Hezîran
Sêşem, 1 Hezîranê
Hewiya wê belaya xwe didayê û ew diêşand (1 Sam. 1:6).
Hanna, diya Samûyêl pêxember, derdên giran dikişand. Gelek sala ew bêzuret bû (1 Sam. 1:2). Hingê gelek Îsraêlî difikirîn, wekî jina bêzuret ji Xwedê nifirkirî ye. Lema jî Hannayê xwe nimiz texmîn dikir (Destp. 30:1, 2). Ew kul besî wê nîbû, dîsa jineke mêrê wê hebû, Pênîna, ya ku wîra zar dianî û Hannayê dikeniya. Pêşiyê Hanna gelek dilşkestî dibû û berxwe diket. Ew usa xemgîn dibû, ku “digiriya û xwarinê nedixwar”. “Êşa dilê” Hannayê gelek giran bû (1 Sam. 1:7, 10). Lê çawa Hannayê berdilî stand? Hannayê duada derdê dilê xwe Yehowara gilî kir. Paşî dua, ewê derheqa halê xwe Serekkahîn Elîra jî gilî kir. Ewî çaxê guh da wê, paşê got: “Bi silametiyê here û bira Xwedayê Îsraêl, tiştê ku te jê xwestiye bide te!” Paşî vê yekê, Hannayê xwe ça texmîn dikir? Ew “bi riya xweva çû û xwarin xwar; îdî wecê wê [ser çevê wê] ne bi keser bû” (1 Sam. 1:17, 18). Belê, Hannayê bi saya dua dilrihetî stand. w20.02 21 ¶4-5
Çarşem, 2 Hezîranê
Bira xeberdana we merîfetî û xwêkirî be û bizanibin ku çawa cayîz e caba her kesî bidin (Kols. 4:6).
Zûtirekê, Yehowa wê qira vê dinyayê bîne. Û tenê ew meriv wê xilaz bin, dilê kîjana hazir e mizgîniyê qebûl kin (Kar. Şand. 13:48).Em îlahî dixwazin wekî merivên meyî nêzîk tevî me Yehowara xizmet kin. Yehowa, Bavê meyî hizkirî, “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Pet. 3:9). Em gerekê bîr nekin, wekî em dikarin mizgîniya xilazbûnê bi cûrê rast û cûrê nerast jî bela kin. Em çaxê merivên nenasra şedetiyê didin, em bi merîfetî û nerm tevî wan xeber didin, lê çaxê merivê xweyî nêzîkra şedetiyê didin, dibeke em sert giliya didine destê wan. Gelek ji me dibeke poşman dibin, ku pêşiyê me merivên xweyî nêzîkra çi cûreyî şedetî dida, û difikirin ku xwazil me cûrekî mayîn bikira. Ev şîreta Pawlosê şandî ji rêza îroyîn em gerekê bîr nekin çaxê tevî merivên xwe xeber didin. Yan na, ewana wê ne ku guh bidine me, lê xwe ji me dûr bigirin û bixeydin. w19.08 14-15 ¶3-5
Pêşem, 3 Hezîranê
Mesîh . . . nexşek wera hişt, wekî hûn pêgeha wîda herin (1 Pet. 2:21).
We çi texmîn kir çaxê hûn pêhesiyan rastiyên derheqa Îsa, Kurê Xwedê? Nava gerdûnêda paşî Xwedê, Îsa kesê lapî mezin e. Ew Xilazkarê me ye, çimkî ewî bi dil bona me emirê xwe da. Em çaxê pê kirên xwe baweriya xwe hindava kirînê nîşan dikin, gunên me têne baxşandinê, em dibine dostên Xwedê, û dikarin jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhn. 3:16). Îsa Serekkahînê me ye. Ew dixwaze alî me bike, wekî em ji kirînê karê bistînin û heleqetiya me tevî Xwedê nêzîk be (Îbrn. 4:15; 7:24, 25). Bi saya Îsa, ça Padşê Padşatiya Xwedê, wê navê Yehowa bê rûmetkirinê, hemû xirabî wê bê hildanê û merivê Cinetêda ser erdê keremên heta-hetayê bistînin (Met. 6:9, 10; Eyan. 11:15). Îsa mera nexşek hîşt, wekî em pêgeha wîda herin. Ewî mesele hîşt vê yekêda, ku emirê xweda qirara Xwedê datanî ciyê pêşiyê (Yûhn. 4:34). Çaxê hûn rastiyên Kitêba Pîroz qebûl dikin, hûn destpêdikin Kurê Xwedêyî delal hiz bikin. Ew hizkirin we hêlan dike mîna Îsa emirê xweda qirara Xwedê bînin sêrî. w20.03 10 ¶12-13
Înî, 4 Hezîranê
Her gav dua bikin (1 Têsln. 5:17).
Îsa temamiya roja pêşiya mirina xwe, dua dikir. Çaxê ewî şagirtên xwera nîşan kir, ku bîranîna mirina wî ça derbaz kin, ewî ser nan û şeravê dua kir (1 Korn. 11:23-25). Usa jî pêşiya ku ewana ji wî cîyî derketana, kîderê ku wana Cejina Derbazbûnê derbaz kir, ewî tevî şagirtên xwe dua kir (Yûhn. 17:1-26). Paşê, çaxê vê şevê ew tevî şagirtên xwe çû baxçê Gêtşemanî, ewî wêderê jî gelek car dua kir (Met. 26:36-39, 42, 44). Îsa hela hê ber mirinê bû jî, dua kir (Lûqa 23:46). Vê roja giran, Îsa derheqa her tiştên ku vê rojê diqewimîn, duada Yehowara digot. Menîk ku Îsa çira sebir kir wedê tengasiya, ew bû, ku ewî Bavê xwera dua dikir wekî alî wî bike. Lê şandiya vê şevê duada xîret nîbûn. Lema jî çaxê ewana ketine cêribandinê, mêrxasiya wan kêm bû (Met. 26:40, 41, 43, 45, 56). Em jî çaxê rastî tengasiya bên, dikarin mîna Îsa amin bimînin, tenê hergê “her gav dua bikin”. w19.04 9 ¶4-5
Şemî, 5 Hezîranê
Ez Yehowa me, ez nayêm guhastin (Malx. 3:6, DT).
Sêrbazî ber çevê Yehowa reş e. Yehowa gote Îsraêliya: “Bira nava teda yê usa tune be, yê ku kur yan qîza xwe nava êgirra derbaz dike, ne koçek, ne sêrbaz, ne remildar, ne jî pîresêr, ne nifirkir, ne yê ku gazî ruha dike, ne xweyîhunir, ne jî yê ku gazî mirîya dike. Çimkî li ber çevê Xudan yê ku vê yekê dike kirêt e” (Qan. Dcr. 18:10-12). Rast e Mesîhî bin vê Qanûnêda nînin, kîjan ku Yehowa da Îsraêliya, lê nihêrandina Yehowa ser sêrbaziyê nehatiye guhastinê. Yehowa mera dibêje, wekî xwe ji sêrbaziyê dûr bigirin, çimkî ew zane ku Şeytan ewê yekê dide xebatê, seva ziyanê bide meriva. Şeytan pê sêrbaziyê derewa bela dike. Dereweke wî ew e, ku yançi mirî sax in û cîkî dijîn (Waîz 9:5). Şeytan usa jî pê sêrbaziyê tirsê dike ser meriva, seva wana ji Yehowa dûr xe. Nêta Şeytan vê yekêda ne, wekî merivên ku sêrbaziyê dikin, baweriya xwe ruhên xirab bînin, ne ku Yehowa. w19.04 21 ¶5-6
Led, 6 Hezîranê
Lê heger xwe li xirabiyê bigirî, jê bitirse (Rom. 13:4).
Zorbetî hindava zara gunekî mezin e. Ewê ku zorbetiyê zarê dike, ziyaneke gelek mezin dide zarê û emirê wî xirab dike. Pê kirê xweyî zulm, ew îtbariya zarê unda dike, û zar îda xwe bêxof texmîn nake. Em gerekê zara ji kirê wî cûreyî xwey kin, usa jî berdiliyê û alîkariyê bidine wan zara, yên ku rastî vê xirabiyê hatine (1 Têsln. 5:14). Hergê kesek ji civatê tê neheqkirinê vê yekêda, ku hindava zarê zorbetiya sêksûalî kiriye, ew navê civatê xirab dike (Met. 5:16; 1 Pet. 2:12). Em tu car nahêlin, ku civatêda ew meriv bimînin, yên ku xirabiyê dikin, lê tobe nakin û navê civatê xirab dikin. Hergê kesek ji civatê qanûna dewletê teribandiye, mesele zorbetiya sêksûalî hindava zarê kiriye, ewî hindava serwêrên dewletê gune kiriye (Beramber kin Karên Şandiya 25:8). Rast e îzina rûspiya tune pê qanûna dewletê kesekî ceza kin, lê ewana wî merivê ku zorbetiya zarê kiriye, ji cezakirina dewletê xwey nakin. w19.05 9 ¶4-7
Duşem, 7 Hezîranê
Serwaxtiya vê dinyayê li ber Xwedê bêhişî ye (1 Korn. 3:19).
Em dikarin her çetinayîkêda çarê bivînin, çimkî Yehowa ye Mamostayê meyî Herî mezin (Îşa. 30:20, 21). Xebera Wî alî me dike, seva em haş hemû tiştî hebin û “bona hemû kirinêd qenc hazir sekinî” bin (2 Tîmt. 3:17). Çaxê em li gora hînkirinên Kitêba Pîroz dijîn, em ji merivên ku pê “serwaxtiya vê dinyayê” dijîn, serwaxttir dibin (Zeb. 119:97-100). Yazix serwaxtiya vê dinyayê, meriva hêlan dike pey xwestinên xwe kevin. Mera nehêsa ye çev nedine nihêrandin û rabûn-rûniştina merivên vê dinyayê, lema jî Kitêba Pîroz badîhewa nabêje: “Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtiya derewe pûç dilê we bike hêsîr. Ew ji edetêd meriva . . . tên” (Kols. 2:8). Çawa Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, nîşaneke rojên axiriyê wê ew bûya, ku meriv bibine “rihetîhiz” (2 Tîmt. 3:4). Nexweşiyên ji bo heleqetiya sêksûalî jî bela bûne, mesele EYDZE (nexweşiya spîd). Ew tenê nîşaneke, ku dide kifşê, wekî serwaxtiya vê dinyayê bêhişî ye (2 Pet. 2:19). w19.05 21 ¶1-2; 22 ¶4-5
Sêşem, 8 Hezîranê
Miqabilî hunurêd Mîrêcin bisekinin (Efes. 6:11).
Şeytan Îsraêlî usa xalifandin, ku wana tirê gerekê kirên û edetên miletên pûtparist bikin, seva ku erdê wan şîn be. Ew miletên pûtparist bawer dikirin, ku hergê ewana xudanên xwe bihebînin û filan edeta bikin, xudanên wan wê wanra baranê bibarînin. Îsraêliyên ku baweriya xwe hindava Yehowa sist kirin, bawer dikirin wekî hingê wê erd hişk nebe, hergê ewana wan edetên pûtparista bikin, kîjan ku bona xudanê qelp Bael dikirin. Şeytan usa jî xwestinên bênamûsî da xebatê. Miletên pûtparist pê kirên xweyî heram, xudanên xwe dihebandin. Nava wan kirên heramda, usa jî qaviya jina û mêra bû, ku paristgehêda dikirin. Ewana ser homosêksûaltiyê û kirên dine bênamûsî, ne ku tenê çevê xwe dadidan, lê ew yek bona wan îda normal dihate hesabê! (Qan. Dcr. 23:17, 18; 1 Padş. 14:24). Ew miletên pûtparist bawer dikirin, wekî çaxê ewana ewan edeta bînin sêrî, ev yek wê xudanên wan hêlan ke ku erdê wan kerem kin, seva gelek ber bide. Gelek Îsraêlî ketine vê telikê, û mîna wan miletên xerîb, edetên bênamûsî kirin, û destpêkirin xudanên qelp bihebînin. w19.06 2 ¶3; 4 ¶7-8
Çarşem, 9 Hezîranê
Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirêd we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike (Îbrn. 6:10).
Bi hezara endemên Beytelê û hine xûşk-bira, kifşkirinên teze standin. Wan xûşk-birên aminra nehêsa ye, wekî kifşkirina xweye ku gelek hiz dikin, bihêlin. Hergê hûn yek ji wan in, çi wê alî we bike cabdariyê xwê bînin sêrî? Seva dostiya me tevî Yehowa nêzîk bimîne, her roj em gerekê Xebera wî bixûnin û ser bifikirin. Usa jî, çiqas dikarin civata xweye tezeda xizmetiyêda xîret bin. Yehowa bîr nake wan, yên ku berdewam dikin jêra bi aminî xizmet dikin, hela hê jî hergê ewana îda nikarin haqas bikin, çiqas wana berê dikir. Bi emirê sivik bijîn. Nehêlin, wekî xemên vê dinya Şeytan, we“bixeniqînin”, û we bidine sekinandinê (Met. 13:22). Guh nedine wan heval yan jî merivên xweyî nêzîk, yên ku bi dilê xweyî sax we hêlan dikin pey pera kevin, seva emirê xwe hê baş kin (1 Yûhn. 2:15-17). Îtbariya xwe Yehowa bînin. Ew soz dide gava em hewce bin, ew wê aliyê ruhanîda, êmosiyalîda û fîzîkîda, wê alî me bike û me nehêle (Îbrn. 4:16; 13:5, 6). w19.08 20 ¶4; 21-22 ¶7-8
Pêşem, 10 Hezîranê
Tu barê xwe bide Xudan Ewê hilgire dewsa te (Zeb. 55:22).
Hûn bona tiştekî berxwe dikevin? Çiqas em dilbîniyê distînin, çimkî zanin ku Yehowa halê me jî fem dike! Serhatiya Êlyas me dide bawerkirinê, wekî Yehowa diltengiya me divîne. Ew zane em çi dikarin û çi nikarin, û hela hê jî zane em çi difikirin û ça xwe texmîn dikin (Zeb. 103:14; 139:3, 4). Hergê em îtbariya xwe Yehowa bînin, ew wê alî me bike, em nava wan problêmada sebir kin, kîjan ku me dikine strêsê. Çaxê hûn strêsêda nin, dibeke difikirin, wekî dereca we wê tu car neyê guhastinê, û hûn bînteng dibin. Hergê hûn halekî usada nin, bîr nekin, wekî Yehowa wê alî we bike hûn ber strêsê teyax kin. Lê ew wê ça alî we bike? Yehowa dixwaze, wekî hûn dilê xwe jêra vekin û xemên xwe jêra gilî kin. Ew wê ese caba hewar-gaziya we bide (Zeb. 5:3; 1 Pet. 5:7). Lema jî her gav derheqa problêmên xwe Yehowara dua bikin. Belê, ew wê raste-rast tevî we xeber nede, lê wê pê Xebera xwe, dêmek pê Kitêba Pîroz, û pê teşkîleta xwe wera xeber de. Mesele, serhatiyên ku hûn Kitêba Pîrozda dixûnin, dikarin dilbîniyê û hêviyê bidine we, lê xûşk-birên civatê dikarin ber dilê weda bên û we bişidînin (Rom. 15:4; Îbrn. 10:24, 25). w19.06 16 ¶7-8
Înî, 11 Hezîranê
Bona navê min ber çevê hemû mileta reş bin (Met.24:9).
Çaxê pey we dikevin hûn Yehowara dua bikin, “dilê xwe mîna avekê” li ber wî birêjin, û Bavê xweyî hizkirîra derheqa xemên xwe û hemû tirsên dilê xwe, gilî kin (Lûr. Yêrem. 2:19). Çiqas hê zêde hûn usa dua bikin, haqas hê zêde hûnê xwe nêzîkî Yehowa texmîn kin (Rom. 8:38, 39). Dudilî nebin, wekî hemû keremên Padşatiya Xwedê, wê bêne sêrî (Jimar 23:19). Hergê hûn hindava sozên Xwedê dudilî bin, Şeytanra û yên ku bin destê wîda nin, wê hêsa be we bitirsînin (Metlk. 24:10; Îbrn. 2:15). Lema wede xwera başqe kin, seva lêkolîn kin sozên Xwedê derheqa Padşatiya wî, û usa jî wan meniya, ku çira em dikarin bawer bin, wekî ew soz wê ese bêne sêrî. Lê çida ew yek wê alî we bike? Dîna xwe bidin mesela Stênlî Cons, yê ku weke 7 sala bona baweriya xwe kelêda bû. Çi alî wî kir ku ewî sebir kir û Xwedêra amin ma? Ewî got: “Baweriya min qewî bû, çimkî min derheqa Padşatiya Xwedê zanibû û usa jî min zanibû ku ew wê çi bike bona însanetê. Ez tu car vê yekêda dudilî nîbûm, lema jî tu kesî nikaribû zorê min bikira, ku min Yehowa bihîşta”. Hergê baweriya we hindava sozên Yehowa qewî ye, tu car tirs wê riya we negire jêra xizmet kin (Metlk. 3:25, 26). w19.07 2 ¶1; 3 ¶6-7
Şemî, 12 Hezîranê
Çi bajar yan gundê ku hûn bikevinê, maleke hêja bibînin û li wir bimînin, heta ku hûn ji wir diçin (Met. 10:11).
Çira meriva bikine şagirtên Mesîh, ev şixuleke gelek ferz e? Çimkî tenê şagirtên Mesîh dikarin bibine dostên Xwedê. Xêncî vê yekê, ewên ku pey Mesîh diçin, emirê xweda bextewar dibin, û usa jî hêviya wan heye ku axiriyêda heta-hetayê bijîn (Yûhn. 14:6; 17:3). Bêşik, Îsa cabdariya ferz da me, lê ewî şixulî em tenê nakin. Pawlosê şandî derheqa xwe û xûşk-bira nivîsî: “Em hevparên Xwedê yên xebatê ne” (1 Korn. 3:9, ÎM). Rastî jî Yehowa û Mesîh qedirekî çiqas mezin dane merivên gunekar! Xêncî wê yekê, ew şixul ku meriva bikine şagirt, mera şabûneke mezin tîne. Gava pêşin seva meriva bikine şagirt, ew e ku merivên dilsax bivînin, yên ku bixwazin derheqa Yehowa pêbihesin. Çaxê em her merivekîra ku rastî me tê, şedetiyê didin, em îzbat dikin ku em bi rastî Şedên Yehowa ne. Çaxê em gura temiya Îsa dikin ku mizgîniyê bela dikin, em îzbat dikin, wekî em Mesîhiyên rast in. w19.07 15 ¶3-5
Led, 13 Hezîranê
Şehrezayî sitar e, pere jî sitar e; Lê feyda zanebûnê ev e ku şehrezayî jiyana xweyê xwe diparêze (Waîz 7:12).
Gelek meriv begem dikin bîlaniya ku Kitêba Pîrozda heye. Niyû Yorkêda, xûşkek ya ku şedetiyê dide merivên ku ser zimanê Mandarînî xeber didin, dibêje: “Ez dikevime heyra meriva û guh didime wan. Hergê ez pêdihesim, wekî ewana êmîgrantên teze ne, cara ji wana dipirsim: ‘Hûn ça hînî vî cîyî bûne? We xebat xwera dîtiye? Merivên wira wera heyf in?’” Cara ew yek alî wê dike ku gilî ke, Kitêba Pîroz çi hîn dike. Çaxê tê standin, xûşk zêde dike: “Bi texmîna we çi ye tiştê lapî ferz, wekî heleqetiya baş xwey kin tevî meriva? Îzin e ez wera metelokeke ji Kitêba Pîroz bixûnim? Wira tê gotinê: ‘Destpêbûna şêr mîna avberdanê ye, hê şer ku giran nebûye jê dûr keve’. Hûn ça difikirin, ew şîret dikare alî me bike, wekî heleqetiya me tevî meriva baş be?” (Metlk. 17:14) Xeberdana wî cûreyî dikare alî me bike, wekî wan meriva bivînin, yên ku dixwazin hê zêde pêbihesin. w19.07 23 ¶13
Duşem, 14 Hezîranê
Gava yek bikeve, wê yê din wî rakê (Waîz 4:10).
Ewên ku derbazî ciyê kifşkirina teze bûne, hewce ne ku wana fem kin, ne ku gunê xwe wana bînin. Dibeke aliyê sihet-qewatêda problêma wan yan ya merivê wanî nêzîk heye. Yan jî dibeke merivê wanî nêzîk miriye. Dibeke ewana nîşan nakin, lê berxwe dikevin, çimkî bîra hevalên xwe dikin. Seva ewana kêm berxwe kevin, wanra wede lazim e. Hergê hûn tevî wan xizmet bikin, û pê mesela xwe dil bidine wana, ew yek jî wê alî wan bike, ku zû hînî guhastina bin. Xûşkeke me, ya ku gelek sala welatê xerîbda xizmet dikir, dibêje: “Min berê kîderê xizmet dikir, her roj min tevî meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Lê kifşkirina mine tezeda minra usa çetin bû, ku min ne jî dikaribû merivara hema Kitêba Pîroz vekira, yan jî vîdêok nîşanî wan kira. Lê xûşk-birên ji civata min, ez teglîf dikirim ser serlêdan û hînbûnên xwe. Ew yek alî min kir nihêrandina pozîtîv xwey kim. Ez hîn bûm ku çawa vê têrîtoriya tezeda tevî meriva xeberdanê destpêkim. Ew hemû tişt alî min kir şabûna xwe vegerînim”. w19.08 22 ¶10; 24 ¶13-14
Sêşem, 15 Hezîranê
Ez hîvî ji Eyodiyayê dikim û hîvî ji Sintîxayê dikim, çawa tevî Xudan yek- bûyî bira li hev bên (Fîlî. 4:2).
