Adar
Çarşem, 1 Adar
Hûn nizanin wê sibê çi bê serê we (Aqûb 4:14).
Ji bo vê yekê, ku rûspî cimeta Yehowa hiz dikin û bona wan xem dikin, ewana gelek dixebitin wekî birên cahil hîn kin, çi ku ewana gelek sala hîn bûne (Zeb. 71:17, 18). Rûspiyên, ku yên din hîn dikin gelek qîmet in seva vê yekê jî, ku bi saya cefê wan civat qewî dibe. Ew hînkirin gelek alî bira dikin, wekî hazir bin alî civatê bikin, seva ku civat yektiyêda bimîne û amin be Xwedêra. Ew yek niha wedê rojên axiriyê lazim e, û wê gelek ferz be wedê hatina tengasiya mezin (Hezql. 38:10-12; Mîx. 5:5, 6). Gelî rûspiyên delal, roja îroda destpêkirî timê wede bivînin, wekî yên din hîn kin. Em fem dikin, wekî grafîka we îda tije ye, çimkî hûn xem dikin derheqa tiştên civatêye ferz. Lema wera lazim e, wekî hine wedê bona şixulê civatê kêm kin û xerc kin seva hînkirina bira (Waîz 3:1). Hergê hûn usa bikin, hûnê wede rast xerc kin û axiriyêda karê bînin civatêra. w15 1/4 1:8-10
Pêşem, 2 Adar
Pêşiya te, wê guhê te dengekî bibihên: “Ev e rê. Ser vê rê herin” (Îşa. 30:21, DT).
Em zanin ku Kitêba Pîroz ew heye neme bona hemûya. Lê gelo Kitêba Pîroz dikare alî te bike wekî nêzîkî Yehowa bî? Belê! Çaxê tu Kitêba Pîroz timê dixûnî û lêkolîn dikî, dîna xwe bide ser wê yekê ku tu çi ser xwe texmîn dikî çaxê dixûnî. Û dişirmîş be ser wê yekê, ku tu çawa dikarî bidî xebatê çi ku tu pêhesiyayî. Çaxê tu usa dikî, tu dihêlî wekî Yehowa tevî te xeberde. Ew dibe Dostê teyî nêzîk, kîjan ku alî te dike, û tu nêzîkî wî dibî (Îbrn. 4:12; Aqûb 1:23-25). Mesele, tu çi texmîn dikî çaxê van giliyê Îsa dixûnî: “Li ser dinê xiznê xwera necivînin”? Hergê tu hemû tiştî dikî, wekî di emirê xweda Yehowa daynî ciyê pêşin, tuyê texmîn kî ku ew te qebûl dike. Lê dibek tu dixûnî van giliyê Îsa û fem dikî ku tera lazim e emirê xwe hêsa kî, û dixwazî wekî hê zêde Xwedêra qulix bikî. Hergê usa ye, dêmek ew Yehowa alî te dike ku fem bikî tu çi gerekê bikî, wekî nêzîkî wî bî (Met. 6:19, 20). w15 1/4 3:3-5
Înî, 3 Adar
Xudan tevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn miyaser be û hemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm (2 Tîmt. 4:17).
Çira Yehowa, Pawlos ji “devê şêr” xilaz kir? Pawlos dibêje: “Wekî pê min Mizgînîdayîn miyaser be”. Yehowa mera jî şixulê dannasînkirina “mizgîniya xêrê” da, û ew me nav dike ça hevalxebatkarê xwe (1 Têsln. 2:4; 1 Korn. 3:9). Hergê em berdewan kin ewî şixulîva mijûl bin, em dikarin sed selefî bawer bin, ku Yehowa wê bide me çi ku em hewce ne (Met. 6:33). Û wê mera hêsa be ku hîviyê bin heta Yehowa caba duayên me bide. Her roj bixebite wekî heleqetya xwe tevî Yehowa qewî kî. Çaxê tu rastî tengasiyê têyî û berxwedikevî, ewê yekê bide xebatê ça mecal ku nêzîkî Yehowa bî. Bixûne, lêkolîn ke, û bifikire ser Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz. Berdewan ke dua bike û qulixkirinêva mijûl be. Hergê tu wan hemû tişta bikî, tu dikarî bawer bî ku Yehowa wê alî te bike ku teyax kî ber hemû çetinayên xwe, çawa niha usa jî axiriyê. w15 1/4 4:17, 18
Şemî, 4 Adar
Ji ku ne ew şer û dewê nava weda? (Aqûb 4:1)
Qurebûn dikare ziyanê bide edilaya civatê. Hergê em kesekî nefret dikin û dişirmîş dibin ku em ji wana baştir in, em dikarin wanra tiştekî usa bêjin yan bikin, ku dilê wan bêşînin (Metlk.12:18). Hergê em dişirmîş dibin ku em ji yên din baştir in, em gerekê bîr nekin ku Yehowa nefret dike wan, yên ku dilê xweda qure ne (Metlk. 16:5). Mera usa jî lazim e, wekî xwe bicêribînin û ji xwe bipirsin: “Gelo ez dişirmîş dibim wekî ez hê baş im, ne ku merivên ji cûre-cûre mileta, renga, yan jî kûltûra?” Hergê usa ne, em gerekê bîr nekin, ku Xwedê ji merivekî “hemû miletêd dinyayê efirandin” (Kar. Şand. 17:26). Dêmek, em gişk jî ji miletekî ne, çimkî her kes ji Adem pêşda hatiye. Û ew bêaqilayî ye, hergê em dişirmîş bin ku Xwedê hine milet hê rind çêkirine, ne ku yên din. Lê hergê em usa dişirmîş dibin, em îzinê didine Şeytan ku hizkirin û tifaqiya orta Mesîhiya kuta ke (Yûhn 13:35). Hergê em dixwazin miqabilî Şeytan derên û serkevin, em gerekê ji hemû cûre qurebûna nerast birevin (Metlk. 16:18). w15 1/5 2:8, 9
Led, 5 Adar
Çev bidine Xwedê (Efes. 5:1).
Yehowa mera soz dide axiriya bextewar û bêtengasî. Rûnkirî hîviyê ne jîyîna heta-hetayê ser ezmana bistînin û “pezêd din” jîyîna ser erdê (Yûhn. 10:16; 17:3; 1 Korn. 15:53). Lê niha çaxê em dikevine tengasiyê, Yehowa fem dike ku em çi halîda nin. Berê jî, Yehowa halê cimeta xwe fem dikir û berxwediket çaxê ewana Misirêda diçerçirîn. Kitêba Pîroz dibêje ku ew bona wan “eciz bû” (Îşa. 63:9). Paşê, çaxê cimeta wî paristgeh tezeda ava dikir û dijminên xwe ditirsiyan, Yehowa hestên wan fem dikir. Ewî gote wan ku yê destê xwe bide wan, destê xwe dide bîboka çevê wî (Zeker. 2:8). Çawa ku hizkirina dê heye hindava zara, usa jî hizkirina Yehowa heye hindava qulixkarên wî û ew dixwaze alî wan bike (Îşa. 49:15). Çaxê em meriva fem dikin ku ewana çi texmîn dikin û xwe didine dewsa wan, bi wê yekê em hizkirinêda çev didine Yehowa (Zeb. 103:13, 14). w15 1/5 4:2
Duşem, 6 Adar
Feqîrê her gav tevî we bin (Met. 26:11).
Gelo giliyên Îsa dihatine hesabê, wekî timê merivên kesîb wê hebin? Na, ewî dixwest bigota wekî heta ku ew dinya xirab heye, kesîbbûn wê hebe. Ji bo serwêrên tima û xirab, bi seda mîlyona meriv kesîb dijîn. Lê Xwedê soz dide, ku zûtirekê wê xilaziya tengasiya bîne! (Zeb. 72:16) Keremetên Îsa me didine bawerkirinê, ku ew qewata xwe bona qenciyê dide xebatê (Met. 14:14-21). Rast e em nikarin keremeta bikin, lê em dikarin wedê xwe û qewata xwe bidine xebatê, seva ku merivara gilî kin derheqa axiriya pir baş, ku Kitêba Pîroz soz dide. Em çawa Şedên Yehowa, borcdar in ewê yekê bikin (Rom. 1:14, 15). Hergê em bifikirin derheqa kirên Îsa ku wê zûtirekê bike, emê bixwazin merivara jî gilî kin (Zeb. 45:1; 49:3). w15 1/6 1:7, 10, 11
Sêşem, 7 Adar
Destêd xwe bişon, . . . dilê xwe paqij kin (Aqûb 4:8).
Çaxê em Yehowa hesab dikin ça Dostê xweyî baş, hingê em ne ku tenê bi kirên xwe dixwazin dilê wî xweş bên, lê bi fikirên xwe jî. Çaxê fikirên me temiz in, dilê me jî temiz e (Zeb. 24:3, 4; 51:6; Fîlî. 4:8). Yehowa zane ku em neqedandîne û dikarin derheqa tiştên necayîz bifikirin. Lê em naxwazin dilê Yehowa bêşînin, lema jî em dixebitin ku fikirên nerast ji serê xwe derxin (Destp. 6:5, 6). Em hemû tiştî dikin, ku fikirên xwe temiz xwey kin. Hergê em timê Yehowara dua dikin seva alîkariyê, ew wê alî me bike ku fikirên bênamûsî ji serê xwe derxin. Yehowa ruhê pîroz dide me, wekî qewata me hebe, ku em bikaribin temizayê xwey kin. w15 1/6 3:4, 5
Çarşem, 8 Adar
Nanê meyî rojê roj bi roj bide me (Met. 6:11).
