KILAM 8
Yehowa Stara Me ye
(Zebûr 91)
- 1. Yehowa stara me ye, - bi wî em bawer in. - Siya wî li ser me ye, - emê qet netirsin. - Xwedê wê me biparêze, - ew me tu caran terk nake. - Yehowa birca me ye, - ew dilsoz, rast û adil e. 
- 2. Li ber me bi hezaran - mirov bikevin jî, - eger tîrên dijminan - ser me bifirin jî, - Xwedê wê me xelas bike, - felaket wê ji me dûr be. - Ew sûr e û mertal e, - em her gav bi wî ewle ne. 
- 3. Yehowa xelaskar e, - ew me rizgar dike - ji hemû dafikên ku - li ser rêya me ne. - Xwedê pişta me digire, - melekên wî li ba me ne. - Yehowa stara me ye, - ew her tim alî me dike. 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 97:10; 121:3, 5; Îşa. 52:12)