KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es24 rûp. 17-26
  • Sibat

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Sibat
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
  • Binserî
  • Pêşem, 1 Sibatê
  • Înî, 2 Sibatê
  • Şemî, 3 Sibatê
  • Led, 4 Sibatê
  • Duşem, 5 Sibatê
  • Sêşem, 6 Sibatê
  • Çarşem, 7 Sibatê
  • Pêşem, 8 Sibatê
  • Înî, 9 Sibatê
  • Şemî, 10 Sibatê
  • Led, 11 Sibatê
  • Duşem, 12 Sibatê
  • Sêşem, 13 Sibatê
  • Çarşem, 14 Sibatê
  • Pêşem, 15 Sibatê
  • Înî, 16 Sibatê
  • Şemî, 17 Sibatê
  • Led, 18 Sibatê
  • Duşem, 19 Sibatê
  • Sêşem, 20 Sibatê
  • Çarşem, 21 Sibatê
  • Pêşem, 22 Sibatê
  • Înî, 23 Sibatê
  • Şemî, 24 Sibatê
  • Led, 25 Sibatê
  • Duşem, 26 Sibatê
  • Sêşem, 27 Sibatê
  • Çarşem, 28 Sibatê
  • Pêşem, 29 Sibatê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
es24 rûp. 17-26

Sibat

Pêşem, 1 Sibatê

Hevdu hiz bikin, çawa ku min hûn hiz kirin (Yûhn. 15:12).

Gelo ev çi tê hesabê? Îsa da kifşê, wekî hizkirina nav şagirtên wîda gerekê haqas mezin be, ku hergê lazim be, ewana emirê xwe jî bona hevdu bidin. Xebera Xwedê gelek cara dibêje ku hizkirin çiqas ferz e. Mesele, gelek kes van rêza hiz dikin: “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Metta 22:39). “Hizkirin gelek guna dinixême” (1 Petrûs 4:8). “Hizkirin tu car kuta nabe” (1 Korintî 13:8). Ev rêz û rêzên mîna van, rind didine kifşê, wekî gelek ferz e ku em hizkirinê bidine kifşê. Kaniya hizkirina rast Yehowa ye. Belê, tenê merivên ku ruhê pîroz û kerema Yehowa ser wan e, dikarin bi dil û can hevdu hiz bikin (1 Yûhenna 4:7). Lema jî Îsa gotibû, ku tenê şagirtên wî wê hizkirina rast hindava hevda bidine kifşê. Belê, çawa Îsa gotibû, geleka bi saya vê yekê şagirtên wî nas kiribûn, ku orta wanda hizkirin hebû. w23.03 27-28 ¶5-8

Înî, 2 Sibatê

Gunên te hatine baxşandinê (Lûqa 7:48).

Gelo tera lazim e ser xwe bixebitî wekî diha zêde bibaxşînî meriva? Tu dikarî serhatiyên kesên ku hazir bûn bibaxşînine meriva û serhatiyên kesên ku usa nîbûn, bixûnî û li ser wan kûr bifikirî. Besa xeberê, ser mesela Îsa bifikire. Ewî bi dil dibaxşande meriva (Lûqa 7:47). Ewî dîna xwe nedida şaşiyên wan, lê îtbariya xwe wan dianî. Lê Fêrisî usa nîbûn. Wana meriva “ber tiştekî hesab nedikirin” (Lûqa 18:9). Ser van mesela kûr bifikire û ji xwe bipirse: “Gelo ez ser meriva ça dinihêrim? Gelo ez dîna xwe didim kîjan hunurên wan?” Heger tera çetin e bibaxşînî kesekî, bifikire ku kîjan hunurên baş cem vî kesî hene, û wana ser kaxazekê binivîse. Paşê ji xwe bipirse: “Gelo Îsa ser vî kesî çawa dinihêre? Heger Îsa dewsa min bûya, gelo wê bibaxşanda wî?” Lêkolîneke usa dikare alî me, bike ku em fikirên xwe rast bikin. Sêrîda dibeke mera nehêsa be bibaxşînin vî kesî ku dilê me êşandiye. Lê çiqas em xîret bikin wekî vî alîda pêşda herin, wê mera diha hêsa be bibaxşînine meriva. w22.04 23 ¶6

Şemî, 3 Sibatê

Îsa pê destê milyaketê xwe şand û [bi eyantî] elam . . . kir (Eyan. 1:1).

Kitêba Eyantîda derheqa dijminên Xwedê bi zimanekî sîmbolîk tê gilîkirinê. Ev kitêb besa çend cenewira dike. Mesele, cenewirek ku “ji berê derdiket” û “heft serên wî û dehe stirûyên wî hebûn” (Eyantî 13:1). Paşî vî cenewirî, Yûhennayê şandî divîne ku “cenewirekî din ji erdê derdiket”. Ev cenewir “mîna ziyê xeber dida” û “heta ku agir jî ji ezmên” davît (Eyantî 13:11-13). Paşê, derheqa “cenewirekî sorê gevez” tê gotinê, ser kîjanî qavek siyar bibû. Ev sê cenewir dijminên berê yên Yehowa Xwedê û Padşatiya wî ne. Lema jî gelek ferz e ku em fem bikin, wekî ewana bi rastî kî ne (Eyantî 17:1, 3). Gerekê em mena vî zimanê sîmbolîk fem bikin. Bi rastî Kitêba Pîroz xwexa vê yekê zelal dike. Gelek sîmbolên ku kitêba Eyantî besa wan dike, kitêbên dinda têne zelalkirinê. w22.05 8-9 ¶3-4

Led, 4 Sibatê

Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe (Met. 22:37).

Heger em îda kal û pîr bûne yan jî sihet-qewata me ne baş e, dibeke em îda nikarin haqas xizmet kin çiqas dilê me dixwaze. Heger tu carna seva sînorên xwe dilteng dibî, ji xwe bipirse: “Gelo xwestina Yehowa hindava minda çi ye?” Ew tenê dixwaze ku tu çi ji destê te tê bikî. Vê meselê bide ber çevê xwe: Xûşkeke 80 salî xemgîn e, çimkî ew nikare mîna berê xizmet bike. Ew çi ji destê wê tê dike, lê ew difikire ku ev yek bona Yehowa bes nîne. Gelo bi rastî usa ye? Hela bifikire: Gava ew 40 salî bû, ewê çiqas dikaribû haqas xizmet dikir, û niha jî, ew çiqas dikare haqas xizmet dike. Heger em çi ji destê me tê bikin, Yehowa wê mera bêje: “Eferim!” (Beramber ke Metta 25:20-23). Dewsa ku em xemgîn bin seva tiştên ku qewata me nagihîjê bikin, gerekê em dîna xwe bidin wan tişta, çi em dikarin bikin. w22.04 10 ¶2; 11 ¶4-6

Duşem, 5 Sibatê

Min dîna xwe dayê, . . . Bajarê Pîroz, Orşelîma nû (Eyan. 21:2).

Kitêba Eyantî serê 21-da, 144 000 yên bijartî beramberî bajarekî gelek bedew dike, navê kîjanê “Orşelîma nû” ye. Ev bajar ser 12 kevira hîmgirtî ye, ser kîjana ku navên “donzdeh şandiyên Berx nivîsar bûn” (Eyantî 21:10-14; Efesî 2:20). Tu bajarekî mîna vî bajarî tune bû! Meydana bajêr ji zêrê xas bû û 12 dergehên wî ji dur hatibûne çêkirinê. Hîmên sûra bajêr bi her cûre kevirên xase qîmet hatibûne xemilandinê (Eyantî 21:15-21). Lê tiştek lê kêm bû. Yûhenna usa nivîsî: “Min bajêrda paristgeh nedît, çimkî Xudan Xwedêyê Hemû Zorayiyê û Berx paristgeha wî ne. Bajar ne hewcê tevê û hîvê bû ku ronayî bidanê, çimkî rûmeta Xwedê wî ronayî dike û Berx çira wî ye” (Eyantî 21:22, 23). Yên ku para Orşelîma nû ne, wê tevî Yehowa bin (Îbranî 7:27; Eyantî 22:3, 4). w22.05 17-18 ¶14-15

Sêşem, 6 Sibatê

Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin . . . Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev (Kols. 3:13).

Xêncî vê yekê ku Yehowa Efirandar, Qanûndar û Hakimê me ye, ew usa jî Bavê meyî dilovan e (Zebûr 100:3; Îşaya 33:22). Gava em gune dikin, lê ji dil tobe dikin, ew him dikare him jî dixwaze bibaxşînine me (Zebûr 86:5). Bi saya Îşaya pêxember, Yehowa bi dilgermî usa gotiye: “Heger sûcên we mîna qirmiz [sorê gevez] bin jî wê mîna berfê sipî bibin” (Îşaya 1:18). Em gişk qisûrdar in, lema jî em dilê meriva carna bi gotin û kirên xwe dêşînin (Aqûb 3:2). Dîsa jî, heger em hîn bin wekî bibaxşînine hev, em dikarin tevî meriva edilayêda bin (Metelok 17:9; 19:11; Metta 18:21, 22). Gava em dilê hevdu bi şaşiyên biçûk dêşînin, Yehowa dixwaze ku em bibaxşînine hev. Heger Yehowa me “bi zêdebarî” dibaxşîne, gelo ne lazim e wekî em jî bibaxşînine hev? (Îşaya 55:7, ÎM). w22.06 8 ¶1-2

Çarşem, 7 Sibatê

Çev bidine wan, yên ku bi baweriyê û sebirê sozên Xwedê war dibûn (Îbrn. 6:12).

Rast e gerekê em xwe beramberî kesên din nekin, lê em hilbet dikarin ji mesela kesên amin hîn bin. Besa xeberê, em dikarin ji mesela Îsa hîn bin. Em bêqisûr nînin, lê em dikarin ji hunurên wîye baş û kirên wî dersa hîn bin (1 Petrûs 2:21). Heger em çi ji destê me tê bikin ku çev bidine wî, emê bikaribin bi cûrekî diha baş Yehowara xizmet bikin. Kitêba Pîroz besa gelek kesên amin dike, yên ku rast e gunekar bûn, lê mera bûne meselên baş. Mesele, Yehowa Dawid wek “merîk dilê xwera dît” (Karên Şandiya 13:22). Rast e Dawid hine gunên giran kiribû, lê dîsa jî ew gelek aliyava mera meselekî baş e. Gelo çira? Çimkî ew hazir bû şîreta qebûl ke, û seva gunên xwe ji dil poşman dibû, lema jî Yehowa dibaxşande wî (Zebûr 51:3, 4, 10-12). w22.04 13 ¶11-12

Pêşem, 8 Sibatê

Meriv ji bo canê xwe her tiştî dide (Îb. 2:4, ÎM).

Yehowa xwestina jîyîna her-heyî kiriye dilê me (Waîz 3:11). Lema jî gava em yan jî merivekî meyî hizkirî giran nexweş dikeve, em ditirsin, çimkî tu kes ji me naxwaze bimire. Lema Kitêba Pîroz mirinê ça “dijmin” nav dike (1 Korintî 15:25, 26). Tirsa mirinê dikare alî me bike ku em jîyîna xwe û jîyîna merivên xweyî delal biparêzin. Mesele, em naxwazin jîyîna xwe bikine bin xofê, lema em xwarinên kêrhatî dixwin û sportêva mijûl dibin, wekî sihet-qewata me baş be. Gava lazim e, em diçin bal doxdir, em dermana dixwin û em jîyîna xwe badîhewa nakine bin xofê. Mîrê-cina zane ku em jîyîna xwe qîmet dikin û naxwazin bimirin. Ew difikire wekî em hazir in her tiştî, hela hê dostiya xwe tevî Yehowa jî unda kin, tenê ku sax bimînin (Îbo 2:5). Lê ev yek usa nîne! Yeke Mîrê-cina, “yê ku hukumê wî ser mirinê heye”, her tiştî dike wekî me bitirsîne, seva ku em pişta xwe bidine Yehowa (Îbranî 2:14, 15). w22.06 18 ¶15-16

Înî, 9 Sibatê

Bira ro ser hêrsa wera neçe ava (Efes. 4:26).

Wedê qedexekirina, dibeke em tenê bi komên biçûk tevayî top bin. Lema jî gelek ferz e, wekî îda nihada edilayê orta hevda xwey kin. Gerekê em ne ku miqabilî xûşk-bira, lê miqabilî Mîrê-cina şer bikin. Wê baş be, ku em dîna xwe nedin ser şaşî û qisûrên xûşk-bira, û problêma nav hevda zû-zû safî kin (Metelok 19:11). Were em bi dil û can alî hevdu bikin (Tîto 3:14). Komeka ku xûşk-bira dane xûşkekê, ya ku hewcê alîkariyê bû, ser temamiya koma xizmetiyê baş hukum kir. Ewana hemû ça malbetek nêzîkî hev bûn (Zebûr 133:1). Bi hezara xûşk-birên me, nava qedexekirinên welatda jî Yehowara xizmet dikin. Hinek ji wan, ji bo baweriya xwe ketine kelê. Em dikarin bona wan û malbetên wan dua bikin. Usa jî, em dikarin bona wan dua bikin, yên ku alîkariya ruhanî, fîzîkî û qanûnî didin xûşk-bira û hazir in bona wana azaya xwe jî unda kin (Kolosî 4:3, 18). Tu car bîr neke, ku duayên te dikarin alî van xûşk-bira bikin! (2 Têsalonîkî 3:1, 2; 1 Tîmotêyo 2:1, 2) w22.12 26-27 ¶15-16

Şemî, 10 Sibatê

Awa tu ku . . . hîn dikî, xwexa xwe hîn nakî? (Rom. 2:21)

Zar timê çev didine dê-bavên xwe. Hemikî dê û bavên bêqisûr tune ne (Romayî 3:23). Dîsa jî, wê baş be ku dê û bav çi ji destê wan tê bikin, wekî zarên xwera bibin mesela baş. Bavek usa dibêje: “Zar mîna pembû her tiştî dikişînin xwe. Heger em van tişta nekin çi ku em wana hîn dikin, ewana vê yekê wê derbêra bidin rûyê me”. Lema jî, heger em dixwazin ku zarên me Yehowa hiz bikin, gerekê em xwexa jî Yehowa qayîm hiz bikin, û vê yekêda zarên xwera bibine mesele. Dê-bav dikarin bi cûre-cûre mêtoda zarên xwe hîn kin, wekî ewana Yehowa hiz bikin. Birakî 17 salî bi navê Êndrû, usa dibêje: “Dê-bavê me hertim em hîn dikirin ku dua çiqas ferz e. Her êvar, heger min xwexa îda dua kiribû jî, bavê min dîsa tevî min dua dikir. Niha ez aza Yehowara dua dikim û wî ça Bavekî dilovan hesab dikim”. Dê-bavno, bîr nekin wekî hizkirina we hindava Yehowa, dikare zarên we jî hêlan ke wî hiz bikin. w22.05 28 ¶7-8

Led, 11 Sibatê

Nixumandin . . . niha we xilaz dike (1 Pet. 3:21).

Seva ku em bona nixumandinê hazir bin, berî pêşin çi ku em gerekê bikin ew e, wekî em gunên xwe tobe kin (Karên Şandiya 2:37, 38). Tobekirina ji dil kirên meda tê kifşê. Gelo te terka xeysetên xirab daye, yên ku Yehowa nefret dike? Mesele, yên usa ça bênamûsî, kişandina cixarê û xebitandina giliyên xirab (1 Korintî 6:9, 10; 2 Korintî 7:1; Efesî 4:29). Her tiştî bike, wekî tu bêy guhastinê. Ji wî kesî, kê ku tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, yan jî ji rûspiya, şîret û alîkariyê bixwaze. Kesên cahil dikarin alîkariyê ji dê-bavên xwe bixwazin, wekî bikaribin terka xeysetên xirab bidin, kîjan ku riya wan digirin, wekî bêne nixumandinê. Gelek ferz e wekî timê nava şixulên ruhanîda bin. Mesele herine civata û civatada kar bikin (Îbranî 10:24, 25). Û gava tu îda destpêkî tevî civatê xizmet kî, vê yekêda xîret be. w23.03 10-11 ¶14-16

Duşem, 12 Sibatê

Xudan Xwedê gote mer: “Bona vê kirina ku te kir . . . nifir li ser te be” (Destp. 3:14).

Destpêbûn 3:14, 15 gilî dike derheqa “mer” û “zureta” mer. Tê kifşê ku ev rêz besa merekî rêalî nake, çimkî heywan wê nikaribûya gotinên Yehowa Xwedê fem kira. Lema jî eşkere ye, ku Yehowa fermana xwe dabû efrînekî xweyîfem. Gelo ev efrîn kî ye? Eyantî 12:9 raste-rast dibêje, ku ev “merê berê”, Mîrê-cina ye. Kesên ku çev didine nihêrandin û rabûn-rûniştina kesekî, Kitêba Pîroz wana bi sîmbolîk ça “zureta” wî nav dike. Lema jî hemû melek û meriv, yên ku dijminên Xwedê û xizmetkarên wî ne, para zureta mer in. Mesele, him melek, yên ku rojên Nuhda kifşkirina xwe hîştin û daketin ser erdê, him jî merivên ku çev didine bavê xwe, Mîrê-cina, zureta mer in (Destpêbûn 6:1, 2; Yûhenna 8:44; 1 Yûhenna 5:19; Cihûda 6). w22.07 14-15 ¶4-5

Sêşem, 13 Sibatê

Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin (Fîlî. 1:10).

Pawlosê Şandî xûşk-bira gelek hiz dikir. Ew jî rastî gelek tengasiya hatibû, lema jî ewî halê wan rind fem dikir. Carekê, perê Pawlos nemabû û lazim bû ku ewî xwera xebatek bidîta, wekî ebûra xwe û hevalên xwe bikira (Karên Şandiya 20:34). Lema jî, gava Pawlos gihîşte bajarê Korintê, ewî sêrîda tevî Ekîla û Priskîlayê kon çêdikirin, wekî ebûra xwe bikin. Dîsa jî, ewî hemû “rojên şemiya” mizgînî dida Cihû û Yûnaniya. Paşê, gava Sîlas û Tîmotêyo jî hatin wêderê, “Pawlos bi xîret temamiya wextê xwe da hînkirina xeberê” (Karên Şandiya 18:2-5). Belê, Pawlosê şandî jîyîna xweda ya herî pêşin dîna xwe dida xizmetiya Yehowa. Ew yekî xîret û xebathiz bû, lema jî ewî dikaribû bi îsafa temiz xûşk-bira hêlan ke. Ewî wanra got, wekî îzinê nedin ku çetinayên jîyînê û hewcên malbetê bibin sebeb, wekî ewana “kîjan here qenc e”, dêmek xizmetiya Yehowa, pişt guhê xweva bavêjin. w22.08 20 ¶3

Çarşem, 14 Sibatê

Gerekê pêşiyê Mizgînî hemû miletara bê dayînê (Mark. 13:10).

Xwestina Xwedayê me ev e, wekî mizgîniya Padşatiyê ser temamiya dinyayê bê belakirinê (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Ev yek şixulê Yehowa ye û ewî cabdariya vî şixulî daye destê Kurê xweyî delal. Em dikarin bawer bin, ku bin rêberiya Îsaye baş, şixulê belakirina mizgîniyê wê pêşiya xilaziya vê dinya zulim, bê sekinandinê (Metta 24:14). Lê em ji ku zanin ku Îsa rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dike? Wexteke kin pêşiya ku Îsa çû ezmana, ew ser çiyakî Celîlê rastî çend şagirtên xwe hat. Ewî wanra got: “Hemû hukumê erd û ezmên minra hate dayînê”. Dîna xwe bidin paşî vê yekê ewî çi got: “Niha herin hemû mileta hîn kin” (Metta 28:18, 19). Ji van rêza em zelal fem dikin, ku Îsara hukum hatiye dayînê, wekî rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê bike. Belê, dîna Îsa heta roja îro ser şixulê belakirina mizgîniyê ye. w22.07 8 ¶1, 3; 9 ¶4

Pêşem, 15 Sibatê

Wext nêzîk dibe, ku hemûyên tirbada wê dengê wî bibihên. Yên ku qencî kirine wê bona jiyînê rabin (Yûhn. 5:28, 29).

Kesên heq, yên ku pêşiya mirina xwe qencî kiribûn, wê “bona jiyînê” rabin, çimkî navên wan kitêba jîyînêda nivîsî ne. Dêmek, rabûna wan “yên ku qencî kirine”, ji Yûhenna 5:29, û rabûna “yên heq”, ji Karên Şandiya 24:15, yek e. Ev şirovekirin bi van gotinên ji Romayî 6:7 girêdayî ye: “Ewê ku miriye, ew ji gune azabûyî ye”. Gava kesên heq dimirin, gunên wan têne paqijkirinê, lê kirên wane amin nayêne bîrkirinê (Îbranî 6:10). Paşî rabûna ji mirinê jî hemikî wê lazim be wekî ewana amin bimînin, seva ku navên wan ji kitêba jîyînê neyêne paqijkirinê. w22.09 18 ¶13, 15

Înî, 16 Sibatê

Hemû kirinên [Yehowa] bi heq-helalîyê ne (Zeb. 33:4).

Daniyêl pêxember merivekî bi îtbar bû. Gava ew dîltiya Babîlonêda bû, gelek wext derbaz nebû ku kesên din fem kirin, wekî ew yekî çiqas şîrhelal û bi îtbar e. Gava ewî pê alîkariya Yehowa xewna Nebûkedneser şirovekir, ew diha zêde bû yekî nav û deng (Daniyêl 4:20-22, 25). Gelek sal şûnda, gava Babîlonêda ser dîwarekî qesirê nivîsareke ecêb hate kifşê, Daniyêl mena vê nivîsarê eşkere zelal kir û bi vî cûreyî îzbat kir, wekî ew yekî bi îtbar e (Daniyêl 5:5, 25-29). Wext şûnda, Daryûs Medî û berdestiyên wî jî dîtin, wekî Daniyêl merivekî çiqas şîrhelal û bi îtbar e. Bi dîtina wan, Daniyêl merivekî “dilsoz bû, ne şaşîtiya wî û ne jî sûcê wî hebû” (Daniyêl 6:3, 4, ÎM). Em gerekê ji xwe bipirsin: “Gelo min nas dikin ça merivekî bi îtbar?” Em pesinê navê Yehowa didin, gava em merivne bi îtbar in. w22.09 8-9 ¶2-4

Şemî, 17 Sibatê

Çev bidine Xwedê, çawa zarên hizkirî (Efes. 5:1).

Prînsîp û normên Yehowa timê mera karê tînin. Gelo çira? Vê meselê bide ber çevê xwe: hergê her bankekê xwexa safî kira ku qîmeta dolarekê çiqas e, yan hergê her fîrmeke avakirinê xwexa safî ke ku dirêjaya mêtrekê çiqas e, xaoseke mezin wê hebûya, usa nîne? Yan jî, hergê hekîm gura qeyda nekirana, gelek kesên nexweş wê jîyîna xwe unda kirana. Belê, normên bi îtbar me diparêzin. Mîna vê yekê, normên Yehowa û prînsîpên wî jî me diparêzin. Yehowa kesên ku xîret dikin wekî li gora prînsîpên wî bijîn, kerem dike. Ew soz dide: “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29). Wê demê, edilayî û yektî wê hebe, û her kes wê şa be. Yehowa wê hema jîyîneke usa bide me. Belê, gelek sebeb hene ku em rastiyê hiz bikin! w22.08 27-28 ¶6-8

Led, 18 Sibatê

Her tiştîda serxwe bimîne (2 Tîmt. 4:5).

Gava em rastî tengasiya tên, aminiya me hindava Yehowa û teşkîleta wî dikare bê cêribandinê. Gelo em ça dikarin van çetinayada serkevin? Em gerekê serxwe bimînin, hişyar bimînin û baweriyêda qewî bin. Serxwe bimînin ew tê hesabê, ku gerekê em rihet bimînin, serwaxt bin û xîret bikin, wekî ser çetinaya pê çevê Yehowa binihêrin. Hergê em usa bikin, hestên me wê fikirên me kontrol nekin. Dibeke em difikirin ku xûşk yan birakî neheqî li me kiriye, dibeke ew birakî cabdar e. Diqewime ewî nedixwast dilê te bêşîne (Romayî 3:23; Aqûb 3:2). Dîsa jî, dibeke kirên wî tu eciz kirî. Gelo tu qe usa fikirî yî: “Hergê birên cabdar usa dikin, gelo ev teşkîlet bi rastî teşkîleta Xwedê ye?” Mîrê-cina dixwaze ku em usa bifikirin! (2 Korintî 2:11) Şikên usa dikarin bibine sebeb, wekî em ji Yehowa û ji teşkîleta wî dûr kevin. Lema jî em gerekê fesal bin, wekî nebine merivne hêrs. w22.11 20 ¶1, 3; 21 ¶4

Duşem, 19 Sibatê

Xudanda guman be! (Zeb. 27:14)

Yehowa hêviya jîyîna herheyî daye me. Hine kes hîviya jîyîna ser ezmana ne. Wêderê, ewana wê mîna ruhên nemirî heta-hetayê bijîn (1 Korintî 15:50, 53). Lê heçî zef meriv hîviya jîyîna heta-hetayê ya ser erdê ne, kîderê ku ewana wê sihet-qewat û bextewar bin (Eyantî 21:3, 4). Herdu hêvî jî gelek qîmet in. Gumana me hindava axiriya baş wê eseyî bê sêrî, çimkî ew yek ji Yehowa ye (Romayî 15:13). Em zanin ku ewî çi soz daye, û ew sozê xwe hertim tîne sêrî (Jimar 23:19). Em bawer in wekî Yehowa him dixwaze, him jî dikare her tiştê ku ewî gotiye, bîne sêrî. Bavê meyî ezmana me hiz dike, û ew dixwaze ku em îtbariya xwe wî bînin. Bi saya hêviya qewî, em dikarin nava tengasiyada Yehowara amin bimînin, û usa jî mêrxasî û şabûna xwe unda nekin. w22.10 24 ¶1-3

Sêşem, 20 Sibatê

Ew miletekî serhildêr e [raber e], . . . ku naxwazin Şerîeta [qanûna] Xudan bibihên (Îşa. 30:9, ÎM).

Cimetê guh nedida Yehowa, lema jî Îşaya pêxembertî kiribû, wekî Yehowa wê bihêle ku ewana bikevine tengasiyê (Îşaya 30:5, 17; Yêremya 25:8-11). Û usa jî qewimî, Babîloniya ew birine dîltiyê. Lê nav wanda hine kesên amin jî hebûn, û Îşaya wanra gotibû ku rojekê, ewê vegerin welatê xwe (Îşaya 30:18, 19). Yehowa sozê xwe anî sêrî, û wana ji dîltiyê aza kir. Dîsa jî, heta wê rojê gelek sal derbaz bû. Ew gilî “Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide”, nîşanî kesên amin dikir, wekî hine wext wê derbaz be, heta ku ewana bêne xilazkirinê. Lema jî 70 sal derbaz bû, pêşiya ku Îsraêlî ji dîltiya Babîlonê hatine azakirinê û hine ji wan vegeriyan bajarê Orşelîmê (Îşaya 10:21; Yêremya 29:10). Gava ewana gihîştin welatê xwe, hêsirên diltengiyê ser hêsirên şabûnê hatine guhastinê. w22.11 9 ¶4

Çarşem, 21 Sibatê

Xwezî li wan, ku bona rastîqedandinê têne zêrandinê (Met. 5:10).

Îro hine welatada xûşk-birên me, mîna Mesîhiyên qirna yekêda rastî peyketina tên, çimkî wana jî mizgîniya derheqa Îsa bela dikir. Hakimên dîwana bilind ya Cihûya çend cara “temî dane wan, ku tu car bi navê Îsa xeber nedin” (Karên Şandiya 4:18-20; 5:27, 28, 40). Wana zanibû ku yê herî Bilind temî dabû wan, wekî ewana mizgîniyê bela kin û derheqa Mesîh şedetiyê bidin (Karên Şandiya 10:42). Lema jî, Petrûs û Yûhenna bi mêrxasî gotin, ku gerekê ewana diha gura Xwedê bikin ne ku gura hakima, û wana eşkere kir, wekî wê terka belakirina mizgîniya derheqa Îsa Mesîh nedin (Karên Şandiya 5:29). Paşî ku şandî hatin lêdanê, ewana ji dîwana bilind ya Cihûya derketin, û “şa dibûn ku bona navê Îsa hêjayî rezîlkirinê bûne” û dîsa berdewam kirin xizmet kin (Karên Şandiya 5:41, 42). w22.10 12-13 ¶2-4

Pêşem, 22 Sibatê

Bona min qenc e, nêzîkî Xwedê bim (Zeb. 73:28).

Gava me destpêkir Yehowa nas bikin, em rastiyên sereke hîn bûn. Pawlosê şandî nema xweye Îbraniyara, got ku hînkirinên sereke ev hene “dersên pêşine sade”. Ewî nedixwest bigota ku rastiyên sereke bêqîmet in. Ewî ev rastî beramberî şîrê dayîkê kir, ku bona zarokê gelek ferz e (Îbranî 5:12; 6:1). Lê usa jî, ewî Mesîhiyara got, ku ewana gerekê him rastiyên sereke him jî rastiyên kûr bizanibin. Gelo tu dixwazî rastiyên kûr hîn bibî? Gelo tu dixwazî derheqa Yehowa û qirara wî diha zêde pêbihesî? Gelek merivara çetin e lêkolîna bikin. Lê tuyê çi bêjî? Gelo tu mektebêda hîn bûyî, ku baş bixûnî û hîn bî? Gelo hewasa te ser xwendin û lêkolînê hebû? Yan tu dişirmîş dibûyî, ku bal te nayê standinê kitêba lêkolîn kî? Hergê usa ne, dilteng nebe, çimkî gelek meriv usa nin. Lê Yehowa dikare alî te bike. Ew Mamosteyê herî baş û bêqisûr e. w23.03 9-10 ¶8-10

Înî, 23 Sibatê

Bi milûktiyê wê xebera nava weda çandî qebûl kin, ya ku dikare ruhê we xilaz ke (Aqûb 1:21).

Hergê em milûk bin, emê bihêlin ku Xebera Xwedê dilê meda kok berde. Tenê merivên bi nêtên qenc û milûk dihêlin, wekî Xebera Xwedê ser hiş û dilê wan hukum bike û wana bike merivne dilrem, dilşewat û bi hizkirin. Merivê ku hindava kesên dinda qenc e, nîşan dike, ku Xebera Xwedê ser hiş û dilê wî hukum dike. Fêrisiya nedihîşt wekî Xebera Xwedê bigihîje dilê wan, lema jî wana “yên bêsûc gunekar” dikir (Metta 12:7). Belê, hergê em bi gotin û kirên xwe hindava merivada qenc bin, emê eyan kin wekî Kitêba Pîroz ketiye hiş û dilê me. Gelo em derheqa meriva tiştên qenc dibêjin, yan em derheqa qisûrên wan xeber didin? Gelo em dilrem in û hazir in bibaxşînine meriva, yan em nêtên wan dikine bin şikê û xeydok in? Bi alîkariya van pirsa, em dikarin fem bikin, hela Xebera Xwedê ser hest, fikir û kirên me hukum dike yan na (1 Tîmotêyo 4:12, 15; Îbranî 4:12). w23.02 12 ¶13-14

Şemî, 24 Sibatê

Ez, Xwedayê te Xudan, bi destê te yê rastê digirim. Yê ku tera dibêje: “Netirse, ezê tera bibim alîkar” ez im (Îşa. 41:13, ÎM).

Dîna xwe bidin mesela Ûsivê Arîmetyayî. Ew nav cimeta xweda yekî xweyîqedir bû. Ew endemekî Civîna Giregira bû, dêmek endemê dîwana herî bilind ya Cihûya. Gava Îsa ser erdê bû, sistbûna Ûsiv ew bû ku ew meriva ditirsiya. Çawa ku Yûhenna derheqa wî gotibû, ew “şagirtê Îsa bû, lê ji tirsa cihûya xwe eyan nedikir” (Yûhenna 19:38). Ûsiv çiqas jî dixwest mizgîniya Padşatiyê nas bike jî, ewî baweriya xwe hindava Îsa ber kesên din eşkere nedikir. Bêşik, Ûsiv ditirsiya ku qedirê xwe nav miletê xweda unda ke. Lê çawa Kitêba Pîroz dibêje, Ûsiv paşî mirina Îsa Mesîh “turuş kir, çû cem Pîlato, cinyazê Îsa jê xwest” (Markos 15:42, 43). Hingêva, Ûsiv venedişart ku ew şagirtekî Îsa Mesîh ye. Gelo tu jî mîna Ûsiv carna merivên der-dora xwe ditirsî? w23.01 30 ¶13-14

Led, 25 Sibatê

Xwezî bi zilamên te û bi wan xulamên te! Çimkî herdem li ber te disekinin û şehrezayiya [bîlaniya] te dibihîzin (1 Padş. 10:8, ÎM).

Jin-padşa Şebayê derheqa xweşî û silametiya Îsraêliyên bin serwêrtiya Silêman Padşada, bihîst. Lema jî, ew ji welatê xwe heta Orşelîmê hat, ku halê wêderê pê çevê xwe bivîne (1 Padşatî 10:1). Paşî ku ewê padşatiya Silêman dît, ewê giliyên ku jorê nivîsîne got. Lê serwêrtiya Silêman Padşa tenê siya vê yekê bû, ku bin serwêrtiya Îsa Mesîhda, Yehowa wê çi kerema ser însanetêda bibarîne. Îsa hemû aliyava Silêman Padşa mezintir e. Silêman mêrekî qisûrdar bû. Ji bo hine şaşiyên wîye mezin, cimet wext şûnda kete tengasiyê. Lê Îsa Serwêrekî bêqisûr e, yê ku qe şaşiya nake (Lûqa 1:32; Îbranî 4:14, 15). Îsa îzbat kiriye, ku ewê tu car gune neke û tu cara zirarê nede kesên ku bin serwêrtiya wîda nin. Qedirekî çiqas mezin e, ku ew Padşê me ye! w22.12 11 ¶9-10

Duşem, 26 Sibatê

Guhdariya rêberên xwe bikin û gura wanda bin. Ewana bona ruhê we xewê ji çevê xwe dikin (Îbrn. 13:17).

Hergê ciyê ku em dijîn nexweşîk bela bibe, em gerekê çi bikin? Em gerekê guh bidin temiyên derheqa şûştina desta, xweykirina dîstansiyayê, xebitandina maskê û karantînê. Hergê em van tişta bikin, emê nîşan bikin wekî em jîyîna ku Xwedê daye me, gelek qîmet dikin. Wedê teşqela, carna em ji hevalên xwe, cînarên xwe yan jî ji nûça xeberên nerast dibihên. Dewsa ku em “her gotinê” bawer bikin, diha baş e em guh bidin gotinên dewletê û doxdira, yên ku bi îtbar in (Metelok 14:15). Koma Rêberiyê û Beytel pêşiya ku derheqa civîna û xizmetkirinê rêberiyê bidin, ewana her tiştî dikin, wekî înformasiya rast dest xin. Hergê em guh bidin rêberiyê, emê sax-silametiya xwe û ya kesên din jî biparêzin. Usa jî emê ça Şedên Yehowa ber çevê xelqê navekî baş qazanc kin (1 Petrûs 2:12). w23.02 23 ¶11-12

Sêşem, 27 Sibatê

Bibihên û hîn bin ji Xudan Xwedêyê we bitirsin (Qan. Dcr. 31:13).

Gava Îsraêlî derbazî Erdê Sozdayî bûn, ewana cûre-cûre herêmada cîwar bûn. Îsraêliyên ku dûrî hev dijîtin, dikaribûn hêsa hevdu bîr kirana û haş ji hevdu tune bûna. Lê Yehowa dixwest, wekî Îsraêlî wedê cejina tevayî top bin, seva ku Xebera wî wanra bê xwendinê û şirovekirinê (Qanûna Ducarî 31:10-12; Nehemiya 8:2, 8, 18). Bide ber çevê xwe, ku dilê Îsraêlîkî çiqas şa dibû, gava ku ew dihate Orşelîmê û didît ku bi mîlyona xizmetkarên Xwedê, ji temamiya welêt hatine û li hev civiyan e! Bi vî cûreyî, Yehowa alî xizmetkarên xwe dikir, ku ewana tifaq û yektiyêda bimînin. Paşê, gava civata Mesîhîtî hate sazkirinê, nav wanda gelek merivên ji miletên din hebûn. Hinek ji wan kesîb, hinek dewletî û hinek jî merivên nav-deng bûn. Lê wana yektiyêda Xwedêyê rast diheband. Kesên ku teze hatibûn nava rastiyê, dikaribûn bi alîkariya xûşk-birên din û bi alîkariya civîna, Xebera Xwedê diha baş fem kirana (Karên Şandiya 2:42; 8:30, 31). w23.02 3 ¶7

Çarşem, 28 Sibatê

Ev e jiyîna heta-hetayê (Yûhn. 17:3).

Yehowa soz daye ku ewê “jiyîna heta-hetayê” bide kesên, ku guh didine wî (Romayî 6:23). Gava em ser vî sozê Xwedê difikirin, gelo ev yek alî me nake ku em wî hê zêde hiz bikin? Belê, Bavê meyî ezmana dostên xwe usa hiz dike, ku dixwaze wekî ewana her û her bijîn. Bi saya sozê jîyîna heta-hetayê, em dikarin nava çetinayên îroyînda qewî bisekinin. Hergê dijminên me bêjin ku wê me bikujin, dîsa jî emê Yehowara amin bimînin, çimkî em zanin ku ewê me ji mirinê rake û jîyîna her-heyî bide me (Yûhenna 5:28, 29; 1 Korintî 15:55-58; Îbranî 2:15). Em zanin ku Yehowa dikare jîyîna heta-hetayê bide me, çimkî ew Kaniya jîyînê ye û ew xwexa her û her dijî (Zebûr 36:9). Kitêba Pîrozda tê gotinê ku Yehowa timê hebûye û wê timê hebe (Zebûr 90:2; 102:12, 24, 27). w22.12 2 ¶1-3

Pêşem, 29 Sibatê

Çi tiştê îzbat ke, ku hizkirina Mesîh li me sar bûye? Derd-kul, telî-tengî, zêrandin? (Rom. 8:35)

Gava xizmetkarên Yehowa rastî tengasiya tên, ewana ecêbmayî namînin, çimkî Kitêba Pîroz usa dibêje: “Gerekê em bi gelek cefakişandinê bikevine Padşatiya Xwedê” (Karên Şandiya 14:22). Usa jî em zanin wekî hine çetinayên me wê bi temamî safî nebin, heta dinya teze neyê, kîderê “îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:4). Yehowa me ji hemû tengasiya xwey nake, lê ew alî me dike wekî em sebir kin. Dîna xwe bidinê, ku Pawlosê şandî Romayara çi gotibû. Pêşiya vê yekê, ewî besa çend tengasiya kir, kîjan ku rastî wî û xûşk-birên din dihatin. Paşê ewî nivîsî: “Em nava van hemû tiştada hê zêde serdikevin, bi saya ewî ku em hiz kirin” (Romayî 8:36, 37). Dêmek, gava tengasîke te xilaz nabe, Yehowa dikare alî te bike wekî nava vê tengasiyêda serkevî. w23.01 14 ¶1-2

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin