Roja Şemiyê, 13 Îlon
Tu gelekî hatî hezkirin (Danîêl 9:23, Mizgînî).
Dema ku Danîêl pêxember hê xort bû, Babîliyan ew bi êsîrî ji welatê wî bir Babîlê. Lê wisa xuya dike ku kêfa memûrên Babîliyan ji Danîêl re hat. Wan bi çavên xwe dît ku Danîêl yekî çawa ye (1. Samûyêl 16:7). Ew yekî “bêqisûr û lihevhatî” bû û ji malbateke esilzade bû. Ji ber van sebeban, Babîliyan ew perwerde kir, da ku di xizmeta qesrê de kar bike (Danîêl 1:3, 4, 6, Mizgînî). Ji ber sifetên Danîel yên baş Yehowa ji wî hez dikir. Yehowa got ku Danîêl mîna Nûh û Eyûb pêxember e. Wan bi dehsalan li cem Xwedê navekî baş ji xwe re qezenc kiribû. Ya balkêş ew e ku wê demê, Danîêl nêzîkî 20 salî yan hê ciwantir bû (1. Mûsa 5:32; 6:9, 10; Eyûb 42:16, 17; Hêzekîêl 14:14). Di temamiya jiyana Danîêl pêxember de, Yehowa her tim jê hez dikir (Danîêl 10:11, 19). w23.08 2 par. 1-2
Roja Yekşemê, 14 Îlon
Firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya vê … fêm bikin (Efesî 3:18).
Berî ku te xaniyek bikiriya, teyê bixwesta bi çavên xwe mala xwe ya nû ji her aliyî ve nas bikira. Em dikarin bi eynî awayî Kitêba Pîroz bixwînin û lêkolîn bikin. Eger em zû bi zû bixwînin, emê tenê “dersên pêşî yên peyva Xwedê”, yanî rastiyên esasî bielimin (Îbranî 5:12). Lê çawa ku mirov bi dîqat li her quncikê xaniyekî nû mêze dike, gerek em jî Kitêba Pîroz bi dîqat lêkolîn bikin, da ku em wê rind fehm bikin. Ji bo vê yekê, gerek em bibînin ku hemû rastiyên Kitêba Pîroz çawa bi hev ve girêdayî ne. Wekî din, gerek em baş fehm bikin ku em bi kîjan rastiyan û ji bo çi bi wan bawer dikin. Ji bo ku em Peyva Xwedê ji her aliyî ve fehm bikin, gerek em rastiyên kûr ên Kitêba Pîroz bielimin. Pawlosê şandî ji xwişk û birayan re got ku bila ew Peyva Xwedê wisa bixwînin ku ew “firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya” rastiyê fehm bikin. Bi saya vê yekê, baweriya wan wê kok bigirta û saxlem bibûya (Efesî 3:14-19). Bi vî awayî, gerek em jî Kitêba Pîroz bixwînin. w23.10 18 par. 1-3
Roja Duşemê, 15 Îlon
Birano, pêxemberên ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin (Aqûb 5:10).
Di Kitêba Pîroz de, gelek serpêhatiyên kesên bisebir hene. Tu dikarî li ser van serpêhatiyan kûr lêkolîn bikî. Mesela, gava Dawid di emrê xweyî ciwan de wek Padîşahê Îsraêlê hatibû hilbijartin, lazim bû ku ew gelek salan li bendê bisekine heta ku bû Padîşah. Gava Şimûn û Hanna li hêviya Mesîhê sozdayî bûn, wan bi dilsozî ji Yehowa re îbadet dikir (Lûqa 2:25, 36-38). Wexta ku tu li ser van serpêhatiyan lêkolîn dikî, ji xwe bipirse: “Çi alî wî kesî dikir ku ew sebir bike? Ev yek çima ji bo xêra wî bû? Ez çawa dikarim mîna wî bikim?” Ji serpêhatiyên kesên bêsebir jî, tu dikarî hin tiştan hîn bibî (1. Samûyêl 13:8-14). Tu dikarî ji xwe bipirsî: “Sebra wan çima tune bû? Di netîceyê de, çi hat serê wan?” w23.08 25 par. 15