KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es19 rûp. 98-108
  • Cotmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cotmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
  • Binserî
  • Sêşem, 1 Cotmeh
  • Çarşem, 2 Cotmeh
  • Pêşem, 3 Cotmeh
  • Înî, 4 Cotmeh
  • Şemî, 5 Cotmeh
  • Led, 6 Cotmeh
  • Duşem, 7 Cotmeh
  • Sêşem, 8 Cotmeh
  • Çarşem, 9 Cotmeh
  • Pêşem, 10 Cotmeh
  • Înî, 11 Cotmeh
  • Şemî, 12 Cotmeh
  • Led, 13 Cotmeh
  • Duşem, 14 Cotmeh
  • Sêşem, 15 Cotmeh
  • Çarşem, 16 Cotmeh
  • Pêşem, 17 Cotmeh
  • Înî, 18 Cotmeh
  • Şemî, 19 Cotmeh
  • Led, 20 Cotmeh
  • Duşem, 21 Cotmeh
  • Sêşem, 22 Cotmeh
  • Çarşem, 23 Cotmeh
  • Pêşem, 24 Cotmeh
  • Înî, 25 Cotmeh
  • Şemî, 26 Cotmeh
  • Led, 27 Cotmeh
  • Duşem, 28 Cotmeh
  • Sêşem, 29 Cotmeh
  • Çarşem, 30 Cotmeh
  • Pêşem, 31 Cotmeh
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
es19 rûp. 98-108

Cotmeh

Sêşem, 1 Cotmeh

Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike . . . Ew bi merdanî dide hemûya û tu kesî bêqedir nake (Aqûb 1:5).

Yehowa Kaniya serwaxtiyê ye, û ew vî hunurî bi merdaniyê dide meriva jî. Çaxê em şîretkirina Yehowa qebûl dikin, em serwaxtiyê ji Xwedê distînin. Ew serwaxtî me xwey dike, wekî em ji xirabiyê dûr bin û ruhanîda ziyanê nestînin (Metlk. 2:10-12). Wî cûreyî, emê “xwe nava wê hizkirina Xwedêye hindava xweda xwey kin . . . ku jiyîna heta-hetayê bide” me (Cihûd. 21). Em gişk gunekar in, û bi cûre-cûre hatine mezinkirinê, lema cara mera çetin e şîretkirinê qebûl kin û rast binihêrin ser vê yekê çaxê şîreta didine me. Lê çaxê em divînin ku şîretkirina Xwedê ça kêrî me tê, em fem dikin ku ew çiqas me hiz dike. Metelok 3:11, 12-da tê gotinê: “Lawê min, şîreta Xudan pişt guhê xweva nevêje . . . çimkî Xudan hizkirîyê Xwe şîret dike”. Belê, were em bîr nekin ku Yehowa timê kara me dixwaze (Îbrn. 12:5-11). Xwedê me bi temamî nas dike, lema jî şîretkirina wî timê rast e û wededa ye. w18.03 28 ¶1-2

Çarşem, 2 Cotmeh

Hindava hevda mêvanhiz bin (1 Pet. 4:9).

Petrûsê şandî ew giliyên jorê nivîsî xûşk-birên ji civatên Asya Biçûkra. Ew xûşk-bira ku ji cûre-cûre ciya bûn, ketine “alava tengasiyê”, dêmek rastî peyketina hatin. Gelo çi dikaribû alî wan hemû Mesîhiya bikira, wedê wî zemanê giran? (1 Pet. 1:1; 4:4, 7, 12). Dîna xwe bidinê, Petrûs derheqa xûşk-bira digot ku “hindava hevda” mêvanhiz bin, dêmek tevî wan kîjana ewana îda nas dikin û hevaltiyê dikin. Lê mêvanhiziyê wê çida alî wan Mesîhiya bikira? Ewana wê hê nêzîkî hev bûna. Hela bifikirin, çaxê kesekî hûn teglîfî mala xwe kirin, hûn gelek şa bûn, usa nîne? Dibeke ew roj hê bîra weda ye. Yan jî çaxê we ji civatê kesek teglîfî mala xwe kir, hûn hê nêzîkî hev bûn, rast e? Çaxê em mêvanhiziyê didine kifşê, em xûşk-bira hê rind nas dikin. Mesîhiyên ku wedê Petrûs dijîtin, gerekê hê zêde tifaq bûna, çimkî hingê hal xirab dibû. Îro jî em gerekê usa bikin, çimkî em dijîn “rojêd axiriyêda” (2 Tîmt. 3:1). w18.03 14-15 ¶1-3

Pêşem, 3 Cotmeh

Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî, çimkî Padşatiya ezmana ya wan e (Met. 5:3, DT).

Kitêba Pîroz derheqa merivên ruhanî dibêje ku ewana bextewar in. Romayî 8:6-da em dixûnin derheqa vê karê, kîjan ku merivê bi hiş-aqilê ruhanî distîne: “Axiriya fikira binyata merivayê mirin e, lê axiriya fikira ruh jîyîn û edilayî ye”. Belê, çaxê hiş-aqilê me ser tiştên ruhanî ye, edilaya me tevî Xwedê û tevî meriva heye, û hin jî baweriya me heye ku emê axiriyêda jîyîna heta-hetayê bistînin. Em îro dinyake xirabda dijîn. Dor berê me hemû meriv tenê derheqa tiştên bedenî difikirin, û lema mera lazim e ruhanîda gihîştî bin û ruhaniya xwe xwey kin. Hergê em ruhaniya xwe unda kin, ev dinê wê hiş-aqilê me bi fikirên bedenî tije ke. Cihûda derheqa merivên wî cûreyî hela hê jî got, wekî “ruhê pîroz” bal wan tune (Cihûd. 18, 19). w18.02 19 ¶5, 7; 20 ¶8

Înî, 4 Cotmeh

Merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabiyêda pêşda herin (2 Tîmt. 3:13).

Gelek hekîm dixebitin dor berê wan meriva yên ku bi nexweşîke usa nexweş in, kîjan ku dikare derbazî merivên din be. Hekîm miqatî nexweşa dibin, çimkî dixwazin alî wan bikin. Lê ewana gerekê xwe xwey kin çaxê wan nexweşa qenc dikin, û fesal bin wekî ev nexweşî derbazî wan nebe. Mîna vê yekê, îro em jî dijîn û dixebitin tevî wan meriva, yên ku bi sîmbolîk nexweş in bi wan nêt-fikira û xeyset-hunura, kîjan ku Xwedê qebûl nake. Ev yek dikare çetinayê pêşda bîne. Wan rojên axiriyêda, meriv qanûn û prînsîpên Xwedê pişt guhê xweva davêjin. Pawlosê şandî nema Tîmotêyo dudada gilî dike derheqa xeyset-hunurên wan meriva, yên ku Xwedê hiz nakin (2 Tîmt. 3:1-5). Rast e ew xeysetên xirab bona me ecêb in, lê yeke dikare usa biqewime ku fikir û rabûn-rûniştina wan meriva ser me hukum kin (Metlk. 13:20). Lema jî em gerekê xwe xwey kin, wekî ev hunur nav meda şîn nebin, û usa jî alî meriva bikin aliyê ruhanîda. w18.01 27 ¶1-2

Şemî, 5 Cotmeh

Herin hemû mileta hîn kin û wana . . . binixumînin (Met. 28:19).

Sala 33 D.M., Îsa ku ji mirinê rabû, xeber da tevî 500 meriva zêdetir, nava wanda bûn mêr, jin, û diqewime zar jî. Diqewime Îsa hema hingê ew giliyên ji rêza rojê got (1 Korn. 15:6). Belê, ça tê kifşê bi seda şagirtên wî wêderê bûn çaxê Îsa temî da, wekî ewana herin meriva hîn kin. Îsa usa jî got ku nixumandin dewakirin e bona wan, yên ku nîrê Mesîh qebûl dikin, dêmek dixwazin bibine şagirtên wî (Met. 11:29, 30). Her kesê ku dixwaze Xwedêra xizmet ke, gerekê rind fem ke çi ye rola Îsa qirara Yehowada. Paşî vê yekê ew meriv dikare bê nixumandinê. Tenê nixumandina usa Xwedê qebûl dike. Kitêba Pîrozda gelek îzbatkirin hene ku qirna yekêda şagirtên Mesîh fem dikirin ferzbûna nixumandinê. Û wana bê menî tu car nixumandin paş nedixistin (Kar. Şand. 2:41; 9:18; 16:14, 15, 32, 33). w18.03 5 ¶8

Led, 6 Cotmeh

Ya, Daniyêl, tu merivekî gelek qîmet î (Dan. 10:11, DT).

Îro em vê dinyayêda dijîn, kîjan ku bi bênamûsiyê û hebandina qelp tije ye. Meriv bin hukumê Babîlona Mezinda nin, dêmek bin împêriya rêlîgiya qelpda, kîjan ku Kitêba Pîroz nav dike cî-warê “cina” (Eyan. 18:2). Lê em ji vê dinyayê başqe dibin, û bona vê yekê meriv hela hê jî me dikenin (Marq. 13:13). Mîna Daniyêl, were em jî nêzîkî Xwedayê xwe Yehowa bin. Çaxê em bi milûktî gura wî bikin û îtbariya xwe wî bînin, emê jî ber çevê wî gelek qîmet bin (Hag. 2:7). Dê-bav dikarin mesela baş ji dê-bavê Daniyêl hîn bin. Çaxê Cihûdayêda Daniyêl hê biçûk bû, gelek merivên wêderê xirab bûn. Lê ew mîna wan nîbû, ew mezin dibû û Xwedê hiz dikir. Eşkere ye ku dê-bavê wî ew hîn dikirin, wekî Xwedê hiz bike (Metlk. 22:6). Hela hê navê Daniyêl jî ku tê hesabê “Hakimê Min Xwedê ye”, dide kifşê wekî dê-bavê wî merivne xwedêxof bûn (Dan. 1:6). Lema jî dê-bavno, bi sebir bin hindava zarên xwe çaxê derheqa Yehowa hîn dikin. Tu car baweriya xwe hindava wan unda nekin (Efes. 6:4). Xêncî vê yekê, hin tevî wan dua bikin, hin jî bona wan. Çaxê hûn aliyê xweda her tiştî bikin seva rastiya Xwedê bigihîje dilê wan, Yehowa wê we gelek kerem ke (Zeb. 37:5). w18.02 5 ¶12; 6 ¶14-15

Duşem, 7 Cotmeh

Her tişt ji te ye û me ji destê te dan te (1 Dîr. 29:14).

Em tiştên qîmet didine Yehowa, çimkî wî cûreyî jî em wî dihebînin. Yûhennayê şandî xewn-xeyalêda bihîst ku çawa ezmênda xizmetkarên Yehowa digotin: “Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin û bi xwestina te ew efirîn û hene” (Eyan. 4:11). Bêşik, Yehowa hêjayî hemû rûmet-hurmetê ye, lema em dixwazin tiştên lapî baş bidine wî. Yehowa bi Mûsa cimeta Îsraêlra temî da, ku salê sê cara cejinê derbaz kin, û ber Yehowa bisekinin. Ew cejin bûn para hebandina wan. Îsraêlî wedê wan cejina “dest vala li ber Xudan” gerekê nesekiniyana (Qan. Dcr. 16:16). Îro jî usa ne, merdaniya rezedilî dikeve nava hebandina me, û usa em nîşan dikin ku teşkîleta Yehowa qîmet dikin û piştgiriya şixulê wî dikin. w18.01 18 ¶4-5

Sêşem, 8 Cotmeh

Ezê rihetiyê bidime we (Met. 11:28).

Îsa zêde kir: “Nîrê min hildine ser xwe . . . Çimkî nîrê min rihet e û barê min sivik e” (Met. 11:29, 30). Ev yek rastî jî usa ne! Cara em westiyayî diçine civata, yan jî xizmetiyê. Lê gava em vedigerin mal, gelo em ça xwe texmîn dikin? Belê, em vedigerin bi qewata teze û hê qewî dibin ku çetinaya teyax kin. Nîrê Îsa rastî jî sivik e! Xûşkeke me bi westiyayîbûna kronîkî, dêprêsiyê û bi serêşa mîgrên nexweş e. Femdarî ye ku cara jêra çetin e bê ser civatê. Lê carekî çaxê jêra gelek çetin bû wekî here civatê, yeke ew çû. Ewê nivîsî: “Gotar derheqa diltengiyê bû. Ew gotar usa bi dilşewatî û bi hizkirinê hatibû xwendinê, ku ez giriyam. Hingê min dîsa kire bîra xwe ku çi jî hebe, yeke ez gerekê timê civatêda bim”. Bi rastiyê jî jêra nehêsabû bê ser civatê, lê ew xûşk eşq û şa bû gava hate civatê! w18.01 8-9 ¶6-7

Çarşem, 9 Cotmeh

Mûk mabû gavêd min bişimitîyana (Zeb. 73:2).

Hûn çi dikarin bikin, hergê zara we paşî nixumandinê baweriyêda dudilî dibe? Mesele, cahilê nixumandî dikare pey tiştên vê dinyayê keve, yan jî dibeke dudilî be ku aqilayî ye pê prînsîpên Kitêba Pîroz bijî (Zeb. 73:1, 3, 12, 13). Vê demê hûn ça xwe bidine kifşê, dikare hukum be ser vê yekê ku zar wê baweriyêda qewî be yan jî baweriyê bihêle. Tu car bona vê yekê tevî zarê şer-dewa nekin, firqî tune ew biçûk e yan mezin e. Nêta we gerekê ew be, ku zara we bivîne wekî hûn wî hiz dikin û dixwazin alî wî bikin. Cahilê nixumandî kîjan ku xwe tesmîlî Yehowa kiriye, ewî soz daye ku wê wî hiz bike û qirara wî ser her tiştîra bigire (Marq. 12:30). Yehowa ser ewî sozî sivik nanihêre, û yê ku soz dide, ew jî gerekê sivik nenihêre ser wî sozî (Waîz 5:4, 5). w17.12 22 ¶16-17

Pêşem, 10 Cotmeh

Ez zanim roja axretê, roja rabûnê [birê min wê] rabe (Yûhn. 11:24).

Mîna Mertayê, xizmetkarên Yehowayî amin zanibûn ku axiriyêda wê rabûna miriya hebe. Bifikirin derheqa serhatiya Birahîm. Îshaq kurê Birahîmî hizkirî bû, çimkî Birahîm gelek hîviya bûyîna wî bû. Lê carekê Xwedê Birahîmra got: “Rabe kurê xweyî tayê tenêyî delal Îshaq hilde û . . . bike dîyarîya tevayîşewatê” (Destp. 22:2). Bidine ber çevê xwe ku ewê temiyê wê ça Birahîm tevhev kira. Pêşiya vê yekê, Yehowa Birahîmra soz da ku pê zureta wî hemû milet wê bêne keremkirinê (Destp. 13:14-16; 18:18; Rom. 4:17, 18). Xêncî vê yekê, Yehowa got ku ew kerem wê pê “Îshaq” bibin (Destp. 21:12). Lê gelo ew sozê Xwedê wê ça bihata sêrî, heger Birahîm kurê xwe Îshaq bikira qurban? Pawlos pê rêberiya Xwedê nivîsî, ku Birahîm bawer dikir, wekî Xwedê dikare Îshaq ji mirinê rake (Îbrn. 11:17-19). Birahîm nizanibû ku kengê kurê wî wê ji mirinê rabe, lê ewî îtbariya xwe Yehowa dianî ku ew wê ese Îshaq sax ke. w17.12 5-6 ¶12-14

Înî, 11 Cotmeh

Cabdarê xûna . . . tu kesî nînim (Kar. Şand. 20:26).

Mîna Pawlos em jî gerekê ser emir usa binihêrin ça Xwedê. Yehowa “dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Pet. 3:9). Lê tu? Hergê tu dilê xweda meriva hiz dikî û rem î, tuyê bi xîret xizmet kî û şabûneke mezin bistînî. Hergê em mîna Yehowa ser emir dinihêrin, lazim e em fesal bin. Mesele, em gerekê timê fesal bin çaxê avtê dajon û dixebitin. Usa jî çaxê ser avakirinê dixebitin, tiştên êlêktrîkî dikin. Tu car pera û wede ser emirra, sihet-qewatêra û ser merivara negirin. Em dixwazin çev bidine Xwedê, yê ku timê tiştên rast dike. Îlahî rûspî gerekê fesal bin, wekî ne emirê xwe ne jî emirê merivên dor berê xwe nekine qeziyê (Metlk. 22:3). Hergê rûspîk tîne bîra we derheqa qanûn û prînsîpên xwexweykirinê, şîretên wî qebûl kin (Galt. 6:1). Ser emir usa binihêrin çawa Yehowa dinihêre, û xûna tu kesî wê li ser we nîbe (Qan. Dcr. 19:10). w17.11 16 ¶11-12

Şemî, 12 Cotmeh

Nebe ku yek destê we ji lecxelatê bike (Kols. 2:18).

Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî hîviya jîyîna ser ezmana ne. Pawlos ew pêşkêş nav kir ça “lecxelata jorçûyînê, awa gotî gaziya Xwedê” (Fîlî. 3:14). Ewana bi dil û can hîviyê ne, wekî tevî Îsa Mesîh Padşatiya wîda serwêrtiyê bikin û alî wî bikin meriva bikine bêqisûr (Eyan. 20:6). Rastî jî ewana hîviya wedekî gelek xweş in! Lê pezên din hîviya xelateke din in. Ewana jî hîviya jîyîna heta-hetayê ne, lê ser erdê, û eşq şa hîviya wî wedeyî ne (2 Pet. 3:13). Pawlos dixwest, wekî xûşk-birên Mesîhî heta xilaziyê amin bimînin, seva xelatê qazanç kin. Ewî gote wan: “Ser tiştêd jorin bifikirin” (Kols. 3:2). Ewan Mesîhiya gerekê timê dîna xwe bidana ser wê xelata gelek qîmet (Kols. 1:4, 5). Belê, çaxê xizmetkarên Yehowa derheqa keremên Xwedê difikirin, ew yek alî wan dike ku çevê xwe ser xelatê xwey kin (1 Korn. 9:24). w17.11 25 ¶1-2

Led, 13 Cotmeh

Bistirên eşqî Xudan (Zeb. 96:1).

Vê kitêba tezeda “Bona Yehowa Bistirên” gelek kilam mîna dua ne. Bi van kilama hûn dikarin dilê xwe Yehowara vekin. Kilamên din jî wê alî we bikin ku “hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine” hev (Îbrn. 10:24). Belê, em dixwazin gilî, miqam û rîtmên kilamên me hîn bin. Malpera me jw.org-da bibihên ku xûşk-bira ça wan kilama distirên, û ew yek wê alî we bike ku hûn rind bistirên. Çaxê hûn malda wan kilama bistirên, hûnê hê aza û bi dil û eşq bistirên. Bîr nekin ku stirandin xizmetiya meda ciyê ferz digire. Ev mecala mezin dide me, wekî hizkirin û razîbûna xwe Yehowara nîşan kin (Îşa. 12:5). Hergê hûn bi dil û can bistirên, yên din jî wê çev bidine we ku aza û bi dil bistirên. Her kes civatêda, firqî tune cahil, yan mezin, yan yên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, dikarin bi vê yekê Yehowa bihebînin. Lema jî şerm nekin û xwe negirin wekî bistirên. Belê, were em timê bi şabûnê bistirên! w17.11 7 ¶18-19

Duşem, 14 Cotmeh

Mîna mera serwaxt bin û mîna kevotka dilsax (Met. 10:16).

Îro gelek revî ji welatên usa revîne, kîderê ku şixulê meyî belakirina mizgîniyê qedexekirî ye û tu car wana mizgînî nebihîstiye. Eferim wan Şedên Yehowayî xîretra, ku wan bi hezara reviyara “xebera Padşatiyê” gilî kirine (Met. 13:19, 23). Gelek ji wan yên ku “bargiran” bûn, ser civatên me dilrihetî û berdilî dîtin û wana derbêra têderxistin û gotin: “Rastî jî Xwedê nav weda ye!” (Met. 11:28-30; 1 Korn. 14:25). Em gerekê “serwaxt” bin û bîlan bin gava reviyara mizgîniyê gilî dikin (Metlk. 22:3). Bi sebir guh bidine wana, lê tu car derheqa serwêra û polîtîka şêwir nekin. Em gerekê pey rêberiya fîlîalê û serwêrên şeherê xwe herin. Bi vî cûreyî emê ne xwe, ne jî kesekî din bikin bin qeziyê. Pêbihesin derheqa dîn û edetên wan reviya û bi qedir bin hindava wanda. Besa xeberê, hine revî ji wan welata ne, kîderê ku jin cûrekî mayîn kinca xwe dikin. Lema jî çaxê reviyara mizgîniyê gilî dikin, em gerekê kinca usa xwe kin wekî wana eciz nekin. w17.05 7 ¶17-18

Sêşem, 15 Cotmeh

Bira xeberdana we merîfetî be (Kols. 4:6).

Em gerekê duada ji Yehowa ruhê pîroz bixwazin, seva merivên xweyî nêzîkra ku nebawer in, heyf bin û nerm xeber din. Em gerekê bona hînkirinên qelp ku ewana bawer dikin tevî wan nekevine dewê. Hergê jî ewana pê gilî yan jî kirên xwe dilê me dêşînin, hingê baş e çev bidine şandiya. Pawlos got: “Gava me rezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin, gava navê mera dilîzin, em li ber wan dadixin” (1 Korn. 4:12, 13). Rast e xeberdana nerm dilê merivên meyî nêzîk dikare nerm ke, lê rabûn-rûniştina meye baş diha dikare qewî ser wan hukum ke (1 Pet. 3:1, 2, 16). Merivên xweyî nêzîkra pê kirên xwe nîşan ke, wekî Şedên Yehowa dixwazin zewaca wan bextewar be, miqatî zara bin, nav-namûs û dilşa bijîn. Hergê jî merivên meyî nêzîk rastiyê qebûl nekin, yeke em dikarin dilrihet bin ku em dilê Yehowa şa dikin, çimkî jêra amin dimînin. w17.10 15 ¶13-14

Çarşem, 16 Cotmeh

Bike ku tu li Xwedê xweş bêyî (2 Tîmt. 2:15).

Em ecêbmayî namînin ku bi alîkariya hînbûna Xebera Xwedê îro gelek meriva emirê xweda guhastinên mezin kirine. Qirna yekêda jî xûşk-birên meye bijartî emirê xweda guhastin kirine (1 Korn. 6:9-11). Çaxê Pawlosê şandî derheqa wan meriva got, yên ku wê Padşatiya Xwedê war nebin, ewî zêde kir: “Ji we hinek usa bûn”. Lê Xebera Xwedê û ruhê wîyî pîroz alî wan meriva kirin û wana emirê xwe guhast. Çaxê ewana bûne Mesîhî, hela hê hingê jî hineka ji wan şaşiyên usa mezin kirin, ku ew yek hukum bû ser heleqetiya wan tevî Yehowa. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa Mesîhîkî bijartî qirna yekêda, yê ku gerekê ji civatê bihata derxistinê. Lê paşê ew hate guhastinê û dîsa vegeriya civatê (1 Korn. 5:1-5; 2 Korn. 2:5-8). Ew yek me gelek qewî dike, çimkî em divînin ku xûşk-birên me bi alîkariya Xebera Xwedê çetinayên xwe safî kirine û guhastinên mezin kirine. Belê, em bêşik dixwazin wekî Xebera Xwedê rind bidine xebatê. w17.09 23-24 ¶2-3

Pêşem, 17 Cotmeh

Ne ku em bi xeber yan zarê xwe hiz bikin, lê bi kira û rastiyê (1 Yûhn. 3:18).

Yehowa Kaniya hizkirinê ye (1 Yûhn. 4:7). Hizkirina lape mezin “agapê” ye, kîjan ku ser hîmê prînsîpên rast e. Rast e nazikayî û dilgermî jî dikeve nava vê hizkirinê, lê ferz ew e ku ev hizkirin kara yên mayîn digere, ne ku kara xwe. Li gora ferhengekê, hizkirina “agapê” dikare “tenê pê şixula bê kifşê”. Belê, çaxê em hizkirina vî cûreyî didine kifşê, yan jî yên mayîn hindava meda didine kifşê, em bextewar dibin û emirê xweda şa dibin. Yehowa hela hê pêşiya efirandina Adem û Hêwayê hizkirin hindava meriva da kifşê. Ewî erd usa çêkir seva meriv ne ku tenê têda bijîn, lê emirê xwera bi temamî şa bin. Yehowa ew yek ne ku bona kara xwe kir, lê bona me. Gava ku ewî erd hazir kir û kire Cinet, ewî meriv kerem kir û jîyîna heta-hetayê pêşkêş da wan. w17.10 7 ¶1-2

Înî, 18 Cotmeh

Hevalê xwe weke xwe hiz bike (Aqûb 2:8).

Aqûb usa jî got: “Heger hûn firqiyê dikin, guna dikin” (Aqûb 2:9). Mesele, hizkirin wê me hêlan ke, wekî em durû nîbin û firqiyê nekine orta meriva ji bo xwendina wan, rasa wan, yan jî hebûka wan. Em gerekê ne ku tenê bi giliya firqiyê nekine orta meriva, lê ew yek gerekê dilê me û hiş-aqilê meda be jî. Hizkirin usa jî “dûmikdirêj û şîrin e” û “pişika xweda nawerime” (1 Korn. 13:4). Seva ku mizgîniya Padşatiyê bela kin, em gerekê berdewam kin bi sebir, qenc û milûk bin (Met. 28:19). Ew hunur usa jî alî me dikin, wekî tevî hemû xûşk-birên civatêda edilayê xwey kin. Hergê em hizkirina usa bidin kifşê, ew yek wê çi kerema bîne? Hingê civata meda wê edilayî hebe, û ew yek wê Yehowa rûmet ke. Û usa jî çaxê meriv bivînin ku edilayî nav meda heye, ewana wê diha hêlan bin ku rastiyê pêbihesin. Kitêba Pîrozda derheqa merivê nû usa tê gotinê: “Ser van hemûyada hizkirinê li xwe kin, ya ku van hemûya bi yektiya tam hevva girêdide” (Kols. 3:14). w17.08 26 ¶18-19

Şemî, 19 Cotmeh

Yehowa . . . pêşda dîsa û dîsa elamî wan dikir, çimkî heyfa xwe cimeta xwe . . . dianî (2 Dîr. 36:15, DT).

Em jî gerekê hindava wan merivên ku hê Yehowa nas nakin, dilşewat bin, çimkî dibeke ewana jî bêne ser riya rast û bibine dostên wî. Yehowa naxwaze ku wedê dîwana wî ku wê bê, kesek bimire (2 Pet. 3:9). Lema jî heta Xwedê qira xiraba neaniye, were berdewam kin elametiya wî bela kin, çimkî ew ji rema dilê xwe dixwaze meriv pêbihesin. Îsa jî dilşewatiyêda meseleke gelek baş mera hîşt. Dilê Îsa dişewitî ser elaletê ku rastî wî hat, çimkî “ewana mîna pezê bê şivan, beredayî û belabûyî bûn”. Lê ewî bona wan çi kir? Ewî “destpêkir gelek tişt ew hîn kirin” (Met. 9:36; Marq. 6:34). Lê Fêrisî mîna Îsa nîbûn, ewana hindava meriva dilsar bûn, û talaşa wan jî nîbû ku alî wan bikin (Met. 12:9-14; 23:4; Yûhn. 7:49). Lê hûn dixwazin mîna Îsa alî wan meriva bikin, yên ku ruhanîda birçî ne? w17.09 9 ¶6; 10 ¶9

Led, 20 Cotmeh

Ez bikar tînim û ma kî dikare bibe asteng? (Îşa. 43:13).

Çaxê Ûsiv kela Misirêda bû, ew qe ne jî difikirî wekî wede şûnda wê bibe serwêrê duda Misirêda. Ew ne jî serva diçû ku Yehowa bi saya wî, wê malbeta wî ji birçîbûnê xilaz ke (Destp. 40:15; 41:39-43; 50:20). Rastî jî Ûsiv gelek ecêbmayî ma, çimkî hîviyê nîbû ku Yehowa wê usa halê wî biguhêze. Sera jî îda emirda mezin bû û qe hişê wêra jî derbaz nedibû ku dikare kur jêra bibe. Û çaxê jêra Îshaq bû, ew gelek zendegirtî ma, çimkî ne jî dida ber çevê xwe ku dikare usa biqewime (Destp. 21:1-3, 6, 7). Em hîviyê nînin ku pêşiya dinya teze Yehowa wê bi keremet hemû çetinayî û tengasiyên me bide hildanê. Û em ne jî dewa dikin, wekî emirê meda Yehowa tiştên ecêb bike. Lê em sed selefî zanin, Xwedêyê ku berê alî xizmetkarên xwe kiriye, ew Xwedêyê me Yehowa ye kîjan ku nayê guhastinê (Îşa. 43:10-12). Em zanin ku ew dikare her tiştî bike seva me qewat ke, wekî em qirara wî bînin sêrî (2 Korn. 4:7-9). Hergê em Yehowara amin bimînin, ew wê wedê tengasiyên giranda alî me bike. w17.08 11-12 ¶13-14

Duşem, 21 Cotmeh

Şixulê xwe bide destê Xudan û tê bigihîjî nêt-meremê xwe (Metlk. 16:3).

Xizmetkirina hertim mecalê dide we ku tevî xizmetkarên hertime mayîn hevkariyê bikin, û ev yek wê alî we bike bibine Mesîhiyên gihîştî. Gelek xûşk-bira gotine ku çimkî wana cahiltiyêda xizmetiya hertim destpêkirine, ev yek paşê zewacêda kêrî wan hatiye. Gelekên ku pêşiya zewacê pêşeng bûn, paşî zewacê berdewam dikin tevayî ça pêşeng xizmet dikin (Rom. 16:3, 4). Nêtên we gerekê ji dilê we bin. Zebûr 20:4-da tê gotinê ku Xwedê “bira weke dilê te bide te û nêt-meremêd te bîne sêrî”. Bifikirin ku hûn ça dixwezin emirê xwe derbaz kin. Dîna xwe bidin ku Yehowa çi dike bona roja îroyîn û çi hûn dikarin bikin xizmetiyêda. Paşê nêtên usa daynin pêşiya xwe, kîjan ku wê dilê Xwedê şa kin. Hergê hûn bi temamî Yehowara xizmet kin, hûnê gelek bextewar bin, çimkî bi wê yekê hûnê Xwedê rûmet kin. Belê, bira Yehowa “şabûna te be, Ewê xwestina dilê te bide te” (Zeb. 37:4). w17.07 26 ¶15-18

Sêşem, 22 Cotmeh

Pesinê Xudan bidin! Çiqas qenc û xweş e . . . pesinê Xwedayê xwe bidin! (Zeb. 147:1, ÎM).

Çaxê kesek şixulekî rind dike yan jî hunurekî baş dide kifşê, em dixwazin payê wî bidin. Hergê em hêlan dibin payê meriva bidin, lê îlahî çiqas gelek meniyên me hene, wekî pesinê Yehowa Xwedê bidin! Besa xeberê, em pesinê wî didin çimkî qewata wî pir zor e û ev yek ji efirînên wî tê kifşê. Hin jî, ew me qayîm hiz dike, û em vê yekêda dudilî nînin, çimkî ewî seva me Kurê xwe kire qurban. Nivîskarê Zebûr 147, ji kela dilê xwe pesinê Yehowa da. Hin jî ewî hêlan da yên din, seva ewana jî tevî wî pesinê Xwedê bidin (Zeb. 147:7, 12). Em nizanin nivîskarê vê zebûrê kê ye, lê diqewime ewî wî wedeyîda dijît, çaxê Yehowa Îsraêlî ji dîltiya Babîlonê aza kir û ewana vegeriyane Orşelîmê (Zeb. 147:2). Belê, ew yek rastî jî meniya mezin bû, ku ew zebûrbêj hêlan bû pesinê Yehowa bide. Lê çi meniyên we hene ku bi dil û can pesinê Yehowa bidin? (Zeb. 147:1). w17.07 17 ¶1-3

Çarşem, 23 Cotmeh

Hûn bi hebûka nerast hevala xwera dest xin û gava hebûk kêm be, we bin konê heta-hetayêda qebûl kin (Lûqa 16:9).

Îsa zanibû wekî gelek şagirtên wî wê bijîn sîstêma komêrsîda ya vê dinyayê. Rast e Îsa şirovenake ku çira ew ser hebûkê dibêje “nerast”, lê Kitêba Pîroz zelal nîşan dike wekî komêrsî, yanê pereqazanckirin qirara Xwedêda nîbû. Mesele, Yehowa Edenêda Adem û Hêwayêra têr-tije tişt da, ne ku çiqas wanra lazim bû (Destp. 2:15, 16). Hin jî, çaxê qirna yekêda ruhê pîroz hate ser yên bijartî, “ji wana tu kesî hebûka xwera nedigot ku: ‘ya min e’, lê her tiştêd wan yek bû” (Kar. Şand. 4:32). Îşaya pêxember got ku wê bê wede, wekî meriv bêheq ji dayîna erdê lezetê bivînin (Îşa. 25:6-9; 65:21, 22). Lê heta ku ew wede bê, şagirtên Îsara lazim e ku “bi aqilî” bijîn. Ewana gerekê “hebûka nerast”, dêmek ya vê dinyayê, usa bidine xebatê ku Xwedê jî xweş bên (Lûqa 16:8). w17.07 8 ¶4-6

Pêşem, 24 Cotmeh

A vay heçî tiştên wî yên hene, di destê teda ne (Îb. 1:12).

Em gerekê rast fem bikin ku çira pirsa derheqa serwêrtiya Yehowa gerekê bê safîkirinê. Kitêba Îboda ew yek zelal tê kifşê. Li wêderê em pêdihesin, wekî Şeytan got ku hergê Îbo bikeve tengasiyên giran û biçerçire, ew wê pişta xwe bide Xwedê. Û ewî Xwedêra got, wekî Îbo biçerçirîne. Yehowa ew yek nekir, lê îzin da Şeytan ku ew xwexa Îbo bicêribîne. Hine wede derbaz bû, û Îbo berdestiyên xwe, hebûna xwe, û deh zarên xweyî delal unda kir. Şeytan usa ew bela anî serê Îbo, ku bê kifşê yançi xwexa Xwedê ew bela anî serê wî (Îb. 1:13-19). Paşî vê yekê, Şeytan Îbo nexweş xist bi nexweşiya gelek giran (Îb. 2:7). Kula wî besî wî nîbû, jina wî û sê hevalên wî yên ku hindava wî helal nîbûn, bi giliyên xwe dilê wî hê zef êşandin (Îb. 2:9; 3:11; 16:2). Axiriya vê yekê çi bû? Çi ku Şeytan şer avîte Îbo, derew derketin. Îbo tengasiyada pişta xwe neda Xwedê (Îb. 27:5). w17.06 24 ¶9-10

Înî, 25 Cotmeh

Heger merivek bona . . . mala xwe xem nake, ewî bawerî înkar kiriye û ji nebawera jî xirabtir e (1 Tîmt. 5:8).

Malxên malê fem dikin, wekî ewana borcdar in neferên xwe xwey kin. Û ewana gerekê bixebitin seva evê borcdariyê bînin sêrî. Lê wan rojên axiriyêda cara xebat dikare xema hê zêde ke. Îro çetin e xebatê bivînin, çimkî merivên ku xebatê digerin zef in, lê xebat haqas tune. Û gelek meriv mecbûr in bi siheta zêde jî bixebitin û cara bi heqê lap kêm. Çimkî gelek kompaniya dixwazin gelek xebat bikin, lê naxwezin haqas xebatçiyên wan hebin çiqas ku lazim e. Ewana usa dikin seva xercê wan kêm be. Û lema halê xebatçiya hin fîzîkîda hin jî êmosiyalîda xirab dibe. Xebatçiyên ku razî nabin usa bixebitin, berxwe dikevin çimkî dikarin xebata xwe unda kin. Em gerekê bi temamî Yehowa Xwedêra amin bin, ne ku mezinê xebata xwera (Lûqa 10:27). Xebat mera lazim e ku ebûra xwe bikin û bikaribin xizmet kin. Hergê em fesal nînin, xebat dikare ziyanê bide xizmetiya me. w17.05 23 ¶5-7

Şemî, 26 Cotmeh

Gura bavê xwe bike, ku tu jê ketîyî û dîya xwe bêhurmet neke, gava pîr bibe (Metlk. 23:22).

Cara mizgînvanên teze dibêjine xûşk-birên cêribandî, wekî zarên wan rastiyê hîn kin. Hergê dê yan bav dixwaze, wekî em zarên wan Kitêba Pîroz hîn kin, ferz e em bîra xweda xwey kin, wekî borcdariya dê-bav hilnedin ser xwe (Efes. 6:1-4). Cara dê-bavên ku Şedên Yehowa nînin, dibêjine me wekî zarên wan rastiyê hîn kin. Wî çaxî em gerekê bîr nekin, ku em bona wan zara dê yan bav nînin. Hin jî çaxê em tevî zara hînbûnê derbaz dikin, wê bi bîlanî be ku malda ber çevê dê-bava wana hîn kin, yan jî ber xûşk yan birakî gihîştî, yan jî kîderê ku meriv hene. Bi wî cûreyî wê menî tune be ku xelq tiştekî nerast fem kin. Û dibeke dê-bavê wan zara paşê xwexa bixwazin borcdariya xwe bînin sêrî û xwexa zarên xwe derheqa Yehowa hîn kin. w17.06 8 ¶15-16

Led, 27 Cotmeh

Heger ez zimanekî fem nakim . . . yê xeber dide jî bona min xerîb e (1 Korn. 14:11).

Hergê bona zara edetê dê-bava îda dibe xerîb, ewana dibeke ne jî bixwazin zimanê dê-bava hîn bin û xwe li baweriya wan bigirin. Dê-bavên ku Mesîhî ne, ruhaniya zarên xwe datînin ciyê pêşin, ne ku kara xwe digerin (1 Korn. 10:24). Birak bi navê Samûyêl, gilî dike: “Min û jina xwe dîna xwe didayê, hela zarên me ser kîjan zimanî ruhanîda qewî dibin, û me dua dikir wekî Xwedê bîlaniyê bide me. . . . Gava me dît ku zarên me kêm karê distînin ji civata ser zimanê me, me safî kir derbazî civata zimanê wî cîyî bin, kîderê em dimînin. Em tevayî diçûne civatê û xizmetiyê. Usa jî me ji civata wêderê xûşk-bira teglîf dikir ser xwarinê û êkskûrsiyayê. Ewan hemû tişta alî zarên me kir wekî xûşk-bira nas bikin, û usa jî Yehowa nas bikin ne ku tenê ça Xwedê, lê ça Bav û Dost jî. Me fem dikir ku ew yek diha ferz e, ne ku ewana zimanê me bizanibin”. w17.05 10 ¶11-13

Duşem, 28 Cotmeh

Şikiriyê bidine Yehowa! (Hakim. 5:2, DT).

Zûtirekê wê temamiya erdê bi wan meriva tije be, yên ku piştgiriya serwêrtiya Yehowa dikin. Rastî jî em çiqas hîviya vê rojê ne! Em jî mîna Deborayê û Barak, dibêjin: “Ya Xudan, bira hemû neyarên te bi wî avayî tune bibin; lê belê yên ku ji te hiz dikin, bira bibin mîna roja ku di hêza teda derdikeve!” (Hakim. 5:31). Ew gilî wê bêne sêrî, çaxê Yehowa qira dinya Şeytan bîne. Gava ku şerê Harmegedon destpêbe, wê nelazim bin merivên ku şer bikin seva qira dijmina bînin. Wî çaxî emê bisekinin û bivînin ku Yehowa wê ça me xilaz ke (2 Dîr. 20:17). Lê niha, gelek mecalên me hene ku bi mêrxasî û xîret piştgiriya Yehowa bikin. Çaxê Debora û Barak şerda serketin, wana bi kilamê rûmet dane Yê Herî Jorin. Wana distra: “Bona rezediliya cimetê, şikiriyê bidine Yehowa!” (Hakim. 5:1, 2, DT). Belê, hergê em bi rezedilî Yehowara xizmet dikin, yên din jî wê hêlan bin “şikiriyê bidine Yehowa!” w17.04 32 ¶17-18

Sêşem, 29 Cotmeh

Vira min tiştekî usa nekiribû, ku biketama vê zindanê (Destp. 40:15).

Rast e Ûsiv bîr nekir ku çi neheqî hindava wî kirin nava 13 salada, lê ew tu car nebû yekî zulm (Destp. 45:5-8). Lape ferz ew e, ku ewî îzin nedida wekî kêmasî û kirên meriva yên xirab, wî ji Yehowa biqetînin. Ûsiv Yehowara amin ma, lema jî ewî dît ku Yehowa ça ew neheqî rast kirin û wî û malbeta wî kerem kir. Em jî mîna Ûsiv gerekê dostiya xwe tevî Yehowa qîmet kin û xwey kin. Em Yehowa gelek hiz dikin, lema gerekê tu car nehêlin şaşiyên xûşk-bira bibine menî ku em ji wî dûr kevin (Rom. 8:38, 39). Çaxê em aliyê xûşk-birada neheqiyê divînin, were çev bidine Ûsiv û hê nêzîkî Yehowa bin û usa ser dereca binihêrin çawa Yehowa dinihêre. Hergê me pê prînsîpên Kitêba Pîroz aliyê xweda hemû tişt kiriye seva çetinaya me safî be, yên mayîn îda bidine destê Yehowa. Tu car dudilî nebin wekî Xwedê wê ese wextda ewê derecê rast ke. w17.04 20 ¶12; 22 ¶15-16

Çarşem, 30 Cotmeh

Heger tu . . . lawekî bide cariya xwe, ezê di temamiya rojên jîyana xweda wî bidim Xudan (1 Sam. 1:11).

Hannayê çi ku sond xwaribû ber Xwedê, hema ew yek jî kir. Qe hişê wêra jî derbaz nebû, wekî sonda xwe neyne sêrî. Ewê Samûyêl bire kon, cem Elî serekkahîn û jêra got: “Bona wî lawikî dua kirim û xwesteka ku ji Xudanva xwestibûm da min; min jî wî bi diyarî da Xudan; di temamiya rojên ku wê bijî wê ji Xwedêra hatiye bi diyarî kirin” (1 Sam. 1:24-28). Ji wî wedeyî, “Samûyêlê zarok li ber Xudan mezin bû” (1 Sam. 2:21). Lê bona Hannayê ew çi dihate hesabê? Hannayê kurê xwe qayîm hiz dikir û jêra hêsa nîbû ji wî biqete. Ewê îda nikaribû her roj kurê xwe bidîta û biçûktaya wîda pêra şabûya. Bidin ber çevê xwe, ku ewê ça dixwest kurê xwe qayîm hemêz kira û bida ber dilê xwe, tevî wî bilîsta, wî hîn kira û şîret kira. Her dayîkeke qenc zara xwera şa dibe, çaxê divîne ku zara wê ça mezin dibe. Lê bidine hesabê xwe wekî Hanna qe ji sonda xwe poşman nedibû, çimkî dilê wê Yehowara şa dibû (1 Sam. 2:1, 2; Zeb. 61:1, 5, 8). w17.04 5 ¶7-8

Pêşem, 31 Cotmeh

Vê yekê zanibe ku rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên (2 Tîmt. 3:1).

Pawlosê şandî pêşda got wekî van rojên axiriyêda “zemanêd xirab” wê hebin. Paşî wan giliya ewî got: “Merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabiyêda pêşda herin” (2 Tîmt. 3:2-5, 13). Hûn divînin ew pêxembertî ça tê sêrî? Diqewime me aliyê merivên xirabda ziyan standiye, mesele ji qaçaxên bêrem, yan jî ji fanatîkên zulm. Hine merivên xirab, xirabiya xwe eyan didin kifşê, hinek jî rûyê xwe vedişêrin û xwe dewsa merivên qenc datînin. Dibeke ew meriv xût mera ziyan nedane, lê yeke xirabiya wan hukum dibe ser me. Em bînteng dibin çaxê derheqa kirên wanî bêxwedêtî pêdihesin. Ew merivên zulm tiştên nemerivayî dikin, mîna heywanên beyanî û hela hê jî mîna cina (Aqûb 3:15). Lê şikir ji Yehowara ku ew bi saya Xebera xwe mizgîniya pir şa dide me. w17.04 10 ¶4

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin