Gulan
Şemî, 1 Gulanê
Bona lawikê ku bibe çi bikin, hînî me bike (Hakim. 13:8).
Dê-bav çi dikarin bikin, seva alî zarên xwe bikin ku Yehowa hiz bikin? Mîna Manoah bona alîkariyê Yehowara dua bikin. Usa jî pê kirên xwe wana hîn kin û wanra bibine mesele. Rast e çi hûn dibêjine zarên xwe ev ferz e, lê diha zef wê kirên we ser zarên we hukum bin. Ûsiv û Meryem mesela baş bûn bona zarên xwe, dêmek usa jî bona Îsa. Ûsiv xebata giran dikir, seva ebûra neferên xwe bike, lê ewî usa jî wana hîn dikir, ku tiştên ruhanî qîmet kin (Qan. Dcr. 4:9, 10). Ewî “her sal” neferên xwe dibire Orşelîmê, seva Cejina Derbazbûnê derbaz kin (Lûqa 2:41, 42). Hingê hine bav dikaribûn bifikiriyana, wekî ew rêwîtî bona malbeta wan wê bargiranî be, gelek wext bikişîne û biha be. Lê Ûsiv usa nedifikirî, ewî tiştên ruhanî qîmet dikir, û zarên xwe hîn dikir, wekî ewana jî qîmet kin. Meryemê jî Nivîsarên Pîroz rind zanibû, û bêşik ewê hin pê giliya hin jî pê kirên xwe, zarên xwe hîn dikir, wekî Xebera Xwedê hiz bikin. w19.12 24-25 ¶9-12
Led, 2 Gulanê
Ez xûn û goşt im, xulamekî gunera firotî (Rom. 7:14).
Em hizkirina Yehowa eşkere divînin vê yekêda, ku ewî çi kir gava cara pêşin malbeta wîda ya ser erdê problêm pêşda hat. Çaxê Adem gura Bavê xweyî ezmana nekir, ewî îda malbeta Yehowada ciyê xwe unda kir, ne ew, ne jî zuretên wî îda para vê malbetê nîbûn (Rom. 5:12). Lê Yehowa bona xatirê zureta Adem, tiştekî mexsûs kir. Rast e Yehowa Adem ceza kir, lê ewî zuretên Adem ku hê nehatibûn dinê, bê hêvî nehîşt. Ewî derbêra soz da, wekî merivên guhdar wê vegerin nav malbeta wî (Destp. 3:15; Rom. 8:20, 21). Yehowa wê ewî sozî bîne sêrî ser hîmê qurbana Îsa, Kurê xweyî delal. Yehowa Kurê xwe bona me berva da, û pê vê yekê îzbat kir, wekî ew ça qayîm me hiz dike (Yûhn. 3:16). Ew Bavekî lapî baş e! Ew duayên me dibihê û me xwey dike, hin matêrîalîda hin jî ruhanîda. Ew me şîret dike û alî me dike. Ew usa jî axiriyêda wê keremên pir baş ser meda bibarîne. Dilê me germ dibe çaxê em zanin, wekî Bavê me Yehowa, me hiz dike û bona me xem dike! w20.02 6 ¶16-17; 7 ¶20
Duşem, 3 Gulanê
Çaxê xemên min zêde dibûn, te berdilî dida min û dilê min rihet dikir (Zeb. 94:19, DT).
Dibeke tu bona tiştekî gelek xemgîn bûyî. Diqewime kesekî pê giliya yan jî pê kirên xwe dilê te êşand, yan jî dibeke tu xemgîn dibî ji bo gilî yan kirê xwe. Mesele, te şaşî kiriye û gelek berxwe dikevî ku Yehowa wê tu car nebaxşîne te. Û hin jî tu dibeke dişirmîş dibî, wekî baweriya te sist e, lema tu usa zef berxwe dikevî, û xwe hesab dikî meriveke nebaş. Dîna xwe bidine çend serhatiyên ji Kitêba Pîroz. Hanna diya Samûyêl pêxember, jineke bi baweriya qewî bû, lê ew gelek xemgîn dibû, çimkî nefereke ji mala wê hindava wêda xirab bû (1 Sam. 1:7). Baweriya Pawlosê şandî jî qayîm bû, lê ew gelek berxwe diket “xemêd hemû civîna” ser wî top dibûn (2 Korn. 11:28). Dawid Padşa jî merivekî bi baweriya qewî bû, û Yehowa wî gelek hiz dikir (Kar. Şand. 13:22). Lê yeke Dawid şaşiyên mezin kir û ji bo vê yekê gelek dineliya (Zeb. 38:4). Yehowa wan her kesîra berdilî da û dilê wan rihet kir. w20.02 20 ¶1-2
Sêşem, 4 Gulanê
Heger yek dixwaze li pey min bê, bira xwe înkar ke (Met. 16:24).
Hûn gerekê duada Yehowara bêjin, wekî hûn xwe tesmîlî wî dikin û dixwazin heta-hetayê jêra xizmet kin. Çaxê hûn xwe tesmîlî Xwedê dikin, hûn xwe “înkar” dikin. Hingêda hûn dibine para Yehowa û ew yek bona we rastî jî qedirekî gelek mezin e (Rom. 14:8). Hûn Yehowara dibêjin, wekî hûnê îda jîyîna xweda xizmetiyê daynin ciyê pêşin, ne ku xwestinên xwe. Ew tesmîlkirina we sond e, yan jî soz e, ku hûn didine Xwedê. Yehowa tu car zorê me nake wekî evî sondî bixwin. Lê çaxê em evî sozî didin, ew dixwaze wekî em xweyê sozê xwe bin (Zeb. 116:12, 14). Tesmîlkirin ew heye sozê şexsî, ku hûn didine Yehowa. Lê nixumandin ew e, ku hûn ber meriva vê yekê îzbat dikin, mesele ser civata mezin. Dêmek, çaxê hûn têne nixumandinê, hûn eşkere didine kifşê, wekî we îda xwe tesmîlî Yehowa kiriye. Lema jî nixumandina we merivara eyan dike, wekî hûn Xwedayê xwe Yehowa bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, hişê xwe û qewata xwe hiz dikin, û we safî kiriye heta-hetayê jêra xizmet kin (Marq. 12:30). w20.03 9 ¶4-5
Çarşem, 5 Gulanê
Bira tu kes we tu tiştîva nexapîne (2 Têsln. 2:3).
