Peyxam
11 Qamîşekî mîna şivdar ji min re hat dayîn û dengekî got: “Rabe û îbadetgeha Xwedê, qurbangeha wî û yên ku tê de îbadetê dikin, bipîve. 2 Lê hewşa derveyî îbadetgehê bihêle û wê nepîve, çimkî ew ji miletan re hat dayîn. Ewê bajarê pîroz 42 mehan di bin lingên xwe de bipelçiqînin. 3 Ezê wisa bikim ku du şahidên min bi cilên şîngirtinê 1.260 rojî pêxembertiyê bikin.” 4 Ew her du darên zeytûnê û her du şamdank du şahidan temsîl dikin û li ber Xwediyê dinyayê disekinin.
5 Eger kesek bixwaze zerarê bide wan, hingê ji devê wan agir wê derkeve û dijminên wan bixwe. Eger kesek bixwaze zerarê bide wan, ewê bi vî awayî bê kuştin. 6 Serwerî ji wan re hatiye dayîn ku ew ezmanan bigirin, da ku di rojên ku ew pêxembertiyê dikin de baran nebare. Wekî din, serwerî ji wan re hatiye dayîn ku ew avê bikin xwîn û kengê ew bixwazin her cureyê belayê bînin ser rûyê erdê.
7 Gava ew du şahid pêxembertiya xwe bibin serî, heywanê wehşî, yê ku ji çala bêbinî derdikeve, wê bi wan re şer bike. Ewê bi ser bikeve û wan bikuje. 8 Cesedên wan wê li meydana bajarê mezin bin, ê ku jê re bi mecazî Sodom û Misir tê gotin. Efendiyê wan jî li wê derê li ser dar hatibû îdamkirin. 9 Û mirovên ji her xelk, eşîr, ziman û miletî wê sê û nîv roj li cesedên wan binêrin û îznê nedin ku cesedên wan bên defnkirin*. 10 Kesên ku li ser rûyê erdê dijîn wê bi mirina wan dilxweş bin û kêfê bikin. Û ewê hediyeyan ji hevdû re bişînin, çimkî van du pêxemberan ezab dida kesên ku li ser rûyê erdê dijîn.
11 Piştî sê û nîv rojan, ruhê jiyanê ji Xwedê ket hundirê wan, û ew rabûn ser lingên xwe. Tirseke mezin ket dilê kesên ku ew dîtin. 12 Hingê wan dengekî bilind ji ezmên bihîst, ê ku ji wan re got: “Werin jor.” Û li ber çavên dijminên xwe ew di ewr de hilkişiyan ezmên. 13 Di wê saetê de erdhejeke mezin çêbû, û dehyeka bajêr hilweşiya. Ji ber erdhejê 7.000 kes mirin, û yên mayî tirsiyan û rûmet dan Xwedayê ezmanan.
14 “Wey” ya diduyan derbas bû. Û “wey” ya sisêyan zû tê.
15 Melekê heftan li boriya xwe xist. Û li ezmên dengên bilind hatin bihîstin, ên ku digotin: “Hukimdariya dinyayê bûye Hukimdariya Xudanê me û Mesîhê wî, û ewê wek hukimdar her û her hukim bajo.”
16 Û 24 rîspiyên ku li ber Xwedê li ser textên xwe rûniştî bûn, ketin ser çokan û ji Xwedê re îbadet kirin. 17 Wan got: “Şikir ji te re Yehowa, Xwedayê ku qudreta wî bêsînor e, yê ku heye û hebû, çimkî te qudreta xwe ya mezin xist destê xwe û wek hukimdar dest bi hukimajotinê kir.” 18 Lê milet hêrs bûn û xezeba te hat. Û wexta hilbijartî hat ku kesên mirî hukmê xwe bistînin û xulamên te, yanî pêxemberên te, kesên pîroz, kesên ku ji navê te ditirsin, kesên biçûk û mezin, bên xelatkirin û kesên ku dinyayê xera dikin, bên helakkirin.
19 Û îbadetgeha Xwedê ya li ezmanan vebû, û sindoqa peymana wî li îbadetgeha wî hat dîtin. Û birûskan lê da, deng û guregura ezmên hatin bihîstin, û erdhej û zîpikên* mezin çêbûn.