Peyxam
17 Yek ji heft melekan, ê ku heft tas li ba wî hebûn, hat û ji min re got: “Were, ezê nîşanî te bidim ka fahîşeya mezin, a ku li ser gelek avan rûniştî ye, wê çawa ceza bistîne. 2 Hukimdarên dinyayê bi wê re bêexlaqiya cinsî dikir, û mirovên li ser rûyê erdê bi şeraba bêexlaqiya wê ya cinsî serxweş dibûn.”
3 Û melek ez di bin tesîra ruhê pîroz de birim çolê, û li wê derê min jinikeke li ser heywanekî wehşî dît. Rengê wî sor bû, ew bi navên kufrê ve tije bû, û heft serî û deh strûhên wî hebûn. 4 Cilên jinikê binefşî û sor bûn, û ew bi zêr, bi kevirên giranbiha û bi moriyan xemilandî bû. Di destê wê de kaseke zêrîn hebû, û kas tijî tiştên mirdar û tiştên pîs ên bêexlaqiya wê ya cinsî bû. 5 Li ser eniya wê navek nivîsî bû, ev nav sir bû: “Babîla Mezin, diya fahîşeyan û tiştên mirdar ên dinyayê.” 6 Û min dît ku ev jinik bi xwîna pîrozan û bi xwîna şahidên Îsa serxweş bû.
Gava min ew dît, ez gelek şaş mam. 7 Hingê melek ji min re got: “Çima tu şaş dimînî? Ezê sira vê jinikê û heywanê wehşî, yê ku ew li ser rûniştî ye û heft serî û deh strûhên wî hene, ji te re bibêjim: 8 Heywanê wehşî, yê ku te dîtibû, pêşî hebû, lê niha tune ye, ewê di nêzîk de ji çala bêbinî derkeve û ber bi helakbûnê ve here. Û gava mirovên li ser rûyê erdê, yên ku navên wan ji destpêka çêkirina dinyayê ve di kitêba jiyanê de nehatine nivîsîn, bibînin ku heywanê wehşî, yê ku pêşî hebû û paşê tune bû, wê dîsa derkeve, ewê şaş bimînin.
9 Ji bo fehmkirina vê yekê aqil û hîkmet lazim e: Heft serî heft çiyayên ku jinik li ser wan rûniştî ye temsîl dikin. 10 Û ew heft hukimdaran temsîl dikin: Pênc ketin, yek niha heye, û yê din hê nehatiye. Lê gava ew bê, ewê ji bo demeke kin bimîne. 11 Û heywanê wehşî, yê ku hebû, lê niha tune ye, bi xwe jî hukimdarê heştan e. Ew ji heft hukimdaran hatiye û ewê bê helakkirin.
12 Ew deh strûhên ku te dîtibûn deh hukimdarên ku hê hukimdarî nestandiye temsîl dikin. Lê belê, ewê bi heywanê wehşî re ji bo saetekê wek hukimdar hukim bajon. 13 Ji ber ku fikra wan* yek e, ew hêz û serweriya xwe didin heywanê wehşî. 14 Ewê bi Berx re şer bikin, û Berx wê li hember wan bi ser bikeve, çimkî ew Efendiyê efendiyan û Hukimdarê hukimdaran e. Wekî din, yên ku bi wî re ne jî, yanî yên ku hatine gazîkirin û hilbijartin û kesên dilsoz in, wê bi ser bikevin.”
15 Melek ji min re got: “Ew avên ku te dîtin, ên ku fahîşe li ser wan rûniştî ye, mirov, xelk, milet û zimanan temsîl dikin. 16 Û ew deh strûhên ku te dîtin û heywanê wehşî wê ji fahîşeyê nefret bikin. Ewê wê tazî û perîşan bikin, goştê wê bixwin û wê bi temamî bişewitînin. 17 Çimkî Xwedê fikra xwe xist dilê wan ku ew daxwaza wî pêk bînin. Û ewê fikra xwe* bînin cih, yanî serweriya xwe bidin heywanê wehşî heta ku gotinên Xwedê bên cih. 18 Û ew jinika ku te dîtibû bajarê mezin temsîl dike. Ew li ser hukimdarên dinyayê hukim dajo.”