KILAM 38
Ewê Me Xurt Bike
- 1. Bi saya Yehowa, rêya me ronî ye, - ji tariyê wî em derxistine. - Toximê rastiyê me qebûl kiriye, - ji vê dinyayê em derketine. - Emê pêk bînin daxwaza Xwedê, - ewê me tu car nehêle tenê. - (DÎSGOTIN) - Bi xwîna Îsa Mesîh, - Xwedê em kirîne. - Ji ber vê em êdî - aîdî Xwedê ne. - Ewê me biparêze - û me xwedî bike. - Ewê me xurt bike - û qewetê bide. 
- 2. Madem ku Yehowa Kurê xwe yê yekta - şand dinyayê ku ew bibe fîdye, - şik tune ku ewê destê me bigire - û ewê bibe Alîkarê me. - Ew hezkirina me ji bîr nake, - Xwedê wê li me xwedî derkeve. - (DÎSGOTIN) - Bi xwîna Îsa Mesîh, - Xwedê em kirîne. - Ji ber vê em êdî - aîdî Xwedê ne. - Ewê me biparêze - û me xwedî bike. - Ewê me xurt bike - û qewetê bide. 
(Li van ayetan jî binêre: Rom. 8:32; 14:8, 9; Îbr. 6:10; 1. Ptr. 2:9)