Îlon
Led, 1 Îlon
[Zarên xwe] bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin (Efes. 6:4).
Zarên xwe “bi şîret û hînkirina Xudan” mezin kin, ew qedirekî mezin e bona dê-bava (Zeb. 127:3). Îsraêla berêda, çaxê zar dihatine bûyînê, ewana îda tesmîlkiriyê Yehowa bûn. Lê îro usa nîne. Xêncî vê yekê, hizkirina dê-bava hindava Xwedê û rastiyê, derbazî zara nabe. Ji roja bûyîna zarê, nêta dê-bava gerekê ew be, ku zarên wan axiriyêda bibine şagirt, dêmek, xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê. Lê çi dikare ji vê yekê ferztir be? Tesmîlbûyîn, nixumandin, û xizmetkirin Xwedêra, mecala dide zarê, wekî wedê tengasiya mezin xilaz be (Met. 24:13). Dê-bavno, bira zarên we jî xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê, û hûn jî wanra şa bin. w18.03 12 ¶16-17
Duşem, 2 Îlon
Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe (1 Tîmt. 4:16).
Çaxê birên cabdar yan jî kesekî din, ser hîmê Kitêba Pîroz malbetêda yan jî civatêda kesekî şîret dikin, ewana gerekê çev bidine Mesîh. Wî cûreyî ewana wê nîşan kin ku dixwazin Xwedê û Kurê wî rêberiyê wan bikin. Çaxê em şîretkirina Yehowa qebûl dikin, û usa jî çev didine wî û Îsa, gava yên din şîret dikin, em bêhesab kerema distînin. Mesele, keremek ew e ku malbeta meda û civatêda wê edilayî hebe. Her kes wê texmîn ke ku wî hiz dikin, qîmet dikin û ku ew xweykirî ye (Zeb. 72:7). Şîretkirina Yehowa me hîn dike û hazir dike bona jîyîna heta-hetayê edilayêda, yektiyêda, û bin perê Xwedêda (Îşa. 11:9). Hergê em ser şîretkirina Yehowa usa binihêrin, emê fem kin wekî şîretkirina wî, hizkirina wî hindava me îzbat dike. w18.03 26 ¶15; 27 ¶17, 19
Sêşem, 3 Îlon
Gunêd xwe didane rûyê xwe û ji wî li nav çemê Ûrdunê dihatine nixumandinê (Met. 3:6).
Meriv dihatine bal Yûhenna xwe dinixumandin seva eyan kin, wekî tobe dikin gunên xwe, çimkî Qanûna Mûsa nedianîn sêrî (Met. 3:1-6). Lê nixumandineke lape ferz û mexsûs kîjan ku Yûhenna kir, bona tobekirinê nîbû. Bona Yûhenna qedirekî gelek mezin bû ku ewî Kurê Xwedêyî bêqisûr nixumand (Met. 3:13-17). Îsa bêgune bû, lema jêra tobekirin nelazim bû (1 Pet. 2:22). Îsa bi nixumandinê nîşan kir, wekî xwe tesmîlî vê yekê dike ku qirara Xwedê bîne sêrî (Îbrn. 10:7). Ji destpêka xizmetiya Îsada, şagirtên wî jî meriv dinixumandin (Yûhn. 3:22; 4:1, 2). Ew meriv jî dihatine nixumandinê bona tobekirinê, çimkî Qanûna Mûsa nedianîne sêrî. Lê paşî mirin û rabûna Îsa, nixumandin îda seva nêteke din bû bona şagirtên Îsa. w18.03 5 ¶6-7
Çarşem, 4 Îlon
Yê xweyî-r′uh′ê Xwedê her tiştî e′nene dike (1 Korn. 2:15).
Merivê ruhanî kê ye? Merivê ruhanî her gav derheqa heleqetiya xwe tevî Xwedê difikire. Merivên usa dixwazin “çev bidine Xwedê” (Efes. 5:1). Ev tê hesabê ku ewana dixwazin mîna Yehowa bifikirin û ser tişta pê çevê wî binihêrin. Xwedê bona wan rêalî ye. Ewana hemû tiştada prînsîpên Yehowa hildidin hesab (Zeb. 119:33; 143:10). Merivên bi hiş-aqilê ruhanî ser xwe dixebitin, wekî berê ruhê pîroz bidine kifşê, ne ku bikevine pey xwestinên bedenê (Galt. 5:22, 23). Seva fem kin ku çi tê hesabê merivê ruhanî, were meseleke usa bînin: Merivê ku bi hiş-aqilê xwe pêda dikeve bîznêsê û vê yekêda pêşda diçe, wî nav dikin ça bîznêsmên. Lê ewê ku hiş-aqilê wan ser tiştên ruhanî ye, dikarin wî nav kin ça merivê ruhanî. Belê, merivê ku gelek qîmet dike tiştên ruhanî, ew merivê ruhanî ye. w18.02 19 ¶3, 6
Pêşem, 5 Îlon
Ya, Daniyêl, tu merivekî gelek qîmet î (Dan. 10:11, DT).
Daniyêl çawa dîl dijît Babîlonêda, şeherê ku bi pûtparistî û sêrbaziyêva tije bû. Xêncî vê yekê, merivên Babîlonê Cihû nimiz dikirin, û qerfê xwe wan û Xwedêyê wan Yehowa dikirin (Zeb. 137:1, 3). Bidine ber çevê xwe, ku ew yek çawa dilê Daniyêl û Cihûyên amin diêşand! Daniyêl usa jî dilê xweda safî kir, wekî ew xwarina padşa nexwe, kîjan ku wî ber çevê Xwedê heram kira (Dan. 1:5-8, 14-17). Dîsa çetinayîke Daniyêl hebû, ku alîkîva dihate kifşê tê bêjî ew yek çetinayî nîbû. Padşa cabdariyên mexsûs dabû Daniyêl, çimkî ew merivekî serwaxt û bîlan bû (Dan. 1:19, 20). Lê Daniyêl tu car qure û xwerazî nedibû. Ew milûk û şkestî ma, û timê şikirî dida Yehowa (Dan. 2:30). Dîna xwe bidinê, çaxê Yehowa got ku Daniyêl, Nuh û Îbo merivên rast in, hingê Daniyêl hê cahil bû (Hezql. 14:14). Belê, Yehowa badîhewa wîda bawer nîbû. Daniyêl heta mirinê amin ma û gura Xwedêda bû. w18.02 5 ¶11-12
Înî, 6 Îlon
Lêwî mala xweda hurmeteke mezin [Îsara] kir (Lûqa 5:29).
Îsa nihêrandina rast nîşan kir hindava rihetiyê. Ew çû “dewatê” û usa jî ça mêvan diçû ser nanxwarinê (Yûhn. 2:1-10). Dewatêda ewî bi keremet av kire şerav. Lê emirê Îsada rihetî tu car ciyê pêşin nedigirt. Bona wî Yehowa ser ciyê pêşin bû, û ewî bona meriva heyfa xwe wede û qewata xwe nedianî. Seva însanetê xilaz ke, ew bi rezedilî çerçirî û ser stûna cefayê mir. Ewên ku dixwestin pey Îsa herin, Îsa wanra got: “Xwezî li we, gava bona navê min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûre buxdan li we bikin. Eşq û şa bin, çimkî heqê we li ezmana gelek e” (Met. 5:11, 12). Hergê em bi rastiyê Xwedê hiz dikin, emê fesal bin û xwe ne ku tenê ji wan tişta dûr bigirin kîjan ku wî xweş nayên, lê usa jî ji wan tişta ku em difikirin wekî dikarin wî xweş neyên (Met. 22:37,38). w18.01 26 ¶16-18
Şemî, 7 Îlon
Yê ku biçûktîyêda xulamê xwe nazik xwey dike, axirîyêda ewê bibe mîratxurê wî (Metlk. 29:21).
Em tiştên xweye qîmet didine Yehowa, çimkî wî hiz dikin û qîmet dikin. Çaxê em difikirin ser vê yekê ku Yehowa çi bona me dike, dilê me bi razîbûnê tije dibe. Dawid Padşa şirovekir ku her tişt em ji Yehowa distînin, û çi jî em didine wî, ew tişt dîsa jî ji wî ne (1 Dîr. 29:11-14). Çaxê em bi merdaniyê didin, ne ku tenê distînin, ew mera jî karê tîne. Bidine ber çevê xwe zara ku dê-bavê xwera pêşkêşekî dide, kîjan ku ewî pê perê wan kiriye. Bona dê-bav ev pêşkêş gelek qîmet e! Usa jî bidine ber çevê xwe qîz yan kur kîjan ku pêşeng e, mala dê-bavê xweda dijî û pere dide dê-bavê xwe seva xercê malê dadin yan jî xwarinê bikirin. Rast e dê-bav ji zarê dewa nakin vê yekê, lê ewana qebûl dikin pêşkêşa wî. Çira? Çimkî dê-bav zanin ku usa zar dide kifşê ku emekê wan dişêkirîne. Mîna vê yekê, Yehowa jî zane ku çaxê em tiştên xweye qîmet didin, ew bona me kar e. w18.01 18 ¶4, 6
Led, 8 Îlon
Emir bibijêre wekî tu zureta xweva bijîyî (Qan. Dcr. 30:19).
Bes nîne hûn zarên xwera tenê bêjin çi rast e û çi xirab e. Hûn usa jî gerekê alî wan bikin, wekî ewana ser pirsên wî cûreyî bifikirin: “Gelo çira Kitêba Pîroz qedexe dike wan tişta, çi ku meriva xweş tê? Çi min dide bawerkirinê ku prînsîpên Kitêba Pîroz bona min timê kêrhatî ne?” (Îşa. 48:17, 18). Hergê zara we dixwaze bê nixumandinê, hûn gerekê alî wî bikin, wekî ew fem ke ku ev gaveke gelek ferz e. Jêra şirovekin ku paşî nixumandinê wê çi borcdariyên wî hebin. Ew wê çi karê bistîne hergê bê nixumandinê? Ew dikare rastî çi çetinaya bê? Çira ew kar ji çetinaya zêdetir in? (Marq. 10:29, 30). Gelek ferz e ku pêşiya nixumandinê ew ser wan pirsa bifikire. Çaxê dê-bav alî zara dikin bifikirin ser wan pirsa, ewana wê qewî bawer kin, ku prînsîpên Kitêba Pîroz timê bona kara wan in. w17.12 21 ¶14-15
Duşem, 9 Îlon
Bi navên wan bangî gişka dike (Işa. 40:26)
Gelek ji we xûşk-birên delalno, rastî nexweşiyên giran tên. Hinek jî rast e saliyên xweda mezin in, lê yeke miqatî merivên xweyî nêzîk dibin ku kal-pîr in. Yên din jî xem dikin ku çawa neferên xwe xwey kin. Û em zanin ku gelek ji me ne ku tenê rastî çetinayîkî tên, lê carekîva rastî çend çetinaya tên. Hergê Yehowa bona wan efirîna xem dike, îlahî ew çiqas bona te xem dike û difikire. Ew zane wekî tu jêra xizmet dikî ne ku bêhemdê xwe, lê çimkî tu wî hiz dikî! (Zeb. 19:1, 3, 14). Bavê meyî delal derheqa te her tiştî zane. Kitêba Pîroz dibêje: “Her têlekî porêd serê we jimartî ne” (Met. 10:30). Usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xudan xemê halê bêleka dikişîne” (Zeb. 37:18). Belê, Yehowa her çetinayên te divîne, û ew dikare qewateke usa bide te, wekî hemû çetinaya teyax kî. w18.01 7 ¶1; 8 ¶4
Sêşem, 10 Îlon
Tabîta! Rabe ser xwe (Kar. Şand. 9:40).
Ew qewimandin ku Petrûs Tabîta ji mirinê rakir usa ser meriva hukum bû, ku “geleka Xudan bawer kirin”. Ewan şagirtên teze hilbet wê merivara gilî kirana mizgîniya derheqa Îsa û îlahî derheqa qewata Yehowa ku ew dikare miriya rake (Kar. Şand. 9:36-42). Qewimandinek jî hebû, ku ber gelek şeda, mirî ji mirinê rabû. Carekê çaxê Pawlosê şandî ser civînekê Troyayêda bû, ew heye Tirkya bakûr-roavaya îroyîn, ewî heta nîvê şevê xeber dida. Gedekî cahil bi navê Eytûxo ser pencerê rûniştibû û guh dida Pawlos. Lê ew hênijî, paşê kete xewa kûr û ji qatê sisiya jorda ket. Diqewime pêşiyê Lûqayê hekîm gihîşte Eytûxo û ewî got, wekî Eytûxo ne ku xeriqî ye yan jî zîyan sitandiye, lê ew miriye. Pawlos jî peyayî jêrê bû, cinyaz da hemêza xwe û elam kir ku ew sax e. Bidine ber çevê xwe ku ew yek ça hukum bû ser wan, yên ku wêderê bûn. Wana zanibû wekî ew mirî bû û ji mirinê rabû û hingê “bêhesab dil hate ber wan” (Kar. Şand. 20:7-12). w17.12 5 ¶10-11
Çarşem, 11 Îlon
Werin bibînin kirêd Xudan (Zeb. 46:8).
Gelo problêmên însanetê çi didine kifşê? Ewana gerekê hîn bin ku ji şera dûr bin. Cûrên qaçaxtiyêye teze pêşda tên, mesele, kîbêr qaçaxtî (qaçaxtiya pê întêrnêtê), zorbetî malbetêda, û têrorîzm gelek belabûyî ne. Usa jî nexweşiyên ku nayêne qenckirinê jî hê zêde bela dibin. Îro sîstêma êkonomîkî û polîtîkî bin destê merivên xwehizda nin. Eşkere ye ku ewana nikarin ne şer, ne zorbetî, ne qaçaxtî ne jî kesîbbûnê bidine hildanê. Tenê Padşatiya Xwedê dikare koka van tişta bîne. Dîna xwe bidinê, Yehowa wê çi bike bona însanetê. Şer: Padşatiya Xwedê wê hemû meniyên şera bide hildanê, ew hene xwehizî, korûpsya, patrîotîzm, dînên qelp, û Mîrê-cina (Zeb. 46:9). Qaçaxtî û Zorbetî: Padşatiya Xwedê wê qaçaxtî û zorbetiyê bi temamî kuta ke, û ew îda îroda bi mîlyona meriva hîn dike ku hevdu hiz bikin û îtbariya xwe hevdu bînin. Tu serwêrtî tiştên usa nikare bike (Îşa. 11:9). Nexweşî: Yehowa wê hemû nexweşiya bide hildanê û cimeta xwera sihet-qewata bêkêmasî bîne (Îşa. 35:5, 6). Kesîbbûn: Yehowa wê kokêva kesîbbûnê bide hildanê û cimeta wî wê bextewariyêda bijî û tiştekî wan kêm nîbe. (Zeb. 72:12, 13). w17.11 24 ¶14-16
Pêşem, 12 Îlon
Xûna wî li ser te nebe (Qan. Dcr. 19:10).
Meniya sereke ku çira şeherên sitarbûnê hebûn, ew bû ku cimeta Îsraêl neheq nîbe bona xûnrêtinê. Yehowa jîyînê qîmet dike û destên mêrkuja ku “xûna bêsûc dirêjin”, ber çevê wî reş in (Metlk. 6:16, 17). Xwedêyê heq û pîroz çevê xwe danedida ser wê yekê jî, çaxê kesek bêy xwestina xwe, dêmek nişkêva xûna kesekî birêta. Lê qanûnzan û Fêrisî mîna Yehowa nîbûn, wana xem nedikir bona emirê meriva. Çira? Îsa gote wan: “We kilîta zanebûnê hildaye. Ne hûn ketinê û ne jî we hiştiye yêd ku dixwazin bikevinê” (Lûqa 11:52). Wana gerekê nêta Xebera Xwedê merivara şirovekirana û alî wan bikirana ku jîyîna heta-hetayê bistînin. Dewsê, wana meriv ji “Serokê Jîyînê” dêmek Îsa, dûr dixistin. Bona wê yekê ewan meriva dikaribûn emirê heta-hetayê unda kirana (Kar. Şand. 3:15, ÎM). Qanûnzan û Fêrisî qure û xwehiz bûn, lema berxwe nediketin bona emir û halxweşiya meriva. Rastî jî ew yek çiqas bêxwedêtî û bêremtî ye! w17.11 15 ¶9-10
Înî, 13 Îlon
Ewê ku min . . . şerm hesab ke, Kurê Însan jî wê wî şerm hesab ke (Marq. 8:38).
Çaxê me destpêkir tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn bin, dibeke me pêşiyê neferên xwera derheqa vê yekê negot. Lê çaxê baweriya me hê mezin bû, me îda destpêkir derheqa baweriya xwe gişkara gilî kin. Hergê bona rastiyê orta we û merivên weyî nêzîkda çetinayî pêşda tên, fem kin wana û nerm bin hindava wan. Em bextewar in ku rastiyê zanin. Lê merivên meyî nêzîk dibeke difikirin, ku em hatine xapandinê yan jî ketine sêktekê ecêb. Û çimkî em tevî wana cejina û eyd-qeyda derbaz nakin, dibeke ewana difikirin ku em wana îda hiz nakin. Hela hê dibeke ditirsin jî ku emê axiriyêda gelek poşman bin û axiriya xirab bistînin. Em gerekê wana fem kin û xwe daynin dewsa wan. Usa jî çaxê ewana mera dibêjin ku bona me berxwe dikevin, em gerekê guh bidine wan (Metlk. 20:5). Pawlosê şandî dixwest hemû cûre meriva fem ke, seva ku wanra derheqa mizgîniyê gilî ke. Vê yekêda em jî gerekê çev bidine wî (1 Korn. 9:19-23). w17.10 15 ¶11-12
Şemî, 14 Îlon
[Yehowara] bistirên (Zeb. 33:2).
Dibeke em şerm dikin bistirên çimkî nizanin ça bistirên. Lê were em çend şîreta şêwir kin, kîjan ku wê alî me bikin em hê rind bistirên. Hergê hûn hîn bin ku ça rast bîna xwe bikişînin, wê dengê we hê bilind be û qayîm be. Ça tok ku qewatê dide seva lûs bişixule, bînkişandin jî qewatê dide dengê me wedê xeberdanê û stiranê. Hûn gerekê bi dengê usa bistirên, çawa hûn xeber didin, yan hela hê bi dengê diha bilind jî. Kitêba Pîrozda jî çend ciyada xizmetkarên Yehowara tê gotinê ku “eşq” bistirên (Zeb. 33:1-3). Evan şîreta bidine xebatê: Kitêba kilamada bijbêrin kilamekê kîjanê hûn hiz dikin. Pêşiyê pêda kilamê bi dengê bilind bixûnin. Paşê, hema bi vî dengê bilind her cimlekê bînekêra bixûnin. Paşê dîsa jî bi wî dengî evê cimlê bistirên (Îşa. 24:14). Usa wê dengê we hê qewî be û baş be. Dengê xwe negirin û tu car şerm nekin bistirên! w17.11 5-6 ¶11-13
Led, 15 Îlon
Hemû zilamên bona mala Xudan ya li Orşelîmêye ava bikin derkevin Xwedê ruhên wan hişyar kirine rabûn (Ezr. 1:5).
Dibeke rêva Cihû gelek difikirîn ku wê ça be halê wan mala wane tezeda. Ewana ji merivên emirda mezin pêhesiyabûn ku berê Orşelîm û paristgeh çiqas bedew bûn (Ezr. 3:12). Hergê hûn nava wan Cihûyada bûna, weyê çi texmîn kira çaxê cara pêşin Orşelîm bidîta? Dibeke weyê berxwe keta, gava we bidîta ku zîwan avayîva û dîwarên hilşiyayîva şîn bûye. Dibeke weyê dilê xweda ew dîwar û bircên qerewiliyê yên hilşiyayî beramberî yên Babîlonê kira, kîjan ku gelek qewî û mezin bûn. Lê cimeta Cihû dilteng nedibû, çimkî wana îda destê Yehowa dîtin, çaxê ewî vê riya dirêjda ewana xwey dikirin û alî wan dikir. Zûtirekê, gava ewana hatine Orşelîmê, wana ser ciyê ku berê paristgeh bû, gorîgeh çêkirin û paşê her roj Yehowara qurban dianîn (Ezr. 3:1, 2). w17.10 26-27 ¶2-3
Duşem, 16 Îlon
Netirse û xofê nekişîne, çimkî Yehowa . . . tevî te ye (1 Dîr. 28:20, DT).
Silêman dibeke ji Dawidê bavê xwe mêrxasiyê hîn bû. Cahiltiyêda Dawid tevî terewila şer dikir, seva ku pezên bavê xwe xwey ke. Xêncî vê yekê, ewî mêrxasiya mezin da kifşê gava miqabilî Golyat derket. Belê, pê alîkariya Xwedê Dawid pê kevirekî ev merivê terikî kuşt (1 Sam. 17:45, 49, 50). Rastî jî Dawid merivekî usa bû ku dikaribû Silêman şîret û qewî kira, seva ew paristgehê ava ke! Yehowa wê tevî wî bûya, heta ku avakirina paristgehê xilaz bûya. Ev giliyên bavê wî hiş û dilê wîda man, û rast e ew cahil û necêribandî bû, yeke tu tiştî rê wî negirt. Ewî bi mêrxasiya mezin ew şixul destpêkir û pê alîkariya Yehowa ev paristgeha mezin û bedew xilaz kir nava 7 û nîv salada. Belê, çawa Yehowa alî Silêman kir, ew wê alî me jî bike seva em mêrxas bin û şixulê xwe bînin sêrî, hin malbetêda hin jî civatêda (Îşa. 41:10, 13). Çaxê em bi mêrxasî Yehowara xizmet dikin, em dikarin dudilî nebin ku ew wê me hin niha, hin jî axiriyêda kerem ke. w17.09 28 ¶3; 29 ¶4; 32¶20-21
Sêşem, 17 Îlon
Xebera Xwedê sax û zor e (Îbrn. 4:12).
Em xizmetkarên Yehowa qe dudilî nabin ku “Xebera Xwedê sax û zor e”. Em xwexa divînin ku qewata Xebera Xwedê ça ser emirê me û usa jî ser emirê merivên din hukum dike. Mesele, hinek xûşk-birên me berê diz û narkoman bûn, yan jî bênamûsî dikirin. Hinek jî vê dinyayêda pêşdaçûyî û dewletî bûn, lê ew yek wana bextewar nedikir (Waîz 2:3-11). Belê, gelek merivên ku nerast dijîtin û nêta emirê wan tune bû, bi alîkariya qewata Xebera Xwedê hatine ser riya rast û bextewar bûne. Dibeke we gelek serhatiyên wî cûreyî xwendiye “Birca Qerewiliyêda” rêza gotarada ya bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze”. Û em divînin ku hela hê paşî nixumandinê jî Mesîhî bi alîkariya Kitêba Pîroz berdewam dikin ruhanîda pêşda diçin. w17.09 23 ¶1
Çarşem, 18 Îlon
Bi rema Xudane . . . ew ji bajêr derxistine der û hiştin (Destp. 19:16).
Ev serhatiya Lût eşkere dike, ku Yehowa haş ji çetinayên xizmetkarên xwe heye û alî wan dike (Îşa. 63:7-9; Aqûb 5:11; 2 Pet. 2:9). Ew usa jî cimeta xwe hîn dike ku ewana dilşewat bin. Were derheqa qanûnekê şêwir kin ku Xwedê dabû Îsraêliya. Vê qanûnêda dihate gotinê ku hergê meriv tiştekî deynî bide kesekî, ew dikare kinca deyndarê xwe hilde çawa bihê, dêmek ça îzbatkirin, ku deynê xwe paşda bistîne (Derk. 22:26, 27). Merivê bêrem dibeke ne jî bixwesta kinca wî kesî paşda vegerîne û deyndar wê bê kinc û bê sitar raza. Lê Yehowa cimeta xwe hîn kir ku dilsar nîbin. Yehowa dixwest cimeta wî dilşewat be. Lê gelo prînsîpa vê qanûnê me çi hîn dike? Em gerekê tu car pişt guhê xweva nevêjin çaxê divînin xûşk-yan birak çetinayêda ne. Û hergê em dikarin alî wî bikin, em gerekê destê xwe dirêjî wî kin û derdê wî sivik kin (Kols. 3:12; Aqûb 2:15, 16; 1 Yûhn. 3:17). w17.09 9 ¶4-5
Pêşem, 19 Îlon
Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin (Lûqa 23:34).
Îsa Bavê xwera dua kir wekî ew bibaxşîne wan, yên ku gerekê wî bikuştana. Bi rastî jî Îsa meseleke gelek baş hîşt, ku ça milûktî û sebirê xwey kin wedê çetinayên giran! (1 Pet. 2:21-23). Lê em çawa dikarin milûktiyê û sebirê bidine kifşê? Pawlos nivîsî: “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev” (Kols. 3:13). Bi rastî jî, seva ku evê temiyê bînin sêrî, em gerekê milûk û bi sebir bin. Û hergê em hazir bin meriva bibaxşînin, edilaya civatê wê bê xweykirinê. Ew yek ne ku ser xwestina meye ku milûk û bi sebir bin, lê Yehowa ji me dewa dike. Hergê em dixwazin bêne xilazkirinê, ew hunur ese lazim in (Met. 5:5; Aqûb 1:21). Lê ya lape ferz ew e, ku bi wan hunura em Yehowa hurmet dikin û meriva jî hêlan dikin wekî ewana jî usa bikin (Galt. 6:1; 2 Tîmt. 2:24, 25). w17.08 25-26 ¶15-17
Înî, 20 Îlon
Xudan . . . dikare xwedênasa jî ji cêribandina xilaz ke (2 Pet. 2:9).
Kitêba Pîrozda gelek serhatî hene ku nîşan dikin ça Yehowa nişkêva derece guhastine. Mesele, Hizqiya padşatî dikir çaxê Sanherîb Padşayê Asûrê dora Cihûdayê girt û hemû şeherên wî zeft kir, xêncî Orşelîmê (2 Padş. 18:1-3, 13). Lê Sanherîb Hizqiya da tirsandinê ku wê Orşelîmê jî hilde destê xwe. Wî halîda gelo Hizqiya çi kir? Ewî Yehowara dua kir û ji Îşaya pêxember şîret xwest (2 Padş. 19:5, 15-20). Hizqiya usa jî aliyê xweda xwest aqilayî bike û lema xerc da Sanherîb çiqas ku ewî ji wî dewa kir (2 Padş. 18:14, 15). Wede şûnda, Hizqiya Orşelîm hazir kir seva şerê tevî Sanherîb (2 Dîr. 32:2-4). Lê gelo ew çetinayî ça safî bû? Yehowa milyaketê xwe şand û şevekêda 185 000 eskerên Sanherîb kuşt. Belê, Hizqiya ne jî hîviyê bû ku tiştên usa wê biqewimiya (2 Padş. 19:35). w17.08 10-11 ¶7, 12
Şemî, 21 Îlon
Wan hemû t′emiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin (Met. 28:19, 20).
Cahilno, hûn ça dikarin xwe hazir kin bona xizmetkirina hertim? Seva ku axiriyêda pêşdaçûyî bin vê xizmetiyêda, gelek ferz e xeyset-hunurên Mesîhîtî nav xweda pêşda bînin. Lema jî bi dil û can Xebera Xwedê lêkolîn bikin, kûr ser bifikirin, û mecala bigerin baweriya xwe civatêda nîşan kin. Wedê hînbûna mektebêda, hûn dikarin belakirina mizgîniyêda cêribandî bin. Hîn bin ku bi merîfetî pirsa bidine meriva û guh bidine cabên wan seva têderxin ewana çi difikirin. Civatêda jî hûn dikarin şixul bikin, mesele alîkariyê bidin seva temizayî û tezekirina Oda Civatê. Yehowa hiz dike merivên milûk, yên ku bi rezedilî alîkariyê didin (Zeb. 110:3; Kar. Şand. 6:1-3). Pawlosê şandî, Tîmotêyo teglîfî xizmetiya mîsyonêrtî kir, çimkî “hindava wîda qenc xeber didan” (Kar. Şand. 16:1-5). w17.07 23 ¶7; 26 ¶14
Led, 22 Îlon
Her çok bona min xwar bibe, her ziman ji minra sondê bixwe (Îşa. 45:23).
Seva ku nav temamiya gerdûnêda edilayî hebe, pirsa derheqa îzina serwêrtiya Yehowa gerekê bê safîkirinê. Û gava bê îzbatkirinê wekî serwêrtiya Yehowa yê herî baş e, wî çaxî îda gişk wê bijîn bin serwêrtiya wîye qencda û temamiya gerdûnêda wê edilayî hebe (Efes. 1:9, 10). Zûtirekê wê bê îzbatkirinê wekî serwêrtiya Xwedê rast e, lê serwêrtiya Şeytan û meriva wê bê hildanê. Serwêrtiya Xwedê bi saya Padşatiyê, wê nêta xwe bîne sêrî û merivên amin wê îzbat kin ku meriv dikare bi aminî piştgiriya serwêrtiya Xwedê bike (Îşa. 45:24). Bêşik, hûn dixwazin nava wan merivada bin, usa nîne? Seva em aminiya xwe xwey kin, lazim e em fem bikin, wekî çiqas ferz e piştgiriya serwêrtiya Xwedê bikin. w17.06 23 ¶4-5
Duşem, 23 Îlon
Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran (Metlk. 17:17).
Hinek meriv gelek wede dinelin kerbê miriyên xwe. Çaxê kesek teze miriye, wî çaxî gelek heval û merivên nêzîk têne ser şînê. Lê paşî çelkirinê, îda gişk diçine mal-halên xwe û xweyê mirî tenê dimîne. Lema hingê jî wanra berdilî lazim e. Belê, em gerekê timê wan xûşk-bira dilgerm kin, heta ku êşa dilê wan dayne (1 Têsln. 3:7). Bîr nekin ku derd-kulê xweyê mirî dikare nişkêva dîsa teze be. Mesele, ew yek dikare biqewime wedê roja zewaca wan, yan ji bo bihîstina kilamekê, dîtina şikla, yan jî wedê sêzoneke salê. Ewê ku malxê xwe yan kulfeta xwe unda kiriye, gelek tişt cara pêşin tenê dike, besa xeberê, tê ser civata mezin yan ser Êvara Bîranînê, û ew yek dikare êşeke giran bîne. Em gerekê ne ku tenê rojên mexsûs ber dilê wanda bên, lê rojên din jî. w17.07 16 ¶17-19
Sêşem, 24 Îlon
vTenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere (Fîlî. 2:4).
Çaxê em alî yên din dikin, em çetinayên xwe bîr dikin û şabûnê distînin. Xûşkên azep û yên mêrkirî, şabûneke mezin distînin çaxê mizgîniyê bela dikin, çimkî usa ewana tevî Xwedê hevkariyê dikin. Nêta wan ew e, wekî Yehowa Xwedê rûmet kin û qirara wî bînin sêrî. Ewana dilrihet dibin gava merivara mizgîniyê gilî dikin. Belê, her kes ji me dikare bona yên din xem bike, çawa bona merivên deşta meda, usa jî xûşk-birên civatêda. Û usa em hê nêzîkî xûşk-bira dibin. Pawlosê şandî vê yekêda mera meseleke baş hîşt. Bona civata Têsalonîkî ew bû ça “kevanîk ku zarêd xwera diricife”, ew usa jî mîna bavekî ruhanî bû (1 Têsln. 2:7, 11, 12). Zarên ku Yehowa hiz dikin û temiyên wî tînin sêrî, dikarin alîkariya mezin bidine neferên malê û ber dilê wanda bên. Mesele, ewana qedirê dê-bavê xwe digirin û alî wan dikin. Ewana usa jî dikarin nefera ruhanîda jî qewî kin. w17.06 7 ¶13-14; 8 ¶17
Çarşem, 25 Îlon
Hûn bi hebûka nerast hevala xwera dest xin (Lûqa 16:9).
Hine meriv usa dewletî ne ku hebûka wan dikare têra gelek rikinyatên wan bike, lê bi mîlîarda meriv kesîbiyêda dijîn û hizreta wan perî nan e. Îsa zanibû, wekî ew hal wê neyê guhastinê, heta Padşatiya Xwedê neyê. Vê dinyayêda xêncî sîstêma polîtîkî û rêlîgî, heye sîstêma komêrsî, kîjan ku perehiz e. Ev sîstêm kitêba Eyantî 18:3-da bi sîmbolîk tê navkirinê “bazirgan”, û ew jî pareke vê dinya Şeytan e. Rast e cimeta Xwedê bi temamî ji polîtîkê û dînên qelp qetiya ye, lê bi temamî ji vê sîstêma komêrsyayê nikare biqete. Wê kêrhatî be hergê em xwe bicêribînin, hela em ça nin hindava vê sîstêma komêrsîda. Mesele, pirsên usa bidine xwe: “Ez ça dikarim bi hebûka xwe aminiya xwe Xwedêra nîşan kim? Ça ez dikarim hê kêm bikevime nava komêrsyayê? Çi îzbat dike wekî vê dinya çetinda, cimeta Xwedê bi temamî îtbariya xwe Xwedê tîne?” w17.07 7-8 ¶1-3
Pêşem, 26 Îlon
Miqatî xwe bin, nebe ku dilê we xwarin, vexwarinê û xemêd vê dinyayêva girêdayî be (Lûqa 21:34).
Îsa zanibû wekî vê dinyayêda meriv wê gelek kul-derda bikişînin û rastî çetinaya bên. Çaxê Îsa mesela toximreş anî, ewî got ku wê hinek “xebera Padşatiyê” qebûl kin û pêşda herin, lê “xemêd vê dinyayê” û “dewletiyê” derew wê “xeberê” bixeniqînin (Met. 13:19-22; Marq. 4:19). Rastî jî usa ne, hergê em fesal nîbin, xemên meyî herrojî dikarin dilê me bikişînin ser xwe û ruhanîda me sist kin. Em dikarin hizkirina xwe Îsara bidine kifşê, hergê şixulê ku ewî dabû şagirtên xwe daynin ciyê pêşin. Gelo em ça dikarin evê yekê bikin? Cara lazim e pirsê bidine xwe: “Gelo ez bi rastiyê çi hiz dikim? Gelo ez şabûnê diha zef çida divînim, xizmetiya Xwedêda yan şixulên vê dinyayêda?” w17.05 23 ¶3-4
Înî, 27 Îlon
Xebereke femdarî bêjin (1 Korn. 14:9, DT).
Çaxê yên “xerîb” dûrî wan Şedên Yehowa dijîn yên ku ser zimanê wan xeber didin, lazim e ewana herin civata ser zimanê wî cîyî kîderê ewana dimînin (Zeb. 146:9). Lê hergê nêzîkî wan heye civata ser zimanê wanî dê, îda pirs pêşda tê: Gelo malbeta wera hê baş e herin civata kîjan zimanî? Ewê pirsê gerekê malxê malê safî ke. Ew gerekê kûr bifikire, dua bike û usa jî tevî jin-zarên xwe şêwir bike (1 Korn. 11:3). Dê-bav gerekê rind bicêribînin, hela zarên wan bi rastiyê hewcê çi ne. Seva ku zar kûr rastiyê fem bike, bes nîne tenê her heftî çend siheta here civatê. Lê bifikirin derheqa vê yekê: Hergê zar diçe ser civata wî zimanî kîjanî ew rind fem dike, ew dikare hema tenê ser civatê haqas tişt hîn be, ku dibeke dê-bav ecêbmayî bimînin. Lê hergê zarêra zimanê civatê bi temamî femdarî nîne, ew îda haqas karê nastîne (1 Korn. 14:11). w17.05 10 ¶10-11
Şemî, 28 Îlon
Bona rezediliya cimetê, şikiriyê bidine Yehowa! (Hakim. 5:2, DT).
Wê baş be her kes ji me pirsê bide xwe: “Gelo ez hemû tiştî dikim, seva xizmetiyêda xîret bim? Gelo nêta min ew e ku derbazî şeher yan welatekî mayîn bim, seva gelek pera xwera qazanc kim?” Hergê usa ne, gelo tu dua dikî Xwedêra seva ew tera eyan ke, hela ew yek wê ça ser neferên te û ser civatê hukum be? Yehowa qedirekî mezin da me, ku em dikarin piştgiriya serwêrtiya wî bikin. Şeytan usa kir ku merivên pêşin Adem û Hêwa miqabilî Yehowa rabûn û ew heta niha jî dixwaze meriva ji Xwedê dûr xe. Lê çaxê em piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin, em Şeytanra eyan îzbat dikin wekî em aliyê Xwedê ne. Bawerî û aminiya me hindava Yehowa, me hêlan dike ku bi rezedilî jêra xizmet kin, û ew yek dilê wî gelek şa dike (Metlk. 23:15, 16). Aminiya me mecalê dide Yehowa ku caba qerfê Şeytan bide (Metlk. 27:11). Tiştekî qîmet ku em dikarin bidine Yehowa, ew heye guhdarî. Belê, çaxê em gura wî dikin, dilê wî gelek şa dibe. w17.04 32 ¶15-16
Led, 29 Îlon
Gava tu sondê ber Xwedê dixwî, paş nexe wekî evê sondê bînî sêrî, çimkî ew bêaqila hiz nake. Te çi sond xwariye, bîne sêrî(Waîz 5:4, DT).
Qanûna Mûsada dihate gotinê: “Gava mêrek li ber Xudan ad-qirar bike yan sond bixwe . . ., ew gere îdî xebera xwe neteribîne, lê her tişt çi ku ji devê wî derketîye, gerekê bîne sêrî” (Jimar 30:2). Paşê, Silêman jî bi rêberiya Xwedê giliyên ji rêza îroyîn nivîsî. Îsa jî îzbat kir ku gelek ferz e sonda xwe bînin sêrî. Ewî got: “Pêşiyara hatiye gotinê: ‘Derew sond nexwe û sondê xwe li ber Xudan bîne sêrî’” (Met. 5:33). Eşkere ye, ku çaxê em Xwedêra tiştekî soz didin, ew yek tiştekî biçûk nîne. Ew yek ku em ça sonda xwe tînin sêrî, hukum dike ser dostiya me tevî Yehowa. Dawid nivîsî: “Kî dikare hilkişe çiyayê Yehowa, kî dikare hilkişe ciyê wîyî pîroz? Yê . . . ku bi navê Min [Yehowa] derew sond nexwariye û sonda derew nedaye” (Zeb. 24:3, 4, DT). w17.04 4 ¶3-4
Duşem, 30 Îlon
[Ew] bi zimanê xwe buxdana nake (Zeb. 15:3).
Hergê kesek civatêda neheqiyê me bike, em gerekê fesal bin wekî gevestiya wî merivî nekin. Hemikî em dikarin alîkariyê ji rûspiya bixwazin, û hergê kesekî gunekî mezin kiriye rûspiyara bêjin (Qan. Kah. 5:1). Lê hergê ewî kesî gunê mezin nekiriye, hê baş e evê çetinayê orta hevduda safî kin û rûspiya nekine ortê (Met. 5:23, 24; 18:15). Were em timê li gora prînsîpên Kitêba Pîroz çetinaya safî kin. Hine derecada mera dikare bê kifşê wekî hindava me neheqî kirine, lê bi rastiyê dibeke ew usa nîne. Lema jî çiqas baş e buxdana nevêjin xûşk-bira û çetinayê gur nekin. Firqî tune em rast in yan neheq in, çetinayî wê tu car safî nebe hergê em gevestiyê bikin. Aminî hindava Yehowa û xûşk-bira wê me bigire wekî şaşîke usa nekin. w17.04 21 ¶14