Roja Çarşemê, 8 Cotmeh
Ez tu caran te nahêlim (Îbranî 13:5).
Koma Rêberiyê alîkarên ji bo komîteyên Koma Rêberiyê rasterast perwerde dike. Ev alîkar niha gelek mesûliyetên giran bi dilsozî tînin cih, û ew hazir in ku di pêşerojê de jî li miyên Îsa Mesîh xwedî derkevin. Gava hilbijartiyên dawîn nêzîkî dawiya tengasiya mezin bên birin ezmanan, xizmetkarên Xwedê yên din wê bi saya rêberiya Îsa Mesîh îbadeta pak wek berê dewam bikin. Rast e, wê demê Gogê ji Magogê – yanî koalîsyoneke miletan – wê hicûmî xizmetkarên Xwedê bike (Hêzekîêl 38:18-20). Lê ew hicûma kin wê bi ser nekeve û îbadeta pak nede sekinandin. Yehowa wê xizmetkarên xwe xelas bike. Di dîtiniyekê de, Yûhenayê şandî “elaleteke mezin” a “miyên din” ên Îsa Mesîh dîtibû. Ji wî re hat gotin ku ew ji “tengahiya mezin” hatine (Peyxam 7:9, 14). Belê, ewê bên parastin. w24.02 5-6 par. 13-14
Roja Pêncşemê, 9 Cotmeh
Ruhê Pîroz netemirînin (1. Selanîkî 5:19).
Ji bo ku em ruhê pîroz bistînin, gerek em dua bikin, Peyva Xwedê bixwînin û nêzîkî teşkîlata wî bimînin, a ku bi rêberiya ruhê pîroz hereket dike. Bi vî awayî, emê bikarin “berê Ruh” bi pêş bixin (Galatî 5:22, 23). Xwedê ruhê pîroz dide tenê kesên ku ji aliyê fikir û kirinên xwe ve pak dimînin. Eger em bi dewamî li ser tiştên nepak bifikirin yan eger em li gor fikrên nepak hereket bikin, Xwedê wê ruhê pîroz nede me (1. Selanîkî 4:7, 8). Ji xeynî vê, ji bo ku em ruhê pîroz bi dewamî bistînin, gerek em “pêxemberîtiyan kêm nebînin” (1. Selanîkî 5:20). Di vê ayetê de, peyva “pêxemberîtî” tê maneya xeberên ku Xwedê bi tesîra ruhê pîroz dane me. Mesela, hin ji van xeberan behsa roja Yehowa dikin û tînin bîra me ku ev roj çi qas nêzîk e. Gerek em nefikirin ku emê di emrê xwe de roja Harmegedonê nebînin. Li şûna vê yekê, ji bo ku em ji bîr nekin ku roja Xwedê çi qas nêzîk e, em ya rast dikin û xwestina wî tînin cih (2. Petrûs 3:11, 12). w23.06 12 par. 13-14
Roja Înê, 10 Cotmeh
Tirsa Xudan destpêka şehrezayiyê ye (Methelokên Silêman 9:10, Mizgînî).
Eger li ser cîhaza me ji nişka ve sûretekî pornografîk vebe, gerek em çi bikin? Gerek em bi lez û bez berê xwe bizivirînin û lê mêze nekin. Eger em bînin bîra xwe ku qîmeta dostaniya me ya bi Yehowa re çi qas mezin e, ev yek wê li me hêsantir bê. Hin sûretên ku di esasê xwe de wek pornografî nayên hesibandin jî dikarin şehweta cinsî hişyar bikin. Çima lazim e ku em ji sûretên wisa jî birevin? Çimkî wek Îsa Mesîh gotibû, “her kesê ku bi dilxwazî li jinekê binêre, ji xwe wî di dilê xwe de bi wê re zîna kiriye” (Meta 5:28, 29). Rîspiyekî bi navê David, ê ku li Taylandê dijî, dibêje: “Ez her tim ji xwe dipirsim: ‘Sûretek her çi qas wek pornografî neyê hesibandin jî, eger ez lê mêze bikim, gelo Yehowa wê ji min razî be?’ Fikrên wisa alî min dikin ku ez qerarên baş bidim.” Gelo çi dikare alî me bike ku em qerarên baş bidin û dilê Yehowa neêşînin? Kitêba Pîroz nîşan dide ku tirsa Xwedê destpêka hîkmeta rastîn e. w23.06 23 par. 12-13