Roja Duşemê, 22 Îlon
Mirovên ji hemû miletan bikin şagirtên min û wan bi navê Bav, Kur … vaftîz bikin (Meta 28:19, NWT).
Gelo Îsa Mesîh dixwest ku kesên din navê Bavê wî bi kar bînin? Belê. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, hin alimên dînî belkî difikirîn ku navê Xwedê ew qas pîroz e ku gerek mirov wî neyne zimên. Lê belê, Îsa Mesîh tu caran îzin nedida ku urf û adetên wisa – yên ku bi eslê xwe li dijî Nivîsarên Pîroz in – bibin sebeb ku ew navê Bavê xwe pîroz neke. Ka bîne bîra xwe ku gava Îsa Mesîh li herêma xelkê Gerasînayê zilamekî ku bi cin ketibû qenc kir, çi çêbû. Mirovên herêmê ditirsiyan, û wan dixwest ku Îsa Mesîh ji wê derê here, ew jî çû (Marqos 5:16, 17). Dîsa jî, Îsa Mesîh dixwest ku navê Yehowa li wê derê bê îlankirin. Loma, wî ji zilamê qencbûyî re got ku bila ew ji xelkê re bibêje ku Yehowa ji bo wî çi kir, ne ku Îsa Mesîh çi kir (Marqos 5:19, NWT). Îsa Mesîh dixwaze ku em jî wisa bikin – ku em navê Bavê wî li seranserê dinyayê îlan bikin! (Meta 24:14; 28:20). Wexta ku em wisa dikin, em dilê padîşahê xwe Îsa Mesîh xweş dikin. w24.02 10 par. 10
Roja Sêşemê, 23 Îlon
Te di ber navê min de li ber xwe da û tu newestiyayî (Peyxam 2:3).
Çi keremeke mezin e ku em di van rojên dawîn ên vê dinyayê de aîdî teşkîlata Yehowa ne! Halê dinyayê her ku diçe xerabtir dibe, lê Yehowa gelek xwişk û birayên ezîz dane me (Zebûr 133:1). Ew alî me dike ku malbata me dilxweş be (Efesî 5:33–6:1). Û ew hîkmetê dide me, da ku dilê me bihizûr be. Dîsa jî lazim e ku em bi dewamî xîret bikin ku em ji xizmeta Yehowa sar nebin. Gelo çima? Çimkî kêmasiyên kesên din carinan dikarin me aciz bikin. Wekî din, em belkî ji ber qisûrên xwe jî aciz dibin, bi xisûsî wexta ku em eynî şaşiyan dubare dikin. Belê, (1) gava xwişk yan birayek me dilê me diêşîne, (2) gava em ji ber problemên di zewaca xwe de aciz dibin û (3) gava em ji ber qisûrên xwe cesareta xwe winda dikin, gerek em li ber xwe bidin ku em bi dilsozî ji Yehowa re xizmet bikin. w24.03 14 par. 1-2
Roja Çarşemê, 24 Îlon
Em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin (Filîpî 3:16).
Carinan, tuyê serpêhatiyên xwişk û birayên ku xizmeta xwe berfirehtir kiriye, bibihîzî. Hin ji wan belkî çûne Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê yan mala xwe bar kiriye û çûne cihekî ku li wê derê mizgînvan hindik in. Gelo tu jî dikarî ji xwe re hedefeke wisa deynî? Gelek xizmetkarên Yehowa hazir in ku xizmeta xwe berfirehtir bikin (Karên Şandiyan 16:9). Lê eger ev yek ji bo te ne mumkin be jî, xwe ji kesên ku dikarin vêya bikin, nizmtir nebîne. Tiştê herî muhîm ev e ku tu heta dawiyê dilsoz bimînî (Meta 10:22). Lazim e ku tu li gor şert û mercên xwe ji Yehowa re xizmet bikî û bi vî awayî bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî (Zebûr 26:1). w24.03 10 par. 11