KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es21
  • Nîsan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nîsan
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2021
  • Binserî
  • Pêşem, 1 Nîsanê
  • Înî, 2 Nîsanê
  • Şemî, 3 Nîsanê
  • Led, 4 Nîsanê
  • Duşem, 5 Nîsanê
  • Sêşem, 6 Nîsanê
  • Çarşem, 7 Nîsanê
  • Pêşem, 8 Nîsanê
  • Înî, 9 Nîsanê
  • Şemî, 10 Nîsanê
  • Led, 11 Nîsanê
  • Duşem, 12 Nîsanê
  • Sêşem, 13 Nîsanê
  • Çarşem, 14 Nîsanê
  • Pêşem, 15 Nîsanê
  • Înî, 16 Nîsanê
  • Şemî, 17 Nîsanê
  • Led, 18 Nîsanê
  • Duşem, 19 Nîsanê
  • Sêşem, 20 Nîsanê
  • Çarşem, 21 Nîsanê
  • Pêşem, 22 Nîsanê
  • Înî, 23 Nîsanê
  • Şemî, 24 Nîsanê
  • Led, 25 Nîsanê
  • Duşem, 26 Nîsanê
  • Sêşem, 27 Nîsanê
  • Çarşem, 28 Nîsanê
  • Pêşem, 29 Nîsanê
  • Înî, 30 Nîsanê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2021
es21

Nîsan

Pêşem, 1 Nîsanê

Heval her gav hiz dike (Metlk. 17:17).

Erîstarxoyê Mekedonî ku Mesîhî bû, bona Pawlosê şandî hevalekî amin bû. Kitêba Pîrozda derheqa Erîstarxo cara pêşin hingê tê gilîkirinê, çaxê Pawlos wedê rêwîtiya xweye mîsyonêrtîye sisiya, çû Efesê. Çaxê Erîstarxo tevî Pawlos bû, elaletê wî girt (Kar. Şand. 19:29). Lê gava wî aza kirin, ew bona xwe neditirsiya û nerevî, lê bi aminî tevî Pawlos ma. Çend meh şûnda, Yûnanistanêda, Erîstarxo dîsa jî kêleka Pawlos bû, hela hê jî gava dijmin dixwestin Pawlos bikuştana (Kar. Şand. 20:2-4). Nêzîkî sala 58 D.M., çaxê Pawlos ça girtî şandine Romê, Erîstarxo vê riya dûrda jî tevî wî bû, û hingê ewana tevayî xilaz bûn çaxê gemî hûrdexweşî bû (Kar. Şand. 27:1, 2, 41). Paşê çaxê ewana gihîştne Romê, ew dibeke hine wext tevî Pawlos kelêda bû (Kols. 4:10). Bêşik, Pawlos dişidiya û dilbînî distand, çimkî heval-rêyê amin kêleka wî bû! Em jî mîna Erîstarxo, bona xûşk-bira dikarin hevalên amin bin, ku kêleka wan bin ne tenê şayada, lê “roja oxirmê giranda” jî. w20.01 9 ¶4-5

Înî, 2 Nîsanê

Xwezilî û buhurtî-jibare ye, ewê ku para wî tevî rabûna miriyaye pêşin heye (Eyan. 20:6).

Mesîhiyê ku tê bijartinê, dikare bifikire, wekî ew hêjayî wî qedirê mezin nîne. Lê yeke ew deqekê jî dudilî nîne, wekî Yehowa wî bijartiye. Çaxê ew difikire derheqa hêviya xweye axiriyê, dilê wî bi şabûnê û razîbûnê tije dibe (1 Pet. 1:3, 4). Lê gelo ew tê hesabê, wekî yên bijartî dixwazin bimirin? Pawlosê şandî caba vê pirsê dide. Ewî bedena meriva beramberî kon kir û got: “Belê heta ku em vî konîda dimînin, bin barê giranda dinelin, ne ku em dixwazin vî ji xwe bêxin, lê yê ezmanî serda wergirin, wekî yê xweyîmirin wê jiyînêda betavebe here” (2 Korn. 5:4). Ewan Mesîhiya hewasa xwe hindava jîyînê unda nekirine, û ne jî dixwazin wekî jîyîna wane ser erdê zû xilaz be. Ewana jîyîna xwera şa dibin û dixwazin her roj Yehowara tevî neferên xwe û hevalên xwe xizmet kin. Lê yeke hêviya wane axiriyê timê bîra wanda ne (1 Korn. 15:53; 2 Pet. 1:4; 1 Yûhn. 3:2, 3). w20.01 23 ¶12-13

Şemî, 3 Nîsanê

Xudan kê hiz dike, wî şîret dike (Îbrn. 12:6).

Bavê me seva me hîn ke, wededa ji hizkirinê me şîret dike. Yehowa bi gelek cûra me şîret dike. Mesele, çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, yan jî ser civata guh didine bernamê, em cara têderdixin, ku çida em gerekê xwe biguhêzin. Yan jî cara em alîkariyê ji rûspiya distînin. Firqî tune Yehowa çi cûreyî me şîret dike, ew timê vê yekê dike, çimkî me hiz dike (Yêrem. 30:11). Yehowa tengasiyada alî me dike. Mîna bavê ku wedê çetinaya alî zarên xwe dike, usa jî Bavê meyî ezmana wedê tengasiya tê hewara me. Ew pê ruhê xweyî pîroz me ji ziyana ruhanî xwey dike (Lûqa 11:13). Xêncî vê yekê, çaxê em dilteng in, Yehowa usa jî êmosiyalîda me xwey dike. Mesele, ew hêviya pir baş dide me bona axiriyê. Ew hêvî alî me dike ku ber derecên giran teyax kin. Bîr nekin vê yekê: Firqî tune em rastî çi kul-derda jî bên, Bavê meyî hizkirî wê hemû ziyanên ku me standiye, bi temamî qenc ke. Hemû cêribandinên me wedelû ne, lê keremên ku Yehowa bide me, wê heta-hetayê bimînin (2 Korn. 4:16-18). w20.02 5 ¶14-15

Led, 4 Nîsanê

Yan texmîna we badîhewa nivîsar dibêje: “Dil timê me berbi hevsûdiyê dibe”? (Aqûb 4:5, DT)

Em dikarin ser xwe bixebitin, wekî hevsûdiyê ji dilê xwe kokêva derxin! Bifikirin ser mesela birên Ûsiv. Çaxê wana usa serê Ûsiv kir, sal derbaz bûn ewana Misirêda rastî wî hatin. Pêşiya ku Ûsiv xwe birên xwera eyan kira, ewî wana cêriband hela ewana hatine guhastinê yan na. Ewî sifir vekir û ber sifirê diha zef dîna xwe dida birê xweyî lapî biçûk, Binyamîn (Destp. 43:33, 34). Lê birên wî hevsûdî Binyamîn nekirin. Dewsê ewana gelek berxwe diketin bona birê xwe û bavê xwe Aqûb (Destp. 44:30-34). Birên Ûsiv hevsûdî ji dilê xwe derxistin, lema dîsa edilayî kete nav malbeta wan (Destp. 45:4, 15). Usa jî hergê em hevsûdiyê kokêva ji dilê xwe derxin, emê bikaribin nav malbeta xweda û civatêda edilayê xwey kin. Yehowa dixwaze, wekî em xwe ji hevsûdiyê xwey kin û edilayê çêkin. Hergê em milûk bin, razî bin bona wan tişta çi ku bal me hene, û meriva qîmet kin, ciyê hevsûdiyê dilê meda wê tune be. w20.02 19 ¶17-18

Duşem, 5 Nîsanê

Ez Xudan hiz dikim, Ewî dengê zarînîya min bihîst (Zeb. 116:1).

Tu dikarî Yehowara razîbûnê nîşan kî bona hizkirina wî, çaxê duada tevî wî xeber dî. Hizkirina te hindava Xwedê wê hê qayîm be, çaxê tu jêra timê derheqa xemên xwe gilî kî û ji wî razî bî bona her tiştî ku ew bona te dike. Û dostiya te tevî Yehowa wê hê qewî be, gava tu bivînî ku ew ça caba duayên te dide. Tuyê bawer bî, wekî ew te fem dike. Lê seva hê nêzîkî Yehowa bî, tu gerekê bizanibî ku ew ça difikire. Û tu gerekê bizanibî, nihêrandina wî ça ne, ew çi hiz dike lê çi hiz nake. Vê yekê tu dikarî tenê bi saya lêkolînkirina Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz pêbihesî. Lema jî hîn be qîmet kî wê yekê. Tenê Kitêba Pîrozda heye rastî derheqa Yehowa û qirara wî hindava te. Tê bi vê yekê bidî kifşê ku Kitêba Pîroz qîmet dikî, hergê her roj bixûnî, xwe hazir kî bona hînbûna Kitêba Pîroz, û çi ku pêdihesî emirê xweda bidî xebatê (Zeb. 119:97, 99; Yûhn. 17:17). Lê bernama teye xwendina Kitêba Pîroz heye? Hergê erê, tu Kitêba Pîroz her roj dixûnî? w20.03 5 ¶8-9

Sêşem, 6 Nîsanê

[Ewî] rastî kê dihat wanra dikete xeberdanê (Kar. Şand. 17:17).

Hergê hûn nikarin gelek rê herin, hûn dikarin derva kîderê meriv diçin-tên, rûnên, û kê derbaz dibe wanra mizgîniyê gilî kin. Hûn usa jî dikarin neformal şedetiyê bidin, nema binivîsin, yan jî pê têlê xizmet kin. Gelek mizgînvan ku nikarin mal bi mal xizmet kin, wan cûrê xizmetiyêda şabûnê û dilrihetiyê distînin. Hergê sihet-qewata we xirab e, hûn hingê jî dikarin xizmetiya xwe bînin sêrî. Pawlos got: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlî. 4:13). Pawlosra ew qewat lazim bû, çaxê wedê rêwîtiya xwe ew nexweş ket. Ewî Galatiyara şirovekir: “Cara pêşin bêsihetiya qalibê min bû menî, min mizgînî da we” (Galt. 4:13). Mîna vê yekê, hergê jî sihet-qewata we nebaş e, yeke gelek mecalên we hene ku mizgîniyê bela kin. Mesele hûn dikarin hekîmara, berdestiyên hekîmara, û wanra kê miqatî we dibe şedetiyê bidin, çimkî çaxê mizgînvan mal bi mal xizmet dikin û tên mala wan, hingê ewana ser xebatê ne. w19.04 4-5 ¶10-11

Çarşem, 7 Nîsanê

Belê her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê (2 Tîmt. 3:12).

Sala 2018-da, 223 000 mizgînvana zêdetir wan welatada dijîtin, kîderê ku yan bi temamî yan jî hine şixulên me qedexekirî ne. Lê em ecêbmayî namînin, çimkî Mesîhiyên rast wê bêne zêrandinê. Firqî tune em kîderê dijîn, yeke serwêrên dewletê dikarin nişkêva hebandina me Yehowara, Xwedêyê hizkirîra, qedexe kin. Hergê serwêrên dewletê şixulê me qedexe kin, dibeke em bifikirin, ku me kerema Xwedê unda kiriye. Lê bîr nekin, wekî zêrandin ew nayê hesabê, ku Yehowa îda ji me razî nîne. Mesele, bifikirin derheqa Pawlosê şandî. Xwedê wî qebûl dikir û ew yek eşkere dihate kifşê. Xwedê qedirekî usa da wî, ku 14 nemên wî ketine nava Nivîsarên Yûnanîda, û hin jî ew şandî bû bona miletên xerîb. Lê yeke ew qayîm dihate zêrandinê (2 Korn. 11:23-27). Em ji emirê Pawlosê şandî pêdihesin, wekî Yehowa cara dihêle, ku xizmetkarên wîyî amin bêne zêrandinê. w19.07 8 ¶1, 3

Pêşem, 8 Nîsanê

Şerê me . . . miqabilî ordiyêd ruhaniye xirabe li diyarê ezmana ne (Efes. 6:12).

Yehowa hizkirina xweye mezin hindava xizmetkarên xwe bi wî cûreyî jî îzbat dike, ku alî wan dike nekevine destê dijmina û miqabilî wan bisekinin. Dijminên meyî lapî mezin, ew hene Şeytan û cin. Yehowa derheqa wan dijmina pêşda mera gotiye, û hin jî wan tişta dide me, çi ku mera lazim in seva miqabilî wan bisekinin (Efes. 6:10-13). Hergê em alîkariya Yehowa qebûl kin û bi temamî îtbariya xwe wî bînin, emê bikaribin miqabilî Mîrê-cina bisekinin. Baweriya me dikare mîna ya Pawlos qewî be, ku got: “Heger Xwedê pişta me ye, kî dikare miqabilî me be?” (Rom. 8:31) Em Mesîhiyên rast, hiş-aqilê xwe nadine ser Şeytan û cinên wî. Bona me ya lape ferz ew e, ku derheqa Yehowa pêbihesin û jêra xizmet kin (Zeb. 25:5). Lê em gerekê haş ji kirên Şeytan hebin. Çira? Seva em neyêne xapandinê û nekevine telikên wî (2 Korn. 2:11). w19.04 20 ¶1-2

Înî, 9 Nîsanê

Bira her meriv bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsketinêda giran be (Aqûb 1:19).

Çaxê em rastî yên dilteng tên, em rind guh didine wan? Ew gelek ferz e, çimkî usa em dikarin dilbîniyê bidine wan. Cara çend giliyên layîq û dilgermî, dikarin nîşan kin, ku em bona wan berxwe dikevin. Em dikarin wanra bêjin: “Dilê min dişewite bona te!” Dibeke hûn dikarin pirsekê yan çend pirsa bidine wî merivî, seva bizanibin ku we ew hevalê xweyî dilteng rast fem kir yan na. Mesele, hûn dikarin pirs kin: “Bibaxşîne, dikarî hinekî zelal minra şirovekî, wekî ez te rast fem kim?”, yan jî bêjin, “Çaxê te got . . . min usa fem kir . . . Min te rast fem kir?” Bi saya vê yekê ew meriv wê bawer be ku hûn bi rastî guh didine wî û dixwazin wî rast fem kin (1 Korn. 13:4, 7). Fesal bin wekî “xeberdanêda” lez nekevin. Lez nekevin şîretê bidine wî merivî, yan jî nihêrandina wî rast kin. Bi sebir bin! Dewsa ku wanra şîreta bidin ku ça problêma xwe safî kin, hê baş e hindava wanda dilşewat bin û dilbîniyê bidine wan (1 Pet. 3:8). w19.05 17-18 ¶15-17

Şemî, 10 Nîsanê

Mêrno, jinêd xwe hiz bikin, çawa ku Mesîh civîn hiz kir û jiyîna xwe ber wêva da (Efes. 5:25).

Malbetêda, mêr gerekê jina xwe usa hiz bike, çawa ku “Mesîh civîn hiz kir” (Efes. 5:28, 29). Ew gerekê çev bide hizkirina Îsaye helal, dêmek hewcên jina xwe dayne ciyê pêşin, û bikeve heyra wê, ne ku heyra xwe. Hine mêrara çetin e jina xwera hizkirina usa bidin kifşê, çimkî dibeke wê malêda kîderê ewana mezin bûne, qedir û hizkirin kêm hebûye. Rast e wan mêrara hêsa nîne bêne guhastinê, lê yeke ewana gerekê vê yekê bikin, seva ku gura qanûna Mesîh bikin. Mêr ku jina xwe hiz dike û kara wê digere, wê qedirê jina xwe qazanc ke. Bavên ku zarên xwe hiz dikin, wê tu car dilê wan neêşînin ne pê giliya, ne jî pê kirên xwe (Efes. 4:31). Dewsê, ewana wê hizkirina xwe û qebûlkirina xwe zarara bidine kifşê, seva zar xweykirî xwe texmîn kin. Bavên usa, hizkirin û îtbariya zarên xwe qazanc dikin. w19.05 6 ¶21

Led, 11 Nîsanê

Xudan Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. Ewê heta-hetayê padşatiyê ser mala Aqûb bike (Lûqa 1:32, 33).

Ew giliyên Cibrayîl çi dihatine hesabê bona Meryemê? Gelo diqewime ew difikirî ku giliyên wî têne hesabê, wekî Îsa wê ciyê Padşa Hêrodes bigire, yan jî wê bibe merivê paşî wî û serwêrtiyê ser Îsraêlê bike? Wekî Îsa bibûya padşa, wê Meryem bibûya diya padşê, û malbeta wê qesirêda bijîta. Lê Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê, ku ewê xwestiye Padşatiyêda ciyê bilind bigire. Meryem rastî jî meriveke milûk û şkestî bû! Em gerekê bîr nekin, wekî nêta meye sereke, ku çira em Xebera Xwedê û edebyetên me lêkolîn dikin, ew e, ku em nêzîkî Yehowa bin. Em usa jî dixwazin hê rind bivînin, ku em merivne ça nin û bizanibin nav xweda çi guhastina bikin, seva dilê Xwedê şa kin (Aqûb 1:22-25; 4:8). Her gav çaxê em destpêdikin lêkolîna bikin, em gerekê ji Yehowa ruhê wîyî pîroz bixwazin. Em gerekê ji Yehowa hîvî kin, seva alî me bike, ku bi temamî karê bistînin ji lêkolînê, û têderxin ku ew dixwaze em çida bêne guhastinê. w19.05 31 ¶18-19

Duşem, 12 Nîsanê

Ez . . . bi keser im (1 Sam. 1:15).

Cara em carekêva rastî çend problêma tên. Dîna xwe bidine wan mesela. Birakî me bi navê Con, yê ku pê nexwaşiya skleroza enîfireh (multiple sclerosis) nexwaş e, kete strêseke giran, çaxê jina wî ew hîşt, paşî 19 salên zewaca wan. Paşê du qîzên wî xizmetiya xwe Yehowara dane sekinandinê. Jin-mêr, Bob û Lînda rastî tengasiyên din hatin. Wan herda jî xebata xwe unda kirin, û paşê mala xwe unda kirin. Serda jî, hekîm Lîndayêra got, wekî nexweşiya wêye dilik heye, ku gelek xof e bona emirê wê. Hin jî nexweşiya wêye artrît, destpêkir sîstêma îmûnîtêta wê hilşîne. Em dikarin dudilî nebin, wekî Efirandarê me, Bavê meyî hizkirî Yehowa, dikeve halê me çaxê em dikevine strêsê. Û ew dixwaze alî me bike, wekî em wan çetinayada teyax kin (Fîlî. 4:6, 7). Xebera Xwedêda hene serhatiyên wan xizmetkarên Xwedê, yên ku rastî telî-tengasiya hatine. Em ji Kitêba Pîroz usa jî pêdihesin, ku çawa Yehowa alî wan dikir, gava ewana dilteng dibûn. w19.06 14 ¶2-3

Sêşem, 13 Nîsanê

Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran (Metlk. 17:17).

Çaxê em qenciyên biçûk dikin bona wan, yên ku bêmêr yan bêjin mane, em wanra îzbat dikin, wekî wana hiz dikin. Xût wî wedeyî ewana hewcê hevalên baş in. Lê hûn ça dikarin wanra îzbat kin, wekî hûn bi rastî hevalên wan in? Hûn dikarin hema ser nanxwarinê wana teglîf kin. Hûn usa jî dikarin wede tevî wan xerc kin û tevî wan hêsa bin, yan jî tevayî xizmet kin. Cara jî hûn dikarin wana teglîf kin, seva qulixkirina tevî malbetê tevayî derbaz kin. Hergê hûn usa bikin, hûnê dilê Yehowa şa kin, çimkî ew “nêzîkî dilşkestîya ye” û xweykirê jinebîya ye (Zeb. 34:18; 68:5). Zûtirekê, çaxê Padşatiya Xwedê serwêrtiyê ser erdê bike, wê “tengasiyên berê” bêne bîrkirin. Em çiqas hîviya wî wedeyî ne, çaxê “bîranîna tiştên berê neyên kirin û neyên ramanê” (Îşa. 65:16, 17). Lê heta ew roj bê, were em alî hev bikin, û hin pê xeberdanê hin jî pê kirên xwe îzbat kin, wekî em malbeta xweye ruhanîda gişka hiz dikin (1 Pet. 3:8). w19.06 25 ¶18-19

Çarşem, 14 Nîsanê

Xudan piştovanê min e û ez natirsim (Îbrn. 13:6).

Gelek sal pêşda, “Birca Qerewiliyêda” hate gotinê: “Merivê ku Xwedê rind nas dike, wê wedê cêribandina bi temamî îtbariya xwe wî bîne”. Rastî jî usa ye! Hergê em dixwazin wedê zêrandinê sebir kin, em gerekê Yehowa hiz bikin, bi temamî îtbariya xwe wî bînin (Met. 22:36-38; Aqûb 5:11). Her roj Kitêba Pîroz bixûnin, seva hê nêzîkî Yehowa bin (Aqûb 4:8). Wedê xwendinê, dîna xwe bidine hunurên Yehowayî qenc. Usa jî dîna xwe bidin, ku ça gilî û kirên wîda tê kifşê, ku ew we gelek hiz dike (Derk. 34:6). Hinekara dibeke çetin e bawer kin, ku Xwedê wana hiz dike, çimkî hindava xweda tu car hizkirin nedîtine. Hergê hûn usa xwe texmîn dikin, wê baş be xwera her roj başqe binivîsin, ku Yehowa çi cûreyî remtî û qenciyê hindava weda dide kifşê (Zeb. 78:38, 39; Rom. 8:32). Çaxê hûn ser vê yekê û usa jî ser xwendina Kitêba Pîroz bifikirin, hûnê bivînin, ku Yehowa çiqas gelek tişt bona we kiriye û dike. Çiqas hê zêde hûn ji Yehowa razî bin, haqas wê heleqetiya we tevî wî hê qewî be (Zeb. 116:1, 2). w19.07 2-3 ¶4-5

Pêşem, 15 Nîsanê

Em hukumî ser baweriya we nakin, çimkî hûn baweriyêda şidiyayî ne, lê em tevî we dixebitin bona şabûna we (2 Korn. 1:24).

Yehowa îzinê nade me, wekî em ji xwe qanûn û qeyda xûşk-birara daynin. Kesê ku qanûnên nelazim datîne, ne ku xûşk-bira xwey dike, lê dixwaze hukumî ser baweriya wan bike. Şeytan Mîrê-cina, wê berdewam ke pey xizmetkarên Yehowayî amin keve (1 Pet. 5:8; Eyan. 2:10). Şeytan û piştgiriyên wî, wê bixwazin hebandina me Yehowara qedexe kin. Lê em gerekê netirsin û nelerizin! (Qan. Dcr. 7:21) Yehowa aliyê me ye, û hingê jî wê alî me bike, hergê şixulê me bê qedexekirinê (2 Dîr. 32:7, 8). Were em çev bidine birên qirna yekê, yên ku serwêrara gotin: “Ka hûn xwexa bifikirin, gelo ev yek ber Xwedê rast e ku em gura we bikin, ne ya Xwedê? Em nikarin bona wan tiştêd ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî” (Kar. Şand. 4:19, 20). w19.07 13 ¶18-20

Înî, 16 Nîsanê

Meremê dilê mêriv avêd kûr in, lê merivêd bîlan wan hildiçinin (Metlk. 20:5).

Xizmetiyêda em gerekê fem kin, ku çira nihêrandina meriva usa ye. Pawlosê şandî nava Cihûyada mezin bibû. Lema jî çaxê ewî merivên ne ji miletê Cihûra mizgînî bela dikir, dêmek wan merivara, yên ku derheqa Yehowa û Nivîsarên Pîroz hindik yan jî qe tiştek nizanibûn, gerekê cûrê xeberdana xwe biguhasta. Wê baş be em lêkolîna bikin ça merivên mihala meda difikirin û çi texmîn dikin (1 Korn. 9:20-23). Nêta me ew e, wekî merivên “hêja” bigerin (Met. 10:11). Bona vê yekê, em gerekê meriva bipirsin, ku ewana derheqa filan tiştî çi difikirin û paşê bi sebir guh bidine wan. Birak ji Înglîstanê meriva dipirse, ku bi texmîna wan, meriv ça dikare zewacêda bextewar be, çawa zarên xwe rast mezin ke, yan jî çawa ber neheqiyê teyax ke. Ew guh dide cabên wan, û paşê pirsê dide wan: “Hûn ça difikirin, eva şîreta ku weke 2 000 sal pêşda, hatiye nivîsarê, wê kêrhatî be?” Û ew têla xweda rêzên ji Kitêba Pîroz wanra dixûne, lê xebera “Kitêba Pîroz” nade xebatê. w19.07 21-22 ¶7-8

Şemî, 17 Nîsanê

Xwedê hizkirina xwe hindava meda hingê da kifşê, gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir (Rom. 5:8).

Em ça gerekê Xwedê hiz bikin? Îsa Fêrisîkîra got: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe” (Met. 22:36, 37). Em naxwazin, wekî hizkirina me hindava Xwedê nîvîda be, lê em dixwazin, wekî her roj hizkirina me hindava wî qewî be. Em gerekê Xwedê rind nas kin, seva wî hiz bikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Yê ku hiz nake ew Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hizkirin e” (1 Yûhn. 4:8). Pawlosê şandî da kifşê, wekî hizkirina me hindava Xwedê wê hê mezin be, hergê em derheqa Wî “zanebûn û serwaxtiya gihîştî” qazanc kin (Fîlî. 1:9). Çaxê me pêşiyê destpêkir Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, me derheqa Xwedê û hunurên wîyî qenc hindik zanibû, lê me Xwedê hiz kir. Paşê çaxê em derheqa Yehowa hê zêde pêhesiyan, hizkirina me hindava wî hê qewî bû. Lema jî gelek ferz e em her gav Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifikirin! (Fîlî. 2:16) w19.08 9 ¶4-5

Led, 18 Nîsanê

Du kes ji kesekî çêtir in (Waîz 4:9).

Hergê kifşkirina we teze ye, hûn gerekê hevalên teze xwera bivînin. Bîr nekin, wekî seva xwera hevala bivînin, hûn gerekê xwexa jî bibine hevalê baş. Gilî kin wanra derheqa qewimandinên hewas ku xizmetiya Yehowada bal we hebû, seva ewana şabûna we bivînin. Hergê hûn gerekê kifşkirina xwe biguhêzin ji bo sihet-qewata mêr yan jina xwe, wî yan wê sûcdar nekin. Usa jî hergê bona sihet-qewata xwe hûn kifşkirina xwe dihêlin, xwe neheq nekin bona vê yekê, û nefikirin, wekî we dilê mêr yan jina xwe êşandiye. Bîr nekin, wekî hûn “bedenek” in, û we soz daye Yehowa wekî nava hemû derecada hûnê miqatî hev bin (Met. 19:5, 6). Hergê we kifşkirina xwe hîştiye, çimkî hûn giran derketin, zara we gerekê bizanibe ku bona we ew hê ferz e, ne ku kifşkirina weye berê. Her gav jêra bêjin, wekî ew bona we “pêşkêşa” ji Xwedê ye (Zeb. 127:3-5). Usa jî zarêra gilî kin wan qewimandinên hewas û xweş, ku xizmetiya weda qewimî ne. Wî cûreyî hûnê zarê hêlan kin, wekî mîna we emirê xwe xerc ke ser xizmetiya Yehowa, kîjan ku gelek şabûnê tîne. w19.08 22 ¶10-11

Duşem, 19 Nîsanê

Ez dîwana wê qava bi nav û deng nîşanî te kim (Eyan. 17:1).

Babîlona Mezin, dêmek împêriya rêlîgiya qelp navê Xwedê gelek bêhurmet dike. Ew derheqa Xwedê derewiya hîn dike. Ew tevî serwêrên dinyayê bi sîmbolîk qavtiyê dike, çimkî piştgiriya wan dike. Ew rêlîgiya qelp, qewata xwe û hukumê xwe dide xebatê, seva ji endemên xwe pera bistîne. Xêncî vê yekê, ewê xûna geleka rêtiye, usa jî xûna xizmetkarên Xwedê (Eyan. 18:24; 19:2). Yehowa wê pê “cenewirekî sorê gevez” û “dehe stirûyêd” wî, qira “qava bi nav û deng” bîne. Ew cenewir bi sîmbolîk tê hesabê organîzasiya “Miletên Yekbûyî”. Lê deh stirûyên wî, ew hene serwêrên polîtîkî, yên ku piştgiriya vê organîzasiyê dikin. Ew serwêrên polîtîkî, wî wedê ku Xwedê kifş kiriye, wê miqabilî Babîlona Mezin derên. Ewana wê “destê wê ji her tiştî bikin, wê tezî kin”, bi vê yekê ku hemû hebûka wê talan kin, û xirabiya wê ber hemûya eşkere kin (Eyan. 17:3, 16). Kutakirina wê qavê, ça bêjî wê rojekêda be, û ew yek wê ecêbmayî be bona wan, yên ku piştgiriya wê dikin, çimkî ew gelek wext xwe qure dike û dibêje: “Tu car ezê şînê nebînim” (Eyan. 18:7, 8). w19.09 10 ¶10-11

Sêşem, 20 Nîsanê

Nîrê min hildine ser xwe û ji min hîn bin (Met. 11:29).

Ew teglîfkirin bona hemû meriva ye, û lema Îsa wê tu car înkar neke merivên dilsax, yên ku dixwazin Xwedêra xizmet kin (Yûhn. 6:37, 38). Hemû şagirtên Mesîhra qedirekî gelek mezin hate dayînê, ku tevî Îsa wî şixulî bikin, kîjan ku Yehowa da wî. Û em dikarin dudilî nebin, wekî Îsa wê timê tevî me be û alî me bike, ku wî şixulî bînin sêrî (Met. 28:18-20). Merivên milûk nêzîkî Îsa dibûn, çimkî wana xweş dihat tevî wî bin (Met. 19:13, 14; Lûqa 7:37, 38). Lê çira? Dîna xwe bidin firqiya orta Îsa û Fêrisiya. Ew serwêrên dînê cihûya dilsar û qure bûn (Met. 12:9-14). Lê Îsa dilgerm û milûk bû. Fêrisî diketine heyra xwe û babax bûn, çimkî nava cimetêda ciyê bilind digirtin. Lê Îsa tiştên usa qebûl nedikir, û ewî şagirtên xwe hîn dikir, wekî milûk bin û kara meriva bigerin (Met. 23:2, 6-11). Fêrisiya usa hukumê xwe didane xebatê, ku meriva ji tirsê gura wan dikirin, seva aliyê wanda neyêne cezakirinê (Yûhn. 9:13, 22). Îsa pê kirên xwe û giliyên şîrin meriv dişidandin û barê wan sivik dikir. Lê hûn çev didine Îsa? w19.09 20 ¶1; 21 ¶7-8; 23 ¶9

Çarşem, 21 Nîsanê

Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire (Aqûb 4:8).

Civat alî me dikin, em heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Nihêrandina me hindava hatina ser civatê, dide kifşê ku axiriyêda wedê zêrandinê emê ça xwe bidine kifşê (Îbrn. 10:24, 25). Çira? Hergê em îro dihêlin, wekî çetinayên biçûk rê me bigirin ku neçine civatê, bifikirin, emê axiriyêda ça bin, gava em mecbûr bin bikevine bin xofê, seva tevî xûşk-bira top bin? Lê hergê em xwera safî kin, ku her gav bêne ser civata, emê nehêlin, wekî dijminên me rê me bigirin tevayî top bin. Niha wede ye hîn bin, ku civatên xwe hiz bikin. Hergê em hiz dikin bêne ser civatê, tu zêrandin, û hela hê jî qedexekirina dewletê, wê me nede sekinandinê, wekî gura Xwedê bikin, ne ku gura meriva (Kar. Şand. 5:29). Rêzên ku hûn hiz dikin, bi ezberî hîn bin (Met. 13:52). Dibeke bîra we ne usa baş e, lê Yehowa pê qewata ruhê xweyî pîroz, dikare wan rêza bîne bîra we (Yûhn. 14:26). Ewan rêza wê alî we bikin, wekî nêzîkî Yehowa bimînin û bi aminî sebir kin. w19.07 3 ¶5; 4 ¶8-9

Pêşem, 22 Nîsanê

Vê yekê zanibe ku rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên (2 Tîmt. 3:1).

Hergê hûn paşî sala 1914 hatine bûyînê, dêmek hûn temamiya emirê xwe dijîn “rojêd axiriyêda”. Em gişk jî dibihên derheqa wan qewimandina, kîjan ku Îsa bona rojên me pêxembertî kir. Mesele, ew hene şer, xelayî-celayê, erdhej, nexweşî, zêdebûna neheqiyê û miqabilîbûn hindava cimeta Yehowa (Met. 24:3, 7-9, 12; Lûqa 21:10-12). Em usa jî divînin ku merî ça hatine guhastinê, çawa ku Pawlos pêxembertî kir. Em çawa xizmetkarên Yehowa, dudilî nînin, wekî em dijîn wedê “rojên dawînda [xilaziyêda]” (Mîx. 4:1). Ji sala 1914, gelek wede derbaz bûye, lema îro em îda xilaziya “rojêd axiriyêda” dijîn. Çimkî xilazî nêzîk e, em gerekê bizanibin cabên hine pirsên ferz: Çi wê biqewime xilaziya “rojêd axiriyêda”? Û heta ku em hîviya wan qewimandina ne, Yehowa hîviyê ye ku em çi bikin? w19.10 8 ¶1-2

Înî, 23 Nîsanê

Kî ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be (Met. 24:13).

Sebira me derecên başva girêdayî nîne. Lê sebira xwe em dikarin hingê qewî kin, gava îtbariya xwe Yehowa tînin (Rom. 12:12). Ew sozê Îsa ji rêza îroyîn tê hesabê, wekî em gerekê wedê her çetinaya amin bimînin. Hergê em wedê tengasiyên îro, sebir kin û qewî bimînin, emê pêşiya destpêbûna tengasiya mezin hê qewî bin. Çawa seva sebir kin bawerî hindava Yehowa lazim e, usa jî seva mêrxas bin, em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin. Lê ça em dikarin hîn bin hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînin? Em gerekê her roj Xebera wî bixûnin û bifikirin ku ça Yehowa wedê berê cimeta xwe xilaz dikir (Zeb. 68:20; 2 Pet. 2:9). Çaxê miletên dinyayê wedê tengasiya mezin miqabilî me derên, em gerekê mêrxas bin û îlahî hingê bi temamî baweriya xwe Yehowa bînin (Zeb. 112:7, 8; Îbrn. 13:6). Hergê em niha îtbariya xwe Yehowa tînin, emê wedê peyketina Gog mêrxas bin. Ew me dişidîne, ku em dikarin hizkirina Yehowada heta-hetayê xweykirî bin (1 Korn. 13:8). w19.10 18 ¶15-16

Şemî, 24 Nîsanê

Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye (1 Yûhn. 5:19).

Ew dinya bin destê Mîrê-cinada ne, û ew dixwaze wekî tiştên ku me xweş tên, emirê meda ciyê ferz bigirin, û em pey xwestinên xweyî nerast kevin (Efes. 2:1-3). Nêta wî ew e ku hizkirina me hindava Yehowa bi temamî nîbe, û em tiştên din jî hiz bikin. Çaxê Petrûsê şandî nivîsî derheqa axiriya dinya Şeytan û dinya teze ku zûtirekê wê bê, ewî got: “Awa delalno, hûn ku hîviya van yeka ne, bikin ku ew we bêleke û bêqusûr edilayiyêda tevî xwe bibîne” (2 Pet. 3:14). Hergê em gura vê şîretê bikin û her tiştî bikin, seva namûsiyêda û ruhanîda xwe temiz xwey kin, emê îzbat kin wekî em tenê Yehowa dihebînin û bi temamiya dilê xwe wî hiz dikin. Şeytan û dinya wî, wê berdewam kin me bixalifînin, wekî em emirê xweda dewsa Yehowa, tiştên mayîn daynin ciyê pêşin (Lûqa 4:13). Lê em tu car gerekê nehêlin, wekî xêncî Yehowa kesek yan tiştek dilê meda ciyê yekê bigire. Em bi dil û can dixwazin, wekî vê yekê bidine Yehowa, çi ku tenê ew hêja ye, dêmek bi temamiya dilê xwe wî hiz kin û tenê wî bihebînin! w19.10 27 ¶4; 31 ¶18-19

Led, 25 Nîsanê

Bona guneyêd xwe xweda dişewitim (Zeb. 38:18).

Hine cûre berxweketin baş e. Mesele, em berxwe dikevin, wekî tiştên usa nekin çi ku Yehowa û Îsa xweş nayên (1 Korn. 7:32). Hergê em gunê mezin dikin em gelek berxwe dikevin, çimkî naxwazin dostiya xwe tevî Xwedê unda kin. Em usa jî berxwe dikevin, wekî dilê jin yan mêrê xwe neêşînin, û usa jî em bona halxweşiya neferên xwe û xûşk-bira berxwe dikevin (1 Korn. 7:33; 2 Korn. 11:28). Alîkî dinva jî, hergê em gelek berxwe dikevin, ew yek dikare me usa sist ke, ku em timê berxwe bikevin bona xwarinê û kinca (Met. 6:31, 32). Bona vê yekê, em dibeke hiş-aqilê xwe bidin ser topkirina hebûkê. Hergê em bihêlin ku ew yek usa be, baweriya me hindava Yehowa wê sist be û emê ruhanîda ziyaneke mezin bistînin (Marq. 4:19; 1 Tîmt. 6:10). Yan jî em dibeke bikevine vê telikê, ku meriv derheqa me çi difikirin. Hergê em ditirsin ku meriv wê me bikenin yan jî pey me kevin, xofa me hindava Yehowa dikare îda kêm be. Seva xwe ji wê telikê xwey kin, em gerekê lavaya ji Yehowa bikin, wekî baweriyê û mêrxasiyê bide me, ku em ji meriva netirsin (Metlk. 29:25; Lûqa 17:5). w19.11 15 ¶6-7

Duşem, 26 Nîsanê

Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê. Ew bi merdanî dide hemûya (Aqûb 1:5).

Hine safîkirinên ferz emê tu car neguhêzin. Mesele, emê tu car safîkirina xwe ku Yehowara xizmet kin û jin yan mêrê xwera amin bimînin, neguhêzin (Met. 16:24; 19:6). Lê safîkirinên mayîn, cara lazim e em biguhêzin. Çira? Çimkî derece têne guhastinê. Lê kîjan gav dikarin alî me bikin, ku çiqas dikarin safîkirinên lape baş bikin? Dua bikin, wekî Xwedê bîlaniyê bide we. Dikarin bêjin, serwaxtî “têra” me gişka nake. Lema jî çaxê hûn safîkirina dikin, û usa jî çaxê dixwazin safîkirinê biguhêzin, alîkariyê ji Yehowa bixwazin. Hingê Yehowa wê ese alî we bike, ku safîkirina bi bîlanî bikin. Kûr lêkolîna bikin. Ji Xebera Xwedê şîreta bigerin, edebyetên ku teşkîleta meda hene bixûnin, û tevî merivê bi îtbar xeber din, yê ku dikare şîretên baş bide we (Metlk. 20:18). Ew her tişt gelek ferz in pêşiya vê yekê çaxê em safî dikin ku xebatê biguhêzin, derbazî cîkî din bin, yan jî çi pêşeyî bistînin, seva ebûra xwe bikin û bikaribin xizmet kin. w19.11 27 ¶6-8

Sêşem, 27 Nîsanê

Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im! Kî wê min ji destê vî qalibê pûçî-mirî xilaz ke? (Rom. 7:24)

Çiqas baş e ku Xwedê tiştekî usa kir, wekî em xilaz bin, dêmek ji gune aza bin. Îsa roleke sereke lîst ku em bikaribin vê azayê bistînin. Heta ku Îsa bihata ser erdê, 700 salî zêdetir pêşiya vê yekê, Îşaya pêxembertî kir derheqa azaya mezin. Ew azaya mezin wê azaya diha baş û mezin bîne, ne ku wedê sala Yûbîla Îsraêliya. Ewî nivîsî: “Ruhê Xudan, Yehowa li ser min e; çimkî Yehowa ez bijartim, wekî dilnimizara mizgîniyê elam kim. Ewî ez şandim seva birînên dilşkestiya bipêçim, elam kim derheqa azaya dîla” (Îşa. 61:1, DT). Lê gelo ew pêxembertî derheqa kê ye? Ew pêxembertiya ferz derheqa azayê, destpêbû bê sêrî paşî destpêka xizmetiya Îsa. Çaxê Îsa çû kinîştê, şeherê xwe Nisretêda, ewî Cihûyara yên ku wêderê top bibûn, ev pêxembertiya Îşaya xwend û anî sêrî (Lûqa 4:16-19). w19.12 9-10 ¶6-8

Çarşem, 28 Nîsanê

Me bi qewata Xwedê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabiliya giranda Mizgîniya Xwedê wera bêjin (1 Têsln. 2:2).

Wedê zêrandina, mera mêrxasî lazim e. Lê hergê hûn texmîn dikin, wekî hûn mêrxas nînin, çi dikarin bikin? Bîr nekin, wekî mêrxasî bejin-balêva, qewatêva yan jî feresetava girêdayî nîne. Dîna xwe bidine mesela Dawidê cahil, yê ku miqabilî Golyat derket. Dawid ji wî merivê terikî, nimiztir û sist bû, hin jî çekên wî jî pakî tune bûn. Hela hê şûrek jî cem wî tune bû. Lê Dawid yekî gelek mêrxas bû û bi egîtî miqabilî vî merivê terikî derket. Çira Dawid usa mêrxas bû? Ewî qayîm bawer dikir, wekî Yehowa tevî wî ye (1 Sam. 17:37, 45-47). Dawid dîna xwe neda vê yekê, ku Golyat ber wî çiqas mezin e. Dewsê, ew difikirî ku Golyat himberî Yehowa çiqas biçûk e. Em ji vê serhatiyê çi xwera hîn dibin? Em hîn dibin ku em gerekê bawer bin, wekî Yehowa tevî me ye, û dudilî nebin, wekî dijminên me himberî Xwedêyê Herî Jorin çiqas biçûk in (2 Dîr. 20:15; Zeb. 16:8). w19.07 5 ¶11-13

Pêşem, 29 Nîsanê

Evana . . . tevî şixulê min in û bîna min bi wan derketiye (Kols. 4:11).

Tixîko, heval-rêyê Pawlosê şandî bû, yê ku Mesîhiyê bi îtbar bû (Kar. Şand. 20:4). Nêzîkî sala 55 D.M., Pawlos organîze kir, wekî bona alîkariya Mesîhiyên Cihûstanê pere bê topkirinê, û dibeke ewî Tixîkora got, wekî wî şixulê ferzda alî wî bike (2 Korn. 8:18-20). Paşê çaxê Pawlos Romêda cara pêşin kete kelê, Tixîko ça elametçiyê wî bû. Ewî nemên Pawlos û giliyên dildayînê nava civatên Asyayêda bela dikir (Kols. 4:7-9). Tixîko bona Pawlos ma hevalekî bi îtbar (Tîto 3:12). Lê ne hemû Mesîhî mîna Tixîko bi îtbar bûn. Nêzîkî sala 65 D.M., çaxê Pawlos cara duda hate girtinê, ewî nivîsî ku gelek Mesîhiyên ji qeza Asyayê, xwe ji wî dûr xistin, û nedixwestin tevî wî xeber din, çimkî dibeke ji dijmina ditirsiyan (2 Tîmt. 1:15). Lê Pawlos îtbariya xwe Tixîko dianî û hela hê jî şixuleke din da wî (2 Tîmt. 4:12). Pawlos bêşik gelek qîmet dikir hevalê mîna Tixîko baş. w20.01 10 ¶7-8

Înî, 30 Nîsanê

Belê Xwedê bi ruhê xwe ev yek li ber me vekir (1 Korn. 2:10).

Diqewime tu difikirî, ku dibeke tu pê ruhê pîroz kifşkirî yî. Hergê erê, derheqa wan pirsên ferz bifikire: Tu bi dil û can dixwazî qirara Yehowa bînî sêrî? Tu şixulê belakirina mizgîniyêda gelek xîret î? Tu hiz dikî lêkolînkirina Xebera Xwedê û pêdihesî derheqa “nêt-meremêd Xwedêye kûr”? Tu texmîn dikî, wekî Yehowa xizmetiya te gelek kerem dike? Tu dilê xweda texmîn dikî, wekî cabdariya te heye ruhanîda alî meriva bikî? Tu emirê xweda alîkariya Yehowa divînî? Hergê caba wan hemû pirsa erê ye, gelo ew yek îzbat dike, wekî tu bona jîyîna ser ezmana gazîkirî yî? Na, usa nîne. Çira? Çimkî hemû xizmetkarên Xwedê dikarin xwe usa texmîn kin. Bi rastî hergê hûn dudilî ne, ku hûn pê ruhê pîroz bijartî ne yan na, ew şik îda îzbat dike, ku hûn bijartî nînin. Ewên ku Yehowa bijart, dudilî nabin, wekî ewana bijartî ne! Ewana sed selefî vê yekêda bawer in! w20.01 23 ¶14

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin