Roja Pêncşemê, 11 Îlon
Hezkirina xwe … nîşanî wan bidin (2. Korîntî 8:24).
Em dikarin bibin dostên xwişk û birayan û bi wan re wextê derbas bikin (2. Korîntî 6:11-13). Di civatên me de, xwişk û birayên ji kok û miletên cuda hene û xwedî şexsiyetên cuda ne. Eger em bala xwe bidin xisûsiyetên wan ên baş, emê hezkirina di nav xwe de xurttir bikin. Eger em bielimin ku wek Yehowa li ser kesên din bifikirin, emê îsbat bikin ku em ji wan hez dikin. Di dema tengasiya mezin de wê pir muhîm be ku em hezkirinê nîşan bidin. Gava ev tengasî dest pê bike, gelo Yehowa wê çawa me biparêze? Bala xwe bidê ku gava hicûm çû ser Babîla kevnar, Yehowa çi rêberî da xizmetkarên xwe: “Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hûndir û li pişt xwe deriyan bigire. Demeke kurt xwe veşêre, heta ku xezeb derbas bû” (Îşaya 26:20, Mizgînî). Wisa xuya dike ku di dema tengasiya mezin de, gerek em guh bidin vê rêberiyê. w23.07 6-7 par. 14-16
Roja Înê, 12 Îlon
Sehneya vê dinyayê diguhere (1. Korîntî 7:31, NWT).
Ji xwe bipirse: “Gelo kesên din min wek yekî maqûl û sernerm yan wek yekî sert û serhişk dibînin? Gelo ez guh didim kesên din, û eger mumkin be, daxwazên wan qebûl dikim?” Gava em xîret dikin ku bi maqûlî hereket bikin, em nîşan didin ku em Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re mînak digirin. Maqûlî tê maneya ku gava rewşa jiyana me tê guhertin, gerek em hazir bin ku li gor rewşa nû hereket bikin. Guhertinên wisa dikarin problemên nû derxin meydanê. Mesela, dibe ku em ji nişka ve gelekî nexweş bikevin, pirsgirêkên aborî derkevin meydanê yan rewşa siyasî jiyana me serobino bike (Waiz 9:11). Yan jî, dibe ku em di teşkîlata Yehowa de wezîfeyeke nû bistînin. Rewşa jiyana me her çi be jî, ev çar tişt wê alî me bikin: (1) Rewşa nû qebûl bike, (2) li ser siberojê bifikire, (3) bala xwe bide tiştên qenc, û (4) alîkariya kesên din bike. w23.07 21-22 par. 7-8
Roja Şemiyê, 13 Îlon
Tu gelekî hatî hezkirin (Danîêl 9:23, Mizgînî).
Dema ku Danîêl pêxember hê xort bû, Babîliyan ew bi êsîrî ji welatê wî bir Babîlê. Lê wisa xuya dike ku kêfa memûrên Babîliyan ji Danîêl re hat. Wan bi çavên xwe dît ku Danîêl yekî çawa ye (1. Samûyêl 16:7). Ew yekî “bêqisûr û lihevhatî” bû û ji malbateke esilzade bû. Ji ber van sebeban, Babîliyan ew perwerde kir, da ku di xizmeta qesrê de kar bike (Danîêl 1:3, 4, 6, Mizgînî). Ji ber sifetên Danîel yên baş Yehowa ji wî hez dikir. Yehowa got ku Danîêl mîna Nûh û Eyûb pêxember e. Wan bi dehsalan li cem Xwedê navekî baş ji xwe re qezenc kiribû. Ya balkêş ew e ku wê demê, Danîêl nêzîkî 20 salî yan hê ciwantir bû (1. Mûsa 5:32; 6:9, 10; Eyûb 42:16, 17; Hêzekîêl 14:14). Di temamiya jiyana Danîêl pêxember de, Yehowa her tim jê hez dikir (Danîêl 10:11, 19). w23.08 2 par. 1-2