KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es17 rûp. 98-108
  • Cotmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cotmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
  • Binserî
  • Led, 1 Cotmeh
  • Duşem, 2 Cotmeh
  • Sêşem, 3 Cotmeh
  • Çarşem, 4 Cotmeh
  • Pêşem, 5 Cotmeh
  • Înî, 6 Cotmeh
  • Şemî, 7 Cotmeh
  • Led, 8 Cotmeh
  • Duşem, 9 Cotmeh
  • Sêşem, 10 Cotmeh
  • Çarşem, 11 Cotmeh
  • Pêşem, 12 Cotmeh
  • Înî, 13 Cotmeh
  • Şemî, 14 Cotmeh
  • Led, 15 Cotmeh
  • Duşem, 16 Cotmeh
  • Sêşem, 17 Cotmeh
  • Çarşem, 18 Cotmeh
  • Pêşem, 19 Cotmeh
  • Înî, 20 Cotmeh
  • Şemî, 21 Cotmeh
  • Led, 22 Cotmeh
  • Duşem, 23 Cotmeh
  • Sêşem, 24 Cotmeh
  • Çarşem, 25 Cotmeh
  • Pêşem, 26 Cotmeh
  • Înî, 27 Cotmeh
  • Şemî, 28 Cotmeh
  • Led, 29 Cotmeh
  • Duşem, 30 Cotmeh
  • Sêşem, 31 Cotmeh
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
es17 rûp. 98-108

Cotmeh

Led, 1 Cotmeh

Kîjan pêşda kifş kirin, gazî wan jî kir û gazî kîjana kir, ew jî bêsûc kirin (Rom. 8:30)

Yehowa destpêkir rûnkiriya bijbêre paşî mirin û saxkirina Îsa. Tê kifşê ku qirna yekêda hemû Mesîhiyên rast, rûnkirî bûn. Lê ji wî wedeyî heta destpêbûna rojên axiriyê, heçî zef ji wan ku digotin ku ewana peyçûyên Îsa ne, bi rastiyê Mesîhiyên derew bûn. Îsa wana beramberî “zîwana” kir. Lê yeke, nava wan salada, Yehowa berdewam dikir rûnkiriya bijbêre. Û çawa ku Îsa got ewana wê mîna “genim” bin (Met. 13:24-30). Nava wan rojên axiriyêda, Yehowa dîsa jî berdewam dike bijbêre ewên ku wê bikevine nava 144 000. Hergê Yehowa hineka dijbêre wedê kutasiya rojên axiriyê, femdarî ye ku em gerekê dudilî nîbin ku ew rast dike (Îşa. 45:9; Dan. 4:35; Rom. 9:11, 16). Em gerekê fesal bin ku mîna wan pala nîbin, yên ku ser axayê xwe kirine kote-kot, ku ew ça bû hindava wan pala, yên ku êvarê siheta 5 destpêkirin xebitîn (Met. 20:8-15). w16.01 4:15

Duşem, 2 Cotmeh

Niha rabe kurê xweyî tayê tenêyî delal Îshaq hilde û here welatê Morîyayê, li wê derê li serê çîyakî, kîjanî ezê tera bêjim, bike dîyarîya tevayîşewatê (Destp. 22:2)

Lê em çi dikarin derheqa xwe bêjin? Rast e Xwedê îro ji me dewa nake wekî em zarên xwe jêra bikine qurban. Lê ew ji me hîvî dike, ku gura wî bikin hingê jî çaxê temiyên wî mera nefemdarî yan giran in bînin sêrî. Heye tiştekî usa ku Xwedê ji te dewa dike, lê tera çetin e ku bînî sêrî? Bona hineka ew yek belakirina mizgînê ye. Ewana dibeke şerm dikin û lema wanara çetin e tevî merivê nenas xeberdin. Hinek jî şerm dikin ku ji yên mayîn cude dibin, mesele mektebêda yan jî ciyê xebatê (Derk. 23:2; 1 Têsln. 2:2). Qe tu jî mîna Birahîm ketî çetinaya usa, ku te texmîn kiriye, wekî qewata te der e ewê çetinayê derbaz kî? Hergê erê, bifikire ser mêrxasî û baweriya Birahîm! Hergê em bifikirin ser meselên mêr yan jinên amin, emê hêlan bin çev bidine wan û nêzîkî Xwedê bin çawa dostê nêzîk (Îbrn. 12:1, 2). w16.02 1:3, , 14

Sêşem, 3 Cotmeh

Saûl ji lawê xwe Yonatanra û ji hemû qûlên xwera, bona kuştina Dawid got (1 Sam. 19:1).

Çaxê Şawûl xwest Dawid bikuje, hingê Yonatan rastî çetinayê hat. Yonatan tevî Dawid peyman girêda û dixwest wîra amin bimîne, lê ewî dixwest bavê xwera jî amin bimîne. Yonatan zanibû ku Xwedê tevî Dawid e, ne ku tevî Şawûl. Lema jî, Yonatan aminiya xwe hindava Dawid danî ser ciyê pêşin. Ewî Dawidra got ku ew xwe veşêre, û paşê ber bavê xwe derheqa Dawid baş xeber dida, seva dilê bavê xwe nerm ke, wekî ew Dawid nekuje (1 Sam. 19:1-6). Em gerekê fesal bin, seva ku bona me hê ferz be aminiya me hindava Yehowa, ne ku hindava tiştên din, mesele hindava miletê me, mektebê, yan koma sportê. Mesele, Hênrî hiz dike şaxmat (sedrenc) bilîze. Mekteba wîda qeyde bû ku çêmpîonatêda bilîzin, û ewî dixwest qewatê xerc ke seva koma mekteba wî serkeve. Ew gilî dike: “Hêdî-hêdî, bal min aminî hindava mektebê ciyê pêşin digirt, ne ku aminî Xwedêra. Min rojên Şemiyê û Ledê jî dilîst, û ji bo vê yekê xizmetkirina min ziyanê diket. Lema jî, min safî kir ku derkevim ji koma şaxmat-lîstikê” (Met. 6:33). w16.02 3:10, 12

Çarşem, 4 Cotmeh

Cimeta te wê bi rezedilî xwe tesmîlî te ke (Zeb. 110:3, DT).

Hergê tu cahilî hene hine tişt, bi saya kîjana tu dikarî têderxî hela xwestina te ku bêyî nixumandinê, ji dilê tê ye yan na. Mesele, xwestina te ku tu dixwazî Yehowara xizmet bikî, wê duayên teda eyan bin. Hergê tu timê dua dikî û duayên te konkrêt in, ew yek dide kifşê ku heleqetiya te tevî Yehowa çiqas nêzîk e (Zeb. 25:4). Yehowa bi saya Xebera xwe caba duayên me dide. Lema hergê tu timê Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, ew jî dide kifşê ku tu dixwazî nêzîkî Yehowa bî û bi temamiya dilê xwe jêra xizmet bikî (Yêşû 1:8). Hela ji xwe bipirse: “Duayên min konkrêt in? Hînbûna mine şexsî timê heye?” Û hergê malbeta te Qulixkirina tevî Malbetê derbaz dike, ji xwe bipirse: “Ez bi hazirbûnê tême ser vê civînê?” Cabên teye ser wan pirsa wê alî te bikin ku têderxî, hela ew xwestina teye şexsî ye ku bêyî nixumandinê. w16.03 1:11, 13

Pêşem, 5 Cotmeh

Ji wî temamiya bedenê hevva ne û hemû jî bi sêvika hevva girêdayî ne (Efes. 4:16).

Çaxê em kitêba “Hersalîda” dixûnin ku şixulê meyî belakirina mizgînê çi karê tîne, ew yek mera şabûnê tîne! Usa jî bifikirin, derheqa yektiya me çaxê tevayî nav temamiya dinyayêda ser civatên mezin dicivin. Ser wan civîna em gotarên hêlankirinê dibihên, usa jî drama û temaşa dinihêrin. Ew hemû tişt didine kifşê, ku ça Xwedê bi hizkirinê me teglîf dike, wekî bi temamiya dilê xwe wîra xizmet kin. Êvara Bîranîna mirina Îsa jî me dike yektiyê. Em her sal 14 Nîsanê paşî ku ro diçe ava, top dibin seva bidine kifşê razîbûna xwe bona dilremiya Xwedê hindava me, û usa jî bidine kifşê guhdarîbûna xwe hindava temiya Îsa (1 Korn. 11:23-26). Çend heftî pêşiya Êvara Bîranînê em dertên xizmetkirinê, seva ku çiqas dikarin gelek meriva teglîf kin ser wê qewimandina mexsûs. Merivek tenê nikare hemû merivara mizgînê bela ke. Lema jî em tevî hev hevkariyê dikin, seva ku alî mîlyona meriva bikin ewana nas kin wî, kê ku hêjayî pesina û şikiriyê ye. Ew heye Yehowa! w16.03 3:4, , 6, 7

Înî, 6 Cotmeh

Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me (Met. 3:17).

Ew bira kîjan ku hîn dibe seva civatêda şixul bike, gerekê usa jî hîn be, ku pê prînsîpên Kitêba Pîroz şixulên civatê bike. Mesele, hergê rûspî ji bira hîvî ke wekî ber derê Oda Civatê temiz xwey ke û xem ke seva bêxofiyê, rûspî dikare wîra bixûne Tîto 2:10, û şiroveke ku ji bo wî şixulî, wê ça mizgîniya xêrê merivara hê zêde hewas be. Usa jî rûspî dikare şagirt hêlan ke wekî dişirmîş be derheqa merivên mezin di civatêda û ça ew şixul wê karê bide wan. Xeberdana usa wê alî şagirt bike ku hîn be hê zêde dişirmîş be derheqa meriva ne ku ser temiya. Çaxê ew bivîne ku ça xûşk û bira karê distînin ji wî şixulî, ew wê şabûnê bistîne çimkî bona yên din xem dike. Usa jî rûspî gerekê payê şagirt bide, wekî ew şîretên wî hildide. Çawa ku av lazim e seva ku şînkayî rind şîn be û geş be, usa jî çaxê rûspî payê şagirt bide, ew wê qulixkirinêda pêşda here. w15 1/4 2:7, 8

Şemî, 7 Cotmeh

Xudan wê min ji her kirên xirab xilaz ke (2 Tîmt. 4:18).

Qe problêma teye usa çetin hebûye ku kesekî nikaribûye alî te bike? Dibek te xebata xwe unda kir, yan jî mektebêda zorbetî hebû. Dibek tu nexweş bûyî yan jî çetinayêd teye din hebûn. Dibeke te ji hineka alîkarî xwestiye, lê wana nikaribûne usa alîkariyê bidine te ça ku tera lazim bû. Rast e, hene problêm ku meriv nikarin safî kin. Hingê tu çi dikarî bikî? Kitêba Pîroz mera dibêje wekî îtbariya xwe Yehowa bînin (Metlk. 3:5, 6). Lê tu dikarî bawer bî wekî ew wê alî te bike? Belê! Em dikarin ji Kitêba Pîroz derheqa gelek mesela bixûnin, kîjan ku me didine bawerkirinê wekî Yehowa rastî jî alî cimeta xwe dike. Hêrs nekeve çaxê meriv alîkariya usa nadine te ça ku tera lazim e. Dewsê, mîna Pawlos, çetinayên xwe hesab ke ça mecal, ku bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînî. Ew usa jî mecal e ku di emirê xweda bivînî, çawa ew bona te xem dike. Axiriyê, îtbarî û heleqetiya te hindava Yehowa wê hê qewî be. w15 1/4 4:3-5

Led, 8 Cotmeh

Mîrê vê dinyayêyî neheq şevereşa kora aniye ser femê nebawera (2 Korn. 4:4).

