KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es21
  • Adar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Adar
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2021
  • Binserî
  • Duşem, 1 Adarê
  • Sêşem, 2 Adarê
  • Çarşem, 3 Adarê
  • Pêşem, 4 Adarê
  • Înî, 5 Adarê
  • Şemî, 6 Adarê
  • Led, 7 Adarê
  • Duşem, 8 Adarê
  • Sêşem, 9 Adarê
  • Çarşem, 10 Adarê
  • Pêşem, 11 Adarê
  • Înî, 12 Adarê
  • Şemî, 13 Adarê
  • Led, 14 Adarê
  • Duşem, 15 Adarê
  • Sêşem, 16 Adarê
  • Çarşem, 17 Adarê
  • Pêşem, 18 Adarê
  • Înî, 19 Adarê
  • Şemî, 20 Adarê
  • Led, 21 Adarê
  • Duşem, 22 Adarê
  • Sêşem, 23 Adarê
  • Çarşem, 24 Adarê
  • Pêşem, 25 Adarê
  • Înî, 26 Adarê
  • Roja Bîranînê
    Çaxê Ro Çû Ava
    Şemî, 27 Adarê
  • Led, 28 Adarê
  • Duşem, 29 Adarê
  • Sêşem, 30 Adarê
  • Çarşem, 31 Adarê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2021
es21

Adar

Duşem, 1 Adarê

Xudan dibêje: . . . Ji nava wan derên, cude bin. Li tiştêd heram nekevin (2 Korn. 6:17).

Hizkirin hindava Xwedê û Xebera wî, me qewî dike, wekî em gura Yehowa bikin, hela hê jî çaxê merivên meyî nêzîk yan jî heval zorê me dikin, wekî edet û qeydên bona miriya bikin. Ewana dibeke me bidine şermê, û bêjin yançi me miriyê xwe hiz nedikir û qedirê wî nedigirt. Yan jî dibeke ewana bêjin, ku hergê em evê yekê nekin, mirî wê ziyanê bide saxa. Ji cimeta Karîbê gelek meriv bawer dikin, wekî çaxê meriv dimire, “ruhê” wî wêderê diçe-tê û dikare ceza ke wan meriva, yên ku hindava wîda xirab bûn. Kitêbekêda tê gotinê, wekî ew “ruh” dikare hela hê “qeziyê bîne ser cimetê jî”. Afrîkayêda jî edeteke usa heye, ku mala mirîda neynikê dadidin û şikla jî dizvirînin aliyê dîwar. Lê çira usa dikin? Hinek dibêjin wekî mirî gerekê xwexa xwe nevînin. Em çawa xizmetkarên Yehowa tu car wan çîroka bawer nakin û ne jî wan qeyd û edeta dikin, yên ku ser hîmê derewên Şeytan in (1 Korn. 10:21, 22). w19.04 16 ¶11-12

Sêşem, 2 Adarê

Her çi ku dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin (Met. 7:12).

Îsa prînsîpên usa hîn dikir, kîjan ku wê alî peyçûyên wî bikirana, wekî hindava merivada heq bûna. Mesele, bifikirin derheqa Qeydê Zêrîn. Belê, em gişk dixwazin wekî hindava meda heq bin. Lema em jî gerekê hindava merivada heq bin. Çaxê em usa bikin, ewana jî wê hêlan bin hindava meda usa bin. Lê hergê hindava meda neheqiyê bikin, em gerekê çi bikin? Îsa şagirtên xwe hîn kir, wekî îtbariya xwe Yehowa bînin, ku ew wê heqiyê bike wanra, “yêd ku şev û roj hewara xwe wî datînin” (Lûqa 18:6, 7). Ev rêz sozekî usa dide me: Xwedêyê meyî heq û rast, zane em wan rojên axiriyêda rastî çi tengasiya tên, û ew wê ese wededa heqiyê bîne (2 Têsln. 1:6). Çaxê em wan prînsîpa bînin sêrî, kîjan ku Îsa hîn dikir, emê hindava merivada heq bin. Û hergê vê dinya Şeytanda kesek neheqî me kiriye, em gerekê dilrihet bimînin, çimkî zanin ku Yehowa wê dîwana wan bike, yên ku neheqî me kirine. w19.05 5 ¶18-19

Çarşem, 3 Adarê

Her gav hazir bin, caba wan hemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktiyê bikin (1 Pet. 3:15).

Hergê tu cahil î, dibeke hevaldersxanên te têoriya êvolûsiyayê bawer dikin. Femdarî ye hûn dixwazin wanra şirovekin, ku hûn çira bawer dikin, wekî meriv hatine efirandinê. Lê dibeke hûn difikirin, wekî hûnê nikaribin şirovekin. Wî çaxî wera lazim e lêkolîna bikin! Wedê lêkolînkirinê du nêtên weye sereke gerekê hebin: 1) Baweriya xwe qewî kin, wekî Xwedê hemû tişt efirandiye û 2) hîn bin çawa hê rind şirovekin rastiya ji Xebera Xwedê (Rom. 1:20). Hûn dikarin pirsê bidine xwe: “Hevaldersxanên min çaxê piştgiriya têoriya êvolûsiyayê bikin, çi dikarin bêjin?” Paşê edebiyetên meda lêkolîna bikin. Hûn dikarin ecêbmayî bimînin ku ça hêsa ye merivara derheqa baweriya xwe şirovekin. Heçî zef meriv êvolûsiyayê bawer dikin ji bo vê yekê, çimkî kesekî ku ewana qedirê wî digirin, wanra gotiye ku ew rast e. Hergê hûn hema tenê îzbatkirinekê yan duda wanra bêjin, diqewime ku hûn pê caba xwe alî wan bikin, yên ku dixwazin rastiyê pêbihesin (Kols. 4:6). w19.05 29 ¶13

Pêşem, 4 Adarê

Mîna zilamekî ku dayika wî, xemrevîniyê lê kiriye, ezê xemrevîniyê li we bikim (Îşa. 66:13).