Îsa em hîn kirin ku em dua bikin bona “nanê meyî”, ne ku “nanê min”. Vîktor, berpirsiyarê mihalê ji Afrîkayê dibêje: “Ez timê ji Yehowa razî me, wekî ez û jina min gelek xem nakin, ku kîderê roja din em xwarinê bixwin, û ne jî xem dikin bona perê kirê. Çimkî xûşk-birên me bi dil û can derheqa me xem dikin. Lê ez dua dikim, seva yên ku alî me dikin, bikaribin problêmên xwe pereva girêdayî safî kin”. Dibek xwarina me têr-tije ye, lê gelek xûşk-birên me kesîb in. Usa jî hinek ketine qeziyê û tengasiyê. Lema jî em ne ku tenê gerekê bona wan dua bikin, lê usa jî çiqas dikarin alî wan bikin. Mesele em dikarin pere qurban kin bona şixulê cimeta Yehowaye hemdinyayê. Em zanin ku ew qurbankirina pera, alî xûşk-birên me dike, kê hewce ne (1 Yûhn. 3:17). w15 1/6 5:4-6
Pêşem, 9 Adar
Ev Xwedêya Xwedêyê me ye heta-hetayê, ewê rêberê me be her-heyê (Zeb. 48:14).
Îşaya 60:17-da hate pêxembertîkirinê, ku gelek guhastinên baş gerekê biqewimin di pareke teşkîleta Xwedêye ser erdêda. Mesîhiyên cahil yan jî yên teze, tenê xwendine yan jî bihîstine derheqa wan guhastina. Lê hene gelek xûşk-bira, ku xwexa dîtine ew guhastinên baş. Ew qulixkarên amin bawer in, ku Xwedê bi Îsa rêberiyê teşkîleta xwe dike! Çaxê em dibihên ku ça wan xûşk-bira xwexa dîtine ew guhastin, baweriya me û îtbariya me hindava Yehowa hê qewî dibe. Hemû Mesîhiyên rast, gerekê derheqa teşkîleta Yehowa merivara gilî kin. Ev yek keremet e, ku hela hê vê dinya Şeytane zulmda jî, em tevî biratiya xwe, edilayê û yektiyêda nin! w15 1/7 1:12, 13
Înî, 10 Adar
Hingê wan ruha ew padşa civandine wî ciyî ku bi îbranî jêra “Harmegedon” tê gotinê (Eyan. 16:16).
Şerê Harmegedonê wê navê Yehowayî pîroz rûmet ke. Hemû merivên ku wê bêne dîwankirinê ça bizin, dêmek yên neamin, wê bêne kutakirinê (Met. 25:31-33, 46). Îda tu car zulmî û neheqî wê tune be ser erdê, û “elaleteke mezin” wê ji Harmegedonê xilaz be. Heta ku ew qewimandin zûtirekê biqewimin, îro em gerekê çi bikin? Yehowa Pawlos hêlan kir ku binivîse: “Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herin, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jîyîna helal û xwedênasiyêda bimeşin, hîviya Roja Xwedê bin û hatina wî lez xin . . . Awa delalno, hûn ku hîviya van yeka ne, bikin ku ew we bêleke û bêqusûr edilayîyêda tevî xwe bibîne” (2 Pet. 3:11, 12, 14). Werên em hemû tiştî bikin, seva ku qulixkirina xwe temiz xwey kin, ku tevî rêlîgiya qelp girêdayî nîbe û piştgiriya Padşa Îsa Mesîh bikin. w15 1/7 2:17, 18
Şemî, 11 Adar
Heger Xudan malê çêneke, badîhewa avakir dixebitin (Zeb. 127:1).
Cimeta Yehowa xebata giran dikin, seva ku Odên Civata ava kin. Bona wê yekê têne kifşkirinê ew meriv yên ku bi rezedilî û bêheq Odên Civata ava dikin û teze dikin. Bi saya wê yekê, nava 15 salada nav temamiya dinyayê, me 28 000 Odên Civata bedew ava kirine, dêmek her roj weke 5 Odên Civata. Teşkîleta Yehowa kifş dike merivên bi rezedilî û dide xebatê perê qurbankirî, seva ku Odên Civata li wan ciya ava kin, kîderê hewcetî heye. Em pey vê prînsîpa Kitêba Pîroz diçin, ku cem kê zêde heye dikarin alî wan bikin cem kê kêm e (2 Cor. 8:13-15). Ewê yekê çi kar aniye? Di gelek ciyada kîderê ku xwexa civat nikare xercê avakirina Odên Civata dade, yeke Odên Civata hate avakirinê. w15 1/7 4:9-11
Led, 12 Adar
Heger derengî bikeve, hîviya wê be! (Hebq. 2:3, DT)
Îsa got ku wê çi nîşan hebe, seva ku peyçûyên wî bizanibin, ku ewana wê çi wedeyîda bijîn. Lema peyçûyên Îsa îda pêşda haş ji xwe hebûn (Metta 24:27, 42). Ji sala 1914 cûre-cûre parên nîşana Îsa têne sêrî. Lema jî em bawer in, ku em dijîn rojên axiriyêda, dêmek “axiriya vê dinyayê”. Yehowa îda safî kiriye ku kengê dinya Şeytane zulm kuta ke (Met. 24:3). Lê gelo çira em gerekê berdewam kin hîviya xilaziyê bin? Çimkî em gura Îsa Mesîh dikin. Usa jî, em eyan divînin ku nîşana rojên axiriyê kîjan ku Îsa dabû, tê sêrî. Em bawer in ku xilazî nêzîk e ne ji bo wê yekê, ku em hema çi dibihên hemû tiştî bawer dikin, lê em bawer in çimkî pêxembertî ji Kitêba Pîroz tê sêrî. Em gerekê haş ji xwe hebin, û hazir bin çaxê xilazî bê. w15 1/8 2:8, 9
Duşem, 13 Adar
Tu . . . hemû bînberî gora dilê wan têr dikî (Zeb. 145:16).
Dinya tezeda emê gelek şa bin, çaxê hine wedê xwe xerc kin bona xwestinên xwe û hêsabûnê. Çimkî Yehowa me usa efirandiye, ku em xwera şa bin û ew mera soz dide ku “daxwaza her jîyandarî” bîne sêrî (Waîz 2:24). Belê mera lazim e hêsabûn û wedederbazkirin, lê em hê zêde şabûnê distînin, çaxê heleqetiya xwe tevî Yehowa datînin ciyê pêşin. Û dinya tezeda jî wê usa be. Wê bi bîlanî be, ku em berdewam kin “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin”, bifikirin ser keremên xwe kîjana distînin ji qulixkirina xwe Yehowara (Met. 6:33). Dinya tezeda jîyîn wê hê baş be, ne ku ça em didine ber çevê xwe. Werên em bidine kifşê, ku em çiqas zef dixwazin dinya tezeda bin, dêmek niha îda hazir bin bona “jîyîna rastî”. w15 1/8 3:17, 18
Sêşem, 14 Adar
Merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye (Efes. 4:24).
Îsa çaxê ser erdê ça merivê qedandî bû, dor berê wî merivên neqedandî bûn. Dê-bavê wî û xûşk-birên wî, gişk jî neqedandî bûn. Hela hê şagirtên Îsayî nêzîk jî hunurên usa dane kifşê çawa babaxî û xwehizî. Mesele, şev pêşiya mirina wî, şagirtên wî diketine dewê, ku “nav wanda kîjan wê yê herî mezin bê hesabê” (Lûqa 22:24). Rast e ewana nerast difikirîn ji bo neqedandîbûna xwe, lê Îsa zanibû ku peyçûyên wî zûtirekê wê bibine Mesîhiyên gihîştî û civatê saz kin, kîjan ku wê yektiyêda be. Wê şevê, Îsa bona wan dua kir, seva ku ewana yektiyêda bin. Ewî ji Bavê xwe hîvî kir, ku ewana bibine yek, û got: “Bavo, çawa tu nava minda yî û ez nava teda me, em yek in”. Ewî zêde kir: “Wekî ew bibin yek, çawa ez û tu yek in” (Yûhn. 17:21, 22). w15 1/9 1:10, 11
Çarşem, 15 Adar
Îsa gotê: “Were!” Petrûs ji qeyikê peya bû, ser avêra çû, ku here cem Îsa (Met. 14:29).
Çaxê Petrûs ser bera Celîlêra diçû, nişkêva tirs kete dilê wî. Gelo çira? Ew tirsiya ji bo ba û pêla. Em ba û pêla dikarin beramber kin tevî gelek problêm û cêribandina, yê ku rastî Mesîhiya tên. Hergê jî ew problêm gelek mezin in, em bi alîkariya Yehowa dikarin qewî bimînin. Lê bînin bîra xwe, ku çi qewimî tevî Petrûs. Ew nuqî avê nedibû ji bo wê yekê ku ba û pêlê avê wî dixistin. Kitêba Pîroz dibêje: “Çaxê ewî bayê qayîm dît tirsiya” (Met. 14:24-32). Petrûs îda ser Îsa nedinihêrî, çimkî dîna xwe da ser qewata firtonê. Lema jî baweriya wî sist bû. Em jî hergê dîna xwe bidine ser problêmên xwe, em dikarin destpêkin dudilî bin ku Yehowa wê alî me bike. Em gerekê fem bikin, ku diqewime em baweriya xwe unda kin. Lê çira? Çimkî Kitêba Pîroz dibêje, ku undakirina baweriyê ew heye “gunê ku rihet li me diwele” (Îbrn. 12:1). Hergê em jî mîna Petrûs dîna xwe bidine ser tiştên nerast, baweriya me dikare derbêra sist be. w15 1/9 3:1, 6, 7
Pêşem, 16 Adar
Her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil ji jor e, ji Bav, ji Efirandarê ronaya tê xwarê, yê ku ne xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber wî dadigere (Aqûb 1:17).
Çaxê kesek pêşkêşekê dide te, femdarî ye ku tu razîbûna xwe eyan dikî. Û usa jî tu evê pêşkêşê didî xebatê, çimkî qîmet dikî. Em gelek ji Yehowa razî ne, çimkî ew hemû tiştî dide me çi ku mera lazim e seva ku bijîn û bextewar bin. Em fem dikin ku ew çiqas zef me hiz dike, û em dixwazin wîra eyan kin ku em jî wî hiz dikin. Yehowa Îsraêlî kerem dikir û gelek tiştên baş dida wan. Bi seda sala, ewî bi qanûnên xwe rêberî wan dikir û hemû tişt dida seva ku ewana bijîn (Qan. Dcr. 4:7, 8). Û Îsraêliya jî dikaribûn razîbûna xwe Yehowara bidana kifşê, hergê qanûnên wî biqedandana. Mesele, çaxê wana Yehowara qurban dianîn, wana gerekê “berêd deremeta pêşine erdê” bianiyana (Derk. 23:19). Îsraêliya zanibûn ku Yehowa wê berdewam ke wana kerem ke, hergê ewana gura wî bikin, û tiştên lape baş bidine wî (Qan. Dcr. 8:7-11). w15 1/9 5:5, 6
Înî, 17 Adar
Xwezî li dilpaqija, çimkî ewê Xwedê bibînin (Met. 5:8).
Tu ça dikarî jîyîna xweda destê Yehowa bivînî? Bifikire, dibeke te texmîn kiriye, ku Yehowa alî te kir ku tu rastiyê bivînî. Yan, dibeke tê bîra te çaxê tu ser civatê bûyî, te gotar bihîst û xwera usa got: “Xût ew yek minra lazim bû!” Usa jî, dibeke te dîtiye, ku çawa Yehowa caba duayên te daye. Yan, dibeke te dixwest hê zêde bona Yehowa bikî, û te dît ku ça ewî alî te kir ku bigihîjî ewê nêta xwe. Usa jî, dibeke te ji bo qulixkirina xwe Yehowara xebata xwe unda kir, çimkî gelek wede ji te distand û paşê te dît, ku çawa Xwedê sozê xwe anî sêrî: “Ezê . . . Tu car te bernadim” (Îbrn. 13:5). Çaxê heleqetiya me tevî Yehowa qewî ye û em dilpaqij in, em hêsa dikarin jîyîna xweda destê wî bivînin. Lê çi tê hesabê “dilpaqij” bin? Ew tê hesabê ku fikirên me gerekê temiz bin û em gerekê tiştên nerast nekin (2 Korn. 4:2). Em gerekê heleqetiya xwe tevî Xwedê qewî kin, wekî destê wî bivînin. w15 1/10 1:17, 19
Şemî, 18 Adar
Heger yek minra xizmetkariyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire (Yûhn. 12:26).
Hine merivên Yûnanî, yên ku hatine Orşelîmê seva ku Cejina Derbazbûnê derbaz kin, dîtin ku Îsa ça berî wan meriva da û ecêbmayî man. Lema wana ji Fîlîpoyê şandî pirsîn, ku hela ewana dikarin rastî Îsa bên. Lê Îsa merivên usa nedigeriya ku bikaribûna piştgiriya wî bikirana û ew ji dijminên wî xwey kirana. Îsa zanibû çi lap ferz e. Ewî dîna xwe dida ser qirara Xwedê derheqa xwe, dêmek, ewî gerekê emirê xwe bida ça qurban. Û lema Îsa kire bîra şagirtên xwe, ku ew zûtirekê gerekê bimire û ewên ku pey wî diçin gerekê hazir bin ku emirê xwe jî bidin. Ewî got: “Yê ku emirê xwe hiz dike, ewê unda ke, lê ewê ku li vê dinyayê dijene emirê xwe, ew wî bona jîyîna heta-hetayê xwey dike”. Paşe Îsa îda got ew giliyên ya vê rêza rojê. Û Fîlîpo karibû evê mizgîniya baş merivên Yûnanîra bêje (Yûhn. 12:20-25). Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî dîna xwe dida ser belakirina mizgînê. Rast e bona wî ew şixul sereke bû, lê ew hertim ser wî şixulî nedifikirî. w15 1/10 3:13, 14
Led, 19 Adar
Ez kîjana hiz dikim li wan hiltêm û wan şîret dikim (Eyan. 3:19).
Şagirtên Îsa gelek car hevdura diketine dewê, ku ji wana kî ye yê herî mezin. Îsa ew problêm pişt guhê xweva neavît. Dewsê, ewî bi sebir ewana dîsa û dîsa şîret dikirin. Îsa hertim nerm bû, û seva ku wana şîret ke, cî û wedê rast dijbart (Marq. 9:33-37). Hûn zarên xwe hiz dikin, lema jî hûn zanin ku gerekê wana şîret kin. Cara bes e ku zarara tenê şirovekin ku çira ev tişt rast e yan xirab e. Lê hergê ewana dîsa ya xwe dikin? (Metlk. 22:15). Çev bidine Îsa. Bi sebir berdewam kin wana rast kin, şîret kin û hîn kin. Cî û wedê rast bijbêrin, seva ku wana şîret kin, û ewê yekê bi nermî bikin. Xûşkeke ji Afrîkaya Başûrê bi navê Êlên tîne bîra xwe, ku dê-bavê wê çawa ew şîret dikirin. Êlên dibêje: “Wana tu car bi hêrsê ez ceza nedikirim, yan jî bê şirovekirin ku çira min ceza dikin”. Ji bo vê yekê Êlênê timê zanibû, ku dê-bavê wê, wê hiz dikin. w15 1/11 1:5, 6
Duşem, 20 Adar
Xwedê hizkirin e (1 Yûhn. 4:16).
Gelo axiriya însanetê wê ça bûya, hergê Xwedê însanet hiz nekira? Meriva wê dîsa jî xwexa serwêrtî bikirana û bin hukumê Şeytanda bûna, kîjan ku bê hizkirin e û zulm e (2 Korn. 4:4; 1 Yûhn. 5:19; Eyan. 12:9, 12). Belê, axirî wê gelek xirab bûya, hergê Yehowa em hiz nekirana! Çaxê Şeytan miqabilî serwêrtiya Yehowa derket, ewî kire bin şikê îzina Xwedê ku bibe Xwedayê hemû Zorayê. Şeytan got ku serwêrtiya wî wê hê baş be, ne ku ya Xwedê (Destp. 3:1-5). Bi bîlanî bû, ku Yehowa ser wedekî kin îzin da Şeytan, wekî giliyên xwe îzbat ke. Lê axirî zelal tê kifşê, ku ne meriv ne jî Şeytan nikarin bibine serwêrên baş. w15 1/11 3:3, 4
Sêşem, 21 Adar
Caba wan . . . bidin, . . . bi xof û milûktiyê (1 Pet. 3:15).
Milûktî alî me dike ku gura temiya Îsa bikin. Ewî got: “We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Hevalê xwe hiz bike û bijene dijminê xwe’. Lê ez wera dibêjim, dijminêd xwe hiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin, wekî hûn bibine zarêd Bavê xweyî Ezmana. Çimkî ew teva xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rasta, hin jî ser nerasta” (Met. 5:43-45). Çimkî em xizmetkarên Yehowa ne, em gerekê dijminên xwe hiz bikin û firqî tune ew hindava me çanin. Em hergav gerekê hizkirina xwe hindava Yehowa û hevala nîşan kin. Hergê jî meriv miqabilî me û mizgîna me dertên, em yeke alî wan dikin çaxê ewana hewce ne. w15 1/11 4:17, 19, 20
Çarşem, 22 Adar
Gotinên ku hatibûn agahî kirin [şirovekirin] fêhm kirin (Nehem. 8:12).
Cimeta Xwedê timê pêşkêşa ziman dida xebatê, seva ku Yehowa rûmet kin û derheqa wî merivara gilî kin. Di wan paşwextiyada cimeta Xwedê ew pêşkêş da xebatê, seva ku Kitêba Pîroz welgerînin, çimkî usa hê zêde meriv dikarin pêbihesin derheqa Yehowa. Bi hezara welgerandinên Kitêba Pîroz hene, lê hinek ji wan hê rast in ne ku yên din. Seva ku Kitêba Pîroz rast welgerînin, Komîtêya Welgerandina Kitêba Pîroz ya Dinya Teze safî kir, ku wedê welgerandinê wan sê prînsîpên sereke bidine xebatê: 1) Navê Xwedê rûmet kin û navê wî di Xebera wîda bidine xebatê haqas, çiqas di orîjînalêda heye (Met. 6:9). 2) Kîderê ku tê standin têksta orîjînalê xeber pey xeber welgerînin. Lê kîderê ku nayê standinê, fikirê orîjînalê rast welgerînin. 3) Bidine xebatê ziman ku hêsa be bixûnin û fem bikin (Nehem. 8:8). w15 1/12 2:1, 2
Pêşem, 23 Adar
Heger borî dengekî nenas derxe, kê wê karê xwe li şêr bike? (1 Kor. 14:8).
Hela bidine ber çevê xwe, ku wê çi biqewimiya tevî eskera, hergê boriyê dengê nenas derxista! Dêmek hergê em tişta zelal şirovenekin, meriv dikarin bixalifin yan jî bifikirin ku gotina me derew e. Rast e em dixwazin ku me rast fem kin, lê em gerekê fesal bin wekî çi ku em dibêjin sert yan jî bêqedir nîbe (1 Korn. 14:9). Ji Metta serê 5-7 em pêdihesin ku çawa Îsa xeberên usa dijbartin, kîjan ku hêsa bûn bona femkirinê. Seva ku merivara çetin nîbe, ewî xeberdana xweda xeberên çetin yan jî yên zêde nedida xebatê. Û ewî tiştên usa nedigot ku dilê meriva bêşînin. Îsa tiştên gelek ferz û kûr hîn dikir, lê ewî çi jî digot timê hêsa bûn bona femkirinê. Mesele, Îsa dixwest ku şagirtên wî bawer bikin, ku wanra ne lazim e derheqa xwarina her rojî xema bikin. Û lema ewî wanra şirovekir ku Yehowa timê teyreda têr dike. Paşê, ewî wanra got: “Ne hûn ji wan qîmettir in?” (Met. 6:26). Îsa bi wan xeberên hêsa alî şagirtên xwe kir, ku derseke ferz fem kin û dilgerm bin. w15 1/12 3:13, 14
Înî, 24 Adar
Bira hizkirina biratî timê nav weda hebe (Îbrn. 13:1, DT).
Çi tê hesabê hizkirina biratî? Xebera Yûnanî “fîladêlfîa” ku Pawlos daye xebatê, raste-rast tê hesabê “hizkirina hindava bira”. Hizkirin hindava bira qewî ye û germ e, ça ku hizkirina hindava neferên malê yan hevala (Yûhn. 11:36). Em ne ku tenê xwe didine kifşê ku yançi em xûşk-birên hev in, lê em bi rastiyê jî çawa xûşk-bira ne (Met. 23:8). Hema derheqa hizkirina wî cûreyî ew giliyên xweş didine kifşê: “Hizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin” (Rom. 12:10). Hizkirina biratî girêdayî ye tevî hizkirina “agapê” ku ser hîmê prînsîpa ye, û ew hizkirin cimeta Xwedê yektiyêda xwey dike. Mesîhî Mesîhiyên din hesab dikin çawa “bira”, û firqî tune ewana çi milet in (Rom. 10:12). Û Yehowa em hîn kirin ku hizkirina meye biratî hebe (1 Têsln. 4:9). w16.01 1:5, 6
Şemî, 25 Adar
Hizkirina Mesîh me didefîne (2 Korn. 5:14, ÎM).
Hizkirina me hindava Îsa, me hêlan dike ku xizmetkirinêda û hazirkirina şagirtada em bi dil kar bikin (Met. 28:19, 20; Lûqa 4:43). Wedê meha Bîranînê em dikarin çawa pêşengê komekdar 30 yan 50 siheta xizmet kin. Tu dikarî derecê xwe usa safî kî, seva ku wê mehêda xizmet kî çawa pêşengê komekdar? Mêrê bî, kîjan ku 84 salî ye, ji bo emirê mezin û kêmasiya sihet-qewatê, ser xwe guman nîbû ku wê bikaribe xizmet ke çawa pêşengê komekdar. Lê pêşengên di mihala wîda safî kirin ku wê yekêda alîkariyê bidine wî. Wana xem kirin bona erebê û bona mihaleke usa, kîderê ku ew bikaribe 30 sihetê xizmetiya xwe temam ke. Lê tu hazir î di wê yekêda alîkariyê bidî kesekî seva ku ew jî şabûnê bistîne ku ça pêşengê komekdar xizmet ke wedê meha Bîranînê? Rast e, her kes ji me nikare ça pêşengê komekdar xizmet ke. Lê yeke, em dikarin hemû qewata xwe û wedê xwe bidine xebatê, seva ku hê zêde pesinê Yehowa bidin. w16.01 2:7, 11
Led, 26 Adar
Em bi wera herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi wera ye! (Zeker. 8:23).
Hergê pezên din nikarin navê hemû rûnkiriya bizanibin, lê wê ça bikaribin tevî wan “herin”? Dîna xwe bidinê Zekerya çi got derheqa deh mêra, ku bi sîmbolîk têne hesabê pezên din. Ew deh mêr “pê dawa kesekî Cihûdîva bigirin û wê bi gotina [bêjin]: ‘Em bi wera herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi wera ye!’” Rast e di vê rêzêda tê gotinê derheqa Cihûyekî, lê giliyê “bi wera” tê hesabê gelek ne ku yek. Dêmek ew Cihûyê ruhanî tê hesabê kom, ne ku merivek. Lema nelazim e ku em her Cihûyê ruhanî nas kin û paşê tevî wî herin. Em gerekê wana hesab kin çawa kom û piştgiriya wan bikin. Kitêba Pîroz mera tu car nabêje ku em pey kesekî herin. Em gerekê tenê pey Îsa herin, yê ku Rêberê me ye (Met. 23:10). w16.01 4:4
Duşem, 27 Adar
Ya Îsraêl, tu xizmetkarê min î, ya Aqûbê ku ez bijartime, rikinyata dostê min Birahîm (Îşa. 41:8, DT).
Ji zarotiyê heta mirinê, hewcetiya meye mezin hizkirin e. Merivara lazim e hizkirin, û ewana dixwazin ku wana hiz kin, û ne tenê bi hestên romantîkî. Em hewcê dostiyê û heleqetiya nêzîk in. Lê heye hizkirineke usa, kîjan ku em gelek hewce ne. Ew heye hizkirina Yehowa. Gelek merivara çetin e ku fem kin wekî meriv dikarin bibine dostên Xwedêyê Himzor. Lê em jî usa difikirin? Hilbet na! Kitêba Pîroz eyan dike, ku merivên gunekar bûne dostên Xwedê. Qazanckirina dostiya usa nêteke lape ferz e di emirê meda, kîjan ku em dikarin bidine pêşiya xwe. Lema jî hêja ye ku em bifikirin ser hine mesela, yên ku wê alî me bikin ku em bizanibin ça dikarin bibine dostê Xwedê. Di vê yekêda mesela lape mezin Birahîm hîştiye (Aqûb 2:23). Lê Birahîm ça usa nêzîkî Xwedê bû? Mena lape sereke baweriya wî bû. Kitêba Pîroz ser Birahîm dibêje “bavê hemû bawermendêd” (Rom. 4:11). w16.02 1:1, 2
Sêşem, 28 Adar
Yekî mîna wî tune bû (2 Padş. 18:5).
Rast e bavê Hizqiya yek ji padşên Cihûdayî xirab bû, lê Hizqiya yek ji padşên baş bû (2 Padş. 18:6). Tiştên xirab kîjan ku bavê wî kir, Hizqiya rast kir. Mesele, ewî paristgeh temiz kir, û ji Xwedê hîvî kir ku gunê cimetê bibaxşîne, û hemû pût kuta kirin (2 Dîr. 29:1-11, 18-24; 31:1). Çaxê Hizqiya rastî çetinaya hat, mesele çaxê padşê Aşûrê Sanherîb hucumî ser Orşelîmê kir, ewî mêrxasî û bawerî da kifşê. Ewî îtbariya xwe Xwedê anî, ku ew wê wana xilaz ke û usa jî bi mesela xwe û bi giliya cimet qewî kir (2 Dîr. 32:7, 8). Rast e wedekê Hizqiya qure bû, lê yeke ewî xwe nimiz kir û poşman bû (2 Dîr. 32:24-26). Eyan e ku Hizqiya îzin neda ku zarotiya wî ser wî hukum be, û ew bibe yekî zulm. Dewsê ewî da kifşê ku Yehowa dostê wî ye. Bi rastiyê jî Hizqiya bona me meseleke baş e. w16.02 2:11
Çarşem, 29 Adar
Heger yek neheqîkêda bê girtinê, hûn ku ruhanî ne, wî bînine ser riya rastiyê, lê bi ruhê milûktiyê (Galt. 6:1).
Em jî dikarin pêşiyê Yehowara amin bin û hin jî yên dinênara çaxê qenc in hindava wan. Mesele, dibeke tu zanî ku kesek ji civatê gunê giran kiriye. Dibeke tu dixwazî wîra amin bimînî, hela hê hergê ew hevalê te yan merivê teyî nêzîk e. Lê hergê tu çevê xwe dadî ser gunê wî, bi vê yekê neamin dimînî Xwedêra. Belê, aminiya te Yehowara gerekê ser ciyê pêşin be. Qenc be hindava hevalê xwe. Şîret ke hevalê xwe yan merivê xweyî nêzîk ku alîkariyê ji rûspiya bixwaze. Hergê ew şîreta te qebûl nake, tu gerekê herî û bêjî rûspiya. Çimkî bi wê yekê tu aminiya xwe Xwedêra didî kifşê, û usa jî qencî hindava hevalê xwe yan merivê xweyî nêzîk. Lê rûspî wî merivî wê bi nermî şîret kin û rast kin (Qan. Kah. 5:1). w16.02 4:14
Pêşem, 30 Adar
Çimkî ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herin, îjar hûn gerekê merivne çawa bin di kirên pîrozda û aminiyêda Xwedêra (2 Pet. 3:11, DT).
“Aminî Xwedêra” tê hesabê karkirin civatêda, mesele çûyîna ser civînê û belakirina mizgînê. Usa jî, ew tê hesabê tiştên ruhanî ku yên din nikarin bivînin. Mesele, duayên te û hînbûna teye şexsî. Kesê ku emirê xwe tesmîlî Yehowa kiriye, tu car wan tişta ça bargiranî hesab neke. Dewsê, ewê mîna Dawid Padşa bifikire, kîjanî ku got: “Ya Xwedayê min, ji kirina xwestina te, ez zewqe digirim” (Zeb. 40:8). Bîra xweda xwey ke, çaxê tu xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê, îda tê xwexa ber Xwedê caba xwe bidî. Û lema xizmetkirina te Yehowara merivên dinva girêdayî nîne, ne jî ji dê-bavê teva. Kirên teye pîroz û aminî Xwedêra îzbat dikin ku te xwexa rastiya Xwedê qebûl kiriye û dixwazî pê prînsîpên wî bijîyî. Û zûtirekê tuyê bigihîjî nixumandinê. w16.03 2:10, ,12, 15
Înî, 31 Adar
Berî hatina baweriyê, em bin destê Qanûnêda çawa girtî dihatine xweyîkirinê . . . Bi vî awayî Qanûn . . . em berbirî Mesîh anîn (Galt. 3:23, 24).
Qanûna Mûsa cimet xwey dikir wekî mîna cimetên din bênamûsiyê, edet û kirên qelp nekin. Çaxê Îsraêliya gura Xwedê dikirin, wana timê kerema Xwedê distandin. Lê çaxê wana gura wî nedikirin, wana berên xirab distandin. (Qanûna Ducarî 28:1, 2, 15.) Dîsa menîke din hebû ku çira temî û rêberî lazim bû. Ewê Qanûnê, Îsraêlî hazir dikirin bona qewimandina ferz di qirara Xwedêda. Ew hebû hatina Îsa Mesîh. Ewê Qanûnê dianî bîra Îsraêliya ku ewana gunekar in. Evê usa jî alî wan dikir wekî ewana fem kin ku wanra lazim e kirîn, dêmek qurbana bêqisûr, seva ewana bi temamî ji gune xilaz bin (Galt. 3:19; Îbrn. 10:1-10). Xêncî vê yekê, pê alîkariya wê Qanûnê dihate xweykirinê ew rikiniyat, ji kîjanê ku Îsa gerekê bihata. Belê, Qanûn mîna “xilazkarê” wedelû bû, kîjan ku berbi Mesîh dibir w16.03 4:6, 7.