Peyxam
18 Piştî vê yekê, min melekekî din dît, ê ku bi qudreteke mezin ji ezmên daket jêr, û rûyê erdê bi rûmeta wî ronî bû. 2 Û wî bi dengekî bilind got: “Babîla Mezin ketiye! Bajarê ku bûye cihê cinan, ruhên nepak* û hemû teyrên nepak û mirdar, ket! 3 Çimkî ji ber şeraba şehweta* wê ya bêexlaqiya cinsî, hemû milet serxweş bûn. Hukimdarên dinyayê bi wê re ketin bêexlaqiya cinsî, û bazirganên dinyayê bi tiştên biqîmet û giranbiha, yên ku wê bê şermî bi dest xistine, dewlemend bûn.”
4 Û min ji ezmên dengekî din bihîst, ê ku got: “Ya xelkê min, ji wê derkevin, da ku hûn nebin hevparên gunehên wê, û belayên ku wê bên serê wê neyên serê we. 5 Çimkî gunehên wê gihîştine heta ezmên, û Xwedê wê ji ber kirinên wê yên xerab hukmê wê bide. 6 Tiştên ku wê anîn serê kesên din, hûn jî bînin serê wê. Erê, hemû tiştên ku wê kirine, hûn du qat lê vegerînin. Kasa ku wê hazir kiriye, hûn du qat zêdetir ji bo wê hazir bikin. 7 Bi qasî ku wê xwe birûmet dikir û di dewlemendiya bê şerm de dijiya, hûn ew qas cefa û şînê bidin wê. Çimkî ew di dilê xwe de dibêje: ‘Ez melîke me, ez ne jinebî me, û ezê tu car şînê negirim.’ 8 Loma belayên wê, yanî mirin, şîn û xela, wê di rojekê de bên serê wê. Û ewê bi temamî bi êgir bê şewitandin, çimkî Yehowa Xwedê, yê ku hukmê wê daye, biqudret e.
9 Û gava hukimdarên dinyayê, yên ku bi wê re diketin bêexlaqiya cinsî û bi wê re di dewlemendiya bêşerm de dijiyan, dûmana şewitandina wê bibînin, ewê ji ber wê bigirîn, şînê bigirin û li singên xwe bixin. 10 Ji ber tirsa ku ewê wek wê cefayê bikişînin, ewê dûr bisekinin û bibêjin: ‘Wax, wax, bajarê mezin û xurt Babîl! Çimkî hukmê te di saetekê de hat dayîn.’
11 Wekî din, bazirganên dinyayê wê ji ber wê bigirîn û şînê bigirin, çimkî tu kes wê êdî tiştên wan nekire: 12 Zêr, zîv, kevirên giranbiha, morî, kitan, qumaşên binefşî û sor, herîr, her tiştê ku ji darê bêhnxweş, diranê fîlan, darên biqîmet, tûnc, hesin û mermer hatiye çêkirin. 13 Wekî din, darçîn, biharat, bixûr, zeyta bêhnxweş, bixûrê spî, şerab, zeyt, arê baş, genim, dewar, mî, hesp, erebe, kole û mirov. 14 Erê, berê qenc, ê ku dilê te diçû ser wê, ji te hat standin. Û te hemû tiştên xweş û biqîmet winda kirine û tuyê wan tu caran nebînî.
15 Bazirganên ku ev tişt difirotin û bi alîkariya wê dewlemend bûn ji ber tirsa ku ewê wek wê cefayê bikişînin, ewê dûr bisekinin, bigirîn, şînê bigirin 16 û bibêjin: ‘Wax, wax, bajarê mezin, ê ku bi kitan, bi cilên binefşî û sor, bi zêr, kevirên giranbiha û moriyan xemilandî ye! 17 Çimkî di saetekê de dewlemendiyeke ew qas mezin tune bû.’
Her kaptanê gemiyê, her rêwiyê ku bi gemiyê diçe, gemîvan û her kesê ku bi îşê behrê* debara xwe dike, dûr sekinî. 18 Û gava wan dûmana şewitandina wê dît, wan bi dengekî bilind got: ‘Ma kîjan bajar mîna vî bajarê mezin e?’ 19 Wan xwelî li serê xwe kir, giriyan, şîn girtin û bi dengekî bilind gotin: ‘Wax, wax, bajarê mezin, ê ku bi alîkariya wê hemû xwediyên gemiyan dewlemend bûn, çimkî di saetekê de ew wêran bû!’
20 Ey ezmanno, ji ber tiştên ku hatin serê wê kêfxweş bin! Û hûn jî, ey kesên pîroz, şandî û pêxember, kêfxweş bin, çimkî ji bo xatirê we Xwedê hukmê wê daye!”
21 Hingê melekekî biqudret kevirekî mezin wek kevirê aş* rakir, avêt nav behrê* û got: “Bajarê mezin Babîl jî wê bi eynî awayî bê avêtin nav behrê û êdî tu caran neyê dîtin. 22 Û êdî dengê stranbêjên ku li çengê dixin, muzîkvan, bilûrvan û borîvanan wê di Babîlê de neyê bihîstin. Wekî din, tu kes wê êdî di vî bajarî de îş neke, û dengê kevirên aş wê tê de qet neyê bihîstin. 23 Êdî tu ronahiya qendîlan wê di vî bajarî de şewq nede, û dengê bûk û zava jî wê jê neyê bihîstin. Çimkî bazirganên te zilamên herî bi nav û deng bûn, û ji ber sêrbaziya te hemû milet ji rê derketin. 24 Erê, xwîna pêxemberan, kesên pîroz û hemû kesên ku li ser rûyê erdê hatin şerjêkirin di vî bajarî de hat dîtin.”