Çaxê Êlyas pêxember direviya seva emirê xwe xilaz ke, ew usa dilteng bû, wekî xwera mirin dixwest. Yehowa melekekî qewî şand seva teseliya wî bike. Ewî melekî vê yekêda alî Êlyas kir, çida ew hewce bû. Ewî xwarineke germ da Êlyas û bi nermî jêra got wekî bixwe (1 Padş. 19:5-8). Ew serhatî nîşan dike, wekî cara qencîke biçûk dikare gelek karê bîne. Mesele, xwarin, pêşkêşeke biçûk yan jî neme, kîjanêda giliyên şîrin û dilşewatî nivîsar in, dikare hizkirin û xemkirina me hindava wanda, bide kifşê. Hergê mera çetin e xeber din derheqa tiştên wanî şexsî, yan jî dereca wan ku êşeke usa mezin aniye, em bi kirên biçûk dikarin alî wan bikin. Yehowa bi keremet alî Êlyas kir, wekî heta Çiyayê Horeb here, seva dûr be ji ewên ku dixwestin wî bikujin. Em çi dersê dikarin ji vê yekê hîn bin? Hergê em dixwazin dilbîniyê bidine merivên ku rastî zorbetiyê hatine, pêşiyê em gerekê usa bikin seva ewana xwe rihet texmîn kin, firqî tune mala xweda yan Oda Civatêda. w19.05 16 ¶11; 17 ¶13-14

Înî, 5 Adarê

Welat . . . şînê bikişînin . . . û eşîra mala Natan (Zeker. 12:12).

Besa xeberê, hûn dixûnin pêxembertiya ji Zekeriya serê 12, kîderê tê pêxembertîkirinê derheqa mirina Mesîh (Zeker. 12:10). Çaxê hûn gihîştine rêza 12, hûn dixûnin wekî “eşîra mala Natan”, dêmek malbeta wî, bona mirina Mesîh wê gelek bigirî û berxwe keve. Dewsa ku ew înformasiya biçûk pişt guhê xweva bavêjin, hûn disekinin û pirsê didine xwe: “Orta mala Natan û Mesîhda, çi hevgirêdan heye?” Niha hûn lêkolînê destpêdikin, çimkî dixwazin vê yekê pêbihesin. Rêza margînal we dibe berbi 2 Samûyêl 5:13, 14, ji kîderê hûn pêdihesin, wekî Natan kurê Dawid Padşa bû. Rêza margînala duda Lûqa 3:23, 31 ye, kîjan ku eyan dike, wekî Natan kal-bavê Meryemê bû (Binihêre “Birca Qerewiliyê”, Tebax 2017, rûpêla 32, abzasa 4). Hûn ecêbmayî dimînin! Hûn zanin wekî li gora pêxembertiyê, Îsa gerekê ji rikiniyata Dawid bihata (Met. 22:42). Lê kurên Dawid 20 zêdetir bûn. Niha wera femdarî ye, ku çira Zekeriya xût besa malbeta Natan kir, wekî wê şîna Îsa bikin, çimkî Îsa ji rikinyata wî bû. w19.05 30 ¶17

Şemî, 6 Adarê

Hiş-aqilê xwe nû kin û bi vê yekê werin guhastin, seva fem kin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye (Rom. 12:2, DT).

Hergê em her gav lêkolîna dikin, emê qayîm bawer bin wan rastiyada, kîjan ku em ji Kitêba Pîroz pêdihesin. Em dikarin tu car dudilî nebin, wekî prînsîpên Yehowa timê rast in. Axiriyêda, baweriya me, wê bibe mîna dara bi kokên qewî, dêmek “hîmgirtî” be (Kols. 2:6, 7). Bîr nekin, wekî tu kes dewsa we nikare baweriya we qewî ke. Lema jî berdewam kin hiş-aqilê xweda bêne guhastinê. Her gav dua bikin û ji Yehowa hîvî kin, wekî pê ruhê xweyî pîroz alî we bike. Kûr bifikirin, û her gav fikir û nêt-meremên xwe bicêribînin. Hevalên rast xwera qazanc kin, yên ku wê alî we bikin hişaqilê xwe biguhêzin. Hergê hûn usa bikin, hûnê nehêlin, wekî hukumê dinya Şeytan ser we hukum ke, û hûnê bikaribin “şêwira û hemû bilindciyêd kubariyêye miqabilî zanebûna Xwedê”, hilşînin (2 Korn. 10:5). w19.06 13 ¶17-18

Led, 7 Adarê

Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasiya rast û bêqusûr ev e: Telî-tengiyada dest bavêjine sêwiya û jinebiya (Aqûb 1:27).

Çawa ku Rût kêleka Nahomîyê bû, em jî gerekê alî wan bikin, yên ku merivên xweyî nêzîk unda dikin (Rût 1:16, 17). Paûla dibêje: “Hema paşî mirina mêrê min, derbêra geleka alîkariya mezin dane min. Wede derbaz bû, û ew meriv îda şixulê xweye herrojîva mijûl dibûn. Lê emirê min bi temamî hate guhastinê. Çaxê meriv fem dikin, wekî kesê ku şînê dike, bi meha hewcê berdiliyê ye, hela hê jî bi sala, ew yek alîkarîke mezin e”. Hemikî, her meriv cûrekî ye. Hine meriv zû hînî dereca xwe dibin. Lê hinekara jî çetin e, çimkî her tişt, çi ku wana tevayî dikir, tîne bîra wan ku ew kes îda kêleka wan nîne. Belê, her meriv ne mîna hev şînê dikin. Lê were em bîr nekin, ku Yehowa mera qedir û cabdarî da, wekî alî wan meriva bikin, yên ku jin yan mêrê xwe unda kirine. w19.06 24 ¶16

Duşem, 8 Adarê

Ezê miqatî rîya xwe bim, ku bi zimanê xwe guna nekim, gemekê bavêjime ez devê xwe, heta ku nepak li ber min e (Zeb. 39:1).

Fesal bin, ku hûn kêra çi dibêjin. Wedê qedexekirinê, em gerekê bizanibin ku “wexta hişbûnê heye” (Waîz 3:7). Înformasiya ku gerekê veşartî be, em gerekê kesekîra nebêjin, mesele navê xûşk-birên me, ciyên topbûnê, ça em xizmet dikin, û ça xwarina ruhanî distînin. Em gerekê ewan tişta serwêrên dewletêra yan jî polîsra nebêjin; ne jî heval, merivên xweyî nêzîk yan jî merivên ku welatê dinda nin. Hergê em vê yekêda fesal nîbin, emê xûşk-bira bikine qeziyê. Nehêlin, wekî seva problêmên biçûk, tifaqî orta meda unda be. Şeytan zane, wekî mala bêtifaq nikare qewî bimîne (Marq. 3:24, 25). Lema ew wê her gav tiştekî bike, seva nav meda yektî unda be. Ew bawer e, wekî emê hevra şer-dewa bikin, ne ku miqabilî wî şer kin. Hela hê Mesîhiyên gihîştî jî gerekê fesal bin, ku nekevine vê telikê. Hergê em jî her tiştî dikin, seva problêmên orta me û xûşk-birada safî bin, emê nehêlin tifaqiya me xirab be (Kols. 3:13, 14). w19.07 11-12 ¶14-16

Sêşem, 9 Adarê

Xulamê Xudan . . . hindava hemûyada berbihêr be, bikaribe hîn ke û bînfire be (2 Tîmt. 2:24).

Gelek car meriv mizgîniya me rind qebûl dikin, ne bona vê yekê ku me çi wanra gotiye, lê ça me wanra gotiye. Dilê wan tê çaxê em dikevine heyra wan, wanra heyf û bi merîfet in. Em zorê wan nakin ku guh bidine me. Dewsê em dixwazin fem kin hela nihêrandina wan ser rêlîgiya ça ne, usa jî em gerekê nihêrandin û fikirên wan meriva hildin hesab. Mesele, çaxê Pawlos tevî Cihûya xeber dida, ewî Nivîsarên Pîroz dida xebatê. Lê çaxê tevî fîlosofên Yûnanî ber civîna Aryopagoyê xeber dida, ewî xeberdanêda besa Kitêba Pîroz nedikir (Kar. Şand. 17:2, 3, 22-31). Lê ça em dikarin çev bidine Pawlos? Hergê hûn rastî wî merivî bên, kîjan ku Kitêba Pîroz qebûl nake, wê baş be wedê xeberdanê konkrêt besa rêzên ji Kitêba Pîroz nekin. Hergê hûn têderdixin, wekî meriv naxwaze kesek wî bivîne, ku ew tevî we Kitêba Pîroz dixûne, jêra rêza usa nîşan kin, wekî nekeve ber çeva, mesele ji haceta elektronîk nîşan kin. w19.07 21 ¶5-6

Çarşem, 10 Adarê

Haş ji xwe hebin, wekî dilê we neyê xapandinê û hûn neşihitin, ber xwedêyê başqe ta nebin (Qan. Dcr. 11:16).

Şeytan bi hostetî Îsraêlî berbi pûtparistiyê hêlan kir. Ewî zanibû, wekî wanra xwarin lazim e û ew yek da xebatê. Çaxê Îsraêlî ketine Erdê Sozdayî, ewana gerekê hîn bûna bi cûrê teze erdê bêcer kin. Çaxê ewana Misirêda bûn, wana bona erdên xwe av ji çemê Nîl hildidan. Lê Erdê Sozdayîda çem tune bû, lema jî seva avdanê baran û şilî lazim bû, wekî tiştên çandî şîn bin (Qan. Dcr. 11:10-15; Îşa. 18:4, 5). Îsraêlî gerekê îda hîn bûna cûrekî mayîn erd û deştên xwe bêcer kirana. Lê çira Yehowa çaxê tevî wan xeber dida, ku ça erdê bêcer kin, got wekî serê xwe ber xudanên qelp daneynin? Yehowa zanibû, wekî Îsraêlî dibeke bixwazin hine mêtodên bêcerkirinê ji miletên pûtparist hîn bin û ku Kenaniyên ku xweyê erd bûn, xudanê qelp Bael dihebandin, û tiştên qelp bawer dikirin (Jimar 25:3, 5; Hakim. 2:13; 1 Padş. 18:18). w19.06 3 ¶4-6

Pêşem, 11 Adarê

Ez vê duayê dikim, ku hizkirina we hê-hê . . . zêde be (Fîlî. 1:9).

Çaxê Pawlosê şandî, Sîlas, Lûqa û Tîmotêyo, hatine koloniya Romê, li şeherê Fîlîpyayê, wana gelek meriv dîtin, ku guh dane mizgîniya Padşatiyê. Bi alîkariya ewan çar birên xîret, civata teze saz bû, û hemû xûşkbirên teze destpêkirin tevayî top bin, diqewime mala Lîdyayêda, ya ku xûşkeke gelek mêvanhiz bû (Kar. Şand. 16:40). Lê zûtirekê ew civata teze kete çetinayê. Şeytan dijminên rastiyê hêlan kirin, wekî pey wan Mesîhiyên amin kevin û şixulê belakirina mizgîniyê bidine sekinandinê. Pawlos û Sîlas girtin, dane ber şiva, û kirine kelê. Paşê çaxê ewana aza kirin, ewana çûn teseliya wan xûşk-birên teze kirin û ewana şidandin. Paşê Pawlos, Sîlas, û Tîmotêyo ji wî şeherî derketin, lê ça tê kifşê Lûqa wêderê ma. Lê ew civata teze ça bû? Ewan xûşk-birên teze pê alîkariya ruhê Yehowa, bi xîret berdewam kirin Yehowara xizmet kin (Fîlî. 2:12). Rastî jî meniya Pawlos hebû, ku wanra firnaq be! w19.08 8 ¶1-2

Înî, 12 Adarê

Deyndar dibe xulamê deyndayî (Metlk. 22:7).

Dibeke hûn derbazî cîkî teze bûne. Çaxê merî derbazî cîkî din dibe, hêsa dikare bikeve bin deyna. Lema jî nekevine heyra wan tişta, kîjan wera zef nelazim in, seva krêdît hilnedin û nekevine bin deyna (Metlk. 22:3). Çaxê em strêsêda nin, mesele çaxê miqatî merivê xweyî nexweş dibin, dibeke çetin e nekevine deyna. Wan derecada, bînin bîra xwe, wekî dua-dirozge dikarin alî we bikin safîkirinên aqilayî bikin. Ser caba duayên we, Yehowa dikare edilayê bide we, kîjan ku “wê dil û fikirêd we . . . xwey ke”, û alî we bike ku dilrihetiyê unda nekin (Fîlî. 4:6, 7; 1 Pet. 5:7). Hevalên baş xwera bivînin. Dilê xwe vekin û xemên xwe hevalên xwera gilî kin, îlahî wanra, yên ku mîna we rastî çetinaya hatine û xizmetiyêda gelek şabûn dîtine. Ew yek wê alî we bike gelek berxwe nekevin û dilbîniyê bistînin (Waîz 4:9, 10). Hevalên ku we xwera qazanc kiriye, dîsa jî wê hevalên we bimînin. w19.08 22 ¶9-10

Şemî, 13 Adarê

Wan[a] . . . ew . . . civandine wî ciyî ku . . . ‘Harmegedon’ tê gotinê (Eyan. 16:16).

Çira Yehowa şerê xilaziyêye mezin tevgirêdide tevî Megîdo? Megîdo û Newala Yîzreelê, ku nêzîkî wî şeherî bû, ciyên gelek şera bûn. Car-cara wan şerada Yehowa alî cimeta xwe dikir ku serkevin. Mesele, pê “avên Megîddo” Xwedê alî Barak hakim kir, wekî ordiya Kenaniya tevî serokê wan, dêmek Sîsera, alt ke. Barak û Debora pêxember, şikirî dane Yehowa, çimkî ewî bi keremet alî wan kir, ku wî şerîda serkevin. Kilamêda wana usa digot, “steyrkên ji ezmana” miqabilî Sîsera şer kirin. Wana distira û digot: “Ya Xudan, bira hemû neyarên te bi vî awayî tune bibin; lê belê yên ku te hiz dikin, bira bibin mîna roja ku hêza teda derdikeve!” (Hakim. 5:19-21, 31) Wedê Harmegedonê jî, dijminên Xwedê wê qir bin, lê yên ku Xwedê hiz dikin wê xilaz bin. Lê nava wan du şerada firqî heye. Harmegedonêda cimeta Xwedê wê şer neke, û hela hê çekên wan jî wê tune bin! Qewata wan wê ew be, ku ewana rihet bimînin û bidine kifşê ku îtbariya xwe Yehowa û ordiya wîye ezmanî tînin (Îşa. 30:15; Eyan. 19:11-15). w19.09 9 ¶4-5

Led, 14 Adarê

Werine cem min (Met. 11:28).

Gavek ku em ça dikarin bêne cem Îsa ew e, ku hê zêde derheqa wî pêbihesin, dêmek ewî çi digot û çi dikir (Lûqa 1:1-4). Tu kes dewsa me nikare vê yekê bike, lema em gerekê xwexa lêkolîna bikin. Em usa jî têne bal Îsa, çaxê safî dikin ku bêne nixumandinê û dibine şagirtên wî. Em usa jî têne cem Îsa çaxê diçin bal rûspiya, gava mera alîkarî lazim e. Îsa “pêşkêş bi cûrê meriva, DT” dide xebatê, seva miqatî pezên wî bin (Efes. 4:7, 8, 11; Yûhn. 21:16; 1 Pet. 5:1-3). Lê em xwexa gerekê nêzîkî rûspiya bin, seva alîkariyê ji wana bixwazin. Femdarî ye, rûspî nikarin fikirên me bixûnin û bizanibin em hewcê çi ne. Dîna xwe bidinê, birakî bi navê Cûlîan çi dibêje: “Min alîkarî xwest, û wana teseliya min kir. Ew teseliya wan pêşkêşeke lape qîmet bû bona min”. Rûspiyên amin dikarin alî me bikin, wekî em “nêt-fikira Mesîh” bizanibin, dêmek fem kin û çev bidine fikir û nihêrandina wî (1 Korn. 2:16; 1 Pet. 2:21). Ew rastî jî aliyê wanda pêşkêşeke gelek qîmet e bona me. w19.09 21 ¶4-5

Duşem, 15 Adarê

Pezêd mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne (Yûhn. 10:16).

Kitêba Pîrozda em dixûnin derheqa wan jin û mêrên amin, rêberiya kîjana ruhê pîroz dikir, lê yeke nav 144 000-da nîbûn. Mesele, Yûhennayê Nixumdar (Met. 11:11). Dîsa meselek ew heye Dawid (Kar. Şand. 2:34). Ewana û dîsa yên mayîn, wê ji mirinê rabin, seva cinetêda ser erdê bijîn. Ewana gişk tevî elaleta mezin, wê bikaribin aminiya xwe hindava Yehowa û serwêrtiya wî bidine kifşê. Tu car nava terîxiya însanetêda Xwedê usa bi mîlyona meriv ji hemû mileta nekiriye yektiyê. Firqî tune hêviya me jîyîna ser erdê ye yan ser ezmana, em gerekê çiqas destê me tê alî meriva bikin, seva ewana bibin para elaleta mezin. Zûtirekê, Yehowa wê tengasiya mezin bîne ser erdê, derheqa kîjanî pêşda hatibû pêxembertîkirinê. Ew tengasiya mezin wê hemû serwêrtiyên meriva û rêlîgiya, yên ku kul-derd merivara anîne, bide hildanê. Ew qedirekî çiqas mezin e, wekî hemûyên ku dikevine nava elaleta mezin, wê heta-hetayê ser erdê Yehowara xizmet kin! (Eyan. 7:14) w19.09 31 ¶18-19

Sêşem, 16 Adarê

Rojêd axiriyêda merivê derên, qerfê xwe xwedênasa bikin (2 Pet. 3:3).

Axiriya dinya Şeytan gelek nêzîk e, û em hîviyê ne ku aminiya me hindava Xwedê û Padşatiya wî, wê hê zêde bê cêribandinê. Dîsa jî dibeke wê qerfa me bikin û me bikenin. Ew îlahî hingê dikare biqewime çaxê em tevnebûyînê xwey dikin. Em gerekê îda nihada aminiya xwe qewî kin, seva ku wedê tengasiya mezin amin bimînin. Wedê tengasiya mezin, guhastin wê hebin derheqa birên ku ser erdê rêberiyê didine me. Wedekî hemû Mesîhiyên bijartî yên ku hê ser erdê ne, wê ser ezmana bêne civandinê seva şerê Harmegedonêda şer bikin (Met. 24:31; Eyan. 2:26, 27). Ew tê hesabê ku Koma Rêberiyê îda wê tevî me ser erdê nîbe. Lê yeke elaleta mezin wê dîsa jî organîze be. Birên cêribandî wê rêberiya bidine me. Emê hingê aminiya xwe Yehowara nîşan kin bi vê yekê, ku piştgiriya wan bira bikin û pey rêberiya wan herin, ya ku ewana wê ji Xwedê bistînin. Xilazbûna me vê yekêva wê girêdayî be! w19.10 17 ¶13-14

Çarşem, 17 Adarê

Tu kuda herî ezê bêm, . . . Tu li kîderê bimirî ezê jî li wir bimirim (Rût 1:16, 17).

Nahomî jineke amin bû, ya ku Yehowa hiz dikir. Lê paşî mirina mêrê xwe û du kurên xwe, ewê dixwest navê xwe biguhasta û xwe nav kira “Mara”, çi ku tê hesabê “Derd û Kul” (Rût 1:3, 5, 20, 21). Bûka Nahomîyê ew nehîşt û wedê tengasiya tevî wê ma. Rût ne tenê pê kirên xwe alî Nahomîyê dikir, lê ewê usa jî tevî wê şîrin û bi dilşewatî xeber dida. Rût pê giliyên ji dilê xweyî sax, Nahomîra nîşan dikir ku lê hiz dike, û kêleka wê ye. Çaxê kesek civatêda mêr yan jina xwe unda dike, wî kesîra alîkarî û piştgirî lazim e. Em dikarin jin-mêr beramberî du baxa bikin, yên ku kêleka hevdu mezin dibin. Nava salada, kokên wan du baxa hevva dialin. Çaxê baxek kokêva tê derxistinê û dimire, baxa din ziyaneke mezin distîne. Mîna vê yekê, çaxê kesek jin yan mêrê xwe unda dike, ew gelek wext dikare êmosiyalîda êşa giran bikişîne. w19.06 23 ¶12-13

Pêşem, 18 Adarê

Her kes dibe maşoqê dilhavijiyêd xwe, dixape û tê cêribandinê (Aqûb 1:14).

Em gerekê fesal bin ne tenê vê yekêda, ku çi cûre wedederbazkirin bijbêrin, lê usa jî çiqas wede em ser xerc kin. Hergê em dîna xwe nedin vê yekê, em dikarin wedê xwe hê zêde ser wedederbazkirina xerc kin, ne ku ser xizmetiya Yehowara. Pêşiyê em gerekê pêbihesin, ku em ser vê yekê çiqas wede xerc dikin. Wê baş be wekî hûn binivîsin, ku ser wedederbazkirinê hûn her heftî çiqas wede xerc dikin. Salnemêda binivîsin, ku hûn çiqas wede xerc dikin ser têlêvîsyonê, Întêrnêtê, û ser lîstika têlêda. Hergê we texmîn kir, ku hûn gelek wede xerc dikin ser wan tişta, xwera safî kin, ku ser çi, çiqas wede xerc kin. Pêşiyê wede başqe kin, seva tiştên ferz bikin, paşê bona wedederbazkirinê wede başqe kin. Paşê, ji Yehowa alîkariyê bixwazin seva alî we bike, hûn usa bikin çawa we safî kiriye. Wî cûreyî bal we wê hê zêde wede û qewat bimîne ser lêkolînkirina Kitêba Pîroz, qulixkirina tevî malbetê, civatê û ser xizmetiya Yehowara. Wî cûreyî hûnê ji hêsabûna xwe hê lezetê bistînin, çimkî hûn şixulê Yehowa datînin ciyê pêşin. w19.10 30 ¶14, 16; 31 ¶17

Înî, 19 Adarê

Xîreta min qebûl nake, lê ew yek minra li hev nayê (Rom. 7:18).

Nêzîkî sala 55 D.M., Mesîhiyên Korintîda safîkirina ferz kirin. Ewana pêhesiyan, wekî xûşk-birên wanî ruhanî Orşelîmêda û Cihûstanêda telî-tengasiyada nin, û xwera nêt danîn, wekî alîkariyê bidine wan (1 Korn. 16:1; 2 Korn. 8:6). Lê çend meh şûnda Pawlosê şandî pêhesiya, wekî wana çi ku safî kiribûn neanîne sêrî. Axiriya vê yekê wê ew bûya, ku qurbankirina wan wê hazir nîbûya hingê, gava gerekê bivirana Orşelîmê tevî qurbankirinên civatên mayîn (2 Korn. 9:4, 5). Korintiya safîkirina baş kirin, û Pawlos bona baweriya wane qewî û merdaniya ku wana dixwest bida kifşê, payê wan da. Lê ewî usa jî dil da wan, wekî wana çi jî destpêkir bînin sêrî (2 Korn. 8:7, 10, 11). Ew dereca wan me hîn dike, wekî hela hê Mesîhiyên aminra jî cara nehêsa ye safîkirinên baş heta xilaziyê bînin sêrî. Çira? Çimkî ji bo gunekariya me nav meda ew xeyset heye, ku tişta derengî xin. Yan jî cara tiştên usa diqewimin, ku em hîviyê nîbûn, û ji bo vê yekê nayê standinê safîkirina xwe bînin sêrî (Waîz 9:11). w19.11 26-27 ¶3-5.

Şemî, 20 Adarê

Baweriyê mîna mertalê bigirine xwe (Efes. 6:16).

Çawa ku mertal bedenê xwey dike, baweriya te jî ji tiştên xirab te xwey dike, mesele ji bênamûsiyê, zorbetiyê û ji hemû tiştên ku li gora prînsîpên Xwedê nînin. Ça Mesîhî em şerê ruhanîda nin û miqabilî ruhên xirab şer dikin (Efes. 6:10-12). Lê hûn ça dikarin têderxin, wekî baweriya we usa qewî ye, ku wedê cêribandina wê sist nebe? Ya pêşin, bona alîkariyê Xwedêra dua bikin. Paşê hûn gerekê pê xebera Xwedê xwe bicêribînin û fem kin ku Xwedê ça ser we dinihêre (Îbrn. 4:12). Kitêba Pîroz dibêje: “Bi temamiya dilê xwe baweriya xwe Yehowa bîne, û îtbariya xwe hişê xwe neyne” (Metlk. 3:5, 6, DT). Besa xeberê, bînin bîra xwe wan paşwextiyada we çi safîkirin kiriye. Diqewime problêma we hebûye aliyê perada. Lê gelo hingê hûn fikirîn ser sozê Yehowa ji Îbranî 13:5, kîderê tê gotinê: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim”? Ewî sozî baweriya we qewî kiriye vê yekêda, ku Yehowa wê alî we bike? Hergê erê, ew yek dide kifşê, wekî hûn mertala xweye baweriyê rind xwey dikin. w19.11 14 ¶1, 4

Led, 21 Adarê

Ewled pêşkêşêd Xudan in (Zeb. 127:3).

Ça dê usa jî bav, gerekê êpêce wede û qewatê xerc kin bona zara xwe. Lema jî hergê çend zarên jin-mêr hene ku saliyên xweda gelek ji hev mestir nînin, wanra dikare çetin be, wekî başqe dîna xwe bidine her zarekê. Hine jin-mêr ku çend zarên wane biçûk hene, dibêjin wekî ewana gelek diwestin. Dê dikare hin fîzîkîda hin jî êmosiyalîda sist be. Ew dikare usa westiyayî be, ku qewata wê jî tune be seva lêkolînkirinê, dua û xizmetiyê. Usa jî jêra dibeke nehêsa be guh bide bernama civatê û karê bistîne. Hemikî mêrê baş wê her tiştî bike, seva alî jina xwe bike ku ça civatêda usa jî malda, miqatî zara be. Mesele, ew dikare şixulê malda alî jina xwe bike. Usa jî ew wê aliyê xweda her tiştî bike, seva hemû neferên wî her gav Qulixkirina tevî Malbetê derbaz kin. Û bav ku Mesîhî ne, wê tevî neferên xwe her gav derkevin xizmetiyê. w19.12 24 ¶8

Duşem, 22 Adarê

Ev sala pêncî bira wera bibe sala rawastîyê (Qan. Kah. 25:11).

Îsraêliya ji sala Yûbîlê çi kar distandin? Mesele, bidin ber çevê xwe, wekî Îsraêlîk bin deynada bû, û erdê xwe firotibû, seva deynê xwe bide. Sala Yûbîlêda, ew erd paşda jêra vedigeriya. Lema jî ewî dikaribû “vegere here li ser milkê xwe”, û milkê zarên wî unda nedibû. Dereceke dinda, Îsraêlî seva deynê xwe bida, dibeke gerekê zara xwe yan hela hê xwe jî bifirota dîltiyê. Lê wedê sala Yûbîlê, xulam gerekê vegeriya “nava malbeta xwe” (Qan. Kah. 25:10). Lema jî tu kes nedibû xulamê usa, ku tu car azayî nestanda. Xêncî vê yekê Yehowa got: “Li nava teda kesîb gere tunebe, çimkî Xudan wê ese dua li te bike li ser wî erdî, ku Xudan Xwedêyê te çawa milk dide te ku qazinc kî” (Qan. Dcr. 15:4). Lê dinya îroyînda merivên dewletî hê dewletî dibin, lê merivên kesîb hê kesîb dibin! Rastî jî firqîke çiqas mezin e! w19.12 8-9 ¶3-4

Sêşem, 23 Adarê

Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke (Metlk. 27:11).

Çaxê Îsa rastî cêribandina hat, ewî “gelekî keser û bi hêsira” dua dikir (Îbrn. 5:7). Ew dua-dirozgên wî ji dilê wîyî amin dihatin û nîşan dikirin ku ewî dixwest hê zêde gura Bavê xweda be. Bona Yehowa duayên Îsa mîna bixûra bînxweş bûn. Îsa temamiya emirê xweda dilê Bavê xwe şa dikir û îzbat kir, ku serwêrtiya Bavê wî ya lape baş e. Em dikarin çev bidine Îsa, ku her gav gura Yehowa bikin û jêra amin bimînin. Çaxê em rastî cêribandina tên, em dua-dirozga dikin seva Yehowa alî me bike, çimkî em naxwazin dilê wî bêşînin. Em zanin wekî hergê em wan tişta bikin çi ku ber çevê Yehowa reş in, ew wê duayên me qebûl neke. Lê hergê em li gora qanûn û prînsîpên wî dijîn, em dikarin dudilî nebin, wekî duayên meyî ji dil, wê bona Yehowa mîna bixûra bînxweş bin. Û em usa jî dikarin bawer bin, wekî gava em bi aminî gura wî dikin û bêqisûrtiya xwe xwey dikin, ew yek dilê Bavê meyî ezmana gelek şa dike. w19.11 21-22 ¶7-8

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 9 Nîsanê) Lûqa 19:29-44

Çarşem, 24 Adarê

Awa kî ye ew xulamê amin û serwaxt? (Met. 24:45).

Sala 1919, Îsa komeke biçûk yên birên bi ruhê pîroz bijartî ça “xulamê amin û serwaxt” kifş kir. Ew xulam rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dike, û “wextda xwarinê” dide şagirtên Îsa. Bêy alîkariya Yehowa xulamê amin û serwaxt wê nikaribûya ew şixul bikira, çimkî Şeytan û dinya wî her tiştî dikin, seva wî şixulîda rê wî bigirin. Du şerên hemdinyayê, zêrandin, krîzîsa hemdinyayêye êkonomîkî, û neheqî, xulamê amin û serwaxt nedane sekinandinê ku wededa xwarina ruhanî bide şagirtên Mesîh. Bifikirin ku çiqas gelek cûre edebyet ser 900 zimana zêdetir em bêheq distînin! Ew yek eşkere dide kifşê, ku destê Xwedê ser wan e. Dîna xwe bidinê ku Yehowa ça eşkere kerem dike şixulê belakirina mizgîniyê: Mizgînî rastî jî “li nav temamiya dinyayê” tê belakirinê (Met. 24:14). w19.11 24 ¶15-16

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 10 Nîsanê) Lûqa 19:45-48; Metta 21:18, 19; 21:12, 13

Pêşem, 25 Adarê

Îsa . . . bona milûktî û êlimiya [xwe] hate bihîstinê (Îbrn. 5:7).

Her sal Roja Kewandinê serekkahîn gerekê bixûr bişewitanda pêşiya ku qurban bianiya. Çaxê ewî usa dikir, îda ew bawer dibû, wekî Xwedê wê qurbanên ku ew wê bîne, qebûl ke. Çaxê Îsa ser erdê bû, pêşiya ku emirê xwe bida ça qurban, ewî gerekê tiştekî ferz bikira, çi ku ji xilazbûna însanetê ferztir bû. Lê ew çi bû? Ew gerekê amin û bêqisûr bijîta ser erdê, seva Yehowa qurbana wî qebûl ke. Îsa gerekê îzbat kira, ku jîyîna rast ew e, ku bijî usa ça Yehowa hîn dike. Ewî gerekê îzbat kira, ku hukumetiya Bavê wî rast e û cûrê serwêrtiya wî heq e. Nava temamiya jîyîna xweye ser erdê, Îsa bi temamî gura prînsîpên Yehowayî rast dikir. Îsa dixwest îzbat ke, wekî tu cêribandin û tengasî, hela hê cefê ber mirinê jî, nikaribûn rê wî bigirtana (Fîlî. 2:8). w19.11 21 ¶6-7

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 11 Nîsanê) Lûqa 20:1-47

Înî, 26 Adarê

Hûn in, yêd ku nava cêribandinêd minda heta niha tevî min mane (Lûqa 22:28).

Wedê temamiya xizmetiya Îsa, şandiyên wîyî amin îzbat kirin, ku bi rastî hevalên wî ne. (Metlk. 18:24). Îsa ew hevalên xwe gelek qîmet dikir. Wedê xizmetiya wî, ji birên wî qe yekî jî wî bawer nedikir (Yûhn. 7:3-5). Wedekî merivên wîyî nêzîk hela hê jî digotin, wekî ewî hişê xwe unda kiriye (Marq. 3:21). Lê Îsa derheqa şandiyên xweyî amin, şeva pêşiya mirina xwe, giliyên ji rêza îroyîn got. Rast e cara şagirtên Îsa dilê wî dêşandin, lê ewî dîna xwe nedida şaşiyên wan, dewsê ewî nav wanda bawerî hindava xweda didît (Met. 26:40; Marq. 10:13, 14; Yûhn. 6:66-69). Îsa pêşiya mirina xwe şeva paşin, gote şandiyên xweyî amin: “Min hûn dost hesab kirin, çimkî her tiştêd ku min ji Bavê xwe bihîstin weva dane eyankirinê” (Yûhn. 15:15). Bêşik, hevalên Îsa gelek dil didane wî. w19.04 11 ¶11-12

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 12 Nîsanê) Lûqa 22:1-6; Marqos 14:1, 2, 10, 11

Roja Bîranînê
Çaxê Ro Çû Ava
Şemî, 27 Adarê

Hema ew ruh xwexa tevî ruhê me şedetiyê dide, ku em zarêd Xwedê ne (Rom. 8:16).

Ça Mesîhî têderdixe, wekî ew bona jîyîna ser ezmana hatiye gazîkirinê? Giliyên Pawlosê şandî caba vê pirsê eyan dikin, kîjan ku ewî gote yên “pîrozbûnêra gazîkirî” ku Romêda bûn. Ewî xêncî giliyên rêza îroyîn, usa jî gote wan: “We ruhekî usa nestandiye, ku we dîsa bike xulam bitirsin, lê we ew ruh standiye, yê ku we dike zarêd Xwedê, bi kîjanî gazî wî dikin: ‘Abba!’ awa gotî ‘Bavo!’” (Rom. 1:7; 8:15) Dêmek, Xwedê pê ruhê xweyî pîroz yên bijartîra zelal eyan dike, wekî ewana bona jîyîna ser ezmana gazîkirî ne (1 Têsln. 2:12). Yehowa qe şikê nahêle hiş û dilê wan Mesîhiyada, yên ku bona jîyîna ser ezmana hatine gazîkirinê (1 Yûhn. 2:20, 27). Mesîhiyên bijartî hewce nînin, wekî kesek wanra îzbat ke, ku ewana bijartî ne. w20.01 22 ¶7-8

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 13 Nîsanê) Lûqa 22:7-13; Marqos 14:12-16 (Çaxê Ro Çû Ava: qewimandinên 14 Nîsanê) Lûqa 22:14-65

Led, 28 Adarê

Tu hizkirin ser wê hizkirinêra tune, ku yek emirê xwe ber dostêd xweva bide (Yûhn. 15:13).

Qanûna Mesîh ser hîmekî lapî qewî hatiye sazkirinê, ew heye hizkirin (Galt. 6:2). Hemû tişt çi ku Îsa dikir ji hizkirinê bû. Dilşewatî ji hizkirinê tê. Dilê Îsa dişewitî bona meriva û gunê wî wana dihat, lema ewî meriv hîn dikirin, yên nexweş qenc dikir, yên birçî têr dikir, û yên mirî radikir (Met. 14:14; 15:32-38; Marq. 6:34; Lûqa 7:11-15). Îsa bi rezedilî hewcên meriva ji hewcên xwe bilindtir digirt. Lê hizkirina xweye lape mezin ewî îzbat kir bi vê yekê, ku emirê xwe da bona meriva. Em gerekê çev bidine Îsa ku bikevine heyra meriva, ne ku heyra xwe, dêmek pêşiyê hewcên wan hildin hesab. Usa jî em gerekê dilşewat bin hindava wanda, kêra mizgîniyê gilî dikin. Çaxê dilşewatî me hêlan dike, ku mizgîniyê bela kin û meriva hîn kin, bi vê yekê em gura qanûna Mesîh dikin. w19.05 4 ¶8-10

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 14 Nîsanê) Lûqa 22:66-71

Duşem, 29 Adarê

[Yehowa] . . . ez şandime hêsîrara boy serbestiyê û korara boy dîtinê dannasîn kim, azayiyê bidime bindesta (Lûqa 4:18).

Îsa alî cimetê kir ku aza bin ji hînkirinên serwêrên rêlîgiya, ku barê giran bûn. Gelek Cihû xulamên eyd-qeyd û baweriyên qelp bûn (Met. 5:31-37; 15:1-11). Û ewên ku yançi aliyê ruhanîda alî cimetê dikirin, ça bêjî kor bûn, çimkî xwexa rast Xwedêra xizmet nedikirin. Wana Mesîh û hînkirina ruhanî ku ewî dida, înkar kirin, lema teriyêda û nava gunada man (Yûhn. 9:1, 14-16, 35-41). Îsa usa jî tiştên rast hîn dikir û mesela baş bû, û bi wê yekê ewî merivên milûkra eyan kir, ku çawa ewana dikarin ji hînkirinên qelp aza bin (Marq. 1:22; 2:23–3:5). Azaya duda, ku Îsa anî, ew hebû azaya însanetê ji xulamtiya gune. Bi saya qurbana Îsa, Xwedê dikaribû gunê wan bibaxşanda, yên ku pê kirên xwe bawerî didane kifşê hindava vê kirînê (Îbrn. 10:12-18). w19.12 10 ¶8; 11 ¶10-11

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 15 Nîsanê) Metta 27:62-66

Sêşem, 30 Adarê

We baweriya xwe wî anî û bi ruhê pîrozî sozdayî hatine morkirinê. Ruhê pîroz çawa bihê hatiye dayînê heta em sozê Xwedê war bin (Efes. 1:13, 14).

Yehowa pê ruhê xweyî pîroz, hemû Mesîhiyên bijartîra zelal eşkere dike, wekî Ewî ewana bijartine. Bi wî cûreyî, ruhê pîroz ça “bihê ye [nîşan yan soz e]” ku Xwedê dide wan, seva wana bide bawerkirinê ku axiriyêda ewana wê heta-hetayê ser ezmana bijîn, ne ku ser erdê (2 Korn. 1:21, 22). Hergê Mesîhî pê ruhê pîroz hatiye kifşkirinê, gelo ew tê hesabê ku wê ese xelata xweye ezmanî bistîne? Na. Rast e ew dudilî nîne, ku ew ha tiye bijartinê bona jîyîna ser ezmana, lê ew gerekê bîr neke evê temiyê: “Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe testîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tu car nakevin” (2 Pet. 1:10). Dêmek, hergê Mesîhî gazîkirî ye bona jîyîna ser ezmana, ew wê xelata xwe tenê hingê bistîne, hergê heta mirinê amin bimîne (Fîlî. 3:12-14; Îbrn. 3:1; Eyan. 2:10). w20.01 21-22 ¶5-6

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 16 Nîsanê) Lûqa 24:1-12

Çarşem, 31 Adarê

Hinek bi xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin, lê zimanê serwaxta dermanê dila ye (Metlk. 12:18).

Menîk, ku çira ew sê hevalên Îboye qelp hindava wîda dilşewat nîbûn ew bû, ku wana nexwest bi temamî halê wî fem kin. Lema jî nihêrandina wan nerast bû û wana gelek sert Îbo sûcdar dikirin. Lê em çi dikarin bikin, wekî şaşiyên usa nekin? Bîr nekin, wekî tenê Yehowa hûr bi hûr zane derheqa dereca meriva. Rind guh bidine wî kesî, yê ku kula dilê xwe wera gilî dike, û ne tenê guh bidine giliyên wî, lê usa jî êşa wî fem kin. Tenê hingê hûnê bikaribin bi dilê xweyî sax ber dilê wîda bên. Hergê em dilşewat in, emê gevestiyê nekin derheqa problêmên xûşk-bira. Merivê geveze civatê ne ku ava dike, lê hildişîne (Metlk. 20:19; Rom. 14:19). Ew dikare derdê meriva hê giran kin (Efes. 4:31, 32). Lê çiqas baş e çaxê em hê zêde dîna xwe didine hunurên merivaye baş û difikirin, ku çawa em dikarin alî wan bikin tengasiyêda sebir kin! w19.06 21-22 ¶8-9

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin