Roja Sêşemê, 9 Îlon
Pîreka bêaqil bi galegal; hişsivik e (Methelokên Silêman 9:13).
Kesên ku teklîfa “pîreka bêaqil” dibihîzin, dikarin teklîfa wê yan qebûl bikin yan red bikin. Ji ber gelek sebebên muhîm, gerek em bêexlaqiya cinsî nekin. “Pîreka bêaqil” dibêje: ‘Ava diziyê şîrîn e!’ (Methelokên Silêman 9:17). Gelo “ava diziyê” çi ye? Kitêba Pîroz eleqeya cinsî ya di navbera jin û mêrekî zewicî de dişibîne ava sar, a ku di rojeke germ de dilê mirov xweş dike (Methelokên Silêman 5:15-18). Jin û mêrê ku bi hev re zewicî ne dikarin bi hev şa bibin. Lê belê, “ava diziyê” pir cuda ye. Ev gotin balê dikişîne ser bêexlaqiya cinsî, ya ku Xwedê qedexe dike. Kesên ku bêexlaqiya cinsî dikin vê yekê bi dizîka dikin. Gava ew difikirin ku tu kes wê wan negire û ewê bêceza bimînin, wê çaxê “ava diziyê” li ber dilê wan pir şîrîn dibe. Çi eybeke mezin! Ew dikarin xwe bixapînin, lê nikarin Yehowa bixapînin, çimkî Yehowa her tiştî dibîne. Kesê ku dostaniya xwe ya bi Xwedê re winda dike, her tiştê xwe winda dike. Ji vê yekê tiştekî tehltir tune ye û qet ne şîrîn e (1. Korîntî 6:9, 10). w23.06 22 par. 7-9
Roja Çarşemê, 10 Îlon
Eger ez ne bi daxwaz bikim, wekîltî li min hatiye spartin (1. Korîntî 9:17).
Eger tu difikirî ku duayên te êdî ne ji dil in yan eger tu êdî wek berê ji xizmetê kêfê nastînî, gelo tu dikarî çi bikî? Nefikire ku ruhê Yehowa êdî ne li ser te ye. Mîna her kesî, tu jî însanekî qisûrdar î, loma hîsên wisa carinan dikarin bikevin dilê te. Eger xîreta te sar bûye, mîsala Pawlosê şandî bîne ber çavê xwe. Wî helbet dixwest Îsa Mesîh ji xwe re bike emsal, lê carinan, daxwaza wî kêm dibû. Belê, hîsên wî her çi bûn jî, Pawlos xîret dikir ku xizmeta xwe bîne cih. Loma, qerarên xwe ne tenê li ser esasê hîsên xwe bide. Hîsên te her çi bin jî, hewl bide ku tu ya rast bikî. Bi zeman re, kirinên te wê li ser hîsên te tesîr bikin. Ji ber vê yekê, piştî vaftîzbûnê lêkolîna şexsî îhmal neke, mizgîniyê her gav belav bike, ji dil dua bike û here civînan (1. Korîntî 9:16). w24.03 11 par. 12-13
Roja Pêncşemê, 11 Îlon
Hezkirina xwe … nîşanî wan bidin (2. Korîntî 8:24).
Em dikarin bibin dostên xwişk û birayan û bi wan re wextê derbas bikin (2. Korîntî 6:11-13). Di civatên me de, xwişk û birayên ji kok û miletên cuda hene û xwedî şexsiyetên cuda ne. Eger em bala xwe bidin xisûsiyetên wan ên baş, emê hezkirina di nav xwe de xurttir bikin. Eger em bielimin ku wek Yehowa li ser kesên din bifikirin, emê îsbat bikin ku em ji wan hez dikin. Di dema tengasiya mezin de wê pir muhîm be ku em hezkirinê nîşan bidin. Gava ev tengasî dest pê bike, gelo Yehowa wê çawa me biparêze? Bala xwe bidê ku gava hicûm çû ser Babîla kevnar, Yehowa çi rêberî da xizmetkarên xwe: “Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hûndir û li pişt xwe deriyan bigire. Demeke kurt xwe veşêre, heta ku xezeb derbas bû” (Îşaya 26:20, Mizgînî). Wisa xuya dike ku di dema tengasiya mezin de, gerek em guh bidin vê rêberiyê. w23.07 6-7 par. 14-16