Tebax
Çarşem, 1 Tebax
Bira sebir karê xwe temam bike, seva hûn bibin merivên kamil û gihîştî, û tiştekîda kêmasiya we tune be (Aqûb 1:4, DT).
Şerekî gelek giran bû. Temamiya şev eskerên Îsraêlî pê rêberiya Hakimê Gîdeyon, pey dijminên xwe Midyana û piştgirên wan ketin, û weke 32 kîlomêtra pey wan direviyan. Ewan Îsraêliya zanibûn, ku niha wede nîne bisekinin, çimkî Midyana bi sala ewana diçerçirandin. Lema, seva ku qira dijmina bînin, wana berdewam kir pey wan diketin, û axiriyêda wana Midyan alt kirin (Hakim. 7:22; 8:4, 10, 28). Em jî şerekî mezinda şer dikin. Şeytan, dinya wî, û qisûrtiya me dijminên me ne. Hinek ji me bi sala şer dikin tevî wan dijmina. Em pê alîkariya Yehowa serdikevin. Lê cara, dibeke em diwestin ku şer bikin tevî wan dijmina. Yan jî dibeke diwestin hîviya axiriya vê dinyayê bin. Lê bi rastiyê, em hê bi temamî wî şerîda serneketine. Îsa pêşda got wekî yên wedê rojên axiriyêda bijîn, wê rastî tengasiya û neheqiya bên. Lê ewî usa jî got, ku serketin sebira meva girêdayî ye (Lûqa 21:19). w16.04 2:1, 2
Pêşem, 2 Tebax
Wan timê xwe li hînkirina şandiya digirt, li hev diciviyan (Kar. Şand. 2:42).
Civînêda Hînkarê meyî girîng bi saya Xebera xwe me hîn dike (Îşa. 30:20, 21). Hela hê yên nebawermend jî, ku têne ser civînê dibêjin ku “Xwedê nav weda ye!” (1 Korn. 14:23-25). Yehowa bi ruhê xweyî pîroz civînê kerem dike û ew hînkirina ku em distînin ji Xebera wîye. Li ser civînê em guh didine xeberên Yehowa û texmîn dikin hizkirina wî. Bi wî cûreyî em nêzîkî wî dibin. Îsa got: “Kîderê du yan sê meriv bi navê min bicivin, ez li wir nava wanda me” (Met. 18:20). Serê civînê Mesîh nava civata cimeta Xwedêda “digere” (Eyan. 1:20–2:1). Derheqa wê yekê bifikire. Yehowa û Îsa me qewî dikin bi saya civîna. Ça tu dişirmîş dibî, Yehowa çi texmîn dike çaxê divîne, ku em dixwazin nêzîkî wî û Kurê wî bin? w16.04 3:13, 14
Înî, 3 Tebax
Bira xeydêda ruhê te ne bi lez be (Waîz 7:9).
Rojekê xûşkek nêzîkî du bira bû û tevî wan xeberda. Birak xeyîdî ji bo cûrê xeberdana vê xûşkê. Çaxê ew herdu bira tenê man, birê ku xeyîdî ew xûşk sûcdar dikir seva xeberdana vê. Lê yê din, anî bîra wî, ku ew xûşk îda 40 sala bi aminî Yehowara xizmet dike, hela hê wedê çetinaya jî. Ewî birayî wî da bawerkirinê, wekî ewê xûşkê nedixwest wî bixeyîdîne. Paşî xeberdana wan, birê ku xeyîdî bû, birê dinra got: “Tu rast î”. Usa ew çetinayî safî bû. Ji vê derecê em çi hîn dibin? Çaxê kesek me dixeyîdîne, em xwexa dijbêrin ku çawa xwe kifş kin. Merivê bi hizkirin, şaşiya dibaxşîne (Metlk. 10:12; 1 Pet. 4:8). Çaxê em dîna xwe nadine “qisûrên” meriva, ew yek ber çevê Yehowa tiştekî bedew e (Metlk. 19:11). Lema, hergê hûn hesab dikin ku kesek tevî we sert bû yan bêqedirî da kifşê, ji xwe bipirsin: “Gelo ez dikarim dîna xwe nedime ser vê yekê? Lazim e ez derheqa vê yekê berdewam kim dişirmîş bim?” w16.05 1:8, 9
Şemî, 4 Tebax
Xwedê xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li wî xweş tê (Fîlî. 2:13).
Kî bi rastiyê îro mizgîna Padşatiyê bela dike? Em dikarin dudilî nebin û bêjin: “Şedên Yehowa!” Lê çira em dikarin vê yekêda bawer bin? Çimkî em mizgîna rast bela dikin, dêmek mizgîna derheqa Padşatiyê. Usa jî, em xwexa diçin meriva digerin, û ew rast e em usa dikin. Hin jî, em bi nêta rast mizgînê bela dikin. Em pey pera nakevin, lê em Xwedê û meriva hiz dikin, lema ewî şixulî dikin. Em ewî şixulî nav temamiya dinyayêda bela dikin, dêmek em ji hemû mileta û zimana meriva digerin. Û emê ewî şixulî berdewam kin bikin bê eglekirin, heta ku xilazî bê. Rastî jî ecêb e, ku cimeta Yehowa wan rojên axiriyêda, şixulekî çiqas mezin dikin. Lê çi cûreyî ew şixul usa pêşda diçe? Pawlosê şandî caba vê pirsê da ku vê rêza rojêda tê gotinê. De were em pê qewata Bavê me Yehowa, berdewam kin bi dil û can mizgînê bela kin (2 Tîmt. 4:5). w16.05 2:17, 18
Led, 5 Tebax
Ji xirabiyê zivêr bin, xwe li qenciyê bigirin (Rom. 12:9).
Yehowa azaya bijartinê daye me. Lema çaxê em gura Xwedê dikin û qirara wî tînin sêrî, em didine kifşê ku em Yehowa gelek hiz dikin û dixwazin dilê wî şa kin. Xêncî vê yekê, em didine kifşê ku em piştgiriya hukumetiya wî dikin, çimkî Şeytan îzina hukumetiya Yehowa kire bin şikê. Û lema çaxê em gelek dixebitin seva gura Yehowa bikin, em didine kifşê ku em dixwazin wekî ew Serwêrê me be. Em gerekê dudilî nebin ku Yehowa gelek qîmet dike, çaxê em bi dil qewata xwe didine xebatê, seva gura wî bikin (Îb. 2:3-5; Metlk. 27:11). Lê heger Yehowa em aza kirana ji vê yekê ku em şer kin tevî kêmasî û xeysetên xweye nebaş, seva ku em wî xweş bên, wî çaxî aminiya me û piştgiriya me hindava serwêrtiya Xwedê, wê qewata xwe unda kira. Yehowa dibêje me, ku em “her aliyava” qewata xwe bidine xebatê, seva ku çev bidine hunurên wî (2 Pet. 1:5-7; Kols. 3:12). Ew dixwaze ku em fikir û hestên xwe kontrol kin (Rom. 8:5). Çaxê em gelek dixebitin ku evê yekêda guhastina bikin, em bextewar dibin, çimkî divînin ku Kitêba Pîroz me diguhêze. w16.05 4:12, 13
Duşem, 6 Tebax
Ya Xudan, tu kûzvanê me yî [hosteyê cêra] (Îşa. 64:8).
Yehowa rind zane ku kîjan ax çi cûreyî ye. Û lema ew zane ça ji vê axê tiştekî çêke (Zeb. 103:10-14). Belê, Yehowa me rind zane. Ew kêmasiyên me dide hesabê, û zane em çi dikarin û çi nikarin, û usa jî çiqas em ruhanîda pêşda diçin. Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî rind eyan kir nihêrandina Yehowa hindava merivên gunekar. Mesele were em şêwir kin, ku Îsa ça dinihêrî ser kêmasiyên şandiyên xwe. Cara ewana diketine dewê, hela kê ji wan herî mezin e. Hergê we ew derece bidîta, hûnê derheqa şandiya bifikiriyana ku ewana milûk û nerm in? Îsa derheqa wan nebaş nefikirî. Ewî zanibû ku şandiyên wîyî amin bi saya şîret û rastkirina dikarin bêne guhastinê. Usa jî ewana dikaribûn çev bidana milûktiya wî (Marq. 9:33-37; 10:37, 41-45; Lûqa 22:24-27). Paşî saxkirina Îsa, çaxê şandiyên wî ruhê pîroz standin, wana îda pey wê yekê nediketin, ku kê ji wan ya herî mezin e. Bona wan ya lapî ferz ew şixul bû, kîjan ku Îsa dabû wan (Kar. Şand. 5:42). w16.06 1:10
Sêşem, 7 Tebax
Xwedayê me Yehowa, tek e Yehowa (Qan. Dcr. 6:4, DT).
Xêncî Yehowa, tu Xwedayê rêalî û rast tune ye. Tu xudan mîna wî nîne (2 Sam. 7:22). Dêmek Mûsa ne ku dixwest îzbat kira ku hînkirina derheqa sêyekane, nerast e. Lê ewî dixwest bianiya bîra Îsraêliya, ku ewana gerekê tenê Yehowa bihebînin. Îsraêlî gerekê pey miletên dorberê xwe neçûna, çimkî ewî miletî cûre-cûre xudan dihebandin. Wana bawer dikir, ku hinek ji wan xudanên qelp, tebiyetê kontrol dikin. Mesele, Misiriya dihebandin xudanê tevê Ra, xudanê-ezmana Nat, xudanê-erdê Gêb, xudanê-Nîl bi navê Hapî. Wana usa jî gelek heywan pîroz hesab dikirin û serê xwe ber wan datanîn. Yehowa gelek ji wan xudanên qelp nimiz kir bi saya Deh Bela û eyan kir ku ji wan mezintir e. Baal xudanê Kenanyaye sereke, xudanê berdariyê bû, kîjan ku usa jî eyan bû ça xudanê ezmana, baranê, û bagerê. Gelek ciyada, meriva usa jî Baal hesab dikirin ça xweyî xudanê xwe (Jimar 25:3). Lê Îsraêliya gerekê bîra xweda xwey kirana ku Xwedêyê wan, Xwedêyê rast, “tek e” (Qan. Dcr. 4:35, 39). w16.06 3:4, 5
Çarşem, 8 Tebax
Wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me! (Met. 28:20).
Îsa îtbariya xwe Yehowa û cimeta wî dianî. Em jî gerekê usa bikin. Wan rojên xilaziyêda, em divînin ku ça Yehowa rêberiya cimeta xwe dike. Ew alî wan dike ku nav temamiya dinyayê mizgîniyê bela kin, û yektiyêda bin. Xêncî wan, tu kes ewî şixulî nake. Îşaya 65:14-da Yehowa derheqa cimeta xwe dibêje: “A vay, qûlên [xizmetkarên] min wê ji fireya dil bistirên”. Dilê me rastî jî bi şabûnê tije ye, çimkî Yehowa rêberiyê me dike, û alî me dike ku em gelek tiştên baş bikin. Lê merivên dinya Şeytanda, bînteng in, çimkî halê dinyayê hê xirab dibe, û baweriya wan bona axiriyê tune. Lema em gerekê amin bimînin Yehowara, û pey rêberiya wî herin. w16.06 4:10-12
Pêşem, 9 Tebax
Hişyar bimînin (Met. 25:13).
Were mesela bivînin, kîjan ku mera eyan dike wekî çiqas ferz e hişyar bimînin. Berê, dora şeherên mezin dîwarên bilind hebûn, mesele çawa dora şeherê Orşelîmê. Ew dîwar şeher xwey dikir, wekî dijmin nekevinê. Qerewil ser wan dîwara disekinîn, çimkî ji wêderê dihate kifşê dorberê şeher. Ewana şev û roj disekinîn ser wan dîwara û ber dergeha. Usa, wana dikaribû ji dûrva dijmin bidîtana, û derheqa xofiyê bineliyên şeherra pêşda elam kirana (Îşa. 62:6). Qerewila zanibûn ku çiqas ferz e hişyar bimînin, çimkî emirê meriva vê yekêva girêdayî bû (Hezql. 33:6). Terîxzan Ûsivê Flavîûs şirovekir ku ça sala 70 D.M., ordiya Romaya dikaribûn biketana Orşelîmê. Qerewilên ku dergehên şeher xwey dikirin, xewra çûn. Axiriyêda, ordiya Romaya karibûn bikevine Orşelîmê. Wana paristgeh wêran kir û şewitandin, û paşê temamiya Orşelîmê wêran kirin. Ew yek xilaziya tengasiya mezin bû, tengasiya usa ku cimeta Cihû tu car nedîtibû. w16.07 2:2, 7, 8
Înî, 10 Tebax
Haş ji xwe hebin, ku nebe hûn bi xalifandina merivêd bêolîtiyê ji rê derkevin û ji ciyê xweyî şidiyayî bikevin (2 Pet. 3:17).
Bi saya qenciya nehêja ji Yehowa, em gelek kerema distînin. Lê em gerekê nefikirin ku Xwedê çevê xwe dadide ser hemû gunên me, kîjan ku em hemdê xwe dikin. Hine Mesîhiyên qirna yekêda “navê kerema Xwedê dane bênamûsiyê” (Cihûd. 4). Ça tê kifşê ew Mesîhiyên neamin difikirîn, ku ewana dikarin gune bikin û Yehowa wê timê wana bibaxşîne. Xêncî vê yekê, wana hela hê birên din jî hêlan dikirin ku ewana jî gune bikin. Îro jî hergê kesek usa dike, ew “ruhê keremdayînê bêhurmet” dike (Îbrn. 10:29). Îro Şeytan hine Mesîhiya dixalifîne, wekî ewana bifikirin ku dikarin gune bikin û Yehowa wê wana timê bibaxşîne. Belê, Yehowa hazir e bibaxşîne wan, yên ku gunê xwe tînin rûyê xwe. Lê ew hîviyê ye ku em miqabilî xwestinên xirab bin, kîjan ku dikarin me berbi gune bivin. w16.07 3:16, 17
Şemî, 11 Tebax
Kî ku bê sebebiya qaviyê jina xwe berde û yeke din bistîne, ew zinêkariyê dike (Met. 19:9).
Bi qanûna Xwedê, heger nava zewacêda bênamûsî û qavî hatiye kirin, îzin heye ji hev biqetin û kesekî din bistînin. Lê çaxê yek bênamûsiyê dike û gunê xwe dide rûyê xwe, hevalzewacê wê (wî) dikare bibaxşînê. Hoseya pêxember jî baxşande jina xweye qav Gomerê, çawa ku Yehowa jî baxşande wan Îsraêliya, yên ku gunê xwe dane rûyê xwe (Hos. 3:1-5). Hergê kesek zane ku hevalzewacê wê (wî) qavî kiriye, û berdewam dike tevî yê gunekirî dijî, bi wê yekê ew dide kifşê ku baxşandiye wê (wî). Û îda bi qanûna Xwedê îzina wan kesekî din bistînin unda dibe. Paşî wan giliya ku rêza îroyînda tê gotinê, Îsa xeberda derheqa wan yên ku azep dimînin, û got: “Kêra ev yek dest dide, bira usa jî bike” (Met. 19:10-12). Geleka safî kirine ku nezewicin, seva ku hê zêde Yehowara xizmet kin. Lema jî em gerekê payê wan bidin. w16.08 1:15, 16
Led, 12 Tebax
Tem kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e! Xwezî wî merivî, yê ku xwe daye bin sîya Wî . . . Xofkêşêd Wîyê hewcê tiştekî nîbin (Zeb. 34:8, 9).
Cahil dikarin gelek tişt bikin xizmetiyêda, çimkî ênêrjiya û sihet-qewata wan baş e (Metlk. 20:29). Hine birên meyî cahil Beytelêda xizmet dikin wan îdarada, kîderê ku edebyetên me û Kitêba Pîroz neşir dikin û hevva dikin. Gelek xûşk-birên cahil alîkariyê didine şixulê avakirin û tezekirina Odên Civata. Usa jî çaxê xezeb diqewimin, yên cahil alîkariyê didine xûşk-bira. Û gelek cahil yên ku pêşeng in, zimanê xerîb hîn dibin, yan jî diçine ciyên din seva mizgîniyê bela kin. Zebûrbêj distira: “Tu qencî ji yên ku berê xwe dane Xudan nayê veşartin” (Zeb. 34:10, ÎM). Rastî jî, Yehowa tu car me nahêle, hergê em bi dil û can wîra xizmet dikin. Em xwexa “tem” dikin û divînin ku Yehowa “çiqas qenc e”. Bi rastiyê jî em bextewar in, çaxê em dilê Xwedê şa dikin. w16.08 3:5, 8
Duşem, 13 Tebax
Ezê we bi wî avayî xilaz bikim ku, hûnê bibin bereketek. Netirsin, bira destên we xwurt bibin (Zeker. 8:13).
Yehowa dikare û him jî hazir e ku bi saya ruhê xweyî pîroz qewatê bide me (1 Dîr. 29:12). Bi saya ruhê Xwedêyî pîroz, em dikarin teyax kin ber cêribandinên Şeytan û dinya wî (Zeb. 18:39; 1 Korn. 10:13). Û em gelek razî ne seva Xebera Xwedê, kîjan ku bi ruhê wîyî pîroz hate nivîsarê. Em usa jî gelek tişt hîn dibin ji xwarina ruhanî, ya ku em her meh distînin. Xeberên ji Zekerya 8:9, 13 hatine gotinê çaxê paristgeha Orşelîmê dihate avakirinê, û ew xeber gelek kêrhatî ne bona me jî. Xwedê me hîn dike bi saya civînên me, civatên mezin û mektebên ku organîzasiyona meda hene. Ew hînkirin me qewî dikin. Xêncî vê yekê, ew hînkirin dikare alî me bike ku em ser tişta rast bifikirin, usa jî nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe, û cabdariyên xweye civatêda bînin sêrî (Zeb. 119:32). Lê tu çi dikî seva ku ji hînkirina Xwedê karê bistînî? w16.09 1:10, 11
Sêşem, 14 Tebax
Bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye (Rom. 12:2).
Qanûna Xwedê ku Îsraêliyara hate dayînê, dida kifşê ku Yehowa miqabilî kincxwekirina usa ye, kîjan nade kifşê ew kes mêr e yan jin e. Îro jî hema usa ye, mêr ça jin xwedikin, jin jî ça mêr xwedikin (Qan. Dcr. 22:5). Ji Qanûna Xwedê em hîn dibin ku Xwedê xweş nayê kincxwekirina wî cûreyî, ya ku mêr dike jin, jin jî dike mêr û çetin e tê derxî jin e yan mêr e. Xebera Xwedêda prînsîpên usa hene, yên ku alî Mesîhiya dikin safîkirinên baş bikin kincxwekirinêda. Firqî tune em kîderê dijîn, kûltûra wî welatî çi cûreyî ye, yan hewa ça ne, yeke gerekê wan prînsîpa xwey kin. Eseyî nîne, wekî hûr bi hûr bê gotinê ku kîjan kinc îzin e xwe kin û kîjan na. Lê dewsê, prînsîpên ji Nivîsarê Pîroz rêberiyê didine me. Û ew rêberî mecalê dide me, wekî xwexa bikaribin rast safî kin, ku kincê çi cûreyî xwe kin. w16.09 3:3, 4
Çarşem, 15 Tebax
Hingê hemû şagirta ew hişt û revîn (Marq. 14:50).
Bifikirin ser wan meriva, yên ku Kitêba Pîroz nivîsîne. Ew meriv gelek mêrxas û dilsax bûn. Nivîskarên dine berê tenê tiştên baş dinivîsîn derheqa xwe, serok û padşên xwe. Lê pêxemberên Yehowa timê rastî nivîsîne. Wana şaşiyên cimeta xwe û hela hê padşên xwe jî, veneşartine û bi helalî nivîsîne (2 Dîr. 16:9, 10; 24:18-22). Wana usa jî şaşiyên xwe û xizmetkarên din veneşartine û nivîsîne (2 Sam. 12:1-14). Kitêba Pîrozda hene prînsîpên gelek kêrhatî. Û ew jî menî ye ku çira gelek meriv îzbat dibin, wekî ew bi rêberiya Xwedê hatiye nivîsarê (Zeb. 19:7-11). Prînsîpên ji Kitêba Pîroz me xwey dike ji hînkirinên qelp, ku meriva dikine dîl (Zeb. 115:3-8). Ewên ku êvolûsiya bawer dikin, tebyetê dikine xwedayê xwe û rûmetê didine vê. Lê rûmet tenê Yehowara dikeve. Û ewên ku dibêjin Xwedê tune, gotina wan usa dertê ku axirî destê însanetêda ne. Lê terîxiyê rind eyan kiriye, ku meriv xwexa nikarin axiriya baş bînin (Zeb. 146:3, 4). w16.09 4:10, 11
Pêşem, 16 Tebax
Bira ew . . . . top ke û wê nedine şermê (Rût 2:15).
Çi ku qewimî paşî vê yekê, dide kifşê wekî Bowaz bi rastiyê xem dikir seva Rût, û fem dikir halê wê ça xerîb. Ewî Rût teglîf kir ku tevî cariyên wî be, wekî mêrên ku zeviyêda dixebitîn, jêra xirabiyê nekin. Ewî hela hê jî xem kir wekî xwarin û ava vê êpêce hebe, çawa cem xebatçiyên wî. Xêncî vê yekê, Bowaz wê bêhurmet nedikir, lê qedirê wê digirt û ber dilê wêda diçû (Rût 2:8-10, 13, 14). Bowaz Rûtra qencî kir, çimkî ew amin bû hindava xasiya xwe Naomî, lê tenê ew menî nîbû. Bowaz ecêbmayî ma ku Rût, ya ku ji miletê xerîb bû, bû xizmetkara Yehowa. Bi rastiyê qenciya Bowaz eyankirina hizkirina Yehowa bû hindava vê jinikê, kîjan ku cî-sitar “bin perê” Xwedayê Îsraêlîda dît (Rût 2:12, 20; Metlk. 19:17). Îro jî, hergê em qenc in hindava “hemû meriva”, ew yek wê alî wan bike ku rastiyê qebûl kin û texmîn kin ku çiqas zef Yehowa wana hiz dike (1 Tîmt. 2:3, 4). w16.10 1:10-12
Înî, 17 Tebax
Ez Xudan gerîyam û Ewî caba min da, ez ji hemû xof-tirsa xilaz kirim (Zeb. 34:4).
Em jî gerekê duada dilê xwe Yehowara vekin û xemên xwe jêra gilî kin. Lê em gerekê bawer bin, ku ew duayê me dibihê û wê qewatê bide me, wekî em wedê tengasiya şabûna xwe unda nekin. Çaxê em bivînin ku Yehowa ça caba duayên me dide, baweriya me wê hê qewî be (1 Yûhn. 5:14, 15). Bawerî ew heye berê ruhê pîroz, lema çawa ku Îsa got, em gerekê timê dua bikin, wekî Xwedê ruhê xweyî pîroz bide me (Lûqa 11:9, 13). Çaxê em Xwedêra dua dikin, em gerekê tenê seva xwe dua nekin. Bê hesab tişt hene, seva çi jî em dikarin razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê û şikiriyê bidine wî! (Zeb. 40:5). Em duayên xweda gerekê usa jî “girtiya bîr bînin, hesab kin ku çawa [em] jî tevî wan girtî ne”. Û usa jî em gerekê dua bikin seva xûşk-birên me nav temamiya dinyayê, îlahî seva “rêberêd xwe”. Çaxê em bivînin ku Yehowa ça caba duayên me dide, ew yek wê dilê me bigire û emê hê nêzîkî wî bin (Îbrn. 13:3, 7). w16.10 3:8, 9
Şemî, 18 Tebax
Hûn xilazbûyî ne, pê baweriyê û ev yek ne ji we ye, lê dayîna Xwedê ye (Efes. 2:8).
Roja îroyîn, cimeta Yehowa baweriya xwe Padşatiya Xwedê tîne û piştgiriya Padşatiyê dike. Ewana cineta ruhanîda nin û hevdu hiz dikin, çimkî ewana berê ruhê Xwedêyî pîroz didine kifşê (Galt. 5:22, 23). Lê axiriya wê yekê çi ye? Heyşt mîlyon xûşk û bira edilayê û yektiyêda nin. Rastî jî bawerî û hizkirina Mesîhiyên rast rind eyan dibe! Lê bêy alîkariya Xwedê ew yektî wê tu car tunebûya. Ew yektî Yehowa rûmet dike, û ew rûmetkirin wê berdewam be heta-hetayê (Îşa. 55:13). Cineta meye ruhanî wê hê mezin û geş be, çaxê temamiya erdê wê bi merivên rast, bêqisûr û bextewar tije be. Ewana wê heta-hetayê şikiriyê bidine navê Yehowa. De were em timê baweriya xwe sozên Bavê me Yehowa bînin! w16.10 4:18, 19
Led, 19 Tebax
Nava weda hinek bêpergal-bêxîret dijîn (2 Têsln. 3:11).
Em gerekê pey rêberiya ji Kitêba Pîroz herin, ku rûspî didine me. Were derecekê şêwir kin, çaxê Pawlos civatêra şîret da. Pawlos got, wekî civatêda hinek “tevî şixulê xelqê dibin”. Rûspiya ewana şîret dikirin, lê wana şîretên wan qebûl nedikirin. Lê gelo civat çawa bû hindava merivên wî cûreyî? Pawlos gote civatê: “Wî raçev kin û hevaltiyê wîra nekin”. Lê ew şîret ne dihate hesabê, wekî wî merivî hesab kin ça dijmin (2 Têsln. 3:11-15). Îro jî rûspî wana şîret dikin, yên ku prînsîpên Xwedê pişt guhê xweva davêjin. Çaxê rûspî divînin wekî ew meriv xwe naguhêze, ewana dikarin safî kin, wekî civatêda gotarê bixûnin, ku çawa kirên wan meriva navê civatê xirab dike. Mesele, ewana dikarin xeberdin derheqa wan, yên ku tevî nebawera rastî hev tên, seva hev bistînin (1 Korn. 7:39). Lê gelo hûn ça xwe didine kifşê çaxê şîretên usa didin? Hergê hûn haş pê hene ku rûspî derheqa kê dibêje, hûnê dîsa tevî wî merivî hevaltiyê bikin? Hergê hûn hevaltiyê nekin, bi vê yekê hûnê hizkirinê bidine kifşê û alî wî bikin ku kirên nerast bihêle. w16.11 2:13
Duşem, 20 Tebax
Ji nava weda jî merivê derên û tiştêd xêlif wê xeber din, ku şagirta pey xwe bibin (Kar. Şand. 20:30).
Roja Pênciyê Hesabê sala 33 D.M., bi hezara Cihû û necihû bi ruhê pîroz hatine rûnkirinê. Ew Mesîhiyên teze bûne bijartî, “kahînêd padşatiyê, miletê buhurtî, cimeta Xwedê” (1 Pet. 2:9, 10). Heta şandî hê sax bûn, ewana miqatî civata cimeta Xwedê dibûn. Lê civatada hine meriv destpêkirin “tiştêd xêlif” hîn kin, îlahî paşî mirina şandiya, seva ku “şagirta pey xwe bibin” (2 Têsln. 2:6-8). Cem geleka ji wana cabdariyên mezin hebûn civatêda. Ewana ça berpirsiyar xizmet dikirin, û paşê îda ça “êpîskop”. Rast e Îsa şagirtên xwera got wekî “hûn hemû jî bira ne”, lê yeke serwêr nava dêrada pêşda hatin (Met. 23:8). Merivên navdar yên ku hiz dikirin fîlosofiyên Arîstotêl û Platon, civatêda meriva hîn dikirin ew hînkirinên qelp. Axiriyêda hînkirina rast ya Xebera Xwedê, hêdî-hêdî hate guhastinê ser hînkirinên qelp. w16.11 4:8
Sêşem, 21 Tebax
Bira îdî gune hukumî ser qalibê weyî pûçî-mirî neke (Rom. 6:12).
Pêşiya ku em bibûna Mesîhî, me gelek car gune dikir, dibeke qe ne jî difikirîn wekî kirên me ber çevê Xwedê çiqas reş in. Em çawa “xulamêd heramiyê û neheqiyê” bûn, û dikarin bêjin ku em “xulamêd gune bûn” (Rom. 6:19, 20). Paşê çaxê em rastiyê pêhesiyan, me emirê xwe guhast. Me xwe tesmîlî Xwedê kir û hatine nixumandinê. Em “ji gune aza bûn û bûne xulamêd rastiyê” (Rom. 6:17, 18). Hergê em bihêlin wekî gune hukumî ser me be, wî çaxî emê pey xwestina bedenê herin. Lê yeke em dikarin usa bikin wekî gune “îda” serwêrtiyê me neke. Pirs ew e, wekî emê çi bijbêrin, yanê dilê me çi dixwaze. Wê kêrhatî be ku pirsên usa bidine xwe: “Çaxê xwestina bedenê pêşda tê, yan fikirên nerast têne hişê min, gelo ez derbêra wana derdixim, yan dihêlim wekî ew tiştên nerast dilê minda bimînin? Gelo ez dikarim bêjim wekî ez hindava gunada mirî me?” Hergê em dişêkirînin qenciya Xwedê ku em hêja nînin, û ku ew ça dibaxşînine me, emê hemû tiştî bikin seva dilê wî şa kin. w16.12 1:11, 12
Çarşem, 22 Tebax
Axiriya fikira ruh . . . edilayî ye (Rom. 8:6).
Em dilrihet in û edilayêda nin. Çira? Çimkî em edilayê xwey dikin orta neferên xweda, û usa jî orta xûşk-birên civatêda. Lê em gişk gunekar in, lema cara dikare çetinayî orta meda pêşda bê. Û çaxê usa diqewime, em pey şîreta Îsa diçin, ku got: “Here birê xwera li hev were” (Met. 5:24). Mera hêsa ye evê yekê bikin, çimkî ew xûşk-birên me jî Xwedêyê edilayêra xizmet dikin (Rom. 15:33; 16:20). Hergê hiş-aqilê me ser tiştên ruhanî ye, em dikarin usa jî edilaya tevî Xwedê bistînin, kîjan ku gelek qîmet e. Çaxê nêt-fikirên me ser tiştên ruhanî ye, em tevî Efirandarê xwe edilayêda nin. Îşaya giliyên usa got: “[Yehowa], tuyê xwey kî wana yên ku bi temamî xwe te digirin, tuyê wanra edilaya dirêj bidî, çimkî ewana îtbariya xwe te tînin” (Îşa. 26:3, DT; Rom. 5:1). Ew gilî ça wedê wîda hatine sêrî, usa jî roja îroyîn em divînin ew têne sêrî. w16.12 2:5, 18, 19
Pêşem, 23 Tebax
Timê pê Xudan şa bin (Fîlî. 4:4).
Hela hê vê dinya xirabda jî ku wê zûtirekê kuta be, Yehowa cimeta xwe kerem dike. Ew xem dike, wekî xizmetkarên wîyî rast wê cineta ruhanîda pêşda herin, kîjan ku bi xwarina ruhanî têr-tije ye (Îşa. 54:13). Çawa Îsa soz da, Yehowa îda niha me kerem dike, bi vê yekê ku malbeta meye ruhanî heye, ku ji xûşk-bira ye nav temamiya dinyayêda (Marq. 10:29, 30). Xêncî vê yekê, ewên ku li Xwedê digerin dilrihet û bextewar in (Fîlî. 4:5-7). Hûn dikarin dudilî nebin, wekî hergê “hûn emirê Xwedê bînine sêrî”, hûnê “bigihîjine sozê wî” (Îbrn. 10:35, 36). De were em berdewam kin baweriya xwe hê qewî kin û bi dil û can şixulê Yehowa bikin. Belê, em bawer in wekî Yehowa bona vê yekê wê ese me xelat ke! (Kols. 3:23, 24). w16.12 4:17, 20
Înî, 24 Tebax
Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye (2 Korn. 3:17).
Hergê sînora azaya me heye, gelo em dikarin bêjin wekî ew bi rastiyê azayî ye? Belê, em dikarin! Lê ça? Sînorên ku azaya merivada hene, bi rastiyê bona kara wan e û ew sînor wana xwey dikin. Mesele, em dikarin safî kin, wekî pê erebê herine şeherekî dûr. Lê bidine ber çevê xwe wekî ser rê tune ne nîşan û her kes ça dixwaze usa jî dajo. Gelo hûnê xwe rihet û bêxof texmîn kin ser vê rê? Femdarî ye na. Ew sînor mera lazim in, seva em azaya xwera şa bin û karê bistînin. Were şêwir kin derheqa merivê pêşin, Adem. Ewî bijart wekî ji wî sînorî derê, yê ku Xwedê danî û berê dara qedexekirî xwar. Ewî şaşiya mezin kir, çimkî azaya xwe nerast da xebatê. Axiriya kirê wî ew bû ku zuretên wî îda bi hezara sala kul-derda dikişînin (Rom. 5:12). Ew şaşiya wî gerekê bona me ders be, wekî azaya xwe rast bidine xebatê û ji sînorên ku Xwedê danî, derneyên.w17.01 2:6, 8
Şemî, 25 Tebax
We her kesîra dibêjim: Çiqas ji we dikeve, ji wê zêdetir nefikirin (Rom. 12:3).
Çaxê cabdariya teze didine me, em gerekê Xwedêra dua bikin û rast binihêrin ser dereca xwe. Ew yek wê alî me bike wekî çi ku ji qewata me der e hilnedin ser xwe. Û milûktî dikare me hêlan ke wekî bêjin na. Serhatiya Gîdeyon mera zelal dide kifşê, wekî bêy rêberiya û kerema Yehowa, em nikarin pêşda herin cabdariyên xweye tezeda. Ji me hemûşka, tenê ew tê dewakirinê, wekî bi milûktî tevî Xwedêyê xwe herin (Mîx. 6:8). Lema çaxê em dixwazin cabdariya teze bistînin, em gerekê dua bikin û kûr bifikirin hela Yehowa çi mera dibêje bi saya Xebera xwe û teşkîleta xwe. Em gerekê fem bikin ku Xwedê bîlaniyê û qewatê dide me, û lema em gerekê îtbariya xwe wî bînin seva ku cabdariya xwe rind bînin sêrî. Em gerekê bîr nekin wekî em xwexa bêy Yehowa nikarin tu tiştî bikin, çimkî ew alîkarî û rêberiyê dide me (Zeb. 18:35). Çaxê em bi milûktî riya Xwedêda diçin, emê xwe ser merivara negirin û ne jî xwe nimiz hesab kin. w17.01 3:17, 18
Led, 26 Tebax
Xebata we boş-betal nîne li ber Xudan (1 Korn. 15:58).
Îsa meseleke baş hîşt, ku çawa hîn kin yên mayîn seva ewana hê zêde cabdariya hildine ser xwe. Îsa zanibû, wekî ew wê timê ser erdê nîbe û yên din gerekê şixulê wî berdewam kin. Ewî zanibû, wekî şagirtên wî gunekar in, lê yeke ewî îtbariya xwe wana dianî û wanra got ku ewana wê wî zêdetir bikin (Yûhn. 14:12). Ewî ewana bi temamî hazir kirin û hîn kirin bona wî şixulî. Û wana mizgînî bela dikir hemû ciya kîderê dikaribûn (Kols. 1:23). Paşê çaxê Îsa emirê xwe qurban kir, ew hate saxkirinê û çû li ezmên. Wêderê ewî hê zêde şixul stand. Xwedê “ew danî ser hemû serwêrtiya, hukumetiya, qewata, xudantiya” (Efes. 1:19-21). Hergê jî usa biqewime ku pêşiya Harmegedonê em emirê xwe unda kin, emê bêne saxkirinê dinya tezeda. Emê wêderê gelek şixulên hewas bikin û şabûnê bistînin. Lê niha, her kes ji me dikare şixulekî gelek ferz bike, dêmek mizgîniyê bela ke û şagirta hazir ke. Were em gişk ça cahil usa jî emirda mezin, “her gav şixulê Xudanda pêşda herin”. w17.01 5:17, 18
Duşem, 27 Tebax
Ez Yehowa me, ez nayêm guhastin (Malx. 3:6, DT).
Qewata kirînê tu car kuta nabe (Îbrn. 9:24-26). Kirîn bi temamî me xilaz dike ji gune û mirinê ku ji Adem derbazî ser me bûye. Xêncî vê yekê, bi saya qurbana Îsa em aza ne ji hukumê dinya Şeytan û em îda mirinê natirsin (Îbrn. 2:14, 15). Sozên Xwedê wê ese bêne sêrî. Çawa ku Yehowa qanûnên tebiyetê usa danî wekî ewana nayêne guhastinê, usa jî xwexa Yehowa tu car nayê guhastinê. Ew wê tu car me nehêle. Yehowa mera ne ku tenê jîyînê dide, ew usa jî me gelek hiz dike. “Em wê hizkirina Xwedêye hindava xweda nas dikin û bawer dikin. Xwedê hizkirin e” (1 Yûhn. 4:16). Axiriyêda erd wê bibe cineta bedew û xweş, û ser erdê her kes wê çev bide hizkirina Xwedê. Wî wedeyî hemû xizmetkarên Xwedê, hin ser erdê hin ser ezmana wê bêjin: “Pesin, rûmet, serwaxtî, şikirî, hurmet, qewat û zorayî bira heta-hetayê Xwedêyê mera be. Amîn” (Eyan. 7:12). w17.02 2:16, 17
Sêşem, 28 Tebax
De em xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin (2 Korn. 7:1).
Sala 1973, “Birca Qerewiliyê”-da ya 1 Hezîranê, pirseke usa hebû: “Gelo merivên ku cixare neterikandine, dikarin bêne nixumandinê?” Caba vê pirsê usa bû: “Ji Kitêba Pîroz eyan e wekî na”. Paşî vê yekê, vê “Birca Qerewiliyê”-da ser hîmê çend rêzên ferz hatibû şirovekirinê, wekî çira merivê ku naxwaze cixarê biterikîne, gerekê ji civatê bê derxistinê (1 Korn. 5:7). Usa jî li wêderê hate gotinê: “Ew prînsîp ne ji meriva ye, lê ji Xwedê ye, kîjan ku bi saya Xebera xwe mera eyan dike”. Kitêbekêda derheqa rêlîgiyên Dewletên Yekbûyîda tê gotinê: “Serwêrên dînê Mesîhtî dîna xwe didin ku endemên dêra wan çi bawer dikin û çi wanara dest dide, û li gora wê yekê timê hînkirinên xwe diguhêzin”. Qe rêlîgiya usa heye kîjan ku bi temamî pey Xebera Xwedê diçe, hergê jî ew yek hine endemên vê rêlîgiyayêra çetin e? w17.02 4:15
Çarşem, 29 Tebax
Kî ku xwe bilind ke, ewê nimiz be, lê kî ku xwe nimiz ke, ewê bilind be (Met. 23:12).
Rûspî naxwazin wekî wana bilind kin û rûmet kin ça merivên nav û deng. Rastî jî ewana gelek cude dibin ji serwêrên rêlîgiyên îroyîn û ji yên qirna yekê. Îsa derheqa wan serwêra got: “Şayîyada herema jorin hiz dikin, kinîştada jî kursiyêd pêşin, bazarada silavê bidine wan” (Met. 23:6, 7). Şivanên rast bi milûktî gura wan giliyên Îsa dikin: “Bira wera nebêjin: ‘Mamosta’, çimkî dersdarê we yek e û hûn hemû jî bira ne. Li ser dinê hûn tu kesîra nebêjin: ‘Bavo’, çimkî Bavê we yek e, ku ezmana ye. Ne jî wera bêjin: ‘Rêber’, çimkî Rêberê we yek e, ew Mesîh e. Bira nava weda yê herî mezin bibe berdestiyê we” (Met. 23:8-11). Belê, rûspiyên civatê milûk in çimkî giliyên Îsa tînin sêrî, lema jî xûşk-bira wana hiz dikin û qedirê wan digirin. w17.02 4:15
Pêşem, 30 Tebax
Her kesê xurca xwe hilgire (Galt. 6:5).
Em gerekê xwexa safîkirina bikin. Û seva ku bi bîlanî safîkirin û bijartina bikin, em gerekê rind bizanibin Xebera Xwedê. Em bona xwe gerekê xwexa safîkirina bikin û evê borcdariya xwe nevêjin stûyê kesekî din. Em gerekê bizanibin ku çi rast e ber çevê Xwedê û ewê yekê bijbêrin. Lê ça dikare usa biqewime ku kesekî din dewsa me safîkirina bike? Hergê em pê fikirên kesekî din safîkirina dikin, wî çaxî safîkirina me dikare nebaş be (Metlk. 1:10, 15). Em borcdar in wekî pey îsafa xwe herin ku pê Kitêba Pîroz hînkirî ye. Bi rastiyê hergê em îzinê didin ku kesekî din dewsa me safîkirina bikin, usa dertê ku em pey wan diçin. Lê ew safîkirin dikare axiriya xirab mera bîne. Pawlos Mesîhiyên Galatî pêşda şîret kir, wekî ewana haş xwe hebin seva îzinê nedin ku dewsa wan kesên din safîkirina bikin (Galt. 4:17). Galatîda hine bira dixwestin dewsa xûşk-bira bijartina bikin. w17.03 2:8-10
Înî, 31 Tebax
[Yoşiya] cahil bû, dest bi lêgerîna Xwedayê bapîrê xwe Dawid kir û di sala 12-da destpêkir û Cihûdayê û Orşelîmê, ji ciyên bilind û ji Aşeran û pûtên qewartî û ji pûtên rijandî paqij kir (2 Dîr. 34:3).
Yoşiya kirên rast dikir, çimkî dixwest dilê Xwedê şa kira. Diqewime Minaş Padşa, kalikê Yoşiya, jêra gilî dikir derheqa Xwedê û rema wî. Cahil jî dikarin çev bidine Yoşiya û hê nêzîkî Yehowa bin. Cahilno, malbetêda û civatêda hevaltiyê bikin tevî merivên emirda mezin. Hûnê qewî bin çaxê ewana wera gilî kin, ku Yehowa hindava wanda ça qenc bû. Usa jî, bîr nekin wekî xwendina Nivîsara, dilê Yoşiya girt û lema ew hêlan bû hê zêde guhastina bike. Çaxê hûn jî Kitêba Pîroz bixûnin, hûnê bixwazin hê dilê Xwedê şa kin û hûnê hê bextewar bin. Hin jî, hûnê dostiya xwe tevî Xwedê qewî kin, û usa jî alî merivên din bikin wekî bêne cem Xwedê (2 Dîr. 34:18, 19). Çaxê hûn Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, hûnê bivînin çida gerekê xizmetiya xwe hê baş kin û mîna Yoşiya guhastina bikin. w17.03 3:18, 19