Roja Sêşemê, 7 Cotmeh
Bi awayekî ku hêjayî Xudan e rêve herin (Kolosî 1:10).
Di sala 1919an de, xizmetkarên Xwedê ji tesîra Babîla Mezin azad bûn. Wê salê, “xulamê dilsoz û şehreza” derket meydanê. Vê komê di wexta rast de alî kesên dilpak dikir ku ew bikevin “Riya Pîroz” (Meta 24:45-47; Îşaya 35:8). Bi xêra xebatên van zilamên bawermend, kesên ku ketibûn vê riyê dikaribû li ser Yehowa û mexseda wî zêdetir bielimin (Methelokên Silêman 4:18). Wekî din, wan dikaribû jiyana xwe li gor daxwaza Yehowa serrast bikin. Yehowa ne li bendê bû ku xizmetkarên wî hemû guhertinên lazim di carekê de bikin. Li şûna vê yekê, wî alî xizmetkarên xwe dikir ku ew xwe gav bi gav serrast bikin. Gava em rojekê bikaribin bi hemû kirinên xwe dilê Xwedê şa bikin, emê gelekî kêfxweş bibin! Her riyek gerek bi dewamî bê nûkirin. Ji sala 1919an ve, xebatên li ser “Riya Pîroz” dewam dikin. Bi vî awayî, hîn zêdetir mirovan dikarin ji Babîla Mezin derkevin. w23.05 17 par. 15-16
Roja Çarşemê, 8 Cotmeh
Ez tu caran te nahêlim (Îbranî 13:5).
Koma Rêberiyê alîkarên ji bo komîteyên Koma Rêberiyê rasterast perwerde dike. Ev alîkar niha gelek mesûliyetên giran bi dilsozî tînin cih, û ew hazir in ku di pêşerojê de jî li miyên Îsa Mesîh xwedî derkevin. Gava hilbijartiyên dawîn nêzîkî dawiya tengasiya mezin bên birin ezmanan, xizmetkarên Xwedê yên din wê bi saya rêberiya Îsa Mesîh îbadeta pak wek berê dewam bikin. Rast e, wê demê Gogê ji Magogê – yanî koalîsyoneke miletan – wê hicûmî xizmetkarên Xwedê bike (Hêzekîêl 38:18-20). Lê ew hicûma kin wê bi ser nekeve û îbadeta pak nede sekinandin. Yehowa wê xizmetkarên xwe xelas bike. Di dîtiniyekê de, Yûhenayê şandî “elaleteke mezin” a “miyên din” ên Îsa Mesîh dîtibû. Ji wî re hat gotin ku ew ji “tengahiya mezin” hatine (Peyxam 7:9, 14). Belê, ewê bên parastin. w24.02 5-6 par. 13-14
Roja Pêncşemê, 9 Cotmeh
Ruhê Pîroz netemirînin (1. Selanîkî 5:19).
Ji bo ku em ruhê pîroz bistînin, gerek em dua bikin, Peyva Xwedê bixwînin û nêzîkî teşkîlata wî bimînin, a ku bi rêberiya ruhê pîroz hereket dike. Bi vî awayî, emê bikarin “berê Ruh” bi pêş bixin (Galatî 5:22, 23). Xwedê ruhê pîroz dide tenê kesên ku ji aliyê fikir û kirinên xwe ve pak dimînin. Eger em bi dewamî li ser tiştên nepak bifikirin yan eger em li gor fikrên nepak hereket bikin, Xwedê wê ruhê pîroz nede me (1. Selanîkî 4:7, 8). Ji xeynî vê, ji bo ku em ruhê pîroz bi dewamî bistînin, gerek em “pêxemberîtiyan kêm nebînin” (1. Selanîkî 5:20). Di vê ayetê de, peyva “pêxemberîtî” tê maneya xeberên ku Xwedê bi tesîra ruhê pîroz dane me. Mesela, hin ji van xeberan behsa roja Yehowa dikin û tînin bîra me ku ev roj çi qas nêzîk e. Gerek em nefikirin ku emê di emrê xwe de roja Harmegedonê nebînin. Li şûna vê yekê, ji bo ku em ji bîr nekin ku roja Xwedê çi qas nêzîk e, em ya rast dikin û xwestina wî tînin cih (2. Petrûs 3:11, 12). w23.06 12 par. 13-14