Kanûna Pêşin
Înî, 1 Kanûna Pêşin
Yehowa tevî wan e, yên ku ji wî ditirsin (Zeb. 25:14, DT).
Kitêba Pîroz ser Birahîm sê cara dibêje dostê Yehowa (2 Dîr. 20:7; Îşa. 41:8; Aqûb 2:23). Rast e di Kitêba Pîrozda tenê ser wî tê gotinê dostê Xwedê, lê gelo ew tê hesabê ku ji meriva tenê Birahîm bû dostê Yehowa? Na, Kitêba Pîroz dide kifşê ku her kes ji me dikare bibe dostê Xwedê. Xebera Xwedêda gelek meselên jin û mêrên amin hene, kîjan ku xwedêxof bûn, baweriya wan hindava Yehowa hebû û bûne dostên wîyî nêzîk. Pawlosê şandî nivîsî derheqa “ewirekî . . . mezin yê şedan”, kîjan ku bi rastiyê dostên Xwedê bûn (Îbrn. 12:1, ÎM). Ew hemû meriv ji hev cude dibûn. Le wana şabûn standin ji dostiya xweye tevî Xwedê. Were em çev bidine baweriya wan merivên amin (Îbrn. 6:11, 12). Hergê em usa bikin, em dikarin sed selefî bawer bin, ku emê qedirekî usa bistînin ku heta-hetayê bibine dostên Yehowa! w16.02 2:1, 2, 19
Şemî, 2 Kanûna Pêşin
Ez . . . hatime . . . ne ku xwestina xwe bikim, lê xwestina wî, yê ku ez şandime (Yûhn. 6:38).
Bidine ber çevê xwe ku hevalê we wera ereba pêşkêş dide. Ew wera dokûmênta ereba dide û dibêje: “Kilît wê cem min be. Û tenê ezê evê erebê bajom, ne ku tu”. Ew “pêşkêş” wê we xweş bê? Niha bifikirin ku Yehowa hîviya çi ye ji wî merivî, kîjan ku xwe tesmîlî wî dike, û jêra dibêje: “Ez emirê xwe didime te. Min xwe tesmîlî te kiriye”. Lê hergê ew meriv paşê destpêdike nerast bijî, mesele dizîkava rastî nebawera tê? Yan hergê ew xebateke usa qebûl dike, ji bo kîjanî wedê wî tune ku here xizmetiyê û ser civatê? Gelo ew ne mîna vê yekê ye, ku ew meriv kilîta erebê cem xwe xwey dike? Merivê ku xwe tesmîlî Yehowa dike, bi rastiyê wîra giliyên usa dibêje: “Emirê min hê zef yê te ye, ne ku yê min. Hergê usa biqewime ku ez gerekê bijbêrim ku qirara te bînim sêrî yan xwestina xwe, ezê timê ewê yekê bikim çi ku qirara te ye”. Ew nihêrandin mîna wê nihêrandina Îsa ye, dereqa kîjanî ku rêza îroda hatibû gotinê. w16.03 1:16, 17
Led, 3 Kanûna Pêşin
Ez te bernadim (2 Padş. 2:2).
Weke 3 000 sal pêşda, Êlyas pêxember Êlîşaye cahil teglîf kir wekî bibe alîkarçiyê wî. Êlîşa derbêra qayîl bû û bi aminî şixulê milûkî bona pêxember dikir (2 Padş. 3:11). Êlyas weke şeş sala Êlîşa hîn dikir. Paşê, çaxê şixulê Êlyas di Îsraêlêda xilaz dibû, pêxember gote Êlîşa, wekî ew dikare îda alî wî neke. Lê Êlîşa xwera qirar kir wekî tevî hînkarê xwe be, heta çiqas dikare. Hergê tu birê cahil î, tu çawa dikarî çev bidî Êlîşa? Çaxê şixul tera didin, derbêra qebûl ke, hela hê wî çaxî jî, çaxê ew şixulê nimiz e. Bîra xweda xwey ke, wekî hînkarê te hevalê te ye. Wîra bêje wekî tu dişêkirînî çi ku ew bona te dike. Û ya lape ferz, di cabdariya xweda amin be. Lê çira ferz e amin bî? Çaxê tu îzbat dikî ku tu amin î û kêrhatî yî, rûspî dikarin bawer bin ku Yehowa dixwaze wekî di civatêda hê zêde cabdariya te hebe (Zeb. 101:6; 2 Tîmt. 2:2). w15 1/4 2:13, 14
Duşem, 4 Kanûna Pêşin
Heger ji zirara xwera sondê bide jî, ji sonda xwe venagere (Zeb. 15:4, ÎM).
Şawûl, Yonatan hêlan dikir ku bibe padşa paşî wî (1 Sam. 20:31). Lê Yonatan Yehowara amin bû û evê yekê wî hêlan kir ku bibe hevalê Dawid. Lema Yonatan nedikete heyra vê yekê ku bibe padşa. “Yonatan ku Dawidra sond xweribû, ji sonda xwe venegeriya. Em jî gerekê usa bin. Mesele, hergê em bîznêsêda peymanê girêdidin, ew peyman çiqas çetin be jî, em gerekê bînin sêrî. Çimkî em Yehowa hiz dikin, lema em gerekê sozê xwe bînin sêrî. Yan jî hergê di zewaca meda problêm hene, hizkirina hindava Yehowa wê me hêlan ke ku amin bimînin hevalzewacê xwera (Malx. 2:13-16). Were em jî aminiya xwe hindava Yehowa îzbat kin bi vê yekê, ku cimeta wîra amin bin, hela hê wanra jî kê me dixeyîdîne. Çaxê em hela hê derecên çetinda jî Yehowara amin dimînin, em dilê wî şa dikin (Metlk. 27:11). Hergê em wîra amin bimînin, emê bivînin ku ew ça qenc e hindava yên wî hiz dikin. w16.02 3:16, 17
Sêşem, 5 Kanûna Pêşin
Xwezî li hemûyên ku li benda [hîviya] wî ne (Îşa. 30:18).
Bîra xweda xwey ke, ku Yehowa zane her kes çiqas dikare bike û çiqas dikare çetinaya teyax ke (Zeb. 103:14). Ew qewata lazim dide me. Rast e cara me tirê îda çare tune. Lê Yehowa soz dide ku hergê çetin e em cêribandinêda teyax kin, ew wê “delîlekê jî bike” (1 Korn. 10:13). Çaxê em zanin ku Yehowa zane em çiqasî dikarin teyax kin, ew yek me dilrihet dike. Hergê em Yehowara dua dikin bona alîkariyê, lê ew derbêra caba me nede, werên em sebir kin. Bîra xweda xwey ke wekî Yehowa dixwaze alî me bike, lê ew bi sebir hîviya wedê baş e wekî hingê bide me çi ku mera lazim e. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Bona ku Xudan xêrê li we bike, wê bisekine [hîviyê be], û bona ku dilê wî bi we bişewite, wê bilind bibe; ji ber ku Xudan, Xwedayê dadiyê [heqiyê] ye”. w15 1/4 4:8, 9
Çarşem, 6 Kanûna Pêşin
Berê bi vî tiherî kulfetêd pîroze ku gumana xwe danîbûne ser Xwedê, xwe dixemilandin, xemila wan ew bû ku gura mêrê xwe bikirana (1 Pet. 3:5).
Wedê Qulixkirina tevî Malbetê, em derheqa tiştên ruhanî xeber didin, û ew yek yektiyê dike malbetê. Çaxê malbet pêşda xwe hazir dike bona xizmetkirinê, ew yek alî malbetê dike ku mizgînê hê rind bela kin. Û çaxê ewana tevayî derheqa rastiyê xeber didin, û divînin wekî gişk malbetêda Yehowa hiz dikin û dixwazin dilê wî şa kin, ewana hê nêzîkî hev dibin. Cotên zewacê çi dikarin bikin, seva ku tevî hev hevkariyê bikin, û pesinê Yehowa bidin? Hergê her yek ji cotên zewacê bi aminiyê Yehowara xizmet ke, ewana wê bextewar bin û yektiyêda bin. Birahîm û Serayê, Îshaq û Rebekayê, Hannayê û Elkana, gişk jî hindava hevdu hizkirinê didane kifşê. Em jî gerekê çev bidine wan, dêmek hizkirinê bidine kifşê cotê xwera (Destp. 26:8; 1 Sam. 1:5, 8). Ew yek cotên zewacê nêzîkî hev dike, û usa jî ewana hê zêde nêzîkî Bavê xweyî ezmana dibin (Waîz 4:12). w16.03 3:12, 13
Pêşem, 7 Kanûna Pêşin
Baweriyêda hîmgirtî miqabilî [Şeytan] rabin (1 Pet.5:9).
Şeytan miqabilî rûnkiriyên ku ser erdê mane û “pezêd din” diçe (Yûhn. 10:16). Ji bo wê yekê ku wedê Şeytan hindik maye, ew dixwaze baweriya gelek qulixkarên Yehowa kuta ke (Eyan. 12:9, 12). Lê em dikarin serkevin, çaxê miqabilî wî derên. Kitêba Pîroz dibêje: “Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve” (Aqûb 4:7). Gelek meriv dikenin çaxê dibihên ku Şeytan heye. Bona wan, Şeytan û cin tenê di serhatiyada, fîlmên bi tirsda, û di lîstikên vîdêoyêda hene. Merivên usa, dişirmîş dibin ku kê wan ruhê xirab bawer dikin, ewana bêfem in. Lê gelo Şeytan berxwedikeve, çaxê meriv bawer nakin ku ew û cinên wî rêalî ne? Na. Bona Şeytan gelek hêsa ye, wekî wan meriya bixapîne kê dudilî dibe ku ew heye (2 Korn. 4:4). Şeytan rastî jî dixebite wekî ew fikir bela be, çimkî bi wê yekê ew dikare meriya bixalifîne. w15 1/5 2:1, 2
Înî, 8 Kanûna Pêşin
[Mûsa] qara Mesîh hê hebûneke mezin hesab kir, ne ku xiznêd Misirê, çimkî çevnihêrî bû, ku heqê xwe bistanda (Îbrn. 11:26)
Mûsa ji dê-bavê xweyî cihû pêhesiya derheqa Yehowa. Wana jêra gilî kiribûn ku Yehowa soz daye, wekî cimeta Cihû wê ji dîltiyê aza ke û Erdê Sozdayî bide wan (Destp. 13:14, 15; Derk. 2:5-10). Mûsa kûr difikirî derheqa wî sozê Yehowa, ku wê Îbraniya ji dîltiyê aza ke. Çawa qulixkarên Yehowayî mayîn, Mûsa jî zanibû ku Yehowa wê însanetê ji mirinê aza ke (Îb. 14:14, 15; Îbrn. 11:17-19). Mûsa fem dikir ku Yehowa meriya çiqas zef hiz dike. Bi wê yekê ewî diha zef Yehowa hiz kir, û baweriya wî hindava Xwedê qewî bû. Evê yekê alî wî kir, ku temamiya emirê xweda berdewan ke Yehowara qulix ke (Qan. Dcr. 6:4, 5). Çaxê firewin dixwest wî bikuje, Mûsa neditirsiya. Ewî zanibû ku Yehowa wê di axiriyêda ese wî xelat ke (Derk. 10:28, 29). w15 1/5 3:11-13
Şemî, 9 Kanûna Pêşin
Şerava wan nema (Yûhn. 2:3).
Îsa keremeta xweye pêşin şeherê Qanayêda, wedê dewatê kir. Em nizanin çira, lê ser dewatê şerav kêm bû û têra hemû mêvana nedikir. Seva wê yekê bûk û zeva wê şermî bûna, çimkî wana gerekê qedirê mêvana bigirtana bi mêvanhiziyê. Diya Îsa Meryem jî mêvan bû ser vê dewatê. Gelo, ewê ji Îsa alîkarî xwest, çimkî ewê bawer dikir, ku qewata wî heye keremeta bike? Meryem dibek difikirî ser hemû pêxembertiya derheqa kurê xwe, û ewê zanibû ku ew wê bê navkirinê çawa “Kurê Yê Herî Jorin” (Lûqa 1:30-32; 2:52). Femdarî ye ku Meryemê jî û Îsa jî, dixwestin alî bûk û zevê bikin. Lema Îsa bi keremetî weke 380 lîtir av kire “şerava rind” (Yûhn. 2:6-11). Gelo Îsa borcdar bû ku keremetê bike? Na. Ewî ew keremet kir, çimkî derheqa meriva xem dikir, û çev dida Bavê xwe, kîjan ku merd e. w15 1/6 1:3
Led, 10 Kanûna Pêşin
Xudan, vî zemanîda tê Padşatiya Îsraêlê li wan vegerînî? (Kar. Şand. 1:6)
Şagirtên Îsa ew pirs dane wî, heta ku ew biçûya li ezmana. Îsa caba wan da û got, ku hê wede nîne ku ewana bizanibin, ku kengê Padşatiya Xwedê wê destpêke serwêrtiyê bike. Ewî got ku hê ferz e wekî ewana dîna xwe bidine ser şixulê dannasînkirinê (Kar. Şand. 1:7, 8). Lê yeke, Îsa ewana hîn kirin, ku dua bikin bona hatina Padşatiyê û hîviya wî wedeyî bin. Lema jî, em îro dua dikin wekî Padşatî bê. Çaxê wede nêzîk dibû ku Îsa destpêke li ezmana serwêrtiyê bike, Yehowa alî cimeta xwe kir ku ewana fem kin, ku kîjan salê ew yek gerekê biqewime. Sala 1876, Çarlz Têîz Rassêl gotar nivîsî bi vî navî “Çaxê Wedê Pûtparista Xilaz bin?” Di vê gotarêda ewî şirovekir, ku di pêxembertiya Daniyêlda “heft wext”, û pêxembertiya Îsada “wextê . . . mileta”, yek in. Û di gotarêda hatibû şirovekirinê ku ew wext gerekê xilaz bin sala 1914 (Dan. 4:16; Lûqa 21:24). w15 1/6 4:11, 12
Duşem, 11 Kanûna Pêşin
Îsa giriya (Yûhn. 11:35).
Çaxê meriva derd dikişand, ser Îsa zef hukum dibû. Mesele, çaxê hevalê Îsa Lazar mir, “kesera kûr hatê û dilê wî êşiya”, çimkî ewî dît ça malbeta Lazar û hevalên wî berxwedikevin (Yûhn. 11:33-36). Rast e Îsa zanibû ku ew wê Lazar sax ke, lê yeke ew giriya. Ew neditirsiya ku hestên wî merivara eyan bin. Îsa haqas zef Lazar û malbeta wî hiz dikir, ku qewata Xwedê da xebatê, seva ku Lazar vegerîne jîyînê! (Yûhn. 11:43, 44) Kitêba Pîroz gilî dike ku Îsa xût mîna Bavê xwe Yehowa ye (Îbrn. 1:3). Dêmek, keremetên Îsa îzbat dikin, ku Yehowa jî dixwaze wekî nexweşiya, kul-derda û mirinê bide hildanê. Û zûtirekê, Yehowa û kurê wî wê gelek meriva vegerînin jîyînê. Îsa got ku “wext nêzîk dibe, ku hemûyên tirbada” wê bêne saxkirinê (Yûhn. 5:28, 29). w15 1/6 2:13, 14
Sêşem, 12 Kanûna Pêşin
Bira pesinê navê teyî mezin . . . bidin (Zeb. 99:3).
Rast e gelek meriv bawer dikin ku ewana tenê wê paşî mirinê ser ezmana Xwedê rûmet kin, lê cimeta Yehowa zane ku çiqas ferz e wî rûmet kin li wir ser erdê û niha. Çaxê em Yehowa hurmet dikin, em çev didine qulixkarên Xwedêyî amin, derheqa kîjana ku di Zebûr 99:1-3, 5-da te gotinê. Merivên amin, Mûsa, Harûn, û Samûyêl bi temamî piştgiriya wê yekê dikirin, çi ku Xwedê çêkir bona hebandina rast (Zeb. 99:6, 7). Îro rûnkirî, heta ku tevî Îsa li ezmana qulix kin çawa kahîn, ewana bi aminî Yehowara qulix dikin di pareke paristgeha ruhanîda, li ser erdê. Mîlyona “pezên din” bi aminî alî wan dikin (Yûhn. 10:16). Ew herdu kom, bi yektî Yehowa dihebînin. Lê em gerekê pirsê bidine xwe: “Gelo ez piştgiriya wê yekê dikim, çi ku Yehowa bona hebandina rast çêkir?” w15 1/7 1:4, 5
Çarşem, 13 Kanûna Pêşin
Hîviya wê be! (Hebq. 2:3, DT).
Qulixkarên Yehowayî berê bi sebir hîviyê bûn ku pêxembertî bêne sêrî. Îşaya pêxembertî kir, ku Yehowa wê Cihûya ji dîltiyê vegerîne li Cihûdayê û got: “Xwezî li hemûyên ku li benda [hîviya] wî ne” (Îşa. 30:18). Usa jî Mîxa hîviya sozên Yehowa bû ku bêne sêrî û got: “Ezê li Xudan binêrim” (Mîx. 7:7). Û bi seda sala qulixkarên Xwedê hîviyê bûn û bawer bûn, ku Mesîh dêmek Îsa wê bê (Lûqa 3:15; 1 Pet. 1:10-12). Îro em jî hîviyê ne, ku pêxembertiyên derheqa Padşatiya Yehowa bêne sêrî. Îsa çawa Padşayê vê Padşatiyê, wê zûtirekê qulixkarên Xwedê xilaz ke ji vê dinya xirab. Îsa wê merivên zulm kuta ke û hemû kul-derda bide hildanê (1 Yûhn. 5:19). Lema jî em gerekê berdewam kin hîviya hatina roja Yehowa bin û hemû tiştî bikin çi ku dikarin, seva ku hazir bin bona wê rojê. w15 1/8 2:1, 2
Pêşem, 14 Kanûna Pêşin
Xîreta hindava mala teda agir min dixe (Yûhn. 2:17).
Yehowa gote Îsraêliya ku ewana konê pîroz ava kin (Derk. 25:8). Paşê, wede şûnda Yehowa wanra got, ku ewana paristgehê ava kin (1 Padş. 8:27, 29). Paşî wê yekê, çaxê cimeta Xwedê ji Babîlonê derket, ewana timê di kinîştada top dibûn (Marq. 6:2; Yûhn. 18:20; Kar. Şand. 15:21). Mesîhiyên pêşin malada top dibûn (Kar. Şand. 12:12; 1 Korn. 16:19). Îro jî, cimeta Yehowa nav temamiya dinyayêda top dibin, bi deha hezara Odên Civatada, li kîderê ku ewana pêdihesin derheqa Yehowa û jêra qulix dikin. Îsa gelek qîmet dikir paristgeha Yehowa ku di Orşelîmêda bû. Îsa paristgeha Yehowa gelek hiz dikir, û ji bo vê yekê şagirtên wî hêlan bûn ew pêxembertiya ku rêza îroda tê gotinê, biwekilînin (Zeb. 69:9). Rast e îro Oda Civata ew “mala Xudan” nîne, çawa ku paristgeha Orşelîmê bû (2 Dîr. 5:13; 33:4). Lê yeke em gerekê gelek qîmet kin ciyê qulixkirina xwe. w15 1/7 4:1, 2
Înî, 15 Kanûna Pêşin
Hizkirinê li xwe kin (Kols. 3:14).
Gelo wedê Hezarsaliya Serwêrtiya Îsa, emê tevî yên din bi hizkirin bin û bibaxşînin hevdu? Hergê em niha hîn bin ku hevdu bibaxşînin û heleqetiya baş nav hevda xwey kin, dinya tezeda wê mera hêsa be ku usa bikin (Kols. 3:12, 13). Dinya tezeda, dibeke, em çi ku bixwazin timê nestînin, yan jî em gerekê hîviyê bin ku bistînin. Çi jî hebe, gerekê em razî bin û qayîl bin. Rastî jî, mera ew hunur wê lazim bin, kîjan ku Yehowa me hîn dike ku em niha bidine kifşê. Dêmek, hergê em niha hîn dibin ku wan hunura bidine kifşê, em îzbat dikin, ku bona me dinya teze rêalî ye, û ku em hazir dibin bona jîyîna heta-hetayê (Îbrn. 2:5; 11:1). Bi wê yekê em usa jî eyan dikin, ku em bi rastiyê dixwazin vê dinyayêda bijîn kîderê ku her kes gura Yehowa dike. w15 1/8 3:11, 12
Şemî, 16 Kanûna Pêşin
Yektiya [Îsada] bijîn (Kols. 2:6).
Çaxê tu dikanêda êmîşê gihîştî dijbêrî, tu divînî ku ewana weke hev nînin. Lê tê kifşê ku temam gihîştî ne. Usa jî Mesîhiyên gihîştî. Ewana weke hev nînin. Ewana ji welat û miletên cûre-cûre ne. Ewana emirda jî cûre-cûre ne. Lê yeke xeyset-hunurên hemû Mesîhiyên gihîştî yek in, çi ku dide kifşê, ku ewana gihîştî ne. Lê kîjan in hinek ji wan hunura? Mesîhiyê gihîştî çev dide Îsa û “pêgeha” wîda diçe (1 Pet. 2:21). Îsa got gelek ferz e, ku meriv Yehowa bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe hiz bike, û usa jî hevalê xwe weke xwe hiz bike (Met. 22:37-39). Mesîhiyê gihîştî gelek dixebite, seva ku ewê temiyê biqedîne. Ew bi cûrê jîyîna xwe îzbat dike, ku heleqetiya wî tevî Yehowa û hizkirina wî hindava meriva lape ferz e bona wî. w15 1/9 1:3-5
Led, 17 Kanûna Pêşin
Em rastiyê eyan dikin û bi vî awayî xwe diyarî îsafa meriva dikin li ber Xwedê (2 Korn. 4:2).
Îsafa hînkirî ne ku tenê me xwey dike, ku tiştên xirab ne kin, lê ew usa jî me hêlan dike, ku em tiştên baş bikin. Yek ji wan tiştên baş ew e, çaxê em mal bi mal dannasîn dikin û wanra kê jî rastî me tê. Pawlos jî usa dikir. Ewî nivîsî: “Ev deynê stûyê min e. Wey li min heger ez Mizgîniyê dannasîn nekim!” (1 Korn. 9:16). Hergê em pey mesela Pawlos herin, îsafa me wê baş be, û emê bikaribin tiştên rast bikin. Û hin jî, çaxê em meriyara mizgîniya xêrê dannasîn dikin, em îsafa wan hişyar dikin. Belê, îsaf dikare bibe haceteke qîmet. Û îsafa me alî me dike ku bigihîjne vê nêta xwe. Çaxê em hergav Xebera Xwedê lêkolîn dikin û ser difikirin, û çi ku em hîn dibin didine xebatê, bi vê yekê em îsafa xwe hîn dikin. Paşê ev pêşkêşa baş, dêmek îsafa me wê rêberê rast be, di jîyîna meye Mesîhîtîda. w15 1/9 2:16, , 18
Duşem, 18 Kanûna Pêşin
Çimkê Xudan hizkirîyê xwe şîret dike (Metlk. 3:12).
Ûsiv, Mûsa, û Dawid gelek cêribandinên çetin derbaz kirine. Lê wedê wan cêribandina, Yehowa tevî wan bû. Di wan cêribandinada ewana çi ku hîn bûn, alî wan kir, çaxê Yehowa cabdariyên mezin da wan. Çaxê em Kitêba Pîrozda dixûnin, ku Yehowa çawa alî cimeta xwe dike û hîn dike, em texmîn dikin, ku Yehowa bi rastiyê jî me hiz dike. Hela hê hergê em tiştekî nerast jî dikin, Yehowa berdewam dike me hiz dike. Hergê em rastkirina wî qebûl dikin û gunê xwe tînin rûyê xwe, ew wê me “bi zêdeyî” bibaxşîne (Îşa. 55:7). Ew çi tê hesabê? Giliyên Dawid derheqa baxşandina Yehowa mera didine kifşê, ku Bavekî meyî çiqas rem heye. Dawid got: “Yê ku hemû sûcên te dibaxşîne, yê ku ji hemû nexweşiyên tera şîfayê [qenckirinê] tîne. Yê ku canê te ji gorê dertîne, yê ku taca kerem û dilovaniyê li te dike” (Zeb. 103:3, 4, ÎM). Yehowa me rast dike û rêberiyê dide me bi gelek cûra. Lê tu derbêra xwe diguhêzî, çaxê Yehowa te rast dike? Timê bîra xweda xwey ke, ku Yehowa me rast dike, çimkî me hiz dike (Zeb. 30:5). w15 1/9 4:13, 14
Sêşem, 19 Kanûna Pêşin
Meryem . . . guhdariya xeberêd wî [Îsa] dikir (Lûqa 10:39).
Mertayê xwarina mexsûs hazir dikir bona Îsa û dîsa gelek tiştên din, seva ku Îsa mala wanda xwe baş texmîn ke. Çaxê ewê dît ku Meryem alî wê nake, ew aciz bû û şikiyatê wê bal Îsa kir. Îsa zanibû ku Merta dixwaze gelek tişt bike, û lema ewî bi nermî jêra got: “Merta, Merta, tu bona gelek tişta xema dikî û tevîhev dibî”. Ewî usa jî jêra got ku xwarinek tenê bes e. Paşê Îsa payê Meryemê da, çimkî ewê rind guhê xwe dida Îsa. Ewî got: “Ew para qenc jî Meryemê xwera bijart û ji wê nayê standinê” (Lûqa 10:38-42). Meryemê dibeke bîr kira ku ewê çi xwar, lê ewê tu car wê bîr nekira ew tişt, çi ku ji Îsa hîn bû û ew ku Îsa ça payê wê da. Paşî 60 sala zêdetir, Yûhennayê şandî giliyên usa nivîsî: “Îsa Merta, xûşka wê . . . hiz dikirin” (Yûhn. 11:5). Ew gilî didine kifşê, ku Mertayê şîreta Îsa ku bi hizkirinê bû, qebûl kiriye, û temamiya jîyîna xwe Yehowara bi aminî xizmet kiriye. w15 1/10 3:3, 4
Çarşem, 20 Kanûna Pêşin
Zorayiya qewatê ji Xwedê ye (2 Korn. 4:7).
Gelek îzbatkirinên me hene, ku Yehowa îro jî alî cimeta xwe dike. Em gelek car dibihên ku meriva bona alîkariyê Xwedêra dua kirine û cab ser duayên xwe standine (Zeb. 53:2). Mesele, di giraveke biçûke Fîlîpînêda wedê xizmetiyê, Alan rastî jinekê hat, kîjan ku çaxê bihîst ku Alan Şedê Yehowa ye, destpêkir bigirî. Alan gilî dike: “Vê şebeqê, ewê jinikê Yehowara dua kiribû, seva ku Şedên wî wê bivînin”. Xwedê caba duayê wê usa zû da, ku ew ecêbmayî ma. Nava salekêda ewê xwe tesmîlî Yehowa kir. Gelek xizmetkarên Yehowa alîkariya wî dîtine, çaxê pêşiya ku bibûna xizmetkarên Xwedê tiştên xirab terk dane kîjan ku wanra bibû xeyset, mesele kişandina cixarê, xebitandina narkotîkayê, yan jî nihêrandina pornografiyayê. Hinek dibêjin ku wana dixwestin ku bi qewata xwe biterkînin ewan tişta, lê yeke nikaribûn. Lê, çaxê wana ji Yehowa alîkarî xwest, hingê “zorayiya qewatê ji Xwedê” standin, û paşê îda wana karibûn wan tiştên nerast biterkînin (Zeb. 37:23, 24). w15 1/10 1:10, 11
Pêşem, 21 Kanûna Pêşin
Dest bidine ber wext (Efes. 5:16).
Hinek meriv şebeqê zû radibin seva ku bixûnin, bifikirin û dua bikin. Hinek jî ser xebatê wedê hêsabûnê evê yekê dikin. Dibeke bona te wedê lapî baş êvarê ye, yan jî pêşiya ku herî razêyî. Hinek hiz dikin şebeqê û pêşiya razanê jî bixûnin (Yêşû 1:8). Ferz e ku em “dest bidine ber wext”, dêmek wede ji tiştên ne ferz bistînin, çimkî usa emê bikaribin her roj bifikirin ser Xebera Xwedê. Kitêba Pîroz soz dide ku Yehowa wê wan hemûşka kerem ke, yên ku ser Xebera wî difikirin, û çiqas dikarin dixebitin ku çi hîn dibin bidine xebatê (Zeb. 1:1-3). Îsa got: “Xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin” (Lûqa 11:28). Lê ya lape ferz ew e, ku çaxê em her roj ser Xebera Yehowa bifikirin, ew yek wê alî me bike, ku bi her kirên xwe wî rûmet kin. Çaxê em usa bikin, Yehowa wê me kerem ke ku niha bextewar bin û usa jî heta-hetayê di dinya tezeda (Aqûb 1:25; Eyan. 1:3). w15 1/10 4:17, 18
Înî, 22 Kanûna Pêşin
Petrûs ew [Îsa] da alîkî, lê hilat û gotê: “Dûrî hindava te, Xudan! Ew tişt li te neqewime!” (Met. 16:22).
Çaxê Îsa gote şagirtên xwe ku ew gerekê bimire, Petrûs gote wî, ku ew qenc be hindava xwe. Îsa zanibû ku Petrûs wî hiz dike, lê usa jî zanibû ku Petrûs nerast difikire. Lê Îsa ça alî wî û şagirtên din kir? Pêşiyê ewî Petrûs şîret kir. Paşê ewî şagirtên xwera şirovekir ku wê çi biqewime tevî wan, yên ku çetinayada naxwazin qirara Xwedê bînin sêrî. Îsa usa jî got ku Yehowa wê wan meriva xelat ke, yên ku xwehiz nînin (Met.16:21-27). Ew yek Petrûsra derseke baş bû (1 Pet. 2:20, 21). Yehowara dua bikin ku ew femkariyê bide we, seva ku hûn bikaribin fem kin ku zarên we hewcê çi ne (Zeb. 32:8). Dibeke hûn divînîn ku zara we usa şa nîne ça berê, yan jî ew derheqa xûşk û birayên di civatêda nebaş xeberdide. Û dibeke hûn texmîn dikin, ku tiştek heye ku ew wera navêje. Lema derbêra nefikirin ku zara we dizîva tiştekî gelek xirab dike. Lê ewê problêmê pişt guhê xwexa nevêjin, yan jî nefikirin ku ew problêm wê xwexa safî be. Dibeke wera lazim e ku alî wî bikin, wekî ew baweriya xwe qewî ke. w15 1/11 2:12, 13
Şemî, 23 Kanûna Pêşin
Dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê li xwe wergirin. . . . Hizkirinê li xwe kin, ya ku van hemûya bi yektiya tam hevva girêdide (Kols. 3:12, 14).
Hizkirina rast û yektiya xizmetkarên Yehowa, dide kifşê ku rêlîgiya wan ya rast e. Îsa got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhn. 13:34, 35). Û Yûhennayê şandî nivîsî: “Zarêd Xwedê û zarêd Mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rastiyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hiz nake. Ev e ew gotin, ya ku we berê pêşda bihîstiye: Gerekê em hevdu hiz bikin” (1 Yûhn. 3:10, 11). Hizkirin û yektiya nava Şedên Yehowada wana eyan dikin ça peyçûyên Îsayî rast, dêmek ew cimet kîjan ku Xwedê dide xebatê, seva ku mizgîna derheqa Padşatiyê bela be ser temamiya dinyayê (Met. 24:14). w15 1/11 4:10, 11
Led, 24 Kanûna Pêşin
Gotineke cîda mîna sêva zêrîn e li ser zîv qaşkirî (Metlk. 25:11).
Em gerekê di têrîtorya xweda kûltûra û baweriya meriva hildine hesab, çimkî usa em dikarin wedê rast bijbêrin ku tevî wana xeber din. Kîjan derecada em gerekê hîviya wedê rast bin ku xeber din? Dibeke kesek tiştên usa dibêje çi ku dilê me dêşîne. Dewsa wê yekê ku derbêra caba wî bidin yan jî bê hemdê xwe tiştekî bêjin, wê bi bîlanî be bisekinin û bifikirin: “Gelo ewî bi rastiyê dixwest dilê min bêşîne? Gelo eseyî ye ez tevî wî derheqa wê yekê xeber dim çi ku ewî got?” Wê hê baş be ku qe tiştekî nebêjin. Lê hergê jî meniya layîq heye ku tevî wî xeberdin, em gerekê hîviyê bin ku hêrsa me dayne (Metlk. 15:28). Yan dibeke em dixwazin neferên mala xwe, kîjan ne Şedên Yehowa ne hêlan kin, ku Yehowa nas kin. Em gerekê sebir bin û kûr bifikirin derheqa wê yekê ku çi em dixwazin bêjin wanra. Û hin jî em gerekê wedekî usa bijbêrin, wekî ewana bikaribin guh bidine me. 5 1/12 3:6, 8, 9
Duşem, 25 Kanûna Pêşin
Ew me hîn dike, ku em . . . aqilda giran, bi rastiyê û xwedênasiyê bijîn li vê dinê (Tîto 2:12).
Çaxê em safî dikin ku, kîjan cûrê qenckirinê yan kîjan derman bidine xebatê, em gerekê “aqilda giran” bin, dêmek serwaxt bin. Îlahî çaxê ew cûrê qenckirinê yan jî derman nenas e, em gerekê serwaxt bin. Gelo ew merivê ku mera derheqa wan qenckirina gotiye, dikare şiroveke ew tişt yan derman ça gerekê bêne xebitandinê? Şirovekirina wî te dudilî nake? Gelo hene gelek hekîm ku qayîl in, wekî ew qenckirin yan derman bi rastiyê dikare meriva qenc ke? (Metlk. 22:29). Dibeke kesek mera dibêje, ku cîkî dûr cûrekî qenckirina teze hate derxistinê û ku hekîm hê nizanin derheqa vê yekê. Lê gelo hene îzbatkirin ku ew cûrê qenckirinê heye? Hinek jî dibeke şîretê didine me ku dermanên usa bidine xebatê, ku eyan nînin ji çi hatine çêkirinê yan eyan nînin, ku ew ça ser meriva hukum dibe. Ew yek dikare gelek xof be. Bîra xweda xwey kin ku Xwedê mera pêşda dibêje, ku em tiştên netebiyetî yan sêrbaziyêva girêdayî nedine xebatê (Îşa. 1:13; Qan. Dcr. 18:10-12). w15 1/12 4:16
Sêşem, 26 Kanûna Pêşin
Tu kes ji Yûhennayê nixumdar mestir nebûye. Lê Padşatiya Ezmanada yê herî biçûk ji wî mestir e (Met. 11:11).
Di Kitêba Pîrozda gelek meselên merivên amin hene, yên ku ruhê Xwedêyî pîroz standine, lê ewana neçûne li ezmên. Mesele Yûhennayê Nixumdar. Îsa got ku merivekî mîna wî girîng tune bû, lê paşê got ku ew wê neçe ser ezman çawa padşa wekî padşatiyê bike. Ser Dawid jî ruhê Xwedêyî pîroz hebû (1 Sam. 16:13). Ruhê pîroz alî wî dikir ku derheqa Yehowa tiştên kûr fem bike, û hin jî ewî bi rêberiya ruhê pîroz hine parên ji Kitêba Pîroz nivîsî (Marq. 12:36). Lê yekê Petrûsê şandî derheqa Dawid nivîsî ku ew “neçûbû ezmana” (Kar. Şand. 2:34). Rast e ruhê pîroz alî wan dikir ku ewana tiştên mexsûs bikin, lê yeke ruhê pîroz wanra şedetî nedida, ku ewana hatine bijartinê bona jîyîna ser ezmana. Ew nayê hesabê ku kêmasiya wan hebû, yan jî ku ewana nehêjayî wê yekê bûn. Ew tê hesabê ku Yehowa wê wana vegerîne jîyînê cinetêda li ser erdê (Yûhn. 5:28, 29; Kar. Şand. 24:15). w16.01 3:16
Çarşem, 27 Kanûna Pêşin
Ez û Bav yek in (Yûhn. 10:30).
Çaxê em şixulkariyê dikin tevî wan kîjana em hiz dikin, em hê nêzîkî wan dibin, û hê gelek pêdihesin derheqa wan û hunurên wan. Hin jî em pêdihesin derheqa nêtên wan, û usa jî ku ewana ça dixwazin nêtên xwe bînin sêrî. Îsa tevî Yehowa weke mîlîard sala şixulkarî dikir. Hizkirina wan û heleqetiya wan hindava hevdu, usa qewî dibû ku tu tiştî nikaribû ziyanê bida heleqetiya wan. Wana ji vê heleqetiya nêzîk, şabûn distandin û tevayî edilayêda şixulkarî dikirin. Îsa duayê xweda ji Yehowa hîvî dikir, ku şagirtên wî xwey ke. Lê menî çi bû? Ewî duayê xweda usa got: “Wekî bibin yek, çawa ez û tu yek in” (Yûhn. 17:11). Hergê em temiyên Xwedê bînin sêrî û di xizmetkirinêda kar bikin, emê bikaribin pêbihesin derheqa hunurên wîyî baş. Û usa jî derheqa wê yekê, çira em gerekê baweriya xwe wî bînin û pey rêberiya wî herin. Hergê em nêzîkî Xwedê bin, ew jî wê nêzîkî me be (Aqûb 4:8). Emê usa jî bikaribin nêzîkî xûşk-bira bin, çimkî em jî wek wan rastî cêribandina û şabûnê tên, û nêtê me jî yek in. w16.01 5:9, 10
Pêşem, 28 Kanûna Pêşin
Tu jî li pey jintîya xwe here (Rût 1:15).
Nahomî safî kiriye ku berdewam ke here mala xwe Îsraêlê. Tevî wê Rût e kîjan ku gerekê safîkirina ferz bike. Ew dikare yan here mala xwe cem cimeta xwe Mowabêda, yan tevî xasiya xwe Nahomîyê bimîne, û here Beytlehmê (Rût 1:1-8, 14). Rût dikaribû bifikiriya ku vegere welatê xwe Mowabê, kîderê ku malbeta wê û merivên wêyî nêzîk wê miqatî wê bûna û ew xwey kirana. Hin jî eyd-qeyd, ziman û cimeta Mowabê yê wê bûn. Lê Naomîyê nikaribû jêra ew hemû tişt li Beytlehmêda soz bida. Û lema Naomîyê gote Rût ku vegere welatê xwe Mowabê. Naomî ditirsiya ku wê nikaribe bûka xwera ne mêr, ne jî malê bivîne. Lê Rût çi safî kir? Binihêrin firqiya orta wê û Orpayê. Orpa “vegeriya gelê xwe û îlahê [xudanên] xwe” (Rût 1:9-15). Lê gelo Rût jî dixwest vegere xudanên cimeta xwe yên qelp? Eyan e ku na. w16.02 2:4, 5
Înî, 29 Kanûna Pêşin
Yehowa ji te çi dewa dike? Tenê ku heqiyê bikî, aminiyê xwey kî, û bi milûktî tevî Xwedêyê te rê herî! (Mîx. 6:8).
Nîvê şevê, Dawid û Abîşe hêdî-hêdî ber 3 000 eskerên razayîra derbaz dibûn. Wana orta wan eskerada, Şawûl Padşa dîtin, ku kûr razayî bû. Şawûl di beriya Cihûstanêda bû, çimkî ewî Dawid digeriya seva bikuje. Abîşe Dawidra dike piste-pist: “Bihêle ku ez bi derbekê, bi rimê wî li erdêva bikutim û cara duwemîn ez li wî naxim”. Lê caba Dawid rastî jî ecêbmayî ye. Ewî Abîşera got: “Ma wê kî destê xwe dirêjî mesîhiyê Xudan bike û bêsûc bimîne?” Dawid usa jî got ku ew tu car nikare destê xwe ser rûnkiriyê Yehowa hilkişîne (1 Sam. 26:8-12). Dawid fem dikir ku çi dihate hesabê amin bimîne Xwedêra. Qe hişê wîra derbaz nedibû ku ziyanê bide Şawûl. Lê çira? Çimkî Yehowa Şawûl kifş kiribû ça padşê Îsraêlê. Belê, xizmetkarên Yehowayî amin qedirê wan digirin, kîjana Yehowa kifş dike. Û Yehowa dewa dike, ku ji cimeta wî her kes aminiyê xwey ke. w16.02 4:1, 2
Şemî, 30 Kanûna Pêşin
Ya Xwedayê min, ji kirina xwestina te, ez zewqê digirim (Zeb. 40:8).
Hergê tu cahil î, û dixwazî bêyî nixumandinê, ew tê hesabê ku qedirekî mezin hîviya te ye. Nixumandin gaveke gelek ferz e. Çimkî ew tê hesabê ku tu xwe tesmîlî Yehowa dikî, dêmek wîra soz didî ku tuyê heta-hetayê wîra xizmet kî. Hin jî, tu soz didî ku tuyê jîyîna xweda ji hemû tiştî qirara wî daynî ciyê pêşiyê. Femdarî ye, ku tu gerekê bêyî nixumandinê, çaxê êpêce gihîştî yî ku ewê safîkirinê bikî. Xêncî vê yekê, ew gerekê xwestina teye şexsî be, û tu gerekê fem bikî çi tê hesabê tesmîlbûyîn. Lê hergê tu dudilî dibî ku hazir î bêyî nixumandinê? Yan jî hergê tu dixwazî bêyî nixumandinê, lê dê-bavê te dibêjin ku hê zû ye, dibeke seva ku tu hê cêribandî bî? Herdu derecada jî, berxwe nekeve. Dewsê, ewî wedeyî çawa mecal bide xebatê, seva ku hê pêşda herî, û zûtirekê bikaribî bêyî nixumandinê. w16.03 2:1, 2
Led, 31 Kanûna Pêşin
Tevî nebawera nekevine binê nîrekî (2 Korn. 6:14).
Hene xûşk û bira, malbeta kîjanada nebawer hene. Hinek ji wan îda zewacêda bûn çaxê hatine nava rastiyê, lê hevalzewacê wana nehatine nava rastiyê. Vê derecêda yeke Mesîhî dikare malbetêda edilayê xwey ke, hergê pê prînsîpên Xwedê bijî. Û usa jî ewana dikarin tevayî hevkariyê bikin û rê bidine hev. Rast e ew yek dikare çetin be, lê bifikirin ev kareke çiqas mezin tîne. Roja îroyîn Şeytan pey malbeta dikeve, û lema gelek ferz e wekî xizmetkarên Xwedê heleqetiya baş xwey kin zewaca xweda. Firqî tune hûn çiqas wext zewacêda nin, timê bifikirin hela hûn çi dikarin bêjin yanê bikin, seva zewaca xwe hê qewî kin. Hergê hûn cotên emirda mezin in, hûn dikarin alî cotên cahil bikin. Hûn dikarin cotên cahil teglîfî mala xwe kin, seva ku tevayî qulixkirina tevî malbetê derbaz kin. Ewana dikarin ji we hîn bin, wekî firqî tune ewana çiqas wext zewacêda nin, yeke gerekê hizkirinê hindava hevdu bidine kifşê û yektiyêda bin (Tîto 2:3-7). w16.03 3:14, 15