Roja Înê, 26 Îlon
Serê sibehê, wexta ku hê tarî bû, Îsa rabû û çû cihekî tenha, û dest pê kir ku dua bike (Marqos 1:35, NWT).
Bi destê duayên xwe yên ji Yehowa re, Îsa Mesîh mîsaleke baş ji şagirtên xwe re hişt. Wî gelek caran dua dikir. Ji ber ku ew pir mijûl bû û gelek mirov dihatin cem wî û diçûn, lazim bû ku ew ji bo duakirinê wextê veqetîne (Marqos 6:31, 45, 46). Mesela, ew serê sibehê zû radibû, da ku bi tena serê xwe dua bike. Carekê, berî ku wî qerareke muhîm da, wî temamiya şevê bi duakirinê derbas kir (Lûqa 6:12, 13). Wekî din, di şeva berî mirina xwe de, Îsa Mesîh ji bo ku bikaribe qismê herî zehmet ê wezîfeya xwe bîne cih, gelek caran dua dikir (Meta 26:39, 42, 44). Mîsala Îsa Mesîh nîşan dide ku çi qas karên me hebin jî, gerek em ji bo duakirinê demê veqetînin. Wek Îsa Mesîh, em jî dikarin ji bo duakirinê fersendan peyda bikin. Mesela, em dikarin serê sibehê hinekî zûtir rabin yan jî berî razanê hinekî zêdetir hişyar bimînin. Bi van awayan, em dikarin ji Yehowa re nîşan bidin ku em qîmeta duayê dizanin. w23.05 3 par. 4-5
Roja Şemiyê, 27 Îlon
Hezkirina Xwedê bi destê ruhê pîroz, ê ku ji me re hatiye dayîn, ketiye dilê me (Romayî 5:5, NWT).
Wek ava çemekî, hezkirina Xwedê “rijiyaye dilê” kesên hilbijartî. Ew emîn in ku ew ji aliyê Yehowa ve “tên hezkirin” (Cihûda 1). Yûhenayê şandî bi van gotinan behsa hîsên wan kir: “Binêrin, Bav çiqas ji me hez kir ku em zarokên Xwedê bên gazîkirin!” (1. Yûhena 3:1). Gelo Yehowa tenê ji kesên hilbijartî hez dike? Na. Yehowa îsbat kiriye ku ew ji me hemûyan hez dike. Îsbata herî mezin a hezkirina Yehowa Xwedê çi ye? Helbet fîdye! Bi destê fîdyeyê, Yehowa nîşan da ku ew ji me çi qas hez dike (Yûhena 3:16; Romayî 5:8). w24.01 28 par. 9-10
Roja Yekşemê, 28 Îlon
Roja ez bang bikim, dijminên min, wê bi şûn ve vekişin. Ez dizanim, Xwedê ji alî min e (Zebûr 56:9).
Ayeta îroyîn bala me dikişîne ser vê yekê ku çi alî Dawid kir ku ew ji tirsên xwe xelas bibe. Canê wî her çi qas di talûkeyê de bû jî, wî anî ber çavê xwe ku di pêşerojê de, Yehowa wê ji bo wî çi bike. Dawid dizanibû ku di wexta rast de, Yehowa wê wî xelas bike. Jixwe, Yehowa gotibû ku Dawid wê bibe padîşahê Îsraîlê (1. Samûyêl 16:1, 13). Dawid emîn bû ku her soza Yehowa wê bê cih. Gelo Yehowa çi soz daye me? Em helbet dizanin ku îro, Yehowa hemû tengasiyan ji me dûr naxe. Lê belê, wî soz daye ku li dinyaya nû, ewê me ji wan hemûyan xelas bike (Îşaya 25:7-9). Em emîn in ku wê demê, Xwedê wê miriyan rake, me ji nexweşiyan qenc bike û muxalefetê ji holê rake (1. Yûhena 4:4). w24.01 6 par. 12-13