Roja Yekşemê, 28 Îlon
Roja ez bang bikim, dijminên min, wê bi şûn ve vekişin. Ez dizanim, Xwedê ji alî min e (Zebûr 56:9).
Ayeta îroyîn bala me dikişîne ser vê yekê ku çi alî Dawid kir ku ew ji tirsên xwe xelas bibe. Canê wî her çi qas di talûkeyê de bû jî, wî anî ber çavê xwe ku di pêşerojê de, Yehowa wê ji bo wî çi bike. Dawid dizanibû ku di wexta rast de, Yehowa wê wî xelas bike. Jixwe, Yehowa gotibû ku Dawid wê bibe padîşahê Îsraîlê (1. Samûyêl 16:1, 13). Dawid emîn bû ku her soza Yehowa wê bê cih. Gelo Yehowa çi soz daye me? Em helbet dizanin ku îro, Yehowa hemû tengasiyan ji me dûr naxe. Lê belê, wî soz daye ku li dinyaya nû, ewê me ji wan hemûyan xelas bike (Îşaya 25:7-9). Em emîn in ku wê demê, Xwedê wê miriyan rake, me ji nexweşiyan qenc bike û muxalefetê ji holê rake (1. Yûhena 4:4). w24.01 6 par. 12-13
Roja Duşemê, 29 Îlon
Xwezî li mirovê ku serîhildana wî hatiye efû kirin, gunehên wî hatine nuxumandin! (Zebûr 32:1, KP).
Li ser sonda xwedayînê û li ser binavbûna xwe kûr bifikire. Te ev gav avêtin, çimkî te dixwest li aliyê Yehowa bisekinî. Gelo çi alî te kiriye ku tu bawer bikî ku te heqîqet dîtiye? Te Yehowa Xwedê rind nas kir, qedrê wî girt û ji wî hez kir. Baweriya te xurttir bû û te ji gunehên xwe tobe kir. Te dev ji adet û kirinên şaş berda û jiyana xwe li gor daxwaza Xwedê serrast kir. Û ji ber ku Xwedê tu efû kirî, dilê te rihet bû (Zebûr 32:2). Tu çûyî civînan û te ji kesên din re behsa rastiyên Kitêba Pîroz kir. Niha, tu wek xizmetkarekî Xwedê yê binavbûyî li ser rêya ku dibe jiyanê dimeşî û xîret dikî ku ji vê rêyê dernekevî (Meta 7:13, 14). Em dixwazin ji Yehowa re amin û sadiq bimînin û guh bidin qanûnên wî. w23.07 17 par. 14; 19 par. 19
Roja Sêşemê, 30 Îlon
Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin. Lê belê ji bo ku hûn bikarin ragirin, ewê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne (1. Korîntî 10:13).
Ji bo ku tu bikarî li hemberî ceribandinan dilsoz bimînî, bîne bîra xwe ku te çawa di duaya xwe de soz dabû Yehowa ku tu êdî aîdî wî yî. Mesela, gelo teyê îzin bidaya ku dilê te biketa kesekî zewicî? Helbet na, çimkî te jixwe qerar dabû ku tuyê tiştekî wisa nekî. Eger tu îzin nedî ku xwestinên xerab bikevin dilê te, wê ne lazim be ku tu xwestinên wisa ji dilê xwe derxî. Tuyê guh bidî vê şîretê: “Di rêçika xeraban de nemeşe. Xwe jê dûr bixe, ji riya wî derbas nebe, jê bizivire” (Methelokên Silêman 4:14, 15, Mizgînî). Bîne bîra xwe ku Îsa Mesîh dixwest di her tiştî de dilê Bavê xwe xweş bike. Mîna wî, her tiştê ku dikare dilê Xwedê biêşîne, red bike (Meta 4:10; Yûhena 8:29). Wexta ku tu rastî tengasî û ceribandinan têyî, tu dikarî nîşan bidî ku tu ji dil dixwazî bi dewamî li pey Îsa Mesîh herî. Her ku tu li pey wî diçî, bawer be ku Yehowa wê alî te bike. w24.03 9-10 par. 8-10