KILAM 13
Îsa Mesîh ji Me re Mînak e
- 1. Xwedê çi qas qenc e, - ew ji me hez dike. - Wî Kurê xwe şand ji bo me wek fîdye. - Li dinyayê, Îsa - bi dil û can hewl da - ji bo rûmeta navê Yehowa. 
- 2. Îsa qîmet dida - qanûnên Yehowa. - Wî rêya Xwedê ji me re nîşan da. - Her çi qas zor bû jî, - Îsa bi dilxwazî - daxwaza Xwedê tim pêk dianî. 
- 3. Em emsal digirin - Mamosteyê Mezin. - Em jî dixwazin pesnê Xwedê bidin. - Li ser rêya ronak - Îsa bûye mînak. - Bila em mîna wî bimînin pak. 
(Li van ayetan jî binêre: Yûh. 8:29; Ef. 5:2; Flp. 2:5-7)