KILAM 10
Navê Xwedê Birûmet Bikin!
(Zebûr 145:12)
- 1. Şev û roj, bi dengê bilind - pesnê Rebê jorîn bidin! - Hişyar bin, guh bidin Xwedê, - êdî nêzîk e roja mezin. - Yehowa Kurê xwe wek Padîşah - li ser text daye rûniştin. - Gerek hemû însan li her derê - vê mizgînê bizanibin. - (DÎSGOTIN) - Şev û roj, bi dengê bilind - Rebê jorîn birûmet bikin! 
- 2. Şev û roj, bi kilamên xweş - ji Yehowa re hemd bikin! - Hem ji dil, hem bi spasdarî - nav û dengê wî îlan bikin. - Şan û şohreta Xwedê mezin e, - dîsa jî ew pir dilnizm e. - Gava em ji dil gazî wî dikin, - ew bi dilrehmî guh dide. - (DÎSGOTIN) - Şev û roj, bi dengê bilind - Rebê jorîn birûmet bikin! 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 89:27; 105:1; Yêr. 33:11)