, nefikire ku Yehowa te wek yekî neserkeftî dibîne! (2. Korîntî 8:12). Ji astengên ku derdikevin meydanê bielime. Ji bîr neke ku te heta niha çi bi dest xistiye. Kitêba Pîroz dibêje: “Çimkî Xwedê ne bê dadperwerî ye ku kirinên we … ji bîr bike” (Îbranî 6:10). Van gotinan ji bîr neke! Li ser hedefên ku tu jixwe gihîştiye wan bifikire, mesela wek pêşveçûna dostaniya bi Yehowa re, belavkirina xebera xêrê yan jî binavbûna te. Çawa ku tu berê bi pêş ve çûyî û gihîştî hedefên ruhî, tu dikarî bi dewamî bi pêş ve herî û bigihîjî hedefên xwe yên nû. Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî bigihîjî hedefa xwe. Gava tu xîret dikî ku bigihîjî hedefa xwe, ji bîr neke ku heta niha, Yehowa çawa alîkariya te kiriye û xîreta te bibereket kiriye (2. Korîntî 4:7). Eger tu dev ji hedefa xwe bernedî, tuyê bereketên hê jî mezintir bistînî! (Galatî 6:9). w23.05 31 par. 16-18

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne