Roja Înê, 19 Îlon
Ji hevdû hez bikin (1. Yûhena 4:7).
Em dixwazin her tim “ji hevdû hez bikin”. Lê belê, gerek em vê yekê ji bîr nekin: Îsa Mesîh gotibû ku “hezkirina gelekan wê sar bibe” (Meta 24:12, NWT). Îsa Mesîh ne gotibû ku hezkirina di nava piraniya şagirtên wî de wê sar bibe. Lê gerek em hişyar bimînin ku dilsariya vê dinyayê li ser hezkirina me tesîr û bandor neke. Ji bo vê yekê, emê bala xwe bidin vê pirsa muhîm: Em çawa dikarin pê derxin ka hezkirina me ya ji xwişk û birayan xurt e? Gotin û kirinên me didin xuyakirin ku em ji kesên din çi qas hez dikin (2. Korîntî 8:8). Petrûsê şandî li ser vê yekê wisa gotibû: “Bila berî her tiştî, hezkirina we yî bi hev û din re, ji dil û can be; ji ber ku hezkirin, gelek gunehan dinixumîne” (1. Petrûs 4:8, KP). Qisûr û kêmasiyên kesên din dikarin hezkirina me bidin ceribandin. w23.11 10 par. 12-13
Roja Şemiyê, 20 Îlon
Ji hevdû hez bikin (Yûhena 13:34, NWT).
Di civatê de, eger em ji hinekan re hezkirinê nîşan bidin û ji hinekan re na, bi eslê xwe ev yek tê maneya ku em guh nadin emrê Îsa Mesîh. Wek Îsa, helbet em jî xwe ji hinek xwişk û birayan nêzîktir hîs dikin (Yûhena 13:23; 20:2). Lê Petrûsê şandî şîretê dide me ku gerek em “ji tevahiya koma xwişk û birayan hez bikin”, çimkî em hemû ferdên malbatekê ne (1. Petrûs 2:17). Petrûs got: “Ji dil û can û bi germî ji hevdû hez bikin” (1. Petrûs 1:22). Yanî, çi qas zehmet be jî, gerek em ji her xwişk yan birayekî xwe re hezkirinê nîşan bidin. Mesela, eger birayek dilê me biêşîne, emê çi bikin? Di serî de, dibe ku em bixwazin heyfa xwe bistînin. Lê Petrûs ji Îsa Mesîh hîn bû ku Xwedê ji hal û hereketên wisa ne razî ye (Yûhena 18:10, 11). Petrûs nivîsand: “Di şûna xerabiyê de xerabiyê nekin, di şûna nizimkirinê de jî nizim nekin. Bervajiyê vê, pîroz bikin” (1. Petrûs 3:9). Hezkirina jidil alî me dike ku em ji mirovan re dilovan bin. w23.09 29 par. 9-11
Roja Yekşemê, 21 Îlon
Bila jin … di hedê xwe de bin û di her tiştî de dilsoz bin (1. Tîmotêyos 3:11).
Gava em dibînin ku zarok çi qas zû mezin dibin, em ji vê yekê re heyran dimînin. Wisa xuya dike ku zarok xwe bi xwe bêxîret mezin dibin. Lê belê, ji bo ku em bibin şagirtên Îsa Mesîh yên gihîştî, ev yek bi xwe çênabe (1. Korîntî 13:11; Îbranî 6:1). Ji bo vê yekê, gerek em dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin. Wekî din, ji bo ku em sifetên li gor dilê Xwedê ava bikin, hunerên bifeyde bi pêş bixin û ji bo mesûliyetan xwe hazir bikin, ruhê pîroz ji me re lazim e (Methelokên Silêman 1:5). Yehowa mirov wek jin û mêr afirandine (1. Mûsa 1:27). Jin û mêr hem ji aliyê bedenî ve hem jî di warên din de ji hev cuda ne. Mesela, Yehowa jin û mêr wisa çêkirine ku ew rolên cuda bînin cih. Ji bo ku ew wezîfeyên xwe pêk bînin, sifet û hunerên taybet ji wan re lazim in (1. Mûsa 2:18). w23.12 18 par. 1-2