Şeytan tenê bi xapandinê dikare meriva ji Xwedayê hizkirin Yehowa dûr xwe (1 Yûhn. 4:8). Ew meriva dixapîne, ku wanara nelazim e “ruhfeqîr” bin, dêmek hewce nîbin wekî heleqetiya wan tevî Yehowa hebe (Met. 5:3). Mîrê-cina “şevereşa kora aniye ser femê nebawera”, û lema ewana nikarin rastiya derheqa Yehowa bivînin. Şeytan usa jî bi rêlîgiya qelp meriya dixapîne. Ew zane, wekî Yehowa “Xwedêkî kumreş” e (Derk. 20:5). Hela bidine hesabê xwe, çiqas Şeytan xweş tê, çaxê ew divîne ku meriv kal-bavên xwe, yan tebiyetê, yan jî heywana, dêmek kesekî yan tiştekî dihebîne, ne ku Yehowa. Yazix, lê gelek meriv dişirmîş dibin ku Xwedê hebandina wana qebûl dike. Lê ewana bin hukumê hînkirinên qelp û eyd-qeydên bêkêrda nin. Îsraêlî hêna Îşayada hema derecên usada bûn. Yehowa ji wana pirsî: “Ma çima hûn . . . keda xwe didin tiştê ku têr nake? Min baş guhdarî bikin û . . . bila bi tiştê qelew canê we temê bivîne!” (Îşa. 55:2) w15 1/5 1:14, 15

Duşem, 9 Cotmeh

Ewê serê te bihincirîne û tê jî peniya wê bigezî (Destp. 3:15).

Habîl rast nizanibû ew yek wê ça biqewime. Lê ew dibek gelek ser wan giliyên Xwedê dişirmîş dibû. Habîl dikaribû dişirmîş bûya: “Gelo kê wê alî însanetê bike wekî dîsa bibine qedandî, dêmek mer wê kê bigeze?” Habîl bawer dikir, ku her sozên Xwedê wê bêne sêrî. Lema çaxê ewî Yehowara qurban anî, Yehowa qurbana wî qebûl kir (Destp. 4:3-5; Îbrn. 11:4). Baweriya Nuh jî hebû hindava Yehowa, lema ew xilaz bû wedê sêlavê (Îbrn. 11:7). Û paşê ji bo baweriya xwe, ewî bona Yehowa heywan kirin qurban (Destp. 8:20). Paşî sêlavê, dinya dîsa bû zulm. Nemrûd serwêrtî destpêkir û dixwest wekî meriv miqabilî Xwedê rabin (Destp. 10:8-12). Lê baweriya Nuh qewî ma. Mîna Habîl, ewî jî bawer dikir wekî rojek wê bê, ku Xwedê gune û mirinê bide hildanê. Nuh usa jî dikaribû bifikiriya derheqa wî wedeyî, çaxê serwêrên xirab îda tune bin. Em jî dikarin bidin ber çevê xwe wî wedeyî, kîjan ku niha gelek nêzîk e! (Rom. 6:23) w15 1/5 3:4, 6

Sêşem, 10 Cotmeh

Kul-derd dilê mêriv wî dihelîne, lê gotineke qenc wî şa dike (Metlk. 12:25).

Çaxê em gelek xema dikin û berxwe dikevin, em dikarin nexweşkevin û hela baweriya xwe jî hindava Yehowa hêdî-hêdî unda kin. Dewsê em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin, ku ew wê alî me bike û rêza vê rojê bînin bîra xwe. Hergê tu derheqa tiştekî xem dikî, dilê xwe qulixkarekî Yehowara veke, kîjan ku te rind nas dike. Dê yan bav, mêrê te yan jina te, yan jî hevalê baş dikare te dilgerm ke, wekî tu baweriya xwe Yehowa bînî, û wê alî te bike ku hê kêm xem bikî. Yehowa hê rind hestên me zane, ne ku kesekî din. Û çaxê em xem dikin, ew dikare alî me bike wekî em dilrihet bin. Pawlos nivîsî: “Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilaya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlî. 4:6, 7). Dêmek çaxê tu xem dikî, bifikire derheqa alîkariya ku Yehowa dide te, wekî heleqetiya xwe tevî wî qewî xwey kî. Mesele ew alîkariyê dide te bi xûşk û bira, rûspiya, xulamê amin, milyaketa, usa jî bi Îsa. w15 1/5 4:16, 17

Çarşem, 11 Cotmeh

Merivek li wê derê hebû, ku nexweşê sî-heyşt sala bû (Yûhn. 5:5).

Orşelîmêda, ji paristgehê aliyê bakûrê, hewz hebû bi navê Beythasta. Gelek merivên nexweş diçûne li wêderê, çimkî bawer dikirin ku ewana bi keremet wê qenc bin. Îsa wêderê rastî wî merivî hat, kîjan ku ji nexweşiya xwe diçerçirî hê zêde sal, ne ku çiqas sal Îsa li ser erdê jît (Yûhn. 5:6-9). Îsa ji wî merivî pirsî hela ew dixwaze qenc be. Ewî Îsara gilî kir, ku ew dixwaze qenc be lê nikare. Çimkî tu kesî alî wî nedikir ku bikeve hewz. Paşê Îsa gote wî merivî, ku tiştekî nebûyî bike. Ewî got, wekî ew meriv bera xwe hilde û bigere. Û ew merivê seqet bera xwe hilda û destpêkir bigere! Ew keremeta baş îzbat dike, ku Îsa wê çi bike dinya tezeda. Hin jî ew nîşan dike ku Îsa meriva çiqas zef hiz dike. Îsa merivên usa digeriyan, kîjanara alîkarî lazim bû. Mesela wî me hêlan dike, wekî em çaxê dannasîn dikin alî wan meriva bikin, yên ku dilteng dibin ji bo tengasiyên vê dinyayê. w15 1/6 2:8-10

Pêşem, 12 Cotmeh

Hûn aha dua bikin (Met. 6:9).

Îsa duakirin destpêkir bi giliyên usa, “Bavê meyî ezmana”. Ew gilî mera dide kifşê, ku Yehowa Bavê hemû xûşk-birên me ye (1 Pet. 2:17). Lê Yehowa bi rastiyê jî Bav e bona wan, kîjan ku ewî xwexa jibartiye bona jîyîna ser ezmana, û wana hesab dike çawa kurên xwe (Rom. 8:15-17). Ewên ku wê bijîn heta-hetayê ser erdê, dikarin bêjin ku Yehowa “Bavê” wan e, çimkî ew jîyînê dide wan û derheqa hewcên wan xem dike. Lê ewana wê bêne navkirinê ça “zarêd Xwedê”, çaxê bibine qedandî û wedê cêribandina paşin amin bimînin (Rom. 8:21; Eyan. 20:7, 8). Dê-bav pêşkêşeke gelek baş didine zarên xwe, çaxê alî wan dikin seva ewana fem kin, ku Yehowa Bavê wanî ezmana ye, û usa jî çaxê wana hîn dikin ku Xwedêra dua bikin. Rastî jî, dê-bav pêşkêşeke gelek baş dikarin bidine zarên xwe, çaxê wana hîn dikin, ku Yehowa Kesê rêalî ye, û ku ewana dikarin bibine dostê wîyî nêzîk. w15 1/6 4:4-6

Înî, 13 Cotmeh

Me ji yê xirab xilaz ke (Met. 6:13).

Em ça dikarin Yehowara nîşan kin, ku em dixwazin ew me “ji yê xirab xilaz ke”? Em gerekê “ne para dinyayê” bin, û usa jî gerekê “dinyayê hiz nekin, ne jî wan tiştêd ku dinyayêda ne” (Yûhn. 15:19; 1 Yûhn. 2:15-17). Wê çiqas baş be, çaxê Yehowa Şeytan û evê dinya zulm kuta ke! Lê heta ew wede bê, em gerekê bîra xweda xwey kin, ku Şeytan “ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne”. Ew hemû tiştî dike çi ku dikare, seva ku em qulixkirina xwe Yehowara bidine sekinandinê. Lema jî, em gerekê timê Yehowara dua bikin, seva ew me ji Şeytan xwey ke (Eyan. 12:12, 17). Tu dixwazî bijîyî wê dinyayêda, kîderê ku Şeytan wê tune be? De wekî usa ne, berdewan ke dua bike wekî Padşatiya Xwedê bê, navê Xwedê Pîroz be û wekî qirara wî be ser erdê. Timê îtbariya xwe Yehowa bîne, wekî ew wê bona te xem bike û alî te bike seva ku wîra amin bimînî. Belê, hemû tiştî bike çi ku dikarî, seva ku anegorî duakirina Îsa bijîyî (Met. 6:9-13). w15 1/6 5:12, 17, 18

Şemî, 14 Cotmeh

Hingê tengasîke usa mezin wê bibe (Met. 24:21).

Rast e em hemû tiştî nizanin, ku wê çi biqewime wedê cêribandinê. Lê gerekê em hîviyê nîbin, ku wî çaxî jîyîn wê hêsa be. Dewsa vê yekê em gerekê hîviyê bin, ku dibek wê lazim bê tiştekî qurban kin yan jî ji xwe kêm kin. Qirna yekêda, Mesîhî malên xwe hîştin û ber gelek çetinaya teyax dikirin, seva ku xilaz bin (Marq. 13:15-18). Lema jî em gerekê xwe bipirsin: “Gelo ez hazir im hebûna xwe bihêlim? Gelo ez hazir im hemû tiştî bikim, seva ku Yehowara amin bimînim?” Tu tenê bifikire, wî wedeyî çi jî biqewime, tenê emê Xwedayê xwera qulix kin, çawa ku Daniyêl pêxember dikir (Dan. 6:10, 11). Tengasiya mezin wê ne ew wede be, ku “mizgîniya Padşatiyê” dannasîn kin. Wedê dannasînkirina vê mizgîniyê wê derbaz be. Çimkî zûtirekê wedê “xilazî” wê bê! (Met. 24:14). Cimeta Xwedê wê bi mêrxasî elametiya dîwankirinê elam kin. Ew elametî dikare ew be, ku dinya Şeytane zulm, îda bi temamî here berbi kutakirinê. w15 1/7 2:3, 8, 9

Led, 15 Cotmeh

Ew ne ji dinyayê ne, çawa ku ez ne ji dinyayê me (Yûhn. 17:16).

Îsa pêşda got, ku meriv wê hela hê me nefret jî bikin, çimkî em ji wana cude dibin. Em gerekê bîra xweda xwey kin ku ewên ku miqabilî me diçin, derheqa Padşatiya Xwedê nizanin. Lema jî ewana nikarin fem kin, ku çira em usa amin in Padşatiya Xwedêra, dewsa serwêrtiyên merivara. Seva ku Yehowara amin bin, em gerekê guh bidine wî. Firqî tune merivên din himberî me wê çi bêjin yan jî çi bikin (Dan. 3:16-18). Cahilara îlahî gelek çetin e, ji bo vê yekê, ku ewana ji yên din cude dibin. Dê-bavno alî zarên xwe bikin, seva ku ewana mektebêda mêrxas bin. Çimkî zar dikarin di mektebêda bitirsin, ku beyraqê hurmet nekin yan jî tevî wan cejina nebin, yên ku mileta hurmet dikin. Tu dikarî wedê qulixkirina tevî malbetê lêkolîn kî, ku çawa Yehowa difikire derheqa wan tişta. Zarên xwe hîn ke, ku ewana bikaribin derheqa baweriya xwe bi femdarî û bi qedir şirovekin (Rom. 1:16). Lê hergê lazim be, tevî dersdarên zarên xwe xeberde derheqa baweriya xwe. w15 1/7 3:15, 16

Duşem, 16 Cotmeh

Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da (Yûhn. 3:16).

Yehowa pêşkêş daye me dêmek kirîn, bi saya kîjanî em dikarin jîyîna heta-hetayê qazanc kin (1 Yûhn. 4:9). Pawlos derheqa wê pêşkêşê, ku hizkirina Xwedê eyan dike nivîsî: “Mesîh bona me nepaka wextda mir. Degme bona merivekî rast yek bimire, belkî bona merivekî qenc yekê biwêre bimire, lê belê Xwedê hizkirina xwe hindava meda hingê da kifşê, gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir” (Rom. 5:6-8). Kirîn ew eyankirina hizkirina Xwedêye lape mezin e, kîjan ku mecalê dide meriva ku heleqetiya wane nêzîk tevî Yehowa hebe. Dêmek bi saya kirînê, Yehowa hizkirina xwe hindava hemû meriva eyan dike. Çiqas baş e, ku em zanin hergê em Xwedêra amin qulix dikin, ew wê jîyîna ser erdê bide me! Werin em bidine kifşê ku qîmet dikin ewê kirînê, kîjan ku îzbat dike hizkirina Xwedê ku kuta nabe. w15 1/8 1:13, 15

Sêşem, 17 Cotmeh

Ne bi keser bin (Nehem. 8:10).

Bide ber çevê xwe ku wê qedirekî çiqas mezin be, ku em qulix kin dinya tezeye Xwedêda, û bin serwêrtiya Padşatiya wîda! Lema, niha em şa ne ku tevî teşkîleta Yehowa şixulkariyê dikin û çi şixulî jî didine me em dikin. Lê cara dikare şixulên me yanê jî kifşkirinên me bêne guhastinê. Mesele, hine xûşk-bira ku di Beytela Dewletên Yekbûyîda qulix dikirin, ewana hatine kifşkirinê, ku deştêda qulix kin. Û usa jî hine berpirsiyarên rêvî, ji bo emirê xweyî mezin hatine kifşkirinê çawa pêşengê mexsûs. Ewana kifşkirina xweye tezera şa dibin û Yehowa jî wana kerem dike. Hergê em Yehowara dua dikin bona alîkariyê, û çiqas dikarin hemû tiştî dikin, ku wîra qulix kin, usa jî hîn dibin, ku qayîl bin hemû cûre kifşkirinara, emê bextewar bin û Yehowa wê me kerem ke (Metlk. 10:22). Gelo emê xwe ça kifş kin hergê dinya tezeda em bixwazin bijîn wî cîyî kîderê me xweş tê, lê teşkîleta Yehowa mera bêje ku cîkî mayîn bijîn? Hingê, îda wê mera firqî tune be emê kîderê bijîn yan çi bikin. Çimkî wî çaxî emê gelek razî bin, ku em dinya tezeda nin. w15 1/8 3:8

Çarşem, 18 Cotmeh

[Nuh] wî zemanîda merivekî rast û kamil bû (Destp. 6:9).

Nuh dinya xirabda dijît û ew tevî wan meriva hevaltî nedikir, yên ku Yehowa hiz nedikirin. Nuh û malbeta wî, nava şixulê avakirina gemiyêda bûn, û hin jî Nuh “rastî dannasîn dikir” (2 Pet. 2:5). Nuh, jina wî, û kurên wî jinên xweva, tevî hev hevaltîke baş dikirin. Wana timê ew şixul dikirin, çi ku Xwedê xweş dihat, û axiriyê jî ewana ji sêlavê xilaz bûn. Em gişk rikinyata wî ne, û em gerekê razî bin ku Nuh û malbeta wî gura Xwedê kirine û ji hevalên xirab dûr bûne. Mesîhiyên qirna yekêda jî usa bûn. Wana hevaltî nedikir tevî wan, yên ku Yehowa hiz nedikirin. Wana gura Yehowa kir, lema jî çaxê sala 70 D.M. Orşelîm hate hilşandinê, ewana xilaz bûn (Lûqa 21:20-22). w15 1/8 4:17, 18

Pêşem, 19 Cotmeh

Wexta kenînê heye  . . . û wexta lîstinê heye (Waîz 3:4).

Ne hemû cûre hêsabûn karê yan rihetiyê tînin, yan jî qewatê didine meriva. Em usa jî gerekê wedê xwe zef xerc nekin ser hêsabûnê. Lê îsafa me ça alî me dike, ku em şa bin û lezetê bivînin ji hêsabûnê, kîjan ku Yehowa qebûl dike? Kitêba Pîroz pêşda dibêje, ku em gerekê miqabilî “kirêd binyata însên” bin. Dikeve nava wan kira “bênamûsî, heramî, toltî, pûtparistî, pîresêrtî, neyartî, şer-dew, hevsûdî, hêrsketin, hevrikî, dutîretî, cudetî, çevê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçiksantî û çi ku mîna van in”. Pawlos nivîsî ku “yêd van tişta dikin, Padşatiya Xwedê war nabin” (Galt. 5:19-21). Em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo îsafa min alî min dike, ku ez xwe dûr bigirim ji wan sporta kîjanada heye zorbetî, hucetî, û kîjan ku firqiyê dike orta mileta? Îsafa min, min dide sekinandinê, çaxê bal min xwestin pêşda tê, ku binihêrim wan fîlma kîjanada bênamûsî heye, yan jî hêlan dikin ku bênamûsiyê, serxweşbûnê yan sêrbaziyê bikin?” w15 1/9 2:11, 12

Înî, 20 Cotmeh

Ya Xudan, dizanim ku, rêya mirov ne di destê wîda ye; gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşe de ye (Yêrem. 10:23).

Kitêba Pîroz mera eyan dike, ku Xwedê em bi wê îzinê ne efirandine, wekî em xwexa xwera safî kin, ku çi ye baş û çi ye xirab. Çimkî Yehowa zane bona me çi hê baş e. Hergê em fem kin, ku hukumtî tenê Xwedêra dikeve û gura wî bikin, emê bikaribin edilayêda bijîn û lezetê bivînin ji jîyîna xwe. Yehowa rastiya ferz mera eyan kiriye, çimkî ew me hiz dike. Bavê bi hizkirin derheqa axiriya zarên xwe xem dike. Ew dixwaze, ku ewana bextewar bin. Yazix, îro heçî zef meriv berxwedikevin, ku axirî wê ça be, û gelek jî temamiya emirê xwe tenê dixebitin bona wan tişta, çi ku wedelû ne (Zeb. 90:10). Em çiqas ji Yehowa Bavê xwe razî ne, ku ew ne ku tenê me hîn dike ku em çawa niha ji emirê xwe lezetê bivînin, lê usa jî soz daye bona axiriya pir baş! w15 1/9 4:10, 11

Şemî, 21 Cotmeh

Heta ku gotina min nebe, . . . xunav [avî] û baran nekeve (1 Padş. 17:1).

Berê, mecala gelek meriva hebû, ku bivînin û bibihên ku çawa Xwedê alî cimeta xwe dike. Yehowa keremet dikir, seva ku cimeta xwe ji Misirê aza ke û gelek padşên di Erdê Sozdayîda kuta kir (Yêşû 9:3, 9, 10). Dijminê Îsraêliya kuta bûn, çimkî wana nexwest bawer kin, ku Yehowa bona cimeta xwe şer dike. Mecala Ahab Padşayê zulm jî hebû, ku gelek car destê Xwedê bivîne. Êlyas Yehowara dua kir, û Yehowa caba duayê wî da bi agirê ji ezmana. Û Ahab jî ev yek dît. Paşê, Êlyas Ahabra got ku Yehowa wê usa bike, ku erd îda hişk nebe, lê dewsê barana qayîm bişîne (1 Padş. 18:22-45). Ahab ew hemû keremet dît, lê dîsa jî nedixwest bawer kira ku ewî qewata Yehowa dît. Em çi hîn dibin ji wan mesela? Di jîyîna xweda, em gerekê timê destê Yehowa bigerin. w15 1/10 1:4, 5

Led, 22 Cotmeh

Yê rast wê bijî, çimkî bawer dike (Galt. 3:11).

Hergê em prînsîpên Yehowa diqedînin, em gerekê tu car dudilî nebin, ku ew wê alî me bike. Lê em gerekê tenê baweriya xwe Wî bînin, kîjan ku bi rastiyê dikare alî me bike. Pawlos tîne bîra me, ku Xwedê ew e, “yê ku dikare her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin, bi wê qewata ku nava meda dixebite” (Efes. 3:20). Xizmetkarên Yehowa çiqas dikarin hemû tiştî dikin, seva ku qirara Xwedê bînin sêrî. Lê ewana zanin ku qewata wan bi sînor e. Em çiqas razî ne, ku Xwedê tevî me ye û ku ew me kerem dike. Gelo hergê em hîvî kin ji Xwedê ku baweriya me zêde be, ew wê alî me bike? Yehowa soz dide me, ku çaxê “em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin”, ew wê bide me (1 Yûhn. 5:14). Hergê em bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin, ew wê me kerem ke. Çaxê em ji wî bixwazin ku hê zêde baweriya me hebe, baweriya me wê hê qewî be, û emê “hêjayî Padşatiya Xwedê bin” (2 Têsln. 1:3, 5). w15 1/10 2:16-18

Duşem, 23 Cotmeh

Ji wan nexalifin (Îbrn. 2:1).

Hergê em bifikirin derheqa Yehowa û Îsa ew yek wê alî me bike bibine Mesîhiyên gihîştî û baweriya xwe qewî xwey kin (Îbrn. 5:14; 6:1). Ew merivê ku gelek hindik difikire derheqa Xwedê, axiriyêda wê hêdî-hêdî heleqetiya xwe tevî Yehowa unda ke, û hela hê wê ji riya rastiyê jî derê (Îbrn. 3:12). Îsa pêşda got ku hergê em “bi dilê sax” guh nedine Xebera Xwedê yan jî qebûl nekin, emê nikaribin Xebera Wî dilê xweda xwey kin. Dewsê, emê “xemêd dinêva, dewlet û şabûna vî emirîva” mijûl bin (Lûqa 8:14, 15). De werên em berdewam kin bifikirin ser Kitêba Pîroz û bi wê yekê Yehowa hê rind nas kin. Çimkî ew yek wê me hêlan ke ku bi temamî çev bidine wî, û hunurên wî bal xwe pêşda bînin (2 Korn. 3:18). Em dikarin berdewam kin hê zêde pêbihesin derheqa Bavê xweyî ezmana û heta-hetayê çev bidine wî. Rastî jî vî qedirî zêdetir çi heye! (Waîz 3:11). w15 1/10 4:13, 14

Sêşem, 24 Cotmeh

Serwaxtî naskirinê li nefsa te şîrin be, heger tu wê bibînî axirîya teyê xêr be (Metlk. 24:14).

Çawa dê-bav, hilbet hûn dixwazin ku zarên we tevî Yehowa timê nêzîk bin. Yehowa dixwaze ku hûn wana hîn kin û şîret kin. Û ew borcdarî ewî daye we (Efes. 6:4). Lema jî hûn gerekê bawer bin, ku hela zarên we ewê hînkirinê timê distînin yan na. Bifikirin ser vê meselê: Hûn zanin ku zarên we lema diçine mektebê, çimkî ferz e ku ewana xwendinê bistînin, û hûn dixwazin ku ewana tiştên teze hîn bin. Usa jî, hûn zanin ku çira zarên we têne ser civatê, civatên mezin û qulixkirina tevî malbetê. Hûn fem dikin ku hînbûna ji Yehowa dikare emirê wan xilaz ke. Lema jî, hûn gerekê alî wan bikin ku ewana bixwazin Yehowa nas kin, û fem kin ku ew dikare wana hîn ke ku bîlan bin. Usa jî zarên xwe hîn kin, ku timê herine xizmetiyê. Çev bidine Îsa vê yekêda, ku alî zara bikin, wekî ewana Xebera Xwedê meriva hîn kin û şabûnê bistînin. w15 1/11 2:6

Çarşem, 25 Cotmeh

Serê her mêrî Mesîh e, serê jinê mêr e û serê Mesîh Xwedê ye (1 Korn. 11:3).

Yehowa safî kiriye ku kê gerekê serê malbetê be. Yehowa dixwaze wekî serê malbetê bi hizkirin be û tu car sert nîbe. Rast e mêr serê jinê ye, lê Kitêba Pîroz dibêje ku mêr gerekê qedirê jinê bigire (1 Pet. 3:7). Mêr ça dikare evê yekê bike? Ew gerekê dîna xwe bide ser hewcê jina xwe û gotina wê hilde hesab. Kitêba Pîroz dibêje: “Mêrno, jinêd xwe hiz bikin, çawa ku Mesîh civîn hiz kir û jîyîna xwe ber wêva da” (Efes. 5:25). Çaxê mêr mîna Îsa ça serî bi hizkirin e, hingê jinêra hêsa ye ku qedirê wî û safîkirina wî bigire (Tîto 2:3-5). w15 1/11 4:6, 7

Pêşem, 26 Cotmeh

Cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin (Kar. Şand. 6:1).

Çaxê mizgîn dihate belakirinê, gelek Mesîhiya ser zimanê Yûnanî xeberdidan, ne ku bi zimanê Îbranî. Çimkî wî çaxî zimanê Yûnanî belabûyî bû, lema kitêba Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna bela bûn ser zimanê Yûnanî. Usa jî nemên Pawlos û kitêbên din yê Kitêba Pîroz hatine nivîsarê ser zimanê Yûnanî. Hewas e, ku çaxê nivîskarên Nivîsarên Yûnanî rêzên ji Nivîsarên Îbranî wedikilandin, wana gelek car “Sêptûagînt” didane xebatê. Cara, ew rêzên wekilandî hinekî cude dibûn ji orîjînala zimanê Îbranî. Û ew xebat ku welgerên nekamil kirine, bûye pareke Xebera Xwedê ku cem me îro heye. Ew yek me hîn dike ku Yehowa firqiyê nake orta zimana yan kûltûra (Kar. Şand. 10:34). w15 1/12 1:8, 9

Înî, 27 Cotmeh

Xweyo, lêvêd min tu ji hev veke û devê minê rûmeta te bilind ke (Zeb. 51:15).

Cara hê baş e ku xebernedin. Kitêba Pîrozda nivîsar e ku “wexta hişbûnê heye” (Waîz 3:7). Mesele, çaxê kesek xeberdide em gerekê xwe ker kin, bi vê yekê em qedir didin kifşê hindava wî kesî (Îb. 6:24). Usa jî em gerekê derheqa tiştên xweye şexsî xebernedin, kîjan ku ne lazim e yên mayîn bizanibin (Metlk. 20:19). Û çaxê kesek hêrsa me tîne, wê bi bîlantî be hergê em xwe rihet xwey kin û tu tiştî nebêjin (Zeb. 4:4). Lê usa jî heye wede ku lazim e xeberdin (Waîz 3:7). Mesele, çaxê Yehowa rûmet dikin, yên mayîn qewî dikin, yan eyan dikin ku çi ser xwe texmîn dikin, yan jî dibêjin ku em hewcê çi ne. Hergê em pêşkêşa xeberdanê ku ji Xwedê ye bi vî cûreyî bidin xebatê, bi vê yekê emê razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê. Çaxê, hevalê me pêşkêşeke rind dide me, em dixwazin evê pêşkêşê rast bidin xebatê. w15 1/12 3:4, 5

Şemî, 28 Cotmeh

Ji vir şûnda tenê avê venexwe, lê hinekî jî şeravê tev ke, bona ciyê mehandina xwarinê, ku zû-zû nexweş dikevî (1 Tîmt. 5:23).

Îro, ji xûşk-birên me tu kes nikare keremeta bike û me qenc ke (1 Korn. 12:9). Lê çimkî ewana dixwazin alî me bikin, hinek ji wan dibeke şîretê didine me, cara wî çaxî jî hergê me ji wan nexwestiya. Hilbet, hine şîret bêxof in. Mesele, Pawlos Tîmotêyora şîret da ku hine şerav vexwe. Problêma Tîmotêyo ya zikva girêdayî hebû, çimkî dibeke ewî ava netemiz vedixwar. Lê em gerekê fesal bin çaxê mera şîreta didin derheqa sihet-qewatê. Mesele, dibeke bira yan xûşkek mera bêje ku em dermanekî yan pincarekê bixwin, yan kîjan xwarinê bixwin yan jî kîjanê nexwin. Ew dikare mera bêje ku ewê yekê alî neferê mala wî kiriye, problêma kîjanî usa bû ça ya me. Lê ew nayê hesabê ku ew yek wê alî me jî bike. Rast e îro gelek meriv dermana yan cûrê qenckirinê didine xebatê, lê em gerekê bîr nekin, ku ew derman yan qenckirin dikare ziyanê bîne (Metlk. 27:12). w15 1/12 4:13

Led, 29 Cotmeh

Mesîh carekê bona her tim bona guna cefa kişand, yê heq bona neheqa (1 Pet. 3:18).

Çimkî gune derbazî me bûye, lema em dimirin (Rom. 5:12). Lema Yehowa Kurê xwe Îsa, bi hizkirinê şande ser erdê, seva ku “bona hemûya mirin bidîta” (Îbrn. 2:9). Yehowa ne ku tenê dikare emirê me xilaz ke, çawa ku mesela jorêda hate gilîkirinê. Lê ewî usa bi saya qurbana Îsa hîm danî, seva ku mirinê bide hildanê heta-hetayê (Îşa. 25:7, 8; 1 Korn. 15:22, 26). Merivên ku gumana wan jîyîna ser erdê ye, wê heta-hetayê bin Padşatiya Xwedêda bijîn. Lê yên rûnkirî wê Padşatiya Xwedêda tevî Îsa Padşatiyê bikin (Rom. 6:23; Eyan. 5:9, 10). Ew pêşkêşa ji Yehowa dîsa kîjan kerema tîne? Pêşkêşa Yehowada usa jî ew e, ku ew wê hemû nexweşiya bide hildanê, dinyayê bike cinet, û miriya rake (Îşa. 33:24; 35:5, 6; Yûhn. 5:28, 29). Em Yehowa û Kurê wî gelek hiz dikin, û ewê pêşkêşa ku “nayê gotin” gelek qîmet dikin (2 Korn. 9:15). w16.01 2:5, 6

Duşem, 30 Cotmeh

Divê hûn ji nûva çêbin (Yûhn. 3:7, ÎM).

Pêşiya ku Yehowa rûnkirî kifş kirana, ewana hîviyê bûn ku bijîn heta-hetayê ser erdê. Ewana hîviya wî wedeyî bûn çaxê Yehowa erdê bike cinet û hemû zulmiyê kuta ke. Dibeke wana dida ber çevê xwe, ku çawa cinetêda rastî merivên xweyî nêzîk tên ku ji mirinê rabûne. Û dibeke hîviya wî wedeyî bûn ku bi destê xwe malê çêkin û têda bijîn, xwarina baş bixwin ya ku wê xwexa biçînin (Îşa. 65:21-23). Lê çira dişirmîşbûna wan hate guhastinê? Menî ew nîne ku gumana ser erdê wan xweş nehat. Û ne jî ji bo çetinaya yan kul-derda wana fikirên xwe guhastin. Ne jî ji bo vê yekê ku wana nişkêva texmîn kirin, wekî jîyîna heta-hetayê ser erdê wê bargiranî be, yan jî ku ewana dixwazin bivînin hela jîyîna ser ezmana çi cûreyî ye. Bi rastiyê, ruhê Xwedêyî pîroz ser wan hukum dike û dişirmîşbûn û gumana wan diguhêze. w16.01 3:11, 13

Sêşem, 31 Cotmeh

Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kerem bêfeyde be (2 Korn. 6:1).

Yehowa Xwedayê Himzor, Efirandarê hemû tiştî ye, û bîlanî û qewata bêhesab tenê ya Wî ye. Çaxê Yehowa alî Îbo kir ku ewê yekê fem ke, Îbo giliyên usa wîra got: “Tu dikarî her tiştî bikî, ez pê dizanim û mirazekî te jî nayê sekinandin” (Îb. 42:2). Em zanin ku Yehowa dikare bê alîkariya tu kesî, bîne sêrî her tiştî çi ku ew bixwaze bike. Lê ji bo hizkirinê ew yên dinêna teglîf dike ku tevî wî bixebitin, seva ku qirara wî bê sêrî. Efirînê Xwedêyî pêşin, Kurê wî bû. Yehowa îzin da Kurê xwe, wekî di efirandina her tiştên dinda ew alî wî bike (Yûhn. 1:1-3, 18). Yehowa ne ku tenê qedirekî mezin da Kurê xwe ku efirandinêda kar bike, lê ewî usa jî rola wîye ferz yên dinênara eyan kir (Kols. 1:15-17). w16.01 5:1, 2

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin