Peyxam
12 Piştî vê yekê li ezmên nîşaneke mezin xuya bû: Jinikeke bi cilên ku wek rojê şewq dida xemilandî bû, û heyv di bin lingên wê de bû, û li ser serê wê taceke ji 12 stêran hebû. 2 Jinik bihemle bû, û ji ber êş û janan dikir qîrîn, çimkî bûyîna zarok nêzîk bûbû.
3 Li ezmên nîşaneke din jî xuya bû. Min ejderekî mezin dît, ê ku rengê wî sor bû û heft serî û deh strûhên wî hebûn, û li ser serên wî heft tac hebûn. 4 Wî bi dûvika* xwe sêyeka stêrên ezmên kişandin û avêtin ser rûyê erdê. Ejder li ber jinika bihemle disekinî û li benda bûyîna zarokê wê bû ku wî daqurtîne.
5 Jinikê kur anî dinyayê, yê ku wê bi gopalê hesin şivantiya hemû miletan bike. Û zarok ji wê hat standin û birin ber Xwedê û textê wî. 6 Lê jinik revî û çû çolê. Li wê derê Xwedê cihek jê re hazir kiribû ku ew 1.260 rojî bê têrkirin.
7 Hingê li ezmên şer çêbû: Mîkaîl* û melekên wî bi ejder re şer kir, û ejder û melekên wî bi wan re şer kir. 8 Lê ew bi ser neketin, û li ezmên êdî ji bo wan cih nema. 9 Ejderê mezin, marê kevnar, ê ku ji wî re Îblîs û Şeytan tê gotin, ê ku temamiya dinyayê dixapîne, hat avêtin ser rûyê erdê. Û melekên wî jî bi wî re hatin avêtin. 10 Û min li ezmên dengekî bilind bihîst, ê ku got:
“Wexta xelasiya* me, hêz û Hukimdariya Xwedayê me û qudreta Mesîh hatiye. Çimkî yê ku birayên me sûcdar dike, yanî yê ku wan şev û roj li ber Xwedayê me sûcdar dike, hatiye avêtin ser rûyê erdê. 11 Ew bi xwîna Berx û bi mizgîniya ku wan belav dikir li hember wî bi ser ketin û hazir bûn ku canê xwe feda bikin*. 12 Ji ber vê yekê dilxweş bin, ya ezmanno û yên ku di wan de dijîn! Lê wey li erdê û li behrê*, çimkî Îblîs daketiye ba we. Xezeba wî mezin e, çimkî ew dizane ku wexta wî kêm e.”
13 Gava ejder dît ku ew hat avêtin ser rûyê erdê, wî zilm li jinika ku kur anîbû, kir. 14 Du baskên qertelê* mezin ji jinikê re hatin dayîn ku ew bifire çolê, li ku derê cihek jê re hat hazirkirin. Li wê derê, ewê dûrî mar yek dem, du deman û nîv demî* bê têrkirin.
15 Mar ji devê xwe av wek çemekî mezin avêt, da ku jinikê bi avê bixeniqîne. 16 Lê erd hat hawara jinikê, devê xwe vekir û çemê ku ji devê ejderê derket, daqurtand. 17 Hingê ejder ji ber jinikê hêrs ket û çû ku bi kesên mayî yên ji zûriyeta wê re şer bike, yên ku emrên Xwedê pêk tînin û ku îşê belavkirina mizgîniya li ser Îsa ji wan re hatiye dayîn.