KILAM 15
Pesnê Îsa Mesîh Bidin!
- 1. Îsa Mesîh êdî - bûye Padîşahê me. - Ew bi heq û edalet - hukimdariyê dike. - Îsa wê navê Xwedê - û serweriya wî - bilind û pîroz bike - ji bo rûmeta wî. - (DÎSGOTIN) - Pesnê Îsa bidin, - ew hêjayî pesnan e! - Îro ew li ezmanan - padîşahiyê dike. 
- 2. Îsa bi dilnizmî - ji bo me bûye fîdye. - Bi saya qurbana wî - Xwedê me efû dike. - Bûka Mesîh hazir e, - xwe xemilandiye. - Daweta li ezmanan - êdî pir nêzîk e. - (DÎSGOTIN) - Pesnê Îsa bidin, - ew hêjayî pesnan e! - Îro ew li ezmanan - padîşahiyê dike. 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 2:6; 45:3, 4; Pey. 19:8)