Nîsan
Led, 1 Nîsan
Hûn jî ku wextekê ji dest fikir û kirinêd xweye xirab, xerîb û neyarêd Xwedê bûn, lê niha ewî bi mirina Mesîhe bedenî hûn tevî xwe li hev anîn (Kols. 1:21, 22).
Heta ku meriv baweriya xwe qurbana Îsa naynin, Xwedê wana hesab dike ça dijminên xwe. Lema em borcdar in wanra gilî kin ku ewana dikarin bibine dostê Xwedê. Yûhennayê şandî nivîsî: “Ewê ku Kur bawer dike, jîyîna wîye heta-hetayê heye. Ewê ku gura Kur nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne” (Yûhn. 3:36). Em bextewar in ku qurbana Îsa mecalê dide me, ku em bibine dostê Xwedê (2 Korn. 5:18-20). Em usa jî meriva hîn dikin derheqa rastiyê û alî wan dikin ku nêzîkî Xwedê bin û bibine dostên wî. Ew heye pareke ferz şixulê belakirina mizgîniyêda. w16.07 4:8-10
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê (Roj: qewimandinên 14 Nîsanê) Yûhenna 19:1-42
Duşem, 2 Nîsan
Navê te pîroz be (Met. 6:9).
Îsa duayê xweda pêşiyê got wekî navê Xwedê pîroz be. Belê, Yehowa pîroz e û lema hemû prînsîp û qanûnên wî pîroz in. Lê Şeytan Edenêda şer avîte Xwedê, wekî îzina wî tune merivara qanûna dayne. Ew dereweke mezin bû, û Şeytan bi buxdan navê Xwedê bêhurmet kir (Destp. 3:1-5). Lê Îsa bi dil navê Xwedê hiz dikir (Yûhn. 17:25, 26). Ewî hemû tişt dikir seva navê Xwedê pîroz ke (Zeb. 40:8-10). Îsa pê jîyîna xweye ser erdê îzbat kir, wekî hemû qanûnên Yehowa rast in û bona kara me ne. Ew bi temamî amin bû Bavê xweyî ezmanara. Îsa heta mirina xwe îzbat kir, wekî merivê bêqisûr dikare hemû tiştîda gura Xwedê bike. w17.02 2:2-4
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 15 Nîsanê) Metta 27:62-66 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 16 Nîsanê) Yûhenna 20:1
Sêşem, 3 Nîsan
Bira . . . hurmet, rûmet . . . li wî Berxî be! (Eyan. 5:13).
Berx ew heye Îsa Mesîh, “Berxê Xwedê, yê ku gunêd dinyayê hildide” (Yûhn. 1:29). Îsa ji hemû padşa bilindtir e, çawa Kitêba Pîroz dibêje: “Ew . . . Padşayê padşaya û Xudanê xudana ye. Ew bi tenê bêmirin e û ronaiya ku tu kes nikare nêzîk bibe de rûdine. Û ji mirovan tu kesî ew nedîtiye û nikare bibîne” (1 Tîmt. 6:14-16, ÎM). Dinyayêda qe hebûye padşakî usa, yê ku bi rezedilî emirê xwe bida bona gunên meriva? Na, padşê usa tune bûye. Lema dibeke hûn jî razî ne tevî giliyên bi hezara milyaketa ku dibêjin: “Ew Berxê ku hatiye serjêkirinê hêja ye ku zorayê, dewlemendtiyê, serwaxtiyê, qewatê, hurmetê, rûmetê û keremê bistîne” (Eyan. 5:12, DT). Em gerekê Yehowa û Mesîh hurmet-rûmet kin. Jîyîna meye heta-hetayê vê yekêva girêdayî ye (Zebûr 2:11, 12; Yûhn. 5:23). w17.03 1:3, 4
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 16 Nîsanê) Yûhenna 20:2-18
Çarşem, 4 Nîsan
Heger hûn . . . min şûnde bibin . . . ezê wera bibim serok (Hakim. 11:9).
Yeftah ji dîroka Îsraêlê zanibû, ku Yehowa ça bû hindava cimeta Xweda. Bi vê yekê ew hîn bû têderxe, ku ber çevê Yehowa çi rast e û çi nerast e (Hakim. 11:12-27). Prînsîpên Xwedê ku hîmê Qanûna Mûsa bûn, hukum dibûn ser nihêrandin û dilê Yeftah. Ewî zanibû ku Yehowa xweş nayê çaxê meriv kînê dajo, çimkî Xwedê ji cimeta Xwe dewa dikir ku ewana hevdu hiz bikin. Qanûn usa jî hîn dikir ku meriv gerekê piştguhê xweva nevêje hewcên merivên din, û hela hê wî merivî jî kê wî nefret dike (Derk. 23:5; Qan. Kah. 19:17, 18). Diqewime mesela Ûsiv jî hukum dibû ser Yeftah. Ûsiv merivekî amin bû. Û ew rem bû hindava birên xwe, yên ku wî nefret dikirin (Destp. 37:4; 45:4, 5). Dibeke Yeftah difikirî ser meselên wî cûreyî, û ewê yekê alî wî kir tiştên usa bike, çi ku Yehowa xweş tê. Bêşik, birên Yeftah dilê wî gelek êşandin, lê yeke ewî dîsa berdewam dikir Yehowara xizmet bike û alî cimeta xwe bike (Hakim. w16.04 1:8, 9
Pêşem, 5 Nîsan
Wan timê xwe li hînkirina şandiya digirt, li hev diciviyan (Kar. Şand. 2:42).
Cimeta Yehowa hertim qîmet dikir ew mecal, ku tevî hev top bin. Paşî wê yekê ça civat hate sazkirinê, peyçûyên Îsa “timê . . . li hev diciviyan”. Belê, tu jî dibeke wek wan dixwazî timê bêyî ser civînê. Lê her Mesîhî rastî çetinaya tên. Ji bo xebata xwe, gelek şixula, û xemên din, dikare çetin be hertim bêne civînê. Hergê em civînên xwe qîmet dikin, ew yek wê alî me bike ku wan çetinaya alt kin, û hertim bêne civînê. Hine xûşk-birên me nikarin hertim bêne civînê, ji bo hine derecên ku wanva girêdayî nînin. Rûspî dikarin alî wan xûşk-birên bêsihet bikin, yên ku nikarin bêne civînê, bernama civînê bibihên. Mesele, rûspî dikarin saz kin deng nivîsandina bernamê, yan jî usa bikin ku ewana pê têlêfonê bibihên. w16.04 3:3
Înî, 6 Nîsan
Mêrxas bin! Min dinya kire bindestê xwe (Yûhn. 16:33).
Meselên xizmetkarên amin, dikarin bîlanî û qewatê bidine me, seva em sebir kin. Mesele, bifikirin derheqa Şedrak, Meşak û Abednego. Wana înkar kir ku serê xwe ber pût daynin, kîjan ku sîmbola serwêrtiya Babîlonê bû (Dan. 3:16-18). Îro, mesela wan alî gelek Şedên Yehowa kiriye, wekî bi mêrxasî înkar kin rûmetê bidine beyraqa welat, kîderê ewana dijîn. Îsa jî vê yekêda nexşekî baş mera hîştiye. Ew nedikete nava şixulên polîtîkayê û şerên vê dinyayê. Ewî zanibû ku vê yekêda şagirtên wî wê çev bidine wî, û ewî wanra got ku “mêrxas bin! Xûşk-birên civata teda dikarin alî te bikin ku tevnebûyînê xwey kî. Ewana wê te qewî kin, hergê ewana zanin derheqa çetinayên te. Ji wan hîvî ke ku bona te dua bikin. Belê, hergê em dixwazin ku xûşk-birên me alî me bikin û dua kin bona me, em jî gerekê bona wan dua bikin (Met. 7:12). w16.04 4:16, 18
Şemî, 7 Nîsan
Cimeta Teyê bi rezedilî bê (Zeb. 110:3).
Em çi dikarin bêjin derheqa Şedên Yehowa? Şixulê wan pê perê qurbankirina rezedilî pêşda diçe (2 Korn. 9:7). Ne Oda Civatada, ne jî civatên mezinda, pere nayê topkirinê. Sala 2015-da, Şedên Yehowa weke 2 mîlîard sihet xerc kirine ser belakirina mizgînê, û her meh 9 mîlyona zêdetir hînkirina Kitêba Pîroz derbaz kirine. Rastî jî ecêbmayî ye, wekî ewana ne ku tenê bêheq ewî şixulî dikin, lê xêncî vê yekê ewana xercê xwe kîsî xwe dadidin. Lêkolînkarekî derheqa şixulê Şedên Yehowa usa got: “Nêta wane sereke ew e ku mizgînê bela kin û hîn kin. . . . Keşîşên wan tune ne, lema xercê wan hindik e”. Wekî usa ne, nêta me çi ye ku mizgînê bela dikin? Hergê kin bêjin, em ewî şixulî bi rezedilî dikin, çimkî em Yehowa û meriva hiz dikin. Ew hazirbûna me, tîne sêrî pêxembertiya ji vê rêza rojê. w16.05 2:9
Led, 8 Nîsan
Serwaxtiya jorin, berê pêşin paqij e, paşê edil e, milûk û berbihêr e, bi remê û berêd qenciyêva tijî ye (Aqûb 3:17).
Em gerekê wedederbazkirina usa nejbêrin, kîjan ku fikirên netemiz pêşda tînin. Û hergê em rind zanin ku Yehowa çi hiz dike û çi nefret dike, emê hêsa têderxin ku wedederbazkirina çi cûreyî bijbêrin, mesele kîjan kitêb bixûnin, fîlm binihêrin, yan kîjan lîstik bilîzin. Mesîhiyê serwaxtra, nelazim e ji kesekî bipirse ku çi bijbêre, çimkî derheqa wan tişta, fikirên Yehowa Xebera wîda zelal in. Em dikarin safîkirina bi cûre-cûre bikin, û her cûrê safîkirinê Yehowa dikare qebûl ke. Lê çaxê mera lazim e safîkirineke ferz bikin, wê kêrhatî be hergê em ji rûspiya yan ji xûşk-birên cêribandî şîreta hildin (Tîto 2:3-5; Aqûb 5:13-15). Lê belê, ew nayê hesabê ku em ji wana bixwazin, wekî dewsa me safî kin. Çimkî em gerekê hîn bin xwexa têderxin, kîjan safîkirin wê rast bin û kîjan na (Îbrn. 5:14). Pawlosê şandî got: “Çimkî her kesê xurca xwe hilgire” (Galt. 6:5). w16.05 3:15, 16
Duşem, 9 Nîsan
Ez jî berê li wî dikifirîm, ew dizêrand û neyartî li wî dikir (1 Tîmt. 1:13).
Yehowa dîna xwe nade rûyê meriva. Dewsê, ew dilê wan dinihêre, dêmek dinihêre ku hindurva ewana merivne ça nin (1 Sam. 16:7b). Ew yek hate kifşê, çaxê Yehowa civata Mesîhî saz kir. Ewî gelek meriv jibart seva nêzîkî xwe û Kurê xwe ke. Lê ber çevê meriva, tê bêjî hinek ji wan nehêja bûn (Yûhn. 6:44). Mesele, Şawûlê Fêrisî. Lê yeke Yehowa, Şawûl ça axa û heriya bêkêr hesab nekir (Metlk. 17:3). Dewsê, Yehowa dilê wî dît û zanibû ku ji wî dikare derdaneke qîmet derê, dêmek ya “bijartî”. Usa jî Yehowa zanibû ku Şawûlê wê “necihûya, padşa û zarêd Îsraêlêva” şedetiyê bide (Kar. Şand. 9:15). Xwedê usa jî yên mayîn jî dît, ji kîjana “derdanêd bona rûmetê” dikaribûn derketana. Û ew meriv, berê serxweş, bênamûs, û diz bûn (Rom. 9:21; 1 Korn. 6:9-11). Lê çaxê wana ji Xebera Xwedê zanebûna rast standin û baweriya xwe hindava Yehowa qewî kirin, wana hîşt ku Xwedê wana biguhêze. w16.06 1:4
Sêşem, 10 Nîsan
A, va! Çawa ku herî destê hosteyê cêrada ye, usa hûn destê minda nin (Yêrem. 18:6, DT).
Xwedê bi saya Xebera xwe, civatê, û bi saya xizmetiyê, alîkariyê dide me ku mîna heriya nerm bin. Çawa av xaliyê nerm dike, usa jî xwendina Kitêba Pîroze herrojî û fikirandin, alî me dike ku em destê Yehowada nerm bin. Yehowa ji padşên Îsraêlê dewa dikir, wekî ewana xwera başqe lêkin Qanûna Xwedê û her roj bixûnin (Qan. Dcr. 17:18, 19). Şandiya jî fem dikirin, ku bona xizmetiyê gelek ferz e timê Nivîsarên Pîroz bixûnin û ser bifikirin. Xêncî vê yekê, ewana usa jî wedê xizmetiyê merivên din jî hêlan dikirin usa bikin. Ewana nivîsarên xweda jî, bi seda cara gotinên ji Nivîsarên Îbranî diwekilandin (Kar. Şand. 17:11). Îro em jî fem dikin, ku gelek ferz e Kitêba Pîroz her roj bixûnin û ser bifikirin (1 Tîmt. 4:15). Ew yek alî me dike ku milûk bin, û nerm bin destê Yehowada. w16.06 2:10
Çarşem, 11 Nîsan
Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:35).
Ew yek îlahî gelek ferz bû wan paşwextiyada, çaxê meriva şerên hemdinyayêda hevdu dikuştin. Mesele, tenê Şerê Hemdinyayêye II-da, weke 55 mîlyon meriv hatine kuştinê. Lê cimeta Yehowa tevî wî şerî nîbû, wana meriv nedikuştin (Mîx. 4:1, 3). Ewê yekê alî wan kir, ku ewana “cabdarê xûna” tu kesî nîbin (Kar. Şand. 20:26). Rast e ev dinya xirab e, çimkî Şeytan “mîrê vê dinyayê” hukum dike ser, lê yeke xizmetkarên Yehowa hê zêde dibin û pêşda diçin (2 Korn. 4:4). Şeytan sîstêma polîtîka vê dinyayê û mêdyayê dide xebatê, seva şixulê belakirina mizgîniyê bide sekinandinê. Şeytan zane ku wedê wî hindik e, û gelek tişt dike, seva em ji Yehowa dûr kevin û wîra xizmet nekin. Û ew vê yekê bi cûre-cûre mêtoda dike. Lê ew nikare ewî şixulî bide sekinandinê! (Eyan. 12:12). w16.06 4:3, 4
Pêşem, 12 Nîsan
Dîna xwe bidine sosinêd çolê (Met. 6:28).
Îsa dîsa jî dîna me dide ser vê yekê, ku ça Yehowa miqatî efirînên xwe dibe. Îsa eyan kir ku em çi dikarin hîn bin ji “sosinêd çolê”. Diqewime Îsa digot derheqa kulîrkên gelek cûre-cûre, kîjan ku çolêda şîn dibin. Ew hemû kulîrk gelek bedew in. Ew kulîrk xwera kinca nadirûn. Lê yeke ewana gelek bedew in! Îsa got ku “Silêman jî li nava temamiya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir”! Bifikirin derheqa wan giliyên Îsa: “Heger gîhayê çolê, . . . Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno?” (Met. 6:29, 30). Şagirtên Îsa gerekê baweriya xwe hindava Xwedê qewî kirana (Met. 8:26; 14:31; 16:8; 17:20). Ewana gerekê bawer bûna, ku Yehowa wê ese xem bike bona wan. Lê em çi dikarin bêjin derheqa xwe? Em bawer dikin ku Xwedê wê bona me jî xem bike? w16.07 1:15, 16
Înî, 13 Nîsan
Ji we kê çi pêşkêş standiye, bi wê jî hevra xizmetkariyê bikin, çawa wekîlêd qence wan keremêd Xwedê (1 Pet. 4:10).
Em rastî çi çetinaya jî bên, Yehowa wê alî me bike, ku em sebir kin (1 Pet. 1:6). Ew wê timê haqasî alî me bike, çiqas ku mera lazim e seva em tengasiya teyax kin. Yehowa qenciya nehêja dide kifşê bi vê yekê, ku gelek kerema dide me. Yek ji wan kerema ew e ku Yehowa gunên me dibaxşîne. Lê ew tenê wî çaxî dibaxşîne me, hergê em gunê xwe tînin rûyê xwe û giran dixebitin, seva kêmasî û xwestinên xirab nav xweda derxin (1 Yûhn. 1:8, 9). Pawlos nivîsî: “Ewî em ji hukumetiya terîstaniyê xilaz kirin û cî-guhastî Padşatiya Kurê xweyî hizkirî kirin, pê kîjanî em aza bûn, awa gotî me baxşandina guna stand” (Kols. 1:13, 14). Em gelek razî ne seva remtiya Xwedê û dixwazin wî hurmet û rûmet kin. Ew yek ku Yehowa gunên me dibaxşîne, mecal mera vedibe ku em gelek keremên baş bistînin. w16.07 3:7-9
Şemî, 14 Nîsan
Ewê serê te bihincirîne (Destp. 3:15).
Şeytan çi jî kir, lê yeke Yehowa xem kir ku meriv hîviya axiriya baş bin. Derheqa wê yekê Kitêba Pîrozda pêxembertiya pêşinda hate nivîsarê. Pêxembertîda dihate gotinê ku Xwedê gerekê wî bişanda, yê ku Mîrê-cin “bihincirîne”. Bi saya wê yekê, merivên guhdar wê bikaribin bistînin jîyîna heta-hetayê ser erdê, kîjan ku merivên pêşin unda kirin. Bi vê yekê qirara Yehowaye pêşiyê wê bê sêrî (Yûhn. 3:16). Raberîbûna Adem û Hêwayê çawa ser zewaca wan hukum bû, usa jî ser hemû zewacên din. Mesele, çawa Hêwa usa jî hemû kulfetên paşî wê, bi êşê zara tînin. Kulfet gelek hewcê mêrê xwe ne, û mêr jî li ser jinê hukum dike û hela hê bi zorbetiyê jî, û tiştên usa îro di gelek malbetada hene (Destp. 3:16). Kitêba Pîroz dibêje ku mêr gerekê bi hizkirin serwêrtiyê bikin. Lê jin gerekê serwêrtiya mêrê xwe qebûl kin (Efes. 5:33). Hergê jin û mêrê xwedêxof hevkariyê bikin, problêmên wan dikarin kêm bin. w16.08 1:6, 7
Led, 15 Nîsan
Tu çi zanî kulfetê, belkî tê mêrê xwe xilaz kî? Yan jî tu çi zanî mêro, belkî tê kulfeta xwe xilaz kî? (1 Korn. 7:16).
Hene derecên usa ku Mesîhî zewicî ye tevî wî merivî, kîjan ku Yehowa nahebîne. Kitêba Pîroz rind dide kifşê ku çira mêr yan jin gerekê ji hev neqetin, hela hê wî çaxî jî gava yek ji wan Yehowa nahebîne (1 Korn. 7:12-14). Ew jin yan mêr yên ku ne Mesîhî ne, diqewime têdernaxin, lê ewana jî têne “pîrozkirin”, çimkî bawermendê Xwedê standine. Zarên ku wanara dibin, ewana jî pîrozkirî ne, û bin perê Xwedêda nin. Gelek meselên baş hene, ku jin û mêrên Mesîhî aliyê mêr yan jina xwe kirine û ewana jî bûne Şedên Yehowa. Petrûsê şandî şîreta dide jinên Mesîhiya, ku gura mêrê xweda bin, “wekî ji wan hinek jî, heger guhdariya xeberê nakin, bi pergaliya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser baweriyê gava pergaliya weye xofe û nave-namûs bibînin” w16.08 2:14, 15
Duşem, 16 Nîsan
Bi dilê sax hevdu qayîm hiz bikin (1 Pet. 1:22).
Yehowa dixwaze wekî xizmetkarên wî, çawa xûşk-bira hevdu hiz bikin û hevdura berdestiyê bikin (Lûqa 22:24-27). Îsa Kurê Xwedê, seva ku alî meriva bike hemû tişt dikir, û ewî hela hê emirê xwe jî da bona wan (Met. 20:28). Tabîta gelek kirên qenc dikir û gelek merd bû hindava xûşk-bira (Kar. Şand. 9:36, 39). Meryem, xûşkeke ji Romê bû, kîjan ku seva xûşk-bira gelek giran dixebitî (Rom. 16:6). Lê ça em dikarin alî yên teze bikin, wekî ewana fem kin, ku çiqas ferz e alî xûşk-bira bikin? Çaxê em teseliya xûşk-birên nexweş û yên emirda mezin dikin, em dikarin mizgînvanên teze teglîf kin, ku tevî me bên. Dê-bav çaxê serîkî wan xûşk-bira dixin, dikarin zarên xwe jî tevî xwe bivin. Rûspî dikarin tevî cahila yan jî tevî mizgînvanên teze vê yekêda hevkariyê bikin. Mesele, çaxê hewcetî heye, ewana xûşk-birên emirda mezinra xwarinê bivin, yan jî mala wanda çi lazim e çêkin. Usa yên cahil wê hîn bin qenciyê bikin yên dinra û civatêda gişkara hizkirinê bidine kifşê (Rom. 12:10). w16.08 4:13, 14
Sêşem, 17 Nîsan
Ew . . . ku xeberê dibihên, fem dikin (Met. 13:23).
Xûşkeke meye cahil dibêje: “Dersdarên min zendegirtî dimînin, ku dersxanêda hê hene merivên ku Kitêba Pîroz bawer dikin”. Îro gelek meriv bawer nakin ku Xwedê em efirandine. Hergê tu cahil î û Yehowara xizmet dikî, yan jî hê hîn dibî Xebera Xwedê, cara dibeke difikirî ku ça tu dikarî merivên dinra îzbat kî, ku Yehowa ye Efirandarê me. Kitêba Pîroz me şîret dike wekî çaxê em tiştekî dibihên yan dixûnin, rind ser bifikirin û bicêribînin. Kitêba Pîroz dibêje ku aqil wê “te biparêze”. Lê gelo ça? Aqil ku Xwedê daye me, wê alî me bike hînkirin û fîlosofiyên qelp înkar kin, û baweriya xwe hindava Xwedayê me Yehowa qewî kin (Metlk. 2:10-12). Hergê hûn dixwazin ku baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin, hûn gerekê wî rind nas kin (1 Tîmt. 2:4). Lema çaxê hûn Xebera Xwedê û edebyetên me ku ser hîmê Kitêba Pîroz in dixûnin, sera-bera nexûnin, lê usa bixûnin ku nêtê fem kin. w16.09 4:1-3
Çarşem, 18 Nîsan
Bi qenciyê tu ser xirabiyê keve (Rom. 12:21).
Mesele, hergê zarotiya me xirab derbaz bûye, yan niha em tengasiyada nin û difikirin ku nikarin ji wan tengasiya derên, em jî gerekê mînanî Ûsiv dilteng nebin û sist nebin, û usa jî dudilî nebin ku Yehowa wê me ese kerem ke (Destp. 39:21-23). Îro em rastî cûre-cûre çetinaya tên. Mesele, dibeke himberî me neheqiyê dikin, yan xirab ser me difikirin, yan jî qerfê xwe me dikin. Lê gerekê em dilteng nebin, û timê bîra xweda xwey kin ku ça Aqûb, Rahêlê û Ûsiv şabûna xwe unda nedikirin. Xwedê jî aliyê xweda wana qewî kir û kerem kir, çimkî wana heleqetiya xwe tevî wî gelek qîmet dikirin. Wana berdewam dikir şer kin û li gora duayên xwe bijîn. Xilaziya vê dinya xirab, ber şêmîkê ye. Lema em gerekê baweriya xwe unda nekin û hîviya sozên Yehowa bin! Lê hûn hemû tiştî dikin seva kerema Yehowa bistînin? w16.09 2:8, 9
Pêşem, 19 Nîsan
Berê ruh ev e . . . aminî (Galt. 5:22, DT).
Dê-bavno, mesela baweriya we gelek ferz e. Hergê baweriya we hindava Xwedê qewî ye, zarên we wê evê yekê bivînin û ji we hîn bin. Bona vê yekê, dê-bavno pêşiyê baweriya xwe qewî kin. Bira zarên we bivînin ku Yehowa bona we çiqas rêalî ye. Mêr û jinek ji Bêrmûdayê, gilî dikin ku çaxê ewana rastî çetinaya tên, derbêra tevî zarên xwe Yehowara dua dikin seva alîkariyê. Ewana usa jî zarên xwe hêlan dikin, ku xwexa Xwedêra dua bikin. Ew mêr û jin dibêjin: “Em usa jî qîza xweye mezinra dibêjin: ‘Bi temamî îtbariya xwe Yehowa bîne, nava şixulê belakirina mizgînêda be, û bona tiştekî gelek dilteng nebe’. Û çaxê ew usa dike, ew xwexa pê çevê xwe divîne ku Yehowa ça alî me dike. Usa baweriya wê hindava Xwedê û Kitêba Pîroz qewî bûye”. Belê, hûn nikarin zorê bikin, wekî baweriya zarên we hebe. Hûn dikarin toxim biçînin û avdin, lê tenê Xwedê mezin dike (1 Korn. 3:6). Lema timê dua bikin seva ruhê pîroz, û bi dil û can zarên xweyî şîrin hîn kin. Çaxê hûn usa bikin, dudilî nebin ku Yehowa wê ese we kerem ke (Efes. 6:4). w16.09 5:16-18
Înî, 20 Nîsan
Zarêd xwe . . . hînî van [xebera] ke (Qan. Dcr. 6:7).
Mêr û jin Sêrj û Mûrîêl, deşta zimanê dinda xizmet dikirin. Paşî sê sala zêdetir, wana texmîn kir wekî kurê wanî 17 salî ruhanîda sist bûye. Sêrj usa dibêje: “Çaxê me fem kir wekî seva vê yekê kurê me ruhanîda sist dibe, me safî kir ku dîsa vegerin civata xweye berê”. Çi menî dikarin dê-bava hêlan kin, wekî vegerin civata xwe? Ya ewlin, dê-bav gerekê bifikirin, hela wedê wan heye, wekî zara hîn kin ku Yehowa hiz bikin, û him jî zimanê xerîb wana hîn kin. Ya duda, ewana dibeke divînin wekî zarên wanra îda hewas nîne bêne ser civatê yan herine xizmetiyê deşta zimanê dinda. Wan derecada dê-bav dibeke safî kin, wekî derbazî civata xweye berê bin, heta ku zarên wan ruhanîda qewî bin, çimkî zarên wan ewî zimanî rind fem dikin (Qan. Dcr. 6:5-7). w16.10 2:14, 15
Şemî, 21 Nîsan
Bi baweriyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir (Îbrn. 11:7).
Em dikarin bêjin ku merivên dor-berê Nuh jê dipirsîn, ku hela çira ew gemiya usa mezin çêdike. Lê Nuh xwe ker nedikir. Baweriya wî gelek qewî bû, lema ewî bi mêrxasî şedetî dida û wanra digot derheqa dîwana Xwedê. Diqewime Nuh hema raste-rast giliyên Yehowa wanra diwekiland, çaxê Yehowa jêra got: “Qira hemûyêd xweyîbeden hatiye li ber çevê min, çimkî rûyê vanda erd xirabîyava tijî bûye . . . Va ezê ava tofanê li ser dinê rakim, wekî her bedena ku bîn li ber heye bin perê ezmênda qir be û li ser rûyê erdê jî çi ku heye unda be”. Dibeke usa jî Nuh wanra şirovedikir ku ewana dikarin xilaz bin, tenê hergê bikevine gemiyê, çawa Xwedê ferman dabû. Usa Nuh baweriya xwe da kifşê, çimkî “rastî dannasîn dikir” (Destp. 6:13, 17, 18, PKM; 2 Pet. 2:5). w16.10 4:7
Led, 22 Nîsan
Gavên xwe rastkirin, ne di destê merivê ku dimeşeda ye (Yêrem. 10:23).
Dê-bav ku Mesîhî ne, aminiya xwe Yehowara îzbat dikin çaxê zarên xwe li gora Xebera wî mezin dikin. Dê-bavên xwedêxof, zarên xwe pê edetên vê dinyayê mezin nakin (Efes. 2:2). Bav ku Mesîhî ye tu car wê usa nefikire: “Welatê meda, jin zara hîn dikin û şîret dikin”. Kitêba Pîroz zelal dibêje derheqa vê yekê: “Bavno, zarêd xwe . . . bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efes. 6:4). Dê-bav ku Xwedê hiz dikin, dixwazin wekî zarên wan mîna Samûyêl bin, çimkî Yehowa timê tevî wî bû (1 Sam. 3:19). Gelo wê aqilayî be hergê em bêyî şîreta Kitêba Pîroz, safîkirina bikin derheqa malbeta xwe û xebata xwe? Na! Mera lazim e alîkariya Bavê meyî ezmana, çimkî em xwexa nikarin rêberiyê gavên xwe bikin. w16.11 3:14, 15
Duşem, 23 Nîsan
Gava ez dîna xwe didime li ezmana, kirêd tilî-pêçîyêd Te, hîvê û steyrka, kîjan ku Te cî-war kirine, îdî çi ye însan ku Tu bîr tînî? (Zeb. 8:3, 4).
Efrîn îzbat dikin wekî Xwedê terbet û pergal e. Kitêba Pîroz dibêje: “Xudan, bingeha dinê bi zaniyarêva avêt û ezmana bi aqilîva cîh kir” (Metlk. 3:19). Em tenê derheqa “qeraxên rêyên [Xwedê]” zanin û “tenê piste-pist tê bihîstin derheqa wî” (Îb. 26:14, DT). Rast e em hinekî zanin derheqa planêta, steyrka, galaktîka, lê hela hê ew hine tişt jî rind didine kifşê, wekî gerdûnêda her tişt ça terbetî û cî-war e. Nava galaktîkada bi mîlyona steyrk hene, û ewana gişk jî bi terbetî cîguhastî dibin. Planêtên ku nava sîstêma tevêda hene, ew jî bi terbetî dora tevê dizvirin. Belê, em eyan divînin wekî Yehowa ça bi hostetî û bîlanî erd û ezman çêkir, û ew hêja ye ku em pesina bidine wî, wîra amin bin û wî bihebînin (Zeb. 136:1, 5-9). w16.11 2:3
Sêşem, 24 Nîsan
[Ewana] wê bi rastiyê ji Xudanra pêşkêşiyê pêşkêş bik[in] (Malx. 3:3).
Malaxî 3:1-3-da tê gilîkirinê derheqa wedê ji sala 1914 heta destpêka sala 1919, çaxê Xwedê “lawên Lêwî”, dêmek rûnkiriya rast kir û şîret kir. Wî wedeyî, Yehowa Xwedê û “milyaketê peymanê”, dêmek Îsa Mesîh, hatine paristgeha ruhanî seva ku bicêribîne wana, yên ku li wêderê xizmet dikirin. Çaxê Yehowa wana rast kir û şîret kir, cimeta wî îda hazir bûn şixuleke teze bikin. Sala 1919-da, “xulamê amin û serwaxt” hate kifşkirinê, seva xwarina ruhanî bide hemû xizmetkarên Xwedê (Met. 24:45). Dêmek axiriya-axiriyê cimeta Xwedê ji destê Babîlona Mezin aza bû. Ji wî wedeyî, xizmetkarên Xwedê hê zêde pêdihesin derheqa qirara Yehowa û hizkirina wan hindava wî hê zêde dibe. Ew hemû tişt Xwedê pê qenciya xwe mera eyan kir. Belê, xizmetkarên Xwedê gelek razî ne seva keremên wî! w16.11 5:14
Çarşem, 25 Nîsan
Min bi vêya bicêribînin, Xudanê artêşan dibêje, ma gelo ezê . . . Ezmana ji wera venekim û qasî ku têra we dike zêdetir ezê bereketê ser weva nerijînim? (Malx. 3:10).
Em Yehowa hiz dikin, “çimkî ewî pêşda em hizkirin” (1 Yûhn. 4:19). Yehowa usa jî hizkirina xwe dide kifşê bi vê yekê, ku xizmetkarên xweyî amin kerem dike. Em çiqas zef Xwedê hiz dikin, haqas zef baweriya me qewî dibe. Em qayîm bawer dikin, wekî Yehowa wan xelat dike kîjana hiz dike (Îbrn. 11:6). Yehowa meriva kerem dike, û ew yek dide kifşê ku ew yekî ça ne û çi dike. Hergê em dudilî ne, wekî Yehowa wê kerem ke wan yên ku li wî digerin, wekî usa ne baweriya me kêm e. Çimkî bawerî ew e, çaxê em “dudilî nînin, wekî çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî” (Îbrn. 11:1, DT). Belê, hergê baweriya me heye, emê hîviya keremên Xwedê bin, kîjan ku ewî soz daye me. Çawa vê rêza rojêda tê gotinê, Yehowa me teglîf dike ku keremên wî bistînin. Û çaxê em evê mecalê didine xebatê, bi vê yekê em razîbûna xwe jêra didine kifşê. w16.12 4:1-3
Pêşem, 26 Nîsan
Axiriya fikira binyata merivayê mirin e (Rom. 8:6).
Mesîhiyê ku hela hê jî bi sala Yehowara xizmet dike, dikare destpêke hiş-aqilê xwe bide ser xwestinên bedenê. Lê ew nayê hesabê, wekî Mesîhî gerekê qe nefikire seva xwarinê, xebatê, hêsabûnê, yan hela hê derheqa romantîkê jî. Ew tişt tebiyetî ne emirê meda. Îsa xwarin dixwar û lê xweş dihat, û ewî merivên din jî têr dikir û xwarin dida wan. Hin jî ewî xwera wede didît, wekî hêsa be. Usa jî Pawlos nema xweda nivîsî, wekî tebiyetî ye ku mêr û jin zewacêda, heleqetiya sêksûalîda xwe razî kin. Nêta xebera Yûnanî ku hatiye welgerandinê “difikirin” ew e, ku kesek hiş-aqilê xwe û dilê xwe dide ser tiştekî, û ew yek emirê wîda dibe tiştê lapî ferz, û dibe nêt-merema wî. Ewên ku bi “binyata merivayê” dijîn, ewana bin hukumê bedena xweye gunekarda dijîn. Zandarek derheqa giliyên ji Romayî 8:5 dibêje: “Ew meriv hiş-aqilê xwe didin ser xwestinên bedenê, dêmek ser vê yekê, derheqa çi ewana timê xeberdidin, û çi ku dikin û usa jî bona çi qure dibin”. w16.12 2:5, 9, 10
Înî, 27 Nîsan
Tu kî yî ku loma hevalê xwe dikî? (Aqûb 4:12).
Her kes ji me dikare tişta bi serî xwe bike, hergê pey xwestinên bedenê kevin. Gelek meriv ji bo xwehiziyê, hevsûdiyê û hêrsê, bi serî xwe gelek kirên nerast kirine. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa Abşalom, Ûzîya, û Nebûkedneser. Yehowa wana nimiz kir çimkî ewana kubar bûn (2 Sam. 15:1-6; 18:9-17; 2 Dîr. 26:16-21; Dan. 5:18-21). Dîsa hene menî ku çira hine meriv cara nemilûktiyê didine kifşê. Dîna xwe bidine wan du serhatiyên ji Kitêba Pîroz, ku Destpêbûn 20:2-7 û Metta 26:31-35-da têne gilîkirinê. Wan serhatiyada em dixûnin derheqa Abîmelex û Petrûs. Gelo em dikarin bêjin wekî wana ew kirên nerast bi serî xwe kirin, çimkî pey xwestinên nerast ketin? Yan wana nizanibû derheqa hemû dereca û wana bêhemdê xwe şaşî kir? Em dila nikarin bixûnin, lema jî wê bi bîlanî be û bi hizkirin be, hergê em loma meriva nekin. w17.01 3:9, 10
Şemî, 28 Nîsan
Evê vê belengaziya xweda hemû tiştê ku pê ebûrê xwe bikira avîtê (Lûqa 21:4).
Mîna wê jinebîke belengaz, îro jî gelek xûşk-birên me îtbariya xwe Yehowa tînin ku ew wê bona wan xem bike, hergê ewana şixulê wî daynin ciyê pêşin (Met. 6:33). Were binihêrin mesela birakî me bi navê Malkam. Ew heta mirinê Xwedêra amin ma. Nava gelek salên xizmetkirina wî û jina wîda, wana çetinayî jî dîtine û şabûn jî. Ewî got: “Jîyîna me cara derbêra dikare bê guhastinê, usa be ku em nizanibin ser çi ne-ber çi ne, û hela hê gelek çetin jî. Lê Yehowa wana kerem dike yên ku xwe li wî digirin”. Û ew bira şîret da: “Dua bikin wekî şixulê Yehowada xîret bin û pêşda herin. Hiş-aqilê xwe bidine ser vê yekê çi ku hûn dikarin bikin, ne ku çi nikarin bikin”. Ew dinya “xirabiyêda” pêşda diçe, û em gerekê hazir bin wekî emê hê zêde rastî çetinaya bên (2 Tîmt. 3:1, 13). Û em îda niha gerekê hîn bin ku nekevin heyra çetinayên xwe. Dewsê em gerekê qayîm îtbariya xwe Yehowa bînin û çi destê me tê bikin. w17.01 1:17-19
Led, 29 Nîsan
Tu ew nînî yê ku minra malê ava ke (1 Dîr. 17:4, DT).
Dawid berxwe diket wekî “mala”, dêmek paristgeha Yehowa tune bû. Lema ewî xwera nêt danî, wekî bona Yehowa paristgehê ava ke. Lê Yehowa cûrekî mayîn caba Dawid da, çawa rêza vê rojêda tê gotinê. Rast e Yehowa bi hizkirin Dawid da bawerkirinê, wekî ewê dîsa jî timê tevî wî be û wî kerem ke, lê yeke ewî got, wekî kurê wî Silêman wê paristgehê ava ke. Lê gelo Dawid ça xwe da kifşê çaxê derheqa wê yekê pêhesiya? (1 Dîr. 17:1-4, 8, 11, 12; 29:1, DT). Dawid dilteng nebû, wekî wê paristgehê ava neke û navê wî wê eyan nebe ku ewî paristgeha Xwedê ava kir. Çaxê paristgeh ava bû, ew nas bû ça paristgeha Silêman, ne ku ya Dawid. Dawid dibeke berxwe diket, wekî nikaribû nêta dilê xwe bîne sêrî, lê ewî alîkariya mezin da bona avakirinê. Ewî seva avakirinê xebatçî hazir kirin, usa jî hesin, sifir, zîv û zêr, û usa jî darên erzê top kir. Xêncî vê yekê, ewî dil da ber kurê xwe Silêman: “Niha kurê min, bira Yehowa tevî te be, û tu pêşda herî û mala Xwedêyê xwe Yehowa ava kî” (1 Dîr. 22:11, 14-16, DT). w17.01 5:6, 7
Duşem, 30 Nîsan
Bona rûmeta navê Xwe me xilaz ke û guneyêd me afû ke (Zeb. 79:9).
Hela hê wedê peyketina jî, em gerekê hemû tiştî bikin seva qanûn û prînsîpên Xwedê bînin sêrî. Çaxê em kirên rast dikin, em navê Yehowa rûmet dikin (Met. 5:14-16). Çawa cimeta pîroz, em pê jîyîna xwe îzbat dikin wekî qanûnên Yehowa rast û baş in, lê gotinên Şeytan derew in. Em gişk gunekar in û lema jî şaşiya dikin. Lê em bi dil gunên xwe tînin rûyê xwe û pişta xwe didine wan kira, kîjan ku navê Xwedê bêhurmet dikin. Hergê em baweriya xwe qurbana Îsa tînin, Yehowa gunên me dibaxşîne. Yên ku xwe tesmîlî Yehowa dikin, ew wana qebûl dike ça xizmetkarên xwe. Yehowa Mesîhiyên bijartî rast hesab dike ça kurên xwe û yên ku ji “pezên din” in hesab dike ça dostên xweyî rast (Yûhn. 10:16; Rom. 5:1, 2; Aqûb 2:21-25). Dêmek, hela hê niha jî kirîn mecalê dide me, wekî em ber çevê Bavê xwe Yehowa rast bêne hesabê û navê wî pîroz kin. w17.02 2:5, 6