Roja Çarşemê, 10 Îlon
Eger ez ne bi daxwaz bikim, wekîltî li min hatiye spartin (1. Korîntî 9:17).
Eger tu difikirî ku duayên te êdî ne ji dil in yan eger tu êdî wek berê ji xizmetê kêfê nastînî, gelo tu dikarî çi bikî? Nefikire ku ruhê Yehowa êdî ne li ser te ye. Mîna her kesî, tu jî însanekî qisûrdar î, loma hîsên wisa carinan dikarin bikevin dilê te. Eger xîreta te sar bûye, mîsala Pawlosê şandî bîne ber çavê xwe. Wî helbet dixwest Îsa Mesîh ji xwe re bike emsal, lê carinan, daxwaza wî kêm dibû. Belê, hîsên wî her çi bûn jî, Pawlos xîret dikir ku xizmeta xwe bîne cih. Loma, qerarên xwe ne tenê li ser esasê hîsên xwe bide. Hîsên te her çi bin jî, hewl bide ku tu ya rast bikî. Bi zeman re, kirinên te wê li ser hîsên te tesîr bikin. Ji ber vê yekê, piştî vaftîzbûnê lêkolîna şexsî îhmal neke, mizgîniyê her gav belav bike, ji dil dua bike û here civînan (1. Korîntî 9:16). w24.03 11 par. 12-13
Roja Pêncşemê, 11 Îlon
Hezkirina xwe … nîşanî wan bidin (2. Korîntî 8:24).
Em dikarin bibin dostên xwişk û birayan û bi wan re wextê derbas bikin (2. Korîntî 6:11-13). Di civatên me de, xwişk û birayên ji kok û miletên cuda hene û xwedî şexsiyetên cuda ne. Eger em bala xwe bidin xisûsiyetên wan ên baş, emê hezkirina di nav xwe de xurttir bikin. Eger em bielimin ku wek Yehowa li ser kesên din bifikirin, emê îsbat bikin ku em ji wan hez dikin. Di dema tengasiya mezin de wê pir muhîm be ku em hezkirinê nîşan bidin. Gava ev tengasî dest pê bike, gelo Yehowa wê çawa me biparêze? Bala xwe bidê ku gava hicûm çû ser Babîla kevnar, Yehowa çi rêberî da xizmetkarên xwe: “Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hûndir û li pişt xwe deriyan bigire. Demeke kurt xwe veşêre, heta ku xezeb derbas bû” (Îşaya 26:20, Mizgînî). Wisa xuya dike ku di dema tengasiya mezin de, gerek em guh bidin vê rêberiyê. w23.07 6-7 par. 14-16
Roja Înê, 12 Îlon
Sehneya vê dinyayê diguhere (1. Korîntî 7:31, NWT).
Ji xwe bipirse: “Gelo kesên din min wek yekî maqûl û sernerm yan wek yekî sert û serhişk dibînin? Gelo ez guh didim kesên din, û eger mumkin be, daxwazên wan qebûl dikim?” Gava em xîret dikin ku bi maqûlî hereket bikin, em nîşan didin ku em Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re mînak digirin. Maqûlî tê maneya ku gava rewşa jiyana me tê guhertin, gerek em hazir bin ku li gor rewşa nû hereket bikin. Guhertinên wisa dikarin problemên nû derxin meydanê. Mesela, dibe ku em ji nişka ve gelekî nexweş bikevin, pirsgirêkên aborî derkevin meydanê yan rewşa siyasî jiyana me serobino bike (Waiz 9:11). Yan jî, dibe ku em di teşkîlata Yehowa de wezîfeyeke nû bistînin. Rewşa jiyana me her çi be jî, ev çar tişt wê alî me bikin: (1) Rewşa nû qebûl bike, (2) li ser siberojê bifikire, (3) bala xwe bide tiştên qenc, û (4) alîkariya kesên din bike. w23.07 21-22 par. 7-8