KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es24 rûp. 27-37
  • Adar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Adar
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
  • Binserî
  • Înî, 1 Adarê
  • Şemî, 2 Adarê
  • Led, 3 Adarê
  • Duşem, 4 Adarê
  • Sêşem, 5 Adarê
  • Çarşem, 6 Adarê
  • Pêşem, 7 Adarê
  • Înî, 8 Adarê
  • Şemî, 9 Adarê
  • Led, 10 Adarê
  • Duşem, 11 Adarê
  • Sêşem, 12 Adarê
  • Çarşem, 13 Adarê
  • Pêşem, 14 Adarê
  • Înî, 15 Adarê
  • Şemî, 16 Adarê
  • Led, 17 Adarê
  • Duşem, 18 Adarê
  • Sêşem, 19 Adarê
  • Çarşem, 20 Adarê
  • Pêşem, 21 Adarê
  • Înî, 22 Adarê
  • Şemî, 23 Adarê
  • ROJA BÎRANÎNÊ
    Çaxê Ro Çû Ava
    Led, 24 Adarê
  • Duşem, 25 Adarê
  • Sêşem, 26 Adarê
  • Çarşem, 27 Adarê
  • Pêşem, 28 Adarê
  • Înî, 29 Adarê
  • Şemî, 30 Adarê
  • Led, 31 Adarê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2024
es24 rûp. 27-37

Adar

Înî, 1 Adarê

Çima peyê xwe didî? (1 Korn. 4:7)

Petrûsê şandî Mesîhiyara gotibû wekî ewana pêşkêş û feresetên xwe bona hêlankirina hevdu bidine xebatê. Ewî nivîsî: “Ji we kê çi pêşkêş standiye, bi wê jî hevra xizmetkariyê bikin, çawa wekîlên qence wan keremên Xwedê” (1 Petrûs 4:10). Hine kes ditirsin ku heger ewana “pêşkêşa” xwe, dêmek feresetên xwe bi temamî xizmetêda bidine xebatê, kesên din wê çevnebariya wan bikin yan jî dilteng bin. Lê em gerekê fesal bin wekî xwe qure nekin (1 Korintî 4:6). Gerekê em bîr nekin ku feresetên me pêşkêşên ji Xwedê ne. Lazim e ku em van pêşkêşa bona kara civatê bidine xebatê, ne ku navê xwe derxin û xwe bilind kin (Fîlîpî 2:3). Heger em qewat û feresetên xwe li gora xwestina Xwedê bidine xebatê, emê şa bin, ne ku çimkî em ji kesên din çêtir in, lê çimkî em van pêşkêşa bona rûmeta Yehowa didine xebatê. w22.04 11-12 ¶7-9

Şemî, 2 Adarê

Li min veke Tu van çeva, wan keremetên hînkirina Xwera (Zeb. 119:18).

Îsa Nivîsarên Pîroz hiz dikir. Xebera Xwedêda derheqa hestên wî usa hatibû pêxembertîkirinê: “Ez dixwazim xwestina Te biqedînim, ya Xwedê û va ye hînkirina Te dilê minda ye” (Zebûr 40:8). Ewî Xebera Xwedê hiz dikir, lema jî ew bextewar bû û xizmetiya Yehowada pêşdaçûyî bû. Hergê em jî Xebera Xwedê bixûnin û jê hiz bikin, emê dilxweş û pêşdaçûyî bin (Zebûr 1:1-3). Mesela Îsa û gotinên wî me hêlan dikin wekî em xwendina Kitêba Pîrozda timê pêşda herin û mêtodên teze hîn bin. Seva ku em Kitêba Pîroz diha baş fem bikin, gerekê em dua bikin, hêdî-hêdî bixûnin, pirsa bidine xwe û fikirên kin xwera başqe binivîsin. Femkarî wê alî me bike wekî em bi alîkariya edebyetên me, ser tiştên ku dixûnin kûr bifikirin. Û seva ku Xebera Xwedê ser hiş û dilê me hukum ke, gerekê em wê bi nêta rast bixûnin. Gava em xîret bikin, ku Kitêba Pîroz wî cûreyî bixûnin, emê ji xwendina Kitêba Pîroz hê zêde karê bistînin û diha nêzîkî Yehowa Xwedê bin (Zebûr 119:17; Aqûb 4:8). w23.02 13 ¶15-16

Led, 3 Adarê

Tivdîra merivê xîret ese karê tîne (Metlk. 21:5).

Xwera nêteke konkrêt dayne û paşê bi dil û can xîret bike wekî bigihîjî vê nêtê. Gelo tu çawa dikarî vê yekê bikî? Mesele, heger tu dixwazî hînkirinêda pêşda herî, broşûra “Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be” lêkolîn ke. Pêşiya ku tu ser civatê pê dersekê derêyî, ji birakî cêribandî bixwaze wekî ew guh bide gotara te û tera hine şîreta bide. Bira kesên der-dora te ne tenê feresetên te bivînin, lê usa jî bivînin ku tu yekî xîret û bi îtbar î (2 Korintî 8:22). Heger tera çetin e feresetekê nav xweda pêşda bînî, berdewam ke ser xwe bixebite! Gelo Tîmotêyo wede şûnda bû gotarvanekî zarşîrin û dersdarekî cêribandî? Em vê yekê nizanin. Lê em dikarin bawer bin, ku Tîmotêyo guh da şîreta Pawlos, lema jî ewî cabdariyên xwe çiqas diçû haqas diha baş dianî sêrî (2 Tîmotêyo 3:10). w22.04 24-25 ¶8-11

Duşem, 4 Adarê

Min dîna xwe dayê, va cenewirek ji berê derdiket. Heft serên wî û dehe stirûyên wî hebûn (Eyan. 13:1).