Dibeke em jî mîna Eyodiya û Sintîxayê, dîna xwe didin ser şaşiyên xûşk-bira, û mera çetin e wana hiz bikin. Lê em gişk jî her roj şaşiya dikin. Hergê em dîna xwe bidine tenê ser şaşiyên wan, hizkirina me hindava wanda wê hêdî-hêdî sar be. Mesele, bidine ber çevê xwe civatêda bira bîr dike, ku temizkirina Oda Civatêda alî me bike, û em ser wî hêrs dikevin. Hergê em paşê şaşiyên wîyî din jî bînin bîra xwe û ser bifikirin, hêrsa me wê hê gur be û hizkirina me jî hindava wî wê hêdî-hêdî sar be. Hergê bal we problêma wî cûreyî heye, wê baş be ser vê yekê bifikirin: Yehowa çawa kêmasiyên me divîne, usa jî kêmasiyên xûşk-birên me divîne. Lê yeke ew dîsa jî wan xûşk-bira û me hiz dike. Lema jî em gerekê hizkirinêda çev bidine Yehowa û hê zêde dîna xwe bidine ser hunurên wanî baş. Çaxê em her tiştî dikin, seva xûşk-birên xwe hiz bikin, em tifaqî û yektiyê orta hevda qewî dikin (Fîlî. 2:1, 2). w19.08 9-10 ¶7-8
Çarşem, 16 Hezîranê
[Yehowa] . . . yêd nimize belengaz dibîne (Zeb. 138:6).
Yehowa merivên milûk gelek hiz dike. Tenê heleqetiya wan meriva yên ku bi rastî milûk in, tevî Yehowa gelek nêzîk û şîrin e, lê “kubara” ew “dûrva nas dike”. Her kes ji me dixwaze dilê Yehowa şa ke û hizkirina wîye germ texmîn ke. Belê, meniyên meye ferz hene, seva milûk bin. Merivê milûk xwe ser merivara nagire, û qurebûn û babaxî nav wîda tune. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî merivê milûk fem dike, ku Yehowa ji wî zortir e, û nihêrandina wî hindava meriva rast e. Ew usa jî fem dike, ku her merivek tiştekîda ji wî baştir e (Fîlî. 2:3, 4). Hine meriv tenê têne kifşê, ku milûk in. Mesele, ewana dibeke şermoke ne, yan jî hindava merivada bi qedir in û merîfet in, çimkî dê-bavê wan ewana usa hîn kirine. Lê dilê xweda, ewana dikarin gelek qure bin. Merivên usa, zû yan dereng, wê eyan bin ku dilda bi rastî ça nin (Lûqa 6:45). w19.09 2 ¶1, 3-4
Pêşem, 17 Hezîranê
[Wê] heyfê ji wan hilde, yêd ku. . . gura Mizgîniya Xudanê me Îsa nakin (2 Têsln. 1:8).
“Mizgîniya derheqa Xudanê me Îsa”, usa jî tê hesabê hemû rastiyên ku Îsa hîn dikir. Emê bidine kifşê ku gura vê mizgîniyê dikin, hergê wan tişta emirê xweda bidine xebatê. Ew tê hesabê Padşatiya Xwedê daynin ciyê pêşin, gura prînsîpên Xwedê bikin, û mizgîniya Padşatiyê bela kin (Met. 6:33; 24:14). Ew usa jî tê hesabê piştgiriya Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî bikin, cabdariyên wanî ferzda (Met. 25:31-40). Ewê zûtirekê “pezêd . . . din” xelat kin, bona qenciya wan, dêmek piştgiriya wan (Yûhn. 10:16). Lê çawa? Pêşiya destpêka şerê Harmegedonê, hemû 144 000 yên bijartî îda wê ser ezmana bin, çawa ruhên nemirî. Ewana hingê wê bibine para ordiya ezmanî, kîjan ku wê qira Gog bîne, lê “elaleteke . . . mezin”, dêmek cimeta Yehowa xilaz ke (Eyan. 2:26, 27; 7:9, 10). Belê, hingê ew elaleta mezin wê çiqas şa be, ku qedirekî usa bal wan hebû, wekî piştgiriya Mesîhiyên bijartî dikirin, heta ku ewana ser erdê bûn. w19.09 12-13 ¶16-18
Înî, 18 Hezîranê
Hûnê xwera rihetiyê bibînin (Met. 11:29).
Çira em rihetiyê distînin û geş dibin, çaxê wî şixulî dikin, kîjan ku Îsa da me? Çimkî serkarên me lape baş in. Yehowa Serkarê meyî Herî Mezin, ne axakî bêşêkir û dilsar e. Ew şixulê me qîmet dike (Îbrn. 6:10). Û ew qewatê dide me, kîjan ku mera lazim e, seva şixulê wî bînin sêrî (2 Korn. 4:7; Galt. 6:5). Padşayê me Îsa, meseleke lape baş mera hîştiye, ku em gerekê hindava merivada ça bin (Yûhn. 13:15). Rûspiyên ku şivantiyê me dikin, çev didine “serek şivan”, dêmek Îsa (Îbrn. 13:20; 1 Pet. 5:2). Ewana ser xwe dixebitin seva hindava hemûyada heyf bin, me qewî kin û mêrxas bin, çimkî ewana me hîn dikin û miqatî me dibin. Usa jî hevalên meyî lape baş hene. Vê dinyayêda hevalên tu kesî usa delal û bi hizkirin nînin çawa hevalên me, û şixulekî usa tu kes nake, çi ku em dikin. Hela bifikirin: Qedirekî meyî usa heye, ku em tevî wan meriva hevkariyê dikin, yên ku nav-namûs dijîn, lê xwe ji kesekî çêtir hesab nakin. Ewana meriva ser xwera digirin. Ewana me ne tenê ça hevalxebatçî hesab dikin, lê ça dost. Û hizkirina wan hindava me usa qewî ye, ku ewana hela hê hazir in emirê xwe jî bona me bidin! w19.09 20 ¶1; 23 ¶12-14
Şemî, 19 Hezîranê
Hûn xûşk-birano, teriyêda nînin ku ew Roj mîna dizekî ser weda bigire (1 Têsln. 5:4).
Ew şîreta Pawlos mera nîşan dike, ku çawa bona “roja Xudan” hazir bin (1 Têsln. 5:1-6). Vê rêzêda ew roj derheqa wî wedeyî tê gotinê, kîjan ku wê destpêbe pê kutakirina Babîlona Mezin, dêmek împêriya rêlîgiyên qelp, û wê bi Harmegedonê xilaz be (Eyan. 16:14, 16; 17:5) Pawlos usa jî dibêje, wekî em gerekê “xewêda nemînin mîna yêd mayîn”, lê “hişyar” bimînin, wekî tevnebûyînê xwey kin, dêmek nekevine nava şixulên polîtîkî, yan na em dikarin bibine “para dinyayê” (Yûhn. 15:19). Em zanin wekî tenê Padşatiya Xwedê wê edilayê bîne ser dinyayê. Em gerekê xwexa hişyar bimînin, usa jî lazim e alî meriva bikin, ku hişyar bin û haş pê hebin ku Kitêba Pîroz çi pêxembertî dike derheqa axiriya dinyayê. Gava tengasiya mezin destpêbe, îda wê gelek dereng be meriv bêne bal Yehowa. Lema jî şixulê belakirina mizgîniyê gelek ferz e! w19.10 8 ¶3; 9 ¶5-6
Led, 20 Hezîranê
Hemû gotinên li dijî Îsraêlê û li dijî Cihûda û li dijî hemû neteweyan ji tera gotime li wê binivîsîne (Yêrem. 36:2).
Çaxê wana nivîsara kitêba gulometkkirî xilaz kirin, Yêremya îtbariya xwe hevalê xwe Barûk anî, ku evê elametiyê bigihîne cimetê (Yêrem. 36:5, 6). Barûk bi mêrxasî ew şixulê xof anî sêrî. Bidine ber çevê xwe, çawa Yêremya Barûkra firnaq dibû, çaxê ew kete heyata paristgehê û ber cimetê ev kitêba gulometkkirî xwend (Yêrem. 36:8-10). Serokên Cihûdayê çaxê bihîstin Barûk çi kir, jêra ferman dan ku bê bal wan û wanra evê kitêba gulometkkirî bixûne (Yêrem. 36:14, 15). Seroka safî kirin, wekî padşa Yahoyakîmra gilî kin, ku Yêremya çi elam kir. Padşa Yahoyakîm, çaxê bihîst giliyên ku Yêremya vê kitêba gulometkkirîda nivîsîbû, ew usa hêrs ket ku ev kitêb şewitand, û ferman da, wekî Yêremya û Barûk bêne girtinê. Lê Yêremya kitêbeke gulometkkirîye teze hilda, da Barûk û giliyên Yehowa dîsa jêra got û Barûk jî “hemû gotinên pirtûka ku qiral Yehoyakîm di agirda şewitandiye” nivîsî (Yêrem. 36:26-28, 32). w19.11 3-4 ¶4-6
Duşem, 21 Hezîranê
Xwedê nav weda dixebite, ku hin xwestinê dide we, hin jî qewatê, wekî hûn bikin (Fîlî. 2:13, DT).
Yehowa dikare bibe kesê lazim, seva ku qirara xwe bîne sêrî. Mesele, Yehowa dibe Dersdar, Bavê berdiliyê, û Mizgîndar. Ew tenê çend mesele ne, ku ça ew dikare bibe kesê lazim (Îşa. 48:17; 2 Korn. 7:6; Galt. 3:8). Lê ew gelek car meriva dide xebatê, seva qirara xwe bîne sêrî (Met. 24:14; 28:19, 20; 2 Korn. 1:3, 4). Yehowa usa jî dikare bîlaniyê û qewatê bide me her kesî, wekî em bibine kesên lazim, seva qirara wî bînin sêrî. Navê wî hema ew yek tê hesabê, ku ew hin xwe, hin jî efirînên xwe dikare bike kesê lazim, çawa ku gelek zandar vê nêta navê Yehowa şirovedikin. Her kes ji me dixwaze destê Yehowada kêrhatî be. Lê hinek dibeke dudilî ne, ku Yehowa wana dide xebatê yan na. Çira? Çimkî ewana ji bo emirê xweyî mezin, derecên xwe, yan jî feresetên xwe haqas nikarin bikin çiqas dixwazin. Lê hinek jî difikirin, wekî ewana êpêceyî dikin, û naxwazin hê zêde bikin û pêşda herin. w19.10 20 ¶1-2
Sêşem, 22 Hezîranê
Perehizî kanîke her cûre xirabiyê ye (1 Tîmt. 6:10).
Perehizî dikare baweriya me sist ke û em îda kêm Yehowara xizmet kin. Pawlosê şandî got: “Tu esker şixulê binelîtiyêva mijûl nabe, wekî li seresker xweş bê” (2 Tîmt. 2:4). Mesele, eskerên Romêra îzin tune bû şixulên mayîn bikin. Mîna eskerên baş, em naxwazin hişê me ji nêta meye sereke here, dêmek em dixwazin dilê Serokên xwe Yehowa û Mesîh, şa kin. Ew tiştekî diha qîmet e, ne ku tiştên dinya Şeytanda. Lema em gerekê timê xwe bicêribînin, hela wede û qewata me heye, kîjan ku mera lazim e seva Yehowara xizmet kin, û usa jî mertala baweriyê û çekên mayîn halekî başda xwey kin. Em gerekê her gav ser xwe bin! Çira? Pawlosê şandî got, wekî “ewêd ku dixwazin dewletî bin” wê “ji baweriyê” bixalifin (1 Tîmt. 6:9, 10). w19.11 17 ¶12, 14-15
Çarşem, 23 Hezîranê
Hingê xezebê nişkêva ser wanda bê (1 Têsln. 5:3).
Elametî ku “dinê seqirî û bêxofî ye”, wê pêşiya destpêka “roja Yehowa, DT” bê elamkirinê (1 Têsln. 5:1-6). 1 Têsalonîkî 5:2-da, “roja Yehowa” tê hesabê “tengasiya mezin” (Eyan. 7:14). Lê ça emê pêbihesin, wekî ew tengasiya mezin va îda wê destpêbe? Kitêba Pîroz dibêje, ku elametiya mexsûs wê bê elamkirinê. Ew elametî wê bibe nîşan, ku tengasiya mezin îda ber şêmîkê ye. Li gora pêxembertiyê, wê bê elamkirinê, ku “dinê seqirî û bêxofî ye”. Gelo wê serwêrên rêlîgiya jî tevî wan bibine yek? Dibeke jî. Çi jî hebe, yeke ew elametî wê derewa ji cina be. Lê ew derewî wê gelek xof be, çimkî wê meriva bixalifîne, yançi ewana îda bêxofiyêda nin, lê bi rastî wê ber şêmîka tengasiya here mezin bin, kîjan ku terîxiya însanetêda tu cara tune bûye. Belê, “hingê xezebê nişkêva ser wanda bê, mîna êşa kulfeta hemle”. Lê xizmetkarên Yehowayî amin hingê wê ça bin? Rast e dibeke ewana ecêbmayî bimînin ku roja Yehowa nişkêva destpêbû, çimkî ewana wede nizanin, lê yeke ewana bona vê rojê wê hazir sekinî bin. w19.09 9 ¶7-8
Pêşem, 24 Hezîranê
Wextê her tiştî heye . . . Dema lêgerînê û dema undakirinê heye (Waîz 3:1, 6).
Gava hûn safîkirina dikin, nêtên konkrêt daynin pêşiya xwe. Usa wera wê diha hêsa be safîkirina bînin sêrî. Mesele, besa xeberê we xwera safî kiriye, ku her gav Kitêba Pîroz bixûnin. Lê hergê we plana bona xwendinê konkrêt kifş nekiriye, wera wê çetin be evê nêta xwe bînin sêrî. Yan jî mesele, rûspiyên civatêda safî kirine, wekî hê zêde serlêdanên şivantiyê bikin, lê wede derbaz bû, wana nêta xwe neanî sêrî. Wana dikaribûn wan pirsa bidine xwe, seva evê safîkirinê bînin sêrî: “Me qe konkrêt safî kiriye, ku kîjan xûşk-birara lazim e serlêdanên şivantiyê bikin? Me wede kifş kiriye, ku kengê teseliya wan bikin?” Bi rêalî binihêre ser dereca xwe. Bal me her kesî haqas wede, tişt, û qewat tune ye, wekî her tiştî bikin çi em dixwazin. Lema jî em gerekê bi rêalî û rast binihêrin ser dereca xwe. Cara dibeke lazim be hûn safîkirina xwe biguhêzin, çimkî qewata we nagihîjê ku vê yekê bînin sêrî. w19.11 29 ¶11-12
Înî, 25 Hezîranê
Evana ew in, yêd ku ji wê tengasiya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine (Eyan. 7:14).
Axiriyêda jîyîna ser erdê wê usa be, ça Îşaya 65:21-23-da hatiye pêxembertîkirinê. Lê emê wêderê bêşixul nîbin. Kitêba Pîroz eyan dike, wekî wî çaxî cimeta Xwedê wê şixulekî kêrhatî bike, kîjan ku wê şabûnê bîne. Xilaziya Hezarsaliyê, em dikarin îda dudilî nebin, ku “efirînê xwexa jî ji wê xulamtiya pûç aza bin û tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Rom. 8:21). Çawa ku Yehowa usa organîze kir, wekî wedê Îsraêliya hebe hin bona xebatê û hin jî bona hêsabûnê, ew wê usa jî wedê Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh usa bike. Wêderê wê wedê me hebe, wekî şixulên ruhanî jî bikin. Seva em îro bextewar bin, em gerekê Xwedê bihebînin, û dinya tezeda jî wê usa be. Belê, hemû merivên amin wedê Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh wê emirê xwera şa bin, çimkî gişk wê Yehowa bihebînin û şixulên baş bikin. w19.12 12 ¶15; 13 ¶17-18
Şemî, 26 Hezîranê
Van xeberêd . . . bira dilêd weda bin. Zarêd xwe qenc hînî van ke (Qan. Dcr. 6:6, 7).
Kesekî “hînî” tiştekî bikin, ew tê hesabê “hîn kin û gelek car bînin bîrê”. Bona vê yekê, dê-bav gerekê her gav bona zarên xwe wede xerc kin. Cara dê-bav gelek diwestin, ku zarên xwera şîreta biwekilînin. Lê yeke dê-bav evê yekê ça mecal hesab dikin, seva alî zarên xwe bikin, wekî Xebera Xwedê fem kin û emirê xweda bidine xebatê. Lema jî zarên xwe rind nas kin. Zebûr 127 zara beramberî tîra dike (Zeb. 127:4). Çawa ku tîr dikare ji cûre-cûre matêrîal be û çapa wan jî cude be, her zar jî cûrekî ye. Lema dê-bav gerekê safî kin, ku çawa her zareke xwe hîn kin û şîret kin. Jin-mêrek ji Îsraêla îroyîn, yên ku du zarên xwe usa mezinkirine ku Yehowara xizmet kin, dibêjin wekî vê yekêda çi alî wan kir: “Me hînbûna Kitêba Pîroz tevî her zareke xwe başqe derbaz dikir”. Femdarî ye, wekî her malxê malê wê safî ke, ku ça lazim e zarên xwe hîn ke. w19.12 26-27 ¶18-20
Led, 27 Hezîranê
Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin (Met. 7:12).
Em gelek razî ne wan merivara, yên ku pê şixulê xwe tengasiyada alî me dikin! Rayan, bavê kîjanî nişkêva ji bo qeziyê mir, dibêje: “Çaxê derd dikişînî, gelek şixulên herrojî bona te giran dibin û nikarî bikî. Lema alîkariya hela hê tiştên biçûkda jî, gelek dilbîniyê dide”. Bîr nekin, wekî hûn dikarin dilbînîke mezin bidine meriva hela hê pê kirên biçûk jî. Marqos şagirtê qirna yekê şixulhiz bû. Lê Marqos usa jî wede didît, seva dilbîniyê bide Pawlosê şandî, û Pawlos aza dikaribû ji wî alîkariyê bixwaze. Angêla, nefera kîjanê bêremtî kuştin, dibêje ku ew çiqas razî bû ji wana, yên ku ber dilê wêda dihatin. Ew dibêje: “Çaxê heval bi dil û can dixwazin alîkariyê bidine te, gelek hêsa ye tevî wan xeber dî. Tê kifşê, wekî ewana dixwazin alî te bikin û vê yekêda xwe nagirin”. Em dikarin pirsê bidine xwe: “Min usa nas dikin ça merivekî ku dilbîniyê dide û hazir e alîkariyê bide?” w20.01 11-12 ¶14-16
Duşem, 28 Hezîranê
Kî bi nelayîqî nanê Xudan bixwe yan kasa wî vexwe, wê deyndarê beden û xûna wî be (1 Korn. 11:27).
Çawa yê bijartî dikare “nelayîqî” sîmbolên Bîranînê bixwe û vexwe? Ew yek wê nelayîqî be, hergê ew pê qanûn û prînsîpên Yehowa najî (Îbrn. 6:4-6; 10:26-29). Yên bijartî fem dikin, ku hergê ewana dixwazin “lecxelata jorçûyînê, awa gotî gaziya Xwedêye bi saya Mesîh Îsa” bistînin, gerekê Xwedêra heta xilaziyê amin bimînin (Fîlî. 3:13-16). Yehowa pê ruhê xweyî pîroz alî xizmetkarên xwe dike, wekî milûk bin, ne ku qure bin (Efes. 4:1-3; Kols. 3:10, 12). Lema yên kifşkirî tu car nafikirin, wekî ewana ji Mesîhiyên mayîn baştir in. Ewana zanin, ku bijartina wan nade kifş, wekî Yehowa ese ruhê xweyî pîroz hê zêde dide wana, ne ku xizmetkarên mayîn. Ewana hesab nakin, wekî ewana Kitêba Pîroz ji xûşk-bira çêtir zanin. Û ewana tu car wê kesekî hêlan nekin û nebêjin, wekî ew jî bijartî ye û gerekê destpêke sîmbola bixwe û vexwe. Dewsê, ewana bi milûktî tînin ser xwe, wekî tenê Yehowa safî dike ku kê here ezmana. w20.01 27-28 ¶4-5
Sêşem, 29 Hezîranê
Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire (Aqûb 4:8).
Yehowa dixwaze, wekî em dostê wî bin û tevî wî xeber din. Ew mera dibêje, wekî em “her gav dua bikin”, û ew timê guh dide me (Rom. 12:12). Ew timê hazir e û tu car naweste guh bide me. Lê em guh didine wî, çaxê Xebera wî dixûnin, û usa jî edebyetên din, kîjan ku alî me dikin Xebera wî fem kin. Em usa jî wî dibihên, çaxê bernamên civata rind guh didin. Hergê em her gav tevî Yehowa xeber din û guh bidine wî, emê nêzîkî wî bimînin. Yehowa dixwaze, wekî em duayên xweda dilê xwe jêra vekin (Zeb. 62:8). Lema jî wê baş be em pirsê usa bidine xwe: “Gelo duayên min her car mîna hev in, yan ez Yehowara gilî dikim çi dilê minda heye?” Bêşik, hûn Yehowa gelek hiz dikin, û dixwazin ku heleqetiya we tevî wî nêzîk be. Lema jî hûn gerekê timê tevî wî xeber din. Îtbariya xwe wî bînin û jêra gilî kin dilê weda çi ye. Jêra gilî kin çi we şa dike, û çi dilê we dêşîne. Dudilî nebin, wekî hûn timê dikarin ji wî alîkariyê bixwazin. w20.02 9 ¶4-5
Çarşem, 30 Hezîranê
Şivantiyê wî keriyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin (1 Pet. 5:2).
Yehowa cabdariya ferz da rûspiya, ku şivantiyê cimeta wî bikin. Rûspî dikarin ji serhatiya Nehemiya gelek tişt hîn bin, ku ew ça bû hindava cimeta Yehowa. Hukumê wî mezin bû, çimkî ew serwêrê Cihûdayê bû (Nehem. 1:11; 2:7, 8; 5:14). Bidine ber çevê xwe, Nehemiya rastî çi çetinaya hat. Ew pêhesiya ku cimetê paristgeh heram kiriye, û li gora Qanûnê Lêwiyara pera qurban nakin. Cihûya usa jî qanûna derheqa roja Şemiyê jî diteribandin, û hineka ji wan jinên xerîb standin. Ça serwêr, Nehemiya gerekê ev dereca çetin safî kira (Nehem. 13:4-30). Nehemiya tu car hukumê xwe nedida xebatê, seva destê zorê cimeta Xwedê bîne ser fikirên xwe. Dewsê ewî bi dil û can Yehowara dua dikir, wekî rêberiyê bide wî û usa jî ewî cimet Qanûna Yehowa hîn dikir (Nehem. 1:4-10; 13:1-3). Nehemiya usa jî bi milûktî tevî cimetê dixebitî, hela hê jî avakirina dîwarên Orşelîmêda alî wan dikir (Nehem. 4:15). w19.09 16 ¶9-10