KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es18 rûp. 88-97
  • Îlon

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îlon
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
  • Binserî
  • Şemî, 1 Îlon
  • Led, 2 Îlon
  • Duşem, 3 Îlon
  • Sêşem, 4 Îlon
  • Çarşem, 5 Îlon
  • Pêşem, 6 Îlon
  • Înî, 7 Îlon
  • Şemî, 8 Îlon
  • Led, 9 Îlon
  • Duşem, 10 Îlon
  • Sêşem, 11 Îlon
  • Çarşem, 12 Îlon
  • Pêşem, 13 Îlon
  • Înî, 14 Îlon
  • Şemî, 15 Îlon
  • Led, 16 Îlon
  • Duşem, 17 Îlon
  • Sêşem, 18 Îlon
  • Çarşem, 19 Îlon
  • Pêşem, 20 Îlon
  • Înî, 21 Îlon
  • Şemî, 22 Îlon
  • Led, 23 Îlon
  • Duşem, 24 Îlon
  • Sêşem, 25 Îlon
  • Çarşem, 26 Îlon
  • Pêşem, 27 Îlon
  • Înî, 28 Îlon
  • Şemî, 29 Îlon
  • Led, 30 Îlon
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
es18 rûp. 88-97

Îlon

Şemî, 1 Îlon

Bira sebir karê xwe temam bike (Aqûb 1:4, DT).

Kitêba Pîrozda sebir nayê hesabê, ku tenê çetinayada yole herin. Sebir heye halê hişê me û dilê me, yan jî ew yek çawa em xwe didine kifşê tengasiyada. Merivê ku sebir dike mêrxasiyê, aminiyê û teyax dide kifşê. Kitêbekêda xebera sebir usa hatiye şirovekirinê: “Ew heye nihêrandina usa, bi kîjanî tu dikarî ber tişta teyax kî, ne ku tenê mecbûr bî teyax kî, lê bi baweriyê hîviyê bî. Ew hunurek e, kîjan alî meriva dike, ku xwe ser niga bigire çaxê ba wî dixe. Sebir karê dide me, bi alîkariya sebirê tengasiya lape giran jî bona me dibe rûmet, çimkî em pişt êşêva nêtê divînin”. Hizkirin me hêlan dike sebir kin (1 Korn. 13:4, 7). Hizkirina hindava Yehowa me hêlan dike çetinaya derbaz kin, kîjan ku Yehowa dihêle (Lûqa 22:41, 42). Hizkirina hindava xûşk-bira alî me dike sebir kin qisûrtiya wan (1 Pet. 4:8). Hizkirin hindava hevalzewacê me, alî me dike ku sebir kin wedê “oxirmêd giran”, kîjan hela hê rastî cotên bextewar jî tên. Xêncî vê yekê, hizkirin zewacê qewî dike (1 Korn. 7:28). w16.04 2:3, 4

Led, 2 Îlon

Wan[a] timê . . . li hev diciviyan (Kar. Şand. 2:42).

Wana “timê xwe li hînkirina şandiya digirt, li hev diciviyan”. Wî çaxî Mesîhiyên pêşin dijîtin bin hukumê Romê û serwêrên rêlîgiya Cihûyada, û wanra nehêsa bû ku herine civînê. Lê yeke, ewana timê diçûne civînê. Îro jî gelek xizmetkarên Yehowa razîbûna xwe didine kifşê bona civata. Corc Gangas, kîjan ku 22 sala xizmet dikir Koma Rêberiyêda, got: “Emirê minda topbûyîna tevî xûşk-bira şabûn û qewîkirina gelek mezin e bona min”. Ew zêde dike: “Timê fikir û xwestina min wî alîda ye ku herime civatê”. Tu jî ewê yekê ser xwe texmîn dikî, çaxê em tevayî top dibin ku Yehowara xizmet kin? Hergê erê, her tiştî bike seva hertim bêyî ser civînê. Bi wî cûreyî tê nîşan kî, ku tu tevî giliyên Dawid Padşa qayîl î, ku got: “Ez hiz dikim ya Xudan ji mala te” (Zeb. 26:8, ÎM). w16.04 3:16-18

Duşem, 3 Îlon

Pêşiyê here birê xwera li hev were (Met. 5:24).

Bide ber çevê xwe, ku tu pêhesiyayî wekî birakî ser te xeyîdî. Vê derecêda tu gerekê çi bikî? Tu gerekê tevî birê xwe xeberdî. Dîna xwe bide, ku çaxê tevî birê xwe gerekê xeberdî, nêta te gerekê çi be. Tu gerekê ne ku birê xwe neheq kî, lê şaşiya xwe gerekê bêjî û edilayê çêkî. Dêmek, lape ferz ew e, ku em tevî xûşk-birên xwe edilayêda bin. Mesele, dîna xwe bidin derecekê ku orta Birahîm û Lûtda qewimî. Heywanên herda jî gelek hebûn. Û lema diqewime şivanên heywanên wan, bona erd hevra diketine dewê. Birahîm dixwest edilayî xwey kira, lema ewî Lûtra got, ku pêşiyê Lût xwera bijbêre erdê baş, kîderê ku mal û hemû hebûka wî cîwar bûya (Destp. 13:1, 2, 5-9). Bi rastiyê meseleke çiqas baş e! Birahîm edilayî digeriya, ne ku kara xwe. Lê gelo Birahîm ji bo merdaniya xwe zirarê ket? Tu car na! Derbêra, hema paşî vê dereca tevî Lût, Yehowa keremên gelek mezin soz da Birahîm (Destp. 13:14-17). Yehowa tu car wê nahêle ku em zirarê kevin, seva vê yekê ku em pê prînsîpên Kitêba Pîroz çetinayên orta hevdu safî dikin. w16.05 1:11, 12

Sêşem, 4 Îlon

Bizanibin çi ye qirara Xudan (Efes. 5:17).

Yehowa bi Kitêba Pîroz qanûn û temiyên zelal daye me. Mesele, Yehowa qedexe dike bênamûsiyê, pûtparistiyê, diziyê, û serxweşiyê (1 Korn. 6:9, 10). Xêncî vê yekê, Kurê Xwedê, Îsa Mesîh ev temiya konkrêt da peyçûyên xwe: “Herin hemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz binixumînin û wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me!” (Met. 28:19, 20). Rastî jî, qanûn û temiyên Xwedê çiqas me xwey dikin û karê mera tînin! Ew temiyên Xwedê me hîn dikin ku qedirê xwe bizanibin, sihet-qewata xwe xwey kin, û ça malbetêda bextewar bin. Û hê zêde, çaxê em temiyên Yehowa tînin sêrî, û mizgînê bela dikin, ew me qebûl dike û me kerem dike. w16.05 3:1

Çarşem, 5 Îlon

Ser hişê xweda werin, nêt-fikirêd we bira nû bin (Rom. 12:2).

Çaxê em pê rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz herin, emê fikir, xeberdan, û kirên xweda hê rind çev bidine Yehowa (Lûqa 11:13; Galt. 5:22, 23). Lê yeke, paşî vê yekê jî em gerekê dîsa berdewam kin ser kêmasiyên xwe bixebitin (Metlk. 4:23). Hergê tu texmîn dikî, ku tu ruhanîda hêdî pêşda diçî, bîra xweda xwey ke ku wede lazim e seva wê yekê. Çimkî em gerekê timê ser xwe bixebitin, wekî çev bidine hunurên Xwedê. Û em gerekê sebir bin, çaxê dixwazin ku Kitêba Pîroz nav meda guhastina bike. Pêşiyê, em gerekê xwe hîn kin ku li gora hînkirinên Kitêba Pîroz bijîn. Paşê, wê mera diha hêsa be ku mîna Yehowa bifikirin, û kirên usa bikin, kîjan wî xweş tên (Zeb. 37:31; Metlk. 23:12; Galt. 5:16, 17). w16.05 4:14, 16

Pêşem, 6 Îlon

Şabûna wî hînkirina Xudanda ye, şev û roj ser wê hînkirinê kûr difikire (Zeb. 1:2).

Îro, Yehowa me rast dike û diguhêze, bi saya Kitêba Pîroz, ruhê xweyî pîroz, û civatê. Em gerekê timê bixûnin Kitêba Pîroz û çi dixûnin ser bifikirin. Usa jî em gerekê dua bikin Yehowara, ku alî me bike, wekî em bidine xebatê çi ku em pêdihesin. Dawid nivîsî: “Çaxê ez te, nav nivînada bibîr tînim, dirêjaya şevêda, ez [derheqa] te kûr difikirim” (Zeb. 63:6, ÎM). Ewî usa jî got: “Pesnê te didim, Xudanê ji bo min şîretdar, bi şeva jî dilê min ji minra dibe hîndar” (Zeb. 16:7, ÎM). Belê, Dawid kûr difikirî ser şîretkirina Xwedê, û ewî dihîşt ku şîretên Xwedê kûr dilê wîda bimînin, hela hê wî çaxî jî çaxê çetin bû wîra şîretê qebûl ke (2 Sam. 12:1-13). Belê, Dawid gelek milûk bû, û ewî gura Xwedê dikir. Em jî gerekê çev bidine wî. Lê çaxê hûn dixûnin Xebera Xwedê, hûn difikirin ser, û dihêlin ku giliyên Xwedê dilê we bigirin? Vê yekêda dîsa hûn ça dikarin hê pêşda herin? (Zeb. 1:3). w16.06 1:11

Înî, 7 Îlon

Bira xeyîdêda ruhê te ne bi lez be (Waîz 7:9).

Em gişk gunekar in, û lema tu kes ji şaşiya xweykirî nîne. Lema em gerekê ji xûşk-bira hîviyê nîbin, ku ewana şaşiya nekin. Û wê ne baş be ku em gelek dîna xwe bidin ser şaşiyên wan, çimkî usa em dikarin şabûnê unda kin xizmetiyêda, îlahî wan rojên xilaziyêda. Lape xirab wê ew be, hergê şaşiyên xûşk-birên me, me bilikumînin, û seva wan şaşiya em hela hê jî teşkîleta Yehowa bihêlin. Hergê usa biqewime, emê îda nikaribin qirara Yehowa bînin sêrî, û jîyîna heta-hetayê bistînin. Seva ku em şabûn û baweriya xwe qewî xwey kin, em gerekê rind bîra xweda xwey kin ew sozê Yehowa: “A vay, ez ezmanên nû û erdên nû diefirînim û wê bîranîna tiştên berê neyên kirin û neyên ramanê” (Îşa. 65:17; 2 Pet. 3:13). Were em îzinê nedine xwe, ku seva şaşiyên merivên din, em wan keremên baş unda kin. w16.06 4:13, 14

Şemî, 8 Îlon

Xwedayê me Yehowa, tek e Yehowa (Qan. Dcr. 6:4, DT).

Xebera “tek”, yanê yek, tê hesabê ku nêt û kirên wî yek in. Yehowa Xwedê nayê guhastinê. Ew timê amin e û rast e. Ewî soz dabû Birahîm ku zureta wî wê Erdê Sozdayî war be, û Yehowa keremetên mezin kir seva ewî sozî bîne sêrî. Yehowa hela hê jî 430 sal paşî sozdayîna xwe, sozê xwe neguhast û anî sêrî (Destp. 12:1, 2, 7; Derk. 12:40, 41). Paşî hine qirna, çaxê Yehowa Îsraêlî nav kirin ça şedên xwe, ewî wanara da kifşê ku ew nehatiye guhastin, û usa jî got: “Berî min Xwedê nebû û paşî min jî nabe”. Ewî wanra eyan kir, ku nêta wî nayê guhastin, û wekiland ku ew  e Xwedêyê tek (Îşa. 43:10, 13; 44:6; 48:12). Rastî jî çiqas qedirekî mezin bû bona Îsraêliya. Îro ew qedirekî mezin e bona me jî, ku em xizmetkarên Yehowa ne. Em xizmetkarên wî Xwedêyî ne, yê ku nayê guhastin, û timê amin e (Malx. 3:6; Aqûb 1:17). w16.06 3:6, 7

Led, 9 Îlon

Haş ji xwe hebin! Hişyar bimînin! Çimkî hûn nizanin kengê wextê pêra bigihîje (Marq. 13:33).

Îro gelek welat sînorên xwe xwey dikin bi “qerewila”, dêmek eskera. Usa jî ewana sîstêmên xweykirinê didine xebatê, kîjan ku pê têxnolojiyên teze hatine çêkirinê. Esker cabdar in ku miqat bin, wekî tu kes bêqanûnî nekeve welatên wan. Ew esker usa jî welat ji dijmina xwey dikin, seva bineliyên welatên wan ziyanê nestînin. Lê ew “qerewil” welatên xwe dikarin tenê ji wan xofiya xwey kin, kîjan ku ji meriva tên. Ewana nizanin derheqa Padşatiya Xwedê, serwêrê kîjan ku Îsa ye. Ew Padşatî zûtirekê wê dîwana hemû serwêrtiyên meriva bike (Îşa. 9:6, 7; 56:10; Dan. 2:44). Lê em aliyê xweda gerekê serxwe bin û ruhanîda hişyar bimînin. Usa emê hazir bin bona vê rojê (Zeb. 130:6). Çiqas jî em nêzîkî xilaziya wê dinyayê dibin, haqas mera hê çetin dibe hişyar bimînin. Û wê çiqas neaqilayî be, hergê em fesal nîbin! w16.07 2:2, 9, 10

Duşem, 10 Îlon

Kerema [Xwedê] ku bi minra ye, boş- betal nîbû (1 Korn. 15:10).

Pawlos rind fem dikir, ku ew hêjayî remtiya Xwedê nîbû, çimkî ewî berê Mesîhî dizêrandin. Çaxê Pawlos îda emirda mezin bû, ewî Tîmotêyora nivîsî: “Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me razî me, yê ku qewat da min, ez amin hesab kirim, danîme ser vê xizmetkariyê” (1 Tîmt. 1:12-14). Lê gelo ew çi cûre xizmetkirin bû? Pawlos gote rûspiyên civata Efesî: “Ez emirê xwe layîqî tu tiştî nakim, tenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standiye bînime sêrî, awa gotî Mizgîniya kerema Xwedê bi merîfetî dannasîn kim” (Kar. Şand. 20:24). Pawlos bi xîret xizmet dikir, û bona Mesîhiyên îroyîn ewî meseleke gelek baş hîşt. Ewî eyan kir ku qenciya Xwedê hindava wî, “boş-betal” nîbû. w16.07 4:1-3

Sêşem, 11 Îlon

Ezê bi sebir hîviyê bim (Mîx. 7:7, DT).

Cara dibeke Yehowa dihêle ku em hîviyê bin heta cabdariya bistînin, yan heta dereca me aliyê başda bê guhastinê. Lê yeke Yehowa timê alî xizmetkarên xweyî amin dike. Yehowa Birahîmra soz da ku kur wê wîra bibe (Îbrn. 6:12-15). Lê Birahîmra lazim bû bi sala hîviya bûyîna Îshaq bûya. Birahîm bi sebir hîviyê bû û tu car baweriya xwe hindava Yehowa unda nedikir. Û Yehowa jî sozê xwe anî sêrî (Destp. 15:3, 4; 21:5). Belê, hêsa nîne hîviyê bin (Metlk. 13:12). Hergê em gelek difikirin derheqa dereca xwe, û ku nêtên me nayêne sêrî, em dikarin dilteng bin. Dewsa wê yekê, wê bi bîlanî be ewî wedeyî seva vê yekê bidine xebatê, wekî hunurên xwe hê baş kin û ruhanîda hê pêşda herin. Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin, em dikarin hunurên baş nav xweda pêşda bînin. Mesele bîlanî, femkarî, serwaxtî, aqilda giranî. Dikarin bêjin her roj em safî dikin kîjan wedederbazkirina bijbêrin, ça xwe kin û xwe bixemilînin, ça pera xerc kin, û hindava meriva ça bin. Wan tiştada emê safîkirinên rast bikin, hergê şîretên ji Kitêba Pîroz bidine xebatê. w16.08 3:9-11

Çarşem, 12 Îlon

Xwedê xwexa vê yekê dike dilê we (Fîlî. 2:13).

Yehowa alî Îsraêliya kir, wekî ewana şerda himberî Amalêkiya û Etyûpiya serkevin. Yehowa usa jî qewat da Nehemiya û yên ku tevî wî bûn, wekî ewana şixulê avakirina paristgehê xilaz kin. Xwedê wê qewatê bide me jî wedê peyketina, yan çaxê em dilteng dibin, seva berdewam kin mizgîniyê bela kin (1 Pet. 5:10). Lê belê, em hîviyê nînin ku Yehowa wê bona me keremeta bike. Dewsê, em aliyê xweda gerekê tiştekî bikin. Em gerekê her roj Xebera Xwedê bixûnin, civata nehêlin û hazir bin bona civatê. Xêncî wê yekê, bi saya hînbûna şexsî û qulixkirina tevî malbetê, em gerekê ruhanîda xwe têr kin. Usa jî em gerekê timê îtbariya xwe Yehowa bînin û wîra dua bikin. Yehowa bi saya wan tişta me qewî dike û me dişidîne. Lema were em tu car nehêlin wekî emirê meda şixulên din ciyê pêşin bigirin, dewsa şixulên ruhanî. Hergê we texmîn kir ku wan şixulên ruhanîda destên we sist bûne, alîkariyê ji Xwedê bixwazin. Hûnê bivînin ku ça ew bi ruhê xwe qewatê dide we, ku “hûn dixwazin û dikin, çawa li wî xweş tê”. w16.09 1:12

Pêşem, 13 Îlon

Bona ku pêşiya her cûre qaviyê bê girtinê, bira mêr bê jin nebe û jin jî bê mêr (1 Korn. 7:2).

Pawlosê şandî şîret da Mesîhiya ku hê baş e azep bimînin, lê ewî usa jî got: “Bona ku pêşiya her cûre qaviyê bê girtinê, bira mêr bê jin nebe û jin jî bê mêr”. Paşê ewî zêde kir: “Heger xwe zeft nakin, bira bizewicin-mêr kin, çimkî qenc e ku ew bizewicin-mêr kin, ne ku xweda bişewitin”. Xwestina bedenêye qewî dikare bibe menî, ku meriv tiştên xirab bike, mesele mastûrbasiya yan bênamûsî. Lema jî hinek safî dikin ku hê baş e bizewicin yan mêr kin. Lê pêşiya ku bizewicin yên azep gerekê bifikirin, hela ewana bi rastiyê gihîştî ne seva zewacê yan na. Pawlos got ku hergê kesek îda gihîştiye, û safî kiriye bizewice-mêr ke, wî çaxî wê yekêda tiştekî xirab tune (1 Korn. 7:9, 36; 1 Tîmt. 4:1-3). Lê heger kesek hê gelek cahil e û xwestina wîye bedenî gelek qewî ye, ew nayê hesabê ku gerekê lezkeve bizewice yan mêr ke. Çimkî dibeke ew hê hazir nîne her tiştî bike, çi ku jê tê xwestinê di zewacêda. w16.08 1:17

Înî, 14 Îlon

Her tiştîda em xwe . . . didine kifşê, çawa qulixkarêd Xwedê (2 Korn. 6:4).

Gelek meriv derheqa me usa difikirin, çawa ku em rûva têne xanê (1 Sam. 16:7). Lema jî, em çawa xizmetkarên Xwedê, fem dikin ku kincxwekirina me gerekê ne ku tenê me xweş bê û komfort be, lê lazim e hê zêde tişt bikin. Prînsîpên ji Xebera Xwedê gerekê me hêlan kin, ku kincê necayîz xwenekin, mesele kincê teng, vekirî, û kincê usa, ku bibine menî wekî xelq bi çevê xirab me binihêrin. Ew usa jî tê hesabê kincên usa, ku endemên bedenê yê şermî gelek eyan dide kifşê. Em gerekê usa xwenekin, ku meriv me eciz bin û mecbûr bin aliyê me nenihêrin. Çaxê kincê me layîq, milûk, terbet û temiz e, meriv wê qedirê me çawa xizmetkarên Yehowa, bigirin. Û ewana jî dikarin bibine xizmetkarên Xwedê. Usa jî, kincê meye layîq, wê baş hukum be ser teşkîleta Xwedê. Û axiriyêda yên mayîn dibeke guh bidine mizgînê, ya ku emirê meriva xilaz dike. w16.09 3:5, 6

Şemî, 15 Îlon

Milûk bin û şîrinayiya xwe hindava hemû merivada bidine kifşê (Tîto 3:2).

Derbêra nefikirin wekî hûn rind zanin ku ewana çi bawer dikin. Çimkî hine meriv dibêjin wekî ewana êvolûsiyayê bawer dikin, lê hin jî bawer dikin ku Xwedê heye. Ewana difikirin ku Xwedê hemû tişt bi êvolûsiyayê efirandiye. Hinek jî êvolûsiyayê bawer dikin, çimkî difikirin ku hergê ew nerast bûya, mektebada ew têoriya wê hîn nekirana. Hinek jî Xwedê bawer nakin, çimkî baweriya xwe rêlîgiya naynin. Lema jî, çaxê hûn tevî kesekî derheqa Efirandar şêwir dikin, wê kêrhatî be ku pêşiyê pirsa bidine wan, seva têderxin ku ewana çi bawer dikin. Hergê hûn bi dil û can wana bibihên, ewana jî wê hêlan bin guh bidine we. Hergê kesek wera dibêje ku hûn badîhewa bawer dikin, ku Efirandar heye bi nermî jêra bêjin, ku bira ew şiroveke ku çawa emir bê Efirandar pêşda hatiye. Paşê jî bêje, wekî seva ji şaneya (ûcre) biçûk tiştekî mezin pêşda bê, lazim e ew şane ji hev zêde be. Profêsorekî kîmiyayê got “Ew ecêbmayî ye ku hela hê şaneya biçûk jî çiqas çetin e”. w16.09 4:12, 13

Led, 16 Îlon

[Wana] azayî nexwestin . . . , wekî ji mirinê rabin bigihîjine jiyîneke hê qenc (Îbrn. 11:35).

Diqewime Pawlos digot derheqa Nabot û Zekerya, kîjan ku dane ber kevira, çimkî wana gura Xwedê dikir (1 Padş. 21:3, 15; 2 Dîr. 24:20, 21). Daniyêl û hevalên wî jî ber bijartinê bûn, hela Xwedêra amin bimînin, yan jî serê xwe ber xudanên qelp daynin. Wana dikaribû “azayî” bijbarta, lê wana baweriya xwe Xwedê dianîn û seva wîra amin bimînin hazir bûn emirê xwe jî bidin. Daniyêl avîtine nav şêra, lê hevalên wî avîtine nava agir. Yeke wana qayîm bawer dikir, ku Xwedê wê qewatê bide wan û alî wan bike sebir kin wan çetinayada (Îbrn. 11:33, 34; Dan. 3:16-18, 20, 28; 6:13, 16, 21-23). Gelek pêxemberên amin, mesele Mîxa û Yêremya, kelada dihatine “zêrandinê”, û hin jî meriva qerfê xwe wana dikirin. Hinek jî mîna Êlyas, “li berî û çiya digeriyan, şkeft û nelada diman”. Her kes ji wan Xwedêra amin man, çimkî dudilî nîbûn wekî sozên Xwedê wê ese bêne sêrî (Îbrn. 11:1, 36-38; 1 Padş. 18:13; 22:24-27; Yêrem. 20:1, 2; 28:10, 11; 32:2). w16.10 3:10, 11

Duşem, 17 Îlon

Bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire (Fîlî. 2:3).

Çaxê em bi dil û can silav dikin xerîbên ku têne Oda Civata me, bi vê yekê em wanra qenciyê dikin. Diqewime me dîna xwe da wekî merivên xerîb ku teze hatine welatê me, şerm dikin û xwe başqe dikin. Yan jî, dibeke miletên din wana nimiz dikin, çimkî ewana ne miletê wan in û cûrekî mayîn hatine mezinkirinê. Lema pêşiyê em gerekê wana germ silav kin û pêbihesin derheqa halê wan. Hergê ser zimanê we heye “JW Language app”, hûn dikarin li wêderê hine xeber hîn bin, wekî ser zimanê wanî dê, wana silav kin (Fîlî. 2:4). Dibeke hûn şerm dikin nêzîkî wan meriva bin, yên ku ne ji miletê we ne. Seva hûn aza nêzîkî wan bin, hûn dikarin derheqa xwe wanra tiştekî gilî kin. Zûtirekê hûnê bivînin ku rast e hûn hinek ji hev cude dibin, lê gelek tiştada hûn mîna hev in. Bi rastiyê, her miletekîda çawa tiştên baş hene, usa jî kêmasî hene.w16.10 1:13, 14

Sêşem, 18 Îlon

Deng heye ku nava weda bênamûsî jî heye û ew jî bênamûsîke usa, wekî nava pûtparistada jî tune (1 Korn. 5:1).

Hergê em pey rêberiya Xebera Xwedê herin, civatêda emê temizaya ruhanî xwey kin. Were şêwir kin dereca civata Korintîda. Wî şeherîda Pawlos gelek xizmet dikir û xûşk-birên wêderê gelek hiz dikir (1 Korn. 1:1, 2). Lê bidine ber çevê xwe, wekî ew ça dilteng bû, çaxê bihîst wekî civatêda kesek bênamûsiyê dike, lê yek e wana civatêda dihêlin. Pawlos gote rûspiya, wekî “wî merivî bidine destê Mîrêcin”, yanê bi giliyên din bêjin, ji civatê derxin. Ew yek lazim bû seva civat xwe ji “hevîrtirşk” xwey ke (1 Korn. 5:5-7, 12). Îro jî rûspî dikarin safî kin, wekî ji civatê derxin wî merivî, kîjan gunê xwe nayne rûyê xwe. Û hergê em tevî wî merivî usa bin çawa Kitêba Pîroz dibêje, wî çaxî emê temizaya civatê xwey kin. Hin jî wî cûreyî ew meriv dikare poşman be û baxşandinê bixwaze ji Yehowa. w16.11 2:14

Çarşem, 19 Îlon

Heger gotineke we heye ku dil bidine cimetê, kerem kin bêjin (Kar. Şand. 13:15).

Dildayîn dikare kareke gelek mezin bîne. Birakî me dibêje: “Bi sala ez nikarim xwe xilaz kim ji wan fikira ku ez bêkêr im. Lê carekê min tevî rûspî xizmet dikir kîjanî ku têderxist wekî ez medekirî me. Û çaxê min jêra dilê xwe vekir, ewî gelek bi dilşewatî min dibihîst. Paşê ewî anî bîra min kirên mine baş. Ewî usa jî anî bîra min giliyên Îsa, wekî her meriv ji gelek çivîka qîmettir e. Ez gelek car ewê rêzê tînim bîra xwe û heta niha ew min dilgerm dike. Giliyên rûspî gelek dilê min girtin” (Met. 10:31). Kitêba Pîroz dibêje wekî em gerekê timê dil bidine hev. Pawlosê şandî Mesîhiyên Îbranîra nivîsî: “Her roj dil bidine hev, . . . wekî ji we tu kes bi guna nexape, nebe serhişk” (Îbrn. 3:13). Hergê hûn tînin bîra xwe ku ça hûn pê giliyên kesekî qewî bûne, hûn îda zanin ku çiqas ferz e dil bidine hev. w16.11 1:2, 3

Pêşem, 20 Îlon

Merivê derên û tiştêd xêlif wê xeber din, ku şagirta pey xwe bibin (Kar. Şand. 20:30).

Sala 313 D.M., Împêratorê Romê Konstantîn, yê ku pûtparist bû, rêlîgiya Mesîhîtîye qelp welatêda qanûnî kir. Carekî ewî çûbû ser civîna serwêrên dêra. Paşî vê civînê, ewî ferman da wekî Arîûs keşîş ji dêrê derxin, çimkî Arîûs înkar kir wekî Îsa Xwedê ye. Paşê, wedê Împêrator Têodorê I (379-395 D.M.), rêlîgiya Mesîhîtîye qelp, ku hate naskirinê ça Dêra Katolîkî, Împêriya Romêda bû rêlîgiya fermî. Terîxzan dibêjin wekî Romê pûtparist, “Mesîhîtiyê” qirna çarada qebûl kir. Û hema wî wedeyî rêlîgiya Mesîhîtîye qelp û rêlîgiyên pûtparistî tevîhev bûn, û bûne endemên Babîlona Mezin. Lê hela hê wî çaxî jî koma biçûk ya Mesîhiyên rûnkirî, yên ku mîna “genim” bûn, hemû tişt dikirin çi ku destê wan dihat seva Xwedêra xizmet kin (Met. 13:24, 25, 37-39). w16.11 4:8, 9

Înî, 21 Îlon

Hemû xemêd xwe bavêjine ser [Yehowa], çimkî ew bona we xem dike” (1 Pet. 5:7).

Em dijîn rojên gelek çetinda, çimkî Mîrê-cin gelek hêrs e û “mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke” (1 Pet. 5:8; Eyan. 12:17). Lema em ecêbmayî namînin, wekî em ça xizmetkarên Xwedê, cara dilteng dibin û kul-derda divînin. Berê jî xizmetkarên Xwedê cara dilteng dibûn. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Dawid padşa ji xemên xwe dineliya (Zeb. 13:2). Usa jî bînin bîra xwe, wekî Pawlos jî seva hemû civîna xem dikir (2 Korn. 11:28). Lê hergê em îda kul-derdada dixeniqin, em çi dikarin bikin? Bavê meyî ezmana ku me hiz dike, çawa berê alî xizmetkarên xwe dikir, usa jî îro ew alî me dike çaxê em kul-derda dikişînin. Çawa? Xwedê dilrihetî dide me, bi saya dua, xwendina Xebera Xwedê û fikirandin ser, ruhê Xwedêyî pîroz, û usa jî çaxê em derheqa xemên xwe gilî dikin wî kesîra, îtbariya xwe kê jî tînin. w16.12 3:1, 2

Şemî, 22 Îlon

Ew axiriyê mêriv dibine berbi mirinê (Rom. 6:21).

Xizmetkarên Yehowa pêşiya ku bihatana nava rastiyê, kirên nerast dikirin. Dibeke wana tiştên usa dikirin, bona “kîjana niha . . . şerm dikin” (Rom. 6:21). Lê ewana kirên xirab terikandin, û hatine guhastinê. Mesele, Pawlos Mesîhiyên Korintîra neme nivîsî, û ji wana hinek berê pûtparist, diz, kone, serxweş bûn. Lê yeke ewana “ji guna hatine şûştinê” û “hatine buhurtî-jibarekirinê” (1 Korn. 6:9-11). Mesîhiyên Romêda jî gerekê emirê xwe biguhastana. Pawlos wanra nivîsî: “Endemêd qalibê xwe nedine gune ku bibine hacetêd neheqiyê, lê belê xwe bidine destê Xwedê, çawa yekî ji mirinê rabûyî, bira endemêd we bibine hacetêd heqiyê, bona Xwedê” (Rom. 6:13). Pawlos bawer bû, wekî ewana dikarin tiştên rast bikin û berdewam kin ji qenciya Xwedê karê bistînin. w16.12 1:13

Led, 23 Îlon

Îtbariya xwe Yehowa bîne (Zeb. 37:3, DT).

Yehowa meriv bi fereset û hunurên baş efirandiye. Ewî hiş-aqil daye me seva ku em bikaribin çetinaya safî kin û nêta daynin pêşiya xwe (Metlk. 2:11). Ewî qewat daye me, wekî em bikaribin nêtên xwe bînin sêrî (Fîlî. 2:13). Ewî usa jî îsaf daye me, wekî em bikaribin têderxin çi rast e û çi jî na. Îsaf usa jî alî me dike xwe ji kirên nerast dûr bigirin û şaşiyên xwe rast kin (Rom. 2:15). Bi saya Xebera xwe, Yehowa timê dike bîra me wekî, feresetên xwe rast û bona qenciyê bidine xebatê. Mesele, Nivîsarên Îbranîda tê gotinê, ku “tivdîra merivê xîret ese karê tîne” û “tiştê ku bona li ser xebat kirinê te dîtiye her çi be, bi hêza [qewata] xwe li ser wê bixebite” (Metlk. 21:5; Waîz 9:10). Lê Nivîsarên Yûnanîda nivîsar e: “Heta ku wext destêd meda ye, hemûyara qenciyê bikin” û “ji we kê çi pêşkêş standiye, bi wê jî hevra xizmetkariyê bikin” (Galt. 6:10; 1 Pet. 4:10). Eyan e, Yehowa dixwaze wekî em çiqas dikarin hemû tiştî bikin, wekî hin xwera, hin jî merivên dinra karê bînin. w17.01 1:1, 2

Duşem, 24 Îlon

Ev hemû tişt çawa meselêd gotî dihatine serê wan, lê bona me ku em axiriya van dewrada dijîn, çawa şîret hatine nivîsarê (1 Korn. 10:11).

Adem û Hêwayê gura Xwedê nekirin, û lema hemû însanet gunekar in û dimirin. Lê yeke, Xwedê azayî ji me nestandiye. Ewê yekêda em bawer in, çimkî em divînin ku Xwedê ça bû hindava cimeta xwe Îsraêlda. Yehowa cimeta xwera mecal da wekî bijbêrin hela ewana dixwazin bibine milkê Wî, dêmek cimeta wî, yan na (Derk. 19:3-6). Lê gelo wana çi bijart? Wana bi rezedilî xwest bibine cimeta Xwedê. Wana eyan elam kirin: “Hemû gotinêd Xudan emê bikin!” (Derk. 19:8). Lê yazix, ewê cimetê jî azaya xwe nerast da xebatê û sozê xwe neanî sêrî. Were em ji vê serhatiyê dersê hildin, ku timê qîmet kin azaya xweye bijartinê, berdewam kin xwe li Yehowa bigirin û gura temiyên wî bikin (1 Korn. 10:11). w17.01 2:9

Sêşem, 25 Îlon

Bi milûktiyê tevî Xwedêyê xwe rê here” (Mîx. 6:8, DT).

Yehowa pêxemberek ji Cihûdayê şande cem Yerovam Padşa, seva ew here û wî padşê neaminra derheqa dîwana Xwedê elam ke. Ew pêxemberê milûk usa kir ça Xwedê jêra gotibû, ew çû û derheqa dîwana Xwedê elam kir. Çaxê padşa ser wî pêxemberî hêrs ket û dixwest wî ceza ke, Yehowa ew pêxember xwey kir (1 Padş. 13:1-10). Yehowa temî da wî pêxemberî, wekî nan nexwe û ne jî avê vexwe, û rêke dinra vegere mala xwe. Lê çaxê ew diçû mala xwe, rêva mêrekî emirda mezin rastî wî hat. Ewî mêrî got wekî yançi ew pêxemberê Yehowa ye, û got wekî ew tevî wî here mala wî û nan bixwe. Pêxember temiya Yehowa neanî sêrî, çimkî çû mala wî mêrikî û nan xwar. Ji bo wê yekê hêrsa Yehowa rabû. Paşê, çaxê ew pêxember diçû mala xwe, şêr derket û ew pêxember kuşt (1 Padş. 13:11-24). Çira ew pêxember ku şkestî û milûk bû, bi serî xwe tevî mêrekî derewîn çû? Kitêba Pîrozda nayê gotinê çira. Lê tê kifşê wekî ewî pişt guhê xweva avît ku Yehowa ji wî dewa dikir, wekî ew “bi milûktiyê tevî Xwedêyê xwe rê” here. w17.01 4:1-3

Çarşem, 26 Îlon

Min got û ezê bînim cîh, min pêşniyar [qirar] kir û ezê wê bikim (Îşa. 46:11).

Giliyên pêşin ji Kitêba Pîroz bi cumleke hêsa nivîsar e, lê têda fikirekî gelek kûr e: “Destpêbûnêda Xwedê erd û ezman efirandin” (Destp. 1:1). Çi ku Xwedê gerdûnêda çêkiriye em tenê hine tişt divînin. Û hê gelek tişt jî em nizanin, mesele derheqa kosmosê, ronayê û gravîtasyayê (Waîz 3:11). Lê Yehowa derheqa qirara xwe hindava erdê û însanetê, mera zelal eyan kiriye. Qirara wî ew bû, wekî merivên ku bi dilqê Xwedê hatine efirandinê, bextewar bijîn ser erdê (Destp. 1:26). Ewana gerekê bibûna zarên wî, û Yehowa gerekê bibûya Bavê wan. Çawa kitêba Destpêbûn serê 3-da tê gilîkirinê, tiştek bû menî ku Yehowa qirara xwe da sekinandinê (Destp. 3:1-7). Lê ewê meniyê nikaribû rê Yehowa bigirta wekî qirara xwe bîne sêrî (Îşa. 46:10; 55:11). Lema jî em gerekê dudilî nebin, ku qirara Yehowaye pêşiyê wê ese wededa bê sêrî! w17.02 1:1, 2

Pêşem, 27 Îlon

Yê ku ruhê xweyî pîroz kire xistiye nav [Mûsa] li ku derê ye? (Îşa. 63:11).

Gelo Îsraêliya ça dikaribûn bidîtana, wekî ruhê pîroz ser Mûsa ye, ne axir ruhê pîroz nayê dîtinê? Îsraêliya didîtin ku ça Mûsa keremeta dike û navê Xwedê Firewinra da naskirinê. Ewê yekê dida kifşê wekî ruhê pîroz ser wî ye û qewatê dide wî (Derk. 7:1-3). Xêncî vê yekê, bi saya ruhê pîroz xeyset-hunurên Mûsayî baş hebûn, mesele hizkirin, milûktî, û sebir. Ew hunur gelek lazim bûn, wekî ew rind rêberiyê cimetê bike. Eyan bû, wekî Yehowa Mûsa bijart seva ew bibe rêberê cimeta Wî. Paşî Mûsa, Yehowa merivên din dijbart û ruhê pîroz dida wan, seva rêberiyê cimeta wî bikin. Mesele, Kitêba Pîroz dibêje: “Yêşûyê kurê Nûn bi ruhê serwaxtîyêva hate dagirtinê” (Qan. Dcr. 34:9). Usa jî, “ruhê Xudan hate ser Gîdeyon” (Hakim. 6:34). Û “ruhê Xudan bihêz hate ser Dawid” (1 Sam. 16:13). Ew hemû mêr pey rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz diçûn. Hin jî, bi qewata ruhê pîroz wana kirên usa mezin dikirin, kîjan ku wê bi qewata xwe nikaribûna bikin (Yêşû 11:16, 17; Hakim. 7:7, 22; 1 Sam. 17:37, 50). w17.02 3:3-5

Înî, 28 Îlon

Em hukumî ser baweriya we nakin, çimkî hûn baweriyêda şidiyayî ne, lê em tevî we dixebitin bona şabûna we (2 Korn. 1:24).

Pawlos meseleke baş mera hîşt. Ewî zanibû wekî azaya xûşk-bira heye ku xwexa bona xwe safîkirina bikin û ewî qedirê azaya wan digirt. Îro çaxê rûspî şîreta didine xûşk-bira derheqa safîkirinên şexsî, çev didine Pawlos. Ewana bi dil û can hazir in şîretên ji Kitêba Pîroz bidine xûşk-bira. Lê yeke rûspî fesal in û dewsa wan safîkirina nakin, çimkî ew xûşk-bira wê xwexa cabdar in bona axiriya safîkirinên xwe. Vê yekêda em xwera derseke ferz hîn dibin: Em dikarin prînsîp û şîretên ji Kitêba Pîroz nîşanî xûşk-bira kin, lê dîsa jî ewana xwexa cabdar in bona xwe safîkirina bikin. Çaxê ewana bi bîlanî safîkirina dikin, karê distînin. Belê, em gerekê tu car nefikirin ku hukumê me heye, wekî dewsa xûşk-bira safîkirina bikin. w17.03 2:11

Şemî, 29 Îlon

Guhdariya rêberêd xwe bikin û gura wanda bin (Îbrn. 13:17).

Koma Rêberiyê baweriya qayîm dide kifşê, çimkî ew belakirina mizgîniyêda gelek xîret e û ewî şixulî pêşda dibe. Lê gelo hûn wî şixulîda piştgiriya Koma Rêberiyê dikin? Hergê erê, emê şa bin çaxê Rêberê me Îsa mera bêje: “Heger we qencî ji van xûşk-birêd mine yê herî biçûk yekîra kir, we minra kir” (Met. 25:34-40). Çaxê Îsa çû li ezmên, ewî şagirtên xwe bêy alîkarî nehîşt (Met. 28:20). Ewî zanibû ku çaxê ew ser erdê bû, ruhê pîroz, milyaketa û Xebera Xwedê alî wî dikirin, wekî ew rêberiyê cimeta Xwedê bike. Îsa alîkariya usa dide xulamê amin jî. Xulamê amin, dêmek Mesîhiyên bijartî, “pey Berx diçin, kuda ku ew diçe” (Eyan. 14:4). Û çaxê em pey rêberiya wan diçin, dêmek em pey Rêberê xwe Îsa diçin. Zûtirekê, Îsa wê me bive berbi jîyîna heta-hetayê (Eyan. 7:14-17). Belê, tu serwêr nikare ewê yekê mera soz bide! w17.02 4:17-19

Led, 30 Îlon

Riya xwe ji wîra bihêle xwe bispêre Xudan, ewê bîne cih hemû pêwistiyan (Zeb. 37:5, ÎM).

Em gerekê ne ku tenê çetinayên mezinda xwe bispêrine Yehowa, lê tiştên biçûkda jî. Gelo em pê hiş-aqilê xwe çetinaya safî dikin? Yan em alîkariya Yehowa digerin û prînsîpên wî ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, hildidin hesab? Mesele, hergê neferên mala te rê te digirin wekî neçî civatê yan jî civatên mezin, tuyê çi bikî? Gelo tuyê alîkariyê ji Yehowa bixwazî wekî bizanibî çi bikî vê derecêda? Yan jî dibeke te xebata xwe unda kir û ancax te xebateke teze dît, gelo tuyê mezinê xebatêra bêjî ku her heftî gerekê herî civatê? Çi çetinayên me jî hebin, em gerekê wan giliyên rêza vê rojê xwey kin. w17.03 4:6

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin