Gulan
Sêşem, 1 Gulan
Lawên Ammon . . . nimiz bûn (Hakim. 11:33).
Yeftah fem dikir wekî bêy alîkariya Yehowa, ew wê nikaribe Îsraêlê ji Amoniya xilaz ke. Lema ewî soz dabû Yehowa, wekî hergê Yehowa usa bike ku ew serkeve, ew çaxê ji şer vegere, wê wî kesî bike qurban ça “pêşkêşa şewitandinê”, kîjan ku pêşiyê ji mala wî derkeve (Hakim. 11:30, 31). Lê gelo ew pêşkêş çi dihate hesabê? Yehowa nefret dike wê yekê çaxê meriva dikine qurban. Dêmek, eyan e ku gotina Yeftah ew nîbû, ku rastî kesekî bike qurban (Qan. Dcr. 18:9, 10). Pê Qanûna Mûsa pêşkêşa şewitandinê bi temamî Yehowara diket. Lema, bi rastiyê Yeftah dixwest bigota, wekî ewê wî merivî bi temamî tesmîlî Xwedê bike seva wîra xizmet ke. Ew sond dihate hesabê, ku ew meriv temamiya emirê xweda konê Yehowada xizmet bike. Yehowa sonda wî qebûl kir, û ew kerem kir. Ew şerda serket û qira dijminên xwe anî (Hakim. 11:32). Çaxê Yeftah ji şer vegeriya, qîza wîyî tayî tenê pêşiya wî derket! Ev cêribandin bû. Gelo ew wê sonda xwe bîne sêrî? w16.04 1:11-13
Çarşem, 2 Gulan
Wana alî cimetê kir ku fem kin çi ku dihate xwendinê (Nehem. 8:8, DT).
Çend sal pêşda, gelek civatada kitêba bi navê “Nêzîkî Xwedê be” derbaz dibûn. Hînbûna derheqa hunurên Xwedê û cabên xûşk-birên me, hê qewî dikin hizkirina me hindava Bavê meyî ezmana. Em usa jî zanebûna xwe hindava Xebera Xwedê zêde dikin, wî çaxî gava guh didin têmaya, temaşa û xwendina Kitêba Pîroz. Civîn me hîn dikin ku ça prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê emirê xweda (1 Têsln. 4:9, 10). Hînbûna “Birca Qerewiliyê” qe hêlan daye te ku xizmetkirinêda hê zêde bona Yehowa bikî, hazir bî bibaxşînî xûşk-bira û duayên xwe hê baş kî? Civîna meye her heftî “Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin”, me hîn dike ku çawa xizmetiya xwe hê baş kin. Usa jî em pêdihesin ku çawa mizgînê bela kin, û ça hê kêrhatî yên din hîn kin derheqa prînsîpên Kitêba Pîroz (Met. 28:19, 20). w16.04 3:4, 5
Pêşem, 3 Gulan
Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê (Rom. 15:4).
Qe hûn fikirîne derheqa şer-dewên meriva, kîjan ku Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê? Dîna xwe bidine tenê ser seriyên pêşin ji kitêba Destpêbûn. Qayîn Habîl kuşt (Destp. 4:3-8); Lamex mêrekî cahil kuşt, çimkî ewî mêrî wî xist (Destp. 4:23); şivanên Birahîm û Lût hevra ketine dewê (Destp. 13:5-7); Hacerê Sera bêhurmet dikir, lema jî Sera ji Birahîm xeyîdî (Destp. 16:3-6); Îsmayîl miqabilî hemûya derdiket û hemûşk jî miqabilî wî derdiketin (Destp. 16:12). Gelo çira Kitêba Pîrozda derheqa çetinayên wî cûreyî tê gilî kirinê? Meniya pêşin ew e, ku em hîn bin edilayê xweyî kin. Em jî merivne gunekar in, û lema jî çaxê em rastî problêmên usa tên, em dikarin çev bidine meselên merivên baş, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê. Meselên wan meriva, dikarin alî me bikin, ku em hîn bin tevî yên din edilayê xwey kin. w16.05 1:1, 2
Înî, 4 Gulan
Gerekê pêşiyê Mizgînî hemû miletara bê dayînê (Marq. 13:10).
Îsa û şagirtên wî çi cûreyî mizgîn bela dikirin? Ewana diçûne hemû ciya, kîderê ku meriv hebûn, mesele, ciyên ku gelek meriv top dibûn, û malên merivada. Ewana mal bi mal mizgînê bela dikirin, seva merivên hêja bigerin (Met. 10:11; Lûqa 8:1; Kar. Şand. 5:42; 20:20). Ew tê hesabê ku ewana firqî nedikirine orta meriva, û gişkara derheqa mizgînê gilî dikirin. Lê çi dikarin bêjin derheqa Şedên Yehowa? Tenê ewana merivara gilî dikin, ku Îsa sala 1914 da serwêrtiyê dike ça Padşa. Çawa ku Îsa hîn dikir, jîyîna wanda belakirina mizgînê ciyê pêşin digire. Kitêbekêda hatiye gotinê: “Şedên Yehowa tu car bîr nakin, ku şixulê wane sereke ew e, wekî elametiyê bela kin derheqa nêzîkaya xilaziya vê dinyayê û derheqa xilazbûnê”. Şedên Yehowa berdewam dikin evê elametiyê bela kin, çawa ku Îsa û şagirtên wî dikirin. w16.05 2:10, 12
Şemî, 5 Gulan
Xwedênaskirinê bizanibî (Metlk. 2:5).
Çaxê em wedê safîkirina, nihêrandina Yehowa hildidine hesab, em hê nêzîkî wî dibin (Aqûb 4:8). Usa em dilê wî şa dikin û keremên wî distînin. Ew yek baweriya me hê qewî dike hindava Bavê meyî ezmana. Lema, were em timê usa bikin ku qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz rêberiya me bikin, çimkî usa emê hê rind nihêrandina Yehowa bizanibin. Belê, emê timê hê zêde derheqa Yehowa pêbihesin (Îb. 26:14). Em hela hê niha jî dikarin bîlanî, zanebûn, û serwaxtiyê qazanc kin, çimkî ew mera lazim in seva safîkirinên rast bikin (Metlk. 2:1-5). Fikirên û nêtên merivên gunekar timê têne guhastinê. Lê zebûrbêj got: “Şêwra Xudan her û her e, fikira dilê wî, di dema tu nifşîda [nislîda] naguhere” (Zeb. 33:11, ÎM). Eyan e, ku em dikarin safîkirinên lapî baş bikin, çaxê em rind nihêrandina Yehowa bizanibin û kirên usa bikin ku wî xweş tên. w16.05 3:17
Led, 6 Gulan
Xudan li dil dinihêre (1 Sam. 16:7).
Em bawer dikin ku Yehowa dila dixûne, û ew merivên rast dijbêre, ku nêzîkî xwe ke. Lema em gerekê tu kesî sûcdar nekin, ne wana kêra em mizgîniyê bela dikin, ne jî xûşk-birên xwe civatêda (Yûhn. 6:44). Hergê em Yehowa hesab dikin Hosteyê xwe, emê ser xûşk-bira usa binihêrin ça Yehowa (Îşa. 64:8). Emê nefikirin ku tiştek ji wan dernayê, yanê ewana wê pêşda neçin. Dewsê, emê hesab kin ku Yehowa hê wana diguhêze. Yehowa dilê meriva divîne, û zane ku ew meriv dikare bibe yekî ça. Çimkî ew nav merivada tiştên baş divîne û ew dîna xwe nade ser kêmasiyên wan. Ew zane wekî ew şaşiyên wan wedelû ne (Zeb. 130:3). Em jî gerekê çev bidine Yehowa, û pê çevê baş binihêrin ser xûşk û bira. Bi rastiyê, em jî dikarin tevî Hosteyê xwe alî xûşk-birên xwe bikin, wekî ewana ruhanîda pêşda herin (1 Têsln. 5:14, 15). Vê yekêda rûspî gerekê mesela baş bin (Efes. 4:8, 11-13). w16.06 1:4-6
Duşem, 7 Gulan
Kî difikire ku ew miqerm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekeve (1 Korn. 10:12).
Çaxê em merivara mizgîniyê gilî dikin, ew yek alî me dike ku milûktiyê û cûre-cûre berê ruhê pîroz nav xweda pêşda bînin (Galt. 5:22, 23). Çaxê em hunurên baş eyan dikin, mizgîniya me merivara hê hewas dibe. Û ew yek dikare wana hêlan ke, ku nihêrandina wan ser me baş be. Mesele, du Şedên Yehowa bi qedir guh didane jinikekê, ya ku sert û hêrs tevî wan xeberdida. Lê paşê, ew jinik poşman bû seva kirê xwe û fîlîalêra nemek nivîsî. Ewê got: “Ez dixwazim baxşandinê bixwazim ji wan du meriva, yên ku gelek sebir û milûk bûn. Min xwe dida kifşê ku ez gelek rast im, û min xwe ser wanra digirt. Aliyê minda ça neaqilayî bû, ku min berî wan meriva dida, yên ku Xebera Xwedê bela dikin”. Lê gelo hergê ew du mizgînvan hema pirtîkî jî hêrs ketana ser vê jinikê, qe ewê wê ew nemek binivîsiya? Femdarî ye na. Rastî jî, xizmetiya me gelek karê tîne, hin mera û hin jî merivên dinra! w16.06 2:12, 13
Sêşem, 8 Gulan
Hevalê xwe weke xwe hiz bike (Met. 22:39).
Em gişk gunekar hatine bûyînê (Rom. 5:12, 19). Lema cara dibeke usa biqewime, ku civatêda kesek yan pê giliyên xwe, yan pê kirên xwe me bixeyîdîne. Wî çaxî hizkirina me hindava Yehowa û cimeta wî dikare bê cêribandinê. Hergê usa biqewime, emê ça xwe kifş kin? Mesele, du kurên Serekkahîn Êlî, qanûnên Yehowa piştguhê xweva davîtin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Lawên Êlî, zilamên bêrêz [xirab] bûn; Xudan nas nedikirin” (1 Sam. 2:12). Rast e bavê wan hebandina rastda ça serekkahîn gelek tişt dikir, yeke kurên wî gunên giran dikirin. Êlî zanibû derheqa vê yekê, lê yeke ewî ça lazim bû ewana şîret nedikirin. Axiriyê, Yehowa Êlî û kurên wî jî ceza kir (1 Sam. 3:10-14). Paşî vê yekê, ji zureta Êlî tu kes nikaribû ça serekkahîn xizmet kira. Hergê we wî wedeyî bijîta, û pê çevê xwe ew kirên wanî nebaş bidîta, weyê ça xwe kifş kira? Hûnê Xwedêra amin bimana, yan bona we wê bibûya likumandin û weyê îda Xwedêra xizmet nekira? w16.06 4:5, 6
Çarşem, 9 Gulan
Ew hemûyê wera bêne dayînê (Met. 6:33).
Çira Îsa wan giliyên jorê got? Ewî şirovekir rêza 32-da: “Bavê weyî ezmana zane ku hûn hewcê wan hemû tişta ne”, dêmek çi ku mera lazim e seva bijîn. Pêşiya ku em têderxin ku em hewcê çi ne, Yehowa îda pêşda zane derheqa vê yekê (Fîlî. 4:19). Mesele, ew zane ku kîjan kinca me wê kevin be û mera ya teze lazim be. Xêncî vê yekê ew zane, ku kîjan xwarin mera lazim e, û bona malbeta me çi cî-sitar lazim e. Bawer bin ku Yehowa wê xem bike bona wan hemû tişta, çida hûn bi rastiyê hewce ne. Erê, em gerekê bawer bin, ku hergê em qirara Xwedê tînin sêrî û Padşatiya wî datînin ciyê pêşin, ew wê ese derheqa hewcên me xem bike. Aminiya me hindava Xwedê, gerekê me hêlan ke, ku em bi “kinc û xurekê” û cî sitara xwe razî bin (1 Tîmt. 6:6-8). w16.07 1:17, 18
Pêşem, 10 Gulan
Em tevî Xwedê bi mirina Kurê wî li hev hatin, gava eme neyar bûn (Rom. 5:10).
Ev hevhatina tevî Yehowa mera mecalê vedike, ku em tevî wî edilayêda bin, û bikaribin bibine dostên wî. Pawlos ew qedir girêda tevî qenciya nehêja: “Em bi baweriyê rast hatine hesabê, edilayîya me tevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh. Pê wî me bi baweriyê mecal dît tevî wê keremê bin, kîjanêda em sekinîne” (Rom. 5:1, 2). Belê, bi rastiyê ev kerema mezin e, ku em dikarin bibine dostê Yehowa! Daniyêl pêxember pêşda got ku wedê rojên xilaziyêda, yên “femkar”, dêmek rûnkirî, wê “geleka vegerînine rastiyê” (Dan. 12:3). Ewana mizgîniyê bela dikin û meriva hîn dikin derheqa Yehowa. Bi saya vê yekê, rûnkirî alî mîlyona “pezên din” kirin, seva ewana ber çevê Xwedê rast bêne hesabê (Yûhn. 10:16). Lê ew yek, tenê bi qenciya nehêja ji Yehowa tê sitandin (Rom. 3:23, 24). w16.07 3:10, 11
Înî, 11 Gulan
Ji wan kê kîjan begem dikir xwera jin distandin (Destp. 6:2).
Wan milyaketara ku bi bedena merivayî bûn û jinên wanra, zarên zef terikî û zulm dibûn, ew hebûn Nefîl. Usa jî “xirabîya meriva li ser erdê zêde” dibû (Destp. 6:1-5, PKM). Rojên Nuhda Yehowa sêlav anî ser dinyayê, wekî merivê zulm kuta ke. “Nuhê ku rastî dannasîn dikir”, merivara gilî dikir derheqa sêlavê ku gerekê biqewimiya (2 Pet. 2:5). Lê wana guh nedidane Nuh, çimkî şixulê xweyî herrojîva mijûl dibûn û usa jî mêr dikirin û dizewicîn. Îsa wedê Nuh beramberî wedê me kir (Met. 24:37-39). Îro jî heçî zef meriv naxwazin bibihên mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê. Em ewê mizgîniyê nav temamiya dinyayê bela dikin ku hemû miletara bibe şedetî heta xilazî bê. Em çi dersê hîn dibin ji wedê Nuh? Em gerekê nehêlin ku zewac û xweykirina zara bona me usa ferz bin, ku em bîr kin wekî roja Xwedê nêzîk e. w16.08 1:8, 9
Şemî, 12 Gulan
Wext hindik maye. Ji vir şûnda ewê ku jina wî heye bira usa be çawa yê bê jin . . . û ewê ku şixulê dinêva mijûl dibe çawa yê pêva mijûl nabe (1 Korn. 7:29-31).
Çimkî em xilaziya “rojêd axiriyêda” dimînin, em ber “zemanêd xirab” teyax dikin (2 Tîmt. 3:1-5). Lema jî, çaxê em ruhanîda qewî ne, ev yek alî me dike ku nekevine ber bayê hukumê vê dinyayê. Gotina Pawlos ew nîbû ku jin û mêr hindava hevda bêtalaş bin. Lê jin û mêr gerekê şixulên ruhanî daynin ciyê pêşiyê, çimkî wede hindik maye (Met. 6:33). Em wedekî usa çetinda dijîn, ku gelek jin-mêr hev diqetin. Lê ça em dikarin zewaca xwe bextewar kin? Hergê jin û mêrên Mesîhî heleqetiya nêzîkda nin tevî Yehowa û cimeta wî, û qebûl dikin şîretên ji Kitêba Pîroz û rêberiya ruhê pîroz, ewana dikarin zewaca xwe xwey kin. Usa ewana didine kifşê ku qîmet dikin vê yekê ku “Xwedê ew kirine yek” (Marq. 10:9). w16.08 2:17, 18
Led, 13 Gulan
Şivantiyê . . . keriyê pezê Xwedê . . . bikin (1 Pet. 5:2).
Civatêda gelek hewcetî heye, wekî hê zêde bira hîn kin, seva ewana axiriyêda şivantiyê bikin. Pawlos Tîmotêyora got: “Ew tiştêd ku te li ber gelek şeda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin” (2 Tîmt. 2:1, 2). Pawlos şandî bû û emirda mezin bû, û Tîmotêyo ji wî gelek tişt hîn bû. Wedê xizmetiya xwe, Tîmotêyo mêtodên Pawlos dida xebatê, û alîkarî dida civatê (2 Tîmt. 3:10-12). Pawlos Tîmotêyo sera-bera hîn nedikir. Rêwîtiyêda ewî Tîmotêyo jî tevî xwe dibir, seva wî hîn ke (Kar. Şand. 16:1-5). Rûspî dikarin vê yekêda çev bidine Pawlos. Mesele, çaxê rûspî teseliya xûşk-bira dikin, dêmek şivantiyê dikin, cara dikarin berdestiyê civatê jî tevî xwe bivin. Usa, berdestiyên civatê wê ji rûspî hîn bin, ku çawa yên din hîn kin, ça bi sebir û bi hizkirin bin. Xêncî vê yekê, çaxê ewana şivantiyê “keriyê pezê Xwedê” bikin, ewana wê hîn bin îtbariya xwe Yehowa bînin. w16.08 4:16, 17
Duşem, 14 Gulan
Bira destên te sist nebin (Sêfn. 3:16).
Çaxê Kitêba Pîrozda tê gotinê ku destê kesekî sist bû, cara bi wan giliya tê şirovekirinê halê wî kesî, mesele çaxê ew kes dilteng e, dilşkestî ye, yan baweriya wî ser tu tiştî tune (2 Dîr. 15:7; Îbrn. 12:12). Hingê meriv îda dikare berxwe keve û sist be. Yazix, jîyîna dinya Şeytanda nehêsa ye, çimkî gelek çetinayî hene, kîjan ku dibin meniya xemgîniyê. Û ji bo xemgîniyê meriv dikare dilteng û sist be û ruhanîda pêşda neçe. Ew yek mîna lengerê ye, kîjan ku gemiyêva girêdayîye, û nahêle wekî gemî pêşda here (Metlk. 12:25). Lê bona we çi dikare bibe menî, ku hûn cara sist bin? Dibeke we merivê xweyî nêzîk unda kiriye, yan nexweşiya weye giran heye, yan wera çetin e malbeta xwe xwey kin ji bo problêmên êkonomîkî, yan jî dibeke hine meriv miqabilî we dertên. Çaxê hûn strêsê distînin, ev cara dikare qewatê ji we bistîne û we sist ke, û dibeke hûn şabûna xwe jî unda kin. Lê hûn gerekê sed selefî bawer bin, wekî Xwedê timê hazir e destê xwe dirêjî we ke û alî we bike (Îşa. 41:10, 13). w16.09 1:2, 4
Sêşem, 15 Gulan
Ezê bibezim riya emirêd Teda (Zeb. 119:32).
Em gişk gunekar in. Lema diqewime hinek ji me miqabilî xwestinên xweye xirab şer dikin. Yan jî dibeke seva xizmetiyêda şabûnê xwey kin. Yan jî dibeke sihet-qewata me nebaş e, yan em tenê ne. Hinek jî dibeke ji kesekî xeyîdîne û wanra çetin e bibaxşînin. Yehowa kerema xwe dide wan, yên ku bi aminî jêra xizmet dikin. Û firqî tune em çiqas sal Yehowara xizmet dikin, em gişk jî gerekê şer kin miqabilî wan tişta, çi ku riya me digirin seva xizmet kin. Hergê tu ser xwe usa texmîn dikî, derbêra Xwedêra dua bike. Dua û ruhê Xwedêyî pîroz dikarin qewatê bidine te, seva ser riya rast bimînî. Usa tuyê bikaribî kerema Yehowa bistînî. Bijî anegorî duayên xwe. Bixebite wekî her roj Kitêba Pîroz bixûnî, û wede bivînî seva lêkolîna bikî û Qulixkirina tevî Malbetê derbaz kî (Zeb. 119:32). w16.09 2:10, 11
Çarşem, 16 Gulan
Bawerî ew e, . . . çaxê bi saya îzbatiya, em dudilî nînin wan tiştada yên ku nayêne dîtin (Îbrn. 11:1, DT).
Diqewime kesek tera bêje: “Ez êvolûsiyayê bawer dikim, çimkî zandar evê yekê dibêjin. Lê tu ça dikarî Xwedê bawer bikî, ne te ew nedîtiye?” Bi rastiyê gelek meriv usa difikirin. Belê, ew rast e ku tu kesî Xwedê nedîtiye (Yûhn. 1:18). Lê protsêsa êvolûsiyayê jî tu kesî nedîtiye. Dêmek, herdu derecada jî bawerî lazim e, usa nîne? Meriva nedîtine ku tiştekî sax cûrê xwe biguhêze. Tu kesî nedîtiye wekî mesele, meymûnê cûrê xwe guhast û bû meriv (Îb. 38:1, 4). Belê, lazim e em pêbihesin û bizanibin îzbatkirina wan fakta, seva rastiyê bizanibin. Mesele, derheqa efirandinê Kitêba Pîrozda giliyên qewî nivîsar in: “Rast ji efirandina dinyayêda hunurêd [Xwedêye] nexuya, awa gotî qudreta wîye heta-hetayê û Xwedêtiya wî bi efrînê xuya dibin, zelal têne dîtinê. Bi vî awayî kes nikare cabê bide” (Rom. 1:20). w16.09 4:4
Pêşem, 17 Gulan
Mêvanhiziyê bîr nekin (Îbrn. 13:2).
Yehowa bona xerîbên ku Îsraêlêda dijîtin xem dikir. Mesele, îzina xerîba hebû, wekî paşî topkirina zeviyê, çi ku dima ewana xwera top kin (Qan. Kah. 19:9, 10). Yehowa ne ku temî da Îsraêliya wekî qedirê xerîba bigirin, lê ewî dixwest wekî ewana dilşewat bin hindava wan (Derk. 23:9). Îsraêlî “haş ji dilê xerîba” hebûn, çimkî berê xwexa xerîb bûn. Hela hê pêşiya dîltiya Misirêda jî, Misiriya hindava wan nebaş bûn, çimkî ewana ne ji miletê wan bûn û rêlîgiya wan jî ji hev cude dibû (Destp. 43:32; 46:34; Derk. 1:11-14). Îsraêliya zanibûn xerîbî çiqas çetin e. Û lema Yehowa dixwest wekî Îsraêlî ewê yekê bîr nekin, û hindava xerîba “mîna binelîyê welatê” xwe bin (Qan. Kah. 19:33, 34, PKM). Yehowa nehatiye guhastin, dêmek ew îro jî xem dike derheqa xerîba. Û çaxê kesekî xerîb tê civata me, em gerekê wanra heyf bin (Qan. Dcr. 10:17-19; Malx. 3:5, 6). Seva ku halê xerîba fem kin, cara em gerekê bifikirin ku ewana dikevine çi çetinaya. Mesele, dibeke ewana zimanê teze hê fem nakin, yan jî diqewime merivê welatê xerîb qedirê wan nagirin. Belê, em gerekê timê bifikirin ku çida dikarin wanra qenciyê bikin û hindava wan şewat bin (1 Pet. 3:8). w16.10 1:3-5
Înî, 18 Gulan
Çawa qalib bê ruh mirî ye, usa jî bawerî bêyî kira mirî ye (Aqûb 2:26).
Nema Aqûb şirovedike wekî baweriya rast gerekê kirên merivada bê kifşê. Ewî nivîsî: “Ka baweriya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî baweriyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim” (Aqûb 2:18). Belê, tenê bawerî bes nîne, çimkî cin jî bawer dikin wekî Xwedê heye, lê baweriya wan qelp e. Ewana miqabilî Yehowa û qirara wî diçin (Aqûb 2:19, 20). Lê merivê ku baweriya wî rast e, pê kirê xwe evê yekê dide kifşê. Birahîm pêxember hema yekî usa bû. Aqûb derheqa wî nivîsî: “Ne Birahîmê bavê me bi kira rast hate hesabê, gava kurê xwe Îshaq danî ser gorîgehê, ku bike qurban? Tu dibînî ku baweriyê tevî kirêd wî ya xwe kir û bi wan kira baweriyê riya xwe qedand?” (Aqûb 2:21-23). Paşê wan giliya, Aqûb dîsa da kifşê ku bawerî bêy şixul pûç e, û ew gilî vê rêza rojêda nivîsar in. w16.10 4:8
Şemî, 19 Gulan
[Ewî] abadînî . . . xist dilên wan (Waîz 3:11).
Zandar bi saya têxnolojiya gelek tişt pêhesiyan derheqa gerdûnê û erdê, û aliyê gelek tiştada emirê me baş kirin. Lê yeke zandar nikarin cabên gelek pirsa bidin. Mesele, steyrnas nikarin sed selefî şirovekin wekî ça gerdûn pêşda hat yan jî çira em dijîn xût ser planêta Erd, kîjan ku bi emir tije ye. Usa jî, meriv nikarin şirovekin wekî çira meriv dixwaze heta-hetayê bijî. Gelo çira ser gelek pirsên ferz cab tune ne? Menîk ew e, ku gelek zandar û merivên din dibêjin wekî Xwedê tune û baweriya xwe têoriya êvolûsiya tînin. Lê Yehowa kitêba xweda, dêmek Kitêba Pîrozda, caba wan pirsa dide. Yehowa qanûnên tebiyetê çêkiriye, û em bin wan qanûnada dijîn. Înjîner, elektrîk, hosteyên lûlên avê, teyarvan, û doxtirên ku opêrasiyonê dikin, ew hemûşk jî pê qanûnên tebiyetê şixulê xwe dikin. w16.11 2:4, 5
Led, 20 Gulan
Em bi [Xwedê] dijîn, dimeşin û hene (Kar. Şand. 17:28).
Gelek meniyên me hene ji bo çi jî em gerekê ji Yehowa razî bin! Seva emirê xwe em wîra borcdar in, çimkî bêyî wî emê tune bûna û nejîtana. Ewî usa jî kitêba xwe daye me, ew heye Kitêba Pîroz. Çawa ku Mesîhiyên Têsalonîkîda Xebera Xwedê qebûl kirin, me jî ew kitêb qebûl kir ça elametiya Xwedê (1 Têsln. 2:13). Kitêba Pîroz alî me kiriye ku em nêzîkî Yehowa bûne, û ewî xwexa jî em nêzîkî xwe kirin (Aqûb 4:8). Bavê meyî ezmana qedirekî mezin daye me ku em nava teşkîleta wîda nin. Belê, em gelek qîmet dikin ewan hemû kerema, ku ew dide me! Zebûrbêj jî Xwedêra gelek razîbûna xwe dida kifşê. Ewî got: “Ji Xwedêra spas bikin, çimkî ew qenc e; kerema wî her û her e” (Zeb. 136:1, ÎM). Ew gotin “kerema wî her û her e” Zebûra 136-da bîst şeş cara tê wekilandinê. Hergê em amin in Yehowara û pey rêberiya teşkîleta wî diçin, ew wê jîyîna heta-hetayê bide me û kerema wî jî wê her û her be! w16.11 3:18, 19
Duşem, 21 Gulan
Çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir (Rom. 5:12).
Kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”-da, ew rêz gelek car tê xebitandinê. Çaxê em tevî zarên xwe yan tevî merivên din pê vê kitêbê hînbûnê derbaz dikin, mesele serê 3, 5 û 6, femdarî ye em rêza ji Romayî 5:12 jî dixûnin. Bi vê rêzê em wanra şirovedikin ku qirara Xwedê seva erdê çi ye, çira mera kirîn lazim bû, û mirî çi halîda nin. Lê hûn qe difikirîn derheqa vê yekê, ku ew rêz ça hukum dibe ser heleqetiya we tevî Yehowa, ser kirên we, û axiriya we? Em gişk gerekê bîr nekin wekî em gunekar in, û her roj şaşiya dikin. Lê Yehowa rem e. Ew zane wekî em ji axê hatine çêkirinê û ew timê hazir e bibaxşîne me (Zeb. 103:13, 14). Îsa got wekî em duada ji Xwedê hîvî kin ku “gunêd me bibaxşîne” (Lûqa 11:2-4). Çaxê Xwedê dibaxşîne me, meniyên me tune ku berxwe kevin seva şaşiyên xweye berê. Û wê kêrhatî be hergê em bifikirin ku Yehowa ça me dibaxşîne. w16.12 1:1-3
Sêşem, 22 Gulan
Yêd li gora ruh dijîn, ew ser tiştêd ruh difikirin (Rom. 8:5).
Ew şîret ku Pawlos dabû Mesîhiyên Romê, gelek wanra lazim bû seva xwe bicêribînin û bifikirin hela emirê wanda ciyê pêşin çi digire. Gelo dikaribû usa biqewimiya, wekî xwestinên bedenê ser wan hukum kirana û dîna wan bikişanda ser tiştên necayîz? Wê gelek kêrhatî be hergê em jî bifikirin ser emirê xwe. Çi ye ferz emirê meda, û xeberdana me çi dide kifşê? Her roj fikirên me derheqa çi ye? Hinek dibeke têderdixin, wekî pey vê yekê dikevin ku cûre-cûre şerava tem kin, mala xwe bedew kin û çêkin, kincên cûre-cûre bikirin, pera bikin arş-vêrşê, herin cîkî hêsa bin, û dîsa tiştên din. Belê, van yekada tiştekî xirab tune, çimkî emirê meda ew tişt tebiyetî ne. Mesele, Îsa carekê av kire şerav, û Pawlos jî gote Tîmotêyo, wekî “hinekî jî şeravê” vexwe (1 Tîmt. 5:23; Yûhn. 2:3-11). Lê gelo hiş-aqilê Îsa û Pawlos timê ser şeravê bû? Tu car na. Lê derheqa xwe em çi dikarin bêjin, nêt-fikirên me û hiş-aqilê me ser çi ye? w16.12 2:5, 10, 11
Çarşem, 23 Gulan
Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim (Îbrn. 13:5).
Ew sozê Yehowa em dikarin girêdin tevî giliyên Îsa, ku berê pêşin Padşatiyê bigerin (Met. 6:33). Carekê, Pawlosê şandî ji Îsa pirsî: “Me hemû tişt hîştiye û pey te hatine, lê axiriya me wê çawa be?” (Met. 19:27). Îsa seva wê pirsê Pawlos sûcdar nekir. Dewsê ewî gote şagirtên xwe, ku ewana wê ji bo xizmetiya xwe bêne xelatkirinê. Ew şandiyên amin û bijartiyên din, wê tevî Îsa li ezmana serwêrtiyê bikin. Lê îro jî xizmetkarên Xwedê xelatê distînin. Îsa got: “Hemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan diya xwe, yan jina xwe, yan zarêd xwe, yan erdêd xwe bona navê min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna heta-hetayê jî war be” (Met. 19:29). Şandiyên Îsa yên ku bona Padşatiya Xwedê tiştek ji xwe kêm dikirin, ese wê bistandana keremên hê mezin. Gelo em xwexa şa nabin wekî çi jî me bona Padşatiyê ji xwe kêm kir, me tiştên hê qîmet qazanc kir, mesele ça Îsa got, bav, dê, bira, xûşk û zarên ruhanî? w16.12 4:4, 5
Pêşem, 24 Gulan
Bawerî ew e, çaxê em dudilî nînin, wekî çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî (Îbrn. 11:1, DT).
Hemû Mesîhiyên rast gelek hîviyê ne, çaxê pê çevê xwe bivînin ku qirara Yehowa bê sêrî û navê wî bê rûmetkirinê (Yûhn. 10:16; Met. 6:9, 10). Rastî jî ew wede wê çiqas xweş be û ji vê çêtir îda çi heye! Yehowa usa jî mera soz da, ku wê jîyîna heta-hetayê bide me, yên rûnkiriyara ser ezmana, lê yên dinra ser erdê (2 Pet. 3:13). Lê heta ew wede bê, em dixwazin bivînin ku çawa cimeta Yehowa ruhanîda hê pêşda here. Hergê baweriya me rast e, emê tu car “dudilî” nîbin, wekî “çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî”. Ew tê hesabê ku emê sed selefî bawer bin, wekî sozên Yehowa wê bêne sêrî. Gelek merivên vê dinyayê jî hîviya tiştekî ne, lê yeke dudilî ne hela ew yek wê bê sêrî yan na. Mesele, gelek merivên xumarbaz hîviyê ne ku perê qalim qazanc kin, lê sed selefî bawer nînin wê qazanc kin yan na. w16.10 3:1, 2
Înî, 25 Gulan
Ji we kê çi pêşkêş standiye, bi wê jî hevra xizmetkariyê bikin (1 Pet. 4:10).
Yehowa ji qenciya xwe me her kesîra pêşkêş daye, mesele fereset, hunur, û talant. Ewan pêşkêşa em dikarin bidine xebatê seva wî rûmet kin û karê bidine yên mayîn (Rom. 12:4-8). Yehowa qedirekî mezin daye me her kesî, ku şixul da destê me. Ew me qîmet dike û îtbariya xwe me tîne. Şixulê me teşkîleta Xwedêda cara dikare bê guhastinê. Dîna xwe bidine mesela Îsa. Pêşiyê, ew tenê tevî Yehowa bû (Metlk. 8:22). Paşê, Îsa û Yehowa tevayî milyaket, gerdûn, û meriv efirandin (Kols. 1:16). Paşê, Îsa şixuleke teze stand, ku bê ser erdê. Ew gerekê bihata bûyînê ça zarok û mezin bûya ça merivekî gihîştî (Fîlî. 2:7). Paşê, çaxê ewî emirê xwe da ça qurban, ew vegeriya ezmana, seva ku sala 1914-da bibe Padşa Padşatiya Xwedêda (Îbrn. 2:9). Paşî Hezarsaliya Serwêrtiyê, Îsa wê Padşatiyê bide destê Yehowa, seva ku “her tiştîda ew bibe Xwedêyê her tiştî” (1 Korn. 15:28). w17.01 3:11, 12
Şemî, 26 Gulan
Îro bona xwe bijbêrin hûnê kêra xizmet kin (Yêşû 24:15, DT).
Jinikekê çaxê tiştek gerekê safî kira, hevalê xwera got: “Ez naxwazim gelek bifikirim, diha hêsa ye tu xwexa minra bêjî ez çi bikim”. Vê jinikêra hê baş bû wekî kesekî din jêra bêje ew çi bike, ne ku xwexa safî ke. Ewê nexwest pêşkêşa Xwedê, dêmek azaya bijartinê bide xebatê. Lê hûn ça safîkirina dikin? Wera diha dest dide wekî xwexa safîkirina bikin, yan kesekî din dewsa we bike? Hûn ça didine xebatê azaya bijartinê? Nava qirnada meriv hevra dikevine dewê derheqa azaya bijartinê. Hinek dibêjin wekî azaya bijartina meriva tune, çimkî hemû kirên me Xwedê îda dewsa me pêşda safî kiriye. Hinek jî dibêjin wekî azaya bijartinê tenê ew e, çaxê hemû tiştîda azayî û îzina te heye. Lê ji Xebera Xwedê em dikarin rast fem kin ku çi ye azaya bijartinê. Gelo çira? Kitêba Pîroz mera zelal eyan dike, wekî Yehowa em bi azaya bijartinê efirandine. Dêmek ewî fereset û azayî daye me, wekî em xwexa bi hiş-aqilê xwe bijartinên rast bikin. w17.01 2:1, 2
Led, 27 Gulan
Lawê min Silêman ciwan û cahil e ... ji ber vê yekê, ezê bona wê amadekariyê bikim (1 Dîr. 22:5).
Dawid fikirî wekî kurê wî Silêman wê nikaribe rêberiya avakirina paristgehê bike, çimkî paristgeh gerekê gelek mezin bûya, lê Silêman cahil û necêribandî bû. Lê yeke Dawid bawer bû, wekî Yehowa wê alî kurê wî bike, seva ewî şixulî bîne sêrî. Lema çi destê Dawid dihat ewî kir, ewî gelek matêryal hazir kir bona avakirinê. Îro birên emirda mezin gerekê berxwe nekevin, çaxê lazim e cabdariyên xwe bidine destê birên cahil. Çaxê yên cahil hînkirî ne seva cabdariya hildine ser xwe, ew yek şixulê Xwedê hê pêşda dibe. Birên mezin gerekê şa bin, wekî yên cahil kîjan ku wana xwexa hîn kiriye, bûne cêribandî û wê şixulê wan bikin. w17.01 5:8, 9
Duşem, 28 Gulan
Ezê nava te û kulfetê, nava zureta te û zureta wêda dijminatîyê daynim, ewê serê te bihincirîne (Destp. 3:15).
Wek Padşayê Padşatiya Xwedê, Îsa wê serê mer bihincirîne û wê bi temamî bide hildanê wan kul-derda kîjan ku ji wî tên. Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî şagirtên xwera nîşan kir wekî Padşatiya Xwedê çiqas ferz e. Hema derbêra paşî nixumandina xwe, Îsa hemû ciya “mizgîniya Padşatiya Xwedê” bela dikir (Lûqa 4:43). Îsa pêşiya ku biçûya ezmana, temî da şagirtên xwe wekî “heta serê dinê” derheqa wî şedetiyê bidin (Kar. Şand. 1:6-8). Bi saya belakirina mizgîniya Padşatiyê, meriv dikarin pêbihesin derheqa kirînê û usa jî bikaribin bijîn bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda. Îro em alî bijartiya dikin yên ku erdê ne. Çi cûreyî? Em nav temamiya dinyayê mizgîniya derheqa Padşatiyê bela dikin. Usa em nîşan dikin wekî em piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin (Met. 24:14; 25:40).w17.02 2:7, 8
Sêşem, 29 Gulan
[Îsa] bû, yê ku pêşkêş dane meriva, ku hinek bibine şandî (Efes. 4:11).
Rast e qirna yekêda hukumê koma rêberiyê ser civatê hebû, lê wana fem dikir ku Îsa ye Rêberê wan. Pawlos nivîsî: “Pê hizkirinê . . . her aliyada bigihîjine sêrî, ku Mesîh e” (Efes. 4:15). Qirna yekêda şandiyên Îsa gelek navdar bûn, lê Mesîhiya navê wan nedidane ser xwe, dewsê ewana “‘mesîhî’ hatine navkirinê” (Kar. Şand. 11:26). Şandî û birên dine cabdar, rêberî Mesîhiya dikirin ser hîmê Nivîsara. Pawlos zanibû wekî gelek ferz e pey wan rêberiya here, lê yeke ewî got: “Lê ez dixwazim ku hûn zanibin wekî serê her mêrî [usa jî her endemê koma rêberiyê] Mesîh e, . . . û serê Mesîh Xwedê ye” (1 Korn. 11:2, 3). Belê, bi rêberiya Yehowa Xwedê, Îsa Mesîh rêberî civatê dikir. w17.02 4:7
Çarşem, 30 Gulan
Ew berpirsiyarêd ku serwêriyê rind dikin, bira dubare hêjayî qedir bin (1 Tîmt. 5:17).
Çaxê em qedirê meriva digirin, ew yek gelek tiştada alî me dike. Mesele, ew yek alî me dike wekî em nebine xwehiz û çaxê hurmetê didine me, em çevê xweda bilind nebin. Hin jî, hergê ew merivê ku em qedirê wî digirin dilê me bêşîne, emê dilteng nebin û ew wê nebe bona me kevirê likumandinê. Xêncî vê yekê, teşkîleta Yehowada wê yektî bê xweykirinê, çimkî teşkîleta wîda ne xûşk-bira ne jî yên nebawera, bilind nakin. Çaxê em qedirê wan digirin kêra dikeve, em dilê Xwedê şa dikin, çimkî gura wî dikin û wîra amin dimînin. Usa em rê didine Yehowa wekî caba wan bide kê qerfê xwe wî dike (Metlk. 27:11). Merivên vê dinyayê rast fem nakin hurmetê bidinê kê û çawa. Lê bi rastiyê jî em gelek razî ne ji Yehowa wekî ew me hîn dike çi cûreyî em gerekê hurmetê bidine kifşê.w17.03 1:13, 20, 21
Pêşem, 31 Gulan
[Yehoşefat] di çevê Xudanda rast e kir (2 Dîr. 20:32).
Yehoşefat jî mîna bavê xwe Asa bû. Yehoşefat jî alî cimeta xwe dikir, wekî Yehowa bigerin. Bona vê yekê, ewî cûre-cûre şeherada bi kitêba Qanûna Yehowa cimet hîn dikir (2 Dîr. 17:7-10). Ew hela hê jî çû padşatiya Îsraêlêye bakûrê, çiyayê Efrayîmê, seva cimetê vegerîne berbi Yehowa (2 Dîr. 19:4). Yehowa dixwaze hemû meriv ser topa dinyayê derheqa wî pêbihesin. Vê yekêda em gişk jî dikarin alîkariyê bidin. Lê gelo te ev nêt daniye pêşiya xwe, wekî her meh Xebera Xwedê meriva hîn kî û wana berbi Xwedê bînî? Hergê tu dixwazî tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkî, tu bona vê yekê Xwedêra dua dikî? Gava tu aliyê xweda hemû tiştî bikî, Xwedê wê ese alî te bike wekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkî. Lê hergê kesek bixwaze wekî tu Kitêba Pîroz wî hîn kî, tu hazir î wedê xweyî aza xerc kî? Mîna Yehoşefat em jî dikarin alî wan xûşk-bira bikin yên ku ruhanîda sist bûne, wekî ewana vegerine bal Yehowa. w17.03 3:10, 11