KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es17 rûp. 47-57
  • Gulan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gulan
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
  • Binserî
  • Duşem, 1 Gulan
  • Sêşem, 2 Gulan
  • Çarşem, 3 Gulan
  • Pêşem, 4 Gulan
  • Înî, 5 Gulan
  • Şemî, 6 Gulan
  • Led, 7 Gulan
  • Duşem, 8 Gulan
  • Sêşem, 9 Gulan
  • Çarşem, 10 Gulan
  • Pêşem, 11 Gulan
  • Înî, 12 Gulan
  • Şemî, 13 Gulan
  • Led, 14 Gulan
  • Duşem, 15 Gulan
  • Sêşem, 16 Gulan
  • Çarşem, 17 Gulan
  • Pêşem, 18 Gulan
  • Înî, 19 Gulan
  • Şemî, 20 Gulan
  • Led, 21 Gulan
  • Duşem, 22 Gulan
  • Sêşem, 23 Gulan
  • Çarşem, 24 Gulan
  • Pêşem, 25 Gulan
  • Înî, 26 Gulan
  • Şemî, 27 Gulan
  • Led, 28 Gulan
  • Duşem, 29 Gulan
  • Sêşem, 30 Gulan
  • Çarşem, 31 Gulan
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
es17 rûp. 47-57

Gulan

Duşem, 1 Gulan

Hemûya .  . . ser xeberdana wîye merîfet zendegirtî mabûn (Lûqa 4:22).

Hergê em qedirê meriva bigirin û hestên wan hildine hesab, emê bikaribin tevî wan bi nermî xeberdin. Îsa hema usa jî dikir. Mesele, çaxê ewî elaleteke mezin dît, kîjan ku gelek qewat xerc kirin seva ku wî bibihên, ew gelek şa bû tevî wan wede derbaz ke û wana hîn ke (Marq. 6:34). Hela hê çaxê meriva wî rezîl dikirin, ewî ewana rezîl nedikirin (1 Pet. 2:23). Rast e em merivê xweye nêzîk hiz dikin, lê cara em dikarin tevî wana sert xeberdin, çimkî em wana rind nas dikin. Û dibeke em difikirin wekî nelazim e em fesal bin ku ça tevî wan xeberdin. Lê Îsa tevî hevalên xwe tu car sert xebernedida. Mesele, çaxê hinek ji wan hevra diketine dewê ku ji wan kê mezin e, ewî bi nermî ewana şîret kirin, û ewî mesela zara biçûk wanra anî, seva ku alî wan bike wekî nihêrandina xwe biguhêzin (Marq. 9:33-37). Rûspî dikarin çev bidine Îsa ku bi nermî yên din şîret kin (Galt. 6:1). w15 1/12 3:15, 16

Sêşem, 2 Gulan

Bira hizkirina biratî timê nav weda hebe (Îbrn. 13:1, DT).

Gelo çira gelek ferz e ku timê nav meda hizkirina biratî hebe? Caba vê pirsê ew e, ku Yehowa ji me dewa dike ku em timê hizkirina biratî bidine kifşê. Hergê em xûşk-birên xwe hiz nekin, em nikarin bêjin ku em Yehowa hiz dikin (1 Yûhn. 4:7, 20, 21). Hin jî, em hevdura lazim in, û îlahî wedê çetinaya. Pawlos zanibû ku zûtirekê hine Mesîhiyên Îbranîra, kîjanara ku ewî neme nivîsîbû, wê lazim be mal û hebûkên xwe bihêlin. Û Îsa eyan kir ku ew wede wê çiqas çetin be (Marq. 13:14-18; Lûqa 21:21-23). Lema îlahî wî çaxî Mesîhiyara lazim bû hizkirina hindava hevdu hê qewî kin (Rom. 12:9). Tengasiya mezin zûtirekê wê bê (Marq. 13:19; Eyan. 7:1-3). Lema jî bes nîne ku em tenê tevayî top bin. Pawlos anî bîra Mesîhiyên Îbranî ku çaxê ewana top dibin, gerekê “hizkirinê û qencîkirinêda” hêlana bidine hev (Îbrn. 10:24, 25). w16.01 1:6-8

Çarşem, 3 Gulan

Hemû bi Ruhê Pîroz tijî bûn (Kar. Şand. 2:4).

Roja Pênciyê Hesabê sala 33-da Orşelîmêda, weke 120 meriv tevayî top bûn di otaxa jorinda û “dua dikirin” (Kar. Şand. 1:13-15). Çi ku gerekê biqewimiya, Yowêlê pêxember pêşda pêxembertî kir (Yowl. 2:28-32; Kar. Şand. 2:16-21). Vê rojê, ruhê Xwedêyî Pîroz hate ser wan Mesîhiya, ku di otaxa jorinda top bibûn (Kar. Şand. 1:8). Paşî vê yekê wana destpêkir pêxembertiyê bikin, dêmek şedetiyê bidin derheqa wan tişta çi ku wana dît û bihîst. Paşê, Petrûsê şandî elaletêra ku dora wana top bibûn şirovekir, ku çi qewimî û ferzbûna vê yekê çi bû. Ewî elaletêra giliyên usa got: “Tobe kin û bira ji we her yek bi navê Îsa Mesîh bona baxşandina guna bê nixumandinê û hûnê ruhê pîroz pêşkêş bistînin”. Û weke 3 000 meriva giliyê wî qebûl kirin, hatine nixumandinê, û ruhê pîroz jî standin (Kar. Şand. 2:37, 38, 41). w16.01 3:1-3

Pêşem, 4 Gulan

Kî bi nelayîqî nanê Xudan bixwe yan kasa wî vexwe, wê deyndarê beden û xûna wî be (1 Korn. 11:27).

