KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es24 rûp. 37-47
  • Nîsan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nîsan
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
  • Binserî
  • Duşem, 1 Nîsanê
  • Sêşem, 2 Nîsanê
  • Çarşem, 3 Nîsanê
  • Pêşem, 4 Nîsanê
  • Înî, 5 Nîsanê
  • Şemî, 6 Nîsanê
  • Led, 7 Nîsanê
  • Duşem, 8 Nîsanê
  • Sêşem, 9 Nîsanê
  • Çarşem, 10 Nîsanê
  • Pêşem, 11 Nîsanê
  • Înî, 12 Nîsanê
  • Şemî, 13 Nîsanê
  • Led, 14 Nîsanê
  • Duşem, 15 Nîsanê
  • Sêşem, 16 Nîsanê
  • Çarşem, 17 Nîsanê
  • Pêşem, 18 Nîsanê
  • Înî, 19 Nîsanê
  • Şemî, 20 Nîsanê
  • Led, 21 Nîsanê
  • Duşem, 22 Nîsanê
  • Sêşem, 23 Nîsanê
  • Çarşem, 24 Nîsanê
  • Pêşem, 25 Nîsanê
  • Înî, 26 Nîsanê
  • Şemî, 27 Nîsanê
  • Led, 28 Nîsanê
  • Duşem, 29 Nîsanê
  • Sêşem, 30 Nîsanê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
es24 rûp. 37-47

Nîsan

Duşem, 1 Nîsanê

Cêribandina baweriya we sebirê pêşda tîne (Aqûb 1:3).

Ji xwe bipirse: “Gelo ez şîreta qebûl dikim? Gelo ez hazir im ku şaşiyên xwe bînim ser xwe? Yan ez timê xwe heq derdixim? Gelo ez şaşiyên xwe davêjim ser kesên din?” Gava tu Kitêba Pîrozda derheqa serhatiyên xizmetkarên amin dixûnî, dîna xwe bidê ku ewana çawa derecên usada serdiketin. Û her car vê pirsê bide xwe: “Ez çawa dikarim çev bidime van meselên xizmetkarên amin?” Îro jî xûşk-birên meye cahil û emirda mezin mera mesele ne. Besa xeberê bifikire ku xûşk-birên civata teda çawa ber hukumê merivên der-dor, miqabilîbûna malbetêda yan nexweşiyê, bi aminî Yehowara xizmet dikin? Tu dixwazî çev bidî kîjan hunurên wane baş? Ev yek dikare alî te bike wekî tu jî nava tengasiyên xweda Yehowara amin bimînî. Gelo ev yek ku xûşk-birên meye usa delal hene, dilê me şa nake? (Îbranî 13:7). w22.04 13 ¶13-14

Sêşem, 2 Nîsanê

Xwezî li dayiya, ne ku li standiya (Kar. Şand. 20:35).

Çaxê em jîyîna xweda rastî tengasiya tên, gelo em şa nabin gava rûspîk wede vediqetîne, wekî guh bide me û ber dilê meda bê? Yan jî, gava mera bona hînbûna Kitêba Pîroz alîkarî lazim e, gelo em şa nabin ku pêşengekî cêribandî hazir e tevî me bê û şîretên kêrhatî bide me? Belê, xûşk-birên me bi şabûnê alî me dikin. Heger em jî hazir bin ku alî xûşk-bira bikin, emê jî şa bin. Heger tu dixwazî xizmeta xwe hine aliyada diha zêde bikî, çi dikare alî te bike wekî tu bigihîjî nêtên xwe? Hine kes xwera dibêjin: “Ez dixwazim civatêda diha zêde şixul bikim”. Lê hergê ewana nêteke konkrêt daneynin pêşiya xwe, ewana wê nizanibin çawa bigihîjin nêta xwe, û axiriyêda wê fem nekin hela ewana gihîştine nêta xwe yan na. Lema jî wê diha baş be, wekî tu nêteke konkrêt daynî pêşiya xwe. Tu dikarî ser kaxazekê binivîsî hela nêta te çi ye û gerekê tu çi bikî wekî bigihîjî vê nêtê. w22.04 25 ¶12-13

Çarşem, 3 Nîsanê

Hevalê xwe weke xwe hiz bike (Aqûb 2:8).

Yehowa niha ‘elaleteke mezin’ top dike û hîn dike, wekî ewana bin Padşatiya wîda bijîn (Eyantî 7:9, 10). Îro, dinya bi tirs û şerava tije ye, lê kesên ku para elaleta mezin in xîret dikin, wekî nefretê bi temamî ji dilê xwe derxin. Niha, ewana bi sîmbolîk şûrên xwe dikin gîsin, dêmek kotan (Mîxa 4:3). Dewsa ku meriva şerada bikujin, ewana derheqa Xwedê û nêtên wî wana hîn dikin û bi vê yekê alî wan dikin, wekî “jiyîna ku rastî jiyîn e qazinc kin” (1 Tîmotêyo 6:19). Dibeke merivên wan miqabilî wan dertên, yan jî ewana aliyê perava çetinaya dikişînin, çimkî piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin, lê dîsa jî, Yehowa bona hewcên wan xem dike (Metta 6:25, 30-33; Lûqa 18:29, 30). Lema jî, em bawer in ku Padşatiya Xwedê bi rastî jî serwêrtiyê dike û wê qirara Yehowa bîne sêrî. w22.12 5 ¶13

Pêşem, 4 Nîsanê

Amîn! Were, ya Xudan Îsa (Eyan. 22:20).

Xilaziya 1 000 salî her kes wê bêqisûr be û tu kes wê îda bin hukumê gunê Ademda neçerçire, çimkî hukumê gunê wî wê îda bi temamî bê hildanê (Romayî 5:12). Bi vî cûreyî, xilaziya Padşatiya Hezarsalî her kes wê ça bêjî sax be, dêmek wê bibe merivê bêqisûr (Eyantî 20:5). Mîrê-cina aminiya merivê bêqisûr, dêmek Îsa Mesîh kire bin şikê, lê Îsa hemû cêribandinada amin ma. Çaxê mecal bikeve destê Mîrê-cina, ku dîsa merivên bêqisûr bicêribîne, gelo her kes wê mîna Îsa amin bimîne? Wê hingê caba vê pirsê eyan be, gava xilaziya 1 000 salî, Mîrê-cina ji geliyê hey-wayê bê berdanê (Eyantî 20:7). Kesên ku wedê vê cêribandina xilaziyê amin bimînin, wê jîyîna heta-hetayê û azaya rast bistînin (Romayî 8:21). Lê kesên ku miqabilî Xwedê derên, wê tevî Mîrê-cina û cinên wî heta-hetayê bêne kutakirinê (Eyantî 20:8-10). w22.05 19 ¶18-20

Înî, 5 Nîsanê

Tê . . . penîya wê bigezî (Destp. 3:15).

Ev gotin hate sêrî, gava Mîrê-cina, Cihû û Romaya da xebatê, wekî ewana Kurê Xwedê bikujin (Lûqa 23:13, 20-24). Çawa ku birîna peniyê demekê dibe sebeb ku kesek nikare rê here, Îsa jî demekê nikaribû tiştek bikira, çimkî ew sê roja mirî bû (Metta 16:21). Seva ku pêxembertiya ji Destpêbûn 3:15 bihata sêrî, lazim bû ku Îsa ji mirinê bihata rakirinê. Gelo çira? Çimkî li gora vê rêzê, zuret wê serê mer bihincirîne. Bona vê yekê, lazim bû ku birîna peniya Îsa qenc be. Hema usa jî qewimî. Roja sisiya paşî mirina Îsa, ew ça kesê ruhanîye nemirî ji mirinê hate rakirinê. Vê roja ku Xwedê îda kifş kiriye, Îsa Mesîh wê serê Mîrê-cina bihincirîne (Îbranî 2:14). Îsa û hempadşên wî, wê hemû dijminên Xwedê, dêmek zureta mer, qir kin (Eyantî 17:14; 20:4, 10). w22.07 16 ¶11-12

Şemî, 6 Nîsanê

Hevalê axmaxa xirab dertê (Metlk. 13:20).

Dê-bavno, alî zarên xwe bikin ku ewana xwera hevalên baş bijbêrin. Xebera Xwedê zelal dike ku hevalên me dikarin li ser me baş yan xirab hukum kin. Gelo hûn hevalên zarên xwe nas dikin? Hûn çawa dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana tevî kesên ku Yehowa hiz dikin hevaltiyê bikin? (1 Korintî 15:33). Diqewime hûn dikarin gazî wan meriva bikin yên ku ruhanîda qewî ne, wekî ewana tevî malbeta we wede derbaz kin (Zebûr 119:63). Bavekî bi navê Tonî dibêje: “Bi sala, ez û jina min, me cûre-cûre xûşk û birên cahil û emirda mezin teglîfî mala xwe dikir. Me tevayî xwarin dixwar û qulixkirina tevî malbetê derbaz dikir. Ev yek mecaleke baş e, wekî wan meriva rind nas kin yên ku Yehowa hiz dikin û bi şabûnê wîra xizmet dikin . . . Xîret, hazirbûn û serhatiyên wan, ser zarên me gelek baş hukum kirine û alî wan kiriye ku ew diha nêzîkî Yehowa bin”. w22.05 29-30 ¶14-15

Led, 7 Nîsanê

Çi ku hûn ser erdê girêdin, li ezmên jî wê girêdayî be (Met. 18:18).

Gava rûspî tevî kesê ku gune kiriye xeber didin, nêta wan ev e ku safîkirineke usa bikin, ya ku îda ser ezmana hatiye safîkirinê. Gelo civat ji vî şixulê rûspiya çawa karê distîne? Ji alîkîva, kesên ku tobe nakin û dikarin zirarê bidin pezên Yehowa, ji civatê têne derxistine (1 Korintî 5:6, 7, 11-13; Tîto 3:10, 11). Ji aliyê dinva jî, dibeke kesê ku gune kiriye tobe bike û ji aliyê Yehowava bê baxşandinê (Lûqa 5:32). Rûspî bona kesê ku tobe kiriye dua dikin û ji Yehowa reca dikin wekî ew alî vî kesî bike, wekî ew ruhanîda dîsa qenc be (Aqûb 5:15). Mesele, çaxê wedê xeberdana tevî rûspiya ew gunê xwe tobe nake, ew gerekê ji civatê bê derxistinê. Dîsa jî, heger hişê wî kesê gunekar bê serê wî û ew ji dil tobe bike û xwe rast ke, Yehowa hazir e wekî gunê wî bibaxşîne (Lûqa 15:17-24). Gunê wî çiqas giran be jî, Yehowa dikare bibaxşîne wî (2 Dîrok 33:9, 12, 13; 1 Tîmotêyo 1:15). w22.06 9 ¶5-6

Duşem, 8 Nîsanê

Serwaxt bin, hişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke (1 Pet. 5:8).

Bi saya alîkariya Yehowa, xûşk-birên me ser temamiya dinyayê bi aminî miqabilî Mîrê-cina dertên (1 Petrûs 5:9). Tu jî dikarî vê yekê bikî! Zûtirekê, Yehowa wê Îsa Mesîh û hempadşên wîra bêje, wekî ewana “kirên Mîrêcin” xirab kin (1 Yûhenna 3:8). Paşî vê yekê, xizmetkarên Xwedê wê îda tu tiştî netirsin. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Tê qe netirsî. Wê helakbûn [saw] ji te dûr be, wê qet nêzîkî te nebe” (Îşaya 54:14, ÎM; Mîxa 4:4). Lê heta wê rojê, lazim e ku em gelek xîret bikin wekî tirs ji dilê xwe derxin. Yehowa xizmetkarên xwe hiz dike û wana diparêze. Seva ku baweriya me diha qewî be, wê baş be ku em dîna xwe bidinê hela wedê berê Yehowa xizmetkarên xwe çawa diparastin. Em gerekê derheqa van serhatiya kûr bifikirin û merivên dinra jî gilî kin. Usa jî, wê baş be ku em bînin bîra xwe wekî heta niha, ewî çawa alî me kiriye ku em nava tengasiyada sebir kin. Belê, bi alîkariya Yehowa, em dikarin tirsên xwe alt kin! (Zebûr 34:4). w22.06 19 ¶19-20

Sêşem, 9 Nîsanê

Kevirek . . . piyê peykerê [heykelê] ji hesin û ji gilê pêkhatî ket (Dan. 2:34, ÎM).

Împêriya hemdinyayê, ya ku bi sîmbolîk piyên “ji hesin û ji gilê” ye, gerekê xuya bûya. Ev împêriya hemdinyayê ya xilaziyê ye. Wedê Şerê Hemdinyayê ya I, gava Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, bûne yek, ev împêriya hemdinyayê xuya bû, dêmek Anglo-Amêrîka. Xewna Nebûkedneser dîna me dikişîne ser vê yekê, çi ku vê împêriyayê ji padşatiyên pêşiya vê cude dike. Yektiya Brîtanya û Amêrîkayê ne ku bi mêtaleke ji zêr yan zîv e, lê bi tevliheviya hesin û gilê ye. Gil, dêmek heriya sor bi sîmbolîk tê hesabê cimet (Daniyêl 2:43). Îro eşkere ye, ku hukumê cimetê çawa riya vê împêriya hemdinyayê digire û car-cara îzinê nade ku ew xwestina xwe bîne sêrî. Ew rind tê kifşê wedê hilbijartinên polîtîkî, kampanyayên bona mafên bajarvana û protêstên mezin ku cimet pêşda tîne. w22.07 4-5 ¶9-10

Çarşem, 10 Nîsanê

Xwarina min ew e, ku ez xwestina yê ku ez şandime bikim (Yûhn. 4:34).

Hergê tu xwe paş dixî wekî bêyî nixumandinê, ji xwe bipirse: “Çi nahêle ku ez bême nixumandinê?” (Karên Şandiya 8:36). Dîna xwe bidê, ku Îsa qedandina xwestina Bavê xwe beramberî xwarinê kir. Gelo çira? Çawa ku xwarin bona bedena me kêrhatî ye, usa jî ev yek ku Yehowa çi ji me dewa dike bona kara me ye. Yehowa naxwaze, wekî em tiştên usa bikin çi ku wê zirarê bide me. Gelo Yehowa dixwaze wekî tu bêyî nixumandinê? Hemikî erê! (Karên Şandiya 2:38) Lema jî bawer be ku hergê tu gura temiya Yehowa bikî û bêyî nixumandinê, ev yek bona kara te ye. Mesele, gava xwarineke xweş bidine ber te, tê bixwî usa nîne? Hema bi vî cûreyî tu gerekê xwe paş nexî û bêyî nixumandinê. Hinek kes çima xwe paş dixin û nayêne nixumandinê? Diqewime ewana difikirin: “Ez bona nixumandinê hê hazir nînim”. Safîkirina meye here ferz ew e, ku em xwe tesmîlî Yehowa bikin û bêne nixumandinê. Lema jî gerekê tu li ser vê safîkirinê kûr bifikirî. Usa jî, wext û xîret lazim e, seva ku tu bona vê yekê hazir bî. w23.03 7 ¶18-20

Pêşem, 11 Nîsanê

[Tê] gotinê . . . bona yekî: “Zureta te” û ew zuret Mesîh e (Galt. 3:16).

Ji vî wedeyî, gava Îsa bi ruhê pîroz hatiye kifşkirinê, ew bû para sereke ya zureta kulfetê. Paşî mirin û rabûna Îsa, Xwedê “bi rûmet û hurmet kofî danî sêrî” û hemû hukum da wî, “wekî kirên Mîrêcin xirab ke” (Îbranî 2:7; Metta 28:18; 1 Yûhenna 3:8). Lê xêncî Îsa, kesên din jî wê bibûna para zuretê. Pawlosê şandî zelal kir, ku ew kî ne. Ewî Cihû û Necihûyên bi ruhê pîroz kifşkirîra usa got: “Heger hûn para Mesîh in, wekî usa ye zureta Birahîm in û warên wî sozî ne” (Galatî 3:28, 29). Çaxê Yehowa Mesîhîk bi ruhê pîroz kifş dike, ev kes îda dibe para zureta kulfetê. Dêmek zuret ji Îsa Mesîh û 144 000 hempadşên wî ne (Eyantî 14:1). Ewana gişk xîret dikin ku çev bidine Bavê xwe Yehowa. w22.07 16 ¶8-9

Înî, 12 Nîsanê

Dilê min ji jîyîna min diqeliqe [nefret dike] û . . . naxwazim bijîm (Îb. 7:16, ÎM).

Em zanin ku van rojên axiriyêda, em dikarin rastî tengasiya bên (2 Tîmotêyo 3:1). Wî wedeyî, em dikarin xwe bêçare texmîn kin, îlahî hergê tengasî pey tengasiyara tên, yan jî hergê gişk derbekêra têne serê me. Lê bîr neke ku çevê Yehowa ser me ye, û bi alîkariya wî em dikarin nava hemû tengasiyada sebir kin. Were em bînin bîra xwe ku Yehowa çawa alî Îbo kiribû. Derbekêra, çend kul-derd hatin serê vî mêrê amin. Rojekêda, Îbo hemû keriyên xwe unda kirin, û xulamên wî hatine kuştinê. Lê ya herî xirab ew bû, ku hemû zarên wî mirin (Îbo 1:13-19). Wexteke kin paşî vê yekê, gava ewî hê şîna zarên xwe dikir, Îbo giran nexweş ket (Îbo 2:7). Çevê Yehowa ser Îbo bû. Yehowa wî hiz dikir, lema jî ewî alî wî kir, wekî ew bikaribe amin bimîne. w22.08 11 ¶8-10

Şemî, 13 Nîsanê

Xudan kê hiz dike, wî şîret dike (Îbrn. 12:6).

Çaxê em têne şîretkirinê, dilê me dikare bêşe. Dibeke em bifikirin ku ev şîret û ceza, bi heqiyê nîbû yan bi zêdeyî sert bû. Axiriyêda, dibeke em nevînin ku ev şîretkirin çawa nîşan dike, ku Yehowa me hiz dike (Îbranî 12:5, 11). Lema jî ceza qebûl bike û xwe rast ke. Îsa çend cara ber şandiyên din Petrûs şîret kir (Markos 8:33; Lûqa 22:31-34). Hingê, Petrûs bêşik şerm kir. Lê Petrûs Îsara amin ma. Lema jî Yehowa aminiya Petrûs xelat kir û civatêda cabdariyên ferz da wî (Yûhenna 21:15-17; Karên Şandiya 10:24-33; 1 Petrûs 1:1). Hergê em ji bo şîretkirin û ceza şerm bikin jî, wê baş be ku em wê şîretkirinê qebûl kin û xwe rast kin. Bi vî cûreyî, emê him bona Yehowa him jî bona xûşk û bira hê zêde kêrhatî bin. w22.11 21-22 ¶6-7

Led, 14 Nîsanê

Îshaq hilde û . . . bike dîyarîya tevayîşewatê (Destp. 22:2).

Birahîm zanibû ku Yehowa wê tu car zulmî û neheqiyê neke. Çawa ku Pawlosê şandî nivîsî, Birahîm bawer bû ku Yehowa dikare kurê wî Îshaq ji mirinê rake (Îbranî 11:17-19). Xwexa Yehowa soz dabû ku Îshaq wê bibe bavê miletekî, lê wê demê, zarên Îshaq hê tune bûn. Birahîm Yehowa hiz dikir, û ew bawer bû ku Yehowa wê hertim rastiyê bike. Çiqas zor bû jî, Birahîm bi baweriyê gura Yehowa kir (Destpêbûn 22:1-12). Em çawa dikarin çev bidine Birahîm? Mîna Birahîm, gerekê em jî xîret bin vê yekêda, ku Yehowa diha baş nas bikin. Ev yek wê alî me bike, wekî em diha nêzîkî wî bin û wî diha zêde hiz bikin (Zebûr 73:28). Îsafa me wê li gora fikirên Yehowa bê hînkirinê (Îbranî 5:14). Îsafeke usa wê me wedê cêribandina xwey ke. Emê xwe ji her tiştê ku dikare dilê Bavê meyî ezmana bêşîne û zirarê bide dostiya me tevî Wî, dûr bigirin. w22.08 28-29 ¶11-12

Duşem, 15 Nîsanê

Kul-derd dilê mêriv wî dihelîne, lê gotineke qenc wî şa dike (Metlk. 12:25).

Gava Pawlosê şandî û Barnabas vedigeriyan Lîstra, Qonya û Entakyayê, wana her civatada rûspî kifş kirin (Karên Şandiya 14:21-23). Bêşik ji van birên kifşkirî, civata gelek hêlan distandin, û îro jî usa ye. Pawlosê şandî anî bîra xûşk-bira ku “elaleta şedaye giran” çawa bi saya qewata Yehowa ber çetinaya sebir kiribû (Îbranî 12:1). Pawlos zanibû ku serhatiyên kesên ku berê nava cûre-cûre tengasiyada serketine, dikarin mêrxasiyê bidin xûşk-bira û alî wan bikin, wekî dîna xwe bidin “bajarê Xwedêyê sax” (Îbranî 12:22). Îro jî usa ye. Her kes qewatê distîne ji vê yekê ku Yehowa çawa alî Gîdeon, Barak, Dawid, Samûyêl û gelek kesên din kiribû (Îbranî 11:32-35). w22.08 21-22 ¶5-6

Sêşem, 16 Nîsanê

Dîwana her merivekî ji wan anegorî kirinên wan hate kirinê (Eyan. 20:13).

Kesên saxkirî wê ser hîmê kîjan ‘kira’ bêne dîwankirinê? Gelo li gora tiştên ku wana pêşiya mirinê kiribûn? Na! Bîne bîra xwe ku gava ewana mirin, gunên wane berê hatin paqijkirinê. Lema jî eşkere ye ku kitêba Eyantî besa “kirên” wane paşî rabûna ji mirinê dike, dêmek paşî ku ewana dinya tezeda bêne hînkirinê. Hergê wê lazim be wekî kesên amin ça Nuh, Samûyêl, Dawid û Daniyêl jî derheqa Îsa Mesîh hîn bin û baweriya xwe qurbana wî bînin, îlahî wê hê zêde lazim be wekî kesên neheq vê yekê bikin. Lê çi wê bê serê merivên ku vê mecalê nedine xebatê? Eyantî 20:15 usa dibêje: “Navê kê vê kitêba jiyînêda nivîsar tunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir”. Belê, ewana wê ser heta-hetayê unda bin herin. Bi rastî jî gelek ferz e ku em her tiştî bikin, wekî navê me kitêba jîyînêda bê nivîsandinê û neyê temizkirinê! w22.09 19 ¶17-19

Çarşem, 17 Nîsanê

Ez dixebitim ku him li ber Xwedê û him li ber meriva hergav wijdaneke [îsafa] min ya paqij hebe (Kar. Şand. 24:16, ÎM).

Aliyê sihet-qewat û cûrê qenckirinêda, em gelek safîkirinên xwe li gora îsafa xweye bi Kitêba Pîroz hînkirî dikin (1 Tîmotêyo 3:9). Gava em safîkirinên usa dikin, û tevî kesên din derheqa vê yekê xeber didin, wê baş be ku em gotinên ji Fîlîpî 4:5 bîr nekin: “Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be”. Hergê em berbihêr û serwaxt bin, emê derheqa sihet-qewata xwe gelek xem nekin. Hergê xûşk-birên me safîkirinên cude bikin jî, dîsa jî emê wana hiz bikin û qedirê wan bigirin, û nihêrandina xwe hindava wanda neguhêzin (Romayî 14:10-12). Hergê em jîyîna xwe biparêzin û bi dil û can Yehowara xizmet bikin, emê razîbûna xwe wîra nîşan kin. Ew Kaniya jîyînê ye (Eyantî 4:11). Yazix, îro em nexweş dikevin û rastî qeziya tên. Lê Efirandarê me jîyîneke usa bona me nedixwest. Zûtirekê, Xwedê wê jîyîna heta-hetayê bide me. Wî çaxî, tu kes wê êşê nekişîne û nemire (Eyantî 21:4). Lê şikir ji Bavê meyî ezmanara ku em niha dijîn û wîra xizmet dikin! w23.02 25 ¶17-18

Pêşem, 18 Nîsanê

Padşatiya te nav Med û Parsada hat parvekirin (Dan. 5:28, ÎM).

Yehowa eşkere nîşan kiriye ku ew ji serwêrên dinyayê Bilindtir e (Romayî 13:1). Dîna xwe bidine van sê mesela: (1) Misirêda Firewin Îsraêlî xwera kiribûn dîl, û ewî çend cara xwestina Mûsa ku wana aza ke, înkar kir. Lê Xwedê cimeta xwe xwey kir û Firewin avîte bera Sor (Derketin 14:26-28; Zebûr 136:15). (2) Padşê Babîlonê Belşatsar, cejineke mezin derbaz kir û xwe “li himberî Xudanê ezmana . . . bilind kir” û dewsa ku pesinê Yehowa bide, pesinê xudanên “zîv û zêr” da (Daniyêl 5:22, 23). Lê Xwedê ev mêrê qure nimiz kir. “Wê şevê”, Belşatsar hate kuştinê, û padşatiya wî kete destê Mediya-Farisa (Daniyêl 5:30, 31). (3) Padşê Palêstînayê Hêrodes Egrîpa I, Aqûbê şandî dabû kuştinê û paşê Petrûsê şandî avîte kelê, ku wî jî bikuje. Lê Yehowa îzin neda ku Hêrodes nêta xwe bîne sêrî. “Milyaketekî Xudan wî xist”, û ew mir (Karên Şandiya 12:1-5, 21-23). w22.10 15 ¶12

Înî, 19 Nîsanê

Ezê we bibihîzim (Yêrem. 29:12).

Çaxê em dixûnin ku Yehowa çawa xizmetkarên xweye berê xwey dikir, hêviya me diha qewî dibe. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinên nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (Romayî 15:4). Bide ber çevê xwe ku Yehowa sozên xwe ça anîne sêrî. Mesele, bîne bîra xwe ku Xwedê bona Birahîm û Sarayê çi kiribû. Ewana îda kal-pîr bibûn, lema jî zar wanra nedibûn. Dîsa jî Xwedê soz dabû wana, ku zar wê wanra bibe (Destpêbûn 18:10). Birahîm “bi guman bawer kir, ku ewê bibe bavê gelek mileta” (Romayî 4:18). Halê wî çiqas bêçare dihate kifşê jî, dîsa jî Birahîm bawer bû, wekî Yehowa wê sozê xwe bîne sêrî. Hêviya vî mêrê amin badîhewa nîbû (Romayî 4:19-21). Serhatiyên usa mera didine kifşê, wekî Yehowa sozên xwe hertim tîne serî. w22.10 27 ¶13-14

Şemî, 20 Nîsanê

Çevên te Mamosteyê we bivînin (Îşa. 30:20, ÎM).

Gava Cihû ji dîltiyê derketin, ev soz hate sêrî. Yehowa wanra bû Mamoste, û bi rêberiya wî, wana hebandina rast tezeda ava kir. Em şa ne ku Yehowa bona me jî bûye Mamosteyê Mezin! Îşaya bi van giliya me beramberî şagirta dike, ku aliyê Yehowava têne hînkirinê: “Çevên te Mamosteyê we bivînin”. Li gora vê meselê, Mamoste ça bêjî ber şagirtên xwe disekine. Îro, dereca me bi rastî jî usa ye. Yehowa me bi saya teşkîleta xwe hîn dike. Belê, em bona rêberiya zelal, ya ku em ji teşkîleta Yehowa distînin, gelek razî ne! Ev hînkirin ku em ser civata, bi saya edebyet, brodkastîngên me û bi gelek cûrên din distînin, alî me dike ku nava tengasiyada bi şabûnê sebir kin. w22.11 10 ¶8-9

Led, 21 Nîsanê

Nîşana . . . axiriya vê dinyayê wê çawa be? (Met. 24:3)

Derheqa wêrankirina sîstêma Cihûya û sîstêma îroyîn Îsa usa got: “Lê bona wê rojê û wê sihetê tu kes nizane, ne milyaketên ezmên û ne jî Kur, lê tenê Bav”. Paşê ewî temî da şagirtên xwe, ku ewana “haş ji xwe hebin” û “hişyar bimînin” (Markos 13:32-37). Mesîhiyên ku qirna yekêda li Cihûstanê dijîtin, gerekê hişyar bimana, wekî emirê xwe unda nekirana. Îsa şagirtên xwera usa gotibû: “Gava hûn bibînin ku ordiya dora Orşelîmê girtiye, hingê bizanibin ku wêranbûna wê nêzîk e”. Wî çaxî gelek ferz bû ku ewana guh bidin temiya Îsa û “birevine çiya” (Lûqa 21:20, 21). Çaxê Romaya Orşelîm wêran kirin, kesên ku guh dane temiya Îsa, sax man. Îro em axiriya vê dinya xirabda dijîn. Lema gerekê em jî haş ji xwe hebin û hişyar bimînin. w23.02 14 ¶1-2; 16 ¶3

Duşem, 22 Nîsanê

Xudan, Xwedayê rastiyê [ye] (Zeb. 31:5, ÎM).

Yehowa xizmetkarên xwe hîn dike, wekî ewana rast û heq bin. Bi saya rastiyê ewana diha zêde qedirê xwe zanin û dilrihetiyê xwey dikin (Metelok 13:5, 6). Gava te Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, gelo te têderxist, wekî Yehowa ev tişt bona te jî kiriye? Tu pêhesiyayî wekî riya Yehowa, bona her kesî riya here baş e (Zebûr 77:13). Lema jî tu dixwazî van tişta bikî çi ku ber çevê Xwedê rast e (Metta 6:33). Tu dixwazî rastiyê biparêzî û îzbat kî, wekî hemû gotinên Mîrê-cina, yên ku ewî derheqa Yehowa Xwedê gotine, derew in. Lê tu ça dikarî vê yekê bikî? Tu dikarî jîyîna xweda vê safîkirinê bikî û bêjî: “Ez derewên Mîrê-cina înkar dikim û piştgiriya rastiyê dikim. Ez dixwazim wekî Yehowa Serwêrê min be, û tiştên ku ber çevê wî rast in, bikim”. Gelo tu çawa dikarî vê yekê bikî? Duada xwe tesmîlî Yehowa ke û soz bide wî, ku tuyê hertim jêra xizmet kî, û paşê were nixumandinê. Hizkirina hindava rastiyê û heqiyê wê alî te bike, wekî tu safî kî, ku bêyî nixumandinê. w23.03 3 ¶4-5

Sêşem, 23 Nîsanê

Bira dilê we neqilqile û netirsin (Yûhn. 14:27).

Edilayîke usa heye ku merivên vê dinyayê haş pê tune ne. Ev edilayî, “edilayiya Xwedê” ye. Bavê meyî ezmana vê edilayê dide dostên xwe. Çaxê Xwedê edilaya xwe dide me, dilê me rihet dibe (Fîlîpî 4:6, 7). Bi saya vê edilayê, em bûne dostên wan meriva, yên ku Xwedê hiz dikin. Usa jî, me dostiya nêzîk tevî “Xwedêyê ku edilayiyê dide” qazanc kiriye (1 Têsalonîkî 5:23). Çaxê em Bavê xwe Yehowa diha baş nas bikin, baweriya xwe wî bînin û guh bidinê, bêşik edilaya wî wê wedê tengasiya dilê me rihet bike. Gava tiştên xirab, mesele nexweşiyên ku bela dibin, teşqelên tebyetê, tevlihevbûna welatda zêde dibin, yan jî em rastî peyketina tên, gelo bi rastî dibe ku em “edilayiya Xwedê” bistînin, û dilê me rihet bimîne? Tiştên usa dikarin tirs û xofê bikin dilê me. Ça baş e ku xûşk-birên me guh didin vê şîretê. Bi alîkariya Yehowa, ewana wedê tengasiyên giranda jî dilrihet dimînin. w22.12 16 ¶1-2

Çarşem, 24 Nîsanê

Ruhê xweda alav din, xizmetkariya Xudan bikin (Rom. 12:11).

Jîyîna meda hine tişt destê meda nîne. Lema jî gerekê em bîr nekin ku qîmeta me cabdariyên meva girêdayî nîne, û gerekê em cabdariyên xwe beramberî cabdariyên kesên din nekin (Galatî 6:4). Dewsa ku em xwe beramberî kesekî bikin, gerekê em bifikirin ku em çawa dikarin Yehowara xizmet kin û alî kesên din bikin. Seva ku tu hazir bî wekî cabdariyên teze bistînî, jîyîna xwe sivik ke û bona tiştên ne lazim badîhewa nekeve bin deyna. Xwera nêtên biçûk dayne, yên ku wê alî te bikin ku bigihîjî nêtên xweye mezin. Mesele, heger nêta te ev e ku bibî pêşengê hertim, pêşiyê tu dikarî destpêkî her meh ça pêşengê wedelû xizmet kî. Heger nêta te ev e ku bibî berdestiyê civatê, wê baş be wekî tu bona belakirina mizgînê diha zêde wede veqetînî. Ev yek wê rê tera veke ku tu rojekê cabdariyên teze bistînî. Tu çi cabdarî jî bistînî, bi dil û can bîne sêrî. w22.04 26 ¶16-17

Pêşem, 25 Nîsanê

Ez Xudan hiz dikim, Ewî dengê zarînîya min bihîst (Zeb. 116:1).

Yehowa dikare alî me bike, wekî em çetinayada sebir kin û ji xizmetiyê şabûnê bistînin. Gava em Yehowara besa derdên xwe dikin, ew dikare derbêra qewatê bide me, wekî em bikaribin sebir kin. Hergê tengasiya me zû xilaz nebe, dibeke lazim be ku em dîsa û dîsa ji Yehowa qewatê bixwazin, wekî em bikaribin sebir kin. Îşaya usa gotibû: “Rihetiyê nedin [Yehowa]” (Îşaya 62:7, ÎM). Ev gilî çi têne hesabê? Gerekê em her gav dua bikin û ça bêjî rihetiyê nedin Yehowa. Ev yek, giliyên Îsa derheqa dua tînin bîra me, yên ku em Lûqa 11:8-10, 13-da dixûnin. Van rêzada, Îsa gotibû ku çiqas ferz e, wekî em newestin û timê ruhê pîroz bixwazin. Usa jî, em dikarin ji Yehowa rêberiyê bixwazin, wekî safîkirinên baş bikin. w22.11 8 ¶1; 9 ¶6-7

Înî, 26 Nîsanê

Gerekê em bi gelek cefakişandinê bikevine Padşatiya Xwedê (Kar. Şand. 14:22).

Hûn nihada dikarin malbeta xwe bona peyketina hazir kin. Derheqa tiştên xirab, yên ku hûn difikirin dikarin bêne serê we, nefikirin. Dewsa vê yekê, dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin û vê yekêda alî zarên xwe jî bikin. Çaxê hûn dilteng in û berxwe dikevin, dilê xwe Yehowara vekin (Zebûr 62:7, 8). Tevî malbeta xwe xeber din, ku hûn çira dikarin îtbariya xwe Yehowa bînin. Çawa ku hazirbûna bona teşqelên tebiyetê alî we û zarên we dike, usa jî hazirbûna bona peyketina, wê alî we bike ku hûn qewî û dilrihet bimînin. Bi vî cûreyî zarên we wê hîn bin îtbariya xwe Yehowa bînin, usa jî mêrxas bin û dilrihet bimînin. Edilaya Xwedê dikare dil û hişê me biparêze (Fîlîpî 4:6, 7). Bi saya vê edilayê Yehowa dilê me rihet dike, gava ku nexweşî bela dibin, teşqelên tebiyetê diqewimin yan pey me dikevin. Ew bi saya rûspiyên xîret şivantiya me dike. Û ewî mecal daye me hemûya, ku destê xwe dirêjî hevdu bikin. Edilayî, dêmek dilrihetiya ku îro dilê meda heye, alî me dike, ku em xwe bona oxirmên giran û hela hê bona tengasiya mezin jî hazir kin (Metta 24:21). w22.12 27 ¶17-18

Şemî, 27 Nîsanê

Ez nehatime gazî yên rast kim, lê gazî gunekara (Met. 9:13).

Em usa jî gerekê bin barê gunên xweyî berêda nemînin. Hilbet em gerekê nefikirin, ku qurban hatiye dayînê, û em dikarin bi hemdê xwe guna bikin (Îbranî 10:26-31). Lê em dikarin bawer bin, hergê me gunekî giran ji dil tobe kiriye, ji Yehowa alîkarî xwestiye û rabûn-rûniştina xwe rast kiriye, ew bi merdanî dibaxşîne me (Îşaya 55:7; Karên Şandiya 3:19). Belê, qurbana Îsa dikare hemû gunên me afû bike û rê veke wekî em Cinetêda bijîn. Emê tu car ji jîyîna Cinetêda newestin. Emê timê kesên teze nas bikin û ji şixulên xweş şabûnê bistînin. Ya herî xweş jî ev e, ku emê bikaribin Bavê xweyî ezmana roj bi roj diha baş nas bikin, û bin siya wîda bextewar bijîn. Emê heta-hetayê derheqa wî û derheqa tebiyetê tiştên teze hîn bin. w22.12 13 ¶17, 19

Led, 28 Nîsanê

Ezê nava te û kulfetê, . . . dijminatîyê daynim (Destp. 3:15).

Eşkere ye ku ev “kulfet” Hêwa nîne, çimkî rêz dibêje ku zureta kulfetê wê serê mer “bihincirîne”. Lê çawa me dît, mer Mîrê-cina ye, û tu merivekî gunekar ji zureta Hêwayê nikare serê vî melekê xirab bihincirîne. Lê gelo Mîrê-cina wê ça bê qirkirinê? Kitêba paşin ya Kitêba Pîroz zelal dike, wekî kulfet, derheqa kîjanê Destpêbûn 3:15-da tê gotinê, kê ye (Eyantî 12:1, 2, 5, 10). Ev kulfet meriv nîne. Li gora rêzê, “hîv binê piyada” ye û “kofîke ji donzdeh steyrka jî li sêrî bû”. Jêra zareke mexsûs dibe, dêmek Padşatiya Xwedê. Padşatî ya ezmanî ye, lema gerekê kulfet jî ezmanî be. Bi vê yekê em fem dikin ku kulfet, para ezmanî ya teşkîleta Yehowa ye, ya ku ji melekên amin e (Galatî 4:26). Xebera Xwedê mera eyan dike, ku zureta sereke ya kulfetê kî ye. Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, wekî ev kesê sozdayî wê ji zureta Birahîm bê (Destpêbûn 22:15-18). w22.07 15-16 ¶6-8

Duşem, 29 Nîsanê

We ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir (1 Têsln. 2:13).

Kitêba Pîroz bi bîlaniya Xwedêva tije ye. Şîretên Kitêba Pîroz dikarin ser meriva baş hukum kin. Kitêba Pîroz jîyîna meriva berbi başiyêva diguhêze. Gava Mûsa pêxember kitêbên pêşin yên Kitêba Pîroz nivîsîn, ewî cimeta Xwedêra usa got: “Ev ne xebera badîhewa ye bona we, lê ew emirê we ye” (Qanûna Ducarî 32:47). Kesên ku guh didin Nivîsarên Pîroz, dibin xweyê jîyîneke xweş û bextewar (Zebûr 1:2, 3). Xebera Xwedê çiqas kevin bûye jî, qewata wê heye ku jîyîna meriva diha baş ke. Şîretên Kitêba Pîroz bi bîlaniyê tije ne û hemû dema kêrî meriva hatine, heta roja îro jî. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin û ser gotinên wê kûr difikirin, ruhê pîroz alî me dike, ku em fem bikin, hela em çawa dikarin şîretên Xwedê jîyîna xweda bidine xebatê (Zebûr 119:27; Malaxî 3:16; Îbranî 4:12). Bi rastî jî, Yehowa Xwedê gelek dixwaze alî me bike. Gelo hêja nîne, wekî em her roj Kitêba Pîroz bixûnin? w23.02 3 ¶5-6

Sêşem, 30 Nîsanê

Wê bi awayekî nedîtî wêran bike (Dan. 8:24, ÎM).

Kitêba Eyantî serê 13 eyan dike, wekî ev serê hefta, dêmek Anglo-Amêrîka, ev cenewir e ku ‘du stirûyê wîye mîna yê berxa hene û mîna ziyê xeber dide’. Li gora kitêba Eyantî, ev cenewir “nîşanên usa ecêbe mezin dikirin, heta ku agir jî ji ezmên li ber çevê meriva davîte ser erdê” (Eyantî 13:11-15). Kitêba Eyantî serê 16 û 19 vî cenewirî ça “pêxemberê derew” nav dike (Eyantî 16:13; 19:20). Kitêba Daniyêl jî pêşda gotibû ku împêriya hemdinyayê, dêmek Brîtanya û Amêrîka, wê bi cûrekî “nedîtî wêran bike” (Daniyêl 8:19, 23, 24, ÎM). Wedê Şerê Hemdinyayê ya II hema usa jî qewimî. Du bombên atomê ku zandarên Brîtanî û Amêrîkî tevayî çêkiribûn, avîtinê ser Japonyayê, û ew yek bû menî ku ev şer xilaz bû. Hingê ça bêjî Anglo-Amêrîka ‘agir ji ezmên avîte ser erdê’. w22.05 10 ¶9

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin