KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es17 rûp. 37-46
  • Nîsan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nîsan
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
  • Binserî
  • Şemî, 1 Nîsan
  • Led, 2 Nîsan
  • Duşem, 3 Nîsan
  • Sêşem, 4 Nîsan
  • Çarşem, 5 Nîsan
  • Pêşem, 6 Nîsan
  • Înî, 7 Nîsan
  • Şemî, 8 Nîsan
  • Led, 9 Nîsan
  • Duşem, 10 Nîsan
  • Roja Bîranînê
    Çaxê Ro Çû Ava
    Sêşem, 11 Nîsan
  • Çarşem, 12 Nîsan
  • Pêşem, 13 Nîsan
  • Înî, 14 Nîsan
  • Şemî, 15 Nîsan
  • Led, 16 Nîsan
  • Duşem, 17 Nîsan
  • Sêşem, 18 Nîsan
  • Çarşem, 19 Nîsan
  • Pêşem, 20 Nîsan
  • Înî, 21 Nîsan
  • Şemî, 22 Nîsan
  • Led, 23 Nîsan
  • Duşem, 24 Nîsan
  • Sêşem, 25 Nîsan
  • Çarşem, 26 Nîsan
  • Pêşem, 27 Nîsan
  • Înî, 28 Nîsan
  • Şemî, 29 Nîsan
  • Led, 30 Nîsan
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
es17 rûp. 37-46

Nîsan

Şemî, 1 Nîsan

Hişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke (1 Pet. 5:8).

Hebû wede ku heleqetiya wî tevî Yehowa baş bû. Lê paşê, ew efirînê ruhanî, dêmek milyaket, xwest wekî meriv wî bihebînin, ne ku Xwedê. Ew dewsa ku xwestina xirab bal xwe derbêra bitemirîne, îzin da haqas mezin be heta ewî gune kir (Aqûb 1:14, 15). Em navê wîyî şexsî nizanin, lê em zanin ku ew tê navkirinê ça Şeytan. Ewî “tu car xwe rastiyê negirtiye”. Ew miqabilî Yehowa derket û bû “bavê derewa” (Yûhn. 8:44). Şeytan bi miqabilbûna xwe bû dijminê Yehowayî lapî mezin û dijminê însanetê. Çawa ku Kitêba Pîroz derheqa wî gilî dike, em dikarin bivînin ku ew çiqas xirab e. Xebera Şeytan tê hesabê “Yê Miqabil”, kîjan ku nîşan dike, wekî ew milyaketê zulm serwêrtiya Xwedê nefret dike û bi hemû qewata xwe pêşiya wî şer dike. Çi ku Şeytan bi rastiyê dixwaze bivîne, ew heye xilaziya serwêrtiya Yehowa. w15 1/5 1:1, 2

Led, 2 Nîsan

Heger yek Xwedê hiz dike, ew ji aliyê wîva naskirî ye (1 Korn. 8:3).

Rast e çaxê em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em pêdihesin ku çi guhastina gerekê bikin, seva ku hê rind Xwedêra qulix kin. Em usa jî pêdihesin derheqa wan tişta, yên ku ew bi hizkirin dike û derheqa wî ça kesê lapî baş. Û ew yek hizkirina me hindava wî hê zêde dike. Ça hizkirina me hindava wî mezin dibe, usa jî hizkirina wî hindava me mezin dibe, û heleqetiya me tevî wî hê qewî dibe. Hergê em dixwazin nêzîkî Xwedê bin, ferz e ku çaxê Kitêba Pîroz lêkolîn dikin nêta meye rast hebe. Îsa got: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhn. 17:3). Em çaxê Kitêba Pîroz dixûnin, dikarin gelek tiştên teze û hewas pêbihesin. Lê nêta meye sereke gerekê ew be, ku Yehowa hê rind nas kin çawa Kes (Derk. 33:13; Zeb. 25:4). Hergê em Yehowa nas dikin çawa Dostê nêzîk, emê dilteng nebin hergê Kitêba Pîroz cara mera şirovenake, ku ewî çima usa kiriye yan jî çira usa xwe daye kifşê. w15 1/4 3:6-8

Duşem, 3 Nîsan

[Tîmotêyo] wan rê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we, ku ez çawa li her dera, hemû civîna hîn dikim (1 Korn. 4:17).

Wan paşwextiya, ji hine rûspiyên cêribandî, yên ku bira hîn dikin ku civatêda hê zêde bikin, pirsîn ku ça ewana bira hîn dikin. Rast e ewana cûre-cûre welata û civatada bûn, lê şîreta hemûya mîna hev bû. Ew yek çi kifş dike? Ew nîşan dike ku hînkirina ser hîmê Kitêba Pîroz kêrhatî ye “li her dera hemû civîna”. Hînkar gerekê dilê şagirt hazir ke. Lê çira ew yek ferz e? Çawa ku yê diçîne, pêşiyê erd hazir dike paşê toxim direşîne, hînkar jî gerekê pêşiyê dilê şagirt hazir ke, paşê tiştên teze wî hîn ke. Lê çawa hînkar dikare dilê şagirt hazir ke? Ew dikare çev bide pêxember Samûyêl, hînkarê cêribandîyî berê, yê ku Şawûl hazir dikir seva rêberiya Îsraêliya bike (1 Sam. 9:15-27; 10:1). w15 1/4 1:11, 12

Sêşem, 4 Nîsan

Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye (1 Yûhn. 5:19).

Gelek tişt di vê dinyayêda miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz in. Rast e vê dinyayêda hemû tişt xirab nîne. Lê em zanin ku Şeytan ewê dinyayê dide xebatê, wekî hukum ke ser xwestinên me seva em gune bikin. Û usa jî ew dixwaze wekî em evê dinê hiz kin û qulixkirina xwe Yehowara bidine sekinandinê (1 Yûhn. 2:15, 16). Hine mesîhiyên berê dinya hiz kirin. Mesele, Pawlos nivîsî: “Dîmas ku dinya hiz kir ez hiştim” (2 Tîmt. 4:10). Kitêba Pîroz nabêje wekî Dîmas vê dinyayêda çi hiz kir, ku bû menî Pawlos bihêle. Dibek ewî tiştên matêrîalî hê zef hiz kir, ne ku qulixkirina xwe Yehowara. Hergê bi rastiyê usa bû, ewî unda kir ew qedir ku Xwedêra qulix bike. Lê gelo ew yek hêja bû? Hilbet na. Dîmas dikaribû bima ça alîkarçiyê Pawlos. Çimkî ewê dinyayê tu car wê nikaribûya Yehowa zêdetir tiştên baş bida wî! (Metlk. 10:22) w15 1/5 2:10, 11

Çarşem, 5 Nîsan

Dilşewat û rem e Xudan (Zeb. 103:8).

Îsa çaxê tengasiya meriva didît, ewî rind halê wan fem dikir, rast e ew tu car dereca wanda jî nîbû. Mesele, ewî zanibû ku emirê gelek meriva çetin bû. Serwêrên rêlîgiyayê ewana dixapandin û gelek qanûnên usa çêdikirin, ku ne ji Xwedê bûn. Meriv ji serwêrên rêlîgiyayê ditirsiyan (Met. 23:4; Marq. 7:1-5; Yûhn. 7:13). Rast e Îsa ji wan neditirsiya û tu car derewên wan bawer nedikir, lê yeke ewî dikaribû hestên meriva fem ke. Dilê Îsa dêşiya çaxê ewî didît, ku ewana hindava meriva çi cûreyî ne. Meriv bêalîkarî bûn, çawa “pezê bê şivan” (Met. 9:36). Îsa ji Bavê xwe hîn bû meriva hiz bike û “dilovan û keremdar” be. Çaxê Îsa didît ku meriv diçerçirin, alî wan dikir çimkî ewî ewana hiz dikirin. Ew xût mîna Bavê xwe bû. Mesele, carekê Îsa û şagirtên wî paşî dannasînkirina riya dirêj, vestiyayî bûn û dixwestin ku cîkî bivînin hêsa bin. Lê Îsa gelek meriv dîtin ku hîviya wî bûn. Ewî fem dikir ku wanara alîkariya wî lazim e, û rast e ew gelek vestiyayî bû, ewî “destpêkir gelek tişt ew hîn kirin” (Marq. 6:30, 31, 34). w15 1/5 4:3, 4

Pêşem, 6 Nîsan

Eşqa min ewledêd însên bû (Metlk. 8:31).

Kurê Xwedêyî pêşin mesela bîlaniya Yehowaye grîng e. Ew bal Bavê xwe “hoste” bû. Bide ber çevê xwe, ku Îsa çiqas şa dibû û çiqas wîra hewas bû, çaxê Bavê wî ezman û erd çêdikir. Lê ji efirînên Bavê xwe, Îsa diha zef meriv hiz dikirin (Metlk. 8:22-31). Belê, ewî meriv destpêkêda hiz kir. Îsa hizkirin û aminiya xwe îzbat kir hindava Bavê xwe û meriva, çaxê ewî bi hazirbûnê ezman hîşt û hate ser erdê çawa meriv. Îsa ew yek ji hizkirinê kir, lema ewî hazir bû emirê xwe jî bide, wekî “geleka bikire” (Fîlî. 2:5-8; Met. 20:28). Rastî jî, Îsa çiqas qayîm meriva hiz dike! w15 1/6 2:1, 2

Înî, 7 Nîsan

Xwedê .  . . kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn (1 Yûhn. 4:9).

Tu razî yî ku Yehowa bona te çi kiriye? Hergê erê, tuyê hêlan bî ku emirê xwe tesmîlî Xwedê bikî û bêyî nixumandinê. Ça îda hate gotinê, ku tesmîlbûyîna te usa jî ew e, ku tu soz didî Yehowa ku çi jî biqewime, tuyê qirara wî bînî sêrî heta-hetayê. Lê gelo lazim e bitirsî ku tuyê ewî sozî nikaribî bînî sêrî? Na! Bîra xweda xwey ke, wekî Yehowa tera qenciyê dixwaze, û ew “wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin” (Îbrn. 11:6). Tesmîlbûyîn û nixumandin jîyîna te wê ne ku çetin ke, lê dewsê tuyê bextewar bî û xweykirî bî. Bi rastiyê ça Yehowa ji Şeytan cude dibe. Şeytan derheqa we qe xem nake! Hergê hûn pey wî herin, ew nikare we xelat ke yan tiştên baş bide we. Ew tenê axiriya xirab dikare bide, kîjan ku hîviya wî ye! (Eyan. 20:10). w16.03 2:16, 18, 19

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 9 Nîsanê) Lûqa 19:29-44

Şemî, 8 Nîsan

Bavo, ez zef razî me ku te dengê min bihîst. Ez zanim ku tu her gav dengê min dibihêyî (Yûhn. 11:41, 42).

Hergê tu dixwazî wekî dostiya te tevî Yehowa nêzîk be, tu gerekê sed selefî bawer bî ku ew dua dibihê. Dişirmîş be ser wê yekê: Heta Îsa bihata ser erdê, ewî didît ku Yehowa caba duayên qulixkarên Xweyî ser erdê dida. Lê çaxê Îsa hate li ser erdê, ewî dua dikir Xwedêra, derheqa fikir û xemên xwe. Carekê ewî hela temamiya şevê jî dua dikir (Lûqa 6:12; 22:40-46). Gelo Îsa wê dua bikira, hergê ew dişirmîşbûya ku Yehowa bi rastiyê wî nabihê? Îsa usa jî peyçûyên xwe hîn dikir ku çawa Yehowara dua bikin. Gelo ewî wê ewana hînkirana, hergê ew dişirmîşbûya ku Yehowa dua nabihê? Eyan e, Îsa zanibû ku Yehowa rastî jî dua dibihê. Em jî dikarin sed selefî bawer bin ku Yehowa duayên me dibihê (Zeb. 65:2). w15 1/4 3:11, 13

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 10 Nîsanê) Lûqa 19:45-48; Metta 21:18, 19; 21:12, 13

Led, 9 Nîsan

Abba, Bavo! Her mecal ji destê te tê. Evê kasê ji min dûr xe. Lê bira xwestina min nîbe, lê ya te be (Marq. 14:36).

Çaxê hûn ber zara duada ji Yehowa hîvî dikin wekî ne ku tenê alî zarên we bike, lê usa jî alî we bike, ewana wê hîn bin îtbariya xwe Yehowa bînin . Ana ku di Brazîlyayêda dijî dibêje: “Çaxê problêmên me hebûn, mesele çaxê kalikê min û pîrika min nexweş diketin, dê-bavê min ji Yehowa hîvî dikirin, ku qewatê û bîlaniyê bide wan, seva ku safîkirina rast bikin. Wana hela hê wedê gelek çetinda jî problêmên xwe didane destê Yehowa. Axiriyêda, ez hîn bûm ku îtbariya xwe Yehowa bînim”. Çaxê zarên we dibihên duayên we, mesele çaxê hûn dua dikin ku mêrxasiyê bistînin seva cînarê xwera şedetiyê bidin, yan jî mezinê xebatêra bêjin ku hûnê rojên civata mezin neçin ser xebatê, zarên we fem dikin ku hûn îtbariya xwe Yehowa tînin ku ew wê alî we bike, û ewana jî wê usa hîn bin. w15 1/11 1:7, 8

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 11 Nîsanê) Lûqa 20:1-47

Duşem, 10 Nîsan

Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe (Met. 22:37).

Tu dikarî hizkirina xwe hindava Yehowa qewî kî, hergê bifikirî ser pêşkêşeke wîye mezin, dêmek qurbana Kurê wî (2 Korn. 5:14, 15; 1 Yûhn. 4:9, 19). Çaxê tu bifikirî ser vê qurbanê û usa jî ku ew çi tê hesabê bona te, tuyê hêlan bî ku Xwedêra razîbûnê bidî kifşê. Razîbûna te hindava vê qurbanê dikare beramberî vê meselê be: Bide ber çevê xwe ku tu nuqî avê bûyî û kesekî tu xilaz kirî. Paşî wê yekê, gelo wê rast be ku tu herî mal, xwe ziha kî, û bîr kî ku ewî kesî bona te çi kir? Hilbet na! Tuyê ese xwe deyndarê wî hesab kî. Bi rastiyê tu bi emirê xwe deyndarê wîyî! Lê em hê zêde deyndarê Yehowa û Îsa ne. Ji bo vê hizkirina mezin, mecela me heye ku heta-hetayê bijîn cinetêda ser erdê! w16.03 2:16, 17

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 12 Nîsanê) Lûqa 22:1-6; Marqos 14:1, 2, 10, 11

Roja Bîranînê
Çaxê Ro Çû Ava
Sêşem, 11 Nîsan

Mesîh bona me mir (Rom. 5:8).

Gava Îsa ser ezmana bû, ewî timê Yehowara amin bû. Yehowa bi temamî îtbariya xwe Kurê xweyî tayî tenê dianî. Ser erdê Îsa çiqas jî rastî cêribandinên giran dihat, yeke amin dima û piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikir. Em gerekê gelek razî bin seva vê yekê ku Îsa bi saya mirina xwe heqê kirînê da, çimkî evê yekê mecal da meriva ku bijîn heta-hetayê dinya tezeda! Yûhennayê şandî nivîsî: “Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku ewî Kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn. Hizkirin ev e, ne ku me Xwedê hiz kir, lê ewî em hiz kirin û Kurê xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me” (1 Yûhn. 4:9, 10). w15 1/11 3:13, 14

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 13 Nîsanê) Lûqa 22:7-13; Marqos 14:12-16 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 14 Nîsanê) Lûqa 22:14-65

Çarşem, 12 Nîsan

Mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir (Rom. 5:12).

Çawa zuretên Adem, her kes ji me gune û mirin sitand. Tu kes ji me nikare bêje, “ku ez hewcê kirînê nînim”. Xizmetkarên Xwedêyî amin jî hewcê baxşandina Yehowa ne, kîjan ku bi saya kirîna Îsa ye. Em her kes gerekê fem bikin ku deynê meyî giran mera hatiye baxşandinê. Lê hizkirin û remtiya Yehowa gerekê me berbi çi hêlan ke? Hergê dilê meda xeyd heye, em gereke çev bidine Yehowa di baxşandinêda (Nehem. 9:17; Zeb. 86:5). Hergê em ji Yehowa razî bin ji bo wê yekê ku ewî deynê meyî giran baxşande me, hingê emê jî bixwazin bi dil bibaxşînine xûşk-bira. Hergê em yên din hiz nekin û nebaxşînine wan, emê nikaribin hizkirin û baxşandina Xwedê bistînin (Met. 6:14, 15). Rast e baxşandin wê nikaribe biguhêze tiştên derbazbûyî, yê ku dilê me êşandin, lê ew yek wê eseyî axiriya me di aliyê başda biguhêze. w16.01 2:5, 15-17

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 14 Nîsanê) Lûqa 22:66-71

Pêşem, 13 Nîsan

Hûnêd ku li pey min tên, ser donzdeh kursiya rûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin (Met. 19:28).

Giliyên jorê Îsa got, wekî alî Petrûs û şagirtên xwe bike, ku ewana bidine ber çevê xwe, ku ça ewana wê ser ezmana tevî Îsa serwêrtiyê bikin, û alî merivên guhdar bikin ku bibine qedandî. Xizmetkarên Yehowa timê karê distandin, çaxê difikirîn derheqa sozên Xwedê. Habîl dida ber çevê xwe axiriya baş, ya ku Yehowa soz dabû, û bi wê baweriya xwe ewî dilê Yehowa şa dikir. Birahîm ew wede dida ber çevê xwe, çaxê sozên Yehowa derheqa “zuret” bê sêrî. Û lema ewî gura Yehowa dikir, hela hê çaxê gelek çetin bû jî (Destp. 3:15). Mûsa hîviya xelatê bû ku Yehowa soz dabû, û evê yekê alî wî kir ku Yehowa hiz ke û wîra amin bimîne (Îbrn. 11:26). Çaxê em didine ber çevê xwe wî wedeyî ku Yehowa hemû sozên xwe bîne sêrî, bawerî û hizkirina me hindava wî qewî dibe. w15 1/5 3:17, 18

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 15 Nîsanê) Metta 27:62-66

Înî, 14 Nîsan

Mesîh . . . nexşek wera hişt, wekî hûn pêgeha wîda herin (1 Pet. 2:21).

Ew merivê, ku dixwaze bibe Mesîhiyê gihîştî, çev dide mesela Îsa û dixwaze Kitêba Pîroz çiqas dikare rind fem ke. Ew timê Kitêba Pîrozda rastiyên kûr digere, çimkî zane, ku ew “xwarina giran bona merivêd gihîştî ye” (Îbrn. 5:14). Mesîhiyê gihîştî dixwaze, ku ji Kitêba Pîroz zanebûna rast bistîne (Efes. 4:13). Lema pirsa bide xwe: “Ez her roj Kitêba Pîroz dixûnim? Cem min heye bername bona hînbûna şexsî? Ez her heftî qulixkirina tevî malbetê derbaz dikim?” Çaxê tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, prînsîpên usa bigere, kîjan ku wê alî te bikin pêbihesî, ku Yehowa ça difikire û çi texmîn dike. Paşê ewan prînsîpa bide xebatê, çaxê safîkirina dikî. Ew yek wê alî te bike, ku tevî Yehowa hê nêzîk bî. w15 1/9 1:5, 9, 10

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 16 Nîsanê) Lûqa 24:1-12

Şemî, 15 Nîsan

Mesîh e, qewata Xwedê (1 Korn. 1:24).

Îsa bi temamî zane derheqa tebiyetê. Ew zane ku çawa bide xebatê û dikare hukum ke ser tebiyetê. Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî eyan kir ku Xwedê qewat daye wî û ku ew dikare ser tebiyetê hukum ke. Bide ber çevê xwe evê derecê: Pêlê avê qeyîkê dixin, û av jî dikeve qeyîkê. Dengê firtonê tê û qeyîk virda-vêda diheje, lê Îsa raza ye, çimkî gelek westiyayî bû. Şagirt gelek tirsiyan, lema Îsa hişyar kirin û gotin: “Em unda dibin!” (Met. 8:25) Lê Îsa çi kir? Ew rabû û gote ba û berê: “Bisekine, ker be!” (Marq. 4:39). Paşî wan giliya firtona xof xilaz bû, û “hemû tişt seqirîn”. Ew mesela qewî eyan dike, ku Îsa dikare ser tebiyetê hukum ke. w15 1/6 1:12-14

Led, 16 Nîsan

Nanê meyî rojê roj bi roj bide me (Met. 6:11).