Cenewirê pê heft seriya çi tê hesabê? Ev cenewir mîna piling e, nigên wî mîna lepê hirça ne, devê wî mîna devê şêra ye û dehe stirûyên wî hene. Çar cenewirên ji kitêba Daniyêl serê 7, mîna vî cenewirê ji kitêba Eyantî ne. Dêmek çar cûrên cenewirên ji kitêba Daniyêl, cenewirê kitêba Eyantîda hene. Rêz dibêje ku ev cenewir “li ser her berekê, cimetê, zimanî û miletî” serwêrtiyê dike. Lema jî, em fem dikin wekî ev cenewir serwêrtîk yan împêriyeke başqe nîne (Eyantî 13:7). Eşkere ye ku ev cenewir hemû serwêrtiyên polîtîkî têne hesabê, yên ku nava terîxiyêda ser temamiya însanetê serwêrtiyê dikin (Waîz 8:9). Kitêba Pîrozda, hejmara “deh” gelek car tiştekî tam dide kifşê. w22.05 9 ¶6

Sêşem, 5 Adarê

Ewê ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn (Eyan. 21:4).

Gelo kê wê van kerema bistîne? Pêşiyê, wê elaleta mezin ya ku ji Harmegedonê xilaz be, û zarên ku wê paşî Harmegedonê bêne bûyînê, van kerema bistînin. Usa jî, kitêba Eyantî serî 20 soz dide, ku kesên mirî wê bêne saxkirinê (Eyantî 20:11-13). Yên “heq”, dêmek kesên amin û yên “neheq”, dêmek kesên ku mecala wan tunebû wekî Yehowa nas bikin, wê gişk dîsa vegerin jîyînê (Karên Şandiya 24:15; Yûhenna 5:28, 29). Lê gelo ev yek tê hesabê, wekî wedê Hukumdariya Hezarsalî her kes wê ji mirinê rabe? Na. Yên ku pêşiya mirina xwe nedixwestin Yehowara xizmet kin, wê neyêne rakirinê. Çaxê Yehowa mecal dabû wan, wekî wîra xizmet kin, wana ev yek înkar kir û nîşan kirin, wekî ew hêjayî jîyîna herheyî nînin (Metta 25:46; 2 Têsalonîkî 1:9; Eyantî 17:8; 20:15). w22.05 18 ¶16-17

Çarşem, 6 Adarê

Xudan, emê herine cem kê? Gotinên jiyîna heta-hetayê cem te ne (Yûhn. 6:68).

Bi saya “xulamê amin û serwaxt”, Îsa teşkîleteke mexsûs saz kiriye, wekî hebandina rast ser erdê pêşda here (Met. 24:45). Tu ser vê teşkîletê çawa dinihêrî? Dibeke tu jî mîna Petrûsê şandî xwe texmîn dikî, yê ku Îsara giliyên ji rêza rojê got. Hergê me teşkîleta Yehowa nas nekira, halê me wê niha çawa bûya? Bi saya teşkîletê, em ji aliyê ruhanîva tu cara birçî namînin. Usa jî, Îsa me bi saya teşkîletê hîn dike, ku em xizmetiyêda pêşda herin, û ew alî me dike ku em “merivê nû” li xwe bikin, wekî Yehowa ji me razî be (Efesî 4:24). Rojên çetinda, Îsa rêberiya me dike. Gava pandemiya COVID-19 destpêbû, kara van rêberiyên bîlan eşkere bûn. Gelek merivên vê dinyayê tevlihev bibûn, lê Îsa bi zelalî rêberiya me dikir, wekî em xweykirî bin. w22.07 12 ¶13-14

Pêşem, 7 Adarê

Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin (Fîlî. 1:10).

Wedê berê, Yehowa xizmetkarên xwera digot, wekî ewana timê derheqa wî zarên xwe hîn kin (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Nava rojêda, gelek mecalên dê û bavên Îsraêlî hebûn ku zarên xwera xeber din û hizkirina hindava Yehowa bikin dilê wan. Mesele, kurikên Îsraêlî dibeke bi siheta tevî bavê xwe zeviyêda dixebitîn. Lê keçikên Îsraêlî dibeke kincdirûnêda û şixulên malêda alî diya xwe dikirin. Gava dê-bav tevî zarên xwe dixebitîn, wana dikaribû derheqa gelek têmên ferz xeberdana, mesele, derheqa qenciya Yehowa û ku Yehowa çawa alî malbeta wan dike. Gelek welatada, dê-bav dixebitin û zar jî diçin mektebê, lema jî ewana nikarin tevayî gelek wede derbaz kin. Lê çi jî hebe dê-bav gerekê wede bivînin, wekî tevî zarên xwe xeber din (Efesî 5:15, 16). w22.05 28 ¶10-11

Înî, 8 Adarê

Çima hûn nizanin ku yên neheq wê Padşatiya Xwedê war nebin? (1 Korn. 6:9)

Gava kesek gunekî giran dike, ew qanûna Xwedê diteribîne. Ew meriv gerekê him ji Yehowa baxşandinê bixwaze, him jî derheqa vê yekê rûspiyên civatêra xeber de (Zebûr 32:5; Aqûb 5:14). Gelo rola rûspiya çi ye? Tenê Yehowa dikare guna bi temamî bibaxşîne, û ew vê yekê li ser hîmê qurbana Îsa dike. Lê Yehowa dixwaze wekî rûspî li gora Nivîsarên Pîroz têderxin hela kesê ku gune kiriye dikare civatêda bimîne yan na (1 Korintî 5:12). Lema jî, gerekê ewana ji xwe usa bipirsin: Gelo vî kesî bi hemdê xwe gune kir? Gelo kesê ku gune kiriye, pêşda ev nêt kiribû dilê xwe wekî xirabiyê bike? Gelo ewî berdewam dikir vî guneyî bike? Lê ya herî ferz ev e, gelo ew ji dil tobe dike yan na? Gelo îzbatî hene ku Yehowa baxşandiye wî? (Karên Şandiya 3:19). w22.06 9 ¶4

Şemî, 9 Adarê

Rastî . . . hez bikin (Zeker. 8:19, ÎM).

Îsa şagirtên xwera got, ku ewana pey rastiyê herin (Metta 5:6). Merivên usa bi dil û can dixwazin ku çi ber çevê Xwedê qenc û rast e, vê yekê bikin. Gelo tu jî rastiyê û heqiyê hiz dikî? Em bawer in, ku erê! Tu derewiyê, her tiştên nerast û xirabiyê nefret dikî (Zebûr 119:128, 163). Derewî, yek ji xeysetên Mîrê-cina ye, yê ku serwêrê vê dinyayê ye (Yûhenna 8:44; 12:31). Nêteke Mîrê-cina ew e, ku navê Yehowa Xwedê ber çevê her kesî reş ke. Ji wexta raberîbûna baxçê Êdênêda, Mîrê-cina derheqa Xwedayê me gelek derewa bela dike. Ew dixwaze meriva bide bawerkirinê, ku Yehowa serwêrekî xwehiz e, ne rast û ne jî heq e, û qenciyê ji meriva vedişêre (Destpêbûn 3:1, 4, 5). Derewên Mîrê-cina meriva hêlan dikin, wekî ewana derheqa Yehowa xirab bifikirin. Mîrê-cina dikare ser kesên ku rastiyê hiz nakin hukum bike, wekî ewana hemû tiştên xirab û mirdar bikin (Romayî 1:25-31). w23.03 2 ¶3

Led, 10 Adarê

Huba [Yehowa] heta-hetayê ye (Zeb. 100:5).

Hergê tu ser xwe dixebitî, wekî terka xeysetekî xirab bidî, dikare usa biqewime wekî tu dîsa tiştekî xirab bikî. Yan jî diqewime tu dilteng dibî û difikirî ku tu nikarî bigihîjî nêta xwe. Çi wê alî te bike wekî tu sebir kî? Hunurekî gelek ferz ew heye hizkirina hindava Yehowa. Hizkirina te hindava Yehowa hunurê herî qîmet e ku dilê teda heye (Metelok 3:3-6). Ew hizkirin wê alî te bike, wekî tu himberî tengasiya sebir kî. Kitêba Pîroz gelek car besa hizkirina Yehowaye amin hindava xizmetkarên wî dike. Hizkirina amin tê hesabê ku Yehowa wê tu car xizmetkarên xwe nehêle û hizkirina wî hindava wanda wê tu car sar nebe. Tu dilqê Xwedêda hatî efirandinê (Destpêbûn 1:26). Lê tu ça dikarî vê hizkirinê bidî kifşê? Pêşiyê razîbûna xwe Yehowara bide kifşê (1 Têsalonîkî 5:18). Her roj pirsê bide xwe: “Yehowa ça hizkirina xwe nîşanî min kiriye?” Paşê duayên xweda razîbûna xwe Yehowara bide kifşê, seva vê yekê, çi ku ewî bona te kiriye. Xwedê tiştên qenc bona te dike, çimkî ew te hiz dike. w23.03 12 ¶17-19

Duşem, 11 Adarê

[Îsa] dilê meriva zanibû (Yûhn. 2:25).

Îsa 12 şandiyên xwera heyf û dilovan bû. Gelo em çi dikarin ji vê yekê hîn bin? Tiştê herî ferz ne ev e ku kesên din çi dikin yan çi nakin, lê ev e ku em li himberî şaşî û kêmasiyên wan ça xwe didine kifşê. Gava em ji bo gotin yan kirên xûşk yan birakî eciz dibin, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo kirên wî çima haqas min eciz dikin? Gelo dibe ku kirên wî kêmasîke min eşkere dikin, ya ku ez gerekê rast kim? Dibeke kesê ku ez dame xeydandinê dereceke çetinda ye? Hergê ez rast bim jî, gelo ez dikarim hindava wîda rem bim û çevê xwe ser şaşiya wî bigirim?” Çiqas em hindava kesên din dilovan bin, haqas emê îzbat kin, ku em bi rastî şagirtên Îsa ne. Usa jî em ji mesela Îsa hîn dibin, ku em gerekê her tiştî bikin, wekî xûşk-bira fem bikin (Metelok 20:5). Hemikî Îsa dikaribû bivîne ku dilê merivada çi heye, lê em nikarin. Lê dîsa jî, em dikarin himberî qisûrên xûşk-bira sebir bikin (Efesî 4:1, 2; 1 Petrûs 3:8). Hergê em wana diha baş nas bikin û pêbihesin ku ewana emirê xweda rastî çi dereca hatine, wê bona me diha hêsa be hindava wanda bi sebir bin. w23.03 30 ¶14-16

Sêşem, 12 Adarê

Xwedê ne Xwedêyê miriya ye, lê yê zêndiya ye (Lûqa 20:38).

Mîrê-cina dikare vê mecalê bide xebatê wekî em qanûnên Yehowa biteribînin. Mesele, dibeke doxdir yan merivên me, yên ku Şedên Yehowa nînin, zorê me bikin wekî em xûnê berî xwe din yan jî cûrê qenckirineke usa bijbêrin, kîjan ku miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz e. Em hilbet naxwazin bimirin, lê em zanin ku heger em jîyîna xwe unda kin jî, hizkirina Yehowa hindava me tu car xilaz nabe (Romayî 8:37-39). Gava dostên Yehowa dimirin, ew wana bîra xweda xwey dike, ça bêjî ewana sax in (Lûqa 20:37). Ew ji dil dixwaze wana ji mirinê rake (Îbo 14:15). Yehowa bona me qurbaneke mezin daye, wekî em jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhenna 3:16). Em zanin ku Yehowa çiqas me hiz dike û bona me xem dike. Lema gava em nexweş dikevin yan ber mirinê ne, em pişta xwe nadine Yehowa, lê em xwe dikine bin perê wî, wekî ew dilbînî, bîlanî û qewatê bide me. (Zebûr 41:3). w22.06 18 ¶16-17

Çarşem, 13 Adarê

Serwaxtî kûçada dike gazî (Metlk. 1:20).

Kitêba Pîroz dibêje: “Serê serwaxtîyê xofa Xudan e, Yê Herî Pîroz naskirin bîlantî ye” (Metelok 9:10). Lema jî, pêşiya ku safîkirineke ferz bikin, gerekê em vê yekê ser hîmê nihêrandina Yehowa bikin, dêmek ser hîmê zanebûna derheqa “Yê Herî Pîroz”. Bona vê yekê, em dikarin Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz lêkolîn kin. Bi vî cûreyî, emê bîlaniya rast bidine kifşê (Metelok 2:5-7). Tenê Yehowa dikare bîlaniya rast bide me (Romayî 16:27). Gelo ew çira Kaniya bîlaniyê ye? Ya pêşin, Ew Efirandarê hemû tiştî ye û derheqa efrînên xwe her tiştî zane (Zebûr 104:24). Ya duda, bîlaniya Yehowa hemû kirên wîda tê kifşê (Romayî 11:33). Ya sisiya, şîretên Yehowaye bîlan karê didine van meriva, yên ku li gora van şîreta dijîn (Metelok 2:10-12). Seva ku em bîlaniya rast qazanc kin, gerekê em van rastiyên sereke qebûl kin û îzinê bidin, ku ew rêberiya safîkirin û kirên me bikin. w22.10 19 ¶3-4

Pêşem, 14 Adarê

Li ezmên şer dest pê bû. Mixayîl milyaketên xweva tevî ziyê şer kir, ziyê jî milyaketên xweva tevî wan şer kir. Lê ziyê da der, ezmênda jî îdî cî dest wan neket (Eyan. 12:7, 8).

Kitêba Eyantî serê 12 nîşan dike, wekî Mîrê-cina tevî cina hat avîtinê ser erdê. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Wey li erdê û li berê, çimkî Mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê” (Eyantî 12:9-12). Gelo em ji van pêxembertiya çi karê distînin? Him halê dinyayê him jî xeyset-hunurên meriva, nîşan dikin ku Îsa bi rastî jî bûye Padşa. Lema jî, gava em divînin ku însanên li der-dora me çiqas xwehiz û hêrs in, em bi zêdeyî berxwe nakevin, çimkî em fem dikin ku kirên wan îzbat dikin, wekî Padşatî îda hukum dike! (Zebûr 37:1) Çiqas em nêzîkî Harmegedonê dibin, haqas halê dinyayê wê diha xirab be (Markos 13:8; 2 Tîmotêyo 3:13). Gelo em şêkirdar nînin, wekî Bavê meyî dilovan mera zelal dike ku sebebê van tişta çi ye? w22.07 3-4 ¶7-8

Înî, 15 Adarê

Duayê yê rast gelekî qewat e û hukum dike (Aqûb 5:16).

Em dikarin ji Yehowa reca bikin, ku ew alî xûşk-birên me bike, wekî ewana ber nexweşî, teşqelên tebiyetê, şer, peyketin û tengasiyên din, sebir bikin. Usa jî, em dikarin bona wan xûşk-bira dua bikin, yên ku alî kesên destteng dikin. Hergê tu hine ji van xûşk-bira şexsî nas dikî, tu dikarî îlahî bona wan dua bikî. Ev yek ku tu ji Yehowa reca dikî wekî ew alî wan bike, nîşan dike, wekî tu bi rastî wana hiz dikî. Birên ku rêberiya civatê dikin, gelek dişêkirînin gava em bona wan dua dikin. Bi rastî jî, hukumê dua gelek mezin e. Pawlosê şandî jî zanibû ku ew hewcê duayên xûşk-bira ye. Ewî usa nivîsî: “Bona min jî dua bikin, ku gava ez xeber dim, gotinek minra bê dayînê, wekî mêrkîmî sura Mizgîniyê eyan kim” (Efesî 6:19). Îro jî gelek birên jîr hene, yên ku gelek şixul dikin û rêberiya me dikin. Gava em ji Yehowa reca dikin, wekî ew şixulê wan kerem bike, em nîşan dikin ku em wana hiz dikin. w22.07 23-24 ¶14-16

Şemî, 16 Adarê

Kumzirihê gumana xilazbûnê jî bidine serê xwe (1 Têsln. 5:8).

Esker kumzirihê dike serê xwe wekî serê xwe biparêze. Lê şerê ruhanîda, gerekê em hişê xwe ji hicûmên Mîrê-cina biparêzin. Mîrê-cina dixwaze me bicêribîne û hişê me bi fikirên şaş tije ke. Çawa ku kumzirih serê esker diparêze, hêvî jî hişê me diparêze, wekî em Yehowara amin bimînin. Hergê hêviya me sist be û em îzinê bidin ku xwestinên bedenê hişê me kontrol kin, em dikarin nêta jîyîna herheyî pişt guhê xweva bavêjin. Qirna yekêda, halê hine şagirtên Îsa jî usa bû, yên ku bajarê Korintêda dijîtin. Baweriya wan derheqa hêviya rabûna miriya sist bibû (1 Korintî 15:12). Pawlos zelal kir, wekî kesên ku baweriya xwe vê hêviya ferz naynin, tenê dîna xwe didin xwestinên xwe (1 Korintî 15:32). Rojên meda jî gelek merivên usa hene. Ewana tenê dîna xwe didin vê yekê, çi ku niha dikarin bistînin. Lê em usa nakin. Em îtbariya xwe sozên Xwedê tînin. w22.10 25-26 ¶8-9

Led, 17 Adarê

Her gav dua bikin (1 Têsln. 5:17).

Yehowa dixwaze ku tu wîra dua bikî. Ew derdên te divîne, û ewî soz daye ku ewê her gav guh bide duayên te. Kitêba Pîroz dibêje ku duayê rasta ber dilê Wîda şîrin e (Metelok 15:8). Çaxê tu xwe tenê texmîn dikî, gelo tu dikarî derheqa çi dua bikî? Dilê xwe Yehowara veke (Zebûr 62:8). Wîra besa xem û derdên xwe bike û bêje ku ewana ser te çawa hukum dikin. Ji Yehowa reca bike ku ew sebirê bide te. Hergê tu xwe tenê texmîn dikî û ditirsî, dua bike ku Yehowa bîlanî û mêrxasiyê bide te, wekî tu bikaribî bi zelalî û bi zarşîrinî xeber dî (Lûqa 21:14, 15). Hergê tu xemgîn î yan fikirên nebaş têne hişê te, ji Yehowa bixwaze ku ew alî te bike, wekî tu xûşk yan birakî cêribandîra besa hestên xwe bikî. Tu dikarî ji Yehowa reca bikî wekî ew alî vî kesî bike, ku ew derdê dilê te rind fem ke. Dilê xwe Yehowara veke, dîna xwe bide caba wî û alîkariya kesên din qebûl ke. Ev yek wê alî te bike ku tu xwe bi zêdeyî tenê texmîn nekî. w22.08 10 ¶6

Duşem, 18 Adarê

Evana hemû jî miqabilî emirên Qeyser diçin (Kar. Şand. 17:7).

Bajarê Têsalonîkêda civata teze rastî zêrandinên giran hat. Komeke merivên hêrs çend birên din birine ber serwêrên bajêr (Karên Şandiya 17:6). Hela bide ber çevê xwe, ku ev şagirtên teze seva vê yekê çiqas ditirsiyan! Lê Pawlosê şandî tiştek kir, wekî şagirtên vî bajarîda, xizmetêda sist nebin. Ewî wanra got: “[Em] Tîmotêyoyê birayê me . . . ser weda bişînin, ku baweriya we qewîn ke û dil bide we, wekî van tengasiyada tu kes ji we nelikume” (1 Têsalonîkî 3:2, 3). Tîmotêyo dîtibû ku axiriyêda Yehowa çawa ew kerem kiribû, lema jî ewî dikaribû xûşk-birên Lîstrayêda bide bawerkirinê, wekî Yehowa wê alî wan jî bike (Karên Şandiya 14:8, 19-22; Îbranî 12:2). w22.08 21 ¶4

Sêşem, 19 Adarê

Em bi wî bijîn (1 Yûhn. 4:9).

Sala 1870-da, komeke lêkolînkarên Kitêba Pîroz, bin rêberiya Çarlz Rassêlda, destpêkir Nivîsarên Pîroz kûr lêkolîn ke. Wana dixwest fem bikin, ku qîmeta qurbanbûna Îsa Mesîh bi rastî çida ye û bîranîna mirina wî gerekê çawa derbaz kin. Heta roja îro, em ji lêkolîna wan kareke gelek mezin distînin. Ça bêjî çevê me vebû, ku em mena qurbanbûna Îsa Mesîh hê rind fem kin û bizanibin ku ev çi karê mera tîne (1 Yûhenna 2:1, 2). Usa jî me fem kiriye, ku Kitêba Pîroz du hêvî dide merivên amin. Dêmek hine kes wê li ezmana bijîn, lê yên din wê heta-hetayê li ser erdê bijîn. Gava em difikirin ku Yehowa çiqas me hiz dike û kara qurbanbûna Îsa Mesîh seva me çi ye, em diha nêzîkî Yehowa dibin (1 Petrûs 3:18). Mîna xûşk-birên amin yên wedê berê, em jî meriva teglîf dikin ku tevî me Êvara Bîranînê derbaz kin, çawa ku Îsa Mesîh temî dabû şagirtên xwe. w23.01 21 ¶6-7

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 9 Nîsanê) Markos 14:3-9

Çarşem, 20 Adarê

Mesîh bona hemûya mir, wekî ewên sax bona xwe sax nîbin, lê bona wî, yê ku bona wan mir û ji mirinê rabû (2 Korn. 5:15).

Îsa meriv hîn dikirin, ku Padşatiya Xwedê wê çiqas kerema ser meda bibarîne. Em bona kirînê razî ne, çimkî ew rê vedike, wekî em bibine dostên Yehowa û Îsa. Kesên ku baweriya xwe Îsa tînin, hêvîdar in ku wê jîyîna heta-hetayê bistînin û merivên xweyî nêzîk ku mirine, dîsa bivînin (Yûhenna 5:28, 29; Romayî 6:23). Me tu tişt nekiriye ku hêjayî wan kerema bin, û emê tu car nikaribin bin qenciya Xwedê û Îsa derên (Romayî 5:8, 20, 21). Lê em dikarin şêkirdariya xwe wanra nîşan kin. Gelo çi cûreyî? Hergê çi destê meda heye em bona şixulê Padşatiyê xerc kin. Mesele, em dikarin piştgiriya şixulê avakirinê û tezekirina avayên bona hebandina Yehowa, bikin. w23.01 26 ¶3; 28 ¶5

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 9 Nîsanê) Markos 11:1-11

Pêşem, 21 Adarê

Min dîna xwe dayê, va Berx . . . û sed çil çar hezar meriv tevî wî bûn (Eyan. 14:1).

Serwêrtiya Padşatiya Xwedê, wê bona hemû merivên ser temamiya dinyayê cabdar be. Mîna Îsa Mesîh, 144 000 kesên kifşkirî wê ça padşa û kahîn xizmet bikin (Eyantî 5:10). Bin Qanûna Mûsada, şixulê kahînaye sereke ew bû, ku sihet-qewata meriva ya fîzîkî û ruhanî biparêzin. Ev yek ku “Qanûn siya wan tiştên qenc e”, logîkî ye ku hempadşên Îsa Mesîh wê bona hewcên xizmetkarên Xwedê, ça aliyê fîzîkî usa jî aliyê ruhanîda xem bikin (Îbranî 10:1). Gelo dinya tezeda, emê çawa rêberiyê ji wana bistînin? Em vê yekê nizanin, lê em dikarin bawer bin, ku her tişt wê bi organîze bê kirinê (Eyantî 21:3, 4). w22.12 11 ¶11-13

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 10 Nîsanê) Markos 11:12-19

Înî, 22 Adarê

Mirina Xudan bikine dengî, heta hatina wî (1 Korn. 11:26).

Xwestina me ev e, wekî merivên ku cara pêşin têne ser Êvara Bîranînê, pêbihesin wekî Yehowa û Îsa Mesîh bona me çi kirine (Yûhenna 3:16). Em hêvîdar in, wekî tiştên ku ewana wêderê bivînin û bibihên wê dilê wan bigire û ewana wê bixwazin hê zêde hîn bin û bibine xizmetkarên Yehowa. Em usa jî wan meriya teglîfî ser Êvara Bîranînê dikin, yên ku îda Yehowara xizmet nakin. Em evê yekê dikin, seva ku bînine bîra wan, wekî Yehowa dîsa jî wana hiz dike. Gelek ji wan têne ser Êvara Bîranînê, û em hatina wanra gelek şa dibin. Bîranîn tîne bîra wan, ku çaxê wana Yehowara xizmet dikir, jîyîna wan çiqas xweş bû. (Zebûr 103:1-4). Firqî tune meriv wê evê teglîfê qebûl kin yan na, em dîsa jî bi xîret wana teglîfî ser Êvara Bîranînê dikin. Ya lape ferz ew e, ku bona Yehowa ne ku hejmara meriva ferz e, lê her merivek ku tê ser Êvara Bîranînê (Lûqa 15:7; 1 Tîmotêyo 2:3, 4). w23.01 20 ¶1; 22-23 ¶9-11

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 11 Nîsanê) Markos 11:20–12:27, 41-44

Şemî, 23 Adarê

Çevê Xudan li ser xofkêşên Wî ne (Zeb. 33:18).

Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa tiştekî mexsûs ji Bavê xweyî ezmana hîvî kiribû. Ewî ji Yehowa xwestibû wekî ew şagirtên wî biparêze (Yûhenna 17:15, 20). Yehowa xizmetkarên xwe hertim xwey dikir, û çevê wî timê ser wan bû. Lê Îsa Mesîh zanibû ku Mîrê-cina wê diha zêde miqabilî wan şer bike. Lema jî seva ku ewana bikaribûna himberî hicûmê Mîrê-cina qewî bisekiniyana, ewana hewcê alîkariya Yehowa bûn. Îro, dinya Mîrê-cina Mesîhiyên rastra gelek çetinaya tîne. Tengasiyên ku rastî me tên, dikarin mêrxasiya me bişkênin û aminiya me bicêribînin. Lê ne lazim e wekî em bitirsin. Çevê Yehowa ser me ye, ew hemû tengasiyên me divîne, û her gav hazir e alî me bike, wekî em sebir kin. Belê, “çevê Xudan li ser xofkêşên Wî ne . . . [ew] wan xilaz dike” (Zebûr 33:18-20). w22.08 8 ¶1-2

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 12 Nîsanê) Markos 14:1, 2, 10, 11; Metta 26:1-5, 14-16

ROJA BÎRANÎNÊ
Çaxê Ro Çû Ava
Led, 24 Adarê

Vê yekê bona bîranîna min bikin (Lûqa 22:19).

Her sal wedê Bîranîna mirina Îsa, em dixwazin şêkirdariya xwe nîşan kin. Lema jî em dua dikin û kûr difikirin, wekî qurbanbûna Îsa bona meriya çi tê hesabê. Him jî çi ku ji destê me tê em dikin, seva ku hemû meriva teglîfî ser vê civîna mexsûs kin. Em îzinê nadin wekî tiştek riya me bigire û bibe menî, ku em neçin ser Êvara Bîranînê. Ser Êvara Bîranînê, em pêdihesin ku meriv çima hewcê qurbanê ne û mirina merivekî çawa dikare heqê gunên geleka bide. Ev gotar tîne bîra me, ku mena nan û şeravê çi ye û kî gerekê sîmbola bixwe û vexwe (Lûqa 22:20). Û em derheqa wan keremên axiriyê difikirin, yên ku ew meriv wê bistînin, hêviya kîjana jîyîna heta-hetayê ser erdê ye (Îşaya 35:5, 6; 65:17, 21-23). Em gerekê wan rastiyên Kitêba Pîroz gelek qîmet kin. w23.01 20 ¶2; 21 ¶4

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 13 Nîsanê) Markos 14:12-16; Metta 26:17-19 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 14 Nîsanê) Markos 14:17-72

Duşem, 25 Adarê

Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike . . . jiyîna wiye heta-hetayê hebe (Yûhn. 3:16).

Xwedê Kurê xwe ça qurban bona gunê me berva da, wekî em bikaribin jîyîna her-heyî bistînin (Metta 20:28). Pawlosê şandî nivîsî: “Mirin rûyê merivekîda bû, bi merivekî jî wê rabûna miriya bibe. Çawa hemûyên ji Adem bûyî dimirin, usa jî hemûyên ji Mesîh bûyî wê sax bin” (1 Korintî 15:21, 22). Îsa Mesîh şagirtên xwe hîn kir, wekî dua bikin ku Padşatiya Xwedê bê û qirara Xwedê ser erdê bê sêrî (Metta 6:9, 10). Gelo qirara Xwedê çi ye? Pareke qirara wî ev e, wekî însan heta-hetayê ser erdê bijîn. Seva ku vê qirara xwe bîne sêrî, Yehowa Kurê xwe ça Padşê Padşatiya xwe kifş kiriye. Usa jî, Xwedê 144 000 meriv li ser erdê dijbêre, wekî ewana tevî Îsa qirara Xwedê bînin sêrî (Eyantî 5:9, 10). w22.12 5 ¶11-12

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 14 Nîsanê) Markos 15:1-47

Sêşem, 26 Adarê

Hezkirina Mesîh me didefîne, . . . ku yên dijîn îda ne ji bo xwe, . . . bijîn (2 Korn. 5:14, 15, ÎM).

Gava merivekî meyî hizkirî dimire, em gelek bîra wî dikin! Sêrîda, xêncî êşê em dibeke tiştekî din texmîn nakin, îlahî hergê pêşiya mirina xwe ew diçerçirî. Lê wede şûnda, dibeke êşa dilê me hinekî sivik dibe. Dibeke em bi şabûnê tînin bîra xwe ku ew merivê meyî delal, çi gotibû yan çi kiribû, wekî me qewî ke, beşera me xweş ke yan jî tiştekî me hîn ke. Mîna vê yekê, gava em derheqa êş û mirina Îsa Mesîh dixûnin, dilê me xemgîn dibe. Heftiyên pêşiya û paşî Bîranînê, em wede vediqetînin, seva ku derheqa kirînê kûr bifikirin (1 Korintî 11:24, 25). Lê çaxê em derheqa jîyîna Îsaye ser erdê difikirin, dêmek ser gilî û kirên wî, em gelek şa dibin. Usa jî gava em dîna xwe didin tiştên ku Îsa îro dike û tiştên ku ewê axiriyêda bona me bike, dilê me qewî dibe. w23.01 26 ¶1-2

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 15 Nîsanê) Metta 27:62-66 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 16 Nîsanê) Markos 16:1

Çarşem, 27 Adarê

Berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin (Met. 6:33).

Paşî mirina Îsa Mesîh, şagirtên wî gelek dilteng bûn. Wana ne ku tenê dostekî delal unda kir, lê wana usa texmîn dikir ku tê bêjî ewana bê hêvî man (Lûqa 24:17-21). Lê gava Îsa şagirtên xwera eyan bû, ewî wanra şirovekir, ku pêxembertiyên Kitêba Pîroz ça ser wî hatine sêrî. Usa jî, Îsa cabdarîke ferz da wan (Lûqa 24:26, 27, 45-48). Çaxê Îsa çû li ezmana, wî çaxî xemgîniya şagirtên wî derbaz bû û şabûn kete dilê wan. Ewana gelek şa bûn, çimkî wana zanibû ku Axayê wan sax e û wê alî wan bike, wekî şixulê xweye teze bînin sêrî. Ew şabûn wana def dida wekî timê pesinê Yehowa bidin (Lûqa 24:52, 53; Karên Şandiya 5:42). Çev bidine mesela şagirtên Îsa tê hesabê, ku em gerekê şixulên Padşatiya Xwedê jîyîna xweda daynin ser ciyê pêşin. Rast e, seva ku em bikaribin berdewam kin Yehowara xizmet kin, mera sebir lazim e, lê Yehowa soz daye ku ewê me gelek kerem ke, hergê em vê yekê bikin (Metelok 10:22). w23.01 30-31 ¶15-16

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 16 Nîsanê) Markos 16:2-8

Pêşem, 28 Adarê

Tê dîsa bibî ax (Destp. 3:19).

Seva ku em şaşiya Adem û Hêwayê dubare nekin, gerekê em berdewam kin derheqa Yehowa hê zêde pêbihesin, hunurên wî qîmet bikin û xîret kin, ku em fikirên wî fem kin. Çiqas hê zêde em vê yekê bikin, haqas emê Yehowa diha zêde hiz bikin. Bîne bîra xwe ku Birahîm Yehowa çiqas hiz dikir. Gava jêra çetin bû wekî safîkirinên Yehowa fem ke, ew dîsa jî nebû raber, lê ewî dixwest Yehowa diha nêzîk nas bike. Mesele, gava Birahîm bihîst ku Yehowa dixwaze bajarên Sodom û Gomorayê wêran ke, ew pêşiyê ditirsiya ku “hakimê temamîya dinyayê” wê kesên rast tevî kesên xirab qir ke. Birahîm dixwest bizanibûya hela Xwedê wê bi rastî vê yekê bike yan na, lema ewî bi milûktî çend pirs pirsîn. Yehowa bi sebir caba wî da. Xilaziyêda, Birahîm têderxist ku Yehowa dilê her kesî dinihêre û tu cara kesên bêsûc tevî kesên sûcdar ceza nake (Destpêbûn 18:20-32). w22.08 28 ¶9-10

Înî, 29 Adarê

Gilîgero surê eyan dike, lê şîrhelal wê yekê vedişêre (Metlk. 11:13).

Sala 455 B.D.M., paşî ku Nehemiyayê Welî, dîwarên Orşelîmê ava kiribûn, ewî mêrên bi îtbar digeriya, yên ku wê bikaribûna vî bajarî rind xwey kin. Yek ji kesên ku ewî bijart, mêrekî bi navê Hananya bû, yê ku “serekê bircê” bû. Kitêba Pîroz dibêje ku ew “dilsoz bû û ji gelek kesa zêdetir ji Xwedê ditirsiya” (Nehemiya 7:2, ÎM). Hananya Yehowa hiz dikir û nedixwest dilê wî bêşîne, lema ewî cabdariyên xwe ça lazim e dianî sêrî. Ev hunur dikarin alî me jî bikin, wekî em xizmetiya Xwedêda amin û bi îtbar bin. Usa jî, dîna xwe bide mesela hevalekî Pawlos, bi navê Tixîko. Pawlosê şandî xwe disparte Tixîko, yê ku wîra bû “qulixkarê . . . amin” (Efesî 6:21, 22). Bi saya Tixîko, Pawlos him nemên xwe şandin xûşk-birên li bajarên Efes û Kolosyayêra, him jî hêlan û dilbînî da wan. Mîna Tixîko, îro jî birên amin û bi îtbar hene, yên ku bona hewcên meye ruhanî xem dikin (Kolosî 4:7-9). w22.09 9-10 ¶5-6

Şemî, 30 Adarê

Hizkirin gelek guna dinixême (1 Pet. 4:8).

Ûsiv kete nava tengasiyên giran, yên ku weke 13 sala kişandin. Ûsiv dikaribû biketa şikê, gelo Yehowa wî hiz dike yan na, û ew dikaribû berxwe keta, wekî Yehowa van tengasiyada ew tenê hîştiye. Lê Ûsiv ji bo tiştê ku hate serê wî, nebû yekî hêrs û zulm. Ew rihet û serxwe ma. Gava mecal kete destê wî, ku heyfê ji birên xwe hilde, ewî bi dilovanî baxşande wan (Destpêbûn 45:4, 5). Ûsiv yekî serwaxt bû, lema jî ewî bi zêdeyî dîna xwe nedida derdên xwe, lê ewî fem dikir, wekî tiştên ku hatine serê wî, nêta Yehowava girêdayî ne (Destpêbûn 50:19-21). Ew çi ders e bona me? Hergê tu rastî neheqiyê bêyî, ji Yehowa nexeyde û nefikire ku ewî terka te daye, lê bifikire ku ew çawa alî te dike, wekî tu vê derecêda sebir kî. Gava kesên din neheqiyê li te bikin, xîret bike ku kêmasiyên wan bi hizkirinê dadî. w22.11 21 ¶4

Led, 31 Adarê

Wê hemû serwêr jêra xulamtiyê bikin (Dan. 7:27, ÎM).

Ji xewn-xeyala Daniyêl pêxember, bi zelalî tê femkirinê ku Yehowa ji hemû serwêrên din Bilindtir e. Berî pêşin, Daniyêl çar cenewirên mezin dîtin, yên ku împêriyên hemdinyayê yên berê û îroyîn têne hesabê, dêmek Babîlon, Mediya-Faris, Yûnanistan, Rom û Anglo-Amêrîka, ya ku roja îroyîn serwêrtiyê dike (Daniyêl 7:1-3, 17). Paşê, Daniyêl Yehowa Xwedê ser textê dîwana ezmanî rûniştî dît (Daniyêl 7:9, 10). Xwedê wê hukumetiyê ji serwêrên dinyayê bistîne û bide kesên diha hêja û qewat. Gelo wê bide kê? “Yekî mîna lawê meriv”, dêmek Îsa Mesîh û “pîrozên Yê Bilind”, dêmek 144 000 kesên ku wê “her û her” hukum bikin (Daniyêl 7:13, 14, 18, ÎM). Eşkere ye ku Yehowa “Yê Bilind” e. Ev xewn-xeyala Daniyêl îzbat dike tiştekî ku ewî berê gotibû. Daniyêl got: “Xwedayê ezmana . . . padşa derdixe ser text û tîne xwarê” (Daniyêl 2:19-21). w22.10 14-15 ¶9-11

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin