Çile
Duşem, 1 Çileyê
Min Tîmotêyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin (1 Korn. 4:17).
Tîmotêyo çira xizmetkarekî kêrhatî bû? Çimkî hunurên wîye baş hebûn (Fîlîpî 2:19-22). Ji gotinên Pawlosê şandî tê femkirinê ku Tîmotêyo yekî milûk, amin, xîret û bi îtbar bû. Ewî ji dil bona xûşk-bira xem dikir. Lema Pawlos wî hiz dikir û cabdariyên mezin tesmîlî wî kir. Heger em hunurên ku Yehowa xweş tên pêşda bînin, Yehowa wê ji me razî be, û emê diha kêrî civatê bên (Zebûr 25:9; 138:6). Lema jî dua bike û bifikire ku gerekê tu kîjan hunura nav xweda pêşda bînî. Hunurekî bijbêre û ser vê yekê bixebite. Tu dibeke dixwazî dilşewatî diha zêde kî. Yan jî tu dixwazî diha zêde edilayîhiz bî û aliyê baxşandinêda diha rem bî. Tu dikarî ji hevalekî xwe bipirsî, hela gerekê tu kîjan aliyada pêşda herî (Metelok 27:6). w22.04 23 ¶4-5
Sêşem, 2 Çileyê
Bira her kes kirinên xwe bide ser mêzînê (Galt. 6:4).
Yehowa dixwaze ku em bextewar bin. Em zanin wekî şabûn ew heye berê ruhê pîroz (Galatî 5:22). Gava em xizmet dikin yan jî cûre-cûre aliyava alîkariyê didine xûşk-bira, em şa dibin, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku “xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35). Çawa ku rêza rojêda tê gotinê, Pawlosê şandî besa du tişta kiribû, yên ku alî me dikin wekî em şabûna xwe unda nekin. Ya yekê, gerekê nêta me ev be ku em bona Yehowa çi ji destê me tê bikin. Heger em usa bikin, emê bextewar bin (Metta 22:36-38). Ya duda, gerekê em xwe beramberî kesên din nekin. Sihet-qewat, hînkirin yan feresetên me çiqas îzinê didin, gerekê em haqas Yehowara xizmet kin û ji wî razî bin. Ji aliyê dinva jî, heger kesên din xizmetêda hine aliyada ji me çêtir in, gerekê em şa bin ku ewana feresetên xwe bona rûmeta Yehowa didine xebatê. w22.04 10 ¶1-2
Çarşem, 3 Çileyê
Azabûna we îdî nêzîk e (Lûqa 21:28).
Rêlîgiya qelp wê nişkêva bê kutakirinê. Hingê dinê elam wê ecêbmayî bimîne (Eyantî 18:8-10). Qirkirina “Babîlona mezin” wê dinê bihejîne û dibeke bibe sebeba gelek tengasiya, lê xizmetkarên Xwedê wê şa bin, çimkî ev dijminê Xwedê wê îda tune be û demeke nêzîkda emê ji vê dinya xirab bêne xilazkirinê! Daniyêl pêxembertî kiribû ku zanebûna rast wê zêde be. Bi rastî jî usa ye! Em pêxembertiyên derheqa rojên me îda fem dikin (Daniyêl 12:4, 9, 10). Çaxê em divînin, wekî gotinên Kitêba Pîroz çawa têne sêrî, gelo em Yehowara û Xebera wîra firnaq nabin? (Îşaya 46:10; 55:11) Seva ku baweriya te hê qewî be, berdewam ke Nivîsarên Pîroz lêkolîn bike û alî kesên din bike wekî ewana jî bibin dostên Xwedê. Yehowa wê hemû kesên ku xwe dispêrin wî biparêze û timê wê edilayê bide wan (Îşaya 26:3). w22.07 6-7 ¶16-17
Pêşem, 4 Çileyê
Hingê wan . . . ew padşa civandine wî ciyî ku bi îbranî jêra “Harmegedon” tê gotinê (Eyan. 16:16).
Kitêba Eyantî nîşan dike ku Padşatiya Xwedê ser ezmana hatiye sazkirinê û Mîrê-cina ji ezmana hatiye avîtinê (Eyantî 12:1-9). Lema jî ser ezmana îda edilayî heye, lê halê me xirab e. Gelo çima? Çimkî Mîrê-cina ser xizmetkarên Yehowa gelek hêrs e û pey wan dikeve (Eyantî 12:12, 15, 17). Gelo em çawa dikarin ber hicûmê Mîrê-cina qewî bisekinin? (Eyantî 13:10). Çiqas baş e ku em zanin wekî axiriyêda çi wê biqewime, çimkî ev yek dikare alî me bike wekî em Yehowara amin bimînin. Mesele, kitêba Eyantîda, Yûhennayê şandî besa hine kerema kiribû, yên ku emê demeke nêzîkda bistînin. Yek ji van kerema ev e ku wê koka dijminên Xwedê bê. Kitêba Eyantî rêza yekê zelal dike, wekî gotinên vê kitêbê bi zimanekî sîmbolîk hatine nivîsarê (Eyantî 1:1). w22.05 8 ¶1-3
Înî, 5 Çileyê
Wê rojên dawînda usa bibe ku, dema ez li ber çevên neteweyan [mileta] . . . bêm pîroz kirin, ya Gog, bona ku ew min nas bikin, ezê te li dijî [miqabilî] warê xwe bînim! (Hezql. 38:16)
Xizmetkarên Yehowa wê Yehowara amin bimînin, lema jî dijminên Yehowa wê gelek hêrs kevin. Axiriyêda koalîsya mileta wê ser temamiya dinyayê hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bike. Kitêba Pîrozda ev hicûmkirin tê navkirinê hicûmê Gog ji Magogê (Hezeqêl 38:14, 15). Gava ku ev hicûm destpêbe, Yehowa wê bi “agirê xezeba xwe” caba wan bide (Hezeqêl 38:18, 21-23). Kitêba Eyantî serê 19 besa vê yekê dike. Yehowa wê Kurê xwe bişîne, wekî ew xizmetkarên wî biparêze û dijminên wan qir ke. Wî şerîda, “ordiyên ezmên”, dêmek melekên amin û 144 000 kesên bijartî, wê alî Îsa Mesîh bikin (Eyantî 17:14; 19:11-15). Belê, axiriyêda hemû meriv û teşkîletên ku himberî Yehowa ne, wê bêne qirkirinê (Eyantî 19:19-21). w22.05 17 ¶9-10
Şemî, 6 Çileyê
Ezê nava te û kulfetê . . . dijminatîyê daynim (Destp. 3:15).
Demeke kin paşî ku Adem û Hêwayê gune kirin, Yehowa bi saya pêxembertîkê hêvî da zureta wan. Gotinên wî Destpêbûn 3:15-da hatine nivîsarê, kîderê ku tê gotinê: “Ezê nava te û kulfetê, nava zureta te û zureta wêda dijminatîyê daynim, ewê serê te bihincirîne û tê jî penîya wê bigezî”. Ev pêxembertî Kitêba Pîrozda, kitêba pêşinda nivîsar e. Bi rastî hemû kitêbên din, yên Xebera Xwedê bi gotinên Destpêbûn 3:15-va girêdayî ne. Gotinên vê rêzê nîşan dikin, ku Xwedê wê Xilazkarekî bişîne, wekî Mîrê-cina û hemû piştgirên wî qir ke. Ev yek wê bona dostên Yehowa keremeke gelek mezin be! Lêkolîna Kitêba Pîroz wê alî me bike bivînin ku çawa ev pêxembertî tê sêrî û em ça dikarin ji vê karê bistînin. w22.07 14 ¶1-3
Led, 7 Çileyê
Xudan e yê serwaxtîyê dide (Metlk. 2:6).
Ji Yehowa bîlaniyê bixwazin, wekî hûn bikaribin alî zarên xwe bikin ku ewana wî hiz bikin (Aqûb 1:5). Şîretên herî baş ji Yehowa Xwedê tên. Em vê yekê ji ku zanin? Ya pêşin, çimkî Yehowa bavê herî cêribandî ye (Zebûr 36:9). Ya duda, şîretên wî hertim bona me karê tînin (Îşaya 48:17). Yehowa bi saya Xebera xwe û teşkîleta xwe, xwarina ruhanî têr-tije dide, çi ku wê alî we bike ku hûn hizkirina Yehowa bikine dilê zarên xwe (Metta 24:45). Mesele hûn dikarin gelek şîretên kêrhatî vê rêza gotarada bivînin: “Alîkarî Bona Malbetê”, kîjan ku edebyetên meda û ser malpera me hatine derxistinê. Usa jî, serhatî, vîdêo û sînem, ku ser jw.org hene, dikarin alî dê-bava bikin ku zarên xwe li gora rêberiya Yehowa mezin kin (Metelok 2:4, 5). w22.05 27 ¶4-5
Duşem, 8 Çileyê
Xudan, heger dîna Xwe bidî guneyên me, kî wê bikaribe . . . bisene? (Zeb. 130:3)
Temamiya dinyalikêda Yehowa kesê herî Afûkar e. Ya pêşin, ew timê hazir e bibaxşîne me. Ya duda, ew derheqa me her tiştî zane û me rind nas dike. Ew hemû xeyset-hunurên me zane û dilê me divîne, lema ew dikare têderxe hela em bi rastî tobe dikin yan na. Ya sisiya jî, gava Yehowa dibaxşîne me, ew gunên meyî berê îda nade rûyê me. Bi saya baxşandina wî, em dibin xweyê îsafeke temiz û em zanin wekî ew me qebûl dike. Heta ku em nebine bêqisûr, emê hilbet car-cara şaşî û guna bikin. Lê Yehowa dilrem û dilovan e, û ew bîr nake wekî em gunekar in. Lema jî nelazim e wekî em bona şaşiyên ku em ji bo qisûrdariya xwe dikin, gelek dilteng bin (Zebûr 103:8-14; 130:3). Belê, heger em çi ji destê me tê bikin, ku li riya Xwedêda herin, em dikarin şa bin (Fîlîpî 4:4-6; 1 Yûhenna 3:19-22). w22.06 7 ¶18-19
Sêşem, 9 Çileyê
Bona navê min wê we bibine ber padşa û weliya (Lûqa 21:12).
Xêncî tirsa ber peyketina ji aliyê serwêrên dewletê, Mîrê-cina tirsên din jî dide xebatê. Mesele, hine kes ditirsin ku heger ewana bibine Şedên Yehowa, malbeta wan wê ser wan hêrs keve. Ewana merivên xwe gelek hiz dikin û dixwazin wekî ewana jî Yehowa nas bikin û wî hiz bikin. Gava merivên wan Xwedayê rast û xizmetkarên wî nimiz dikin, dilê wan dêşe. Carna, merivên ku sêrîda miqabilî rastiyê bûn, paşê hatine ser riya rastiyê. Lê heger merivên me seva baweriya me heleqetiya xwe tevî me dibirin, emê çi bikin? Em dikarin ji gotinên Zebûr 27:10 dilbîniyê bistînin. Heger malbeta me jî me bihêle, em gerekê bîr nekin ku Yehowa gelek me hiz dike, lema jî ne lazim e ku em bitirsin. Em bawer in ku Yehowa wê aminiya me xelat bike. Ew ji her kesî baştir zane ku çawa bona hewcên meye fîzîkî, êmosiyalî û ruhanî xem bike. w22.06 16-17 ¶11-13
Çarşem, 10 Çileyê
Mesîh xwexa jî bona we cefa kişand û nexşek wera hişt, wekî hûn pêgeha wîda herin (1 Pet. 2:21).
Çaxê Îsa xizmet dikir, gelek car meriva ew sûcdar dikirin. Wana digot ku ew pey xwarin û vexwarinê ketiye, xizmetkarê Mîrê-cina ye, Roja Şemiyê nagire û kifiriya dike (Metta 11:19; 26:65; Lûqa 11:15; Yûhenna 9:16). Lê yeke Îsa bi gotinên sert, caba wan nedida. Mîna wî, em jî gerekê sert caba meriva nedin (1 Petrûs 2:22, 23). Lê carna hêsa nîne ku em xwe bigirin (Aqûb 3:2). Gelo çi dikare alî me bike? Heger xweyê malê sert caba te bide, hêrs nekeve. Birakî bi navê Sêm dibêje: “Ez timê dîna xwe didimê hela xweyê malê çiqas hewcê rastiyê ye, û ku ew dikare bê guhastinê”. Carna dibeke xweyê malê hêrs be, çimkî em wedekî nebaş hatin bal wî. Heger em rastî kesekî hêrs bên, em dikarin kin dua bikin, ji Yehowa alîkariyê bixwazin ku em rihetiyê xwey kin û xwe bigirin, wekî sert û bêqedir xeber nedin. w22.04 6 ¶8-9
Pêşem, 11 Çileyê
Xwe li Xwedê bigirin (Aqûb 4:8).
Seva ku zarên me nêzîkî Yehowa bin, gelek ferz e wekî em tevî wan Kitêba Pîroz hîn bin (2 Tîmotêyo 3:14-17). Lê mecaleke din jî heye, ku ça ewana dikarin diha baş Yehowa nas kin. Kitêba Metelokda, bavek kurê xwera dibêje, wekî ew hunurên Yehowa, kîjan ku efrînada têne kifşê, timê bîra xweda xwey ke (Metelok 3:19-21). Dê-bavno, hilbet wera hewas e tevî zarên xwe tebiyetêda wede derbaz kin. Wî çaxî zarên xwera nîşan kin, ku orta efrînên Yehowa û hunurên wîda, çi hevgirêdan heye (Romayî 1:20). Dîna xwe bidine, Îsa pê mesela efrîna çawa hîn dikir. Rojekê, Îsa dîna şagirtên xwe kişande ser qarqar û sosina (Lûqa 12:24, 27-30). Ewî derheqa merdanî û qenciya Bavê xwe, derseke ferz da şagirtên xwe. Çawa ku Yehowa teyreda û kulîrka xwey dike, ewê kinc û xwarinê bide xizmetkarên xwe jî. w23.03 20-21 ¶1-4
Înî, 12 Çileyê
Pê navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, wekî Bav pê Kur bê rûmetkirinê (Yûhn. 14:13).
Em ji Yehowa razî ne ku em dikarin bi navê Kurê wî, wîra dua bikin. Bi saya Îsa, Yehowa caba duayên me dide. Gava em bi navê Îsa dua dikin, Yehowa me dibihê û ser hîmê qurbana Îsa gunên me dibaxşîne (Rom. 5:1). Li gora Nivîsarên Pîroz, Îsa Mesîh Serekkahînê me ye, “ku li ezmana ser textê mezinayiya Xwedêye rastê rûniştiye” (Îbranî 8:1). Îsa kêleka Bavê me Yehowa ye, û piştgiriya me dike (1 Yûhenna 2:1). Em gelek ji Yehowa razî ne, ku Ewî Serekkahînekî usa dilovan kifş kiriye, yê ku kêmasiyên me fem dike û bona me reca dike (Romayî 8:34; Îbranî 4:15). Meyê nikaribûya bê qurbana Îsa Mesîh Yehowara dua bikira. Belê, xeber têra me nakin, wekî em razîbûna xwe bona qurbana Îsa bidine kifşê! w22.07 23 ¶10-12
Şemî, 13 Çileyê
Gilîgero surê eyan dike, lê şîrhelal wê yekê vedişêre (Metlk. 11:13).
Kesê şîrhelal û bi îtbar rastiyê dibêje û her tiştî dike, wekî sozên xwe bîne sêrî (Zebûr 15:4). Meriv zanin ku dikarin îtbariya xwe wî bînin. Em dixwazin wekî xûşk-birên me ser me jî usa binihêrin. Em nikarin zorê meriva bikin, wekî ewana îtbariya xwe me bînin. Gerekê em îzbat kin ku em merivên bi îtbar in, û em gerekê ser xwe bixebitin wekî usa bimînin. Yê herî bi îtbar, Yehowa ye. Em dikarin hertim îtbariya xwe wî bînin, çimkî ew amin e û “hemû kirinên Wî bi heq-helalîyê ne” (Zebûr 33:4). Û ew dixwaze wekî em çev bidine wî (Efesî 5:1). Em çiqas razî ne wekî Yehowa me tevî biratiya hemdinyayê kiriye yek, yên ku hizkirinê didine kifşê û merivne helal in. Gerekê em berdewam kin ser xwe bixebitin, ku bibine merivne bi îtbar, wekî xûşk-bira bikaribin îtbariya xwe me bînin. Çiqas ku em hizkirin, milûktî, serwaxtî, helalî û xwegirtinê pêşda bînin, haqas emê piştgiriya yektiya civatê bikin. Were em çev bidine Yehowa û îzbat kin ku em merivne bi îtbar in! w22.09 8 ¶1-2; 13 ¶17
Led, 14 Çileyê
Çevê Xudan li ser xofkêşên Wî ne (Zeb. 33:18).
Temamiya dinyayêda xûşk-birên me gelek in, lê dîsa jî dibeke em xwe carna tenê texmîn bikin û dibeke xemgîn dibin, dikevin dêprêsiyê û difikirin ku em tenê mane. Lê Yehowa tu car naxwaze ku em bikevin halekî usa. Dîna xwe bidinê, seva ku Êlyas dilê xwe veke, pêşiyê Yehowa du cara ji wî pirsî: “Tu li vir çi dikî?” (1 Padşatî 19:9, 13, ÎM). Gava Êlyas derdê dilê xwe Yehowara rêt, Yehowa guh da wî. Paşê, Yehowa qewata xwe nîşanî Êlyas kir û îzbat kir ku ew kêleka wî ye. Usa jî, ewî Êlyasra got ku xêncî wî, gelek kesên din jî Wî dihebînin (1 Padşatî 19:11, 12, 18). Paşî ku Êlyas dilê xwe Yehowara vekir û caba wî bihîst, bêşik ewî xwe hê rihet texmîn kir. Hingê Yehowa çend şixulên ferz dane Êlyas: Ewî jêra got ku bira ew Hazaêl ça padşê Sûryayê, Yehû ça padşê Îsraêlê û Êlîşa ça pêxember kifş bike (1 Padşatî 19:15, 16). Bi vî cûreyî, Yehowa alî wî kir ku ew dîna xwe bide tiştên baş. Usa jî, Xwedê Êlîşa ça alîkar da wî. w22.08 8 ¶3; 9 ¶5
Duşem, 15 Çileyê
Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin (1 Têsln. 5:11).
Civata te qe Oda Civatê ava yan teze kiriye? Tê bîra te ku civîna pêşin Oda Civatêda ça derbaz bû? Wê demê, te şikirî da navê Yehowa, usa nîne? Diqewime tu haqas şa bûy ku çevê te bi hêsira tije bûn û te nikaribû kilamê jî bêjî. Belê, em bona Odên Civata yên ku em ava dikin, pesinê Yehowa didin. Lê bes nîne ku em tenê odên bedew ava bikin. Gerekê em merivên ku têne wêderê jî, alîkariyê bidine wan. Ev yek wê diha zêde rûmetê bide Yehowa. Rêza îroyînda giliyên Pawlosê şandî “alîkariya hevdu bikin”, usa jî tê hesabê ku ça bêjî hevdu ava bikin. Pawlosê şandî rind zanibû wekî çawa xûşk-bira ava ke. Ewî halê wan rind fem dikir. Em dikarin çev bidine wî û xûşk-bira qewî kin (1 Korintî 11:1). w22.08 20 ¶1-2
Sêşem, 16 Çileyê
Xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e (Kols. 1:10).
Mesîhiyê ku dixwaze ber çevê Xwedê rast bê kifşê, gerekê hemû kirên xweda helal be. Merivê rast heqiyê jî hiz dike. Gava kesekî din rastî neheqiyê tê, ew xemgîn dibe. Usa jî, merivê ku ji dil rast e, hildide hesab ku Yehowa wê ser safîkirinên wî çawa binihêre, çimkî ew dixwaze dilê Yehowa şa ke. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa Kaniya rastiyê ye. Lema jî, Yehowa ça “welatê rastiyê” tê navkirinê (Yêremya 50:7). Yehowa Efirandarê her tiştî ye, lema jî tenê îzina wî heye wekî bêje, ku çi rast e û çi na. Ew me baştir zane wekî çi rast e û çi na (Metelok 14:12; Îşaya 55:8, 9). Rast e em sûretê Xwedêda hatine xuliqandinê, dîsa jî em dikarin li gora prînsîpên wîyî rastiyê bijîn (Destpêbûn 1:27). Em ji dil dixwazin vê yekê bikin! Em Bavê xweyî ezmana gelek hiz dikin, lema jî çiqas ji destê me tê, em dixwazin çev bidine wî (Efesî 5:1). w22.08 27 ¶5-6
Çarşem, 17 Çileyê
Bizanibin çi ye qirara Xudan (Efes. 5:17).
Gava derdên me hene yan em tengasiyêda nin, dibeke em bixwazin bi tiştekî din mijûl bin, wekî derheqa problêmên xwe nefikirin. Ev xwestin normal e, lê gerekê em miqatî xwe bin, wekî pê van tişta mijûl nebin, yên ku Yehowa nefret dike (Efesî 5:10-12, 15, 16). Pawlosê şandî xûşk-birên bajarê Fîlîpyayêra nivîsîbû, wekî ser wan tişta bifikirin, “çi ku bi rastiyê ye . . . çi ku bi helaliyê ye . . . [û] çi ku bi xweşiyê ye” (Fîlîpî 4:8). Rast e gotinên Pawlos raste-rast derheqa wedederbazkirina nîne, lê dîsa jî giliyên wî nîşan, dikin wekî lazim e em wedederbazkirinên xwe li gora vê prînsîpê bijbêrin. Hela usa bike: Vê rêzêda kîderê ku xebera “tişt” nivîsar e, dewsa vê, xebera “stiran”, “fîlm”, “kitêb” yan “lîstika komputerê” dayne. Bi vî cûreyî, tu dikarî têderxî ku ber çevê Xwedê çi baş e û çi na. Em dixwazin pê prînsîpên Yehowaye bilind bijîn (Zebûr 119:1-3). w22.10 9 ¶11-12
Pêşem, 18 Çileyê
Wî dilê meriva zanibû (Yûhn. 2:25).
Jîyîna xweye berêda, hine ji van kesên “neheq” tiştên gelek xirab kiribûn. Lema jî gerekê ewana bêne hînkirinê, ku çawa li gora qanûnên Yehowa bijîn. Bona vê yekê, bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda, bernama hînkirinê ya herî mezin wê destpêbe. Kê wê kesên neheq hîn ke? ‘Elaleta mezin’ û “yên heq”, ku ji mirinê bêne rakirinê, wê vî şixulî bikin. Seva ku navên kesên neheq kitêba jîyînêda bê nivîsandinê, gerekê ewana bibine dostên Yehowa û jîyîna xwe bidine destê wî. Îsa Mesîh û hempadşên wî, wê rind dîna xwe bidine wan hemû kesên neheq, hela ewana hînkirinêda ça pêşda diçin (Eyantî 20:4). Kesên ku alîkariyê qebûl nekin, wê bêne kutakirinê, hela hê hergê ewana 100 salî bin jî (Îşaya 65:20). Yehowa û Îsa Mesîh dikarin dila bixûnin, û ewê îzinê nedin wekî kesek dinya tezeda xirabiyê bike (Îşaya 11:9; 60:18; 65:25). w22.09 17 ¶11-12
Înî, 19 Çileyê
Her merivek bira gura wan hukumetiyada be (Rom. 13:1).
Vê rêzêda xebera “hukumetî” tê hesabê serwêrên vê dinyayê. Mesîhî gura wan serwêra dikin. Ew serwêr usa dikin ku her tişt bi organîze be, qanûna datînin û dîna xwe didinê, wekî meriv li gora wan qanûna bijîn û carna hela hê xizmetkarên Yehowa jî diparêzin (Eyantî 12:16). Lema jî, mera temî tê dayînê ku em xerc, selef, tirs û qedir ku ewana ji me dixwazin, bidin wan (Romayî 13:7). Ev hukum Yehowa daye destê serwêrên dinyayê. Îsa ev yek da kifşê gava Pîlato Pontiyo, weliyê Romê, pirs dane wî. Çaxê Pîlato got ku destê wîda ye ku Îsa aza ke yan jî bikuje, Îsa gotê: “Heger ji jor tera nehata dayînê, tu hukumê te wê li ser min tunebûya” (Yûhenna 19:11). Çawa ku sînorên hukumê Pîlato hebûn, îro jî sînorên hukumê hemû serwêr û polîtîka heye. w22.10 14 ¶6
Şemî, 20 Çileyê
Nepakê betavebe (Zeb. 37:10).
Ji bîna ber Xwedê, Dawid Padşa nivîsîbû ku axiriyêda, jîyîna bin serwêrtiya padşakî bîlan û aminda wê çawa be (Zebûr 37:10, 11, 29). Gava em merivara besa dinya teze dikin, em gelek cara Zebûr 37:11 dixûnin. Îsa xwexa jî wedê Xizmetiya ser Çiyê besa vê rêzê kiribû û bi vê yekê nîşan kiribû, wekî gotinên vê rêzê wê axiriyêda bêne sêrî (Metta 5:5). Lê usa jî, van gotinên Dawid eşkere dikir, ku wedê serwêrtiya kurê wî Silêmanda, jîyîn wê çawa be. Gava Silêman Padşa ser Îsraêlê serwêrtî dikir, cimet li welatekî “ku şîr û hingiv jê dikişe” nav xweşî û silametiyêda bû. Xwedê wanra usa gotibû: “Heger hûn pê qeyde-qanûnên min rabin-rûnên û temîyên min xwey kin û wan biqedînin, . . . Ezê edilayê bidime welatê we, hûnê rihet paldin” (Qanûna Kahîntiyê 20:24; 26:3, 6). Ev sozên Xwedê bin serwêrtiya Silêman Padşada hatin sêrî (1 Dîrok 22:9; 29:26-28). Gotinên Zebûr 37:10, 11, 29 wedê berê hatin sêrî û axiriyêda jî wê dîsa bêne sêrî. w22.12 10 ¶8
Led, 21 Çileyê
Yên ku [bîlaniyê] qewîn digirin bextewar dibin (Metlk. 3:18).
Çawa Mesîhiyên rast, em gerekê guh bidine rêberiyê. Seva ku em pêşdaçûyî bin, Kitêba Pîroz temîke usa dide me: “Şerê xwe ku dikî, didî ber hesaba û serketin bi gelek şîretkara tê” (Metelok 24:6). Were em binihêrin ku ev prînsîp çawa dikare alî me bike, wekî em şixulê belakirina mizgîniyêda pêşdaçûyî bin. Dewsa ku em ça dixwazin usa xizmet bikin, gerekê em guh bidin van rêberiya, yên ku em ser civata distînin. Wêderê em dikarin ji xûşk-birên cêribandî hîn bin, ku çawa Kitêba Pîroz meriva hîn kin. Usa jî, teşkîleta Yehowa edebyet û vîdêoyên xweş derdixe, yên ku alî meriva dikin wekî Kitêba Pîroz fem bikin. Em şîretên ji Xebera Xwedê gelek dişêkirînin. Were em timê li gora vê bîlaniyê bijîn, kîjan ku Yehowa dide me (Metelok 3:13-17). w22.10 23 ¶18-19
Duşem, 22 Çileyê
Xebera Te çiqas şîrin e gewrîya minda, ew ji hingiv zêdetir e devê minda (Zeb. 119:103).
Çawa ku xwarin bedena me xwey dike, xwarina ruhanî jî, dêmek lêkolîna Xebera Xwedê û fikirandina kûr ser wê, me aliyê ruhanîda xwey dike. Yehowa dixwaze ku em zikê xweye sîmbolîk bi Xebera wî têr bikin. Bona vê yekê, gerekê em dua bikin, Xebera wî bixûnin û ser wê kûr bifikirin. Ya pêşin, gerekê em dua bikin ku dilê me hazir be, wekî fikirên Xwedê qebûl ke. Paşê, gerekê em pareke Kitêba Pîroz bixûnin û li ser tiştên ku me xwendine, kûr bifikirin. Çiqas em ser Xebera Xwedê kûr bifikirin, haqas dilê meyî sîmbolîk wê bi gotinên wêva tije be. Belakirina mizgîniya Padşatiyê carna ne hêsa ye. Serda jî, dibeke demeke nêzîkda lazim be, ku em dîwana Xwedê merivara elam kin. Seva ku qewata me hebe, wekî em van cabdariya pêk bînin, gelek ferz e ku em Kitêba Pîroz bixûnin û ser wê kûr bifikirin. Xêncî vê yekê, gava em dîna xwe didin hunurên Yehowaye xweş, dostiya me tevî wî diha qewî dibe. w22.11 6-7 ¶16-17
Sêşem, 23 Çileyê
Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:35).
Îsa da kifşê, wekî ne ku tenê peyçûyên wî, lê merivên din jî wê peyçûyên wîye rast nas kin bi vê yekê, ku hizkirina rast wê orta wanda hebe. Hizkirina nav xizmetkarên Yehowada rastî jî mexsûs e. Hemikî, Şedên Yehowa bêqisûr nînin (1 Yûhenna 1:8). Çiqas baş em xûşk-bira nas dikin, haqas hê zêde em kêmasiyên wan divînin (Romayî 3:23). Lê sed heyf ku kêmasiyên kesên din, hinekara bûye kevirê likumandinê û wana pişta xwe daye Yehowa. Îsa çawa nîşan kir, ku ew şandiyên xwe hiz dike? Û îro, em çawa dikarin çev bidine Îsa? Wê baş be ku em ser cabên van pirsa kûr bifikirin. Ev yek wê alî me bike, wekî em xûşk-bira diha zêde hiz bikin, îlahî gava em kêmasiyên wan divînin (Efesî 5:2). w23.03 26-27 ¶2-4
Çarşem, 24 Çileyê
Tu aminara amin î (Zeb. 18:25).
Çiqas em diha nêzîkî xilaziya vê dinyayê dibin, haqas civatêda hine çetinayî dikarin pêşda bên. Ev tengasî dikarin aminiya me hindava Yehowa bicêribînin. Lema jî gelek ferz e ku em serxwe bimînin. Hergê tu difikirî ku xûşk yan birakî neheqî li te kiriye, nexeyde. Hergê te şîret bikin û tu şerm bikî, dîsa jî şîretê qebûl ke û xwe rast ke. Û hergê guhastinên teşkîleta Yehowa ser te hukum bikin, bi dil û can piştgiriya wan bike û guh bide rêberiyê. Çaxê aminiya te tê cêribandinê, îtbariya xwe Yehowa û teşkîleta wî bîne. Rihet bimîne, serwaxt be û xîret bike wekî tu ser hemû dereca pê çevê Yehowa bivînî. Yehowara dua bike û ji wî alîkariyê bixwaze. Xwe ji civatê dûr negire. Hergê tu usa bikî, Mîrê-cina wê nikaribe te ji Yehowa û ji teşkîleta wî biqetîne (Aqûb 4:7). w22.11 24-25 ¶14-16
Pêşem, 25 Çileyê
Xûşk-bira hiz bikin (1 Pet. 2:17).
Rûspî alî xûşk-bira dikin, wekî ewana pêşda xwe bona qeziya hazir kin. Ewana gerekê îzbat bin, wekî temamiya civatê haş pê heye, ku çi bikin, seva ku derecên usada bêne xwey kirinê û tevî rûspiya têklî bin. Lê tu xwexa çi dikarî bikî? Hergê nêzîkî mala te teşqeleke tebiyetê biqewime, ji rûspiya bipirse hela tu çawa dikarî alîkariyê bidî. Dibeke tu dikarî xûşk û birên ku ji teşqelekê xilaz bûne, yan jî yên ku avakirinêda kar dikin, wedelû teglîfî mala xwe kî. Yan jî, dibeke tu dikarî xwarin yan tiştên din wanra bivî. Lê hergê teşqeleke tebiyetê dûrî mala te biqewime, gelo tu çawa dikarî alîkariyê bidî? Mesele, tu dikarî bona kesên zirardîtî dua bikî (2 Korintî 1:8-11). Usa jî, tu dikarî bi saya qurbankirinên xwe, bona şixulê hemdinyayê alîkariyê bidî, yên ku usa jî têne xerckirinê gava teşqelên tebiyetê diqewimin (2 Korintî 8:2-5). Hergê mecal hebe wekî tu herî vî ciyî kîderê ku teşqele qewimî ye, derheqa vê xwestina xwe rûspiyara bêje. Hergê xwestina te bê qebûlkirinê, diqewime tu bêyî hînkirinê, wekî bikaribî bi cûrê herî baş alîkariyê bidî. w22.12 24 ¶8; 25 ¶11-12
Înî, 26 Çileyê
Cêribandinên usa nayêne serê we, pêştirî wan cêribandinên ku têne serê merivên mayîn (1 Korn. 10:13).
Cêribandinên rastî kîjanî em tên, têne serê merivên din jî. Pawlosê şandî ev gilî Mesîhiyara nivîsîbûn, ça jinara usa jî mêrara, yên ku bajarê Korintêda dijîtin. Hinek ji wan berê bênamûsî dikirin, homosêksûal û îçkexwer bûn (1 Korintî 6:9-11). Paşî ku ewana hatine nixumandinê jî, wana bêşik carna miqabilî xwestinên xirab şer dikir. Rast e ewana gişk Mesîhiyên bi ruh kifşkirî bûn, lê dîsa jî ewana hê gunekar bûn. Firqî tune em miqabilî kîjan xeysetê xirab şer dikin, emê bikaribin serkevin, çimkî zanin wekî kesên din miqabilî xwestinên usa serketine. Kitêba Pîroz dibêje wekî hûn dikarin baweriyêda hîmgirtî bin, çimkî “zanin ku xûşk-birên we jî temamiya dinyayêda xût wan cefa dikişînin” (1 Petrûs 5:9). w23.01 12 ¶15
Şemî, 27 Çileyê
Hûnê dinyayêda tengasiyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê xwe (Yûhn. 16:33).
Îsa ji Yehowa lava kir, ku ew peyçûyên wî biparêze (Yûhenna 17:11). Ev yek çira mêrxasiyê dide me? Çimkî Yehowa ji hemû dijminên me qewattir e (1 Yûhenna 4:4). Yehowa Xwedê her tiştî divîne. Hergê em xwe bispêrin Yehowa, ewê alî me bike ku em wedê tirs û xofê jî mêrxas bimînin. Gelo tu şerm dikî ku belakirina mizgîniyê destpêkî, yan jî bêyî nixumandinê, çimkî tu ditirsî hela kesên din wê ser te çi bêjin? Îzinê nede wekî hest û fikirên usa bibin sebeb, wekî tiştên rast nekî. Ji dil Yehowara dua bike. Ji wî bixwaze ku ew mêrxasiyê bide te, wekî tu bikaribî qirara wî bînî sêrî. Gava tu bivînî ça Yehowa qewatê dide te, dilê te wê diha qewî be (Îşaya 41:10, 13). w23.01 29 ¶12; 30 ¶14
Led, 28 Çileyê
We nexwendiye? (Met. 12:3)
Îsa ji Fêrisiya usa pirsî: “We nexwendiye?” Bi vê pirsê, ewî eşkere kir ku nihêrandina Fêrisiya ser Nivîsarên Pîroz şaş e (Metta 12:1-7). Fêrisiya ser şagirtên Îsa digotin, wekî ewana roja Şemiyê xwey nakin. Lema jî Îsa bi du meselên ji Nivîsarên Pîroz û bi rêzeke ji kitêba Hoseya caba wan da. Bi vî cûreyî, ewî nîşan kir ku wana meniya qanûna roja Şemiyê fem nekiriye û remê nadine kifşê. Gelo xwendina Xebera Xwedê çima ser hiş û dilê wan hukum nedikir? Çimkî wana Nivîsarên Pîroz bi nêta nerast û bi babaxiyê dixwend. Ev yek bû sebeb, ku wana Xebera Xwedê fem nedikir (Metta 23:23; Yûhenna 5:39, 40). Usa jî dîna xwe bide Metta 19:4-6. Van rêzada tê gotinê, wekî Îsa dîsa ew pirs da Fêrisiya: “We nexwendiye?” Wana ji Nivîsarên Pîroz zanibû, ku Xwedê însan çawa efirandibû. Lê dîsa jî, wana fem nekiribû ku Xwedê derheqa zewacê çi dibêje. w23.02 12 ¶12-13
Duşem, 29 Çileyê
Hingê firasetê te xwey ke (Metlk. 2:11).
Qanûna ku Yehowa dabû Îsraêliya alî wan dikir, wekî ewana çawa malda, usa jî ciyê xebatê xwe ji qeziyên giran biparêzin (Derketin 21:28, 29; Qanûna Ducarî 22:8). Mesele, hergê merivekî kesekî din nişkêva bê hemdê xwe bikuşta, evê yekê jêra axiriya xirab dianî (Qanûna Ducarî 19:4, 5). Li gora Qanûna Xwedê, kesê ku zirar dida emirê zara nebûyî, dihate cezakirinê (Derketin 21:22, 23). Xebera Xwedê zelal dibêje ku Yehowa dixwaze, wekî em miqatî sihet-qewata xwe bin. Hergê em malda û ciyê xebata xwe miqatî sihet-qewata xwe bin, emê razîbûna xwe bona jîyînê bidine kifşê. Ew tiştên ku dikarin me birîndar kin, yan jî tiştên xîmî, jer û usa jî derman, em davêjine van ciya, ku zirar negihîje tu kesî. Usa jî, em naxwazin ku ev tişt ber destê zara bin, wekî ewana xwe pê van birîndar nekin. Gava ku em agir vêdixin, avê dikelînin yan jî hacetên ku dikarin ziyanê bidin, didine xebatê, em gerekê gelek fesal bin û tiştên usa pişt guhê xweva nevêjin. Usa jî, hergê em bin hukumê dermanada bin, yan vexwarî bin, yan jî xewa me bê, em gerekê erebê nejon. Û çaxê em erebê dajon, em gerekê têlê destê xweda negirin û pê mijûl nebin. w23.02 21-22 ¶7-9
Sêşem, 30 Çileyê
Çevên te Mamosteyê we bivînin (Îşa. 30:20, ÎM).
Yehowa bi sebir û dilovan e û halê me rind fem dike. Ew dîna xwe dide hunurên baş yên şagirtên xwe (Zebûr 130:3). Ew tu car tiştên ji qewata me der, ji me dewa nake. Bîr neke, Ewî mejiyê me bi cûrê mexsûs çêkiriye (Zebûr 139:14). Efirandarê me dixwaze ku em timê hîn bin û lezetê ji vê yekê bistînin. Lema jî em heyra vê yekêda nin, ku rastiyên ji Kitêba Pîroz pêbihesin (1 Petrûs 2:2). Nêtên usa dayne pêşiya xwe, yên ku tuyê bikaribî bînî sêrî, û her roj Kitêba Pîroz bixûne û lêkolîn ke (Yêşû 1:8). Bi alîkariya Yehowa, tuyê ji xwendinê diha zêde lezetê bistînî û hê zêde derheqa wî pêbihesî. Tenê zanebûn bes nîne. Hemikî zanebûn wê alî te bike wekî tu Yehowa diha baş nas bikî, hê zêde wî hiz bikî û baweriya xwe wî bînî (1 Korintî 8:1-3). Çaxê tu lêkolîna dikî, ji Yehowa reca ke wekî baweriya te hê qewî ke (Lûqa 17:5). Ew bi merdanî cabên duayên usa dide. w23.03 10 ¶11, 13
Çarşem, 31 Çileyê
Dest bidine ber wext (Kols. 4:5).
Gava şagirtên Îsa hîviya wêrankirina Orşelîm û paristgehê bûn, Îsa dixwest wekî ewana şixulekî bikin. Ewî wanra gotibû ku gerekê ewana mizgîniyê “Orşelîmêda girtî temamiya Cihûstanê, Sameryayê û heta serê dinê jî” bela bikin (Karên Şandiya 1:6-8). Bi rastî jî, ev şixul, şixulekî gelek mezin e! Ji bo vê yekê ku wana şixulê xwe bi dil û can dikir, wana wedê xwe bi cûrê herî baş dida xebatê. Seva ku em miqatî xwe bin, gerekê em bifikirin ku em wedê xwe çawa derbaz dikin. Tiştên xirab dikarin bêne serê her kesî (Waîz 9:11). Mesele, nişkêva em dikarin jîyîna xwe unda kin. Hergê em li gora xwestina Yehowa hereket bikin û dostiya xwe tevî wî diha qewî kin, emê wedê xwe bi cûrê herî baş bidine xebatê (Yûhenna 14:21). Gerekê em “qewîn bimînin, ji ciyê xwe nehejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korintî 15:58). Paşê, gava xilaziya jîyîna me yan jî xilaziya vê dinya xirab bê, emê nebêjin: “Xwezî min diha zêde Yehowara xizmet kira” (Metta 24:13; Romayî 14:8). w23.02 18 ¶12-14