Peyxam
13 Ejder li ser qûma* behrê* sekinî bû.
Û min heywanekî wehşî dît, ê ku ji behrê derdiket. Deh strûh û heft serên wî hebûn, û li ser strûhên wî deh tac hebûn. Lê li ser serên wî navên kufrê nivîsî bûn. 2 Ew heywanê wehşî, yê ku min dît, mîna piling bû, lê lingên wî mîna lingên hirç bûn, û devê wî mîna devê şêr bû. Û ejder hêza xwe, textê xwe û qudreta xwe ya mezin da heywanê wehşî.
3 Min dît ku yek ji serên heywanê wehşî gelek birîndar bû. Her çi qas wî dikaribû ji ber vê birînê bimire jî, birîna wî qenc bû, û temamiya dinyayê jê re heyran dima û li pey wî diçû. 4 Wan ji ejder re îbadet dikir, çimkî wî qudret dabû destê heywanê wehşî. Û wan ji heywanê wehşî re bi van gotinan îbadet dikir: “Gelo kî mîna heywanê wehşî ye, û kî dikare bi wî re şer bike?” 5 Ji heywanê wehşî re destûr hat dayîn ku ew gotinên qure bibêje û kufir bike. Wekî din, ji wî re destûr hat dayîn ku ew 42 mehan çi bixwaze bike. 6 Û wî dest pê kir ku li dijî Xwedê, navê wî, mala wî û kesên ku li ezmên dijîn kufir bike. 7 Ji wî re destûr hat dayîn ku ew bi pîrozan re şer bike û bi ser bikeve. Û jê re qudret li ser her eşîr, xelk, ziman û miletî hat dayîn. 8 Hemû kesên ku li ser rûyê erdê dijîn wê ji wî re îbadetê bikin. Û navên wan ji dema avakirina dinyayê ve di destnivîsa jiyanê ya Berxê ku hat şerjêkirin de nehatin nivîsîn.
9 Guhên kê hene, bila baş guh bide. 10 Yê ku gerek bibe êsîr, ewê bibe êsîr. Yê ku bi şûr bikuje*, gerek ew bi şûr bê kuştin. Ji ber vê yekê ji pîrozan re tehemul û îman lazim e.
11 Hingê min heywanekî wehşî yê din dît, ê ku ji erdê derdiket. Wek berxek du strûhên wî hebûn, lê wî mîna ejder xeber dida. 12 Û ew li ber çavê heywanê wehşî yê pêşîn hemû qudreta wî bi kar tîne. Û ew zorê li erd û kesên ku li ser rûyê erdê dijîn dike ku ew ji heywanê wehşî yê pêşîn re, yê ku birîna wî qenc bû, îbadetê bikin. 13 Ew li ber mirovan nîşanên mezin çêdike, heta ew ji ezmên êgir tîne ser rûyê erdê.
14 Ew bi nîşanên ku destûra wî hebû ku ew wan li ber çavê heywanê wehşî çêke, mirovên ku li ser rûyê erdê dijîn, dixapîne. Ew ji wan dixwaze ku ew sûretekî heywanê wehşî çêkin, ê ku bi şûr hatibû birîndarkirin, lê dîsa jî sax ma. 15 Jê re destûr hat dayîn ku ew jiyanê* bide sûretê heywanê wehşî, da ku ev sûret bikare xeber bide û kesên ku naxwazin ji wî re îbadetê bikin, bide kuştin.
16 Ew li hemûyan, yên biçûk û mezin, yên dewlemend û feqîr, yên azad û kole, zorê dike ku ew li destê xwe yê rastê yan li ser eniya xwe îşaretekê bistînin. 17 Û ji xeynî yê ku ev îşaret, yanî navê heywanê wehşî yan jî hejmara navê wî li ba wî heye, tu kes wê nikaribe bikire yan bifiroşe. 18 Ji bo fehmkirina vê yekê hîkmet lazim e: Bila kesê fehmdar hejmara heywanê wehşî hesab bike, çimkî ew hejmareke mirovî ye, û hejmara wî 666 e.