Roja Pêncşemê, 25 Îlon
Hemû sûcên me bihûrt (Kolosî 2:13).
Bavê meyî ezmanî soz daye ku eger em tobe bikin, ewê me efû bike (Zebûr 86:5). Loma, eger em ji gunehên xwe yên berê ji dil poşman bûne, em dikarin bawer bin ku wî em efû kirine. Ji bîr neke ku Yehowa her tim terazdar e. Ew tu caran tiştên ku qeweta me nagihîje ku em wan bikin, ji me naxwaze. Gava em bi dil û can ji wî re xizmet dikin, ew şikirdar e. Wekî din, bala xwe bide mîsalên xizmetkarên Yehowa yên berê. Mesela, Pawlosê şandî bi gelek salan xîretkêş bû, gelek rêwîtî kirin û gelek civat ava kirin. Lê gava şertên wî hatin guhertin û wî êdî nikaribû mizgîniyê wek berê belav bike, gelo Yehowa li wî çawa dinêrî? Pawlos bi dewamî çi ji destê wî dihat dikir, û Yehowa ew bibereket dikir û ji wî razî bû (Karên Şandiyan 28:30, 31). Eynî wisa, carinan şertên me jî dikarin bên guhertin, û em êdî nikarin ji Yehowa re wek berê xizmet bikin. Lê ji bo Yehowa, tiştê muhîm ev e ku em bi çi niyetê ji wî re xizmet dikin. w24.03 27 par. 7, 9
Roja Înê, 26 Îlon
Serê sibehê, wexta ku hê tarî bû, Îsa rabû û çû cihekî tenha, û dest pê kir ku dua bike (Marqos 1:35, NWT).
Bi destê duayên xwe yên ji Yehowa re, Îsa Mesîh mîsaleke baş ji şagirtên xwe re hişt. Wî gelek caran dua dikir. Ji ber ku ew pir mijûl bû û gelek mirov dihatin cem wî û diçûn, lazim bû ku ew ji bo duakirinê wextê veqetîne (Marqos 6:31, 45, 46). Mesela, ew serê sibehê zû radibû, da ku bi tena serê xwe dua bike. Carekê, berî ku wî qerareke muhîm da, wî temamiya şevê bi duakirinê derbas kir (Lûqa 6:12, 13). Wekî din, di şeva berî mirina xwe de, Îsa Mesîh ji bo ku bikaribe qismê herî zehmet ê wezîfeya xwe bîne cih, gelek caran dua dikir (Meta 26:39, 42, 44). Mîsala Îsa Mesîh nîşan dide ku çi qas karên me hebin jî, gerek em ji bo duakirinê demê veqetînin. Wek Îsa Mesîh, em jî dikarin ji bo duakirinê fersendan peyda bikin. Mesela, em dikarin serê sibehê hinekî zûtir rabin yan jî berî razanê hinekî zêdetir hişyar bimînin. Bi van awayan, em dikarin ji Yehowa re nîşan bidin ku em qîmeta duayê dizanin. w23.05 3 par. 4-5
Roja Şemiyê, 27 Îlon
Hezkirina Xwedê bi destê ruhê pîroz, ê ku ji me re hatiye dayîn, ketiye dilê me (Romayî 5:5, NWT).
Wek ava çemekî, hezkirina Xwedê “rijiyaye dilê” kesên hilbijartî. Ew emîn in ku ew ji aliyê Yehowa ve “tên hezkirin” (Cihûda 1). Yûhenayê şandî bi van gotinan behsa hîsên wan kir: “Binêrin, Bav çiqas ji me hez kir ku em zarokên Xwedê bên gazîkirin!” (1. Yûhena 3:1). Gelo Yehowa tenê ji kesên hilbijartî hez dike? Na. Yehowa îsbat kiriye ku ew ji me hemûyan hez dike. Îsbata herî mezin a hezkirina Yehowa Xwedê çi ye? Helbet fîdye! Bi destê fîdyeyê, Yehowa nîşan da ku ew ji me çi qas hez dike (Yûhena 3:16; Romayî 5:8). w24.01 28 par. 9-10