KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Îro

Roja Duşemê, 29 Îlon

Xwezî li mirovê ku serîhildana wî hatiye efû kirin, gunehên wî hatine nuxumandin! (Zebûr 32:1, KP).

Li ser sonda xwedayînê û li ser binavbûna xwe kûr bifikire. Te ev gav avêtin, çimkî te dixwest li aliyê Yehowa bisekinî. Gelo çi alî te kiriye ku tu bawer bikî ku te heqîqet dîtiye? Te Yehowa Xwedê rind nas kir, qedrê wî girt û ji wî hez kir. Baweriya te xurttir bû û te ji gunehên xwe tobe kir. Te dev ji adet û kirinên şaş berda û jiyana xwe li gor daxwaza Xwedê serrast kir. Û ji ber ku Xwedê tu efû kirî, dilê te rihet bû (Zebûr 32:2). Tu çûyî civînan û te ji kesên din re behsa rastiyên Kitêba Pîroz kir. Niha, tu wek xizmetkarekî Xwedê yê binavbûyî li ser rêya ku dibe jiyanê dimeşî û xîret dikî ku ji vê rêyê dernekevî (Meta 7:13, 14). Em dixwazin ji Yehowa re amin û sadiq bimînin û guh bidin qanûnên wî. w23.07 17 par. 14; 19 par. 19

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Sêşemê, 30 Îlon

Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin. Lê belê ji bo ku hûn bikarin ragirin, ewê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne (1. Korîntî 10:13).

Ji bo ku tu bikarî li hemberî ceribandinan dilsoz bimînî, bîne bîra xwe ku te çawa di duaya xwe de soz dabû Yehowa ku tu êdî aîdî wî yî. Mesela, gelo teyê îzin bidaya ku dilê te biketa kesekî zewicî? Helbet na, çimkî te jixwe qerar dabû ku tuyê tiştekî wisa nekî. Eger tu îzin nedî ku xwestinên xerab bikevin dilê te, wê ne lazim be ku tu xwestinên wisa ji dilê xwe derxî. Tuyê guh bidî vê şîretê: “Di rêçika xeraban de nemeşe. Xwe jê dûr bixe, ji riya wî derbas nebe, jê bizivire” (Methelokên Silêman 4:14, 15, Mizgînî). Bîne bîra xwe ku Îsa Mesîh dixwest di her tiştî de dilê Bavê xwe xweş bike. Mîna wî, her tiştê ku dikare dilê Xwedê biêşîne, red bike (Meta 4:10; Yûhena 8:29). Wexta ku tu rastî tengasî û ceribandinan têyî, tu dikarî nîşan bidî ku tu ji dil dixwazî bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî. Her ku tu li pey wî diçî, bawer be ku Yehowa wê alî te bike. w24.03 9-10 par. 8-10

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025

Roja Çarşemê, 1 Cotmeh

Hîkmeta ji jor … ji bo îtaetkirinê hazir e (Aqûb 3:17, NWT).

Gelo carinan ji bo te zor e ku tu îtaet bikî? Ev yek ji bo Dawid Padîşah jî ne hêsan bû, loma wî ji Xwedê re dua kir: “Daxwaza min zêde bike ku ez guh bidim te” (Zebûr 51:12, NWT). Dawid ji Yehowa hez dikir. Lê dîsa jî, ji bo Dawid carinan ne hêsan bû ku guh bide rêberiyê, û ev yek carinan ji bo me jî ne hêsan e. Gelo çima? A yekê, daxwaza bêîtaetiyê bi mîrasî derbasî me bûye. A diduyan, Îblîs her tim hewl dide ku em jî wek wî li ber Xwedê serî hildin (2. Korîntî 11:3). A sisêyan, em “di nav mirovên neguhdar de” dijîn (Efesî 2:2). Gerek em pir xîret bikin ku li hemberî daxwaza gunehkariyê û bandora Îblîs û dinyaya wî bisekinin. Wekî din, gerek em pir xîret bikin ku guh bidin Yehowa û kesên ku wî otorîte daye wan. w23.10 6 par. 1

Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike – 2025
Bi xêr hatî!
Bi destê vî hacetê lêgerînê, tu dikarî weşanên Şahidên Yehowa bi gelek zimanan lêkolîn bikî.
Ji bo daxistina weşanan, ji kerema xwe re here jw.org.
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne