Peyxam
9 Melekê pêncan li boriya xwe xist, û min stêreke ku ji ezmên ket ser rûyê erdê dît. Ji vê stêrê re mifteya* ku çala bêbinî vedike, hat dayîn. 2 Wî çala bêbinî vekir, û ji wê derê dûman wek dûmana ji firineke mezin derket. Û ji ber vê dûmanê roj û hewa tarî bûn. 3 Ji nav dûmanê kulî derketin ser rûyê erdê. Ji wan re wek ji dûpişkên erdê re eynî hêz hat dayîn. 4 Ji wan re hat gotin ku bila ew zerarê nedin nebat yan darên erdê, lê tenê zerarê bidin mirovên ku li ser eniya wan mora Xwedê tune ye.
5 Îzna kuliyan hebû ku pênc mehan ezabê bidin wan, lê gerek ew wan nekujin. Êşa wan wek êşa ji pêvedana dûpişkan bû. 6 Di wan rojan de, mirov wê li mirina xwe bigerin, lê ewê wê nebînin, û ewê bixwazin bimirin, lê mirin wê ji wan bireve.
7 Kuliyan mîna hespên ku ji bo şer hatine hazirkirin, xuya dikir. Li ser serê wan tiştekî mîna tacên zêrîn hebû, û rûyê wan mîna rûyê mirovan bû. 8 Û porê wan mîna porê jinan bû, û diranên wan mîna diranên şêran bû. 9 Zirxên wan zirxên hesinî bûn, û dengê baskên wan mîna dengê erebeyên hespan bû, yên ku diçin şer. 10 Wekî din, dûvikên* wan wek derziya dûpişkan bû, û di dûvikên wan de hêz hebû ku pênc mehan êşê bidin mirovan. 11 Melekê çala bêbinî hukimdarê wan e. Navê wî bi Îbranî Abadon* e, û bi Yûnanî Apoliyon* e.
12 “Wey” ya pêşîn derbas bû. Lê paşê du “wey” ên din jî wê bên.
13 Melekê şeşan li boriya xwe xist, û min dengeke ji strûhên qurbangeha zêrîn, a ku li ber Xwedê ye, bihîst. 14 Vî dengî ji melekê şeşan re, yê ku borî di destê wî de bû, got: “Wan çar melekên ku li ba çemê mezin ê Firatê girêdayî ne, veke.” 15 Hingê ev çar melekên ku ji bo vê saetê, vê rojê, vê mehê û vê salê hatibûn hazirkirin, hatin berdan ku sêyeka mirovan bikujin.
16 Min bihîst ku hejmara ordiya siwarên hespan deh hezar caran bîst hezar* bû. 17 Di dîtiniyê de, hesp û siwarên ku min dîtin wisa bûn: Zirxên siwaran sor, şîn û zer bûn. Serê hespan mîna serê şêran bû, û ji devê wan agir, dûman û kewkurd derdiket. 18 Sêyeka mirovan ji ber van sê belayan, yanî agir, dûman û kewkurda ku ji devê wan derdiket, hat kuştin. 19 Çimkî hêza hespan di devê wan û dûvikên* wan de bû. Dûvikên wan mîna mar in ku serên wan hene û ew bi van dûvikên xwe zerarê didin mirovan.
20 Lê mirovên mayî, yên ku ji ber van belayan nehatibûn kuştin, ji kirinên xwe tobe nekir. Wan dev jê berneda ku ji cinan û ji pûtên ji zêr, zîv, tûnc, kevir û dar, ên ku nikarin bibînin, bibihîzin û bimeşin re, îbadetê bikin. 21 Wekî din, wan ji kuştin, sêrbazî, bêexlaqiya cinsî û dizîkirinê tobe nekir.