KILAM 6
Ezman Mezinahiya Xwedê Eyan Dike
(Zebûr 19)
- 1. Karên Xwedê çi qas xweş û bedew in! - Ji hîkmeta wî re - em dimînin heyran. - Qudret û hezkirina Yehowa - ji karên wî eyan dibin - li erd û ezmanan. 
- 2. Bêqisûr e her qanûna Yehowa, - hemû gotinên wî - dilê me şa dikin. - Wek hingiv in hemû tembîhên wî. - Şîretên Xwedê kamil in, - rêya me rast dikin. 
- 3. Tirsa Xwedê gavên me diparêze. - Rêya wî paqij e, - ew me hişyar dike. - Peyva Xwedê rêber e ji me re. - Belê, qîmeta rastiyê - ji zêr zêdetir e. 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 111:9; 145:5; Pey. 4:11)