Roja Çarşemê, 29 Cotmeh
Ey canê min, Xudan pîroz ke! Pesnê navê wî yê pîroz bide (Zebûr 103:1).
Dawid dizanibû ku gava mirov pesnê navê Yehowa dide, ew bi eslê xwe pesnê Yehowa dide. Wexta ku em navê Yehowa dibihîzin, şexsiyeta wî, sifetên wî û kirinên wî tên ber çavê me. Dawid dixwest bi “hemû hebûna” xwe, yanî bi dil û can pesnê navê Xwedê bide û wî pîroz bike. Ji bo Lêwiyan jî pîrozkirina navê Yehowa tiştekî pir muhîm bû. Wan bi nefsbiçûkî fehm dikir ku gotinên wan têra pesnê navê Yehowa nakin (Nehemya 9:5). Yehowa bê guman ji pesnên ku wan bi dil û can û bi nefsbiçûkî dida wî, pir razî dibû. w24.02 9 par. 6
Roja Pêncşemê, 30 Cotmeh
Em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin (Filîpî 3:16).
Eger tu negihîjî hedefeke nemaqûl, nefikire ku Yehowa te wek yekî neserkeftî dibîne! (2. Korîntî 8:12). Ji astengên ku derdikevin meydanê bielime. Ji bîr neke ku te heta niha çi bi dest xistiye. Kitêba Pîroz dibêje: “Çimkî Xwedê ne bê dadperwerî ye ku kirinên we … ji bîr bike” (Îbranî 6:10). Van gotinan ji bîr neke! Li ser hedefên ku tu jixwe gihîştiye wan bifikire, mesela wek pêşveçûna dostaniya bi Yehowa re, belavkirina xebera xêrê yan jî binavbûna te. Çawa ku tu berê bi pêş ve çûyî û gihîştî hedefên ruhî, tu dikarî bi dewamî bi pêş ve herî û bigihîjî hedefên xwe yên nû. Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî bigihîjî hedefa xwe. Gava tu xîret dikî ku bigihîjî hedefa xwe, ji bîr neke ku heta niha, Yehowa çawa alîkariya te kiriye û xîreta te bibereket kiriye (2. Korîntî 4:7). Eger tu dev ji hedefa xwe bernedî, tuyê bereketên hê jî mezintir bistînî! (Galatî 6:9). w23.05 31 par. 16-18
Roja Înê, 31 Cotmeh
Bav bi xwe ji we hez dike, çimkî we ji min hez kiriye û bawer kiriye ku ez wek temsîlkarê Xwedê hatime (Yûhena 16:27, NWT).
Yehowa li fersendan digere ku nîşanî xizmetkarên xwe bike ku ew ji wan hez dike û ji wan razî ye. Kitêba Pîroz du caran behsa vê dike ku Xwedê di heqê Îsa Mesîh de got: “Ev e Kurê min ê delal, ez ji wî razî me” (Meta 3:17; 17:5, NWT). Ma teyê nexwesta ku Yehowa ji te re jî bigota ku ew ji te razî ye? Yehowa helbet rasterast bi me re napeyive, lê ew bi destê Kitêba Pîroz bi me re xeber dide. Gava em Încîlê dixwînin, em qey dengê Yehowa dibihîzin. Şagirtên Îsa Mesîh mirovên qisûrdar bûn, lê dîsa jî, wî ji wan hez dikir. Nêrînên Îsa Mesîh û nêrînên Bavê wî wek hev in. Loma, gava em gotinên Îsa Mesîh dixwînin, bila em xeyal bikin ku Yehowa van gotinan ji me re dibêje (Yûhena 15:9, 15). Eger em carinan dikevin tengasiyê, ev yek nayê maneya ku Xwedê êdî ji me ne razî ye. Bi eslê xwe, tengasî fersendê dide me ku em îsbat bikin ku em ji Xwedê çi qas hez dikin û îtibara xwe bi wî tînin (Aqûb 1:12). w24.03 28 par. 10-11