Şeytan usa dike, wekî meriv Yehowa bîr kin. Paşî mirina şandiyên Îsa, hinekên ku xwe Mesîhî hesab dikirin, destpêkirin hînkirinên qelp bela kin (Kar. Şand. 20:29, 30). Ew merivên raber, hêdî-hêdî usa kirin, wekî Xwedêyê rast bê bîrkirinê. Mesele, wana îda navê Xwedê Kitêba Pîrozda nedidane xebatê û dewsa navê wî, sernav dinivîsîn, besa xeberê “Xudan”. Ji bo vê yekê ku wana navê Xwedê dane hildanê û dewsa navê wî nivîsîn “Xudan”, xwendevanên Kitêba Pîrozra çetin bû Yehowa başqe kin ji “xudanên” mayîn, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê (1 Korn. 8:5). Wana ew têrmîn, dêmek “Xudan”, hin ser Yehowa hin jî ser Îsa digotin, çi ku merivara çetin dikir firqiya orta Yehowa û Îsada bivînin (Yûhn. 17:3). Ewê xalifandinê, hînkirina derheqa Sêyekane pêşda anî, çi ku Xebera Xwedê hîn nake. Axiriya vê yekê ew e, ku gelek meriv bawer dikin, wekî ewana nikarin Xwedê nas kin. Lê ew dereweke mezin e! (Kar. Şand. 17:27) w19.06 5 ¶11
Pêşem, 6 Gulanê
Kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne (2 Tîmt. 4:5).
Cûrek ku ça xizmetiya xwe bînin sêrî ew e, ku xizmetiyêda hê cêribandî bin (Metlk. 1:5; 1 Tîmt. 4:13, 15). Yehowa îzin daye me, wekî em bibine hevalxebatkarên wî. Belê, ew qedirekî gelek mezin e! (1 Korn. 3:9). Hergê hûn “kîjan here qenc e, . . . wê bibijêrin” û hiş-aqilê xwe daynin ser xizmetiya xwe, hûnê “bi şabûnê Xudan bihebînin” (Fîlî. 1:10; Zeb. 100:2). Hûn gerekê dudilî nebin, wekî Xwedê wê qewatê bide we, ku hûn xizmetiya xwe bînin sêrî, çi çetinayî yan sînorên we jî hebin (2 Korn. 4:1, 7; 6:4). Firqî tune dereca we dihêle hûn zefî xizmet kin yan hindikî, yeke meniya we heye şa bin, hergê dilê we ser xizmetiyê ye (Galt. 6:4). Çaxê hûn xizmetiya xwe diqedînin, hûn hizkirina xwe hindava Yehowa û meriva didine kifşê. Kitêba Pîroz dibêje: “Bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanêd guhdariya te dikin” (1 Tîmt. 4:16). w19.04 6 ¶15; 7 ¶17
Înî, 7 Gulanê
Mîrêcin û Şeytan. . . yê ku temamiya dinê xalifandiye (Eyan. 12:9).
Tiştekî belabûyî bi çi jî Şeytan û cinên wî meriva dixalifînin, ew heye sêrbazî. Ewên ku sêrbaziyê dikin, dibêjin ku ewana ji jor qewatê distînin, û zanin yan jî kontrol dikin wan tişta, yên ku merivên mayîn nikarin bizanibin û kontrol kin. Lê ew yek ji Xwedê nîne. Mesele, hinek ji wan dibêjin, wekî pê koçektiyê yan jî steyrnasiyê dikarin axiriyê bêjin. Hinek jî yançi gazî miriya dikin û tevî wan xeber didin. Hineke mayîn jî pê sêrbaziyê ser meriva cedû û benika dikin. Li gora hesaba, ku 18 welatên Amerîkaya Latînîda û Karîbêda hatine kirinê, eyan bû wekî wan ciyada ji sê meriva yek, sêrbaziyê û koçektiyê bawer dikin, û weke haqas merî jî bawer dikin, wekî dikarin tevî kesên ruh xeber din. Di 18 welatên Afrîkayêda jî, li gora hesaba, ji du meriva merivek, hela hê zêde jî, sêrbaziyê bawer dikin. w19.04 20-21 ¶3-4
Şemî, 8 Gulanê
Haş ji xwe hebin, nebe ku yek çevder yan dinêhiz be (Îbrn. 12:16).
Her cûre xirabî, ber çevê Xwedê reş e! (Zeb. 5:4-6) Bidine hesabê xwe, îlahî zorbetiya sêksûalî hindava zara, ber çevê Wî çiqas heram e û tiştekî ça bêxwedêtî ye! Em çawa Şedên Yehowa, çev didine Wî û nefret dikin zorbetiya sêksûalî hindava zara û nava civata Mesîhîtîda tu car çevê xwe ser vê yekê danadin (Rom. 12:9). Her cûre zorbetiya hindava zara bi temamî miqabilî “qanûna Mesîh” ye! (Galt. 6:2) Hemû tişt çi ku Îsa hin pê giliya hin jî pê şixulên xwe hîn dikir, ser hîmê hizkirin û heqiyê bû. Mesîhiyên rast li gora vê qanûnê dijîn, û hindava zara usa nin, wekî zar texmîn kin ku wana dibine xweyî û wana hiz dikin. Lê zorbetiya hindava zara ew heye tiştekî xwehiziyêva girêdayî, nerastî û xirabî, ji bo çi jî zar xwe usa texmîn dike, ku kes lê nabe xweyî û hiz nake. Yazix, Mesîhiyên rast jî rastî vê xirabiyê hatine. Çira? Çimkî “merivêd xirabe xweyîfêl” tije ne, û hinek dikarin bikevine nava civatê jî (2 Tîmt. 3:13). Xêncî vê yekê, hine merivên durû, yên ku xwe didine kifşê wekî ewana para civatê ne, ketine bin bayê xwestina bedenêye mirdar, û zar xirab kirine. w19.05 8 ¶1-3
Led, 9 Gulanê
Duayê yê rast gelekî qewat e û hukum dike (Aqûb 5:16).
Ewên ku dêprêsiyêda nin, dibeke xwe nehêja texmîn dikin, ku Yehowara dua kin. Hergê em dixwazin ber dilê wan merivada bên, wê baş be wanra bêjin ku em dixwazin tevî wan bona wan dua bikin. Çaxê hûn dua dikin navê wan hildin. Duada em dikarin Yehowara bêjin, wekî ew merivên delal û dilşkestî, çiqas qîmet in bona me û civatê. Em usa jî dikarin ji Yehowa hîvî kin, wekî dilbîniyê û berdiliyê bide xizmetkarên xweyî hizkirî. Duayê wî cûreyî dikare gelek alî wan meriva bike. Pêşiya ku tiştekî bêjin, pêşda rind bifikirin. Giliyên şîrin dikarin dilê birîndar derman kin (Metlk. 12:18). Lema ji Yehowa hîvî kin, wekî alî we bike, ku hûn giliyên şîrin, dilgerm û nerm bêjin. Bîr nekin wekî tu giliyê me haqas qewat nîne, çiqas giliyê Xwedê ji Xebera wî (Îbrn. 4:12). Çaxê em ber dilê wan merivada tên, em alî wan dikin, wekî ewana bîr nekin, ku Yehowa wana hiz dike. Û em usa jî gerekê tu car bîr nekin, ku Yehowa Xwedêyê heqiyê ye. Tu zorbetî û tu xirabî vê veşartî nemîne. Yehowa her tiştî divîne, û ew wê tu car bê ceza nehêle wan merivên zorbe, yên ku tobe nakin (Jimar 14:18). w19.05 18 ¶18; 19 ¶19, 21
Duşem, 10 Gulanê
Haş ji xwe hebin, bira tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor edetên meriva dîl negire (Kols. 2:8, ÎM).
Şeytan dixwaze, wekî em pişta xwe bidine Yehowa. Ew seva bigihîje nêta xwe, her tiştî dike, wekî hişê me bike dîltiyê, ku em mîna wî bifikirin. Ew dixwaze me bixalifîne, wekî em pey xwestinên xwe kevin, û usa pey wî herin (Kols. 2:4). Lê gelo bi rastî em bin vê xofêda nin ku Şeytan dikare me bixalifîne? Belê, xof heye. Bînin bîra xwe, wekî Pawlos ne ku merivên nebawerra giliyên ji Kolosî 2:8 nivîsî, lê wan Mesîhiyara, yên ku bi ruhê pîroz kifşkirî bûn (Kols. 1:2, 5). Belê, ew Mesîhiyên hingê bin xofêda bûn, lê em îro bin xofeke diha mezinda nin (1 Korn. 10:12). Çira? Çimkî Şeytan hate avîtinê ser erdê, û ew hemû tiştî dike seva xizmetkarên Xwedêyî amin bike telikê (Eyan. 12:9, 12, 17). Xêncî vê yekê, merivên xirab û durû “xirabiyêda” pêşda diçin, çimkî em rojên axiriyêda dijîn (2 Tîmt. 3:1, 13). w19.06 2 ¶1-2
Sêşem, 11 Gulanê
Ya Xudan, êdî bes e! Hema niha ruhê min bistîne (1 Padş. 19:4).
Êlyas tirsiya, çaxê Jin-padşa Îzabêl, got ku wê wî bikuje. Lema ew reviya Beer-şebayê. Ew usa dilteng bû, wekî “bona canê xwe mirinê dixwest”. Lê çira ewî xwe usa texmîn dikir? Êlyas merivekî gunekar bû, “xût merivekî mîna me bû” (Aqûb 5:17). Ew strêseke mezinda bû û qidûm ketibû, diqewime ewî tirê çare tune. Ça tê kifşê Êlyas difikirî, wekî hemû cefê wî, ku ewî bona hebandina rast dikir, pûç bû, û ku Îsraêlêda wê hal baş nebe, û ewî tirê tenê ew maye ji wan, yên ku Yehowara xizmet dikirin (1 Padş. 18:3, 4, 13; 19:10, 14). Yehowa halê wî rind fem dikir û bona vê yekê Êlyas sûcdar nekir, dewsê alî wî kir, wekî dîsa qewatê bistîne (1 Padş. 19:5-7). Hine wede şûnda, Yehowa bi nermî nihêrandina Êlyas rast kir, gava qewata Xweye zor nîşanî wî kir. Yehowa usa jî dîna wî da ser vê yekê, ku Îsraêlêda dîsa 7 000 meriv hebûn, yên ku serê xwe ber Bael nedatanîn (1 Padş. 19:11-18). Wî cûreyî, Yehowa Êlyasra da kifşê, wekî Wî hiz dike. w19.06 15-16 ¶5-6
Çarşem, 12 Gulanê
Gura mezinada bin . . . li ber hev şkestî bin, xulamtiyê hevdura bikin, çimkî nivîsar e: “Xwedê miqabilî kubar-babaxa ye” (1 Pet. 5:5).
Xweserî xwe nîbin, lê her gav pey rêberiyê herin. Hergê em timê pey rêberiyên birên cabdar diçin, emê xwe ji problêma xwey kin. Mesele, welatekîda kîderê şixulê me qedexekirî ye, birên cabdar gotin, ku mizgînvan wedê xizmetiyê edebyetên neşirkirî bela nekin. Lê birakî pêşeng vê mihalêda, fikirî ku diha baş zane çi bike, û edebyet bela kir. Axiriya vê yekê çi bû? Carekê çaxê ewî û hinekên mayîn neformal xizmet dikirin, polîs ewana girtin û pê pirsa dicêribandin. Ça tê kifşê, polîs pey wan diçûn û ewana ser vê yekê girtin, ku edebyeta bela dikin. Em ji vê qewimandinê çi hîn dibin? Em gerekê her gav pey rêberiya herin, hela hê hingê jî, hergê em difikirin ku em diha rind zanin. Yehowa wê timê me kerem ke, hergê em piştgiriya wan bira bikin, yên ku ewî kifş kiriye seva rêberiyê bidine me (Îbrn. 13:7, 17). w19.07 12 ¶17
Pêşem, 13 Gulanê
Her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê (2 Tîmt. 3:12).
Îsa şeva pêşiya mirina xwe got, wekî hemûyên ku bibine şagirtên wî, wê ber çevê vê dinyayê reş bin (Yûhn. 17:14). Heta îro jî, merivên ku miqabilî hebandina rast in, pey Mesîhiyên amin dikevin, yên ku Şedên Yehowa ne. Axiriya vê dinyayê îda gelek nêzîk e, û lema em zanin, wekî dijminên me wê hê zêde pey me kevin (Met. 24:9). Lê em ça dikarin xwe pêşda hazir kin bona zêrandinê? Em gerekê hişê xweda nezivirînin û nedin ber çevê xwe, ku dibeke çi dikare bê serê me. Çira? Çimkî wê tirs me bigire û emê berxwe kevin. Usa em dikarin hê pêşiya cêribandina sist bin û bikevine bin tirsê (Metlk. 12:25; 17:22). Tirs, ew heye çekê qewî, kîjan ku “Mîrêcinê neyarê” me, miqabilî me dide xebatê (1 Pet. 5:8, 9). Lema jî gelek ferz e wekî em îda nihada heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin. w19.07 2 ¶1-3
Înî, 14 Gulanê
Lema herin û hemû mileta bikin şagirtên min (Met. 28:19, ÎM).
Îsa paşî saxbûna xwe, gotibû şandiyên xwe ku ser çiyê top bin. Şandî bêşik bi şabûneke mezin hîviyê bûn ku wî bivînin (Met. 28:16). Diqewime hingê Îsa “carekêra pênsid xûşk-birayî zêdetirva xuya bû” (1 Korn. 15:6). Çira Îsa gote şagirtên xwe, wekî tevayî top bin? Ewî temîke nû da wan: “Lema herin û hemû mileta bikin şagirtên min, ÎM” (Met. 28:18-20). Şagirtên Îsa yên ku giliyên wî bihîstin, bûn para civata pêşine Mesîhîtî ya qirna yekê. Nêta sereke ya vê civatê ew bû, ku hê zêde meriva bikine şagirtên Îsa. Îro nav temamiya topa dinyayê bi deha hezara civat hene, û nêta wan civata dîsa jî ew e. w19.07 14 ¶1-2
Şemî, 15 Gulanê
Dinya her wek xwe dimîne (Waîz 1:4).
Berpirsiyarekî mihalê ji Norwejê dibêje, wekî merivên ku naxwazin derheqa Xwedê xeber din, gelek car dixwazin derheqa halê dinyayê xeber din. Çaxê ew meriva silav dike, paşê dibêje: “Hûn ça difikirin, axiriya me wê çawa be? Gelo axiriya meye baş polîtîkava, zandarava yan jî kesekî dinva girêdayî ye?” Paşê çaxê ew caba meriva dibihê, rêzeke ji Kitêba Pîroz, kîjan ku derheqa axiriya baş e, dixûne yan jî bi ezberî dibêje. Hine merivara hewas e hê zêde pêbihesin derheqa sozê ji Kitêba Pîroz, kîderê tê gotinê, wekî erd wê heta-hetayê bimîne û merivên qenc wê ser heta-hetayê bijîn (Zeb. 37:29). Wê baş be em cûre-cûre mêtoda bidine xebatê tevî cûre-cûre meriva. Lê çira? Çimkî çi ku yekêra hewas be, dikare yê mayînra hewas nîbe. Hineka xweş tê derheqa Xwedê û Kitêba Pîroz xeber din, lê hinekara jî hewas e derheqa tiştên mayîn xeber din. Çi jî hebe, em gerekê her mecalê bidine xebatê, seva tevî hemû cûre meriva xeber din (Rom. 1:14-16). Yehowa rastiyê dilê wan merivada mezin dike, yên ku rastiyê hiz dikin (1 Korn. 3:6, 7). w19.07 22-23 ¶10-11
Led, 16 Gulanê
Heger Xwedê aha em hiz kirin, wekî usa ye gerekê em jî hevdu hiz bikin (1 Yûhn. 4:11).
Hergê em Xwedê qayîm hiz dikin, emê xûşk-birên xwe jî hiz bikin (1 Yûhn. 4:20, 21). Em dibeke difikirin, wekî hêsa ye xûşk-birên xwe hiz bikin, çimkî em gişk jî Yehowa dihebînin û dixwazin çev bidine xeyset-hunurên wî. Em gişk usa jî çev didine Îsa, hizkirina kîjanî usa mezin bû, ku ewî emirê xwe da bona me. Lê yeke cara mera dikare çetin be hevdu hiz bikin. Eyodiya û Sintîxa xûşkên gelek xîret bûn, yên ku tevî Pawlos xizmetiyêda “xûdan rêtine”. Lê diqewime ji bo hevnefemkirinê, ew du xûşk îda tevî hev hevaltî nedikir. Çaxê Pawlos civata wanra nema nivîsî, navê wan du xûşka hilda û şîret kir, wekî “yekbûyî bira li hev bên” (Fîlî. 4:2, 3). Pawlos hesab kir, wekî vê nemêda lazim e usa jî şîretê bide temamiya civatê. Nemêda ewî got: “Her tiştî bê bîntengî û bê şer û dew bikin” (Fîlî. 2:14). w19.08 9 ¶6-7
Duşem, 17 Gulanê
Barêd hevdu hildin (Galt. 6:2).
Gelek civat û usa jî xûşk-birên başqe, alîkariyê didine xizmetkarên hertim, seva ewana bikaribin xizmetiya xwe berdewam kin. Mesele, ewana dil didine wana ku berdewam kin şixulê xwe bikin, aliyê perada yan jî tiştên matêrîalîda alî wan dikin, yan komekê didin neferên wan, kîjan ku dûrî wan nin. Hergê civata weda xizmetkarekî hertim kifş kirine, nefikirin wekî kifşkirina wî hate guhastinê, çimkî şixulê xwe nebaş dikir, yan jî tiştekî xirab kiriye. Dewsê, alî wî bikin, wekî zû hînî guhastina be. Bi dil û can wî qebûl kin û payê wî bidin bona şixulê ku ew dike, hergê jî ew ji bo sihet-qewata xwe nikare gelek tişt bike. Tevî wî bibine nas. Hûnê bikaribin ji xûşk-birên usa gelek tişt hîn bin, çimkî wana hînkirin û zanebûn standine, û cêribandî ne. Pêşiyê, ewên ku kifşkirina xweye teze distînin lazim e alî wan bikin, mesele wanra mal bivînin, derheqa transportê wanra bêjin, ça xebatê bivînin, û dîsa tiştên mayîn. w19.08 23-24 ¶12-13
Sêşem, 18 Gulanê
Ez li ber çevên neteweyan teda bêm pîroz kirin, ya Gog (Hezql. 38:16).
Gog wê îtbariya xwe destê xweyî “goşt” bîne, dêmek ordiya xweye mezin (2 Dîr. 32:8). Lê emê îtbariya xwe Yehowa Xwedê bînin, çi ku wê ber çevê mileta bêhişî be. Çira? Çimkî xudanên Babîlona Mezine berê, ku qewat bû, ewana xilaz nekirin ji “cenewir” û “dehe stirûyêd” wî! (Eyan. 17:16). Lema jî Gog wê bifikire, ku wê hêsa qira me bîne. Ew wê “mîna ewirekî” ku erdê dadide, pey cimeta Yehowa keve. Lê Gog wê zûtirekê bivîne, wekî ew ketiye telikê û nikare xilaz be. Mîna Firewin ber Bera Sor, Gog wê pêbihese, wekî ew miqabilî Yehowa şer dike (Derk. 14:1-4; Hezql. 38:3, 4, 18, 21-23). Mesîh û ordiyên wîyî ezmana, wê cimeta Xwedê xilaz kin, lê Gog ordiyên wîva wê qir kin (Eyan. 19:11, 14, 15). Lê çi wê biqewime tevî dijminê Yehowayî sereke, Şeytan, yê ku pê propaganda qelp serwêrên dinyayê xapandin, seva ewana şerê Harmegedonêda miqabilî cimeta Xwedê derkevin? Îsa wî û cinên wî, wê bavêje “geliyê hey-wayê”, kîderê ku ewana wê hezar salî girtî bin (Eyan. 20:1-3). w19.09 11-12 ¶14-15
Çarşem, 19 Gulanê
Li benda wê be; ji ber ku ewê muheqeq be [bê sêrî] (Hebq. 2:3).
Tebiyetî ye ku em dixwazin, wekî keremên ku Yehowa soz daye, zû bêne sêrî. Lê çaxê em hîviya tiştekî ne û ew yek derengî dikeve, em dikarin xîreta xwe unda kin û hela hê jî dilşkestî bin (Metlk. 13:12). Ew yek qewimî tevî birên ku dijîtin destpêka qirna 20. Hingê gelek Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî hîviyê bûn, wekî sala 1914, xelata xweye ezmanî bistînin. Çaxê ew yek neqewimî, ça ew Mesîhiyên amin xwe dane kifşê? Ewana riya jîyînêda berdewam dikirin birevin, çimkî hiş-aqilê wan ser vê yekê bû, ku qirara Xwedê bînin sêrî, ne ku xelata xwe bistînin. Wana dilê xweda safî kiribû, ku lecmeydanêda sist nebin û heta xilaziyê birevin. Bêşik, em hîviyê ne ku navê Yehowa bê pîrozkirinê, û bê îzbatkirinê wekî serwêrtiya wî ya here baş e, usa jî wekî hemû sozên wî bêne sêrî. Dudilî nebin, wekî ew hemû tişt wê biqewimin wî wedeyî, kîjan ku Yehowa îda kifş kiriye. Lê heta hingê, em gerekê şixulê Xwedêda xîret bin, û tu car nehêlin, wekî em dilteng bin yan jî sist bin bona vê yekê, ku em hîviya çi bûne nehatiye sêrî. w19.08 4-5 ¶9-10
Pêşem, 20 Gulanê
Ez şkestî me û dilmilahîm im (Met. 11:29).
Pirsa bidine xwe: “Meriv min usa nas dikin ça kesê nerm û milûk? Ez bona meriva bi dil û can şixulên nimiz dikim? Ez merivara heyf im?” Îsa yekî bi edil bû û tevî wî hewas bû şixulkariyê bikin, û ewî hiz dikir şagirtên xwe hîn ke (Lûqa 10:1, 19-21). Ewî dil dida şagirtên xwe, wekî pirsa bidine wî, û xwexa jî pirs dida wan, çimkî dixwest fikirên wan pêbihese (Met. 16:13-16). Çawa kulîrik baxçê başda şîn dibin û ji sur-sermê xweykirî ne, usa jî şagirtên Îsa tevî wî geş dibûn. Wana dîna xwe didanê, ku Îsa ça hîn dike û wana xwexa jî berên baş dianîn, dêmek kirên baş dikirin. Hergê hukumê we heye, pirsên usa bidine xwe: “Malda yan jî xebatêda meriv tevî min xwe rind texmîn dikin? Ez edilayê xwey dikim? Ez xwe usa digirim ku meriv hêsa bikaribin pirsa bidine min? Ez bi dil û can fikirên wan dibihêm?”. Em tu car naxwazin bibine mîna Fêrisiya, yên ku hêrs diketin çaxê meriv wanda dudilî dibûn, û bêrem bûn hindava wanda, yên ku mîna wan nedifikirîn (Marq. 3:1-6; Yûhn. 9:29-34). w19.09 20 ¶1; 23 ¶9-11
Înî, 21 Gulanê
Gava bêjin: “Dinê seqirî û bêxofî ye”, hingê xezebê nişkêva ser wanda bê (1 Têsln. 5:3).
Serwêrên dinyayê cara ewê gotinê didine xebatê, çaxê xeber didin derheqa wê yekê, ku heleqetiya orta mileta baş kin. Lê yeke ew elamkirin ku “dinê seqirî û bêxofî ye”, ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, wê cude be. Çira? Çaxê ew yek wê biqewime, meriv wê bifikirin ku serwêrên dinyayê bêxofî û edilayî anîne dinê. Lê bi rastî, “xezebê nişkêva” bê û “tengasîke . . . mezin” wê destpêbe (Met. 24:21). Em nizanin çi wê serwêra hêlan ke, wekî ewê yekê elam kin, yan wê çi cûreyî ew elametî bê elamkirinê. Û em usa jî nizanin ku ew yek wê tenê carekê bi cûrê mexsûs bê elamkirinê, yan çend cara. Çi jî biqewime, em vê yekê zanin: Em gerekê neyêne xapandinê û bawer nekin, wekî serwêrên dinyayê dikarin edilayê bînin ser erdê. Lê ew ça bêjî nîşan e, ku “roja Xudan” va wê destpêbe! (1 Têsln. 5:2) w19.10 8-9 ¶3-4
Şemî, 22 Gulanê
Wê wextê wê netewa [cimeta] te . . . , wê xilaz bibin (Dan. 12:1).
Şerê Harmegedon wê bibe xilaziya vê dinyayê. Lê yeke em gerekê netirsin. Çira? Çimkî ew yek wê şerê Xwedê be (Metlk. 1:33; Hezql. 38:18-20; Zeker. 14:3). Çaxê Yehowa fermanê bide, Îsa Mesîh wê rêberiya ordiya Xwedê bike seva derên şer. Ew wê tevî Mesîhiyên bijartî û mîryada meleka derê şer. Tevayî ewana wê miqabilî Şeytan, cinên wî û ordiyên erdê, şer bikin (Eyan. 6:2; 17:14). Yehowa soz dide me: “Qet çekên ku li dijî [miqabilî] te hatine çêkirin, wê ji tu karîra nebe” (Îşa. 54:17). “Elaleteke . . . mezin”, dêmek xizmetkarên Yehowayî amin, wê wedê tengasiya mezin xilaz bin! Paşî vê yekê, ewana wê berdewam kin jêra xizmet kin (Eyan. 7:9, 13-17). Kitêba Pîroz baweriya me derheqa axiriyê qewî dike! Em zanin wekî “Xudan şîrhelala xwey dike”, dêmek yên amin (Zeb. 31:23). Hemûyên ku Yehowa hiz dikin û pesina didine wî, wê bivînin û şa bin ku ça navê wî bê pîrozkirinê (Hezql. 38:23). w19.10 18-19 ¶17-18
Led, 23 Gulanê
Heval her gav hiz dike (Metlk. 17:17).
Em nêzîkî xilaziya “rojêd axiriyê” dibin, û lema dibeke em rastî tengasiyên giran bên (2 Tîmt. 3:1). Mesele, welatekî Afrîkaya roavayêda paşî hilbijartina serok, şerekî giran destpêbû. Xûşk-birên me şeş meha zêdetir, nikaribûn aza derketana nav şeher, çimkî şer diçû. Lê çi alî wan kir, wekî vê tengasiyêda teyax kin? Hinek derbazî malên xûşk-birên din bûn, kîderê xof tune bû. Birakî gilî kir: “Hingê min gelek qîmet kir ku hevalên min kêleka min bûn. Me dil dida ber hev”. Çaxê “tengasiya mezin” destpêbe, emê gelek şa bin, wekî hevalên meyî baş hene, yên ku me hiz dikin (Eyan. 7:14). Lema gelek ferz e îda îroda em hevaltiya xwe qewî kin (1 Pet. 4:7, 8). Çira? Çimkî dijminên me wê bixwazin pê derewa û înformasiya qelp yektiya me xirab kin. Ewana wê bixwazin orta me xirab kin, lê wê nikaribin vê yekê bikin. Qewata wan haqas tune, wekî hizkirina me hindava xûşk-bira sar kin. w19.11 2 ¶1-2; 7 ¶19
Duşem, 24 Gulanê
Hûnê bikaribin hemû tîrêd agiriye ku Yê Xirab davêje, bitemirînin (Efes. 6:16).
Şeytan, “bavê derewa”, merivên ku bin hukumê wîda nin dide xebatê, seva derewa derheqa Yehowa û xûşk-birên me bela ke (Yûhn. 8:44). Mesele, raber derheqa teşkîleta Yehowa derewa û înformasiya qelp pê întêrnêtê û cûre-cûre tişta bela dikin. Ew derew jî dikevine nava “tîrêd agiriye” Şeytan. Lê em gerekê çi bikin hergê kesek mera derheqa wan derewa gilî dike? Em gerekê guhê xwe nedine wan! Çimkî em baweriya xwe Yehowa tînin û îtbariya xwe xûşk-bira tînin. Bi rastî em tu car tevî rabera xeber nadin. Em tu car tevî wan nakevine dewê, ne bona kesekî ne jî bona tiştekî, ne jî seva vê yekê ku dixwazin pêbihesin ewana çi dibêjin, wekî baweriya me sist nebe. We karibûye guhê xwe nedine rabera û tevî wan nekevine dewê bona derewên, ku ewana bela dikin? Wekî erê, ew gelek baş e. Lê em gerekê timê ser xwe bin, çimkî çekên Şeytane mayîn jî hene, kîjan ku ew miqabilî me dide xebatê. w19.11 15 ¶8; 16 ¶11
Sêşem, 25 Gulanê
Xudan ruha dide li ser mêzînê (Metlk. 16:2).
Timê meniya safîkirina xwe bicêribînin. Yehowa dixwaze, wekî em hemû tiştada helal û diltemiz bin. Lema jî gava em tiştekî safî dikin, em dixwazin hindava xweda û merivên dinda rast û helal bin. Hergê nêtên me bi temamî rast nîbin, wê mera çetin be safîkirina xwe bînin sêrî. Mesele, birakî cahil safî dike, ku bibe pêşeng. Lê hine wede şûnda jêra çetin dibe sihetên pêşengiyê pêra bigihîne, û lema ew îda xizmetiyêda şabûnê navîne. Ewî tirê nêta wîye ku bibe pêşeng ew e, wekî dilê Yehowa şa ke. Lê dibeke pêşiyê nêta wîye sereke ew bû, wekî dilê dê-bavê xwe şa ke yan jî dilê kesekî din? Dîna xwe bidin vê meselê: Merivek ku Kitêba Pîroz hîn dibe, safî kiriye wekî cixarê biterikîne. Pêşiyê heftêkî yan jî du heftiya ew cixarê nakişîne, lê paşê destpêdike dîsa bikişîne. Axiriyêda ewî bi temamî terika cixarê da! Hizkirina wî hindava Yehowa û xwestina wî ku dilê Wî şa ke, alî wî kir evî xeysetî biterikîne (Kols. 1:10; 3:23). w19.11 27 ¶9; 29 ¶10
Çarşem, 26 Gulanê
Tenê çawa layîqî Mizgîniya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin (Fîlî. 1:27).
Pawlos dudilî nebû, wekî ew wê lecmeydanêda heta xilaziyê bireve û bigihîje merema xwe. Ew Mesîhiyê bi ruhê pîroz bijartî bû, û hîviyê bû ku “lecxelata jorçûyînê, awa gotî gaziya Xwedê”, bistîne. Lê seva bigihîje vê meremê, ewî fem dikir, wekî gerekê bicedîne (Fîlî. 3:14). Pawlos Fîlîpiyara meseleke baş got, seva alî wan bike, wekî ewana hiş-aqilê xwe bidine ser nêta xwe. Pawlos anî bîra Fîlîpya, ku ewana bajarvanên ezmana ne (Fîlî. 3:20). Çira wana gerekê ew yek bîr nekirana? Wan rojada, bajarvantiya Romê gelek qîmet dikirin, çimkî gelek tiştada kara vê yekê hebû. Lê Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî, bajarvanên cîkî hê baş bûn. Bajarvantiya Romê ber bajarvantiya ezmanî bêqîmet bû! Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî, îro meseleke baş dihêlin vê yekêda, ku her tiştî dikin wekî bigihîjine nêta xwe, dêmek jîyîna heta-hetayê ser ezmana qazanc kin. w19.08 6 ¶14-15
Pêşem, 27 Gulanê
Heger Kurê Xwedê we aza ke, hûnê rastî aza bin (Yûhn. 8:36).
Ew azayî hê mezin bû ne ku azaya wedê sala Yûbîlê (Qan. Kah. 25:8-12). Mesele, merivê ku wedê Yûbîlê ji dîltiyê aza dibû, paşê dîsa dibeke bibûya xulam, û yeke axiriyêda wê bimira ça hemû meriv. Lê azaya ku Îsa tîne, wê heta-hetayê bimîne. Roja Pênciyê Hesabê sala 33 D.M., Yehowa pê ruhê pîroz şandî û jin mêrên dine amin bijart. Ewî wana kire ça kurên xwe, seva ku axiriyêda ewana ji mirinê rabin, wekî ser ezmana tevî Îsa serwêrtiyê bikin (Rom. 8:2, 15-17). Ewana yên pêşin bûn, ku ev azayî standin, derheqa kîjanê Îsa kinîşta Nisretêda elam kir (Lûqa 4:16-19, 21). Ew meriv îda xulamên hînkirinên qelp nîbûn ku serwêrên Cihûya bela dikirin, û usa jî xulamên wan edeta nîbûn, yên ku miqabilî Xebera Xwedê bûn. Xwedê usa jî hesab dikir, ku ewana ji gune aza bûne, kîjan ku mirinê tîne. Yûbîla sîmbolîk ku sala 33 D.M.-da destpêbû pê bijartina şagirtên Mesîh, wê xilaz be xilaziya Hezarsaliya Serwêrtiya Îsa. w19.12 11 ¶11-12
Înî, 28 Gulanê
Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike (1 Korn. 15:33).
Dê-bavno, alî zarên xwe bikin, wekî hevalên baş xwera bivînin. Bîr nekin, dê-bav gerekê bizanibin ku zarên wan çi dikin û tevî kê hevaltiyê dikin. Ew tê hesabê, wekî ewana gerekê haş pê hebin, ku zarên wan pê întêrnêtê û têlê tevî kê xeber didin û tevî kê hevaltiyê dikin. Çira? Çimkî heval dikarin ser fikir û rabûn-rûniştina zara hukum kin. Gelek dê-bav mecela divînin, seva zarên wan tevî merivên ku xizmetiyêda mesela baş in, nêzîk bin. Mesele, Dênî û Bomîn, jin-mêr ku ji Kot Dêvûarê ne, gelek car berpirsiyarê mihalê teglîf dikirin, ku mala wanda bimîne. Dênî gilî dike: “Ew yek gelek baş ser kurê me hukum dibû. Ew bûye pêşeng û niha ça alîkarçiyê berpirsiyarê mihalê xizmet dike”. Dê-bav çiqas zû destpêkin zarên xwe hîn kin, haqas baş e (Metlk. 22:6). Bifikirin derheqa Tîmotêyo. Diya wî, Eynik û pîrika wî Loyîs, wî “ji zarotiya” wîda hîn dikirin (2 Tîmt. 1:5; 3:15). w19.12 25 ¶14; 26 ¶16-17
Şemî, 29 Gulanê
Heval jî hene ji birakî çêtir in (Metlk. 18:24).
Bibe hevalê bi îtbar. Mesele, em xûşk-birên xweye hewcera ne tenê soz didin, wekî alî wan bikin, lê em pê kirên xwe alîkariyê didine wan (Met. 5:37; Lûqa 16:10). Çaxê ewên ku hewce ne, zanin, wekî emê ese alî wan bikin, ewana dilbîniyê distînin. Xûşkekê got: “Çaxê tu zanî, wekî ew merivê ku tera soz daye, wê ese bê hewara te, dilê te rihet e”. Ewên ku rastî cêribandina tên yan jî dilşkestî dibin, dilbînîke mezin distînin, gava hevalekî bi îtbarra dilê xwe vedikin. Lê seva em bibine hevalê baş û bi îtbar, mera sebir lazim e. Çaxê mêrê xûşkeke me Janayê, lê hîşt, ewê dilbînî ji hevalên xweyî nêzîk stand. Ew dibêje: “Ewana bi sebir guh didane min hingê jî, çaxê min gilîk çend cara digot”. Hûn jî dikarin bibine hevalê baş bi vê yekê, ku bi sebir guh bidin. w20.01 10-11 ¶9-11
Led, 30 Gulanê
Hê zikê diya xweda, wê bi ruhê pîroz tijî be (Lûqa 1:15).
Kitêba Pîrozda hene gelek meselên wan meriva, yên ku ruhê pîroz standibûn, lê yeke hêviya wan jîyîna ser ezmana nîbû. Mesele, ruhê pîroz rêberiya Dawid dikir (1 Sam. 16:13). Ruhê pîroz alî wî kir, wekî rastiyên kûr derheqa Yehowa fem ke û usa jî hine parên Kitêba Pîroz binivîse (Marq. 12:36). Lê yeke Petrûs got, wekî Dawid “neçûbû ezmana” (Kar. Şand. 2:34). Yûhennayê Nixumdar jî “bi ruhê pîroz tijî” bû (Lûqa 1:13-16). Îsa got ku tu meriv ji Yûhenna mezintir nîbû, lê paşê ewî got, wekî Yûhenna nakeve nav Padşatiya ezmana (Met. 11:10, 11). Yehowa pê ruhê xweyî pîroz wanra qewat dida, wekî kirên mezin bikin, lê ewî pê vî ruhî wana bona jîyîna ser ezmana nejibart. Gelo ew tê hesabê, ku ewana haqas amin nîbûn? Na. Ew tê hesabê, wekî Yehowa wê wana ji mirinê rake, seva Cinetêda ser erdê bijîn (Yûhn. 5:28, 29; Kar. Şand. 24:15). w20.01 25 ¶15
Duşem, 31 Gulanê
Em hiz dikin, çimkî ewî pêşda em hizkirin (1 Yûhn. 4:19).
Yehowa em teglîf kirine, ku bibine neferên malbeta wî. Ew malbet ji wan meriva ye, yên ku xwe tesmîlî Xwedê kirine û baweriya xwe qurbana Kurê wî tînin. Em malbeteke bextewar in. Em ne tenê îro pê emirê bextewar dijîn, lê hêviya me heye, wekî em axiriyêda heta-hetayê bijîn, firqî tune ser erdê Cinetêda yan ser ezmana. Yehowa ji hizkirinê tiştekî usa kir, wekî em bikaribin bibine neferên malbeta wî. Lê seva vê yekê ewî heqê mezin da (Yûhn. 3:16). Em “bi qîmet hatine kirînê” (1 Korn. 6:20). Yehowa bi saya kirînê mera mecal da, wekî heleqetiya me tevî wî nêzîk be. Qedirekî meyî mezin heye, wekî nava gerdûnêda Kesê lapî mezinra, bêjin Bavo. Yehowa Bavekî lapî baş e. Mîna zebûrbêjekî, dibeke em jî pirsê didine xwe: “Ez çi bidime Xudan, bona temamîya qencîya Wîye ser min?” (Zeb. 116:12) Caba vê pirsê ew e, ku bi rastî emê tu car nikaribin bona her tiştî heqê Bavê xweyî ezmana bidin. Lê yeke hizkirina wî hindava me, me hêlan dike wekî wî hiz bikin. w20.02 8 ¶1-3