KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es17 rûp. 108-118
  • Mijdar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mijdar
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Mijdar
  • Pêşem, 2 Mijdar
  • Înî, 3 Mijdar
  • Şemî, 4 Mijdar
  • Led, 5 Mijdar
  • Duşem, 6 Mijdar
  • Sêşem, 7 Mijdar
  • Çarşem, 8 Mijdar
  • Pêşem, 9 Mijdar
  • Înî, 10 Mijdar
  • Şemî, 11 Mijdar
  • Led, 12 Mijdar
  • Duşem, 13 Mijdar
  • Sêşem, 14 Mijdar
  • Çarşem, 15 Mijdar
  • Pêşem, 16 Mijdar
  • Înî, 17 Mijdar
  • Şemî, 18 Mijdar
  • Led, 19 Mijdar
  • Duşem, 20 Mijdar
  • Sêşem, 21 Mijdar
  • Çarşem, 22 Mijdar
  • Pêşem, 23 Mijdar
  • Înî, 24 Mijdar
  • Şemî, 25 Mijdar
  • Led, 26 Mijdar
  • Duşem, 27 Mijdar
  • Sêşem, 28 Mijdar
  • Çarşem, 29 Mijdar
  • Pêşem, 30 Mijdar
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2017
es17 rûp. 108-118

Mijdar

Çarşem, 1 Mijdar

Birahîm bû kalekî extyar, ji emirê xwe têrbûyî ruhê xwe da û mir (Destp. 25:8).

Çaxê em dixûnin ku Birahîm bû “kalekî extyar, ji emirê xwe têrbûyî”, ew nayê hesabê ku Birahîm axiriyêda nedixwest bijîta. Kitêba Pîroz derheqa Birahîm dibêje: “Ew hîviya wî bajarê xweyîrikinê miqerm bû, yê ku efirandar û avakirê wê Xwedê ye” (Îbrn. 11:10). Hela bidine ber çevê xwe ku Birahîm wê çiqas şa be çaxê Cinetêda bijî û berdewam ke dostiya xwe tevî Yehowa qewî ke! Çaxê ew pêbihese ku paşî mirina wî bi hezara sala, mesela baweriya wî alî xizmetkarên Yehowa kiriye, ew yek wê çiqas dilê wî bigire! Cinetêda ew wê hela hê jî pêbihese ku çaxê ewî dixwest kurê xwe Îshaq bikira qurban, ew yek “sûreta” yanê siya tiştekî girîng dihate hesabê (Îbrn. 11:19). Û ew wê usa jî pêbihese wekî ev êşa ku ewî dît çaxê kurê xwe Îshaq gerekê bikira qurban, ça alî mîlyona merivên amin kiriye, ku ewana fem kin ewê êşa Yehowa, çaxê ewî kurê xwe Îsa Mesîh çawa kirîn da (Yûhn. 3:16). w16.02 1:15, 16

Pêşem, 2 Mijdar

Ya lawê pîreka rêşaş . . . ma qey ez nizanim tu bona şermezariya xwe û bona şermezariya tazîbûna diya xwe te lawê Îşay, ji xwera bijartiye? (1 Sam. 20:30).

Aminiya me hindava Yehowa dikare bê cêribandinê, çaxê kesek hukumê kê jî heye neheqiyê me dike. Yonatan hema rastî çetinayîke usa hat. Şawûl Padşa ku ji Xwedê kifşkirî bû, zanibû wekî kurê wî tevî Dawid hevaltiyê dike, lê fem nedikir ku çira kurê wî tevî Dawid hevaltiyê dike. Lema Şawûl ser Yonatan hêrs ket û wî bêhurmet kir. Lê yeke Yonatan caba bavê xwe neda. Hin jî ew Xwedêra amin ma, û usa jî Dawidra, kîjan ku gerekê bibûya padşê Îsraêlê (1 Sam. 20:31-41). Di civata cimeta Yehowada, hezara-carekê dibeke biqewime ku kesek neheqiyê me bike. Lê ewên ku civatêda cabdar in, merivne gunekar in û dibeke kirên me nerast fem kin (1 Sam. 1:13-17). Hergê usa biqewime, dêmek kesek me rast fem nake yan bi neheqî me sûcdar ke, were em aminiya xwe hindava Yehowa xwey kin. w16.02 3:14, 15

Înî, 3 Mijdar

Heger yek dixwaze li pey min bê, bira xwe înkar ke, xaçê xwe hilde (Met. 16:24).

Hine cahil dibeke rast fem nakin firqiya orta tesmîlbûyînê û nixumandinê. Mesele, hine cahil dibêjin ku wana îda xwe tesmîlî Yehowa kiriye, lê yeke hê hazir nînin ku bêne nixumandinê. Gelo ew yek rast e? Çaxê meriv xwe tesmîlî Yehowa dike, ew tê hesabê ku ew Yehowara soz dide, wekî wîra heta-hetayê xizmet ke. Lê çaxê meriv tê nixumandinê, ew hemûşkara eyan dike ku ewî îda duayê xweda xwe tesmîlî Yehowa kiriye. Lema, çaxê tu têyî nixumandinê, tu gerekê bawer bî ku tu fem dikî tesmîlkirin çi tê hesabê. Çaxê tu xwe tesmîlî Yehowa dikî, tu xwe înkar dikî. Tu Yehowara soz didî ku qirara wî wê jîyîna teda ser ciyê pêşin be. Belê, em gerekê ser her sozî fesal binihêrin, lê îlahî çiqas ferz e bona me sozê ku me Yehowa Xwedêra daye! (Met. 5:33). w16.03 1:14, 15

Şemî, 4 Mijdar

Pê hizkirinê . . . her aliyada bigihîjine sêrî (Efes. 4:15).

Pawlos mesele anî derheqa bedenê, seva bide kifşê ku her Mesîhî dikare civatêda yektiyê xwey ke, kîderê Îsa Mesîh rêberiyê dike. Pawlos usa jî gilî dike derheqa hevkariya her “sêvika”, kîjan ku gelek lazim in (Efes. 4:16). Lê ça her kes ji me, firqî tune cahil yan mezin, qewî yan sist, dikare yektiyê bike civatê? Emê bikaribin, hergê em qedirê wan digirin, yên ku Îsa kifş kir, seva ewana civatêda rêberiyê bikin. Ew hene rûspî (Îbrn. 13:7, 17). Rast e carna ew yek çetin e. Lê em dikarin ji Xwedê rêberiyê hîvî kin. Ruhê wîyî pîroz dikare alî me bike ku bi dil û can alîkariyê bidin civatê. Hergê hewasa me tune ku pey rêberiyê herin kîjan ku em civatêda distînin, em gerekê bifikirin hergê em bi milûktî hevkariyê bikin, emê yektiyê bikine civatê. Xêncî wê yekê, hevkariya usa alî me bike ku hizkirina xwe hê mezin kin. w16.03 3:8, 9

Led, 5 Mijdar

Xebera Xwedê sax û zor e (Îbrn. 4:12).

Hine bira çaxê cahil bûne, dê-bavê wan ewana hêlan nekirine wekî nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Û usa qulixkirina Yehowara di emirê wanda tu car ser ciyê pêşin nîbû (Met. 10:24). Lema jî rûspî gerekê wede bivîne wekî wî birayîra, kîjan ku ew dixwaze hîn ke, bibe heval. Ew gerekê wî hîn ke seva civatêda cabdariya hilde ser xwe û wî bide femkirinê wekî ew civatêra lazim e. Paşê, wede derbaz be, rûspî gerekê tevî wî rûnê û xeber de derheqa wan rêzên ji Kitêba Pîroz, yên ku dikarin alî wî bikin wekî ew bifikire derheqa tesmîlbûyîna xwe Yehowara (Waîz 5:4; Îşa. 6:8; Met. 6:24, 33; Lûqa 9:57-62; 1 Korn. 15:58; 2 Korn. 5:15; 13:5). Rûspî dikare dilê wî bikire hergê ji wî bipirse: “Te çaxê emirê xwe tesmîlî Yehowa kir, te çi soz dabû wî? Ça tu dişirmîş dibî, Yehowa çi texmîn dikir çaxê tu hatî nixumandinê?” (Metlk. 27:11) “Lê Şeytan çi texmîn dikir?” (1 Pet. 5:8) Pirsên usa dikarin gelek kêrhatî bin û kûr hukum bin ser dilê bira. w15 1/4 2:9, 11

Duşem, 6 Mijdar

Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike (1 Pet. 5:7).

Çira cara Yehowa derbêra caba duayên me nade? Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa bavê me ye, lê em zarên wî ne (Zeb. 103:13). Mesele, bav hemû tiştî nade zara xwe çi ku ew dixwaze, yan jî hema derbêra nadê. Bav zane ku zar dikare nişkêva tiştekî bixwaze, lê paşê îda ne jî bixwaze. Cara bav xwestina zarê qe nayne sêrî, çimkî zane wekî ew yek karê nayne ne zarêra na jî merivên dinra. Ew zane zara wî hewcê çi ye û kengê gerekê bistîne. Hergê bav derbêra bide zarê çi ku ew dixwaze, usa wê bav zarêra bibe xulam. Yehowa bavê meyî li ezmana, me hiz dike. Çawa Efirandarê bîlan, ew zane çi mera lazim e û ew safî dike ku kengê hê baş e bide me çi ku me ji wî xwestiye. Ya lape baş ew e ku em hîviyê bin û bivînin cabên Yehowa ser duayên me (Îşa. 29:16; 45:9). w15 1/4 4:6, 7

Sêşem, 7 Mijdar

Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve (Aqûb 4:7).

Xilaziya vê dinyayê nêzîk e, û lema jî em dijîn wedêkî girîngda. Şeytan dixwaze wekî em derheqa xwe dişirmîş bin, û dixwaze dîna me bide ser we yekê, ku em vê dinyayêda pêşdaçûyî bin. Ew dixwaze wekî em bîr kin, ku em dijîn rojên axiriyêda, û îda hişyar nîbin. Îzinê nedin wekî usa bê serê we! Dewsê, “hişyar bimînin” (Met. 16:22, 23; 24:42). Tu car bawer nekin derewa Şeytan wekî xilazî hê dûr e yan jî wê neyê. Şeytan dixwaze wekî em bawer kin, ku em hêjayî hizkirina Yehowa nînin, û wekî Xwedê tu car wê gunê me nebaxşîne. Lê ew yek derewên Şeytan nin. Hela dişirmîş bin, kê bi rastiyê hêjayî hizkirina Yehowa nîne? Ew heye Şeytan. Ew kê ye ku Xwedê wê tu car nebaxşînê? Ew xwexa Şeytan e. Lê bona me, Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirên we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike” (Îbrn. 6:10). Yehowa dişêkirîne hemû tiştî çi ku em dikin wekî wî şa kin, û qulixkirina me bona wî tu car nehêja nîne (1 Korn. 15:58). Lema jî tu car nexapin ji derewên Şeytan. w15 1/5 1:16-19

Çarşem, 8 Mijdar

Ewana tenê ew soz dûrva dîtin, şa bûn (Îbrn. 11:13).

Birahîm zanibû wekî Yehowa berêda timê sozên xwe dianî sêrî. Lema jî ew bawer bû wekî hemû sozên Yehowa axiriyêda jî wê bêne sêrî. Birahîm bawer dikir çi ku Xwedê soz dabû wî. Lema jî Yehowa çi wîra digot, ewî timê dikir. Mesele, ewî mala xwe di şeherê Ûrda hîşt, û temamiya emirê xwe ji cîkî derbazî ciyê din dibû. Ewî zanibû ku ew bajarên dor ber wedelû ne, çimkî serwêrên wan Yehowara qulix nedikirin (Yêşû 24:2). Dewsê, ew hîviya wî wedeyî bû, çaxê Yehowa û serwêrtiya wî heta-hetayê ser erdê hukum kin. Ew serwêrtî heye “bajarê bingeha wî . . . yê ku avakar û çêkerê wî Xwedê ye” (Îbrn. 11:10, ÎM). Birahîm usa jî Habîl, Henox, Nuh, û yên din saxbûna miriya bawer dikirin. Her car, çaxê ewana dişirmîş dibûn derheqa emirê baş heta-hetayê ser erdê, baweriya wana hindava Yehowa hê qewî dibû (Îbrn. 11:15, 16). w15 1/5 3:8, 9

Pêşem, 9 Mijdar

Mesîh e, qewata Xwedê (1 Korn. 1:24).

Yehowa qewata xwe bi Îsa Mesîh nîşan kir. Çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî keremet dikirin. Em dikarin ewan keremeta di Kitêba Pîrozda bixûnin, û ew dikarin baweriya me qewî kin (Met. 9:35; Lûqa 9:11). Rastî jî, Yehowa qewateke mezin daye Îsa, û lema Pawlosê şandî dikaribû bigota ku: “Mesîh e, qewata Xwedê”. Petrûsê şandî got wekî Îsa gelek keremeta dikir (Kar. Şand. 2:22). Em çi hîn dibin ji wan keremeta? Em hîn dibin ku Îsa wê çi bike wedê Hezarsaliya Padşatiya xwe. Keremetên wî usa jî alî me dikin, wekî em rind fem kin hunurên wî û Bavê wî. w15 1/6 1:1, 2

Înî, 10 Mijdar

Ewê dilê xweda digot: “Heger ez tenê kincê wî jî kevim, ezê qenc bim (Marq. 5:28).

Îsa zanibû ku Yehowa ew jinik qenc kir, û lema ewî bi dilşewatî jêra got: “Evdê! Baweriya te tu qenc kirî. Bi xêr û silamet here û ji êşa xwe qenc be” (Mark 5:34). Gelek me dilgerm dike ew yek, ku Îsa çawa bû hindava meriva, îlahî hindava merivên nexweş. Ew cude dibe ji Şeytan, kîjan ku dixwaze me bide bawerkirinê, ku em tu tişt nînin û tu kes me hiz nake. Lê keremetên Îsa îzbat dikin, ku Îsa bi rastiyê jî derheqa me û problêmên me xem dike. Em gerekê gelek razî bin çimkî Padşayê meyî usa heye, kîjan ku me hiz dike! (Îbrn. 4:15) Mera dikare çetin be ku fem kin halê merivên nexweş, îlahî hergê em nexweş nînin. Lê hela bifikirin derheqa Îsa. Ew dilşewat bû hindava merivên nexweş, lê yeke xwexa tu car nexweş nîbû. Werên em jî hemû tiştî bikin, seva ku çev bidine mesela Îsa (1 Pet. 3:8). w15 1/6 2:11, 12

Şemî, 11 Mijdar

Rûyê we cihûyada navê Xwedê nava necihûyada tê bêhurmetkirinê (Rom. 2:24).

Gelek qedirekî mezin e ew yek, ku em zanin navê Xwedê, û ku em “navê wî hildine ser xwe” (Kar. Şand. 15:14; Îşa. 43:10). Em dua dikin Xwedêra “Navê te pîroz be”, dêmek wekî navê wî hurmet be (Met. 6:9). Duakirinêda, em usa jî ji Yehowa hîvî dikin, ku alî me bike wekî em tiştekî usa nekin û nebêjin, ku navê wî bêhurmet kin. Em gerekê çev nedine hine mesîhiyên qirna yekêda, yên ku merivên din hîn dikirin, lê xwexa ew tişt nedikirin, çawa ku rêza rojêda tê gotinê. Yehowa wê bi temamî navê xwe pîroz ke, çaxê kuta ke wan hemûşka, yên ku wî bêhurmet dikin û qebûl nakin çawa Serwêrê xwe (Hezql. 38:22, 23). Wî çaxî, meriv wê qedandî bin û her kes li ezmana û ser erdê wê Yehowa bihebîne û navê wîyî pîroz hurmet ke. Axiriyêda Bavê me wê “her tiştîda ew bibe Xwedêyê her tiştî” (1 Korn. 15:28). w15 1/6 4:7, , 10

Led, 12 Mijdar

Texta min ezman û ji lingên minra pêlik [binpî, DT] erd in (Îşa. 66:1).

Di Nivîsarên Îbranîda, xebera “binpî” usa jî hate xebitandinê, çaxê xeberdan diçû derheqa paristgeha berê di Îsraêlêda (1 Dîr. 28:2; Zeb. 132:7). Ew paristgeh bona Yehowa gelek bedew û xweş bû, çimkî ew ciyê qulixkirin û hebandina rast bû. Û ew paristgeh dihate xebitandinê, seva ku ser erdê Yehowa rûmet be (Îşa. 60:13). Lê îro çi ye ciyê qulixkirin û hebandina rast? Ew heye paristgeha ruhanî, ne ku paristgeha bi destê meriva avakirî. Paristgehên berê haqas Yehowa rûmet nedikirin, çiqas ku paristgeha ruhanî rûmet dike. Lê çi ye paristgeha ruhanî? Ew paristgeh tê hesabê hemû tişt, çi ku Yehowa hazir kir û saz kir bona hebandin û qulixkirina rast. Bi saya vê yekê, Yehowa merivara rê vedike, ku bibine dost û qulixkarên wî. Ew yek hate standinê tenê bi saya qurbanbûna Îsa. Ew sazkirina Yehowa kete qewatê sala 29-da, çaxê Îsa hate nixumandinê û bû çawa Serekkahîn di paristgeha Yehowaye ruhanîda (Îbrn. 9:11, 12). w15 1/7 1:1-3

Duşem, 13 Mijdar

Hingê wê bibînin ku Kurê Însan ewrava bi qewat û rûmeta mezin tê (Lûqa 21:27).

Îsa wê wan xelat ke kîjan ku amin bin, lê yên neamin, ew wê dîwana wan bike (Met. 24:46, 47, 50, 51; 25:19, 28-30). Îsa mesele anî, seva şiroveke, ku ew yek wê ça biqewime. Ewî got: “Gava Kurê Însan tevî hemû milyaketa û rûmeta xweva bê, hingê wê ser textê xweyî rûmetê rûnê hemû milet wê li ber wî bicivin. Ewê wana ji hev başqe ke, çawa şivan pêz ji bizina vediqetîne. Ewê pêz li milê xweyî rastê bide sekinandinê, lê bizina li milê xweyî çepê” (Met. 25:31-33). Çi wê bibe tevî pêz û bizina? Ewana herdu jî wê bêne dîwankirinê. Bizin, dêmek merivên neamin, wê qir bin ser heta-hetayê. Lê pez, dêmek merivên amin, wê emirê heta-hetayê bistînin (Met. 25:46). w15 1/7 2:11, 12

Sêşem, 14 Mijdar

Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektiyêda ne! (Zeb. 133:1).

Bi tebiyetî ye hergê em şa dibin bona xwarinê, ziman, kûltûrayê yan jî bona ciyê ku em mezin bûne. Lê gelo em usa difikirin, ku çi em hiz dikin timê hê baş e, ne ku çi merivên din hiz dikin? Yehowa dixwaze ku em şa bin bi tiştên cûre-cûre ku ewî efirandiye (Zeb. 104:24; Eyan. 4:11). Wekî usa ne, çira gerekê em bêjin, ku ew tişt hê baş e, ne ku ya cûrê din? Yehowa dixwaze, ku hemû cûre meriv derheqa wî pêbihesin, wî bihebînin, û heta-hetayê bijîn (Yûhn. 3:16; 1 Tîmt. 2:3, 4). Çaxê bira fikirên xwe dibêjin kîjan ku ji fikirên me cude dibin, em hazir in guh bidine wan, hergê ew fikirên wan pêşberî qirara Yehowa nînin. Hergê em usa dikin, jîyîna me gelek hewas e û şabûnê tîne, û em yektiyêda nin tevî xûşk-bira. Çawa ku me şêwir kir, em nakevine nav şer-dewê vê dinyayê, çimkî em Yehowara û Padşatiya wîra amin in. Em ne mîna vê dinya Şeytan in, çimkî em nefret dikin qurebûnê û tevî meriva nakevine hucetê. Em çiqas gelek razî ne ji Yehowa, ku ew me hîn dike, ku em edilayê û milûktiyê hiz kin! w15 1/7 3:17, 18

Çarşem, 15 Mijdar

[Xwedê] bona we xem dike (1 Pet. 5:7).

Em dikarin bi gelek cûra hizkirina xwe hindava Yehowa bidine kifşê. Mesele em dikarin Yehowara bidine kifşê ku em wî hiz dikin, çaxê bi xîret merivara derheqa mizgîniya Padşatiyê gilî dikin (Met. 24:14; 28:19, 20). Em usa jî dikarin hizkirina xwe hindava Xwedê bidine kifşê, çaxê amin dimînin wedê cêribandina (Zeb. 84:11; Aqûb 1:2-5). Lê hergê cêribandinên me gelek çetin bin, em dikarin bawer bin ku Yehowa divîne halê me û wê alî me bike, çimkî ew me qîmet dike (Zeb. 56:8). Hizkirina me hindava Yehowa dikare me hêlan ke, ku bifikirin ser hemû tiştên ku ewî efirandiye. Çaxê em bi dil û can Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em eyan dikin ku Yehowa û Xebera wî hiz dikin. Em Yehowara timê dua dikin, çimkî em wî hiz dikin û dixwazin ku heleqetiya xwe tevî wî qewî kin. Û çaxê em derheqa kirîna wîye qîmet difikirin, hizkirina me hindava wî hê qewî dibe (1 Yûhn. 2:1, 2). Ew tenê hine tişt in, ku çawa em dikarin eyan kin, ku em gelek qîmet dikin hizkirina wî ku kuta nabe. w15 1/8 1:6, 17, 18

Pêşem, 16 Mijdar

Daha baş e sebir kin (Waîz 7:8).

Dinya tezeda, cara dibeke mera sebirkirin lazim be. Mesele, em dikarin bivînin, ku çawa hine meriv gelek şa dibin, ku merivên wane nêzîk û hevalên wan ji mirinê rabûne. Lê em dibek hê hîviya rabûna miriyên xweyî hizkirî bin. Hergê usa be, gelo emê tevî wan meriva şa bin û bi sebir bin? (Rom. 12:15). Hergê em îro hîn dibin, ku bi sebir hîviya sozên Yehowa bin, ew yek wê alî me bike ku dinya tezeda jî bi sebir bin. Em usa jî dikarin hîn bin bi sebir bin, çaxê femkirina rastiya Kitêba Pîroz tê guhastin. Gelo em lêkolîn dikin ewan tiştên teze, û hergê em bi temamî fem nakin, em sebir dikin? Hergê erê, dinya tezeda wê mera hê hêsa be, ku sebir kin her gav çaxê Yehowa rêberiyên teze bide me (Metlk. 4:18; Yûhn. 16:12). w15 1/8 3:9, 10

Înî, 17 Mijdar

Bibine merivêd gihîştî, xût weke bejin-bala Mesîh (Efes. 4:13).

Pawlosê şandî dixwast, ku Mesîhiyên di Efesêda gihîştî bin. Ewî ewana hêlan kirin ku baweriyêda yek bin û berdewam kin pêbihesin derheqa Îsa, seva ku “bibine merivêd gihîştî, xût weke bejin-bala Mesîh” (Efes. 4:13). Çaxê Pawlos civata Efesîra neme nivîsî, îda çend sal bû ku ew civat hebû. Di vê civatêda gelek Mesîhî cêribandî bûn, dêmek gihîştî, lê hebûn merivên usa jî, kîjanara lazim bû heleqetiya xwe tevî Yehowa hê qewî kin. Îro jî usa ne. Gelek xûşk-birên me gelek wext e, ku Yehowara qulix dikin û bûne Mesîhiyên gihîştî. Lê usa jî civatêda hene yên negihîştî. Mesele, her sal bi hezara meriv têne nixumandinê, lema hinekara hê lazim e ku bigihîjin (Kols. 2:6, 7). w15 1/9 1:2, 3

Şemî, 18 Mijdar

Hîndariya qalib kêrî hindik tiştî tê (1 Tîmt. 4:8).

Gelek merî texmîn dikin, ku qewîkirina bedenê bona sihet-qewata wan baş e. Dibek tu jî tiştên fîzîkî dikî, yan jî sportêva mijûl dibî û dixwazî, ku tevî komeke meriya evê yekê bikî. Lê ça tu difikirî, firqî heye tevî kê wê yekêva mijûl dibî? Metelok 13:20-da tê gotinê: “Kî ku tevî bîlana rê diçe, wê bibe bîlan, lê karê kê tevî bêaqila ye, wê zirarê keve”, (DT). Dêmek ferz e, ku em îsafa xwe ku bi Kitêba Pîroz hînkirî ye bidine xebatê, çaxê safî dikin tevî kê wede derbaz kin, yan hêsa bin. Çiqas wext tu xerc dikî bona hêsabûnê û wedederbazkirinê? Tu civatê, qulixkirinê, û hînbûna Kitêba Pîroz datînî ciyê pêşiyê, yan hêsabûnê? Çi ye bona te hê ferz? Îsa got: “Berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin û ew hemûyê wera bêne dayînê” (Met. 6:33). Çaxê tu safî dikî, ku wedê xwe ça derbaz kî, îsafa te tîne bîra te ewê şîreta Îsa? w15 1/9 2:13, , 15

Led, 19 Mijdar

Tu çima hêrs ketîyî? Û te çima serê xwe berjêr kiriye? Heger tu rastiyê bikî, gelo tê serê xwe bilind nekî? (Destp. 4:6, 7).

Çaxê Yehowa dît ku Qayîn ber telikeke usa ne, ku wê tiştekî gelek xirab bike, ewî xwest alî Qayîn bike. Qayîn alîkariya Yehowa înkar kir, û ewî berên xirab çinî (Destp. 4:11-13). Carekê jî, Yehowa dît ku nihêrandina Barûke nerast usa ser Barûk hukum dibe, ku ew diweste û dilteng dibe. Û lema Yehowa gote Barûk, ku nihêrandina xweye nerast biguhêze. Barûk guh da şîretkirina Yehowa û bi wê yekê ew sax ma (Yêrem. 45:2-5). Yehowa rêberiyê dide me û me rast dike, çimkî ew me hiz dike. Ew ne ku tenê me rast dike çaxê lazim e, lê usa jî me hîn dike (Îbrn. 12:6). Di Kitêba Pîrozda em dixûnin derheqa qulixkarên amin, kîjan ku ji Yehowa hatine hînkirin ku bibine merivên hê baş. w15 1/9 4:12, 13

Duşem, 20 Mijdar

Em ji welatekî, gelek li dûrayî rabûn û hatin gotin. Ji ber ku me nav û dengê Xwedayê te Xudan bihîstin. Nûçeyê di derheqê wîda, her tiştên ku li Misirê kiriye (Yêşû 9:9).

Bîlaniya gîbeoniya hate kifşê çaxê wana fem kir, wekî Yehowa bona Îsraêliya şer dike. Rexabê jî destê Yehowa dît. Rast e ew Îsraêlî nîbû, lê ewê bihîst ku çawa Yehowa cimeta xwe ji Misirê aza kir. Çaxê du cesûs hatine cem wê, ewê gote wan: “Ez dizanim ku Xudan vî welatî daye we”. Rexabê bawer dikir ku Yehowa dikare wê û malbeta wê xilaz ke. Ewê baweriya xwe hindava Yehowa eyan kir, û nefikirî ser vê yekê ku ew tiştekî xof dike (Yêşû 2:9-13; 4:23, 24). Ça ew mesela usa jî yên din ji Kitêba Pîroz, alî me dikin fem kin çi tê hesabê “Xwedê bibînin”, yan jî destê Xwedê bivînin. Çaxê em Yehowa û hunurên wî nas dikin, em bi “çevê dilê” xwe destê wî divînin (Efes. 1:18). Hilbet em dixwazin ku çev bidine merivên amin yê berê û yê îroyîn, kîjana ku dîtine ku çawa Yehowa alî cimeta xwe dikir. w15 1/10 1:6, 7, , 9

Sêşem, 21 Mijdar

Îsa Merta, xûşka wê û Lazarê birê wan hiz dikirin (Yûhn. 11:5).

Kitêba Pîroz dide kifşê, ku Merta hevala Îsaye baş bû, û usa jî tê gotinê ku Îsa ew hiz dikir. Hilbet ew ji jina tenê nîbû ku Îsa lê hiz dikir û qedirê wê digirt. Mesele, Meryema xûşka Mertayê jî hevala Îsaye nêzîk bû. Îsa usa jî dayîka xwe Meryem hiz dikir (Yûhn. 19:25-27). Lê çira Îsa Merta hiz dikir? Îsa Merta hiz dikir, çimkî ew heyf û merd bû, û yeke şixulkar bû. Lê diha zef Îsa ji bo wê yekê ew hiz dikir, çimkî baweriya wêye qewî hebû. Hemû tişt çi ku Îsa hîn dikir, ewê bawer dikir, û ew tu car dudilî nedibû ku Îsa Mesîhê sozdayî ye (Yûhn. 11:21-27). Merta jî mîna me hemûşka qisûr bû, û şaşî dikir. Mesele, carekê çaxê Îsa teseliya wan kir, Merta ser xûşka xwe Meryemê hêrs ket, û gote Îsa ku ew Meryemê şîret ke. Mertayê got: “Xudan, qet xema te nîne ku xûşka min nava vê tivdarekdîtinêda ez tenê hiştime? Bêje wê ku alî min bike” (Lûqa 10:38-42). w15 1/10 3:1, 2

Çarşem, 22 Mijdar

Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire (Aqûb 4:8).

Çaxê tu bifikirî derheqa Yehowa û Îsa, ew yek wê alî te bike ku rastiyêda hê xîret bî. Xîreta te wê xûşk û bira bişidîne û usa jî merivên ku tu mizgînê didî wan. Û çaxê tu difikirî ku Yehowa bi saya qurbana Îsa bona te çi kiriye, tuyê hê qîmet kî heleqetiya xwe tevî Yehowa (Rom. 3:24). Birê me Mark ji Afrîkaya Başûrê ye, kîjan ku sê sala bona baweriya xwe kelêda bû, giliyên usa got: “Fikirandin em dikarin beramber kin tevî rêwîtiya hewas. Çiqas zef em difikirin ser tiştên ruhanî, haqas zef em tiştên teze pêdihesin derheqa Xwedêyê me Yehowa. Cara çaxê ez hinekî dilteng dibim yan jî xemgîn dibim derheqa axiriyê, ez derbêra Kitêba Pîroz dixûnim û ser rêzekê difikirim. Û ez texmîn dikim ku rastî jî bi wê yekê ez hêsa dibim”. w15 1/10 4:15

Pêşem, 23 Mijdar

Min serwaxt ke, hînkirina te ez xwey kim û bi temamîya dilê xwe wê biqedînim (Zeb. 119:34).

Wedê rast bijbêrin seva ku zarên xwera şirovekin, ku we çira ew temî da yan jî çira usa safî kir. Çaxê ew fem bikin ku çira, ewana wê bixwazin gura we bikin. Barrî, kîjan ku çar zar mezin kir, dibêje: “Çaxê dibêjin ku menî çi ye wekî hûn usa dikin, ew yek alî zarên we dike îtbariya xwe we bînin”. Cahil wê bivînin ku we tiştek safî kir yan tiştek kire qanûn, ne ku çimkî hukumetiya we heye usa bikin, lê çimkî meniya weye baş heye. Usa jî bîr nekin, ku cahil îda zarên biçûk nînin. Ewana hîn dibin ku çawa bifikirin û ewana dixwazin xwexa safîkirina bikin (Rom. 12:1). Barî şirovedike: “Cahil gerekê hîn bin ku hingê safîkirina bikin çaxê menî heye, ne ku bin êmosiyada”. Lema milûk bin û cahilara şirovekin ku we çira usa safî kir. Usa ewana wê hîn bin ku xwexa safîkirina bikin, û wê bizanibin ku hûn qedirê wan digirin û fem dikin ku ewana digihîjin. w15 1/11 2:11

Înî, 24 Mijdar

Hemûyara qenciyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêra (Galt. 6:10).

Îro, nav temamiya dinyayê bi mîlyona meriv Yehowara xizmet dikin. Ewana xûşk û birên me ne. Lê gelo em gerekê hindava wan çawa bin? (Rom. 12:10) Petrûsê şandî nivîsî ku hergê em “guhdariya rastiyê” dikin, hizkirina me gerekê “hindava xûşk-birada” hebe. Petrûs Mesîhiyara usa jî got: “Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be” (1 Pet. 1:22; 4:8). Teşkîleta meye hemdinyayê tek û cude ye. Lê çira? Çimkî hizkirina meye rast û mezin heye hindava xûşk û birên me. Û hin jî, em Yehowa hiz dikin û gura qanûnên wî dikin, lema jî Yehowa bi qewata xweye girîng, dêmek ruhê pîroz alî me dike. Bi saya ruhê Xwedêyî pîroz biratiya meye hemdinyayê yektiyêda ne (1 Yûhn. 4:20, 21). w15 1/11 4:8, 9

Şemî, 25 Mijdar

Ji her tewrê neteweyan de deh kes .  . . [wê bêjin]: “Em bi we re herin” (Zeker. 8:23).

Yehowa ji me hîviyê nîne ku em zimanekî mexsûs bidine xebatê, seva ku wî û qirara wî nas kin (Eyan. 7:9, 10). Meriv li ser cûre-cûre zimana xeberdidin, lê bona Yehowa ew yek problêm nîne. Mesele, Îsa li ser kîjan zimanî xeber dida, di Kitêba Pîrozda tenê hine xeber hene ser wî zimanî (Met. 27:46; Marq. 5:41; 7:34; 14:36). Dêmek, Yehowa usa kir ku gotinên Îsa bêne nivîsarê û bêne welgerandinê ser zimanê Yûnanî, û paşê ser zimanên din jî. Usa jî, çimkî Cihûya û Mesîhiya Xebera Xwedê gelek car kopî kirin, bi wê yekê Xebera Xwedê hate xweykirinê. Paşê ew kopî hatin welgerandinê li ser gelek zimana. Weke 400 sal paşî bûyîna Îsa, Con Krîsostom got ku çi ku Îsa hîn dikir, ew hate welgerandinê ser zimanên cimeta Sûryayê, Misirê, Hindistanê, Fersiyayê, Etyopyayê, û ser gelek zimanên din. w15 1/12 1:10, 11

Led, 26 Mijdar

Çiqas xweşe her xeber wextê xweda! (Metlk. 15:23).

Hergê em wedê nerast xeberdin, meriv dibeke rast ji me fem nekin, yan jî dibeke gotina me qebûl nekin. Mesele, sala 2011 meha Adarê, wedê erdhejê û tsûnamê gelek bajar hilşiyan Japonya roavayêda. Hingê 15 000 zêdetir meriv mirin. Li wêderê gelek Şedên Yehowa malbeta xwe û merivên xweyî nêzîk unda kirin, lê yeke wana dixwestin bi Kitêba Pîroz alî wan meriva bikin yên ku wî halîda bûn. Wana zanibûn ku gelek ji wan meriva Bûdîst bûn û derheqa Kitêba Pîroz hindik zanibûn. Wî çaxî dewsa ku xeberdin derheqa rabûna miriya, ewana ber dilê wanda diçûn û şirovedikirin ku çira tiştên xirab tê serê merivên qenc. w15 1/12 3:7

Duşem, 27 Mijdar

Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavêd xwe (Metlk. 14:15).

Dibeke hine meriv û kompanya dibêjin ku dîtine ew derman, kîjan ku wê nexweşiya me qenc bike. Lê yazix nêta wan tenê ew e ku gelek pera çêkin. Ewana dikarin bêjin ku gelek meriva ev derman dane xebatê û qenc bûne. Û çimkî em gelek dixwazin qenc bin, lema jî dibeke em bixwazin çi jî hebe bidine xebatê, seva ku qenc bin û jîyîna xwe dirêj kin.” Hergê em bîlan in, emê fesal bin çaxê kesek şîretê dide me derheqa sihet-qewata me, lê vê yekêda cêribandî nîne. Wî çaxî em gerekê pirsên usa bidine xwe: “Ew meriv dibêje ku ev vîtamîn, dermanên ji şînkaya, yan dîêtayê alî meriva kiriye, lê ez sed selefî zanim ku bi rastiyê alî wan kiriye? Hergê bi rastiyê jî ewan tişta alî merivên din kirine, lê ez ji ku zanim ku wê alî min jî bikim? Gelo lazim e ez hê zêde lêkolîn bikim û tevî wan meriva xeberdim, yên ku cêribandî ne û zanin ku çawa nexweşiya min qenc kin? (Qan. Dcr. 17:6). w15 1/12 4:14, 15

Sêşem, 28 Mijdar

Hizkirina Mesîh me didefîne (2 Korn. 5:14, ÎM).

Pawlos fem dikir ku ewên ku dişêkirînin qurbana Îsa, ewana hêlan dibin ku bona Îsa bijîn. Hergê em jî bi temamî fem dikin qîmetê wê yekê ku çi Yehowa bona me kir, ew yek wê me hêlan ke ku bi dil û can pêgeha Îsada herin. Lê em ça dikarin evê yekê bikin? Ewên ku Yehowa hiz dikin têne defandinê, dêmek hêlankirinê ku çev bidine Îsa û pêgeha wîda herin (1 Pet. 2:21; 1 Yûhn. 2:6). Çaxê em guhdariya Yehowa û Îsa dikin, bi wê yekê em hizkirina xwe hindava wan îzbat dikin. Îsa got: “Ewê ku temiyêd min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku min hiz dike. Û ewê ku min hiz dike, ewê ji aliyê Bavê minda bê hizkirinê. Ezê jî wî hiz bikim” (Yûhn. 14:21; 1 Yûhn. 5:3). Pirsê bide xwe: “Di kîjan tiştada ez îda niha çev didime Îsa? Û dîsa çida ez gerekê hê baş çev bidime wî?” Gelek ferz e ku em pirsên usa bidine xwe, çimkî em dijîn dinya xirabda û ew dinya dixwaze wekî em bijîn usa, çawa ku ew dijî (Rom. 12:2). w16.01 2:7-9

Çarşem, 29 Mijdar

Emê bibine mîna wî, çimkî emê wî usa bibînin, çawa heye (1 Yûhn. 3:2).

Tu texmîn dikî ku tu pir zef xîret î di xizmetkirinêda? Bi rastiyê te xweş tê ku bixûnî û lêkolîn bikî Xebera Xwedê, seva ku “nêt-meremêd Xwedêye kûr” pêbihesî? (1 Korn. 2:10). Tu texmîn dikî ku Yehowa xizmetkirinêda te kerem dike? Xwestina teye qayîm heye ku qirara Xwedê bînî sêrî? Tu texmîn dikî ku tu borcdarî, wekî ruhanîda alî yên din bikî? Tu divînî destê Yehowa di emirê xweda? Hergê tu ser wan hemû pirsa bêjî erê, gelo ew tê hesabê ku tu bijartîyî bona jîyîna ser ezmana? Na. Lê çira? Çimkî ew hemû tişt hemû xizmetkarên Yehowa dikarin texmîn kin. Yehowa ruhê xweyî pîroz wanra jî dide, yên ku gumana wan jîyîna ser erdê ye. Bi rastiyê hergê tu dudilî yî, ku tu bijartîyî bona jîyîna ser ezmana, ew yek tê hesabê ku tu bijartî nînî. w16.01 3:14, 15

Pêşem, 30 Mijdar

Ez . . . her tim li ber Wî şa dibûm (Metlk. 8:30).

Çaxê Îsa şixulkarî dikir tevî Bavê xwe, ew gelek şa dibû çimkî ewê yekê bike, û zanibû ku Yehowa wî hiz dike. Lê çi em dikarin bêjin derheqa xwe? Îsa got ku meriv bextewar dibe çaxê dide û çaxê distîne (Kar. Şand. 20:35). Çaxê em rastiya derheqa Xwedê pêhesiyan, em gelek şa bûn, û em şabûnê distînin gava em evê rastiyê bela dikin. Çaxê em merivara rastiya Kitêba Pîroz gilî dikin, em divînin çawa ewana bi êmosiya û bi razîbûnê tije dibin hindava Xwedê û rastiya wî ku Xebera wîda ye. Belakirina mizgîna Xwedê gelek ferz e bona emir. Ew riya jîyîna heta-hetayê vedike bona wan meriva, kê ku hazir e nêzîkî Xwedê be (2 Korn. 5:20). Em çaxê şixulê belakirina mizgînê dikin, em şabûneke mezin distînin, çimkî bi saya wî şixulî meriv dikare emirê heta-hetayê bistîne. w16.01 5:6, 7

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin