KILAM 150
Xwedê wê Me Xelas Bike
(Tsêfanya 2:3)
- 1. Miletên dinyayê - li hember Kurê Xwedê, - li hember Padîşahiyê - dikin dijminahiyê. - Wext êdî hatiye, - Îsa Mesîh hazir e. - Ewê hemû dijminên Xwedê - temamen helak bike. - (DÎSGOTIN) - Xwedê wê me xelas bike, - ji dil bi wî bawer bike. - Bi wefadarî - li ser rêya wî - bimîne heta dawiyê. - Hemû dinya wê bibîne - qudreta Xwedê. 
- 2. Hawara mezlûman - gihîştiye ezmanan. - Xwedê wê wan rizgar bike - ji bin destê zaliman. - Tengasî hebin jî, - em qet natirsin, çimkî - em bawer in ku Yehowa wê - li me derkeve xwedî. - (DÎSGOTIN) - Xwedê wê me xelas bike, - ji dil bi wî bawer bike. - Bi wefadarî - li ser rêya wî - bimîne heta dawiyê. - Hemû dinya wê bibîne - qudreta Xwedê. 
(Li van ayetan jî binêre: 1. Sam. 2:9; Zeb. 2:2, 3, 9; Mtl. 2:8; Met. 6:33)