Pawlos di wan rêzada daye kifşê ku rûnkirî dikare necayîz sîmbola bixwe û vexwe, hergê heleqetiya xwe tevî Yehowa xwey nake (Îbrn. 6:4-6; 10:26-29). Ew şîret alî rûnkiriya dike, ku bîra xweda xwey kin wekî wana hê xelata xwe nestandine. Ewana gerekê qazanc kin “xelata ku Xwedê di gazîkirina xwe ya ezmanîda bi Mesîh Îsa pêşkêş dike” (Fîlî. 3:13-16). Pawlos Mesîhiyên rûnkirî hêlan kir ku ewana “bijîn, çawa layîqî wê gaziyê ye, kîjanêra [ewana] hatine gazîkirinê”. Lê wana ça karibû ew yek bikira? Pawlos şirovekir: “Bi temamiya milûktiyê û şkestî, bi sebirê hizkirinêda li ber hev daxin. Bicedînin, ku yektiya ruh pê hevgirêdana edilayîyê xwey kin” (Efes. 4:1-3). Ruhê Xwedêyî pîroz alî xizmetkarên wî dike ku ewana milûk bin, ne ku babax bin (Kols. 3:12). w16.01 4:5, 6

Înî, 5 Gulan

Xwedê Birahîm cêriband (Destp. 22:1).

Bide ber çevê xwe merivê emirda mezin ku ancax çiyêva hildikişe. Bona wî ew dem di jîyîna wîda ya lape çetin e, lê ne ji bo emirê wîyî mezin. Birahîm dibeke weke 125 salî ye, lê hela hê qewata wî heye. Tevî wî gedekî weke 25 salî jî hildikişe. Ew kurê wî Îshaq e, yê ku darê şewatê dibe. Lê destê Birahîmda kêr e û tiştên ku bona agirvêxistinê lazim e. Çimkî Yehowa ji wî hîvî kiriye, ku ew kurê xwe wîra bike qurban! (Destp. 22:1-8) Wî wedeyî baweriya Birahîm qayîm hate cêribandinê. Birahîm ne ku kore-kor gura Xwedê kir, lê ewî bi çevê baweriya xweye rast dît, ku Yehowa tu car ji xizmetkarê xweyî amin hîvî nake tiştekî usa, ku gelek wede ziyanê bide wî. Birahîm bawer bû ku hergê ew gura Yehowa bike, Xwedê wê wî û kurê wîyî hizkirî kerem ke. Ew bawerî ser hîmê çi bû? Ser hîmê zanebûn û îtbariyê bû. w16.02 1:3, 4

Şemî, 6 Gulan

Ez cariya Xudan im. Bira anegorî gotina te bona min bibe (Lûqa 1:26-38).

Meryem gerekê hemle bûya, zar bianiya, û ew zar xwey kira û mezin kira. Ew zar Kurê Xwedêyî tayê tenê bû! Rast e hêsa tê gotin derheqa wî qedirê mezin ku Meryemê standiye. Lê were bifikirin gelo Meryem ji bo çi dibeke xemgîn dibû. Milyaketê Xwedê Cibrayîl gote wê ku ew wê hemle be, lê bêyî heleqetiya tevî mêr. Cibrayîl Meryemêra negot ku ew merivên xweye nêzîkra şiroveke ku çira ew hemle ye. Gelo ewana wê çi bifikiriyana ser wê? Hin jî Meryem xemgîn dibû seva dergîstiyê xwe Ûsiv. Ewê ça gerekê îzbat kira ku rast e ew hemle ye, lê wîra amin maye? Hin jî, ev cabdarîke çiqas mezin bû, ku ewê gerekê mezin kira, xwey kira, û hîn kira Kurê tayê tenê yê Herî Mezin! Em nizanin derheqa hemû xemgînên Meryemê çaxê Cibrayîl tevî wê xeberda. Lê em zanin ku ewê çi cûreyî caba xwe dabû, çawa ku ji rêza îro tê kifşê (Lûqa 1:26-37). w16.02 2:13, 14

Led, 7 Gulan

Hûşayê Arkî, bi avayekî kincê wî çiriyayî û li ser serê wî ax hebûnê, hate pêrgîniya Dawid (2 Sam. 15:32).

Hûşara mêrxasî lazim bû seva Xwedêra amin bimîne. Hûşa hevalê Dawidî amin bû. Lê aminiya wî hate cêribandinê, çaxê kurê Dawid Abşalom dilê gelek Îsraêliya kirî, û xwest Orşelîmê alt ke û bibe padşa (2 Sam. 15:13; 16:15). Dawid ji şeher reviya, û hingê Hûşa pêşiya bijartinê sekinî. Ewî gerekê bijbarta ku yan Abşalomra amin bimîne, yan pey padşa here, kîjan ku emirda mezin bû û revî seva ku emirê xwe xilaz ke. Hûşa safî kir ku rûnkiriyê Xwedêra amin bimîne, lema jî ew çû ser Çiyayê Zêytûnê rastî Dawid hat (2 Sam. 15:30). Dawid gote Hûşa ku ew vegere Orşelîmê û Abşalomra qestîka bide kifşê yançi hevalê wî ye, û usa bike ku şîreta Ahîtofel neyê sêrî. Hûşa emirê xwe kire bin qeziyê, û Yehowara aminî îzbat kir, û usa kir çawa Dawid ji wî xwest. Û çawa ku Dawid dua dikir, usa jî bû, şîreta Ahîtofel nehatiye sêrî (2 Sam. 15:31; 17:14). w16.02 4:15, 16

Duşem, 8 Gulan

Ev hemû duayê li te bin û bona te wê bêne sêrî, heger tu guh bidî dengê Xudan Xwedêyê xwe (Qan. Dcr. 28:2).

Ça Mesîhî, em jî dikarin karê bistînin ji wan rêberiya ku Qanûnêda Îsraêliyara hatine dayînê. Lê çawa? Em dikarin bifikirin Qanûn ser hîmê kîjan prînsîpa ye. Rast e em bin van qanûnada nînin, lê yeke em dikarin wan qanûnada rêberiyên kêrhatî bivînin, çawa jîyîna xweye herrojîda, usa jî xizmetkirina xweda Yehowara. Yehowa ew qanûn Kitêba Pîrozda daye nivîsarê, seva ku em bikaribin ji wan qanûna hîn bin, pey prînsîpên wan herin, û razî bin bona wan prînsîpa ku Mesîhiyara hatiye dayînê. Dîna xwe bidinê ku Îsa çi got: “We bihîstiye ku hatiye gotinê: ‘Ziniyê neke’. Lê ez wera dibêjim, kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir”. Dêmek, em gerekê ne ku tenê xwe ji bênamûsiyê xwey kin, lê usa jî ji fikir û xwestinên bênamûsî (Met. 5:27, 28). w16.03 4:6, 8

Sêşem, 9 Gulan

Bona ku serwêrtiyê li me bike, qiralekî [padşakî] deyne serê me (1 Sam. 8:5).

Samûyêl nedixwest padşa bide wan, û lema Yehowa sê cara gote Samûyêl ku gura cimetê bike (1 Sam. 8:7, 9, 22). Rast e Samûyêl razî nîbû, lê yeke ewî dexesî nekir û hêrs neket ser wî merivî, kê ku wê dewsa wî bibûya serkar. Çaxê Yehowa gote Samûyêl wekî Şawûl rûn ke, ewî xwe egle nekir. Ew hazir bû gura Xwedê bikira ne ku seva borcdar bû, lê ewî Yehowa hiz dikir. Îro gelek rûspiyên cêribandî hene, ku çev didine Samûyêl û bi hizkirin yên din hîn dikin (1 Pet. 5:2). Ew rûspiyên qenc, bi hazirbûnê yên din hîn dikin û natirsin cabdariya xwe nîvî kin tevî şagirtên xwe. Dewsê, ewana wana hesab dikin ça hevalqulixkarên qîmet, yên ku wê komekê bidin seva hewcên civatê (2 Korn. 1:24; Îbrn. 13:16). Ew rûspiyên helal, şa dibin, çaxê ew şagirt feresetên xwe didine xebatê, wekî alî cimeta Yehowa bikin (Kar. Şand. 20:35). w15 1/4 1:16, 17

Çarşem, 10 Gulan

Ezê te bi heqiyê şîret kim (Yêrem. 30:11, DT).

Azarya padşa “tiştê ku di çevê Xudanda rast in çêkir”. Lê Yehowa Azarya bi kotîbûnê ceza kir (2 Padş. 15:1-5). Çira? Ewa para vê serhatiyê mera gilî nake çira. Lê tu çi dişirmîş dibî derheqa Yehowa? Gelo ew yek te eciz dike û tu dişirmîş dibî ku Yehowa nerast bû, wekî Azarya ceza kir bêyî mena cayîz? Hilbet na. Hergê tu Yehowa rind nas dikî, tu zanî ku cezakirina wî timê heq e. Azarya padşa, usa jî nas bû ça padşa Ûzîya (2 Padş. 15:7, 32). Ji vê serhatiyê para mayînda 2 Dîrok 26:3-5, 16-21 dibêje ku ewî çi ku “di çevên Xudanda rast in kirin”. Lê di serhatiyêda usa jî tê gotinê ku paşê ew qure bû, çi ku wî bir berbi kutakirinê. Ewî padşayî dixwest ev yek bikira, çi ku tenê îzina keşîşa hebû bikin. Heyştê yek keşîşa wîra digotin ku ew nerast e û dixwestin wî bidine sekinandinê. Lê ewî ça xwe da kifşê? Ew haqas qure bû ku ew ser wan hêrsket! Ew înformasiya alî me dike wekî fem bikin, çira Yehowa ew padşa bi kotîbûnê ceza kir. w15 1/4 3:8, 9

Pêşem, 11 Gulan

Ziyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew merê berê bû, ku jêra Mîrêcin û Şeytan dibêjin, yê ku temamiya dinê xalifandiye. (Eyan. 12:9).

Çawa vê rêzêda tê gotinê, Şeytan tê navkirinê ça Mîrêcin, kîjan ku tê hesabê “Buxdanbêj”. Şeytan buxdan avîte Yehowa, çaxê got wekî ew derewîn e. Xebera “merê berê” tîne bîra me, ku çawa Şeytan mer da xebatê wekî Hêwayê bixalifîne. Xebera “zîyayê mezin” jî rind dide kifşê kê ye Şeytan. Ew bêrem e, zulm e, û xirab e. Ew dixwaze qirara Yehowa bide sekinandinê wekî neyê sêrî, û cimeta Xwedê kuta ke. Eyan e, ku Şeytan dikare ziyaneke mezin bide bêqisûriya me. Lema jî Kitêba Pîroz mera pêşda dibêje: “Serwaxt bin, hişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke” (1 Pet. 5:8). Bêşik, Şeytan gelek şa dibe çaxê xizmetkarê Xwedê gunê giran dike, çimkî ewê yekê ew dide xebatê seva qerfê xwe Yehowa bike (Metlk. 27:11). w15 1/5 1:3, 4, 10

Înî, 12 Gulan

Perehizî kanîke her cûre xirabiyê ye (1 Tîmt. 6:10).

Yehowa dixwaze ku em ji emir şabûnê bistînin. Em ewê yekê zanin, çimkî Yehowa baxçê bedew da Adem û Hêwayê, wekî ewana têda bijîn (Destp. 2:9). Lê Şeytan dikare hukum ke ser xwestina me bi “derewêd dewletiyê” (Met. 13:22). Gelek meriv dişirmîş dibin, ku pere û tiştên matêrîalî dikarin wana bextewar kin û pêşda bivin. Hergê em jî usa dişirmîş dibin, em dikarin tiştekî gelek ferz unda kin. Ew heye heleqetiya me tevî Yehowa. Îsa pêşda got: “Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike, çimkî yan wê hîlê wî ji yekî here û yê dinê hiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin” (Met. 6:24). Hergê em hemû qewat û wedê xwe didin bona tiştên matêrîalî, emê nikaribin Yehowara qulix bikin. Şeytan jî hema ewê yekê bona me dixwaze. Were em îzinê nedin ku pere û tiştên matêrîalî ku têne kirînê, bona me hê ferz bin, ne ku heleqetiya me tevî Yehowa. Hergê em dixwazin miqabilî Şeytan derên û serkevin, gerekê nihêrandina me rast be hindava tiştên matêrîalî (1 Tîmt. 6:6-10). w15 1/5 2:12

Şemî, 13 Gulan

Gava endemek êşê dikişîne, hemû endem hevra dêşin (1 Korn. 12:26).

Hêsa nîne wekî em fem kin meriv çi halîda nin, îlahî hergê em xwexa rastî wê çetinayê nehatine. Mesele, gelek xûşk û birên me êşê dikişînin çimkî nexweş in, yan ziyan standine, yan jî kal-pîr dibin. Hinek jî teyax dikin ber dêprêsyayê, yan jî hertim berxwe dikevin, yan jî berêda rastî zorbetiyê hatine. Hinek zarên xwe tenê xwey dikin. Malbeta hinekada jî neferên malê Şedên Yehowa nînin. Problêmên her kesî hene, û heçî zef ji wan problêma ne mîna problêmên mene. Lê em ça dikarin hizkirinê nîşan kin û alî wan xûşk û bira bikin? Her kesekîra alîkarî bi cûrekî mayîn lazim e. Dêmek, hergê em rind guh bidine wan û bixebitin ku hestên wan fem kin, emê hê baş bizanibin ku çi cûreyî alî wan bikin. Hin jî em dikarin bînine bîra wan ku ça Yehowa ser problêmên wan dinihêre. Yan jî em dikarin alîkariyê bi cûrekî mayîn bidine wan. Hergê em usa dikin, em çev didine Yehowa (Rom. 12:15; 1 Pet. 3:8). w15 1/5 4:6, 7

Led, 14 Gulan

Mesîh e, qewata Xwedê (1 Korn. 1:24).

Yehowa qewat daye Îsa, û lema jî femdarî ye ku Xwedayê Himzor xwexa jî dikare ser tebiyetê hukum û kontrol ke. Mesele, pêşiya sêlavê, Yehowa got: “Heft roja şûnda, ezê 40 rojî û 40 şevî baranê bibarînim” (Destp. 7:4). Usa jî, di kitêba Derketin 14:21-da em dixûnin: “Xudan temamiya şevê bi bayê rohlatêyî qayîm ber ajot”. Di kitêba Ûnis 1:4-da nivîsar e: “Xudan bayek mezin şand ser berê, di berêda bahozek [firtonek] mezin çêbû û hema mabû ku keştî [gemî] parçe bibûna”. Dêmek, dinya tezeda jî Yehowa wê timê ser temamiya tebiyetê hukum ke, û ew yek me gelek dilgerm dike. Emê îda tu teşqelê tebiyetê netirsin, çimkî wê “konê Xwedê nava merivada” be! (Eyan. 21:3, 4) Gumana me heye ku Îsa wedê Hezarsaliya Padşatiya xwe jî, wê bi qewata Yehowa ser tebiyetê hukum ke. w15 1/6 1:15, 16

Duşem, 15 Gulan

Ji wê kulfetê [bênamûs] xwe dûr xwey kin û nêzîkî derê mala wê nebin (Metlk. 5:8).

Di Metelok serê 7-da, em serhatiya xortekî cahil dixûnin, yê ku êvarê ber mala kulfeta bênamûsra derbaz dibe. Xort axiriyêda tevî wê kulfetê bênamûsiyê dike. Hergê ewî fem kira ku ev yek çiqas xof e, ewî wê xwe ji kulfeta bênamûs dûr bigirta! (Metlk. 7:6-27) Çaxê em mîna wî xortê cahil, fem nakin wekî ew tişt çiqas xof in, ji bo wê yekê em dikarin safîkirinên nerast bikin. Mesele, êvara hine bernamên têlêvîziyonê tiştên bênamûsî nîşan dikin. Ew yek dikare xof be û mera çetin be ku evê bernamê nenihêrin. Usa jî seva me dikare xof be ev yek, çaxê em Întêrnêtêda lînkekê ditikînin û nizanin ew çi lînk e. Yan jî çaxê hine malperên din didine xebatê, kîderê ku dikarin rêklamên bênamûsî hebin, û lînkên pornografî. Di wan derecada ew tiştên ku em divînin, dikarin xwestinên bênamûsî nav meda pêşda bînin, û me hêlan kin ku gura Yehowa nekin. w15 1/6 3:8, 9

Sêşem, 16 Gulan

Deynêd me bibaxşîne (Met. 6:12).

Îsa got: “Deynêd me bibaxşîne”. Lê careke din ewî usa got: “Gunêd me bibaxşîne” (Met. 6:12; Lûqa 11:4). Ewî usa got, çimkî gunê me mîna deyn e. Di “Birca Qerewiliyêda” ya sala 1951-da, hatibû şirovekirinê, ku çaxê em gune dikin, ew mîna wê yekê ye, ku ça em dibine deyndarên Yehowa. Em borcdar in hizkirina xwe hindava Yehowa bidine kifşê, bi wê yekê ku em gura wî bikin. Lê çaxê em gura Yehowa nakin, em borcê xwe naqedînin, û dibine deyndarê wî. “Birca Qerewiliyêda” hate gotinê ku hergê Yehowa bixwesta, ewî wê hêsa bikaribûya dostiya me tevî xwe bibiriya. Û usa jî vê jûrnalêda hatibû nivîsarê: “Gune ew heye nehizkirin hindava Yehowa” (1 Yûhn. 5:3). Em çiqas ji Yehowa razî ne, wekî ewî kurê xwe kire qurban, seva baxşandina gunên me! Baxşandina Yehowa mera her roj lazim e. Rast e Îsa weke 2 000 sal pêşda bû qurban, lê yeke qurbanbûyîna wî îro jî mera karê tîne. Lema jî em timê gerekê ji Yehowa razî bin bona vê pêşkêşa qîmet. Tu kes ji me, tu car wê nikaribûya kirîneke usa bida, kîjan ku lazim e seva em ji gune û mirinê aza bin (Zeb. 49:7-9; 1 Pet. 1:18, 19). w15 1/6 5:9, 10

Çarşem, 17 Gulan

Ezê cîhê lingên xwe pîroz bikim (Îşa. 60:13).

Em şa ne wedê dannasînkirinê bela kin edebyetên ku hewas in û alî meriva dikin. Usa jî, em têxnolojiyên teze didine xebatê, seva ku mizgîniya xêrê bela kin. Mesele, malpera jw.org alî gelek meriva dike, seva ku ewana alîkariya lazim bistînin. Di van hemû guhastinada, em eyan divînin xemkirin û hizkirina Yehowa hindava meriva. Em usa jî dişêkirînin ew guhastina derheqa civata, ji bo kîjana ku em dikarin wede bivînin, ku qulixkirina tevî malbetê yan jî hînbûna şexsî derbaz kin. Em usa jî razî ne seva guhastinên bernamên civatên meyî mezin. Ew bername her sal hê baş û baş dibin! Em usa jî gelek razî ne ku gelek mektebên me hene, kîderê ku em hîn dibin û karê distînin. Di wan hemû guhastinada em eyan divînin, ku Yehowa rêberiya teşkîleta xwe dike û ku ew cineta ruhanî hê bedew dike! w15 1/7 1:16, 17

Pêşem, 18 Gulan

Hevalê xwe . . . weke xwe hiz bike (Lûqa 10:27).

Çaxê tera çetin e ku tevnebûyînê xwey kî û piştgiriya kesekî nekî, pirsê bide xwe: “Vê derecêda Îsa wê çi bikira?” Çaxê Îsa li ser erdê bû, gelek şer-dew hebûn orta merivên ji Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê. Bifikirin ser hine mesela. Cihû û merivên Samerî tevî hev xebernedidan (Yûhn. 4:9). Fêrisî û Sadûqî, ji bo gelek tişta hevra diketine dewê (Kar. Şand. 23:6-9). Cihûyên ku Qanûn zanibûn difikirîn, ku ewana ji merivên ku Qanûn nizanibûn baştir in (Yûhn. 7:49). Û geleka xercgir û Romayî nefret dikirin (Met. 9:11). Lê Îsa nedikete nava wan şer-dewa. Rast e ewî timê rastiya derheqa Yehowa xwey dikir û usa jî zanibû ku Îsraêl cimeta Xwedêye mexsûs bû, lê yeke ewî tu car şagirtên xwe usa hîn nedikir ku ewana ji merivên din baştir in (Yûhn. 4:22). Dewsa wê yekê, Îsa şagirtên xwe hîn dikir, ku hemû meriva hiz bikin. w15 1/7 3:5

Înî, 19 Gulan

Xudan tevî min e, ez natirsim, însanê çi li min bike? Xudan komekdarê min e (Zeb. 118:6, 7).

Yehowa meriv usa efirandine, ku ewana hewcene hiz kin, û usa jî hewcene wana hiz kin. Lê meriv dikare hêsa dilteng be û hizkirinê hindava xwe texmîn neke ji bo nexweşiya, yan problêmên perava girêdayî, yan jî çaxê qulixkirinêda pêşdaçûyînê navîne. Lê hergê em difikirin ku Yehowa îda me hiz nake, em gerekê bînin bîra xwe, ku em qîmet in bona wî û ew tevî me ye, destê meyî rastê digire û alî me dike. Yehowa wê tu car me bîr neke hergê em wîra amin in (Îşa. 41:13; 49:15). Xûşkeke me bi navê Brîcît, paşî mirina malxê xwe, du zarên xwe tenê mezin kir. Ew dibêje: “Mezinkirina zara di vê dinya Şeytanda, yek ji şixulê lapî çetin e, îlahî bona wan yên ku bî ne. Lê ez bawer im ku Yehowa min hiz dike çimkî ez çaxê dilteng dibûm û digiriyam, ew tevî min bû û tu car nedihîşt ku cêribandinên min ji qewata min der bin” (1 Korn. 10:13). w15 1/7 3:5

Şemî, 20 Gulan

Heger derengî bikeve, hîviya wê be! (Hebq. 2:3).

Hebaqûq pêxember bi sebir hîviyê bû, ku ew pêxembertî kîjan ewî derheqa hilşandina Orşelîmê digot, bê sêrî. Pêxemberên din jî ev elametî gelek sala dannasîn dikirin. Hebaqûq didît, ku zulmî û neheqî hê zêde bûye ne ku berê. Ewî lavaya ji Yehowa dikir seva ku alî wî bike, û pirs da Yehowa: “Ya Xudan, heta çi wextî ezê bangî te bikim?” Yehowa soz da Hebaqûq: “Ew dereng namîne” (Hebq. 1:1-4). Bide ber çevê xwe, hergê Hebaqûq biwestiya, çimkî hîviya xilaziyê bû û usa bigota: “Ez bi sala hîviya hilşandina Orşelîmê me. Wê gelek wede bikişîne, heta xilazî bê. Minra nelazim e ku berdewam kim dannasîn kim. Yên din dikarin evî şixulî bikin”. Lê çi dikaribû biqewimiya, hergê ew usa bifikiriya? Ewî wê qebûlkirina Yehowa unda kira. Û hergê ew hazir nîbûya bona hatina xilaziyê, ewî dikaribû emirê xwe unda kira. w15 1/8 2:12, 13

Led, 21 Gulan

Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike (1 Korn. 15:33).

Seva ku heleqetiya baş tevî Yehowa xwey kin, em hevalên usa xwera najbêrin, yên ku tiştên nerast û xirab dikin. Dikeve nava wan, yên ku dibêjin ku ewana Yehowara qulix dikin, lê gura wî nakin. Hergê yên usa gunên giran dikin û gunê xwe nadine rûyê xwe, em hevaltiya xwe tevî wan diqetînin (Rom. 16:17, 18). Çaxê meriv hevaltiyê dike, ew dixwaze hevalên xwe razî ke û usa bike ku wî qebûl kin. Û lema hergê em hevaltiyê dikin tevî wan, yên ku gura Xwedê nakin, em dikarin bikevine telikê û tiştên usa bikin çi ku ewana dikin. Mesele, hergê em nêzîk hevaltiyê dikin tevî merivên bênamûs, em jî dikarin bibine mîna wan. Ew yek tevî hine xûşk-birên me qewimiye. Û ewên ku gunê xwe neanîn rûyê xwe, ji civatê hatine derxistinê (1 Korn. 5:11-13). Heta ku ewana gunê xwe naynine rûyê xwe û poşman nebin, halê wan dikare usa be, çawa ku Pawlos got (2 Pet. 2:20-22). w15 1/8 4:4-6

Duşem, 22 Gulan

Hûn dostêd min in, heger hûn wan temiyêd ku ez didime we xwey dikin (Yûhn. 15:14).

Îsa bi aqilayî hevalên nêzîk xwera dijbart. Ewî hevalên usa bijart, yên ku bi aminî pey wî diçûn û usa jî Yehowa hiz dikirin û wîra qulix dikirin. Gelo tu jî xwera hevalên usa dijbêrî, yên ku Yehowa bi temamiya dilê xwe hiz dikin? Çira ew yek ferz e? Hizkirina xûşk û birên me dikare alî te bike, ku ruhanîda bigihîjî. Hergê tu cahil î û difikirî, ku emirê xwe ça derbaz kî, wê bi bîlanî be ku tu xwera hevalên usa bijbêrî, yên ku gelek wext Yehowara qulix dikin û civatêda yektiyê xwey dikin. Û wedê qulixkirinê dibeke problêmên wan jî hebûne, û ber çetinaya jî teyax kirine. Yên usa dikarin alî te bikin, seva ku jîyîna lape baş bijbêrî. Çaxê tu tevî wan meriva wede derbaz kî, ewana wê bikaribin alî te bikin, ku safîkirinên rast bikî û çawa Mesîhî ruhanîda mezin bî (Îbrn. 5:14). w15 1/9 1:14, 15

Sêşem, 23 Gulan

Baweriyêda hîmgirtî miqabilî wî [Mîrê-cina] rabin (1 Pet. 5:9).

Îsa bi xeberdana xwe û kirên xwe alî şagirtên xwe dikir, ku ewana baweriya xwe qewî kin (Marq. 11:20-24). Em jî gerekê çev bidine Îsa. Çaxê em usa bikin, emê hin baweriya xwe û hin jî baweriya merivên din qewî kin (Metlk. 11:25). Tu ça dikarî alî merivên di têrîtoriya xweda bikî? Çaxê tu meriva Kitêba Pîroz hîn dikî, dîna wan bide ser wan îzbatkirina ku Xwedê heye, ku ew bona me xem dike û ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye. Lê ça tu dikarî alî xûşk û bira bikî, seva ku ewana baweriya xwe qewî xwey kin? Hergê te bihîst, ku kesek ser merivên cabdar dike kute-kut, lez nekeve wî merivî sûcdar kî. Bi taktîkî alî wî bike, ku ew baweriya xwe qewî ke (Cihûd. 22, 23). Hergê tu mektebêda hîn dibî û dersdarê te derheqa êvalûsiyayê xeber dide, mêrxas be û derheqa baweriya xwe hindava efirandinê gilî ke. Çaxê tu gilî kî, dibek te ecêbmayî ke rêaksiya dersdar û ya wan, yên tevî te hîn dibin. Yehowa alî me her kesî dike, ku baweriya me qewî bimîne (1 Pet. 5:10). Rast e qewat lazim e ku baweriya xwe qewî kin, lê Yehowa wê me xelat ke hergê em qewatê xerc kin seva wê yekê. w15 1/9 3:20, 21

Çarşem, 24 Gulan

Ezman bona rûmeta Xwedê dibêjin, erşê ezmên şixulê destê Wî kifş dikin (Zebûr 19:1).

Îro Yehowa derheqa xwe, qirara xwe, efrînên xwe, û Xebera xwe, gelek tişt me hîn dike. Ev dinya meriva hêlan dike ku hînbûnê bistînin, lê çaxê meriv xwendina bilind distînin, gelek car diqewime ewana hizkirina xwe hindava Xwedê unda dikin. Lê Yehowa dixwaze wekî em ne ku tenê zanebûnê bistînin, lê ew usa jî alî me dike ku em bîlan bin. Ew dixwaze ku çi ku em hîn dibin bona kara xwe bidine xebatê û alî merivên din jî bikin (Metelok 4:5-7). Mesele, ew dixwaze ku em merivara dannasîn kin ku “rastiyê nas kin” û alî wan bikin seva ku ewana xilaz bin (1 Tîmotêyo 2:4). Em hizkirina xwe Yehowara û merivara eyan dikin, çaxê çiqas dikarin meriva hîn dikin derheqa Padşatiya Xwedê û çi ku ew wê bona însanetê bike (Zeb. 66:16, 17). w15 1/9 5:10, 11

Pêşem, 25 Gulan

Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê (Rom. 15:4).

Were em bifikirin ser mesela Êlyas, û dîna xwe bidine ser pênc dereca, kîderê ku Êlyas baweriya xweye qewî hindava Yehowa eyan kir. 1) Çaxê Êlyas gote Padşa Ahab ku Yehowa wê erdê hişk ke, ewî bi bawerî got: “Bona mafê Xwedayê Îsraêl, Xudanê ku zindî ye, yê ez li ber sekinîme, heta ku gotina min hebe, wê di van salanda xunav û baran nekeve!” (1 Padş. 17:1). 2) Êlyas bawer dikir, ku wedê vê xezebê Yehowa wê bona hewcên wî û merivên din xem bike (1 Padş. 17:4, 5, 13, 14). 3) Êlyas usa jî bawer bû, ku Yehowa dikare kurê jinebiyê sax ke (1 Padş. 17:21). 4) Êlyas usa jî dudilî nedibû, ku ji Yehowa wê agir bê û qurbana wî hûfî xwe ke (1 Padş. 18:24, 37). 5) Heta ku baran bibariya, Êlyas bi baweriya qewî gote Ahab: “Derkeve bixwe û vexwe; ji ber ku dengê zêdeyiya baranê heye” (1 Padş. 18:41). Paşî vê mesela Êlyas, em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo baweriya min jî usa qewî ye, çawa ya Êlyas?” w15 1/10 2:4, 5

Înî, 26 Gulan

Guhê te ser wan tişta be (1 Tîmt. 4:15).

Feresetê me ku em dikarin ziman bidine xebatê rastî jî pêşkêşa ji Yehowa ye (Zeb. 139:14; Eyan. 4:11). Yehowa pêşkêşeke din jî daye me, kîjan ku me ji heywana cude dike. Yehowa meriv “dilqê xweda xuliqand”. Azaya meye bijartinê heye, û em dikarin ziman usa bidine xebatê, seva ku Yehowara xizmet kin û wî rûmet kin (Destp. 1:27). Yehowa Kitêba Pîroz daye me û bi vê mera eyan kiriye, ku em ça wîra xizmet kin û ça wî rûmet kin. Kitêba Pîroz ya temam yan pareke wê, ser 2 800 zimana zêdetir destdikeve. Çaxê em ser Kitêba Pîroz difikirin, em destpêdikin usa bifikirin çawa Yehowa (Zeb. 40:5; 92:5; 139:17). Û ew fikirên Yehowa me bîlan dikin û me berbi jîyîna heta-hetayê dibin (2 Tîmt. 3:14-17). Fikirandin ew e, çaxê dîna xwe didine ser tiştekî û kûr dişirmîş dibin ser vê yekê (Zeb. 77:12; Metlk. 24:1, 2). Çaxê em difikirin ser vê yekê ku em çi pêhesiyan derheqa Yehowa û Îsa, ev yek kareke mezin mera tîne (Yûhn. 17:3). w15 1/10 4:2-4

Şemî, 27 Gulan

Heger yek nizane malxêtiyê li mala xwe bike, wê çawa bikaribe civîna Xwedê xwey ke? (1 Tîmt. 3:5).

Îsa şagirtên xwera digot ku ewana milûk û xwehiz nîbin, û hin jî ew xwexa usa bû (Lûqa 22:27). Şagirtên wî didîtin ku ew gelek tişt qurban dike bona Yehowara qulix ke û alî meriva bike. Şagirtên wî jî hîn bûn ku usa bikin. Hûn jî dikarin bi kirê xwe zarên xwe hîn kin. Dêbî ku du zarên wê hene dibêje: “Min tu car dexesî nedikir ku mêrê min bona yên din wede xerc dike, çimkî ew rûspî ye. Min zanibû ku malbeta mera hema ça alîkariya mêrê min lazim be, ew wê alî me bike”. Çawa Dêbî û mêrê wê Prana, bi kirê xwe ders seva zarên xwe hîştin? Prana dibêje ku zarên wî timê hazir bûn û dixwestin ku wedê civatên mezin alîkariyê bidin. Ewana bextewar bûn, hevalên baş xwera dijbartin û dixwestin ku timê tevî xûşk û bira bin. Niha malbeta wanda gişk ça qulixkarên hertim xizmet dikin. Dê-bavno, hergê hûn milûk in û xwehiz nînin, bi vê yekê hûn zarên xwe hîn dikin, ku timê hazir bin û bixwazin alî yên din bikin. w15 1/11 1:9

Led, 28 Gulan

Rast ji efirandina dinyayêda hunurêd [Xwedêye] nexuya, awa gotî qudreta wîye heta-hetayê û Xwedêtiya wî bi efirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê (Rom. 1:20).

Yehowa hizkirina xwe bi cûre-cûre eyan kir. Bifikirin derheqa mezinbûn û bedewbûna gerdûna me. Ew bi mîlyarda galaktîka ye, û di her galaktîkekêda bi mîlyarda steyrk û planêt hene. Di galaktîka meda, yek ji steyrka ew heye tev. Bê tev jîyîn ser erdê wê tune bûya. Hemû ew efirîn eyan dikin Yehowa çawa Efirandarê me, û didine kifşê hunurên wî, mesele qewat, bîlanî, û hizkirina wî. Yehowa erd çêkir xût bona jîyînê. Hemû tişt çi ku ser erdê ye karê tîne heywanara û merivara. Xwedê baxçêkî bedew çêkir bona meriva, û hiş û bedena bêqisûr da wan, seva ku ewana heta-hetayê bijîn (Eyan. 4:11). Û hê zêde, “yê ku xwarinê dide hemû canan ew e, kerema wî her û her e“ (Zeb. 136:25, ÎM). w15 1/11 3:7, 8

Duşem, 29 Gulan

Ez  . . . tevî we me! (Met 28:20).

Padşê me mera hacet daye, kîjan ku em dikarin bidine xebatê seva ku alî meriva bikin ku mizgînê qebûl kin. Hine hacet ku me da xebatê tenê wedekî kin kêrhatî bûn, lê hinek jî heta îro jî em didine xebatê. Lê ew hemû hacet alî me kirine ku belakirina mizgînêda pêşda herin. Sala 1933, me destpêkir bidin xebatê belgê pêşanînê, hacet kîjan ku alî geleka kir ku destpêkin mizgînê bela kin. Ew belg biçûk bû, û têda nivîsar bû têksteke hêsa û kin derheqa mizgîna ji Kitêba Pîroz. Belgê pêşanînê cûre-cûre tiştada alî mizgînvana kir. Mesele, hine mizgînvana gelek dixwestin mizgînê bela kin, lê wana şerm dikirin, û nizanibûn çi xeberdin wedê xizmetiyê. Hine mizgînvanên din jî gelek mêrxas bûn, û wana çi ku zanibûn nava çend deqada gilî dikirin xweyê malêra. Lê çi ku wana digot timê bi taktîkî nîbû. Ew belgê pêşanînê alî hemû mizgînvana kir ku zelal û hêsa mizgînê derbazî meriva kin. w15 1/11 5:3-6

Sêşem, 30 Gulan

Bila ji Navê Yahowara, pesnahiyan pêşkêş bikin (Zeb. 148:13, DO).

Gelek rêz ji Kitêba Pîroz didine kifşê, ku navê Xwedê ferz e û gerekê navê wî rûmet kin (Derk. 3:15; Zeb. 83:18; Îşa. 42:8; 43:10; Yûhn. 17:6, 26; Kar. Şand. 15:14). Yehowa rêberiya nivîskarên Kitêba Pîroz kir, seva ku ewana navê wî bi hezara car bidine xebatê (Hezql. 38:23). Û lema çaxê welger navê Xwedê nenivîsîn, bi wê yekê ewana qedirê navê Yehowa nagirin. Îro hê zêde îzbatkirin heye seva vê yekê, ku ferz e em navê Yehowa bidine xebatê. “Welgerandina Dinya Teze” ya tezekirîda sala 2013, navê Xwedê 7 216 car hate xebitandinê. Dêmek ji derxistina pêşiya wê, şeş cara zêde. Pênc ji wana hatine zêdekirinê, çimkî navê Xwedê hebû di kitêbên Gulometkkirîda ya Bera Mirî, ku wan paşwextiyada hate dîtinê. Ew pênc car nivîsar in di van ciyada, 1 Samûyêl 2:25; 6:3; 10:26; 23:14, 16-da. Ya şeşa di Hakimtî 19:18-da hate zêdekirinê ji bo vê yekê, ku manûskrîptên kevin ya Kitêba Pîroz hê kûr hatine lêkolînkirinê. w15 1/12 2:5, 6

Çarşem, 31 Gulan

Bira hizkirina biratî timê nav weda hebe (Îbrn. 13:1, DT).

Em îda niha gerekê hizkirina xwe hindava xûşk-bira qewî kin, çimkî ew yek wê alî me bike wedê cêribandin û çetinayên axiriyêda. Hela hê niha jî, pêşiya destpêbûna tengasiya mezin, hizkirina biratî mera gelek lazim e. Gelek ji xûşk-birên me ziyan standine ji bo erdheja, sêlava, firtona, tsûnamiya, û ji bo xezebên din. Hinek jî, teyax dikin ber zêrandina û peyketina (Met. 24:6-9). Xêncî wan tişta, em gişk jî her roj rastî problêmên êkonomî tên, dêmek perava girêdayî, çimkî em dijîn di vê dinya xirabda (Eyan. 6:5, 6). Rast e problêmên usa zêde dibin, lê were em hê zêde bidine kifşê hizkirina xwe hindava xûşk-bira. Belê, “hizkirina geleka wê sar be”, lê hizkirina meye biratî gerekê timê hebe (Met. 24:12). w16.01 1:8, 9

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin