Hezîran
Pêşem, 1 Hezîran
Zarê şîrin hestûya hûrdexweşî dike (Metlk. 25:15).
Hela hê çaxê kesek tiştekî usa mera dibêje ku dilê me dêşîne, em bi xeberdana xweye nerm dikarin tiştekî gelek baş bikin (Metlk. 15:1). Werên em meselekê binihêrin. Xûşkeke me kurê xwe tenê mezin dikir. Kurê wê tiştên xirab dikir, hin jî Yehowara xizmet dikir. Xûşkek civatêda ber dilê wêda hat, û jêra got: “Yazix, ku mezinkirina zarêda cefê te badîhewa çû”. Ew dê sekinî, fikirî û paşê got: “Rast e, niha hal nebaş e, lê yeke mezinkirina wî hê berdewam dibe. Were derheqa wê têmayê paşî Harmegedonê xeberdin. Vî çaxî hemû tişt wê eyan be”. Ew dayîk hêrs neket û tevî vê xûşkê nerm bû, lema jî ewana dîsa man hevalên hev. Hin jî, kurê wê xeberdana diya xwe bihîst û fem kir wekî diya wî bawer dike, ku ew dikare xwe biguhêze. Û axiriyê, ewî îda tevî hevalên xirab hevaltî nedikir, û ew hate nixumandinê, paşê jî di Beytelêda xizmet dikir. Firqî tune em tevî xûşk-bira xeberdidin, yan tevî malbeta xwe, yan tevî wan em kê nas nakin, gerekê xeberdana me timê “merîfetî û xwêkirî be” (Kols. 4:6). w15 1/12 3:15, 17
Înî, 2 Hezîran
Zimanêd mîna alava êgir . . . ser her yekî ji wan danîn (Kar. Şand. 2:3).
Hergê hûn yek ji wan şagirta bûna, weyê ew roj tu car bîr nekira. Hûnê tu car dudilî nîbûna ku hûn bi ruhê pîroz hatine kifşkirinê, îlahî hergê we jî bistanda ev fereset ku ser zimanên xerîb xeberdin (Kar. Şand. 2:6-12). Lê gelo hemû rûnkirî usa têne kifşkirinê, çawa ku ew koma ku weke 120 meriva bûn? Na. Wê rojê hinekên ku Orşelîmêda bûn, wedê nixumandina xwe hatine rûnkirinê (Kar. Şand. 2:38). Zimanê agir nehate ser serê wan. Hin jî, ne hemû Mesîhiyên rûnkirî wedê nixumandina xwe têne kifşkirinê. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê ku merivên Samerî, hinek wede paşî nixumandina wan bi ruhê pîroz hatine rûnkirinê (Kar. Şand. 8:14-17). Dereca lap cûrekî mayîn jî hebû, mesele Kornîlîûs û malbeta wî hatine rûnkirinê pêşiya nixumandina xwe (Kar. Şand. 10:44-48). w16.01 3:3, 5
Şemî, 3 Hezîran
Yektiya Ruh pê hevgirêdana edilayiyê xwey kin (Efes. 4:3)
Rûnkirî usa nafikirin ku Xwedê ruhê xweyî pîroz wanra hê zêde dide, ne ku yên nerûnkirîra. Ewana nabêjin ku zanebûna wan hê zêde ye. Û ewana ne jî didine kifşê, ku ji yên din baştir in. Û ewana tu kesîra nabêjin ku ew jî rûnkirî ye, û ku ew gerekê sîmbola bixwe. Çimkî ewana zanin ku tenê Yehowa dijbêre, ku kê wê bê bijartinê. Rûnkirî hîviyê nînin ku yên din cûrekî mexsûs wana hurmet kin. (Efes. 1:18, 19; Fîlî. 2:2, 3) Ruhê Yehowayî pîroz, şexsî şedetiyê dide wan ku ewana rûnkirî ne. Û tu kes derheqa vê yekê nizane. Lema rûnkiriyara ecêbmayî nîne, hergê hine meriv derbêra nikarin bawer kin ku ewana bi rastiyê rûnkirî ne. Çimkî Kitêba Pîroz şîretê dide, ku em gerekê derbêra bawer nekin, hergê kesek dibêje ku ewî ji Xwedê cabdariya mexsûs standiye (Eyan. 2:2). w16.01 4:6, 7
Led, 4 Hezîran
Çiqasî kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! (Rom. 11:33).
Yehowa aliyê xweda gelek cara Birahîm û Sera bi keremetî xwey kir (Destp. 12:10-20; 20:2-7, 10-12, 17, 18). Ewan tişt çi ku Birahîm bi çevê xwe dîtibû baweriya wî qewî kirin. Gelo em dikarin bibine dostên Yehowa? Hilbet erê! Zanebûna Kitêba Pîroz dikare alî me bike û meselên ku Kitêba Pîrozda hene. Em niha hê zêde zanin ne ku Birahîm zanibû (Dan. 12:4). Ew xizne ku tije ye Xebera Xwedêda, ew dikare zanebûna me derheqa “Efirandarê erd û ezman” hê kûr ke (Destp. 14:22). Hin jî ew zanebûn alî me dike ku em qedirê Xwedê bigirin û wî hiz kin. Hizkirin û qedirê hindava Xwedê jî alî me dikin ku em gura wî bikin. Usa em destpêdikin îtbariya xwe wî bînin, çimkî divînin ku çaxê em gura wî dikin, em karê distînin. Em zanin ku qanûnên wî me xwey dikin û ku ew me kerem dike û qewî dike. Em divînin û hîn dibin ku çaxê em bi dil û can Xwedêra xizmet dikin, ev yek hewasê mera tîne, usa jî edilayê û şabûnê (Zeb. 34:8; Metlk. 10:22). Çaxê zanebûn û îtbariya me hindava Yehowa zêde dibe, baweriya me û dostiya me tevî wî qewî dibe. w16.02 1:7, 8
Duşem, 5 Hezîran
Alî xulamê xwe, Îsraêl kir, çawa kal-bavêd me (Lûqa 1:54, 55).
Ew gilî eyan dikin, ku Meryemê Nivîsarên Pîroz rind zanibû. Giliyên wê gelek mîna wan giliyên Hanna diya Samûyêl in, yên ku ewê duayê xweda gotibû (1 Sam. 2:1-10). Usa jî tê kifşê ku Meryemê vê xeberdana xweda weke 20 cara rêzên ji Nivîsarên Pîroz wekilandiye. Eyan e ku Meryemêra çetin nîbû derheqa tiştên ruhanî xeberdide. Ewê hiz dikir xeberde derheqa rastiyê, kîjan ku pêdihesiya ji Yehowa, dêmek Dostê xweyî mezin, û usa jî ji Xebera wî. Mîna Meryemê, dibeke em jî cabdarîke usa bistînin, kîjan dibeke mera bê kifşê ku em nikarin bikin. De were em çev bidine Meryemê, û bi milûktî qebûl kin hemû şixulê ku Yehowa bide me. Hin jî îtbariya xwe Yehowa bînin ku ew wê alî me bike. Em usa jî dikarin çev bidine baweriya Meryemê, ku guh bidine Yehowa û bifikirin ser vê yekê çi ku em pêdihesin derheqa wî û qirara wî. Û çi jî em pêdihesin, were bi şabûnê merivara gilî kin (Zeb. 77:11, 12; Lûqa 8:18; Rom. 10:15). w16.02 2:17, 18
Sêşem, 6 Hezîran
Ji we kîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşiyê rûnenî nede ber hesêb, gelo qewata wîyê bigihîjê bîne sêrî yan na? (Lûqa 14:28).
Her sal bi hezara cahil nav temamiya dinyayê têne nixumandinê (Waîz 12:1). Dê-bav û rûspiyên civatê dixwazin bawer bin ku cahil dilê xweda xwexa safî kiriye ku bê nixumandin, û usa jî fem dike ku çi tê hesabê bê nixumandin. Tesmîlbûyîn û nixumandin destpêka jîyîna Mesîhîtî ye. Wedê wê jîyîna teze meriv wê gelek kerema ji Yehowa bistîne, lê usa jî wê ji Şeytan peyketin hebin (Metlk. 10:22; 1 Pet. 5:8). Lema dê-bavên ku Mesîhî ne, zarên xwe hîn dikin ku çi tê hesabê bibine şagirtên Mesîh. Lê ew cahilên ku dê-bavê wan Mesîhî nînin, dikarin alîkariyê ji rûspiya bistînin, seva ku fem bikin çi tê hesabê tesmîlbûyîn û nixumandin (Lûqa 14:27-30). Çawa ku lazim e pêşda hesaba bikin seva ku avayê baş ava kin, usa jî lazim e pêşda hazir bin ku “heta xilaziyê” bi aminiyê Yehowara xizmet kin (Met. 24:13). w16.03 1:1, 2
Çarşem, 7 Hezîran
Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta, lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e (Kar. Şand. 10:34, 35).
Çimkî Qanûna Mûsa tenê cimeta Îsraêlra hate dayînê. Lê Îsraêla ruhanî, ne ji miletekî bû. Cûre-cûre milet dikete nava Îsraêla ruhanî. Qanûna Mûsa ku Îsraêlra hate dayînê, ser kevir dihate nivîsarê. Lê bona Îsraêla ruhanî, “qanûna Mesîh”, kîjan ku heçî zef ser hîmê prînsîpa ye, gerekê dilê wanda be. Û ev “qanûna Mesîh” gerekê rêberê Mesîhiya be, û firqî tune ewana ji kîderê ne (Galt. 6:2). Îsraêla ruhanî kareke mezin stand ji rêberiya Yehowa ku ewî bi saya Îsa daye. Pêşiya ku Îsa peymana teze girêda, ewî du temiyên ferz da. Temiya pêşiyê, tevî şixulê belakirina mizgînê girêdayî ye. Ya duda, dida kifşê ku Mesîhî xwe ça gerekê bidine kifşê û gerekê ça bin hindava hevduda. Ew temî bona hemû Mesîhiya bûn. Dêmek ew îro bona mene jî, û firqî tune em hîviya jîyîna ser ezmana ne, yan ser erdê. w16.03 4:10, 11
Pêşem, 8 Hezîran
Qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin (Rom. 12:10).
Pêşiya ku rûspî destpêke bira hîn ke, ew gerekê qewatê xerc ke wekî wîra bibe heval. Ew yek ku rûspî çi bike wekî şagirtara hewas be, girêdayîye tevî derece û kûltûrayê. Firqî tune tu ku dijîyî, hergê tu wede hildidî ji grafîka xweye tije û xerc dikî bona şagirt, ew wê bizanibe ku ew bona te ferz e. Şagirt wê ese ji te gelek razî be, wekî tu bona wî xem dikî û wedê xwe bona wî xerc dikî. Rast e hînkarê cêribandî hiz dike ku yên din hîn ke, lê ew usa jî gerekê wî merivî hiz ke kîjanî hîn dike. (Beramber kin Yûhenna 5:20.) Çira ew yek ferz e? Çaxê şagirt texmîn dike ku tu wî hiz dikî, ew wê bixwaze û hazir be wekî ji te hîn be. Dêmek rûspî gerekê ne ku tenê qewatê xerc ke seva hîn ke, lê usa jî gerekê bibe hevalê baş (Metlk. 17:17; Yûhn. 15:15). w15 1/4 1:19, 20
Înî, 9 Hezîran
Yehowa bi kotîbûnê ew padşa ceza kir û ew heta mirina xwe kotî ma (2 Padş. 15:5, DT).
Heger derheqa Azarya Padşa (Ûzîya Padşa) Kitêba Pîrozda înformasiya hûr bi hûr tune bûya, çawa ku serhatiyên din ji Kitêba Pîroz, wî çaxî tuyê çi dişirmîş bî? (2 Padş. 15:7, 32; 2 Dîr. 26:3-5, 16-21) Dibek tuyê dudilî bî, gelo Yehowa rast kir yan na? Yan tuyê hesab kî, wekî Kitêba Pîroz çiqas înformasiya dide, têrê dike ku îtbariya xwe Xwedê bînî, û dudilî nebî wekî Yehowa hertim usa dike ça ku rast e? (Qan. Dcr. 32:4) Çiqas hê zêde tu Xwedê nas dikî çawa Kes, haqas hê zêde tuyê wî hiz kî û îtbariya xwe wî bînî. Û wî çaxî tera wê lazim nîbe ku bizanibî meniyên hemû kirên wî. Çaxê tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, Yehowa dibe kesê rêalî bona te û tu nêzîkî wî dibî (Zeb. 77:12, 13). w15 1/4 3:8, 10
Şemî, 10 Hezîran
Pesinê Xudan bidin, milyaketêd Wîye xweyîqewat, ku hûn diqedînin gotina wî, dikin guhdariya dengê wî (Zeb. 103:20).
Milyaket gelek qewat in. Ewana gelek aqil in û ji meriva qewattir in. Hilbet, milyaketên amin qewata xwe rast didine xebatê. Mesele, milyaketekî Yehowa 185 000 eskerên Aşûrê ku dijmin bûn kuşt. Evê yekê merivek nikare bike, hela ordîke mezin jî nikare (2 Padş. 19:35). Carekê jî milyaketekî qewata xwe da xebatê û şandiyên Îsa ji kelê derxistin. Rast e nobedar dûr nîbûn, lê nedîtin ça milyaket derî vekir, şandî derxistin, û ber çevê wan derî dada (Kar. Şand. 5:18-23). Milyaketên amin qewata xwe bona qenciyê didine xebatê, lê Şeytan bona xirabiyê. Bi rastiyê qewata Şeytan jî gelek mezin e û hukumê wî jî heye. Kitêba Pîroz wî nav dike çawa “serwêrê vê dinyayê” (Yûhn. 12:31). w15 1/5 1:5, 6
Led, 11 Hezîran
Ji we tu kes bi guna nexape, nebe serhişk (Îbrn. 3:13).
Firqî tune em zewacêda nin yan azep in, em gerekê gelekî bixebitin seva ku miqabilî hemû cûre bênamûsiyê herin. Lê gelo ew yek hêsa ye? Na! Mesele, hergê tu cahil î, tu dibeke bibihêyî ça hevalên teye dersxanê payê xwe didin, ku tevî kê jî bixwazin bênamûsiyê dikin. Ewana usa jî dikarin payê xwe bidin derheqa sêkstîngê, dêmek, şandina nemek yan şikilên bênamûsî bi têlêfona. Di hine welatada, sêkstîngê hesab dikin tiştekî usa xirab, ça belakirina pornografîa zara. Kitêba Pîroz dibêje: “Lê ewê ku qaviyê dike, miqabilî bedena xwe guna dike” (1 Korn. 6:18). Bi heleqetiya sêksûalî nexweşiyên giran bela dibin, û axiriya wê yekê gelek cefa û mirin e. Û heçî zef ji wan cahila, yên ku pêşiya zewacê bênamûsî kirine, dibêjin ku ewana gelek poşman bûne. Eva dinya rihetîhiz, dixwaze me bide bawerkirinê ku wê qe tiştek jî nebe, hergê em qanûna Xwedê neqedînin. Dişirmîşbûna usa, dikare me bixalifîne û berbi gunekirinê bibe. w15 1/5 2:14
Duşem, 12 Hezîran
Yê Herî Jorin . . . bona bêşêkira jî, nerasta jî qenc e (Lûqa 6:35).
Îsa mîna Bavê xwe heyf bû. Lê çi alî Îsa kir ku ew heyf bû hindava meriya, çaxê ser erdê bû? Ew dişirmîş dibû ku giliyên wî yan kirên wî, wê ça hukum bin ser meriva. Mesele, jineke ku gelek xirabî dikir hate bal Îsa, û usa digiriya ku hêsirên wê dirijiyane ser nigên Îsa. Îsa dît ku ew jinik gelek berxwedikeve ji bo kirên xweye xirab, û dît wekî ew poşman bûye. Îsa fem dikir ku hergê hindava wê heyf nîbe, jinik wê hê xirab xwe texmîn ke. Lema ewî payê jinikê da bona van kirên baş û baxşande wê. Hin jî Îsa tevî wî Fêrisî jî nerm xeber da, kîjanî xweş nehat ku Îsa hindava wê jinikê ça bû (Lûqa 7:36-48). Em ça dikarin mîna Yehowa heyf bin? Pêşiya ku tiştekî bikin yan bêjin em gerekê dişirmîş bin. Usa emê bi qedir bin tevî meriva û dilê wana neêşînin. Pawlos got wekî Mesîhî gerekê şera neke, lê “hindava hemûyada berbihêr be” (2 Tîmt. 2:24). Em gerekê bidin ber çevê xwe hestên meriva û dişirmîş bin, ku giliyên me wê ça ser wana hukum bin. Û paşê emê bizanibin çi bikin yan çi bêjin, wekî mîna Yehowa heyf bin (Metlk. 15:28). w15 1/5 4:8, 9
Sêşem, 13 Hezîran
Gava ji destê te tê, ku alîkarîya desttenga bikî, xwe ji vê yekê nede paş (Metlk. 3:27).
Çaxê xûşk-birên me tengasiyêda nin, em dikarin xem bikin bona hewcên wane fîzîkî û êmosîalî, û wana dilgerm kin (Metlk. 17:17). Mesele, em dikarin alî wan bikin çaxê teşqelên tebiyetê diqewimin. Mala jinebîkê hilşiya bû ji bo firtonê, û ew gilî dike: “Ez gelek ji Yehowa razî me, wekî ez teşkîleta wîda nim, ne ku tenê bona alîkariya fîzîkî, lê usa jî ya ruhanî”. Mala xûşkeke azep ji firtonê zîyan stand, û ewê xwe bêguman texmîn dikir. Paşê çaxê bira alî wê kirin mala wê çêkirin, ewê got: “Ew yek tiştekî ecêb e! Ez nikarim bi temamî hestên xwe bidime kifşê”. Ewê zêde kir: “Zef razî me Yehowa!” Em rastî jî gelek razî ne ji xûşk-birên me, ku ewana bona hewcên meriva xem dikin. Lê hê zêde em gelek ji Yehowa û ji Îsa razî ne, wekî ewana bi rastiyê jî bona me xem dikin. w15 1/6 1:17
Çarşem, 14 Hezîran
[Hesab kin] pîra çawa diya xwe, kulfetêd cahil çawa xûşkêd xwe, weke şîrê helal (1 Tîmt. 5:2).
Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku mêr û jin hindava hevda gerekê çawa bin. Mesîhî bi hestên romantîk tenê li wan dinihêrin, yên ku tevî wan zewacêda nin, yan jî tevî kê dixwazin bizewicin. Ewana flîrtê nakin. Hinek difikirin, ku hergê meriv hestên romantîk dide kifşê bi jêstên xwe, bi bedena xwe, û çevên xwe, ev tiştekî bi normal e, çimkî ewana bi rastiyê nakevine heleqetiya sêksûal. Lê usa nîne. Çaxê du meriv hevra flîrtê dikin, hingê fikirên bênamûsî pêşda tên, ji bo çi jî ewana dikarin bênamûsiyê bikin. Ûsiv, seva me meseleke baş e. Jina Potîfar dixwest ku Ûsiv tevî wê bênamûsiyê bike. Lê Ûsiv, jina Potîfarra razî nebû. Ewê dîsa û dîsa Ûsiv dicêriband. Her roj ewê digote wî, ku serê xwe wêra dayne (Destp. 39:7, 8, 10). Lê Ûsiv tu car nedikete bin bayê wê. Bi wê yekê ewî nehîşt ku xwestinên nerast dilê wîda pêşda bên. w15 1/6 3:10, 11
Pêşem, 15 Hezîran
Deynêd me bibaxşîne, çawa ku em dibaxşînine deyndarêd xwe (Met. 6:12).
Yehowa dixwaze ku em derheqa xûşk-birên xwe jî dişirmîş bin, û derheqa heleqetiya wan tevî Xwedê. Hin jî em gerekê derheqa wan xûşk û bira jî dişirmîş bin, yên ku em dane xeydandinê, û derbêra bibaxşînine wan. Gelek car me tiştên biçûkda didine xeydandinê, lê çaxê em dibaxşînine wan, em îzbat dikin ku em wana hiz dikin. Û usa jî îzbat dikin, ku em dişêkirînin baxşandina Yehowa (Kols. 3:13). Ji bo wê yekê ku em gunekar in, cara dikare mera çetin be bibaxşînin (Qan. Kah. 19:18). Hergê di civatêda em xeberdidin ser wan, yên ku em dane xeydandinê, xûşk-bira wê destpêkin aliyê kesekî bigirin, û axiriyêda ev yek wê hukum be ser tifaqiya civatê. Hergê em berdewan kin usa bikin, em didine kifşê ku em pêşkêşa Xwedê, dêmek qurbanê û baxşandina wî qîmet nakin (Met. 18:35). Çaxê em nebaxşînine kesekî, Yehowa jî wê nikaribe bibaxşîne me (Met. 6:14, 15). Usa jî hergê em dixwazin ku Yehowa bibaxşîne me, em gerekê hemû tiştên usa nekin çi ku ber çevê wî reş in (1 Yûhn. 3:4, 6). w15 1/6 5:9-11
Înî, 16 Hezîran
Padşa li xulamê aqil xweş e (Metlk. 14:35).
Yehowa qedir daye me, ku em dikarin alîkariyê bidin, wekî cineta meye ruhanî hê bedew be. Lê em ça ewê yekê dikin? Em bi xîret dannasîn dikin mizgîniya xêrê derheqa Padşatiyê û şagirta hazir dikin. Her car çaxê em alî kesekî dikin, seva ku ew meriv bibe qulixkarê Xwedê, bi vê yekê em alîkariyê didin, ku cineta ruhanî mezin be (Îşa. 26:15; 54:2). Em usa jî cineta ruhanî bedew dikin, çaxê ser xwe dixebitin, seva ku bibine Mesîhiyên hê baş. Çaxê em usa dikin, ew cineta ruhanî hê hewas dibe bona merivên din. Bi rastiyê ne ku tenê zanebûna meye Kitêba Pîroz, lê temizbûna me û rabûn-rûniştandina meye baş hewasa meriva tîne, pêşiyê berbi teşkîletê û paşê berbi Yehowa û Îsa. Yehowa û Îsa gelek şa dibin, çaxê divînin cineta meye ruhanîye îro. Ew şabûn, ku em niha cineta ruhanî bedew dikin, haqas ne mezin e çiqas ew şabûn, çaxê emê bixebitin wekî erdê bikine cinet. w15 1/7 1:18-20
Şemî, 17 Hezîran
Hûn . . . bibine mîna Xwedê, qencî û xirabîyê ji hev derxin (Destp. 3:5).
Yehowa îzinê dide me, ku em xwexa safî kin piştgiriya kê bikin. Lê tu piştgiriya kê dikî? Tu gura Yehowa dikî û bawer dikî ku ew hemû tiştî diha rind zane, ne ku tu? Tu bawer dikî, ku tenê Padşatiya Xwedê wê hemû problêmên me safî ke? Yan tu difikirî ku meriv dikarin bêy Xwedê, xwexa serwêrtiyê ser xwe baş bikin? Mesele, hergê kesek ji te bipirse, ku tu çi difikirî derheqa partiyake polîtîkê yan jî organîzasiya polîtîkê, tuyê ça caba xwe bidî? Dibek hine meriv ji wan partiya yan jî organîzasiya, helal in û dixwazin alî meriva bikin. Lê yeke em fem dikin, ku tenê Padşatiya Yehowa dikare problêmên însanetê safî ke û hemû neheqiya kuta ke. Em usa jî di civatêda pey rêberiya Yehowa diçin, ne ku usa dikin ça em hesab dikin ku hê baş e. Bi wê yekê civat yektiyêda ne. w15 1/7 3:7, 8
Led, 18 Hezîran
Ezê hemû kirêd teda kûr bibim (Zeb. 77:12).
Çaxê em efirînên Yehowa dinihêrin, em pêdihesin ku ew çiqas zef me hiz dike (Rom. 1:20). Mesele, Yehowa erd usa efirand, ku em dikarin gelek tişt li ser bikin, ne ku tenê bijîn. Ewî hemû tişt daye me, seva ku em jîyîna xwera şa bin. Mera xwarin lazim e, lê Yehowa cûre-cûre xwarin daye me, û çaxê em ewan xwarina dixwin dilê me xweş tê (Waîz 9:7). Yehowa meriv bi feresetê usa efirand, ku ewana dikarin şixulê hewas bikin û ji wê yekê şabûnê bistînin (Waîz 2:24). Ewî şixul daye meriva ku erdê tije kin, bêcer kin û miqatî mesiya, teyreda, û tiştên din bin yê ser erdê (Destp. 1:26-28). Hin jî Yehowa em bi hunurên usa baş efirandine, ku em dikarin çev bidine wî (Efes. 5:1). w15 1/8 1:4, 5
Duşem, 19 Hezîran
Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we xwarin, vexwarinê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be, nişkêva ew Roj ser weda bê . . . mîna telê (Lûqa 21:34, 35).
Em dikarin zelal bivînin, ku pêxembertiya ji Kitêba Pîroz tê sêrî, û ku xilaziya wê dinya zulm gelek nêzîk e. Em hîviyê ne ku “dehe stirûyêd” û “cenewir” miqabilî rêlîgiya qelp dêmek, Babîlona mezin derên (Eyan. 17:16). Em gerekê nefikirin, ku ew yek hê dûr e. Bîr nekin, ku Xwedê wê bike “dilê wan”, ku miqabilî rêlîgiya qelp derên û ew yek dikare zû û nişkêva biqewime! (Eyan. 17:17). Xilaziya dinya Şeytane zulm zûtirekê wê bê. Lema em gerekê guh bidine giliyên Îsa rêza rojêda nivîsiye (Eyan. 16:15). De werin em hişyar bimînin, û bi xîret Yehowara qulix kin, û bawer bin, ku Yehowa “bona yê li benda [hîviya] wî ne, dixebite” (Îşa. 64:4). w15 1/8 2:17
Sêşem, 20 Hezîran
Her kesê ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew e birê min, xûşka min û diya min (Marq. 3:35).
Rast e em dixwazin hindava hemû meriva baş bin, lê yeke em gerekê nêzîk hevaltiyê nekin tevî wan, kîjan ku bi prînsîpên Xwedê najîn. Usa jî wê nerast be hergê Şedê Yehowa bona hevnaskirinê rastî wî merivî bê, kîjan ku qulixkarê Xwedêyî nenixumandî û neamin e. Mera hê ferz e ku Xwedê me qebûl ke, ne ku merivên ku Xwedê hiz nakin. Em gerekê hevaltiyê bikin tenê tevî wan, yên ku qirara Xwedê diqedînin. Hevaltiya xirab berên xirab tîne. Binihêrin mesela Îsraêliya. Îsraêliya guh nedane temiya Yehowa û wîra amin neman (Derk. 23:24, 25; Zeb. 106:35-39) Axiriyêda Yehowa cimeta Îsraêl înkar kir, û dewsê civata Mesîhtî jibart çawa cimeta xwe (Met. 23:38; Kar. Şand. 2:1-4). w15 1/8 4:7, 8
Çarşem, 21 Hezîran
Serê temiyê hizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rihet û ji baweriya bêdurûtî ye (1 Tîmt. 1:5).
Yehowa Xwedê meriv bi azaya bijartinê efirandine, dêmek em dikarin bi azabûnê tişta safî kin. Lê seva ku safîkirinên rast bikin, Yehowa rêber daye me. Ew rêber heye îsafa me û ew fereset e nav meda, bi saya kîjanî em dikarin têderxin, çi rast e û çi nerast e. Çaxê em îsafa xwe rast didine xebatê, ew dikare alî me bike, ku em tiştên qenc bikin û xwe ji tiştên xirab dûr bigirin. Ew yek, ku îsafa me heye îzbat dike, ku Yehowa me hiz dike û dixwaze ku em baş bin. Hine meriv îro prînsîpên Kitêba Pîroz nizanin, lê yeke tiştên qenc dikin û xirabiyê nefret dikin (Rom. 2:14, 15). Lê gelo çira? Çimkî îsafa wan heye. Ew yek gelek meriva xwey dike, ku tiştên xirab nekin. Hela bide hesabê xwe, dinê wê çiqas xirab bûya, hergê îsafa tu kesî tune bûya! Em gerekê gelek ji Yehowa razî bin, ku ewî îsaf daye meriva! w15 1/9 2:1, 2
Pêşem, 22 Hezîran
Binihêrin, Bavê em çawa hiz kirin (1 Yûhn. 3:1).
Yûhennayê şandî em hêlan kirin, ku em kûr bifikirin ser hizkirina Yehowaye girîng hindava me. Ewî got: “Binihêrin, Bavê em çawa hiz kirin”. Çaxê em difikirin, ku Yehowa çiqas zef me hiz dike û ça ew hizkirina xwe mera eyan dike, em nêzîkî wî dibin û hê zef wî hiz dikin. Lê yazix, hine meriv nikarin bawer kin, ku Xwedê wana hiz dike. Ewana difikirin, ku Xwedê derheqa meriva xem nake. Ewana bawer dikin, ku Xwedê tenê qanûna dide û ceza dike yên ku gura wî nakin. Hinek meriv bo hînkirinên qelp hela hê usa jî difikirin, ku Xwedê bêrem e, û nabe ku wî hiz kin. Hinek jî difikirin, ku Xwedê hemû meriva hiz dike û wîra firqî tune, ku ewana çi dikin. Lê hînbûna Kitêba Pîroz alî me kir, ku derheqa Yehowa rastiyê bizanibin. Em zanin, ku hizkirin hunurekî wîyî lapî girîng e, û ku ewî Kurê xwe kire qurban bona me (Yûhn. 3:16; 1 Yûhn. 4:8). w15 1/9 4:1, 2
Înî, 23 Hezîran
Her şîretek . . . Dilê meriya . . . dêşîne (Îbrn. 12:11).
Çaxê em şîretkirina Yehowa qebûl dikin û dihêlin ku ew me rast ke, em hîn dibin tiştên rast bikin û edilayêda bin. Lê em ça gerekê xwe bidine kifşê, çaxê Yehowa me şîret dike? Em tu car gerekê şîreta Yehowa pişt guhê xweva nevêjin, û ne jî dilteng bin hergê em vê yekê dibihên çi ku me xweş nayê. Em Yehowa hiz dikin, û lema em guh didine wî û çaxê lazim e guhastina jî dikin. Dinya Şeytan meriva hêlan dike ku qure û xwehiz bin. Geleka xweş nayê çaxê wana şîret dikin yan jî dibêjine wan ku çi gerekê bikin. Hinek jî şîreta dibihên, çimkî lazim e bibihên, lê paşê pişt guhê xweva davêjin. Em gerekê mîna wan meriva nîbin. Kitêba Pîroz mera dibêje ku em “nekevine kirasê bendê vê dinyayê”. Dewsê em gerekê fem bikin ku Yehowa ji me hîviya çi ye û vê yekê bikin çi ku dilê wî xweş tê (Rom. 12:2). Yehowa teşkîleta xwe dide xebatê, seva ku me wededa şîret ke. Mesele, teşkîleta wî timê şîret dide me, ku em ça hevala bijbêrin, ça rast safîkirina bikin bona hêsabûnê û wedederbazkirinê, û ça mêr gerekê himberî jina û jin himberî mêra, xwe rast bide kifşê. Çaxê em bi hazirbûnê şîretkirina Yehowa qebûl dikin û guhastina dikin seva ku dilê wî şa kin, bi wê yekê em eyan dikin ku em gelek ji wî razî ne bona rêberiya wî û ku em bi rastiyê jî wî hiz dikin (Yûhn. 14:31; Rom. 6:17). w15 1/9 5:13, 15
Şemî, 24 Hezîran
Alîkariya nebaweriya min bike! (Marq. 9:24).
Em xwexa nikarin baweriya xwe zêde kin, lema em gerekê ji Xwedê ruhê pîroz bixwazin. Gelo çira? Çimkî bawerî yek ji berê ruhê pîroz e (Galt. 5:22). Ew bi bîlanî ye çaxê em guh didine şîreta Îsa, ku dua dikin Xwedêra, seva ku ew hê zêde ruhê pîroz bide me. Îsa soz daye ku Yehowa wê “ruhê pîroz bide ewêd ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13).Çaxê baweriya meye qewî hindava Xwedê heye, em gerekê ewê baweriyê xwey kin. Baweriyê em dikarin beramber kin tevî agir. Çaxê em agir teze vêdixin, alava wê dikare gelek qayîm be, lê hergê serda dara zêde nekin, axiriyê ew agir wê vêse û tenê kozî bimîne. Lê hergê em timê dara bavêjine ser agir, ew wê berdewam ke bişxule. Derheqa baweriyê jî em dikarin usa bêjin. Hergê em her roj Xebera Xwedê dixûnin û timê lêkolîn dikin, wê hizkirina me hindava Kitêba Pîroz û Yehowa hê zêde be. Û axiriyê, emê baweriya xwe qewî xwey kin. w15 1/10 2:6, 7
Led, 25 Hezîran
Ezê hemû kirêd teda kûr bibim (Zeb. 77:12).
Zandara têderxistin ku çaxê meriv bi dengê nimiz dixûne, gelek hêsa ye ku bîra xweda xwey ke. Efirandarê me zane evê yekê, lema jî ewî gote Yêşû ku kitêba Qanûnê bixûne bi dengê nimiz, dêmek xwera bi dengê hêdî (Yêşû 1:8). Hergê tu Kitêba Pîroz bixûnî bi dengê nimiz, ew yek wê alî te bike ku rind dîna xwe bidêyî çi dixûnî û hê zêde bîra xweda xwey kî. Rastî jî gelek qewat lazim e, ku çaxê dixûnî hişê te neçe cîkî din û ser bifikirî. Lema jî wedê lapî baş bona fikirandinê ew heye, çaxê tu westiyayî nînî û li wêderê dixûnî, kîderê ku deng tune û kîderê ku gelek tiştên usa tune ne, ku fikirên te birevînin. Zebûrbêj Dawid çaxê şev nav ciyada hişyar dima, hingê difikirî (Zeb. 63:6). Îsa jî, ku qedandî bû, bona bifikire û dua bike, ciyê usa dijbart kîderê ku deng tune bû (Lûqa 6:12). w15 1/10 4:4, 6, 7
Duşem, 26 Hezîran
Wî dilê meriva zanibû (Yûhn. 2:25).
Carekê hine meriv di Celîlê hatin û Îsa digeriyan (Yûhn. 6:22-24). Îsa fem kir ku ewana hatine ne seva vê yekê, ku dixwazin bibihên hela ew wê wana çi hîn ke, lê seva xwarinê hatine. Îsa zanibû ku bi rastiyê dilê wanda çi bû. Lema ewî ewana şîret kirin û wanra şirovekir, ku ewana nav xweda gerekê çi biguhêzin (Yûhn. 6:25-27). Rast e hûn nikarin dila bixûnin, lê hûn jî dikarin femkar bin. Mesele, hûn dikarin zarên xwe fem kin, ku ewana ça dinihêrin ser belakirina mizgînê. Hûn dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo dibeke zarên min xizmetiyêda tenê hîviya wî wedeyî ne, çaxê em dikarin hêsa bin, tiştekî bixwin yan vexwin?” Hergê we fem kir ku zarên we ji xizmetiyê şabûnê navînin, usa bikin ku xizmetî wanra hewas be. Şixulên biçûk wanra bidin, seva ku ewana texmîn kin ku ewana dikarin karê bînin. w15 1/11 1:10, 11
Sêşem, 27 Hezîran
Tiştêd berê derbaz bûn (Eyan. 21:4).
Bavê meyî hizkirî çi ku bona xizmetkarên wî herî baş e timê vê dike. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk”. Axirîke çiqas baş hîviya wan e, yên ku guhdar in û qîmet dikin hizkirina Xwedê! Kitêba Pîroz mera dibêje: “Çevnihêriyê li mirovên kamil [bêqisûr, DT] bike û li mirovên rast binihêre; ji ber ku pêşeroja wan aştî ye. Lê kesên ku serî hildanê, ewê hemû bi hevra tune bibin pêşeroja xiraba, wê bê qûtkirin” (Zebûr 37:37, 38, DO). Yê “bêqisûr” Yehowa û Kurê wî nas dike, û qirara Xwedê tîne sêrî. Ew qayîm bawer e ku “dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî, lê ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yûhn. 2:17). Çimkî xilaziya dinyayê nêzîk e, lema jî gelek ferz e ku em hîviya Xudan bin û riya wîda herin (Zeb. 37:34). w15 1/11 3:11, 12
Çarşem, 28 Hezîran
Nandirûn gelek e, lê pale hindik in (Met. 9:37).
Cimeta Xwedê bi rêberiya Îsa cûre-cûre mêtod daye xebatê, seva ku mizgîn bigihîje gelek meriva. Ew mêtod gelek ferz bûn, îlahî vî çaxî çaxê xizmetkar hindik bûn. Mesele, gelek sal şûnda me rojname dida xebatê seva ku mizgînê bela kin. Her heftiyê birê Rasêl gotar ser hîmê Kitêba Pîroz dişande neşirxana rojnamê. Paşê evê neşirxanê ev gotar dişande neşirxanên di Kanadêda, Ewropaêda û Dewletên Yekbûyîda. Berbi sala 1913 gotarên birê Rasêl hatine derxistinê di 2 000 rojnamada û weke 15 000 000 meriva ev rojname xwendine. Radîoyê jî gelek kar anî belakirina mizgînêda. Birê Rûtêrford 16 Nîsanê sala 1922, cara pêşiyê bi radîoyê gotar xwend, û ev gotar weke 50 000 meriva bihîstin. Paşê, me îda xwexa radîoya xwe çêkir, bi navê WBBR. w15 1/11 5:10, 11
Pêşem, 29 Hezîran
Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim Bibim (Derk. 3:14, DT).
Yehowa usa jî dikare efirînê xwe bike ew kê jî dixwaze. Mesele, Yehowa usa kir ku Nuh bibe avakarê gemiyê, Bisalêl bibe hostekî qewî, Gîdeon bibe serkarê girîng, û Pawlos bibe mîsyonêr. Navê Xwedê bona cimeta wî bi rastiyê tiştekî rêalî tê hesabê, û lema jî Komîtêya Kitêba Pîroz ya Welgerandina Dinya Teze di welgerandinêda navê Xwedê nivîsîn. Hê gelek û gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda navê Xwedêyî şexsî nanivîsin. Dewsa navê wî, ewana didine xebatê xebera “Xudan” yan jî navekî din, kîjan ku cem wan tê xebitandinê. Ew meniya lape mezin e ku çira Koma Rêberiyê difikire, wekî ser zimanê hemû cimeta hebe Kitêba Pîroz, kîjan ku navê Xwedê têda hebe û navê wî bê rûmetkirinê (Malx. 3:16). Navê Yehowa tê rûmetkirinê di derxistina “Welgerandina Dinya Tezeda” ser 130 zimana zêdetir. w15 1/12 2:7-9
Înî, 30 Hezîran
Yê ku li wir rûdinê, wê nebêje: “Ez nexweş im” (Îşa. 33:24).
Yehowa dikare ser sihet-qewata meriva hukum ke. Ewî hinek bi nexweşiya ceza dikir, mesele Firewinê ku wedê Birahîmda bû, û paşê xûşka Mûsa, Meryem (Destp. 12:17; Jimar 12:9, 10; 2 Sam. 24:15). Û çaxê Îsraêlî Yehowara amin nîbûn, ewî ewana “bi nexweşî û . . . bela” ceza kirin (Qan. Dcr. 28:58-61). Wedê mayîn, Yehowa cimeta xwe ji nexweşiya xwey dikir (Derk. 23:25; Qan. Dcr. 7:15). Ewî hin jî hinek ji wan qenc dikirin. Mesele, çaxê Îbo gelek giran nexweş bû û dixwest bimira, Yehowa ew qenc kir (Îb. 2:7; 3:11-13; 42:10, 16). Em sed selefî bawer in wekî qewata Yehowa heye ku merivên nexweş qenc ke. Îsa jî dikare nexweşa qenc ke. Çaxê ew ser erdê bû, ewî merivên nexweş, mesele yên kotî yan jî hîvketî qenc dikirin. Ewî usa jî yên kor û şilûşet qenc dikir (Met. 4:23, 24; Yûhn. 9:1-7). Ew keremet alî me dikin ku em hîviya wan tiştên pir baş bin, kîjan ku dinya tezeda Îsa wê bike. w15 1/12 4:3, 4