Paşî wê yekê çaxê Îsa duakirin hîn kir, ewî hîn kir wekî em derheqa tiştên matêrîalî gelek xem nekin. Ewî got ku, hergê Yehowa hela hê derheqa gîhayê çolê jî xem dike, “çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno?” Paşê Îsa dîsa wekiland û got: “Bona roja sibê xema nekin” (Met. 6:30-34). Dêmek em divînin wekî mera nelazim e, bona hewcên axiriyê dişirmîş bin û xem bikin. Dewsê, em gerekê derheqa hewcên her rojî xem bikin. Mesele, em dikarin dua bikin wekî cî-sitara me hebe, xebata me hebe wekî malbeta xwe xwey kin û derheqa bîlaniyê, seva ku safîkirinên baş bikin bona sihet-qewata xwe. Lê dîsa hene tiştên hê gelek ferz, derheqa çi jî em gerekê dua bikin. Îsa usa jî got, ku “însan tenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikeve” (Met. 4:4). Dêmek, em gerekê usa jî dua bikin, ku Yehowa timê me hîn ke, û alî me bike seva ku berdewan kin nêzîkî wî bin. w15 1/6 5:4, 7, 8

Duşem, 17 Nîsan

Me nebe cêribandinê (Met. 6:13).

Timê ji Yehowa hîvî ke, ku alî te bike ji bênamûsiyê birevî, hela hê hingê jî gava ev yek çetin e. Pêşiya ku em derheqa Yehowa pêhesiyan, diqewime me tiştên usa dikir, çi ku wî xweş nedihatin. Û dibeke heta niha em tevî wan xwestinên xweye nerast şer dikin. Lê Yehowa dikare alî me bike ku em bêne guhastinê û vê yekê bikin çi ku wî xweş tê. Mesele, çaxê Dawid Padşa tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir, paşê ewî tobe kir û lavaya Yehowa dikir, ku “dilekî paqij” bide wî û alî wî bike ku ew guhdar be (Zeb. 51:10, 12). Lema jî, hergê berêda heta niha em tevî xwestinên xweyî necayîz şer dikin, Yehowa dikare alî me bike, ku em gura wî bikin û vê yekê bikin, çi ku rast e. Û usa jî ew dikare alî me bike, ku em bikaribin fikirên xwe kontrol bikin (Zeb. 119:133). w15 1/6 3:5, 6

Sêşem, 18 Nîsan

Serketin bi gelek şîretkara tê (Metlk. 24:6)

Gelek xûşk-birên emirda mezin guhastinên teşkîletêda xwexa dîtine. Mesele, tê bîra wan çaxê dewsa koma rûspiya, civatada hebû tenê xizmetkarekî civatê, çaxê welatda dewsa Komîtêya Fîlîalê, xizmetkarekî fîlîalê hebû, yan jî çaxê dewsa Koma Rêberiyê, prêzîdêntê Civaka Birca Qerewiliyê rêberî dida. Rast e wî çaxî hebûn alîkarçî kîjan ku alî wan bira dikirin, lê yeke tenê yek bû yê cabdar bona safîkirina di civatada, fîlîalada, û di ofîsa serekeda. Paşî sala 1970, guhastin hatine kirinê, dêmek dewsa yekî, îda koma rûspiya cabdar bû bona safîkirinên di civatêda. Ew guhastin hatine kirinê ser hîmê vê yekê, ku Kitêba Pîroz diha rast hate femkirinê. Dewsa ku tenê merivek hemû safîkirina bike, niha îda koma rûspiya safîkirina dikin, û teşkîlet jî karê distîne ji hunurên hemû rûspiyaye baş, yên ku Yehowa daye ça “pêşkêş bi cûrê meriva” (Efes. 4:8, DT). w15 1/7 1:14, 15

Çarşem, 19 Nîsan

Ew ne ji dinyayê ne (Yûhn. 17:16).

Qulixkarên Yehowa tevnebûyînê xwey dikin û ewana nakevine nava dew-doza vê dinyayê, kîjan ku firqiyê dikine orta meriva, mileta, û kûltûra. Çira? Çimkî em Yehowa hiz dikin, wîra amin in, û gura wî dikin (1 Yûhn. 5:3). Firqî tune em ji kîderê ne yan jî kîderê dijîn, em timê prînsîpên Xwedê diqedînin. Aminiya hindava Yehowa û Padşatiya wî, ji hemû tişta ferztir e (Met. 6:33). Lema jî em dikarin bêjin ku em “ne ji dinyayê ne” (Îşa. 2:4; Yûhn. 17:11, 15, 16). Îro gelek meriv amin in welatê xwera, usa jî milet, kûltûra, û hela hê koma xweye sportêra jî. Lê yazix, ew yek gelek car dibe meniya şer-dewa, meriv hevdu nefret dikin, û hela hê hevdu dikujin jî. Lê tu dikarî tevnebûyînê xwey kî, yan tuyê piştgiriya kesekî bikî? w15 1/7 3:1, 2

Pêşem, 20 Nîsan

Her tişt bira bi terbet, cî bi cî û maqûlî be (1 Korn. 14:40).

Yehowa Xwedayê temiz û pîroz e. Ew Xwedayê terbet e. Lema jî em gerekê Oda Civata xwe temiz û cîwar xwey kin (1 Korn. 14:33). Lê seva ku em mîna Yehowa temiz û pîroz bin, em gerekê ne ku tenê temizaya qulixkirina xwe, fikirên xwe û şixulên xwe xwey kin, lê usa jî temizaya fîzîkî (Eyan. 19:8). Çaxê em meriva teglîfî civatê dikin, em firnaq dibin ku Oda Civata me temiz û bedew e. Û meriv jî divînin, ku bi rastiyê jî em wê yekê dikin, derheqa çi ku dannasîn dikin, dêmek derheqa dinya teze. Ewana wê bivînin ku em Xwedayê temiz û pîrozra qulix dikin, kîjan ku wê erdê bike cineta bedew (Îşa. 6:1-3; Eyan. 11:18). Firqî tune em kîderê dijîn û merivên dor berê me aliyê temizayêda ça nin, lê em gerekê timê Oda Civata xwe temiz xwey kin. Çimkî li wî ciyî em Yehowara qulix dikin (Qan. Dcr. 23:14). w15 1/7 4:13-15

Înî, 21 Nîsan

Bona vê yekê hişyar bimînin (Marq. 13:35).

Çaxê peyçûyên Îsa fem kirin, ku sala 1914 Îsa destpêkir serwêrtiyê bike wana fem kir, ku xilazî dikare nişkêva bê. Lema jî wana destpêkir hazir bin bi wê yekê, ku şixulê dannasînkirinêda hê zêde bikin. Îsa got, ku diqewime ew dereng bê “nîvê şevê . . . yan serê sibehê”. Wekî usa ne, peyçûyên Îsa gerekê çi bikirana? Îsa got: “Hişyar bimînin”. Dêmek hergê em difikirin, ku em gelek wext hîviyê ne ew yek nayê hesabê, ku xilazî hê dûr e, yan jî wê jîyîna meda nebe. Bide ber çevê xwe, ku tu dinya tezeda yî. Hemû tişt çi ku derheqa rojên axiriyê hatibû pêxembertîkirinê hate sêrî, çawa ku Yehowa gotibû. Û tu hê zêde îtbariya xwe Yehowa tînî û usa jî tu hê zêde bawer î, ku ew wê hemû sozên xweyî din jî bîne sêrî. Tu usa gelek ji Yehowa razî yî, ku ewî xilazî wededa anî û ku ewî cimeta xwera pêşda got, ku ewana berdewam kin hîviyê bin (Kar. Şand. 1:7; 1 Pet. 4:7). w15 1/8 2:10, 11, 14

Şemî, 22 Nîsan

Her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê (2 Tîmt. 3:12).

Gelek meriv seva wedê xwe derbaz kin, tiştên usa dinihêrin yan jî dikin, ku zorbetî yan bênamûsî têda heye, yan jî sêrbaziyêva û cadûbaziyêva girêdayî ne. Mesele, Întêrnêt, bernamên têlêvîsiyonê, kitêb, û jûrnal gelek car zorbetiyê û bênamûsiyê hesab dikin ça tiştekî normal. Û meriv xwexa jî tiştên usa dikin, kîjan ku berê hesab dikirin gelek ecêb. Lê niha îda usa normal hesab dikin, ku hine welatada ew yek bi qanûnî ye. Lê ew nayê hesabê ku Yehowa tiştên usa qebûl dike (Rom. 1:28-32). Di qirna yekêda jî, meriv tiştên usava mijûl dibûn, kîjanada ku zorbetî û bênamûsî hebû. Lê peyçûyên Îsa tiştên usa nedikirin, çimkî ewana bi prînsîpên Xwedê dijîtin. Ew yek bona merivê dor ber “ecêbmayî” bû. Meriva qerfê xwe Mesîhiya dikirin û pey wan diketin (1 Pet. 4:4). w15 1/8 4:2, 3

Led, 23 Nîsan

Gava her pareke bedenê şixulê xwe dike, hizkirinêda xwexa digihîje û mezin dibe (Efes. 4:16).

Mesîhiyê gihîştî tifaqê dike nava civatê (Efes. 4:1-6, 15). Çawa Mesîhî, nêta me ew e “hevva girêdayî” bin, dêmek tevî hev yektiyêda şixulkariyê bikin. Seva ku Mesîhî bi vî cûreyî yektiyêda be, ew gerekê milûk be. Çaxê Mesîhiyê gihîştî rastî neqedandîbûna kesekî din tê, ew heta wî heye dixebite seva ku di civatêda yektiyê xwey ke. Lema jî pirsê bide xwe: “Ez ça xwe didime kifşê çaxê xûşk yan bira şaşiya dikin? Ez çi texmîn dikim çaxê kesek dilê min dêşîne? Ez tevî wî merivî îda xebernadim? Yan ez dixebitim ku heleqetiya xwe tevî wî merivî baş kim?“ Mesîhiyê gihîştî dixwaze ku problêma safî ke, dewsa ku bona merivên din bibe problêm. Lê tu civatêda yektiyê xwey dikî? w15 1/9 1:12, 13

Duşem, 24 Nîsan

Xebera te rastî ye (Yûhn. 17:17).

Îsa bawer bû, ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye û ew şîreta lape baş dide. Seva ku çev bidine Îsa, em gerekê Kitêba Pîroz her roj bixûnin, lêkolîn bikin û bifikirin ser wan dersa, ku em hîn dibin. Em usa jî gerekê bigerin caba wan pirsa, kîjan ku dikarin cem me pêşda bên. Mesele, tu qayîm bawer î, ku em dijîn rojên axiriyêda? Hergê tu pêxembertiyên Kitêba Pîroz, kîjan ku îzbat dikin ku em dijîn rojên axiriyêda lêkolîn bikî, tuyê baweriya xwe qewî kî, ku xilazî nêzîk e. Tu dixwazî baweriya xwe hindava sozên Yehowa bona axiriyê qewî kî? Lêkolîn bike wan pêxembertiyên Kitêba Pîroz, kîjan ku îda hatine sêrî. Tu bawer dikî, ku Kitêba Pîroz îro jî kêrhatî ye? Tu dikarî bixûnî derheqa wan xûşk û bira, yên ku bi saya Kitêba Pîroz emirê xwe hê baş kirine (1 Têsln. 2:13). Lê tu ça dikarî çev bidî mesela Îsa? Bifikire ser sozên Yehowayî baş (Îbrn. 12:2). Ser wan sozên Yehowa usa bifikire, ku ew ne tenê bona hemû meriva ne, lê usa jî xût şexsî bona te. w15 1/9 3:16, 17

Sêşem, 25 Nîsan

Hebûka xweva qedirê Xudan bigire (Metlk. 3:9).

Em ça dikarin hizkirina xwe Yehowara bidine kifşê? Em evê yekê dikarin bikin, hergê çi ku heye bal me bidine xebatê, seva ku wî rûmet kin. Mesele, em dikarin pera qurban kin, seva ku alî şixulê Padşatiyê bikin di civata xweda û nav temamiya dinyayêda. Firqî tune cem me hindik heye yan zef, her kes ji me dikare hebûna xwe bide xebatê, seva ku hizkirina xwe Yehowara eyan ke (2 Korintî 8:12). Lê em dîsa bi cûrekî mayîn jî dikarin Yehowara bidine kifşê, ku em wî hiz dikin. Îsa em hîn kirin ku em berê pêşin Padşatiya Xwedê bigerin û derheqa xwarinê û kinca xema nekin. Çimkî Bavê me soz dide, ku çi ku mera lazim e, ew wê bide me (Metta 6:31-33). Em îtbariya xwe Yehowa tînin û zanin ku ew wê xweyê sozê xwe be. Çaxê em kesekî hiz dikin, em îtbariya xwe wî tînin. Rastî jî, çiqas zef em îtbariya xwe Yehowa tînin, haqas zef em wîra didine kifşê, ku wî hiz dikin (Zebûr 143:8). Em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo nêtê min û ew ku ez ça wedê xwe û qewata xwe xerc dikim, eyan dikin ku ez bi rastiyê Yehowa hiz dikim? Gelo ez her roj îtbariya xwe Yehowa tînim, ku ew bona hewcên min xem bike?” w15 1/9 5:7, 8

Çarşem, 26 Nîsan

Bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê (Îbrn. 11:6).

Te qe pirseke usa daye xwe: “Gelo Yehowa wedê tengasiya mezin wê min xilaz ke?” Hunurekî lapî ferz, kîjan ku mera lazim e seva ku xilaz bin, ew heye bawerî. Pawlosê şandî digot derheqa baweriya “hêja”, dêmek ya cêribandî (1 Pet. 1:7). Tengasiya mezin gelek nêzîk e û em dixwazin, ku baweriya meye qewî hebe, ku em xilaz bin (Îbranî 10:39). Lema mera lazim e gelek bixebitin, seva ku baweriya xwe qewî kin. Em dixwazin nava wan merivada bin, kîjan ku Îsa Mesîh wê wedê hatina xwe wan xelat ke ji bo baweriya wan. Em jî mîna wî merivî, kîjanî ku ji Îsa hîvî kir ku baweriya wî zêde ke, dikarin bêjin: “Alîkariya nebaweriya min bike!” (Marq. 9:24). Yan jî, em dibeke mîna şandiya bêjin: “Baweriya me zêde ke” (Lûqa 17:5). w15 1/10 2:1, 2

Pêşem, 27 Nîsan

De werin em hemû giraniyê . . . ji xwe dûr xin (Îbrn. 12:1).

Pawlos hemû tişt hîşt û dîna xwe da ser vê çi ku “here qenc e”. Ew şixulê belakirina mizgînêda gelek dixebitî û diçû gelek ciya. Mesele, ew diçû Sûryayê, Asya Biçûk, Makedonyayê, û Cihûstanê. Pawlos gelek hîviya xelata xwe bû, dêmek jîyîna heta-hetayê ser ezmana. Ewî got: “Tiştêd pişt xweva hiştî bîr bikim, xwe bavêjime yêd pêşiya xwe, dicedînim bigihîjime meremê xwe” (Fîlî. 1:10; 3:8, 13, 14). Pawlos nezewicî bû, û evê yekê alî wî kir, ku “bi dil û can şixulêd Xudanva” mijûl be (1 Korn. 7:32-35). Mîna Pawlos, hinek ji xizmetkarên Yehowa safî dikin ku nezewicin, çimkî usa ewana dikarin belakirina mizgînêda hê zêde bikin (Met. 19:11, 12). Cabdariyên yên azep hê hindik in, ne ku yên zewicî. Lê firqî tune em azep in yan na, her kes ji me dikare “hemû giraniyê  . . . ji xwe” dûr xe, kîjan ku dikarin xizmetiya me Yehowara egle kin. Dibeke mera lazim e bal xwe hine tişt biguhêzin çi ku mera bûne xeyset, çimkî usa emê wedê xwe badîhewa xerc nekin û bikaribin hê zêde Yehowara xizmet bikin. w15 1/10 3:15, 16

Înî, 28 Nîsan

Merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabiyêda pêşda herin (2 Tîmt. 3:13).

Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê: “Ya Xudan, dizanim ku, rêya mirov ne di destê wîda ye; gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşe de ye” (Yêrem. 10:23). Terîxiyê zelal îzbat kir ku ew gilî rast in. Çaxê Yehowa meriv çêkir, ewî ew fereset yan jî îzin ne da wan, ku bêyî rêberiya wî xwexa ser xwe serwêrtiyê bikin. Yehowa ku hîşt zulmî ser wedekî kin hebe, bi wê yekê ewî usa jî îzbat kir ku tenê serwêrtiya wî baş e. Axiriyêda Xwedê wê hemû zulmiyê kuta ke. Û hergê paşî wê yekê dîsa kesek serwêrtiya wîye bi hizkirin bike bin şikê, wê Xwedêra îda lazim nîbe îzbatkirina wî kesî. Xwedê dikare terîxiya însanetê bide xebatê ça îzbatkirin, ku merivên miqabil gerekê derbêra bêne kutakirinê. Zulmî wê tu car îda tune be. w15 1/11 3:5, 6

Şemî, 29 Nîsan

Xwedêyê edilayiyê,  . . . bira ew we her tiştêd qencva hazir ke, ku hûn emirê wî bikin (Îbrn. 13:20, 21).

Îsa hiz dikir derheqa Padşatiya Xwedê xeberde. Çaxê ew li ser erdê bû ewî diha zef xeberdida derheqa Padşatiyê, ne ku ser têmeke din. Ewî wedê xizmetkirinê 100 carî zêdetir besa Padşatiyê kiriye (Met. 12:34). Îsa paşî saxbûnê rastî 500 meriva zêdetir hat (1 Korn. 15:6). Dibeke wî çaxî Îsa temî da ku mizgînê bela kin “hemû miletara”. Lê ew şixul hêsa nîbû. Ewî gote wan ku şixulê belakirina mizgînê wê berdewam be heta “axiriya dinyayê”. Û çaxê em mizgînê bela dikin, em evê pêxembertiyê tînin sêrî (Met. 28:19, 20). Lema jî, seva ku em mizgînê bela kin Yehowa “her tiştêd qenc” daye me (Met. 28:19, 20). w15 1/11 5:1-3

Led, 30 Nîsan

Heta-hetayê navê min ev e (Derk. 3:15).

Navê Xwedê ji çar herfên Îbranî ye, ser kîjanî tê gotinê Têtragramaton. Têtragramaton em dikarin bivînin di gelek manûskrîptên Îbranîye kevinda, mesele di kitêbên Gulometkkirî ya Bera Mirî. Usa jî di hine kopîên “Sêptûagînta” Yûnanîda dikarin bivînin. Ew kopî hatine çêkirinê 200 sal pêşiya Mesîh û heta 100 sal paşî Mesîh. Gelek meriv ecêbmayî dimînin çaxê divînin ku çiqas gelek car navê Xwedê heye di manûskrîptên kevinda. Eyan e, ku navê Xwedê gerekê hebe Kitêba Pîrozda. Lê gelek welger navê Xwedê nadin xebatê. Di sala 1952-da welgerandina “Vêrsîa Amerîkaya Standart” (“American Standard Version”), ya tezekirî derket. Di Welgerandina ya sala 1901, welgera navê Xwedê dane xebatê, lê derxistina ya tezekirî sala 1952 nedane xebatê. Gelo çira? Welgerên wê derxistinê difikirîn ku xebitandina navê Xwedê “qe necayîz e”. Û gelek welgerandinên dinêda jî, li ser zimanê Înglîzî û li ser zimanên din, navê Xwedê nenivîsîn. w15 1/12 2:3-5

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin