Roja Yekşemê, 14 Îlon
Firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya vê … fêm bikin (Efesî 3:18).
Berî ku te xaniyek bikiriya, teyê bixwesta bi çavên xwe mala xwe ya nû ji her aliyî ve nas bikira. Em dikarin bi eynî awayî Kitêba Pîroz bixwînin û lêkolîn bikin. Eger em zû bi zû bixwînin, emê tenê “dersên pêşî yên peyva Xwedê”, yanî rastiyên esasî bielimin (Îbranî 5:12). Lê çawa ku mirov bi dîqat li her quncikê xaniyekî nû mêze dike, gerek em jî Kitêba Pîroz bi dîqat lêkolîn bikin, da ku em wê rind fehm bikin. Ji bo vê yekê, gerek em bibînin ku hemû rastiyên Kitêba Pîroz çawa bi hev ve girêdayî ne. Wekî din, gerek em baş fehm bikin ku em bi kîjan rastiyan û ji bo çi bi wan bawer dikin. Ji bo ku em Peyva Xwedê ji her aliyî ve fehm bikin, gerek em rastiyên kûr ên Kitêba Pîroz bielimin. Pawlosê şandî ji xwişk û birayan re got ku bila ew Peyva Xwedê wisa bixwînin ku ew “firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya” rastiyê fehm bikin. Bi saya vê yekê, baweriya wan wê kok bigirta û saxlem bibûya (Efesî 3:14-19). Bi vî awayî, gerek em jî Kitêba Pîroz bixwînin. w23.10 18 par. 1-3
Roja Duşemê, 15 Îlon
Birano, pêxemberên ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin (Aqûb 5:10).
Di Kitêba Pîroz de, gelek serpêhatiyên kesên bisebir hene. Tu dikarî li ser van serpêhatiyan kûr lêkolîn bikî. Mesela, gava Dawid di emrê xweyî ciwan de wek Padîşahê Îsraêlê hatibû hilbijartin, lazim bû ku ew gelek salan li bendê bisekine heta ku bû Padîşah. Gava Şimûn û Hanna li hêviya Mesîhê sozdayî bûn, wan bi dilsozî ji Yehowa re îbadet dikir (Lûqa 2:25, 36-38). Wexta ku tu li ser van serpêhatiyan lêkolîn dikî, ji xwe bipirse: “Çi alî wî kesî dikir ku ew sebir bike? Ev yek çima ji bo xêra wî bû? Ez çawa dikarim mîna wî bikim?” Ji serpêhatiyên kesên bêsebir jî, tu dikarî hin tiştan hîn bibî (1. Samûyêl 13:8-14). Tu dikarî ji xwe bipirsî: “Sebra wan çima tune bû? Di netîceyê de, çi hat serê wan?” w23.08 25 par. 15
Roja Sêşemê, 16 Îlon
Em bawer dikin û em dizanin ku tu yê Pîroz î, yê ku Xwedê şandiye (Yûhena 6:69, NWT).
Petrûsê şandî yekî dilsoz bû. Wî dev ji xîreta xwe bernedida. Carekê, gava Îsa Mesîh tiştek ji şagirtên xwe re got û wan fehm nekir, Petrûs dilsoziya xwe nîşan da (Yûhena 6:68). Gelek şagirtên Îsa bêyî ku li benda şîroveyekê bisekinin, berên xwe ji wî zivirandin. Lê Petrûs ev yek nekir, çimkî wî dizanibû ku “gotinên jiyana herheyî” tenê li cem Îsa Mesîh hene. Îsa dizanibû ku Petrûs û şandiyên din wê wî bihêlin. Lê dîsa jî, Îsa bawer bû ku Petrûs wê dîsa vegere û dilsoz bimîne (Lûqa 22:31, 32). Îsa fehm dikir ku “ruh bi daxwaz e, lê beden lewaz e” (Marqos 14:38). Loma, piştî ku Petrûs ew înkar kir, Îsa ji wî nexeyîdî. Piştî rabûna xwe, Îsa ji Petrûs re xuya bû – bi îhtimaleke mezin Petrûs bi tena serê xwe bû (Marqos 16:7; Lûqa 24:34; 1. Korîntî 15:5). Bi vî awayî, Îsa dilê Petrûs ava kir! w23.09 22 par. 9-10